107

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar(107)

Tebax / 15 - 8 - 2017

www.pdk-s.com

Piştevaniya serxwebûnê erkekî niştîmanî ye Îmad Ehmed-Hewlêr

Di civîna serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de biryar li ser roja referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê hat dayîn û li gorî daxuyaniya piştî civînê, roja 25ê Îlona îsal weke roja

pêkanîna referandomê hatiye diyarkirin. Ji bo Kurdan bi giştî ev roj wek rojeke dîrokî ye ji ber ku dê çarenivîsa perçeyekî Kurdistana mezin were diyarkirin û êdî Kurd li wî perçeyê dê bighêne mafên xwe yên rewa û dê dewleta xwe ya serbixwe ava

bikin. Derbarê vê pirsê de jî Kurdên Rojavayê Kurdistanê dixwazin bi hemû karînên xwe piştevaniya vê pirsê bikin û êdî xwe tevlî mijara herî germ ya deverê bikin ew jî serxwebûna Kurdistanê ye. Kendal Omer wiha derbarê vê mijarê de ji

rojnameya Kurdistan re got : Dema behsa Kurdistana serbixwe tê kirin em ji kêfan re di�irin û em bi coş li benda wê roja pîroz in, serxwebûn gelekî xweş e û divê em ji dil piştevaniya vê pirsa niştîmanî bikin, raste em ne Kurdên wî

perçeyê Kurdistanê ne, lê ji erkê me ye alîkarî û piştevaniyê bikin. Heger Kurdistan serbixwe bibe dê bandoreke erênî li perçeyên din jî bike û dê perçeyên din jî di nava xweşiyê de bijîn. Cîhan Mihemed wiha got: Piştî vê qurbaniya

mezin ya Kurdên Başûrê Kurdistanê dane ji mafê wan e bibin dewleteke serbixwe û ya ji me tê xwestin ku em wek Kurdên Rojavayê Kurdistanê piştevaniyê bikin di rêya çalakiyan re.

www.pdk-s.com


2

Tebax / 15 - 8 - 2017

Kurdistan-Hejmar(107)

www.pdk-s.com

Serhan Hesen: Kurdistana serbixwe ji her çar perçeyên Kurdistanê re destkeft e Endamê Komîteya Naendî ya Partiya Demokrata KurdistanSûriya PDK-Sê Serhan Hesen got ku Kurdistana serbixwe ji her çar perçeyên Kurdistanê re destkeft e û nabe dema referandomê lipaş bikeve. * Tu rewşa Rojavayê Kurdistanê çawa dibînî? Rewşa Rojavayê Kurdistanê her ku diçe ber bi xerabiyê ve diçe ji ber ku desthilata ku xwe li wan deverên Kurdî kiriye desthilat nizane û nikare danûstandinê ligel vê rewşê bike û kesê ku bi zora çekê xwe li ser serê xelkê ferz kiriye ti carî nabe tiştek, û nikare du kesan birêve bibe wê çawa bikaribe deverekê birêve bibe. Heger rewş bi vî awayî bimîne metirsî li ser deverên Kurdî zêde dibe û koçberî û derbiderî jî zêde dibe. Niha li Rojavayê Kurdistanê xwendin bi wateya xwendinê nema ye û tenê ew dibistanên ji aliyê desthilata Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ve hatine vekirin idyolojîkirî ne û partiya navborî hewil dide di rêya wan dibistan û zanîngehên ku hatine vekirin ciwanan tevlî rêzên xwe bike û piştre wan wek leşker amade bike û ev yek zirareke mezin dighîne pêşeroja Kurdan li Rojavayê Kurdistanê. Biryarên nedadwerane yên ku PYDê der dike mîna yasaya leşkeriya neçar hişt ku ciwanên mayî jî ji welat derkevin û berê xwe bidin penaberiyê, niha rewş bi vî şêweyî ye, û divê ev rewş bi her şêweyekî û çi bedêl be ber bi başiyê ve biçe da ku gelê me jiyaneke xweş derbas bike û êdî bes rastî zehmetî û nexweşiyan were. Niha PYDê dixwaze Rojavayê

asta xwestek de ne, di dema niha de pêwîstiya me bi hebûneke xurt li ser erdê heye tevî ku hevalên me yên li hundir bi qehremanî li ber xwe didin, divê em xwe ji qonaxên bê re amade bikin û kadroyên bihêz û bi karîn amade bikin da ku bikarin di pêşerojê de rûbrûbûna opozîsyonê bikin, herwiha li derve jî bikarin pêwendiyên bi welatên sereke yên têkildarê krîza Sûriyê deynin da ku doza xwe bi wan nîşan bidin.

