Şepal

Page 1

Helbest

Ş SEPAL

Zerdeşt Ismaîl Heybet (RIZGAR) © 2010

Mesopotamien Verlags- und Vertriebs GmbH


Mesopotamien Verlags- und Vertriebs GmbH Gladbacher Str. 407B, 41460 Neuss Tel.: +49 (0) 2131/4069093 Fax : +49 (0) 2131/4029562 Email: info@pirtuk.info wwww.mezopotamyayayinevi.info ISBN: 978-3-941012-19-6 Çapa yekem: Têrmih 2010 Berg û derhênana hunerî: Mehmet Ünver Berhevkirin: Laleş Heybet Nivîs….PC: Şêrwan Heybet Serrastkirin û amadekirin: Nizar Yosif


q Naverok z 13 17 19 21 23 26 28 31 34 37 39 40 42 43 45 47 49 50

Kanî Kurdistan Narevim Zenhare ey dil Ey kurdê cîhan Dil bi kovane Kurdê Kurdistan Bilbil û Sorgul Ey bira hawar Ey reben Neyarê dil reş Millet bû rêwî Cejna Newrozê Gula welat Xebat û gorîdan Şoreşa agir Rêka gelan Rejîma Markûs Rêça we


52 64 65 66 68 71 73 74 77 81 83 84 86 88 90 91 94 96 100 102 105 107 109 114 116 118 120

Banga şoreşa cîhan Avdana agir Em hesin agir Keça kurd Şêxim rabe bese Bimirin keç firoş Em birîndar in Li ser filmê Hindî Agirê evînê Xweşiya evînê Evîndarê biyanî Yara rengê Sorgulê Nalîn Ey dilber Rejîma Seddam Şoreş û Zindan Nazenîna min Serhildana 15ê Tebaxê Heval Mazlûm Leşên welat Şehîdê şehîdan Pêlin diçin jor Arteş vaye tê Rojhilatê Arteş û newroz Gerîlla Şerê gel hûye


q

Çemê me têr jê venexwarî

z

D

i rojek germ de ji rojên deşta Botanê, miha 6 ê destpêka havîna sala 1962. Ji berxwedan û îşkên zayîna dayîkê. Birûskekî ji tara kevnar ya Dêrika Hemko veda. Zarokê 5emîn ji dayîk bû. Hilgirê alava zimên e ew. Qîrînek bi pîvan ji devê tifalê nûhatî raserî bajarê Dêrikê, bo dengvedana hatina helbestvanekî yê pêşerojê. Zîrekê di nava pencê malbateke welatparêz heskiryên zimanê kurdî. Di hembêza wan de mezin bî, bi hêviyên afirênerekî li raserî ezmanê Kurdistanê, ronî bide xakê û gelê me yê tihnê çandê. Û hate rêsandin bi gotûgotê dê û bav û hejêkiryên vî welatî û vî zimanî. Bi dilgermî xwe di avête pêlpêlokên nêrdewana zimanê kurdî û pê ve hildipirikî. Da ku serbikevê û encaman pêkbînê. Bi van xweseriyan, Zerdeştê nûhatî dixwest tiştên pêwîst nivre bikê û bi dest xwe ve bibê û pêkbînê.

5


Ji hêminiya bajarê Dêrika Hemko ji şepaliya deşta Botanê û qûnaxên wê yên rengîn, ji kedî bîn û perwerdeya çandî û netewî ya malbatê, û xwezayiya welatê xwe. Di bin bandevên hişk û sar berf û baranan de. Berê xwe dida gundê Baneqesrê bi wê coşê rêça herîteqan dipîva. Birçî û tiyê fêrbûna zimanê dayîkê û xêzên rengîn, ji dest ê mamosta yê xwe yê hêja Mehmed Elî yê Henîf ê, şagirtiyê dibistana seydayê mezin Cegerxwîn. Bi nexşên zêrîn Zerdeşt fêrî tîp û peyvên kurdî kir, sed aferîn ji te re mamoste. Belê mamosteno hêjî şagirtiyan bibînin, çêkin, fêr bikin da ku bibin zimanzan, zanist, helbestvan. hwd damerizînin piştevanên zimên, van celeban bihtir bikin. Zerdeşt di dibistanê de, di xwendekariyê de xwendekarek pêşeng bî. Mirovek nerm jêhatî şareza û zîrek bî, di xwendinê de gihişte astek bilind, heta fêrnameya Endizyariyê wergirt, Endizyarê (avakirinê). Di nava vê girêdanê û halana he ya gerim de, bala gelek kesên zanist, siyastmedar, zimanzanan, kêşand ser xwe yek ji wan siyasetmedarê kurd yê navdar rêzdar Nûrşêrwan Mustefa ye. Piştî rûxandina şoreşa başûrê mezin sala 1975an, û belavbûn û xwelêgirtina wan li perçe yên din yê welêt, birêz Nûrşêrwan li mala Ismaîlê Heybet bavê Zerdeşt dibe mêvan. Ew

6


vî zarowê nûjen 12, 13 salî Zerdeşt û girêdanên wî bi xwendina helbestan ve, pirtûkan û fêrbûna zimên ve û helwestên wî yên kurdewarî dibîne, balê pirr dikişîne ser, pê hayedar dibe, nexazim dema Zerdeşt helbestek ya xwe jê re dixwîne. Nûrşêrwan Mustefa ji aliyê xwe ve ferhengekî bi sê zimanan: Kurdî, Engilîzî, Erebî, diyarî Zerdeşt dikê. Û çend peyvên dîrokî di bêje: Ku ev kur bi vî awayî mezin bibê, ew dê kesayetek bilind jê derkevê. Wêjevanek, nivîskarek, helbestvanek, yan jî siyasetmedarek. Ev baweriya gelek kesan bî, bandora naveroka malbat, civakê û perwerdeyê, û kar û xebatên wî, û usûl û zagonên hunerî pêlandin. Dûv re di berhemên wî de ew derfet derketin holê. Xwêner û guhdarên xwe dihêle şeyda û seyr mayîn. Zerdeşt Heybet konê xwe yê têr stûn di zivistanê de li deştê vedigire. Di binde koz û qûtê xwe hildibijêre, rûdike û dipîve di hişê xwe de hevên dike. Û di biharê de koçê baneya xwe li ser banê çiyayên bilind bi cî dike. Bedewiya sewalên wî bijoniya ramanên wî di dewlemendiya pênivîsê re têne der bi bayê zozanên bilind re li seranserê welat belav dibe. Di bin wî konî de gelek stûnên zexim bi hêz hatine naskirin. Li gorî mercên derdûrê, û taybetmendiyên sîstema welêt navê xwe diguhere. Yek ji wan stûnan stûna sereke bi navê helbestvanî Şepal e, bihtirîn helbestên xwe weşandine. Stûna çîgir bi navê Hekar e, di bin

7


siha vî navî de jî, hêjmarek fireh helbest nivîsîne. Stûna sêyem bi navê Zara ye, hêjmarek helbest dibin mora vî navî de nivîsîne. Rizgar stûna bi hêz têr şax her şaxek landikek ya beşekî bi xwe ve hildaye bi nazikî wan dilorîne û ditebitîne bi hostayî wan diafirîne: Beşê siyasî, nivîskarî, helbestvanî, tevgêrî, şoreşgerî, û bi zanistî wan tevgêr û rêxistin dike. Bi zimanek kurdî zelal, bi felsefeyek kûr bi hemî wateyên civakî, bi zanistî şiya nûjeniyê di naverokên helbestên xwe û mijarên wan de bikar bînê. Bi endizyarî û hostayî durvên helbestê û avakirinê bikar aniye. Di meydana wêjeyî de, xudanê bitalintiyek mezin bî. Û di pêgirtina pênivîsê de, ji xwe bawer bî. Hevokên hêsan watedar tejî evîn, nîşanên wî ne. Bi kurdiya xwe ya resen, me bengînî ziman dike. Dilsivikiyê, rûkeniyê, û derûniya xwe ya piçûk radigihîne dide xwendevanan. Û bi awayek rehet rewan digihînê guhên wan, bi wan re pardike, dihêle xwêner pê re şabin. Û bi dîmen û hevoksaziyên wî re xwe bibînin, û di nav de bijîn. Ew hiş û hestên xwênerên xwe divejîne û jîndar dike. Zerdeşt imza xwe ya zêrîn li ser gelek kovar û rojnameyan daye. Kovara dengê Kurdistan, li sûriyê û libnanê diweşiya. Ji damerizînin kovara rewşen bûn li Eûropayê, ew û şehîd ê wênevan Xalid Sofî (Fayiq). Di rojnameya berxwedan û serxwebûnê de nivîsiye, û hwd. Vê jêhatîbûna Zerdeşt (Rizgar) gelek tiştên ku

8


wî dixwest bi destan ve dianîn. yek ji wan ciheke tevgerê bilind, di rêvebirya partiya karkerên Kurdistanê de girt. Û di nava rêxistina girîlan de, rêbazek yê refê wan bî. Di bin bandora hogirên xwe yên ku ji berî wî çûbîn, bakurê Kurdistanê cihgirtin û xwîna xwe rijandin. Helbestnivîs şehîd Ehmed bavê Xemo (Reşîd) bandorek giran û mezin li ser çûyîna Zerdeşt berû bakur kir, ew li pê mergê xwe çû. Û rêhevalê wî yê xwendekariya dibistanê, şehîd Emer Birahîm (Medenî) didît ciyê hembaziyê. Û sedemê duyemîn yê hiştî ew berê xwe bidê çiyan û bi wan ve hilpirikê. Pîroziya armancên wî yên netewî û mirovatî serxwebûn û azadî ya vî welatê ji bindestiya dagikiran bêhêvî mayî. Di 26ê çileyêyekê (12) sala 1998an, roja xêlî û koçbarkirinê. Bi kîrekîr ewr li hev civiyan rûkê tavê hêdîhêdî girtin, bang li gurmînê topan û xurîna balafirênşer kirin. Xwezayê û dujmin peyman kirêdan li dilêran bûn yek. Sariya ewran û cenga topan, bi bizavek dijwar roniya tavê veşartin, siha xweşmêran wendakirin. Piştî arjeniya bumbeyan, û encamên agirbarandinê, perwaneyên hîlekopteran firîn, hertişt bê deng man. Stêra sibê geş bû, şeveqê dader, rojê çav ji pişta çiyan re vekir, tavê rumekî hilat, sê ruman, heft ruman bilind bî. Lêêê gewdeyê Zerdeşt (Rizgar) bêdeng, bêpêjin û bêlebat dima. Tenê pêjinek melûl ji xwendina awazên teyrik û

