kurdistan Rojnameyeke Ji Layê Ragehandina Naveandî PDK-S Tê Derxistin
11-Cozerdan -2713 k
1-6-2014 z
Kurdstan -hijmar (32)
www. Pdk-s.com
PKK- PYD- TEV- DEM
Fantazya û Mafya
Keftûleft û miştûmir têkoşîn û Berxwedan e
Mişştûmir û Xircir Kar û xebat û koşiş û têkoşîn da ku birêve biçin û bighêjin mebest û armancên xwe bi Miştûmir û xircirê derbas dibin. Miştûmir ango xircir ji ber ku hemû kes û mejî û derûn lihevnaguncin û pêwîstî danûstanan û giftûgoyanin da ku têkelî û pêwendî berdewam bibin li ser astê rêzlêgrtin û parastina yekrêziyê di çarçûveyê berjewendiya giştî de. Miştûmir û xircir gelekî teşe û xweriskiye dema ku bêhinfirebûn û dûrnerîn di pirsgirêkan de xweragir be.
Kurdistan
2 3 3
Hilbijartina Esed rêçareya mirinê ye Barzanî: Niha derfet başe bo pêkanîna destkeftên din Axxx…Waro… heta mirinê Beheştî
2
11-Cozerdan -2713 k
1-6-2014 z
PKK- PYD- TEV- DEM Fantazya û Mafya
Loloxan Kîkanî
Kurdstan -hijmar (31)
L
i bakurê Kurdistanê PKK li salên heştêyan de bû rêxistina serekî û yekane di gorepana tevgera rizgarîxwaz de paşî terqendeya leşkerî û qedexekirina kar û xebata netewî û paktawkirina hemû part û layen û rêxistinên dîtir yên ku nakok û dijberin di raman û şêwazê xebatê de . PKK paşî paktawkirina serkirdeyên damezrêner ji bal Ocelan û mîtên Tirk ve û hembêzkirina ewlekariya rijêma Sûryayê jê re û ji partiya wî re,pêvajo û rojev ket rêçexanka dûvelankiyê û siyaseta tewerxwaziyê û dijminatiya PDK û malbata Barzanî û wisa roj bi roj û bûyer bi buyer û wêstgeh bi wêstgeh PKK ket bereya şerûpevçûnan dijî berjewendiya netewa Kurd û her tevger û livlivînek welat parêzî çi siyasî çi çekdarî û nemaze li salên heştêyan û noteyan dijî PDK, û lêdwanên Ocelan dijî başûrê Kurdistanê dema ku got:Desthilata Kurdî li bakurê Îraqê xincereke jehirdariye di noqa milet û netewa Erebî de?! Û li alîkî dîtir dema ku redkir ku rojavayê Kurdistanê heye û got:Kurdên li rojavayê Kurdistanê Koçberin ji bakur hatine li ser demê şoreşên Kurdî li wî berçî?! Pirsyara stratîcî ewe,gelo PKK rêxistineke Kurdî ye? û ji bona kurd û kurdistanê çêbûye û xebat û têkoşînê ji wan re dike ?dema ku em bi babetxwazî û hoşmejanî li ser evan lêdwanên Ocelan rawestin û şirove bikin,aya
Hilbijartina Esed rêçareya mirinê ye
P
aşî 162 hezar kuştî û wêrana 3 melyon xanî û têkdana jêrxana abûrî û civakî û xizmetguzarî,kujkarê dirinde û devbixwîn Beşar Esed şanogeriya hilbijarinên serokatiya serkomar lidardixîne bi rûşiştî ,bi çi mafî û bi çi dêjeolê ewê ewan hilbijartinan bigerîne û lidarbixîne û gurmegurma firoke û bermîlên wî yên teqîner çalak û serdeste li ser serên akinciyên bajarî bê guneh û tayen?! Şoreşa Sûryayê her tişt li holê kifş û belû kir ji seranserî cîhanê re û her kes dizane ku Esed û rijêma xwe bûn ji raberdûyê Sûryayê û neçarebere ku ji nûv de desthilatdariya Sûryayê bike wekû caran . Ew serokê ku hat ser kursiya