Kurdistanê careke din li ser sê herêmên cuda dabeş bike ragihandina " yasaya hilbijartinan" û dabeşkirina deverên Kurdî bo çend herêman û destnîşankirina dema hilbijartinan di 22ê meha Îlonê de, wek afrandina astengiyekê ye ji dema referandoma serxwebûna Kurdistanê re ku biryare di 25ê meha Îlonê de birêve biçe. * Kadroyên PDKSê û yên Encumena Niştîmaniya Kurdî ji aliyê PYDê ve têne girtin hun li ser vê yekê çi dibêjin? Bêguman ew jî kiryareke ji kiryarên PYDê ku derheqê siyasetmedar û çalakvanan li Rojavayê Kurdistanê pêk tîne, û ev kiryar kiryarên terorîstî ne û nakevin xizmet û berjewendiya gelê Kurd e û dikeve

xizmeta rejîma Esed û dijminê gelê Kurd, lewma divê partiya navborî dev ji van kiryaran berde û êdî li xeta Kurdayetiyê vegere. * Nerîna we li ser kongireyê Cinêvê? Ji her kesekî re diyar e ku kongirê Cinêvê tenê buhrandina demê ye û yê dibe qurbanî bêguman gelê Sûriyê ye ku Kurd jî di nava wan de ne, krîza Sûriyê bi giştî di destê dewletên mezin de ye û ew dikarin vê pirsê çareser bikin, lê diyar e berjewendiyên wan hîn di tevliheviya vê rewşê de heye, aliyên ku li wan civînan amade dibin biryar di destê wan de nîne û nikarin ji ber xwe ve tiştekî bikin, û tenê ew kes bûne fermanber û nûnertiya hin aliyan dikin. Bi nerîna min Cinêv bi hemû gerên xwe bê hêvî

ye û dubare dibêjim derbaskirina demê ye. * Hebûna Kurdan li Cinêvê? Hebûna Kurdan di her kongrekî de destkefteke ji ber di rêya wan kongiran de em dikarin doza gelê xwe bi cîhanê bidne naskirin, herwiha ew jî dê hin bi hin wê te qebûl bikin û li ser asta navdewletî Kurd dikarin êdî bandorê bikin, Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKSê ku Partiya me Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya beşekî sereke ye di nav de divê karekî baş ji bo meseleya Cinêvê û destûra nû ya Sûriyê bike da ku Kurd di pêşerojê de bêpar nemînin. * Tu karê PDK-Sê û ENKSê çawa dibînî? Bi nerîna min tevî ku PDK-Sê û ENKSê karekî baş dikin, lê ne di wê

* Tu çawa pêşeroja Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê dibînî? Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî rêxistina terorîstî ya DAIŞê de roleke giring lîst û karî bi qehremanî di beramber vî dijminê hovane de rawest e, pêşeroja Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê pêşeroja wan her li ser xaka Rojavayê Kurdistanê ye, û daketina wan pêwîst e û divê bi zûtirîn dem dakevin da ku parastina gelê Kurd bikin ji ber ku ewê niha li wir xwe dikin desthilat ti parastinê nakin û tenê parastina xwe dikin û berevaniyê di ber deverên Ereban de dikin û ciwanên me bê sûd jiyana xwe jidest didin û piştre wan deveran radestî rejîma Esed dikin, helbet biryara daketina wan jî her kes dizane divê bi biryareke navdewletî û bi biryara serok Barzanî be. * Niha Herêma Kurdistanê ber bi referandomê ve diçe, hun çawa lê temaşe dikin? Mijara serxwebûna Kurdistan danûstandin li ser nabe, û divê di dema xwe de were kirin wek ku