9


tilûran dihatin. Harmoniyên bê helbest bi keder diavêtin li ber hevdû. Pê bêçiyan xak vedikolan, bi pirtikên baskên piçûk, sihlaka herdû tehtên ku gewde liber wan vezilyayî, diavêtin li ser helbestvanê me yê şehîd. Di wê roja bêbext de, bi serwendabûna wî re. Çanda me ziyanek mezin gihayê. Ez ê bi dilekî xemgîn dakevim serê kopên çiyan li nava geliyan. siha te bişopînim. Ez ê li ber sêpiya dewkeyan rûnim, piyanek ji dewê lorîkbêjên rondikrêj vexum, çêja xaka te. Û lepek nîvişk pê doşava tiryên rezên te avdayî bixum. Û çend hêçikan bi xwe re bibim rêwîtiyê. Zerdeşt bi hemî şêweyan, harmonî û awazên dil û ramanan, bi hestên xwe di helbestan de aniye ziman, evînî, welatparêzî, netewî, civakî, mirovahî, şoreşgerî. Ew bi tevan watedar bû, û ya dawî pêkirin di jiyana xwe de pêkaniye. Dê ka ji merdiya xwe re werin, em bi hevre pêmanên Zerdeşt vekolin û bixwînin. Nizar Yosif 17.04.09

10


q Helbest z

11


12


q Kanî Kurdistan..?

z Kanî Kurdistan..? Ew demê şirîn Ka roja Hettîn..? Kurdê dilbirîn Ew maye xemgîn Bê welat û dîn Li ber wî kemîn Newal û zinar Pirr dikê hawar Kanî Kurdistan..? Kurdistan gewher Wek zêr û mermer Kurd hatiye der Kesek nakê şer Dijmin bi perwer Nû bûye şerger Jana kurda zer Tim dikin gaz gaz Bûne belengaz Kanî Kurdistan..?

13


Dijmin wekî baz Girte ew daxwaz Nebûn serfiraz kurdê belengaz Dijmin borcewaz Bûye wek beraz Kuştin pirr xêrxwaz Ka rêça millet..? Seyran û dawet Kanî Kurdistan..? Ev cîhana xweş Bextê me lê reş Em dixun kerbeş Dijminê me şeş Çira nema geş Şev li me bû reş Şahî neman xweş Mire ew kevok Cîhan xapînok Kanî Kurdistan..? Welatê mêra Kaniya zêra Bû cihê têra Dijmin wek gura Kete bajara Bi hikmê xêra Mizgeft û dêra Tev kire wêran Kar bûye bazdan

14


Kanî Kurdistan..?

Ev ava zelal Him şûr û mertal yê tene heval Ey kurdê delal Te ne dît mecal Ne bûyî şepal Bê kar û bê hal Rabe li ser xwe Bîne bîra xwe Kanî Kurdistan..? Seyran e seyran Li nav Kurdistan Ji bûna dijmin Dijminê nezan Were pehlewan Kurdê bin destan Derkeve meydan Bêje azadî Bêje serbestî Kanî Kurdistan..? Ta bi Emrîka Hind û Bakistan Bûne biyanî Kurdê Kurdistan Were ey cotkar Were ey şivan Ev demê hêja

15


Demek pirr giran Dengê xwe hilde Kanî Kurdistan..? Ji bo te meydan Kurdê sitembar Bi kar û xebat Bişkîne neyar Neyarê mîkrob Neyarê maldar Bigre yekîtî Bi qîr û hewar Tu bibe xweş mêr Kanî Kurdistan..? Ev e Kurdistan Ev çol û çiya Rabin belengaz Xaka mîdiya Tim bikin rizgar Mêrg û kaniya Şoreşê çêkin Şoreşa kurda Mizgîn ji bo we Ev e Kurdistan

16


q Narevim

z Ta roja dawî Dê bikim xebat Ta ku nemînê Di can de lebat Narevim herdem Dê bikim xebat Bimînim xweşnas Al çakûç û das Ez xwe nadim paş Dijmin rê nenas Ev can û ev dil Gorî Kurdistan Xwîna min a sor Wek ava volqan Germ û pirr dijwar Ji bo niştîman Şêr û şoreşvan Herdem Li cîhan Ta bikim rizgar Xaka Kurdistan Kurd im birîndar

17


Birçî û tazî Dê bikim xebat Him qîr û gazî Ta bimrê neyar Faşist û nazî Jînê bikim geş Xebat û şoreş Bimrê koletî Ev der bi bin xweş

18


q Zenhare ey dil

z Bihar e bihar kurdê dilbirîn Sorgul bişkivîn kesk û sor û şîn Ji qîr û hewar gelî hatin xwar Kesek li jînê ne maye xemgîn Kurdê cîhan tev xweş mêr û piling Gelek jîr in ew bi rengê şahîn Lê cîhan hêja ev cîhana xweş Dijmin li ber wî danî bû kemîn Kemînek pirr xurt şaşer û tifeng Sor kirin ev war ev warê rengîn Rabin bûye pêt agirê dijmin Ey kurdê dilêr xweş mêr û bengîn Ewropa maldar tim bûye serdar Rabin bo welat tev de bidin xwîn Dem yê xebat e tevde jin û mêr Neyarê maldar bikin rê wengîn Zenhare ey dil dilê me kurda 19


Dijmin dikûjê pir mêrên şirîn Dijmin dike zor kuştin sitembar Ne bûne serbest kurdê dilbirîn Kar bûye bazdan ji nava gelî Çiya tev şewat agirê dijmin Kanî rojên me ew rojên bi deng Wek roja hattin şerê pencewîn Dema ku dijmin kirî qîreqîr Pirr Lê bibû teng qêrîn û nalîn Lê em tev ketin vê şeva dirêj Ev şeva pirr tar demê tev dijmin Em tev bûne dîn nema me ziman Berê xwe me da Fintaz û evîn Xurtên evîndar wîn bikin xebat Şerm e bimînin nezan, dilbirîn Cîhan behişt e ji bo tev mirov Tev bûne azad bakistan û çîn Rabin bi merdî karkerê heval Kar bikin bi rêç tev bibin cengîn Ber bi jor diçê ev şeva kelem Pirr bûye dereng ey mêrên bengîn Sed wek cigerxwîn tim dikin hawar Şerm e ji bo te bimînî xemgîn Destê xwe hildin bibin ciwan mêr Xwînê birêjin ser axa zêrîn

20


q Ey kurdê cîhan

z Ey kurdên cîhanê tev Ma çi ye bazdan û rev Dengê topan ringering Nayê qet pirr bûye şev Şoreşa te li cîhan Hemî bûye tevlîhev Kurdê mêrxasê cîhan Karê te tim bûye rev Ev şeva tar û dirêj Tu ji bin zorê derkev Nû bikin vê şoreşê Lê bibin jîr û çeleng Tim ji bûna şoreşê Hilgirin top û tifeng Derkevin çol û çiya Ey kurdên bi nav û deng Xortê kurd weke dilêr Tuyî gelek şox û şeng 21


Dijminê me tang û top Bese êdî ev xedeng Tim li nêv mêrgên welat Win bimînin bê tebat Hev re win cengê bikin Mizgînî roja we hat Bê goman rojek heye Tev bibin rizgar kelat Ev şeva tarî herê Millet bibînê felat Pirr nêzîk e roj wê bê Ger bikin em tev xebat Em Li nêv çerxa cîhan Serbilind û pehlewan Kurdê gernas û şiyar Win werin cenga giran Rengê şêr û wek piling Bîrewer bin tev rêzan Xwîn bidin bo pêşketin Bo çi ne ev dil û can Bêje dijmin derkeve Ev e xaka Kurdistan

22


q Dil bi kovan e

z Dilê min bûye kovan Wek dînê çol û bêlan Êdî bûme neînsan Çima nabim pehlewan Nînin min bax û bistan Bê welat û kurdistan Min divin pirr mijozan Da azad bin ji destan Zivistan e şev bû tar Dijmin bûye koremar Kuştin hemî keç û zar Kurdê belengaz bêwar Ji me tête laleşîn Dilê me tev bû birîn Kurdistan sor û rengîn Çima em nabin cengîn 23


Ez bê top û bê qember Tenê mame bê mermer Li meydan ne bûm şerger Dîn bûme bûme şevger Nînin min xan û komar Ez belengaz û bêwar Keremke were cotyar Li meydanê bike kar Ka kurdistan û xebat Ka ew rengê bê tebat Bigerin nava welat Da zû bibînin Felat Xortê ciwan evîndar Wek şêr abin ber neyar Hemî yek bin ne hezar Li kurdistan nabê tar Kar em nakin paşveçûn Gelek şerm e ev qanûn Millet hemî pêş ve çûn Birînê me tev derbûn Kurdistan va dibêjê Herkes xwînê dirêjê Cîhan tevde dihejê Rakin zeng û qirêjê Xortê kurdê dilbirîn 24


Li ser min bûne cengîn Ez kurdistana sirîn Kurdên min mêr û bengîn

Xaka min zîv û zêre Xweyê min tevr û bêre Millet dijmin bihêre Bi pêş de tu binêre Ser min gomgom û nalîn Dengê top û laleşîn Ev xemla gelek rengîn Millet ser bûye xemgîn Cîhan bûye xapînok Ji hemrîn ta bi kerkok Li cîhan bibin gerok Bigrin gelale dihok

