Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Kurdistan-Hejmar(100)
Gulan / 1 - 5 - 2017
www.pdk-s.com
Li Rojavayê Kurdistanê PYDê doza Kurd bi dehên salan lipaş xist - Alan Ehmed-Qamişlo
Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvînekê de raghandibû, ku pêwendiya wan ligel hêzên Kurdî mebest YPGê li bakurê Sûriyê rasterast in. Derbarê federalîzma Bakurê Sûriyê de jî got, tiştek bi navê federalîzma Bakurê Sûriyê tune ye û piranya xelkê Sûriyê ne bi vê nerînê re ne û dema hikûmet vegere wan deveran, ev yek nayê qebûlkirin. Herwiha berpirsekî
PYDê yê bi navê Rêzan Gelo li ser daxuyaniyên Beşar Esed ji kenalekê re wiha wiha gotibû “Ti pêwendiya wan wek gelên rojavayê Kurdistanê bi rêjîma Beis re ne berê hebû û ne jî niha heye. Ev gotinên Esed di demekê de tên ku Hêzên YPGê yên ser bi Partiya Yedkîtiya Demoqratîk ve derverên ku bi xwîna xort û keçên me rizgar dike careke din radestî
rejîma Beşar Esed dike, û herî dawî jî radestkirina bajarê Minbicê bo rejîma Esed ew jî piştî danîna 600 şehîdî. Derbarê vê mijarê Cemîl Ednan wiha got:"Esed di hevpeyvîna xwe de tiştekî şaş negotiye û ew tişta ku got hemû rast bûn, me herdem digot hûn peyê rejîma Esed û Îranê digotin na û em şoreşê li dijî Esed dikin, pêwendiyên wan hene û rejîma Esed
di destpêkê de çek dane YPGê û PYDê da ku şerê Kurdan bike û ev yek bû heta ku xelkê me ji deverên xwe derketin û koçber bûn û rejîma Esed ev yek dixwest. Rejîma Esed li deverên Kurdî maye û ew bi nehênî rêveberiya deverên Kurdî dike û dema ku navê Rojava ji fedraliya xwe rakirin wê demê rejîma Esed ji wan re got, helebet ev fedralî derw e, û bê fêde ye
û tenê henekê xwe bi cemawerê xwe dike û ti destkefet heta niha PYDê bidest nexistine û tenê ciwanên me bi derewa şehîd dike". Ebdulkerîm Mihemed wiha got "Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê herdem dibêje pêwendiyên me bi Esed re nînin û ew bi xwe jî dizanin bê ev yek derew e, û hevalên xwe pê dixapnin, ev dûrûtiya PYDê ku li aliyekî bi rejîma Esed
re û li aliyekî din xwe bi Emerîka re şêrîn dike ev li cem Esed û rejîma wî di pêşerojê de nayê qebûlkirin, wê rojek bê û hesabê wê deyne, PYDê doza Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi dehên salan li paş xist ji ber ku ti destkefet beramber kar û xebat û xwîna wan ciwanan nexwest û tenê dever rizgar dikirin û radestî rejîma Esed dikirin û dîrok vê yekê jibîr nake". www.pdk-s.com
2
Gulan / 1 - 5 - 2017
Kurdistan-Hejmar(100)
www.pdk-s.com
Welatî.. Bila PYD û PKK şer dûrî xaka Rojavayê Kurdistanê bikin - Sînem Elî- Qamişlo Hejmarek ji �irokeyên artêşa Tirkiyê êrîşek li ser bargeha giştî ya Yekîneyên Parastina Gel YPG baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê û navenda wê ya ragihandinê li gundê Qereçoxê pêk anîn û di encamê de 20 kesan jiyana xwe jidest dan û 18 din jî birîndar in. Mihemed Elo ku welatiyekî Kurd û li Tirkiyê dijî wiha dibêje" Êrîşa dewleta Tirkiyê bo ser Partiya Karkerên Kurdistanê yan baskê wê yên li Sûriyê dihate çaverêkirin ji ber ku Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê nema hesab ji ti kesî dikir û ser xwe çû bû, li beramber sînorê Tirkiyê alên PKKê û wêneyên