cenabê serok Barzanî dibêje. Referandoma serxwebûna Kurdistanê encama xwîna şehîdan e û nabe lipaş bikeve da ku bibe xelatek ji wan şehîdan re. Ewên ku niha li dijî vê proseya niştîmanî derdikevin kole û destikên dijiminin û bi pereyên wan kempînin li dij radighînin, û ev yek ji tevahiya Kurdan re diyar bûye, û ew deng gelekî kêm in û dê biser nekevin. Hebûna Kurdistaneke serbixwe tiştekî giring e ji bo her çar perçeyên Kurdistanê, di sala 2004an de dema serhildana Qamişlo tevî ku Herêma Kurdistanê herêmeke fedralî bû jî hikûmeta Esed wê demê nikarîbû bêhtir astengiyan ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê re çê bike û Herêma Kurdistanê piştevaniya xwendekarên Rojavayê Kurdistanê kir û yên ku ji xwendina xwe hatin dûrxistin li Herêmê xwendina xwe temem kirin. Bandora serxwebûna li perçeyên din bê guman heye, me dît çawa Pêşmergeyên Kurdistanê bi biryara serok Barzanê bi hewara xelkê Kobanê ve çûn û ew ji DAIŞê rizgar kirin, ev e mifaya dewleta serbixwe. Heger dewleta Kurdistanê li ser destê Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di vê demê de çê nebe nema bi sedên salan çê dibe û bila her kes vê rastiyê bizane. * Hunê çawa piştevaniyê bikin? Raste em nikarin dengê xwe bidin, lê di rêya lidarxistina çalakiyan emê piştevaniyê bikin û em hewil bidin di rêya rêxistinê xwe yên ji derveyî welat vê pirsê bêhtir bighînin raya giştî.

www.pdk-s.com


Tebax / 15 - 8 - 2017

Kurdistan-Hejmar(107)

Kon li kampa Giwêlanê namînin Idrîs Hiso –Giwêlan Piştî ku sala par bêhtir ji 75% û bi alîkariya hin rêxistinên navdewletî wek her yek ji Xaça Sor a Almanî û Ferensî konên kampa Giwêlanê bûn xanî, lê ji ber berdewamiya pêla penaberiyê ji Rojavayê Kurdistanê bo Herêma Kurdistanê careke din bêhtir ji 500 malbatî ev dema bêhtir ji salekê di konan de dijiyan. Lê niha careke din bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxstinek japonî bi navê (Peace winds) careke din dest bi avakirina xaniyan hatiye kirin. Vê carê biryar hatiya dan ku divê yek kon jî di kampê de nemîne, lewma

ew malbatên ku di 2 konan de jî dijyan û par tenê şûna yek konî ji wan re hatibû avakirin, wê niha şûna konê xwe yê duyemîn jî ava bikin. Mîna cara berê wê her şûna konekî bibe 2 ode, ji bo ku ev yek pêkbê, ji bo her malekê keresteyên pêwîst têne dabîn kirin, ew kereste jî ji: nêzî 1000 bilok, 40 kîs çeminto, 2 deriyên PVC, 2 pencere PVC, qûm û qûma girs, hesin û keresteyên eliktirîkê, herwiha karkerên ku wê van xaniyan ava bikin wê heqdestê xwe ji heman rêxistinê werbigrin. Penaberên ku heta niha di konan de jiyana xwe derbas dikirin bi vê biryarê dilxweşin û dilxweşiya xwe

ji Rojnameya Kurdistanê re wisa anîn ziman. (A I) ji Kurdistan re ax�î û got: Ez berî demekê ji ber zehmaetiya jiyanê ji Rojavayê Kurdistnê penaberî Herêma Kurdistanê bûm, destpêkê konek dane min, jiyan

di kon de tal û merezî ye, em ji germa difetisîn, zarokên min nexweş ketin, lê niha em dê 2 odeyan ava bikin wê jiyana me xweştir lê bê, em spasiya rexstina Peace Winds dikin herwiha spasiya Hikûmeta Kurdistanê dikin. Ji aliyê