desthilatê di navbera pênc kêlîkan de dema ku destûrê welat hat guhertin ji bo qebare û qelafet û bejin û bala çavşîno wê gavê xelkê naskir ku ti pîver û rêzlênan ji yasa û mirov re nema li Sûryayê û wilo roj bi roj Sûrya bi berû têkçûn û têkdanê ve çû ,çi li astê xomalî û çi li astê navherêmî û navnetweî û wisa Sûrya bû gorepana desttêwerdana bazara siyasî û paktawkirina hilêbên kînkêşan û tolholdanê di navbera dewletên zilhêz de ji alîkî ve û ji alîkî din ve di navbera herdû rêolan de (Sine û Şîhe) û herdû tewerên milmilankêş (heyva Şîhî û Stêrka Sinî) û palpiştên wan ji dewletên zilhêz ve wekû Rûsya û Emerîka û her layengirekî berjewendîdar çi li rojhilat û çi li rojavayê cîhanê. Hil-
bijartinên serokatiya Sûryayê dimînin xelekek ji xelekên dûmandina temenê rijêma Esed û tevlihevkirina kaxetên lîstka siyasî di navbera dewletên zil-
www. Pdk-s.com
tiştekî sewdamende ku serkirdeyekî kurd wisa biaxive li ser başûr û rojavayê Kurdistanê? eger serkirdeyekî Tirk û Ereb baya me nê bi gotaya ev lêdwanana teşe û xweriskî ne,lê mixabin Ocelan wek hatiye nasîn û pênasîn serkirde û rêberê rêxistineke Kurdî ye û nêzîkî bîst melyon Kurd nûner dike. Paşî berpabûna şoreşa Sûryayê PYD hat hole li ser gorepana siyasî û xwe kir desthilata fermana serdest bi alîkariya rijêma Esed û wisa dest bi tunûtûjî û pêşêlkirina karûxebata tevgera siyasî ya kurdî kir û nexasma livlivîna şoreşgeriya xort û gencên kurd û hevrêzên wan li şeqam û kolan û gorepanan û zuhakirin û miçiqnadina çavkaniyên livlivînê û rede û bijêwiya jîn û jiyara rojane ji gelê kurd re li bajar û bajarok û gundewarên kurdî. PYD û TEV-DEM û damûdezgehên xwenî asayîşî û leşkerî bûn dar û destê rijêmê û dest bi girtin û kuştinê kirin dijî çalakvan û siyasetvanên kurd li gel lêdawnên agirtoş ji bal Ciwan Ibrahîm û kenan Berekat û Aldar Xelîl dema ku dibêjin :Yên ku siyaseta me napejirînin li rojavayê Kurdistanê û kantonên me nakevin serên wan bera fermokin herin başûrê Kurdistanê û li kampa Domîz bijîn yan biçin Tirkyayê. Paşî evan belge û pete û berdestname ji bal PKK û PYD û TEViDEMê hîna em dikarin bibêjin ku ew rêxistinên hanê kurdî ne yan fantazya û mafya di xwe de vedhewînin û serkêş dikin?!.
anî
Mezdek Kîk
hêz de ji alîkî ve û ji alîkî din ve milmilana di navbera dewletên navherîmî de û herdû tewerên rêolî(Şîhî û Sinî) û paktawkirina komerîşkên çekdar yên
ku zilhêzan û rijêmê ew kom kirine li ser qada Sûryayê da ku bêne qirkirin û qelandin yan bi kêmasî bêne lawaz kirin.