Ocelan bilind dikir van tiştan hemû bûne sedem ku Tirkiyê bi tundî lê bide, lê PYDê bi xwe nexema wê ye ji ber ku zarokên xelkê şehîd dikevin û ewê dê vê yekê ji xwe re bike hincet û wê bêje ez parastina miletê Rojavayê Kurdistanê dikin, lê bila PYDê xweş zanîbe ew parastinê nake û tenê xerabiyê dike." Hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku ev êrîş yek ji nîşanên aloziya rewşa navxweyî ya Tirkiyê ye. Herwiha didin zanîn ku pêwîst e hikûmeta Tirkiyê dest bi çareseriya siyasî ji doza Kurd li Tirkiyê bike ji ber êrîşên hevawa dê ti çare û aramiyê ji deverê û dewleta Tirkiyê re peyda neke. Endamê Polîtbîroya PDK-Sê Mihsin Tahir li ser vê êrîşê ji kenaleke Kurdî re gotibû: “Me berê jî gotiye ku divê PKK li meydana xwe karê xwe bike. Herwiha Tirkiyê jî ji destpêkê û heta îro berpirsyar e ku pirsgirêka Kurd li Bakur çareser nekiriye. Em ji herdu aliyan dixwazin ji nû ve dest bi pêvajoya aştiyê bikin û pirsgirêkan çareser bikin.” Dîlan Hebo wiha got "Dema Em dibêjin Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê şaş kar dike, xelkê me şaş derdixin û dibêjin parastinê dike, PYDê
ne di warê siyasî û ne di warê leşkerî de biser ket û nîşana vê yekê niha xuya dibe, Tirkiyê kir dijminê me û niha Tirkiyê deverên me topbaran dike û ciwanên me li Reqa jî şehîd dikevin bê ti destkeftên siyasî bidest bixe. Di dema niha de pêwîste PKKê rêzê li miletê Kurdên Rojavayê Kurdistanê bigre û xwe ji nava xaka Rojava vekişîne da ku Tirkiyê welatê me wek Bakurê Kurdistanê wêran neke, Kurdên me vê yekê ne ji PKKê û ne ji Tirkiyê qebûl nake". Îmad Qasim derbarê vê mijarê de wiha got: " Di dema dawî PYDê gelekî artêşa Tirkiyê li ser sînor istivzaz dikir lewma artêşa Tirkiyê ew bombebaran kirin, Divê Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ji bo xelkê me biparêze
pêwendiyên xwe bi xelkê re xweş bike, û ya baştir ew e ku vegere û di nav mala Kurdî de ligel Encûmena Niştîmaniya Kurdî de rêkeftin berê cîbicî bikin da ku aramî
vegere deverên Kurdî û Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ew jî parastina milet û welatê xwe bikin li kêleka wan, bila PKKê ji nav me biçe û emê bi xwe pirsgirêkên xwe çareser
bikin, heger PKKê bimîne dê rewşa me xerabtir bibe ji ber ku miletê me nikare bibe destikên rejîma Esed û ya Îranê".
Tirkiyê PKKê hincet ji xwe re dibîne
Qehremanekî Rojavayê Kurdistanê Raid Mihemed - Hewlêr Şehı̂d Mihemed Letı̂f Xelı̂l Silê man, tê naskirin bi (Mihemed Letı̂f Şakir), ku ew bi xwe ji gundê Letı̂�iyê ye ku ev gund dikeve rojhilatê Qamişlo, di sala 1930ı̂ jidayik bû ye ji sala 1958an tevlı̂ Partı̂ bû , û karê xwe li gund kir, ew kesekı̂ şoreşger bû ji welatê xwe hez dikir û li ser biryara Partiya Demokrata a kurd li Sû riyê , karekı̂ taybet û cuda kir di dema şoreşa I�lonê de ku bi serpereştiya Barzaniyê nemir li Başû rê Kurdistanê hatibû vê xistin, ji ber wiha ew jı̂ ku diçû li ser sı̂norê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê ku gundê wı̂ bi xwe dikete ser sı̂nor de û mı̂n ji ser wı̂ sı̂norê bombekirı̂ derdixist û bi mê rxası̂ û bi dilmê ranı̂ dida hev û ji Pê şmergeyê n qehreman re dişand ku pê wı̂stiya wan bi mı̂n û bomban hebû , û tê zanı̂n ku yekemı̂n tirimbê la