xwe ve (X M) ji Kurdistan re ax�î û got: Penaberî tal e lê bi rastî heger em bibin xwedî xanî baştire ji konan çimkî di kon de ne zivistana me zivistan e û ne havîna me havîn e, geh ji serma û geh ji germa zarokên me

www.pdk-s.com

3

nexweş diketin, lê heger em bibin xwedî ode dê baştir be. Spas ji bo her kesê ku alîkariya me dikin heta em vê qonaxê derbaskin û bi serbilindî vegerin welatê xwe. Bi vê projeya rêxistina Peace Winds wê kon li Gewîlanê nemînin û rewşa jiyana nişteciyên kampê jî dê baştir lê bê û asta nexweşiyê dê kêmtir bibe. Wekî ku zarok û mezinên kampê dibêjin divê ew di rewşeke baş de bimînin jibo ew careke din li cî û warên xe vegerin jibo jiyana xwe li li ser zêdê bav û kalên xwe berdewam bikin.

PYDê bi kiryarên xwe xelk bêzar kirine Kurdistan-Ehmed EloStenbol Tora Sûriyê ya mafên mirovan di raporeke xwe de tekez kir ku milîsên PYDê, bi awayekî ber�ireh kiryarên li dijî yasaya navdewletî ya mafên mirovan li deverên di jêr desthilata wê de pêk anîne, û bi awayekî taybet di riya girtina bêserûber re, û revandin û windakirina bi zorê û îşkencekirina çalakvan û siyasetmedarên dijberî siyaseta wê partiyê. Toreyê ji destpêka sala 2017an de û heta niha bikêmanî 169 bûyerên revandin û windakirina bi zorê ji çalakvan û siyasetmedarên dijberî wan milîsan re belgeh

kiriye, ku tenê 72 kes ji wan hatine berdan û hêj 97 kes girtî yan windakirî ne. Rapor amaje bi wê yekê dike ku wan milîsan ti tomet bi wan kesên girtî venekirine, û malbatên wan bi cihê girtina wan agahdar nekirine, û ti zelalkirin jî nedane gelo ka ew zindî yan mirî ne, û carcaran bi girtinê re riswakirin û îşkence jî heye, û yên ku hatine berdan pêşberî dadgehên dadwer nebûne, û tenê tedbîrên rotînî bi wan re pêk anîne, herwiha cihên girtinê mercên tenduristiyê yên serke têde tunebûn, wek guhdana tenduristî û paqijiya kesayetî , av, ba û xwarinê, û vê yekê hişt ku nexweşî

di nava girtiyan de belav bibe, û ji bilî van yê girtî nikare ji xwe re parêzerekî bigire û malbata wî nikarin serdana wî bike.Toreyê di rapora xwe de nimûneyeke zindî tîne ziman, ew jî girtina rojnamevan Barzan Hisên Liyanî ye, nûçegihanê Bernameya ARK li ser kenala Zagrosê,

ku di 13ê Gulana 2017an de hatiye girtin, ku ew ji aliyê çekdarên nenas tevlî tirmpêla wî hate revandin, raporê bal kişand ser wê yekê ku hin kesên nêzîkî Barzan ji wan re gotine ku piştî derbasbûna heftiyekê wan ji nû ve nas kir ku hin çkdarên ser bi wan milşsan ve ew revandine. Herwiha

hin raporên berya niha jî kiryarên wan milîsan belgeh kirbûn ( Neteweyên Yekbûyî jî hin ji wan kiryaran belgeh kirbûn), ku proseyên koçbarkirina bi zorê li deverên di jêr desthilta wan milîsan de pêk anîbûn, herwiha siyaseta girtin û revandina

çalakvanên Kurd û her kesê ku dijberiya kiryarên wan dikir dimeşandin, li ser nerîn û boçûnên wan yên li dijî berjewendiya Şoreşa gelê Sûriyê û azadiya wî bi şêweyekî mîna yê rejîma Esed. Parêzer Ehmed Izedîn derbarê vê raporê û kiryarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê wiha got"Rapora Tora Sûriyê ya mafên mirovan kêm gotiye, partiya navborî Kurd li deverên koçber kirine ji ber kiryarên çewt yên ku derheqê wan de pêk tîne mîna biryara leşkeriya neçar û hin biryarên din. Divê ev partî li siyasetên xwe vegere û êdî nebe rêgir li ber Kurdên Rojavayê Kurdistanê ".