25


q Kurdê Kurdistan

z Em in kurdê kurdistan Tim şiyar û şoreşvan Gelek rind û xanedan Mêrxas û şêrê meydan Wekî piling û şêran Dişkînin deryê zindan Kete serê me kurda Şiyarî rengê merda Êdî me doz ne berda Dijminê rengê kunda Ta sînorê Êrîvan Hemî xaka kurdistan Bûrî demê neyarî Hate li me şiyarî Neyarê rengê marî Nema karê vî barî Li meydanê rawestan Kurdê rind û pehlewan 26


Daxwa za me bûye şer Ey milletê weke ber Me navin qesrê mermer Ger azadî newê ser Di bînim ez li cîhan Karê dijmin bû bazdan Ev şoreşa li cîhan Divê bighê kurdistan Ey şivan û palevan Derkevin serê çiyan Ji bo kurda ka peyman Kes nabêjê kurdistan Bi qîr dibên azadî Demokratî wekhevî Bijî bijî serbestî Çiqas xweş e aşîtî Bijî bijî kurdistan Ger em yek bin li çolan Bimrê neyarê kevnar Hemî malê me wî xwar Gelek em man sitembar Lê îro bûne hişyar Şepal derketye seyran Ji bo kurd û Kurdistan 27


q Bilbil û Sorgul

z Îro bihar e xweş bihar Sorgul dibin destê neyar Bilbil reben qîr û hawar Carek ne bûne dost û yar Ev sorgula rengîn û geş Dijmin li ber bûye keleş Bilbil ji ber maye nexweş Carek ne bûne dost û yar Daxwaza bilbil sorgule Îro xebat vîna dile Şerm e li jînê dil kule Carek ne bûne dost û yar Ew dijminê pîs û nemêr Îro li meydan bûye Şêr Ev Sorgul e kaniya zêr Carek ne bûne dost û yar

28


Bilbil li jînê qehreman Lê bû reben jar û nezan Barîn li dil tîr û kevan Carek ne bûne dost û yar Sed sal e mayî wê milê Benda evîna sorgulê Kes nîne van derda hilê Carek ne bûne dost û yar Sorgul bi wê bejna zirav Sotin li wî cerg û hinav Bilbil li cîhan tev belav Carek ne bûne dost û yar Sorgul li bilbil kir hewar Ey dilbirînê sitembar Rabe li ber singa neyar Carek ne bûne dost û yar Ta kengê dijmin min bixwê Şebnem ji lêvê min vexwê Îro xwe berde vê rexê Carek ne bûne dost û yar Tu şer di gel dijmin bike Doza evîna min bike Vê jîna dijmin kin bike 29


Carek ne bûne dost û yar Bilbil bi fermanê heja Got sorgulê wey sersera Rahişte şor û xencera Carek ne bûne dost û yar Hate li meydana welat Wî rengê şêra kir xebat Bo Sorgulê daxaz felat Carek ne bûne dost û yar Leşkerê ronî ji nû ve Bilbilê xwenda ne hûv e Kî dizanê çûye kû ve Carek ne bûne dost û yar Hêlîna wî bûye çiya Nav bax û mêrg û kaniya Ew ketye Rêça Rûsiya Carek ne bûne dost û yar Hingî şepal e ew şirîn Lewra şepal bû dil evîn Gazî dikim zîn û şirîn Carek ne bûne dost û yar

30


q Ey bira hawar

z Evro Li cîhan ez bûme pîmor Gelo ji bo çi bûme birîndar Li vê jiyanê min nîne komar Hawar e hawar Ey bira hawar Herher dinalim bi rengê Ferhad Li vê cîhanê ne bûme azad Yek car ne bûme dilxweş û dilşad Hawar e hawar Ey bira hawar Em tev dibêjin kanî kurdistan Kanî ew roja em şêrê meydan Bêhna me teng e ne xweşe zindan Hawar e hawar Ey bira hawar 31


Kurdo tu bişkîn sînor û dîwar Da azad bikin xortê sitembar Gelek dereng e dijmin bê jimar Hawar e hawar Ey bira hawar Rabin dereng e kurdên bi mirwet Win tev bibînin zanîn û firset Bera ne bînê dijmin qet muhlet Hawar e hawar Ey bira hawar Berê xwe nedin qerqef û Fintaz Divê şiyar bin kurdê belengaz Derkevin meydan wek tilûrê baz Hawar e hawar Ey bira hawar Ji bona welat bibin evîndar Şev û roj xebat girîn û hawar Reş û sipî tev divê bikin kar Hawar e hawar Ey bira hawar Dengê xwe berdin dengê bi dozan Da guhdar bibin mirov li cîhan Bijî ey gernas kurdê dilovan Hawar e hawar 32


Ey bira hawar

Karkerên hêja bibin evîndar Bixwazin felat, xweşî û rizgar Ronî xwe berdê li her cih û war Hawar e hawar Ey bira hawar Karkerên hêja bigrin welat xweş Şoreşê rakin agir bikin geş Bila nemînin li jînê dil reş Hawar e hawar Ey bira hawar Axayên maldar bibin qelsemêr Cotyarê şêrîn bibin ciwan mêr Derkevin meydan tev weke dilêr Hawar e hawar Ey bira hawar Her çendî hebin neyar û dijmin Ceng û şewaşê divê em bikin Daxwaza şepal ku pêş ve herin Hawar e hawar Ey bira hawar

33


q Ey reben

z Rabin kurdê xweyî doz Li ser dijmin bikin toz Li gel hev win bidin soz Rizgar bikin deşt û koz Heya kengê hejarî Di bin destê neyarî Ji bîr nekin vî warî Rizgar bikin deşt û koz Min divê tu şîyar bî Li dijmin koremar bî Gelek jîr û xweda bî Rizgar bikin deşt û koz Ev e hemî kurdistan Kurd belav bûn li cîhan Bira guh nadê biran Rizgar bikin deşt û koz 34


Kurdê jar û belengaz Dijmin li wî bûye baz Li ber çav e wek beraz Rizgar bikin deşt û koz Berdan tev mal û devî Çi bikin îro ew revîn Qet ne dîne wekhevî Rizgar bikin deşt û koz Me netirsandin ew top Lê kurda ne bû yek şop Kurdistan e lat û kop Rizgar bikin deşt û koz Bi xapan û bi dekan Kurdê me gelek hejan Weke sorê Emrîka Rizgar bikin deşt û koz Kurdê Reben evîndar Hemî bûne birîndar Karê wa bûye hawar Rizgar bikin deşt û koz Sed sal e me kir qêrîn Xilas ne bû ew şevîn Hê dinalin weke dîn Rizgar bikin deşt û koz 35


Em tev kurdê belengaz Dîsa bûn xweyî daxwaz Divin bijîn serfiraz Rizgar bikin deşt û koz Em dixwazin kurdistan Nûka bûne pehlewan Bimrê neyarê cîhan Rizgar bikin deşt û koz Karkerên dîl û reben Win tev bibin dev biken Bişkînin bend û kepen Rizgar bikin deşt û koz Azad bikin Kurdistan Ji destê tev neyaran Bila bimrê ev jiyan Rizgar bikin deşt û koz Bes win bikin nalenal Tev bibin şêr û şepal Ey gelî xortê delal Rizgar bikin deşt û koz

36


q Neyarê dil reş

z Evîn welat e Şirîn xebat e Keyfa mehat e Dil bûye dilgeş Kurdistan rengîn Tê de pirr cengîn Xortên me bengîn Bêhna watê xweş Wek rengê şêra Rostem û mêra Dilê neyara Dikin dilek reş Li nav kurdistan Pirr mêr û hozan Hemî mijozan Mirin yê dil reş Ala me gewher 37


Li dorê mermer Rîhan û gulzer Qîvar û kelbeş Em pirr şirînin Ne dîn û gêjin Weke pilingin Xwînê dirêjin Dixwazin rizgar Bibin xweyî war Dijmin gurê har Dive bê kuştin Dijmin xweyî welat Hem birc û kelat Dixwazim felat Îro em rindin Em tev şoreşger Li her der şerger Zana û perwer Ne har û gêjin Xortê me delal Zana û heval Nema qîr û nal Em pirr şepalin 38


q Millet bû rêwî

z Jîna me kurt e naghê heştî sal Dijmin rê nadê em bighin heval Mane belengaz bêcih û bêwar Serma me bûrand bi rengê dewar Gelek me bûrand kuştin û lêdan Li bin vê xakê li heps û zindan Zindana me kûr wek zindana Mem Dijmin civandin tê de derd û Xem Millet bû rêwî ji bajar û gund Bûye cehneme Kurdistana rind

39


q Cejna Newrozê

z Vaye ez hatim bi qîr û hawar Ez bûme nexweş li heyva avdar Cejna me bûrî bê keyf û şadî Ez li welatî divim azadî Kanî ew dema kurdê me dilxweş Li vê meydanê agir didan geş Dûr im ji newroz bê keyf û halan Kesî li meydan nekir mehrecan Herkes li ber me bûye bi zerkeş Kurdê belengaz ew maye dil reş Li ser vê cejnê dîl û pirr mest in Ji bo Kurdistan dijmin ne hiştin Bi vê xwîna sor em bikin xebat Ji bona cejnê bixwazin felat Ev demê azad li me agir e Kurdê xweyî doz ti dibê gawir e Karê me gelek ji bûna şahî 40