mertalı̂ ya rejı̂ma I�raqê bi bombeya Letı̂f Şakir hate tê k birin, ew jı̂ li bajarê Zaxo bû li gorı̂ gotina Pê şmergeyê n dê rı̂n yê Şoreşa ı̂lonê , û li gor gotina gundiyê n wı̂ û kesê ew nas dikirin , Mihemed Letı̂f Şakir serê sibehê xwarin dida çend leşkerê Tirkan ji bo ew derfetê bidnê ku nı̂vro ji xwe re li ser sı̂nor bikole û mı̂nan derxı̂ne, û piştı̂ ku ew mı̂n û bombe didane hev dû rı̂ çavê rejı̂mê û di rê ya “Oskê
Zaxuranı̂ û Ken’an Mı̂ro “ ew mı̂n dighane Sê malka li ser sı̂norê Rojava û Başû rê Kurdistanê ew jı̂ bi alı̂kariya Hesen Haco ji Tirbespiyê û Hesen Şê xo ji Amû dê ku bi tirimbê lê n xwe di metirsı̂ke mezin de bi xwe re dibirin, ev mı̂n û bombe yê ku Mihemed Letı̂f Şakir bi destê xwe ji mı̂nê n zemı̂nı̂ diguhertine mı̂nê n destı̂, û ev dihişt ku Pê şmerge sû deke mezin werbigrin ji ber ku çek û teqemenı̂ ji bo
wan pê wist bû , lê di roja 3ê Tebaxa sala 1962an di dema ku Mihemed Letı̂f Şakir karê xwe li ser sı̂nor dikir, hest kir ku wê mı̂nek biteqe bi wı̂ de û di wê demê de kesek ji Bakurê Kurdistanê bi navê “NecimElddı̂n I�rnası̂” ku alı̂kariya wı̂ dikir, jê re got dû rkeve, û ew mı̂n bi qehremanê hê ja ve teqiya , mixabin tu kes ne dikarı̂ ku termê Mihemed Letı̂f ji nav mı̂nan derxı̂ne , û hin leşkerê Tirkan ji xelkê
gund xwestin ku werin û termê vı̂ qehremanı̂ derxı̂nin û veşê rin, yek ji wan navê wı̂ “Elı̂ Motikı̂” ku bi xwe Kurd bû , û piştı̂ danû standinan di navbera xelkê gund e termê wı̂ rizgarkirin û li goristana gundê Letı̂�iyê hate veşartin , û piştı̂ salekê çengeke ji çengê wı̂ di cihê bû yerê de dı̂tin, Piştı̂ 53ê salan ji şehadeta Mihemed Letı̂f , kurê wı̂ (Xoşnav)di nav hewşa mala xwe de dikola û pê rgı̂ 27 mı̂nan bû ku bavê wı̂ veşartibû n , û ji Pê şmergeyê n şoreşa I�lonê re dişand, hê jaye were gotin ku Pakrewan Mihemed Letı̂f 5 zarok li pey xwe hiştin (Felek – Bedı̂’e – Xelat – Xoşnav –Xelı̂l ) kurê wı̂ Xelı̂l koça dawı̂ kir, û ya giring ew e ku divê di demeke nê zı̂k de navê wı̂ di nav pakrewanê n şoreşa I�lonê de were tomarkirin , û ew wefadariya herı̂ biçû k e ji bo vı̂ qehremanı̂. www.pdk-s.com
Gulan/ 1 - 5 - 2017
www.pdk-s.com
Kurdistan-Hejmar(100)
3
Xelkê deverên dorpêçkirî li Sûriyê di rewşeke dijwar de dijîn Kurdistan-Cemîl ElîStenbol Şêwermendê Neteweyên Yekbûyî yê taybet bi karûbarê mirovî taybet bi Sûriyê Yan Êgland got ku nêzîkî 5 Milyon Sûrî di jêr dorpêçê de dijîn ku zehmet kes bikaribe bighê wan deveran. Êgland destnîşan kir ku dezgehên hawarçûnê karîn bighên 564 hezar kesî di vê salê de, ew jî di nava 5 Milyonan de û ev hejmar hinekî kêmtire ji sala derbasbûyî. Êgland bal kişand ser wê yekê ku rewşa mirovî li Xûta Rojhilat li Şama paytext gelekî xerab e, ku ew dever di jêr desthilata opozîsyonê de ye û rejîma Esed dorpêç dike û niha derdora 400 hezar welatiyên sivîl li wê deverê dijîn, herwiha da zanîn ku dezgehên hawarçûnê nikarîbûn bighên Dûma ku mezintirîn devera dorpêçkirî ye. Herwiha wî berpirsê navdewletî got ku kêmbûna madeyên xwarinê buhayê pêdawistiyên sereke yûn rojane bi awayekî gelekî zêde buha bûn û ne nan û negen im li