Ber bi serxwebûna rasteqîne ve

Fener HemedoHewlêr

Roja referadoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê nêzîk dibe, û pê re roj bi roj hêviyên Kurdên niştîmanperwer geştir dibin û ji niha ve amedekariyên xwe dikin ji bo sexwebûna parçeyekî welatê xwe .Seydeyê Ehmedê Xanî ewê ku wek sembola netewî ya Kurdî tête nasîn çi ji hêla belavkirina hizra netewî ve çi û ji hêla yekrêziyê ve. Wî dermanê derdê miletê xwe nas dikir û çareserî didan

mîr û hakimên Kurdan û riya felatê ji miletê xwe jî dida xuyakirin .Ewî dizanîbû ku pêngava yekem ji xebatên netewî re serxwebûn e, yanî hebûna dewleta wan a serbixwe û yegirtî, û eşkere dibêje ku heta ku Kurd bê dewlet bin dê hemû hewlên wan ên din bêkêr û sext bin. Ji ber ku heta ku Kurd nebin dewlet dê ti dewlet û milet pênasînê bi wan neke.Ehmedê Xanî hertim xwestiye ku miletê wî ji

êş û azarên xwe yên civakî rizgar bibe û guh bide nifşê nû ji ber ew e yê ku dê pêşkêşvaniya miletê xwe bike, û bibe rêberê doza wî û xwedî bandoreke mezin be di hemû babetên jiyana wî de. Ehmedê Xanî bi hizrekî netewî di�ikiriya û ji êlperestiyê aciz dibû, û wî ferkirina zimanê Kurdî bo zarokan karê herî girîng didît. Hêviyên min xurt in ku ev kar dê hêdî hêdî encamên xwe bide û şagirtê dibistana Ehmedê Xanî yê

roja îro , birêz Mesûd Barzanî dê bikaribe miletê xwe rizgar bike, û xewna wî ya dîrokî pêk were .Ez wek Kurdekî li Başûrê welêt dijîm rewşa civakî û rewşenbîrî dibînim û rojane têkildarî kêşe û kêmasiyan im, û herwiha tiştên erênî jî dibînim, û heger em bi hûrgulî li rewşê tamaşa bikin emê bibînin ku çawa bingehine xurt anîne danîn ji dîplomasiya navdewletî

heta projeyên netewî.Ragihandina serxwebûnê gaveke pîroz e, lê divê em xwe bighînin ne bi tênê asta parastinê, lê belê astine nû ji pêşketinê, û ez wan Kurdên ji dijî serxwebûn radibin re dibêjim bila li xwe vegerin, guhên xwe bidine şîretên Ehmedê Xanî, kîna li ser esas û bingehên kesayetî, êlî û partîtî bikar neynin.