Welatê kurda bibê ronahî Newrozê bikin ji bo kurdistan Qîz û xortê me bibin pehlewan Rabe li ser xwe kurdo bike bez Nehêle dijmin li nav bax û rez Berê xwe bide van qesr û sera Tu meke serê gewher û pera Ji bo me kurda ev gelek şerm e Divê em rakin vî darê ser me Em xortê kurda dilê me nerm e Ji bûna welat xwîna me germ e Zarokê kurda dikin gazegaz Daxwaza waye bibin serfiraz Cejna newrozê kurdê kurdistan Hemî bi hev re bi rengê mêran Kurdê pehlewan derkevin meydan Kar bikin xebat govend û dîlan Hemî em vexun şerbeta tezî Kengê wê bête carek dî xwezî Em werin meydan bi destan mertal Jîna Kurdistan armanca şepal sala 1977/1978 41


q Gula welat

z Carekî bêje were bûme Evîndara welat Dakeve meydanê îro pirr bike kar û xebat Ey şepalê pirr şirînê bêje kurda ka felat Tu gula baxê welatî bê te çênabê welat Xweş bike çerxa cîhanê bê te xweş nabê cîhan Gêj û birçî bes bimîne ta bi heyvê gel gihan Hê dibin zorê dijî destê li nêv rîxa keran Şerme îro ger ne bê zana û jîr û xwendevan Jin li jînê pirr bi rengê feylesofa hey hewar Ma gelo raste biminî bê ziman û bîr û bar Ey delalê ma ne şerme ev e tilî mane gemar Şer bike bo pêşketin rabe li ber singa neyar Dakeve meydanê îro êdî çara reş çiye Derkeve seyran û gunda ger bibî dilgeş çiye Ger sipî bî yan tu reşbî ma gelo ew reş ciye Dilbirînê raba îro ger evîndar bî çiye Sala 1979

42


q Xebat û gorîdan

z Ev qura bindest tev bûye rêzan Ket eniya şer... dijî neyaran Azadî ji bo gelê kurdistan Wê bicih bînê xebat, gorîdan Berû pêş diçê gel bûye agir Qata belengaz serê xwe rakir Qata tarîstan tev de ronî kir Bo birîna reş derman peyda kir Xweş nêzîk dibê mirna koledar Tifenga li mil divê newê xwar Ta kelhên welat tev bibin rizgar Ta kengî welat wesa tar û mar Kurdê pehlewan bese bin destan Divê ev welat bibê kurdistan Bên rizgar kirin cûdî û sîpan xwîn û goştin ev amed, merîwan Cotar û karker şoreş li darxin Wek latên agir pêşiya dijmin

43


Karin çi bikin ev (Ar.Bî.Cî) hawin Ger hebê ciger dijmin tê kuştin Bi nêrin kînya leşkerên kapral Çawa şikandin ewan Purtugal Divê li cîhan me hebin heval Ji aliyê sor, çiyayê Oral Dêrika Hemko 1980

44


q Şoreşa agir

z Pêlên şiyarî wek pêlên ferat Gihan kurdistan avdane xebat Ji lew îro tev mane bê tebat Cîhan bû agir şoreş û libat Li ber xumînî serê xwe hildan Nîyazî nema kirin bin Lingan Dengê wan giha ta çîn û Yaban Şoreş bi agir wek devê volkan Evînê da ser singa nevînê Şîn pirr şirîne şûna ne şînê Ciwanmêrî xweş mafê gel tînê Azadî dibin bi rêka xwînê Divê ev dijmin bête hingavtin Bibin xebatkar pirr û kal û jin Ji bin vê zorê hemî derkevin Ger em yek ta bin ti car nakevin 45


Çi pêk anîne komelên cîhan Li kurda barî “Napal” wek baran “Vantom” bê hêjmar hatin ser çiyan Ji me standin “Seqez, mêrîwan Tev hatin kuştin zarokê Kurdan Kanî “xaca sor” xweyê bêkesan Kanî Komela mafê mirovan Birçî û tazî bê av û bê nan Ji bo şoreşê divin şoreşvan Pir jîr û zana şêr û xwendevan Gernas û rêzan, xurt û mêjozan Cotar û karker pêmayên gelan Gelê şoreşvan şêrên li Îran Taca dîndarî bêxin bin lingan Divê bimrê ew bijî kurdistan Bête cihê xwe ala bindestan Bi qêrîn û şer wê bibê rizgar Xaka kurdistan ji destê neyar Em laşê we ne xortên birîndar Gelî cîhanê haware hawar Dêrika Hemko 1980

46


q Rêka gelan

z Dijminê jîna milletên cîhan Turkên toranî, Emrîka nezan Ev hemî diçin dişkin bêgoman Serî de hildin şoreşê gelan Vaye xweş rabûn reşê Efrîkan Dê bidin pey wa sorê Emrîkan Ji wan re nîşan ew şahê Îran Sed wek somuza ketin bin lingan Cîhan bû tejî şêr û têkoşer Ji vêtnama xweş dijmin hate der Şiyarî giha millet bûne ber Xebat û libat dibin şoreşger Şikandin serê Hîlasîloçî Cîhan wê bibê ronî û xweşî Binûşêt çi ye ber gelê Şîlî Bêyhûde naçê xwîna Ellîndî 47


Kurê Emrîka ev kinan Êvrin Gelek naçê ew dê bête kuştin Karker û cotkar ma qey ne xurt in Wê bi lez bidin ser singa dijmin Rê nabê serî sedam tikrîtî Hiş û bîrê gel vaye xweş kelî Wek hatî serê şah dêbê serî Li Emrîka wê bimînê sêwî Tifû li sadat hevalê kartir Ji wî waye ku misir windakir Milletê zana bûye wek agir Pêşverû şiyar bûne bi hêztir Gelê kurdistan zana pehlewan Bizavê geş kin bibin şoreşvan Bila nemînin li cîhanê nezan Em tev yek laşin gelên bin destan Win li ser çiya tev bibin gernas Dijmin dişkînin ev çakûç û das Jin û hîr û gir tev bibin barnas Dijmin dibê ax ger hebin mêrxwas Derika Hemko 1980

48


q Rejîma Markûs

z Li Fillipînê Markûsê nezan Gel dibin zorê nabê bê ziman Li ber te rabûn navin Emrîkan Ji ber xebatê pirr xweşin zindan Hêzên te hemî qerêjî gemar Ji bo Emrîka tevde Koledar Gel nema êdî dibê tar û mar Kar dikê xebat qêrîn û hewar Ciwan-Bonsê te bê ziman û ker Ew jî li gel te wê derkevê der Dema ev millet serkevê bê şer Eger tu revî çi ye zêrê zer Filipîn vaye tev bûye pijqîn Tuyî fermandar gêj û har û dîn Millet namînê wisan dilbirîn Wê bibê azad ciwan mêr bixwîn

49


q Rêça we

z “Diyarî ji bo dê, bav û hevalên min“ Dûrî welat im dil birîn Ka rewşa jîna tev evîn Dêbav û kar û ew heval Ew şevnem û bayê şemal Ew kaniyên ava zelal Ew nêrgizên şeng û şepal Mêtingehe bo dijminan Rizgar bikin xortê ciwan Şoreş dive rêça we bê Pirr xurt û yek dil her hebê Dergeh ji bona wê vebê Roja we berdê wê şebê Dergeh ji alê bakûr e Dostî hevalî namire 50


Rûgeş bi hev re bang bidin Tev alîkarya hev bikin Tîrêjê rojê derketin Roja me ye da em hebin Rêya Homs-şam 16.07.1981

51


q Banga şoreşa cîhan

z Agir, şoreş, volqan Geş dibê... Li dar dibê... Xweş dibê Zemîn,qêrîn, ceng û şer Li ser çiya... Li nêv gelî... Li her cih û der Kar dikin hemî Karker,cotar,xwendevan Dilsoz û rûgeş Barnas û karnas Dem e ber bidê Li gel hev bixun Cîhan tev pijqîn Hemî rê bi xwîn Divê nemînê ahîn û nalîn 52


Ev das û çakûç Me hildane jor Ji bo em bibin Azad, serfiraz .. Bimrin sitemkar.. Rabin belengaz... Bişkin burciwaz Ronî bikin em şikeftên çiya Jînê vejînin Dijmin derînin Mafê me winda Ji zik derxînin... Geş dibin bişkûj Gul dibin sorgul Çiya dihejin Gelî tev bi xwîn Li ber vî bayî Bayê azadî Al hatin hildan Cihê xwe girtin Alê pirr gelan Hêlînê ji bo kevoka sipî Dixwazin çêkin Bilez, bihawar Hêlînek mezin Rojhilat, rojava Hemî ev cîhan 53


“Li Homs ê“ Evrîn, Bîgin,Rîgin Tev wê bikevin Gora dîrokê... Birînên kesan Tên dermankirin Xelkên “tilzeter,Qeledizê, Dêrisim Dêryasîn Amed, Santiyagû Merîwan Batman San Silvador Xwîn dibê lehî Bi xwînê dijîn Dijminê tevan Yeke bêgoman Impiryalîzim, Impiryalîzim, Impiryalîzim, “Li Dêrika Hemko“ Xanî xwendegeh karxane... Tev kirin kavil Napalim ji bo wan Dikim diyarî... Birînên daykan Tejî xwê dikin Dergûşan dişewitînin Zarokên berşîr 54


Tavejin avê Seqam Celdan Dikin gorîstan Zindan, girtîgeh Tev bûne tejî Nan û xwê didin Mirovên girtî “Li Dêrika Hemko” Turkiye,Fillipîn, Silvador Kaniyên xwînê... Xwîna qorên jêr Dagirtin gelî Kuştin û zindan Xebat, gorîdan Li hemî qûziyên welat Li nêv kesên Bê şîv radikevin Li nêv gundiyên şoreşvan Cotar û rêncberan Li nêv azadîxwazên Bi millet bawer Berdewam dikin Bi hêz, bi xweşî “SIA” ev mît û mûsad Girêdana wan .. 55