www. Pdk-s.com
Kurdstan -hijmar (32)
Axxx…Waro… heta mirinê Beheştî
S
eydê Qertmînî, ji gundê Nisran, li binxetê, xwe tev her kar û axeftinê dikir, pêre jî diket nav pesin û xweşiya gundê xwe de, gundê ku ji dema fermanên reş ve, li serxetê bi malbata xwe re jê koçber bibû: -Qertmîn....Û axxx….Ax Qertmîn!.... Bivirê êzingbirînê, ji destê xortan digirt, bi her dû destan bibanî dixist û bi himeta xwe ditanî xwar!....Heger qurm li ber bivirê wî parçe bûba, hingî serê xwe bi şanazî hildida û digot: -Bavoo…Ev çi ye!...De welahî li Qertmînê bivirê min nedibû du car!.. Û heger bivirê wî vale di çû, hingî jî bi axînek germ re, pişta xwe rastdikir û bi tengezarî di got: -Axxx…Ava Qertimînê!....Ava binxetê, xwîn li me weravt!... Di çaxên werzan de, ku petîx di peşkivîn, petîxê destarikî bi destekî digirt û li dora xwe di zîvirî û bi dengekî bilind di got: -De êdî Welahî, yên Qertmînê du caran ji vî petîxî giristir dibûn!... Di ser kaniya avê re, ya ku di ber çemê Nisran de bi destên şivanên gund hatibû vedan, di sekinî û bi keser digot: -De bi navê Xwedêkim, liba tirî dinav ava kaniyên Qertimînê de di şeqitî!....Ava zelal…Zelal û cemidî, wek ava Zimzim!.... Sal derbas bûn û Seyêd hîn ji vî pesnî û ji vê cûde bûnê nehatiye xwar, heya wê sala ku mirovek
Ebbas-Ebbas ji gundê Nisran, ku ew jî cîranê Seyêd bû, bi barê qaçaxê re gihist gundê Qertimînê û piştî çend rojan li Seyêd vegeriya û li ber wî û gotina Qertimînê ma guhdar!... Li ber siha camiya gund, di nav koma gundiyan de, wek tora xwe car dî Seyêd xwe kuxand û dest bi axeftinê kir û di nav re ket pesnê ware xwe de!... -De Welahî li Qer... Cîranê wî axeftina wî bi ken birî û got: -Xalê Seyêd, min Qertmîn dît!.... Çavên Xalê Seyêd, pêre pêre bi vê gotinê ronî dan û bilez pirsî: -Êêê…..Kaniya li rexê rojhilat……Dara Tu, ya dinîvê gund de….Xaniyê me…. -Kroo Xalooo…Kaniya çi … Dara çi û xaniyê çi….De Welahî gundekî ziwa û sor, xaniyên gevirî bi ser hev de hêrivî û kambax!...Gundekî gijilî!....De bi Xwedêkim, dema ti diketî nav pesinê gundê Qertimînê de, min digot aniha qoziyek ji bihişt e!.... Çavên Seyêd, ji çend ronakên hûr şilbûn û li xort nehêrt û bi keser berisva wî da û got: -De lawê min, were ji vî dilê re bibêj!....De welahî li ber dilê min, Qertimîn bihişt bû!… Û wê di vî dilî de heya mirinê bimîne bihişt!..... Bivirê êzingbirînê, ji destê xortan digirt, bi her dû destan bibanî dixist û bi himeta xwe ditanî xwar!....Heger qurm li ber bivirê wî parçe bûba, hingî serê xwe bi şanazî hildida û digot:
-Bavoo…Ev çi ye!...De welahî li Qertmînê bivirê min nedibû du car!.. Û heger bivirê wî vale di çû, hingî jî bi axînek germ re, pişta xwe rastdikir û bi tengezarî di got: -Axxx…Ava Qertimînê!....Ava binxetê, xwîn li me weravt!... Di çaxên werzan de, ku petîx di peşkivîn, petîxê destarikî bi destekî digirt û li dora xwe di zîvirî û bi dengekî bilind di got: -De êdî Welahî, yên Qertmînê du caran ji vî petîxî girtir dibûn!... Di ser kaniya avê re, ya ku di ber çemê Nisran de bi