www.pdk-s.com


Tebax / 15 - 8 - 2017

Çand û Huner

www.pdk-s.com

4

Koma Narîn karê xwe li Ewropayê jî berdewam dike Amraz Mele HemzaElmanya Dema behsa çand û Filiklorê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dibe, helbet Koma Narîn tê bîra Mirov. Koma Narîn ku ji yekemîn Komên Filiklorî bû li seranserî Rojavayê Kurdistanê, di sala 1981an de û li ser destên hejmarek ji hunermend û ciwanên Kurd û bi piştgiriya serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya li Bajarê Qamişlo hat damezirandin bi armanca parastina huner û �iliklorê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê. Gelek hunermendên mezin di qada hunera Kurdî de mîna "Mihemed Şêxo, Seîd Gabarî û Azad Dilanî" û gelek hunermendên din beşdarî û xizmet di Koma Narîn de kirine. Koma Narîn xwediyê hebûneke giring û mezin e di çalakî û bîranînên netewî yê salan e de, herwiha gelek caran hatiya vexwendin bo nûnartiya �iliklorê Kurdî û gelek stranên �iliklorî û netewî mîna "Partî ne em" ya hunermend Azad Dîlanî û şanoyên siyasî û civakî mîna şanoya "Qazî Mihemed, Leyla Qasim, şewata Sînemaya Amûdê û şehîdên Newrozê" pêşkêşkirine. Wek tê zanîn ku komên �iliklorî yên Rojavayê Kurdistanê bi tenê komên Newrozê bûn, lê Koma Narîn cuda bû di vî derbarî de ku yekem kom bû ku hemû bîranînên netewî yên Kurdî li seranserî salê lidar dixistin. Herwiha rola keçên Kurd jî rolek giring bû di Koma Narîn de ji roja damezirandina komê heya roja me ya îro. Piştî dora 35 salan ji damezirandina Koma Narîn li Qamişlo, di sala 2016an de hejmarek ji keç û xortên komê û piştî ku penaberî welatê Elmaniya bûn, komek bi navê Narîn li Elmaniya jî damezirandin ku bibe wek şaxekî ji Koma Narîn ya Qamişlo. Di derbarê damezirandina komê li Elmaniya Rojnameya Kurdistan hevdîtinek bi hejmarek ji endamê wê re pêk

anî. Sadûn Resûl birêvebirê Koma Narîn li Elmaniya di derbarê damezirandina komê de li welatê Elmaniya wiha ji Rojnameya Kurdistan re got: "Piştî dora 15 salan ji xizmeta berdewam di Koma Narîn de li Qamişlo û piştî ku em penaberî welatê Elmaniya bûn bi çend mehan me dît pêwîst e ku em komek e �iliklorî damezerînin, me pêwendî bi hejmarek ji keç û xortên komê re yên ku endam bûn li Qamişlo û niha li Elmaniya dijîn kir, herwiha me projeyê xwe li ser rêxistina Elmaniya ya Partiya me "Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya" pêşinyar kir û piştre me bi fermî Koma Narîn - Elmaniya li bajarê Dortmondê ragihand. Sadûn Resûl berdewam kir û got: " Piştî derdora 9 mehan ji damezirandina komê li Elmanyayê me karîbû di dehan çalakiyên siyasî û netewî de beşdariyê bikin û em taployek e ciwan ji �iliklorê Kurdî pêşkêş bikin, herwiha koma me yekmîn kom e li seranserî Ewropa ku wek komên welat xwediyê sê beşan e "Beşê Mûzîkê, beşê dîlan û beşê şanogeriyê". Gulîstan Seîd Osman ku ew jî endamek e Koma Narîn e li Elmanyayê derbarê koma wan de wiha ji Rojnameya Kurdistan re got: "Min çend salan li Amûdê di komên Partî de kar kir û piştre ez penaperî welatê Elmaniya bûn, dema ji min re hat gotin ku Koma Narîn li Elmaniya hat damezirandin, ez jidestpêkirina damezirandina wê de tevlî komê bû. Bi rastî hebûna Komekê li vî Welatê û di nav vê hejmara mezin ya revenda Kurd li vî welatî giring e, kom �ililklor diparêzê û parastina �iliklor di nav vê hejmara mezin ya nefşên nûhatî pêwîst e. Niha û piştî hejmarek ji çalakiyên ku me lidarxistin bi dehan keç û xortên Kurd li Elmaniya û bi taybet li Herêma NRW dazwaza tevlîbûna

nav rêzên komê dikin, herwiha em di dema niha de amdekirina beşekî taybet bi zarokan jî dikin ku di demek nêzîk de wê hejmara endamên me bighêje zêdeyî 50 endaman û emê berdewam bin di xizmeta huner û �iliklorê Kurdê li vî welatê û bihêvî ne ku em karîbin di rojên pêş de taployên ciwan û xweş ji miletê xwe re pêşkêş bikin. Narîn Ebas jî wek endamek e vê komê ji Rojnameya me re wiha got: " Ez ji biçûkatiya xwe de tevlî beşê zarokan yê Koma Narîn li Qamişlo bûm, û piştî ku Şoreşa Sûrî destpê kir bi çend salan ez bi malbata xwe re koçberî welatê Elmaniya bûm, û ji destpêka damezirandina Koma Narîn li Elmaniya ez tevlî rêzên wê bûm. Cudahiyek mezin di navbera kar li Qamişlo û li Elmaniya heye, li Qamişlo piraniya endamên komê li Qamişlo dijyan, lê li Elmaniya her çend endam li bajraekî dijîn ji ber vî tiştî jî em astengiyan dibînin di derbarê cih û dema perwerde û rahênanê, herwiha ev tişt dibe asteng ku em bi tenê carekê di heftiyê de perwerdê bibin. Lê tevî hemû astengiyan hestê me nayê gotin bi hebûna Koma Narîn û xizmeta me di nav rêzên wê de, Narîn li Qamişlo jî û li her derê mala me ya duyemîn e.