Weke xwîn û goşt Rola wan mezin... Dijî şoreşên azadîxwaz Bi xebata gelêrî... Roj Roj direvin Portorîko... Kurdistan û Fîlestîn Renge Engola Vêtnam û Koba Wê bibin rizgar Ey hêzên gemar... Endamên partiyên pêşverû Dibin Hoşimîn... Gîvara, Pol robson Tevgerên rizgarîxwaz... Cîhan dagirtin Bi alîkariya “Sosyalîzma cîhanî “ û hevalbendên xort... Karkerên welatên şer Şoreşan li dar dixin Serketinê pêk tînin Avahiya azadiyê Bingeh sitûr dikin Xweş û ronî dikin Dengê xwe belav dikin Mirovaniyê bi cih tînin... 56


Nazim lorka Aragûn Derwêş Cigerxwîn Ji qorên gelêr Bi kom têne der Sor dikin... Geş dikin... Şoreşa cîhan Tev didin komên Karker û cotar Didin ser singa... Kesên paşverû Nivîsarên çewt Şerxwazên cîhan, faşist û nazî Pênivîsa wan... Ji bo tev gelan Gihan ser çiya Hemî ciwanmêr Karker û rêzan Bê nav û pas-port Şoreşvaniya wan Bê sînor e Sitore wek ava derya Bi hêze wek çiyan Wek agirê napalim Germ û dijwar e Pênivîsên wan Banî hev dikin 57


Dibên aşîtî Dibên serxwebûn Ji bo tev gelan Gel stêrên dor... Dil û canê me Dimrê ezîtî... Dişkê hovîtî... Dijminê xwînmij Şêlanker û diz Roj lê dibê şev Li ser serê wî Kevir dibarin Yên Erokanî*... Hişk û pir giran Baranê ev qad Kir şil û şahî Ev barana sor Xweş dibê lehî Reş, sipî, sor û zer Gelên cîhan tev Biran e îro Xurt û rêzan in Canê xwe bi hev Dikin diyarî Piran çêdikin Di nav bera xwe 58


Dostî hevalî Ji bo hev dibin... Findên ronîgeş Faşist û nazî Ketin gora teng... Hitler Franko Xwînmijên cîhan Qehreman mereş Amûda xemgîn Ev cirnika reş Li ser kevirên Kurdistan... Hatin nivîsandin Ji dîrokê nayên Perçe kirin... Nayên avêtin Ey cirnika reş Komandoz hatin Zarê te kuştin Vegeran bi xweşî Bê qîr bê berxwedan Dijmin bi trêkis Tu xistin gorê Nalîn, qîr û hewarên te... Ey cirnika min Ne gihan guhê wan... Xuşk û birayên te 59


Xelkên Silvador... Şîlî, ûrogway Ji xwînê sorin... Kevirên dora te Xweş tê guhê min... Ew nalîna reş Ya zar û zêçên te... Kesên bêgoneh Kavilên ketî... Bûne malê wan Kar dikin dixwazin jiyan Mosolînî, Somuza, Patêsta Bi hêzên gelêrî... Hatin avêtin... Revyan wek segan Bînoşet Markûs û Qabûs Jînê dikujin Şagirtin Rîgin Hevalên Sedam Hesen û Hûseyn Xuya ye mandê wan Wek mandê sadat Kuştin û mirin Roj dibin tarî Tarîtir dibin şev Birayê hevin lorka cîgerxwîn Hevalê rê ne... 60


Şoreşger, Gîvara, Hoşîmîn Xwîşkên birîndar Gazî hev dikin Alê yemş û Fakhanî... Dêrik Dêryasîn... Dibin wek çiya... Bi hêz û bilind... Hemî “ T N T” Di singa dijmin... Şoreş yek şoreş .. Gernas qata jêr .. Li mil hûr avêj... Mirin yan welat Tîlûrên şoreşger... Li herder civîn .. Xortên Proleter, zana, têkoşer Şikandin sinor... Avêtin pas-port... Gihan polîvya... Zimbabûy, Kabûl... Bo mirovanî Ji bo wekhevî... Guhê xwe didin Polonya ji dil... Ji bona dijmin... Emê bêxin kul... Dişkê dinalê 61


Imperyalîzim,serkana dijmin Li her çar alî Dijmin direvin... Mêtinger dimirin... Kelhên Imperyalîzmê Roj bi roj Tên xwar Ji bingeh diçin Li her alî şoreş... Dijê kedxwaran Girtin rêç û şop... Rêçên zanistî Kalîn û nalîn Ev reva dijmin... Dide nîşandan... Jîn bi dawî hat Zengil lê dixin... Banga şoreşê... Ev banga bi hêz Azadî. serxwbûn. aşîtî Ji bo tev gelan. Dijmin û dûvên xwe Ji hev dikevin Bi qîr bi hawar Dibin tar û mar Kapîtalîzim 62


Ne çare îro Ji bingeh diçê Gihaye her der Ev banga bilind Şoreşa cîhan *Erokanîya. Perçekî têr kevire ji welatê şîlî

63


q Avdana agir

z Agir gurr dikin xortên şoreşger Ziman şikestî kirin ev kedxwar Nivîs wek derya wek çiya hiner Xwînê dixwazê dijmin şêlanker „Elûn-morê“ xweş li dor me danîn Kêleka Dêrsim li dor xaneqîn Nêzîk Dêrikê başûrê şirîn „Kiryat-şimûna“ bi sedan civîn Ji bo bişkin ev di nivîsin hebûn Lewra me daxwaz bûye serxwebûn Agir ber bi jor gelêr şiyar bûn Burciwazên hov ji bingeh rabûn Tuncelî temîm wê bên guhertin Dêrsim û kerkok cihê xwe girtin 14.12.1982 64


q Em hesin agir

z Bi darve nakin em evîna xwe Distînin didin xelekên dora xwe Xweş bi hêz dikin rêç û şopa xwe Em hesin- agir bo hevalên xwe Genmê azadî em xweş diçînin Cobarên xwînê bi lez dirjînin Dergehên hesin emê bişkînin Kevrê nermin em rojê dertînin Ronî dikin em îro serxwebûn Tirsonekên hov ji hev bela bûn Dijî mêtinger vaye em rabûn Mirin yan welat nebûn yan hebûn Karker û gundî em in ev şoreş Sor dibin bi hêz em agirê geş Heleb 1982 65


q Keça kurd

z Were xwîşkê bi qîr bêje Ka kurdistan, ka kurdistan Heta kengî binalî tu Bese şerm e di bin destan Wekî te bû valantîne Ewa çoyî Li ser heyvan Divê êdî bibî azad bibî şerger ji bo kurdan Bi dilşadî here cengê Wekî mêran weke şêran Heta kengê divê jînê Di mînî tu li nav malan Bes e şerm e li cîhanê Welatê me bûye talan Gelo ma tu ne insanî Ji bo kurda bibe rêzan Tu rahêje tifing û top Li neyarî bike ferman 66


Keça kurda keça hêja Bê fedî derkeve meydan Birîndar e milletê me Ji bona wî bibe derman Bi herdû çava binêr cîhan Gerek êdî bibî hozan Doza me bûye azadî Heta kengê gelo zindan Berê xwe ez didim xwendin Nanêrim çav û ebruwan Bes e êdî linav pembû Were tu bibe xwendevan Xebatkar be ji bo kurdan Di biharê here seyran Bi qêrîn û bilind bake Ji vî warî heta zozan Emê hatin li meydanê Bi hev re em bikin dîlan Hemî tevde wekî Leyla Bo azadî bibin qurban Dizanim tu şirînî pirr Tu al î li nava baxan Ji bona te şirîna min Şepal bûye dil kovan .

67


q Şêx im rabe bese

z Şexo rabe mela rabe Dem derenge weha nabe Kanî kar û xebata te Gelek şerm e ji bona te Heta kengî bi vî rengî Dê em bijîn tu bê dengî Bese êdî şêxo rabe Bi millet re gelek şa be Qence ku tu bikî hewar Da millet nemînê bin bar Binêr hoşî tu zana be Li parîs û welata be Xwînê birjîn ji bo welat Bêje kurda roja we hat Carek bêje ka Kurdistan Ji we paşket êdî cîhan 68


Destê we yê tevde gemar Şerm e didin mêrê cotyar Rûwê Xwendevanan geş e Cîhan êdî gelek xweş e Xwendevan tim bûne serwer Navê we rabû ji ezber Karê we herdem paşketin Ji nav millet win derkevin Kevne perês û mal darî Dûvê neyar tu xwînxarî Navê me cem te gawir e Çavên te wekî yê gur e Daxwaz ne kir carek felat Cotyar tevde dikin xebat Xebatkar ew in ser çiya Peşmerge xortê mîdiya Win sitemkar û gunehkar Hezar sale we welat xwar Rabûn li meydan xwendevan Ronî derket çû taristan Li şêxên xelkê binêrin Di cengê de wekî şêrin Dilê cotyara we reş kir Xwendevana cîhan xweş kir 69


Karê we tim koletiye Malê millet we diziye Li cîhanê bûne heval Xwendevanê weke Şepal

70


q Bimirin keç firoş

z Ey keçên hêja keçên mîdiya Şiyar bin ji xew rengê Rûsiya Win bibin karker wek Ewropiya Tev bibin cengîn li çol û çiya Heyfa we ye hûn tim tên firotin Ji ber evînê tev têne sotin Mêrên pîremal pîsên pirr neyar Hewe difroşin bi zêr û dolar Azad bibin win ji kalên kevnar Bila nemînê dengê koledar Heyfa weye hûn tim tên firotin Ji ber evînê tev têne sotin Bi qêrîn bakin bimrê ev neyar Çi ye firotin me navin dînar Tim bikin gazî tev bikin hewar Ji bo niştîman ji bona rizgar Heyfa we ye hûn tim tên firotin Ji ber evînê tev têne sotin 71


Ey keçên hêja pirr jîr û çeleng Bixwazin felat wek jinên fireng Rabin li ser xwe bi destan xedeng Bera nemînê jîna pîs û jeng Heyfa weye hûn tim tên firotin Ji ber evînê tev têne sotin Dijmin bi revê bi qêrîn hêlan Şêxên koledar herin Pakistan Divê nemînin li jînê nezan Tev bikin xebat ji bo niştiman Heyfa we ye hûn tim tên firotin Ji ber evînê tev têne sotin Bes e nexweşî jîna tev dilop Cengê bikin wîn bi şaşer û top Bên rizgarkirin ev rêç û ev şop Berê xwe bidin mandê wek Şepal Heyfa we ye hûn tim tên firotin Ji ber evînê tev têne sotin