destên şivanên gund hatibû vedan, di sekinî û bi keser digot: -De bi navê Xwedêkim, liba tirî dinav ava kaniyên Qertimînê de di şeqitî!....Ava zelal…Zelal û cemidî, wek ava Zimzim!.... Sal derbas bûn û Seyêd hîn ji vî pesnî û ji vê cûde bûnê nehatiye xwar, heya wê sala ku mirovek ji gundê Nisran, ku ew jî cîranê Seyêd bû, bi barê qaçaxê re gihist gundê Qertimînê û piştî çend rojan li Seyêd vegeriya û li ber wî û gotina Qertimînê ma guhdar!... Li ber siha camiya gund, di nav koma gundiyan de, wek tora xwe car dî Seyêd xwe kuxand û dest bi axeftinê kir û di nav re ket pesnê ware xwe de!... -De Welahî li Qer... Cîranê wî axeftina wî bi ken birî û got: -Xalê Seyêd, min Qertmîn dît!.... Çavên Xalê Seyêd, pêre pêre bi vê gotinê ronî dan û bilez pirsî: -Êêê…..Kaniya li rexê rojhilat……Dara Tu, ya dinîvê gund de….Xaniyê me…. -Kroo Xalooo…Kaniya çi … Dara çi û xaniyê çi….De Welahî gundekî ziwa û sor, xaniyên gevirî bi ser hev de hêrivî û kambax!...Gundekî gijilî!....De bi Xwedêkim, dema ti diketî nav pesinê gundê Qertimînê de, min digot aniha qoziyek ji bihişt e!.... Çavên Seyêd, ji çend ronakên hûr şilbûn û li xort nehêrt û bi keser berisva wî da û got: -De lawê min, were ji vî dilê re bibêj!....De welahî li ber dilê min, Qertimîn bihişt bû!… Û wê di vî dilî de heya mirinê bimîne bihişt!.....
11-Cozerdan -2713 k
1-6-2014 z
Barzanî: Niha derfet başe bo pêkanîna destkeftên din.
S
erokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî got ku niha rewş gelek başe bo bidestxitina destkeftên din yên gelê Kurd. Di peyamekê de bi helkefta 38emîn salvegera şoreşa Gulanê, Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku “Em dê berdewamin li ser xebata xwe bo bidestxistina destkeftên din, ji ber ku niha rewş gelek başe.” Barzanî da zanîn jî ku “Niha miletê me li pêş derfeteke dîrokî mezin e û ev derfet erkê hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê girantir dike, pêwîste bo parastina maf û berjewendiyên neteweya me, yekrêzî, yekdengî û yek helwestiya hêzên siyasî yên Kurd bihêztir bikin.” Serok Herêma Kurdistanê bi pêwsît da zanîn ku aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê “Bi perpirsiyarî gavan biavêjin da ku ligel hemû aliyan Kurdistanê pêş bixin û rê nedin ne tenê ji van destkeftan paşkevin, lê pêwîste bihêz kar û xebata pêkveyî encam bidin bo bidestxitina destkeftêmn mezintir bo gelê me.” Herwiha Barzanî daxwaz ji hemû pêhatên neteweyî, olî, mezhebî û aliyên siyasî ku “Di astê berpirsiyariya xwe ya dîrokî de bin û bi yek helwest bergirî li wan destkeftan bikin.
3
4
11-Cozerdan -2713 k
1-6-2014 z
Kurdstan -hijmar (31)
www. Pdk-s.com
BILBILÊ DILŞADÎ
Helbestvanekî
Kantonan Qado şêrîn
Armeyan ji min re bînin, daku dasîtana xwîna mezin û dirêjtirîn helbesta serokê mezin bi tîpên mezin li ser binivîsim, û diyarî serokê mezin bikim.
Şêwekarekî Kantonan Armeyan ji min re bînin, daku dasîtana xwîna mezin û xweşiktirîn wêneyê serokê mezin bi rengên mezin li ser çêkim, û diyarî serokê mezin bikim.