bazarê maye. Êgland amaje bi operasyonên koçberkirina welatiyên sivîl ji bajarên Sûrî kir û got nabe xelkê bi zorê ji deverên wan derbixin yan wan biçî bikin yan wan dorpêç bikin. Îman El-Şamî behsa vê mijarê dike û wiha ji Rojnameya Kurdistan re got:Rewşa deverên dorpêçkirî li Sûriyê bi tevahî gelekî dijwar e ji ber ku ne xwarin û ne
av maye û her ku diçe rewşa xelkê wan deveran xerabtir dibe, civaka navdewletî bi awayekî giştî gelekî sar e derbarê pirsa mirovî li nava Sûriyê ji ber ku heta niha nikarî bi awayekî baş alîkariyan bighîne sivîlan li wan deverên dorpêçkirî û tenê axaftin û daxuyaniyan dide". Dorpêçkirina deverên di jêr desthilata opozîsyona çekdar ji destpêka şoreşa Sûriyê ji
aliyê rejîma Esed ve wek çekekî dihate bikaranîn, ew jî di rêya nehiştina gihandina xwarin û madeyên pizişkî jib o wan deveran. Mihemed Qenewatî wiha derbarê vê mijarê de got: Rejîma Esed dixwaze di rêya dorpêçkirina wan deveran li Sûriyê xelkê neçar bike da ku mal û cihên xwe bi cih bihêlin û wan ji wir derbixe û berê wan bide Idlibê da ku demogra�iya
deverê bête guhertin û ew dever bibe Şîe û herî dawî wî jî me dît çawa xelkê ji Zebedanî û Medaya derxistin û berê wan dane parêzgeha Idlibê, bi nerîna min Civaka Navdewletî derbarê vê pirsê de sist e û bi cidî kar nake û ti dewletek nikare �işarê li ser rejîma Esed bike lewma Esed bi kêfa xwe tevdigere û deverên dorpêçkirî
bombebaran dike, ev yek bi xwe karîsteke mirovî ye û divê ti kes çavê xwe jê negre". Tê zanîn, ku herdû aliyên şer li Sûriyê, rêjîm û opozîsyon li ser agirbestekê di Sibata sla 2016an de li hev kiribûn û yek ji armancên wê gihandina alîkariyên mirovahî û pijîşkî bû bo deverên dorpêçkirî, lê agirbest gelek caran hatiye şikandin û tundî li Sûriyê dîsa xurt dibe.
Ciwanên Rojavayê Kurdistanê "Em ji ber siyaseta şaş derketin" Kurdistan- Soz XelîlHesekê Li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj hejmara Kurdan lê kêm dibe û li şûna wan Ereb û pêkhateyên din bi cih dibin, ew pêkhate ji deverên wek parêzgeha Heleb û Idlibê berê xwe didin deverên Kurdî, û ev yek metirsiyeke mezin li ser pêşeroja hebûna Kurdan li Rojavayê Kurdistanê çê dike.Tê zanîn piştî ku rejîma Esed deverên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê radestî Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê kir, rewşa wan deveran ji gelek waran ve xera bû, û partiya navborî bi hêza çekê xwe li ser xelkê deverê sepand û bi dehan yasayên li dijî gelê Kurd der kir û kiryarên xerab derheqê welatiyan pêk anî û ev yek bû sedemeke sereke ji derketin û koçkirina xelkê re. Koçkirina ciwanan Çalkavanê bi navê Mezlûn Qerno ji Rojnameya
Kurdistan re wiha behsa sedemên koçkirina xwe kir"Ez dijberê hizra koçkirin û penaberiyê bûm bo Ewropayê ji ber ku tirs li ser guhertina demogra�iya deverên me heye, me gelekî hewil dan em xweragirin lê me nema karîbû". Qerno lêzêde kir "Em hatin neçarkirin ku koçber bibin di jêr gefa çekê Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê de bi taybet dema ku biryara leşkeriya neçar ya bi zorê derxist, partiya