72


q Em birîndar in

z Sed xwezî ku em li kurdistan ji bo kurda şivan Ne dibin destê segan de em bibûna xwendevan Corê û lehdo û Gabî tev li ber me bûne şêr Bê birîn em bûn birîndar ey gelî kurdên dilêr Tev bi rengê pîremêran em li pey wana diçin Ew serîne em kerîne lê bi zorê me dibin Xwendegeh bûye cehenem bikis û dar û mesqere Pir dirêj û bê zimane ev midîrê me ker e Not: Ev Helbest hatiye nivîstandin hê biwêjê me di rêza dehê de bî „1977“

73


q Li ser filmê Hindî

z Çiqas xweşin ax ev filmên Hindî Civakî û xweş wek wan min ne dî Filman ez kirim jar û dilbirîn Mûhan û Ramo neyarê wa jîn Derket ser şaşê Ramo ê çeleng Gelek jîr bû ew bi qêrîn û deng Xortekî delal pirça wî sipî Babê wî mir bû ew ma bû sêwî Şêr û dilovan hişê wî hebû Wî xortê çeleng yek bira ne bû Dayek wî hebû dayeke pir pak Ew gelek hejar bê mal û bê xak Ev xortê hêja qutabîkî rind Dixwesta ronî, bidê weke find Daya belengaz ket jana zirav Dilê wê xemgîn agir ketî nav Gote kurê xwe ewê dil bikul 74


Gotina min e bixwînî ji dil Xwendin roniye îro li jînê Ji bo maldara bigre bi kînê Rojekî pirr reş ew daya nexweş Derencê de ket bi rengê keleş... Xwîn ji poz û guh zûka hate xwar Ramo perîşan dil bû birîndar Bezî bi hawar da bînê diktor Tirimbêleke sor ajûwê wê kor Lê da bi dûlab lingê wî şikand Dil û canê min ewî pir hejand Ramo hilgirtin birin nexweşxan Nedikarê rabê ser xwe bêgoman Herdû lingê wî zû kirin cebsîn Dilê guhdaran tev de ser bû xwîn Ew ma li wê rê jar û birîndar Dema derkevê bê cih û bê war Lê daya pir jar wê can da neçar Ramo yê bêkes pirr dikir hewar Dawî derkete ji bo wî hejam Xortê belengaz ne bû xal û mam Ramo rojekî derket li kolan Çiqas ne xweşin darê bin destan Pêşiya wî hat xortek dilovan 75


Ramo û ev xort li hevdû gihan Gotin ji hev re ew derdên yeman Nav daye Ramo navê wî Mûhan Xortê dilovan herdû çava kor Berê xwe dabî rêkekî pirr dûr Perçek rengê zêr li ser sera bû Dengê wî bilind wek yê şêra bû Xortekî bêkes ne bû yek heval Ji derdê jînê dikir nalenal Herdû belengaz hev re bûn heval Herdû hejar bûn ne bûn war û mal Ramo yê delal berê de sazvan Mûhanê Sepal dizanîn sitran...

76


q Agirê evînê

z Li nav baxê tev gulgulî Li cîhanê pirr xemilî Te agir berda vî dilî Rengînî tu mîna zînê Bes e êdî dil xweş bike Tu vê rojê bes reş bike Carek vî dilî geş bike Rengînî tu mîna zînê Bûyî neyar êdî nema Evîna me gelo çima Were qet nebêje hema Rengînî tu mîna zînê Ew bejna te ya pirr zirav Tev helandin cerg û hinav Êdî agir kete di nav 77


Rengînî tu mîna zînê

Roja tu hatî nav dara Xwe hejandin rengê mara Agir pê ket li wan wara Rengînî tu mîna zînê Êdî doza min bû evîn Da ramûsim lêvên şirîn Şerme li min danî kemîn Rengînî tu mîna zînê Jîna min bû weke dojê Bûm birîndar li vê rojê Sor û zerê ey bişkojê Rengînî tu mîna zînê Li min êdî neke zorê Dilî nede li ber kêrê Nêzîk biye herim gorê Rengînî tu mîna zînê Gelo bo çi tu bikîn î Îro divê min bişkînî Canê minî pirr şirîn î Rengînî tu mîna zînê Were carek li meydanê 78


Rewşen bike vê cîhanê Birîndar im li kolanê Rengînî tu mîna zînê Xemla te ye rengê gula Bêhtir neke êdî kula Ey şirîna li ber dila Rengînî tu mîna zînê Tu delalî weke sêvê Divim vexum ji wê lêvê Ez şerbetê nîva şevê Rengînî tu mîna zînê Yarê ji bo bejna zirav Gihaye min jana zirav Ez tif dikim mal û dirav Rengînî tu mîna zînê Ez xemgînê bejna te me Ez heyranê çavê te me Herdem li cem mala te me Rengînî tu mîna zînê Min rê kirin bo te silav Ez ketime jana zirav Were vê dê êdî bi rev Rengînî tu mîna zînê 79


Ez heliyam weke mûmê Ey gawirê wey şevnemê Birîndar im ka melhemê Rengînî tu mîna zînê Ezê bimrim bo evînê Ji bona te hey şirînê Şerm e li te li vê jînê Rengînî tu mîna zînê Carek wî devî tu veke Ji min hinek pirsa bike Were were were yarê Rengînî tu mîna zînê Cegerxwîn dil bûye birîn Li cîhanê derman bibîn Karê şepal herdem girîn Rengînî tu mîna zînê

80


q Xweşiya evînê

z Pirr mey ji lêva min vexwar Zanim ji nû bûye bihar Dijmin ji dûr ve kir hawar Êdî nema jîna gemar Hate li gel min bû heval Go ser sera xortê delal Barî li me bayê şemal Êdî nema jîna gemar Bi hev re em çûne sema Li bin dara liber çema Di dilde êdî kul nema Êdî nema jîna gemar Sorgul li ber çavê min e Şevnem li ser dara min e Bilbil li nêv baxê min e Êdî nema jîna gemar Ev dengê bilbil pirr xweş e 81


Sorgul bi xwe êdî geş e Ba tê û şevnem diweşe Êdî nema jîna gemar Tembûrên dengê bilbila Rengîne baxê sorgula Tev xweş dikin derd û kula Êdî nema jîna gemar Herdemî lêvên erxewan Sêvê ji nû ve pirr gihan Şerbet dixazim bêgoman Êdî nema jîna gemar Ebru kevana Rustemê Ji bo birînê melhemê Paqij bi rengê şebnemê Êdî nema jîna gemar Bejna bi rengê nêrgizê Çav belekê por himbizê Her dem divê ev mey bizê Êdî nema jîna gemar Em vegerane dil evîn Xatir ji wê şoxa şirîn Sê maç ji rengê hingivîn Êdî nema jîna gemar 82


q Evîndarê biyanî

z Evîndarê birîndar im Dinalim ez bi hawar im Weke şêr im ne kevnar im Were şevnem evînbar im Li vê jînê sitembar im Evîn gulav û tîrêj e Êdî rabe bes bimêje Dil bi kovan û qirêj e Ji lew îro serî gêje Dibêjî qey gurê har im Bi radarê şeva tarî Dinêrim ez li wî warî Heta kengê sitembarî Te xapandim weke marî Bêziman im û pirr hejar im Evîna te dilê min de Agire xweş pêt û rind e Dixazim tu werî vir de Ji dev dilhişkiyê berde Ji ber tîra ne hişyar im

83


q

Yara rengê Sorgulê

z Hate li dilda tîra evînê Bi qîr min gote rabe şirînê Kanî ew roja tu keyfê bînê Ez evîndar im gelek li jînê Bi tang û topa te berda min ax Carek ne hatî li nav rez û bax Bi rengê dîna li ser lat û şax Ez evîndar im gelek li jînê Nizanim çi ye ev cîhana xweş Li ser zinara tev sorgulên geş Dilê min bixwe her maye dil reş Ez evîndar im gelek li jînê Dengê şimşala şivana tê min Zêdetir dibin kulê dilê min Xeyala te xweş tê ber çavê min Ez evîndar im gelek li jînê 84


Li tilûra tev ez dikim gazî Çima ne wek wan tu serfirazî Şerme li jîne îro tu razî Ez evîndar im gelek li jînê Rabe bi merdî destê xwe hilde Kula hilîne nehêle dil de Tuyî ew sorgul bilbil neberde Ez evîndar im gelek li jînê Carek ligel min tu bide peyman Bi dil xweşî xweş derkeve meydan Bi xemzê çava hilîne derdan Ez evîndarim gelek li jînê Gulê kesk û sor bi rengê te ne Dengê tilûra wek dengê te ne Awirê çava tifengê te ne Ez evîndar im gelek li jînê Rojek li jînê bêje min şepal Ka were vêdê ey xortê delal Rûgeş bibe ax bese nalenal Ez evîndar im gelek li jînê

85


q Nalîn

z Erêke carekê bêje Sitemkarî bese dilber Dikim gazî bi nalînim were canim tu mêvanî te ez kuştim bi erzanî were meydan bi rêzanî Eger şêrî li gel şêra Were nav meydana mêra Ji dest bavêje wan kêra Divê nemrim ji ber zêra Evînê danî şînamin Bi dilhişkî neyara min Ketim torê birîndarim gedame ez di zindanê te dîl hiştim li cîhanê 86


dikim ahîn ji ber janê Şepalê wey dirêj balê Sitemkarê seri kalê Heta kengê divê nalê Bi nalînim ji wê xalê were îro gulistanê cîhan tev wê bibê ronî şirînê ez şivanê te te gul mîna gulê wanê dema em herne meyxanê were cem min berîvanê Li her şama serî hilde Dizanim tuyî terwende Belê jarim bi ser hevde Şepal cîhan kul û derde