Zikêşekî kurd Armeyan bighînin ber destê helbestvan û şêwekarên Kantonan,Bila dasîtana xwîna mezin, û Wêneyê serokê mezin Bi tîp û rengên mezin Li ser çêkin û binivîsin, Û diyarî serokê xwe yê mezin bikin. Lê bila ji bîra mekin navê xwe li bin deynin
Pêşengê biçûk qurbaniyê kînê ye
SîpanXelîl
tîrêj Ey bilbilê dilşadî hela , wer bike fîxan Derdê me girane ey bira , birîna me kûr e
Da pêk ve mijûl bim , bi xwe çend rojên di dijwar Îro li me ferman e , li ser gerdenê şûr e
Gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can Dengê te ye xweştir , ji ney û nay û bilûrê
Destê tewqyê îro ku em herdu bidin hev Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev
Sê hawe te deng , yek ji sira bayê siba ye Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye
Dinya bi xwe dewran e , bizan geh roj e , geh şev Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e
Hawê sisîya ji bihna şemamok û gula ye Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e
Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der
Karwanê me va bi rê ketî , lê şevreş û tarî Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî
Rewşen kirî Kurdistan ,bi carek wê seraser Nîşana sibê ye , fereca xêrê ne dûr e
Bahoz e çelapek têne me , ji her çar kenarî Warê me welat e ey heval , rêça me dûr e
Piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye
Çar hawîr me diz û keleş in , têk dane dijmin Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye Me ji hev radiqetînin bir bi bir , heyf û mixa bin Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e Qet çarew umîda me nema ye bilbilê min Meydan e ji bo hirç û çeqel , gur zûre zûr e
Çexa felekê herdem bi fetl û ger û dewran Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan
Meydane ji bo hirç û çeqel , rovî û keftar Gorî te bim bilbil , ji serê darê tu wer xwar
Umîd me herdem bi xwe serdarê li Berzan Wek Tîrêj dibêje:jîn divê kotek û zor e.
(Pêşeng) ....biçûktirîn qurbaniyê ku li ser destê çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê di zikê diya xwe de hate kuştin di dema diya wî rastî îşkenceyê ji aliyê heman çekdaran ve hat , Pêşengê biçûk çû ber dilovaniya xwedê Pêşeng bi temenê xwe heft mehî bû û piştî diya wî rasî îşkenceyê hat di zikê diya xwe de koça dawî kir bêyî dîtina dê û bavê xwe yê hatiye zîndankirin li Kujerên Pêşeng Kurd in Pirsek bala min dikşîne çawa mirovekî Kurd dikare jineke Kurd îşkence bike yan jî zarokekî ku bi temenê xwe heft mehî be bikuje û bavê wî bê sûnc û sedem bigre û bi tuhmetên ne rewa wî tawanbar bike ?? Ev pirs bi awayekî hembiz hestên di nava min de tevrakirin û li ser du coreyan dabeş kirin
,Hestn şîn ,xem û dilgiraniyê li ser Pêşengê biçûk û malbata wî û hestên dîtir hestên mixabin û lewmê ji kesên kujer û xwedanê van kiryarên neberpirs û xwerab .. Ev pirs gellekî min mijûl dike !!Gelo çima mirovê Kurd dighê vê asta nebaş ji pêkanîna girtin û kuştinê û geko kî berpirse di ber têkçûna exlaq û moralên Kurdî? Bê guman dema ku mirov dighê wiha ast û qonaxeke ji kîn û zikreşiyê ,wê hingê hestên nebaş û xerab di nava wî kesî de tevradibin ,gelo ev hest berya niha li bal wî çandî bûn û veşartî bûn yan jî ji nihve li bal wî peydabûn ...bê uman ev zikreşî ji encama komkirina gellek kiryarên xerab hetiye afrandin. Gelo pirs ew e ev yek ango zikreşî û kîn ji nava malbata Kurd hatiye di dema ku muameleteke nebaş bi
wan kesan re dikir yan vê dawiyê piştî ku tevlî hin rêxistinên xwedan fikrekî cuda ev yek li gel wan peydabûye ji encama perwerdekirina li ser fikreke xerab û neqebûlkirina mirov û hevpişkiyê û jinavbirina hestên mirovahiyê li bal wan û ev yek dibe sedema bikaranîna kuştin û îşkenceyê ji aliyê wan kesan ve. Hêvî ew e ku ew rêxistin û dezgeh hezkirinê di dilên mirovan de peyda bikin û dilên wan ji hestên zikreşiyê û kînê û çavnebarbûnê û fikrê neqebûlkirinê pak bikin.Bila hun mirovahiyê her dem diyarî bikin ji çi kesî re û dilsoziyê û rêzgirtina piransîpên mirovahî û azadiyê parvekin û zarok û nifşên paşerojê li ser piransîpên azadî,hezkirin,dilpakbûnê xwedî bikin û wan dûrî hestên kîn û zikreşiyê bibin...