navborî êrîşî malên çalakvanan kir û tirs li cem malbatên wan çê bû lewma xelkê ciwanên xwe di rêya Tirkiyê û Herêma Kurdistanê re derxist û em neçar bûn xwe avên deryayê bixin". Ji aliyê xwe, ciwanê bi navê Dilşad Mele Hemza ku niha li Almanyayê ye wiha axaftinên xwe anî ziman"Da ku xelk bizanibe em ne ji ber hejariyê ji malê xwe derketin, ciwanên me ji ber fermanên PYDê û PKKê derket û ev sedema
sereke ye ji pirsgrêka koçberiyê re li Rojavayê Kurdistanê, PYDê destikê rejîma Esed e û bi fermana Esed hişt ku deverên me vala bibin û xelkê wê yên resen koçber bibin û nîşana vê yekê jî ew bû dema ku Beşar Esed got ku rêjeya Kurdan li devera Cizîra Rojava 36% beramber pêkhateyên din û herkes dizane Cizîrê dilê Rojavayê Kurdistanê ye". Koçkirina malbatan Li Rojavayê Kurdistanê ciwan bi rêjeyeke pir
mezin koçber bûne, lê koçkirina malbatên bi temamî ne kêmtir e ji rêjeya wan. Ehmed Oso ku xwedan malbatekê ye û niha li Herêma Kurdistanê dijî behsa zehmetiya ku li welat didît û wiha li ser vê pirsê axivî"Li Rojavayê Kurdistanê mirovatî nema bû, zarokên teli ber çavên te dibirin leşkeriya bi zorê û rêz li mezinbûna temen û axlaxên Kurdewarî nedgirtin, dabra jiyanê gelekî zehmet bûye,
heger ti heval û alîgirê PKKê yan PYDê ba dê pêdviyên pêwîst ji bo roja te hatibana dabîn kirin, yan tê ji birçîna miriba, eşkere ji mirov re dibêjin tu ne hevalê me be cihê te ne li vir û destê xwe jî datînin ser milkê te û gelek keysên bi vî awayî rûdan, gelo tê çawa bikaribe li welatekî wiha bijî, ev bû sedem ku em jî koçber bibin". Beşîr Mihemed ku niha di nava Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê de ye wiha derbarê hatina xwe bo Herêma Kurdistanê got"Partiya PYDê dixwestin me bikin leşker di nava xwe de, lê bîrûboçûnên me ji yên wan dûr in, ew tevlî şerê bê mifa dibin û deveran ji rejîma Esed re rizgar dikin û piraniya xelkê di nava wan de Ereb in, ez ji ber hezkirina min ji Pêşmerge re ez tevlî Pêşmerge bûm û dê rojekê vegerin û parastina xaka xwe bikin". www.pdk-s.com
Gulan / 1 - 5 - 2017
Ferhengek taybet bi peyvên teknîkî Hisên Mihemed- Finlenda Ferhenga zaravên teknîkî ferhengeke peyvên teknîkî ya Kurdî (kurmancî) – Tirkî – Inglîzî ye. Ferheng ji 180 rûpelan pêk tê û ji aliyê Yekîtiya Endezyar û Mîmarên Tirkiyê hatiye amade û çapkirin. Di ferhengê de nêzîkî 5000 serpeyvên Kurdî hene. Serpeyvên Kurdî hem li Tirkî û Inglîzî hatine wergerandin û hem jî piraniya wan bi Kurdî hatine şirovekirin. Ji
ber ku mijar teknîk û teknolojî ye, di ferhengê de ji birrên rêzimanî yên peyvan bi piranî tenê navdêr hene, birrên din peyda nabin an pirr kêm in. Hin ji serpeyvên ferhengê peyvên di Kurdî de heyî ne. Lê hejmareke mezin ji serpeyvan jî peyvên li ber Tirkî yan zimanên din çêkirî ne. Ji ber ku Kurdî wek zimanê zanist û teknîkê hêj jî baş pêş neketiye, sazkirina peyvên teknîkî li ber zimanên din jî divê ne wek tiştekî ”heram”
Çand û Huner
www.pdk-s.com
4
were dîtin. Lê divê di peyvsaziyê de mirov baş guh bide qeyd û bendên peyvsaziyê di zimanê Kurdî de. Ferhenga zaravên teknîkî ji aliyê komîteyeke çend kesî ve hatiye amadekirin. Piraniya peyvên wê yên berhevkirî û heta yên nûçêkirî jî biserketî ne. Di bikaranîna ferhengê de dê baş bûya ku beşên Tirkî-Kurdî û InglîzîKurdî jî hebûna ji ber ku wergêr gelek hewceyî wan in di wergerandina berhemên teknîkî de.