87


q Ey dilber

z Ey dilbera sotî ceger Herdem li gel min ceng û şer Bawer bike bûm çoleder Nava kulîlkê sor û zer Yara weke rengê çiya Her tişt li sorgul û giya Çavên bi rengê kaniya Ez kirime weke kuştiya Dûr im ji te ey dilberê Bê bîr û bar û bawerê Bê kar û marê, gawirê Daxwaz dikim roja berê Ez bo te qurban im bes e Nal û girîna min bes e Carek bi ken bêje bes e Ev dijminahî tev bes e 88


Çavên belek bes kil bide Derba li nîva dil bide Hingiv ji wan sêva bide Şerbet ji lam û vê bide Tavêjî dil tîr û kevan Xwîne ji dil bûyî rewan Xemgîn li nêv baxê cîhan Herdem dinalim bêziman Dêrik Hemko 1979

89


q Rêjîma Seddam

z Rêjîma te ey Seddamê xwînxwar Hemû faşîzim gelaş û gemar Emrîka li gel dost û xweş heval Mala te ye lew cihê Bextiyar Heval bendên te Savak û Mûsad Tev de bûne kom îro li Bexdad Rêya we bû yek kuştin û zindan Hew karin herin tehran, mihabad Hezaran kuştin di zindanên te Em xweş dizanin rewş û kîna te Iraq wê bibê goristana te Diktator î tu, bûrî demê te Geş dibê îro bizava gelêr Dijî te millet bûye şoreşgêr Cihê te nema ser xaka Iraq Tev hildane jor tevr û dar û bêr Dêrika Hemko 23.11.1980 90


q Şoreş û Zindan

z Hevalên min Ez şiyar im Zindan şoreşgeriya we Aşkarîş dike Rewanê berxwdanê Zêr zemînan derbas dike Dibê şoreşger Têkoşer, gernas Û xortên proleter Vane Kulîlkên serxwebûn Û cenga gelerî Vane Rizgarîxwaz û azadîxwaz Û pêşmergên qehreman Vane Leşkerên ar û hesin Leşkerên şoreşa cîhan 91


Vane Hevalên min Ez şiyar im Gazî hev dikin Esqelan, Amed Dijê faşistan bi hêz berxwedan Gernasên me Esîrên şer Hevalên girtî Şoreşa gelî Bi her awayî Êdî dest pê kir Dîwar bûn agir Kevir tev pijqîn Li hember dijmin Av bû jehra reş Li herderî bang Bûye serhildan Jin û mêr hemî Bûne valentîn Biryar dane lez Xebat û şoreş Li mil hûravêj R.B.C” hawin Zarok têkoşer Dil xurt û hesin 92


Bûne marîşal Bi qîr dibêjin Ev hebûna gel Kuştina dijmin Dêrika Hemko 5.9.1983

93


q Nazenîna min

z Gewherên te bê jimar in Yarê gilyaza min î Ez bi qîr û nal û zar im Roniya çavê min î Ez ji dûrî va neçar im Her di bala min tuyî Ketme cengê şoreşger im Arê cenga min tuyî Ayetên te va dixwînim Canê canê min tuyî Ev hemî gulzar û çîmen Miriyê şerma te ne Lew hemî tîtik dinalin Gazinê zora te ne Dêm gulê hey nazenînê Heyv û roja min tuyî 94


Bejna te rindê zirav e Dar kenîna min tuyî Ez hemî va bawerî me Rê nîşana min tuyî Jîn xweşe hey lê jiyanê Simbila jîna min î Gul hinarê sêva sorê Îro terwenda min î Ez kulan vaye dirêsim Xame herdem ber min e Şoriyê êdî dinoşim Wêne herdem ber min e Lê evîna min bihêz e Yarê her bîra mine Bê heval im ez biyanî Mame tenha bê hedar Dilberê dorî bi zor e Agir pête ey hawar Lataqî. Pehîza 85ê

95


q

Serhildana 15ê Tebaxê

z Hejandin conta ferweran Ketin dîrokê Bi xêzên xwîna sor Leşkerên gernas Bi rêberiya „PKK“ Av didin welat Kaniya jînê Vê sorgula geş Agrî – Dêrsim – Hekarya „Sira, Maystirên Kurdistan Ho Amedê vaye bo dîrok Eruha şoreşger Bi mêranî di ajon Ser dijminê hov Banga wan bilind Giha guhê me Xelkên“Şemdînlî“ ho gernasino Wîn xweş dizanin 96


Ev agirê han Ji bo serxwebûnê Geş û gurr dibê Dara jînê diçînin Xortên kurdistan Hemî bawerî gernasî Berxwedan Rê dibê ronî Tirsok direvin Xortên mîna “Şî” Dajon ser dijmin Dûvên wî Navê te “Eruhê” Li kêlek navê Monkado, Diyan biyan fo Kete dîrokê Pêlên xwînê Veşartin dijmin Serketina te 1984 Divê dema reş Ronî berxwedan Diyarî cîhan Silvador. Fîlistiîn. reşên şoreşger Eruh sêva sor Eruh xwîna me Eruh di gewriya dijmin de 97


Te asê cih girt Eruh dengê te Tirsok û revok Hemî mirandin Şemdinlî, “Şemzînan” xwişka Dêrsimê Domama “Leningirad” Leşkerên kurdistan Gotinek gotin Berxwedan jiyane “Eruh” te nîşan da Xwîna can dayan Mazlûm Kemal Pîr Xeyrî û Ferhad Bêhûde naçê û dijmin wê serî deynê serê contayê Êvrin dûvên xwe Eruh, Şemdînlî kelhên asîman We bingeh danî Ji bo şerê gel Jêder xuya ye Mandek bi ronî Serketin aşîtî Te aşkarîş kir cihê kurdistan Şoreşa mezin 98


Şoreşa cîhan Leyandin xwîn vexwarin Êdî nameşe “Eruh” tu bûyî Malê dîrokê (Şemzînan) şemdînlî xwîna te Jîna kurdistan Dêrika Hemko 26.08.1984

99


q Heval Mazlûm

z Bûm cirak ronî xwîn petrola min Ez ketim welat Îro dema min Şoreşger im ez Ey Mazlûmê min Dîwar ava bûn Ji kiloxên min Sitore bingeh Rêç û şopa min Tirsok direvin ji welatê min Tev bûne kole Liber dijminê min Bi doza te ya xurt Ey hevalê min Serxwebûn bûye Îro barê min Aram nakevê

100


Xwîna dilê min Ez dibim agir Pêşberê dijmin Ji bo yekbûna Tev welatê min ............ Diyarî dîwar Ev ayînê min Xwîna te ya sor şîn kir kurdistan Bêhûde naçe Vaye lê gihan Dorpêç nabin em Li çol û çiyan Candayê me ye Vane nehrevan Amed va dibê „Diyan biyan fû“ Burciwaz direvin Roja wa va çû Rengê Hoşîmîn Gel vaye rabû Partiya rêzan Tevan daye dû Dêrika Hemko 15.03.1983

101


q Leşkerên Welat

z

Va dibin derya Leşkerên welat Rêzanî şoreş Tevger û xebat Ji hezaran sal Jêder hate der PKK hesin Zanîn û hiner ERNK bûye gel Li gel sed dilav Sipî de vaye Tev şewq û xunav Şêrên „ARGK“ Li dare tim şer Pertew va dibê APO ye Rêber 102


Kevir dar û ber Kêferat bi jîn Şikeft bi ronî Dibin şaleşîn Çiya bi şadî Geş dikin dîlan Li jore êdî Cihê Kurdistan Gund dibin kelat Diçin ber bi jêr Gundî ne hildan Dar û tevir û bêr Bajar radibin Gurmîne gurmîn Leşkerên Masûm Hezaran civîn Mazlûm Kemal pîr Xeyrî û Ferhad Dijmin dizore Nalîn û Firyad Heval va gihan Li her cih û der Mêranî dajon Bi hêz dikin şer Hêzên kevnare Dibin tar û mar Hêza gel vaye 103


Xuyaye hesar Ala berxwedan Gihan asîman Bijî serxwbûn Ji bo kurdistan Dêrika Hemko 30.7.1986

104


q Şehîdê şehîdan

z 28 ê adarê... Şer bûye xweş şerê gel Bi ser dijmin de bahoz Masûm ajot can bi soz ARGK ar û hesin Dibê dijmin derkevin Tim êrîşe nakevin Gel parêzên narevin Yek va dibê sed hezar Arê Masûm nabê sar Dijmin dibê parê par Şirnex vaye kelha kar Pêncî hezar anîn şer Dijmin maye bê mefer „Egîd“ê şêr û rêber Bi mêranî daye ser 105


Vaye tebax disa hat Qatek dibe hezar qat Tim şiyarî, kêferat Roja sore xweş hilat Bazê partî diçin jor Gerîla ne hawîr dor Li dijmin wa dikin zor Hildan ala me ya sor Dilxweş çûyî şêrê me Bûye leşker gelê me Va li kar e eniya me „APO“ ye serokê me Heleb 1986

106


q Pêlin diçin jor

z Şervan bi êrîş daketin welat Xurt û zore lew ev kar û xebat Bingeha cûnta dane ber gulan Hemî bawerî rêça berxwedan Ji xwînê sore çiyayê sipî Xwîna Çewdetan dagirtî gelî Li dijmin vaye rakirin Ferman Pêlin diçin jor hêzên karkeran Mehmet û Elî yasir têkoşer Gebarê kirin xweş meydana şer Digotin dijmin welat kurdistan Cihê we nema vaye lê gihan Av dane bi xwîn findika rengîn Hesen cabadak serî natewîn Çar hezar leşker li dor kom kirin Şêrê Findikê teslîm ne kirin 107