Kurdistan cihekî mezin di nava stranên Aram Tîkran de digirt Kurdistan - bidûvçûn Hunermendê mezin ê kurd Aram Tîgran, ku bi eslê xwe Ermenî bû, di sala 1934an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê jidayik bû û berî 8 salan, di 8ê tebaxa 2009an de li Yewnanistanê koça dawî kir. Aram bi dengê xwe yê zelal û stranên xwe yên xweş cihê xwe di dilê gelê Kurd de girtibû. Wî hem li ser evînê distrand û hem jî li ser serxwebûna Kurdistanê stranên nemir çêkirin .Aramê Kurê Tîgran Melîkyan di 15ê rêbendana 1934an de li Qamişloka Binxetê ji dayik bû. Hîn 18 salî bû dest bi karê hunerî kir.Aram bi dengê xwe yê hêmin û aram û kilam û stranên xwe yên nazik cihê xwe di dilê her kurdekî de girt, nexasim ku wî hertim mîna bilbilekî dengzelal li ser siruşt û serxwebûna Kurdistanê stran digotin .Aramê Tîgran bi eslê xwe ermenî bû, lê xwe fedayî Kurd û Kurdistanê kir. Deng û hunera xwe xist bin xizmeta rûmet, azadî û serbestiya Kurdistanê. Ew bi xwe li ser vê babetê wiha dibêje: "Bavê min jî mîna gelek Ermeniyên din, di sala 1915an, di çaxê tevkujiya

Ermeniyan de bi riya Kurdan ji kuştina bi destê Tirkan hat rizgarkirin. Ji bona wê jî hertim ji min re wiha digot: Kurê min qedir û qîmetê gelê Kurd bizanibe, Kurdan ji bîra neke ."Êdî Aramê şîrhelal jî bû semboleke zindî ya biratiya herdu gelên Kurd û Ermenî û di esmanê huner û strana kurdî de bû stêrkeke teyisî. Di sala 1966an de Aram û malbata xwe vegeriyan Ermenistanê û li wir heta 1985an li Radyoya Êrîvanê ya kurdî xebitî. Piraniya stranên Aramê hestnazik resen û kûr in. Bi dengê cumbişa xwe û stranên xwe yên evîn û evîndariyê dilê xort û keçan dicoşand û herdem li ser bindestiya Kurdistanê û bextreşiya gelê Kurd dikaliya û zarezar dikir. Stranên Çiyayê Gabaro, Bi Hesreta Êrîvanê, Şev Çû, Zimanê

Kurdî, Ey Welato Em Heliyan û bi sedan stranên din ên Aram ku bêtirî 12 kasetan pêk tînin, bûne serweteke neteweyî ya gelê Kurd. Aram li ser naveroka hunera xwe wiha digot: "Gava em dibêjin huner, du wate ji hunerê tên ber çav: Ya yekê hunerê jê dertê marîfet û ya duduyan hunera sazbendî û kilambêjiyê. Di nava van çend salan de hunerê rih daye min, nehiştiye ku ez zû pîr bibim."Aram Tîgran ku bavê kurekî û du keçan bû, di sala 1990î de wek penaber li Ewropayê hêwirî û di roja 8ê Tebaxa 2009an de li Atînaya paytexta Yewnanistanê çû ser dilovaniya xwe. Aram dixwest li Amedê bê veşartin, lê li bajarê Brukselê bi axa sar hat spartin.

www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.