Rojnameya Kurdistan çira riya azadiyê bû
Ebdulrehman Apo- Efrîn Di 22ê Nîsanê sala 1898an de kevira yekemîn ji vac û zanistiyê re hate danîn di yapiya avakirina welatê me Kurdistan de, û riya dirêj bi kulîlkên buhara rengîn hete xemlandin, û bi rasteqîn û zelalî dengê gelê Kurd gihande cîhana ser�iraz, û dostên Kurdan pirr bûn, û hêviya hezar salan pure hatin vejandin. Ev roja han ya giran û buha ye, ku li ser
destê paqij û pîroz yê mîrê mîran pêxemberê rojnamevanên Kurd Miqdad Midhet Bedirxan hate damezirandin, ew jî li koçberî û derbideriyê û li dûrî welêt, li Qahîra, paytexta welatê Misirê, û navek şêrîn û dewlemend lê hate kirin ew jî Kurdistan e, ya herdem û her çax û wext di hiş, û raman û xwîn û tajanê Mîr Miqdad de bû, û hate histiran bi xwêdana eniyan û nehametan û bû sembola rihakirinê û hinek ji gilar û diloran jî bi cih kir, û berahiya xebat û têkoşîna gelê Kurd derxsite holê, û bi êşeke Kurdan, yên dirêj dibin li dirêjiya dîrokê, û berxwadaniya qehremanan bi hezar salan, çimkî berjenga
şarezaniyê pêşketina hişan e, bi çapkirina Rojnameya Kurdistan, rûpela zayîna dîroka zanebûnê, û hişê ramyariya miletê Kurd vebû bi deriyên fereh û mezin, û bi hişeke nû û zanistî. Rojnameya Kurdistan bû şevengek rengereng, û tîrêjên xwe avête serenserî welatê me. Wek tê nasîn, ziman nasnama gelan e, lewra jî em karin bêjin peyv yan şor çeka tewrî mezin e di paristina hiş û mêjîyan de. Rojnameya Kurdistan rojnameya yekem bû di pêvajoyeke xebata netewa Kurdî de, wê riya xwe berdewam kir di dijwariyeke tûj re, û di nava astengên rejîmên dagîrkeran de rêça xwe vekir ta xwe bighîne dema
weşandina berhemên rojanamegeriya Kurd. Di roja Îro de Kurdistan
bi xemleke buharî tête weşandin ligel nameya berê, ev jî dihêle ku
em bêjin: Pêşveçûna rojnamegeriya Kurdî girêdayî bi hinek xalên bingihîn ve , bi taybet hebûna demokratiyê û qezinckirina mafê naskirina netewî ve, û venasîna rîdarî bi heyîna gelê Kurd wek netewa duwemîn. Her çendî divê ku kar û xebata rewşenbîrên Kurd berdewam be û peywendiyeke bihêz dinavbera rewşenbîran û rojnamevanan de hebe, ew jî dibe bingeha avakirina rojnamegeriyek Kurdî xwedî erkeke netewî û xweparêz , bi ramaneke pêşketî û bi zimanekî azad û di çarçoveya pêşvebirina Doza Kurd e. Sed hezar silav li giyanê nemir Mîr Miqdad Midhet Bedirxan.