Tim digo êrîş can da mêranî Navê PKK ê bi xwînê danî Xwîna şehîdan sond û bawerî Bi xwînê ev doz va diçê serî Dêrika Hemko 25.10.1986

108


q Artêş vaye tê

z

Şervan vane lo... Ji dilê dîrokê derhatin... Ji efsaneyên kûr û dûr... Ji kûraya çemên xwînê Berxwedana hezarên salan... Ji kul û keserên... Daykên birîndar... Ji birçîbûna esîrên şer Ji hemî rengê îşkencê Ji ledan û mîxên lingan Ji dilê gundiyên kurdistan Karkerên dezgehan... Xortên xwendevan... Hemî mirovên binamûs... Şervan vane lo... Hêzên rizgarî... 109


Mêranî hatin der... Feratin lêdixin... Zorin!! Zora!! dijmin dikin der Poşman nabin em... Çi ye „poşmanî“ ? Biryara faşistan... Gemara dîrokê... Bermayên Hêtler... Banga teslimbûnê Di dilê me de ci nagire Hevale Mazlûm in em „Cuma Tak“in em Agirê berxwedana şikestûnê Pêlên ava hêzilê „Şahîn qelawoz“in em Ji mêj me daye vê rê... Ceger dil û can Gorî kurdistan Bi mêranî doz diçe serî Bi ken banî mirinê dikin Bi dîlan, dilxurtî diçin şer Şehîd namirin Namûs e namûs Namûs e ev rê Dîrok bi vi rengî 110


Tê nivîsandin Bi xwîna li pêşber... Imperyalistan pêl dibe Çiyayê laşê şehîdan Bang û qêrîna dayîkên Ji mirinê natirsin Zarên xwe dişînin şer Bi berxwedana zarokên Li pêşber dijmin Bûne marîşal Dîrok bi xurtî Singa dijmin diqelêşe... Diçe jor Dav bi dav Dikeve... Roj bi roj Direve Neçare êdî „Vantom“ anîne şer Tavên „Hekarya“ Gund û malên me Karin çi bikin..? Çiya nakevin... Şerê gel tajûn Xortên kurdistan Çete çine lo Kontir gerîla 111


Azepên dijmin Bê çare mane Direvin... Dinalin Dizorin dibên Eman li me bibûrin Welat firoşbûn em Bi hîvî Gazî Dikin zarezar Çek û bêtêlên wan bûne bela serê wan Çiyayê.“Qandîlê “. ji bîr nabe „Qeresungur Akbay“ Sefqan û Idrîs Di xwîna gel de Dikelin Rûçikên reş Dilên bi qerêj Kîn û barbarî Zanin ji kur tên Ji dûr dibînin Şoreşa gelêr Xurtî dijwarî Vaye dide ser Jiyana me bi şehîdbûnê Temam dibe Berxwedan 112


Jiyanê diparêze Doz... Bi şerê gel tê cî Mêranî... Li pêşber dijmin Tê xuya kirin Zanîn... Ji bo şoreşê ye Şoreş... Bi xwîn tê meşandin Nabe... Nabe Gundên sitratîcî Ava nabin qet Li dare dîlan Dêrsim, Hekarya Artêş vaye tê Şerê germe lo „Evrin“li kû ma „Özal“ li kû ye APO dikê şer 8.12.1986

113


q Rojhilatê

z Rojhilat... vaye bi zorê Hate zora karkeran Gazî û qêrîn ji bo çi Berxwedan jîna me ye Va serok û vaye partî Tim li kar in tim xebat şerê gel dijware lewra Bawerî tim kêferat Leşkerên rojê xuya ne Dûvê dijmin dane rê Ala Şoreşa va li jor e Mêranî dorê civîn PKK Serkêşe êdî Şoreşe bo rojhilat Can û xwîn bo serxwebûnê Mirna Impiryale hat Koletî wa ketine gorê 114


Kîn û hov berberî Vê demê ronî xuyaye Bona heldore temam Hilpişkînan radibin wa Sosyalîzim û pêşketin Şam 15.1.1987

115


q Artêş û Newroz

z Pîroz be ev şer newroz û şahî Li herder xebat, ar û ronahî Şervan kom dibin dîlan û şadî Newroz e, bihar artêş va rabû “Vantirwanin,em hevalên Mazlûm Bi êriş vane leşkerên Masûm “Metîn” can û dil hatin kom bi kom Newroz e, bihar artêş va rabû Gulan bi qêrîn dibêjê, Heqî Newroz, Ferhad û Egîd û Mazlûm Tebax û cotmeh diçin ber bi jor Newroze , bihar artêş va rabû Silav didin hev Batman û Hîlwan Dêrsim,Hekarya Bayezîd û wan Banga Amedê êrîşên giran Newroz e, bihar artêş va rabû

116


Nuh dibê newroz berxwedan û şer Partî bihêz e dijware tevger Dijmin ber paş e şêra daye ser Newroz e, bihar artêş va rabû Homs 09.03.1987

117


q Gerîlla

z Hêzê artêşa gerîlla Va welat ronî kirin „Rûken û Hawa“ di şer de Xurt û gernasî diçin Pîrozî dane cîhanê xwîn û can û şoreşî Heştê adarê pîroz be Kelha dijmin hilweşî „Amedê“ vane keçên te Qehreman cengê dikin „Bîngol û ceylan pinarê“ Hêlîkopter têne xwar Mêr û jin êdî heval in Partiyê de bûne yek Şehrezayî şer dikin tev Ala eniyê çûye jor

118


Mizgînî dane cîhanê Kar û barê berxwedan Artêşa gel va Hekarî Agrî, Dêrsim bû dîlan. Homs 10.05.87

119


q Şerê gel hûye

z Şerê gel hûye... Birano Guh bidêrin Va gerîlla Rojhilat pêş de birin Agirê jîna birûmet Lê binêrin Waye xurtî çûye jor Sed silav ji bo tê cîhanê Rojhilata navîn e Pijqîn û ar Lew bi milyonan li dora... Ala partî Bûne yek Şerê gel hûye... Birano. Hev dipirsin Qahîre... Qudis û Zefar Polîsaryo, Con Grang Mekeh û Beyrût û Şam 120


Dikelin deryayê reş Sor û sipî Zîncîra zagros û Qefqas û xelîc ARGK vaye herêmê Ser û bin dikê Agir û êrîş û zore Berxwedan. Welatê me Berxwedanên palo. Gênc.... Xanê, Agirî û Dêrsim Kuştiyên qehreman Mereş Çiyayên Qab Kendal û quntarên Andokê Geliyê Zîlan Xwîna Cahid. Zekî Û Bêrîvan 15ê Tebaxê Newroza 85 an Artêşa gel Havîna 87 an Çiyayên balkaya... Mewalê. Geliyê Hespistê Hûn em hû dibin Peşmergên qehreman 121


Leşkerên APO Gavan tavêjin Di nêv bê dengiya Hezarê salan re Kevirên reş Bê bextiya giran Tarî û dûmana... Biyaniyan. Em hatin Dilên gerim Baweriyên hesin Yekîtiyên xurt Ji her alî de Rêkxistinî, şer hînî Şerê gel hûye Hû tev şerbikin. “Partiya me, enya me, artêşa me, Wê salên 87 an û 88 an rê şanî me bikin, Wê ji merê rastî şanî bikin...” Rojhilata min Givara xeze Qel´at Elşiqêf Mahir û Deniz Em hatin Her mirov şervan Zarok, pîr û kal Agir ber bidin... 122


Hundurê dijmin. Her gundek kelat... Çeper, dav, kemîn Rêzanî, karvanî Mirov dibin pêş Ajîtetor têne Seferdilov, Heqî Dîmitrov, Xeyrî Milyon kom dibin Milyon radibin Milyon têne şer Derbas bûn rojên... Mirinê... Çûn bê veger. Nezanî, koledarî Reşiya hezarê salan Bûye berxwedan Li her alî şer Şerê gel hûye... Birano Gel bo jiyanê... Şer dikin. Kî dibê şer nameşê..? Rakiriyê ala revê ye “Sol bîrlik” û sosyal şûven Hovîtiya milletiye Tirsonekî, bêrûmetî 123


Bona dijmin teriye Şoreşa qatên gelêr Şer bona aştî... Daniye. Yekîtiyên Hemîdî... Kontra Yonîta Çetên sîxur Dûvên faşîzmê Hêzên Impiryal Nabe bimînin Ho pinarciqa min Hûye rizgarî Hûye şerê gel Dijmin hû tê rê Jîn hû dimeşe Bi xwîn û agir Sînor radibin Arteş diçê pêş Özal nikare Çare bibînê Erdelan mirin Xweşî dibînê Rewşen Ecewît “Turk Cumhûryetî” Gazin û şîn e Evrin bi zorê 124


Dersan dibînê Xurte zora me Bera zanibin “Eşqîyaler” kîne Heldorê xemla xwe Vaye ronî kir Dîlan Civat Marş û lêkolên şoreşê Bilind radibin Rûken dil xurtî Şoreşger diçin tên Heta dawiyê hevgirtin Heta dilopa dawî şer Gîvara silavan dişîne Kemal pîr Sipartakos li rojhilat Bi navê Mazlûm Hate der Giyap tifenga xwe da Milê Mahsûm Hoşîmîn bi germî Dîlan dike Dibê. Vêyetnam bi we re ye Kastro destan Li hev dixe dibê 125


Bê nermî lêxin Lehengî rabin Mêranî bajûn Faşistan bidin ber Gurbadçov hêdî hêdî Dibê “Li ba we ye dilê me” Sitalîn hey hû Ji nû ve şa dibe Banî me dikê Serok dizane Bi xurtî zorî Baweriya gel Dîrokê binvîsin Herin pêş Herkes be şervan Bi kevir Bi çop Hûravej hawin Mayîn û rokêtan Ziman û dilê xwe Roman û mejiyê xwe Şerê gel hûye Birano... APO ye Rê da nîşan Havîna 87an 126


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.