Rewşenbîrî wate.. Wîjdan, berpirsyarî û bargiranî
Mihemed HeskoAlmanya Eger rewşenbîr wijdan û hişê milet e wek tê gotin, wê``Çand qîrîna ademîzade ye li hember çarenvîsa xwe`` wek Albêrt Kamo dibêj e. Erê eger rewşenbîr û ronakbîr nasîn û zanînên xwe nekin mertal ku pê bervaniyê li ax û mafê welatê xwe neke tawankar e, û karînên xwe bi hişekî vekirî û bi nerînên hûr
û kûr nexîn e xizmeta berjewendiyên doza gelê xwe, her tawankar e, ji ber ku ew bi helwest û xebatên xwe yên ramanî zimanhal, şervan û nûneratiya doza gel û welat dike. Ev pêşgotin, bi helkefta hatina Roja Rojnamegeriya Kurdî ye, roja ji dayîkbûna rojnameya Kurdistan ya ku di 22ê Nîsanê sala 1898an de li Qahîre paytexta Misrê, li ser destê Mîrê Rojnamegeriya Kurdî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan hate weşandin û di vê derbarê de mîr gotiye``Mebesta wê agahdarkirina Kurdan ji qewimînên dinyayê ye, nîşandayîna reyên zanistî û nasînê ye,û handana nivîsandin û xwendina bi Kurdî ye``. Belê gelê
Kurd hemî bi vê helkeftê ser�iraz û serbilindin, ji ber ku di vê rojê de ew jî wek miletên dinên cîhanê bûn xwedî alaveke girînga derbirîn, nasîn û danasînê, bi wateyek din bû xwedî desthilat``Desthilata Çarem`` ku rojnamegerî pê hat bi navkirin. Belê erk û karê rewşenbîr ew e ku pîlanên dijminan ji gel re aşkere bike û zor setemkariya dijmin û neyaran jî risawa bike, û ji bo azadiya gelê xwe û serxwebûna niştîmanê xwe bi xurtî bi qîr e û bi xebite, û di hemû çalakî û hewlên xwe de li rastiya biger û li ber çavên ne tenê welatiyên xwe, lê belê li pêş xelkên cîhanê tiştan zelal bike, belê armanca wî ya serekî peydakirina û pêşkêşkirina
rastiyan e, wek helbestvan Resol Hemzetov dibêje:`` Kesê ku li rastiyan bigere, xwe pêbendkir ku herdem li ser rê be``. Mixabin ji ber rewşa dagîrkeriyê li Kurdistanê û ji ber zor û sitemkariya Osmaniyan, rewşenbîr Mîr Miqdad Midhet Bedirxan neçar ma ku li derveyî welêt rojnameya xwe çap bike, tevî vê yekê, ji sergêjî û serêşandina Osmaniyan rizgar nebû û her û her pirsgirêk jêre çêdikirin, lewra neçar bû ku berê xwe bide welatên Ewropayê û li wir rojanmeya xwe bi weşîne. Belê em dikanin bêjin ku, Mîr Miqdad Bedirxan şoreşgêr û kesekî wêrek û xwedî nêrîneke rastpînî bû, û baş nirx û hêza peyvê zaniye û dît
ku ew bi gotarên xwe wê bikraribe li hemberî tank û topên Osmaniyan raweste, û bi vê riyê wê Kurdan hişyar bike û xizmeta çand û zimanê Kurdî jî bike. Belê divê em pend û şîretan ji helkeft û salvegeran wergirin, ji ber ku şerê me bi dijminan re, şerê man û nemanê ye, eger bi Rojnamegeriyê re gotin ``Desthilata Çarem``, gelo ev serdema Enternêt, kenalên tv û torên ragihandina civaka sivîlên cûrbicûr ên ku cîhan kirin gundek, emê bi çi bi navbikin, serdem an hevçerxa wêne ye, alava herî metisîdar û bi bandore, ku mijyê bîner bi hêsanî tê şûştin û temaşevan dikeve rewşek ku nizane li derdora wî çi diqewime, wek nivîskarê Amerîkî
Girîg Balast dibêje``Mediya bi ser pêyên te de dimîze û dihêle tu bawerbikî ku ew baran e`` Hêvîdarim ku piştî derbasbûna 119 salan bi ser derçûna yekem rojnameya Kurd re, cihê dilxweşiyê ku niha çendîn rojname, kenalên televizyonî, malper û radyoyên Kurdî hene, hêviya min ew e ku hemû rojnamevan û medyakar pêbendî sêncên karê rojnamegeriyê bin û berjewndiya bilindên neteweyî di ser her tiştî re bigrin, û vê alava nûjen çekek gelek bihêz, bi bandor û metirsîdar e, em ne li dijî xwe bikarbînin. Û pîrozbahiyê li hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim.
www.pdk-s.com