rdi t n
Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
24ê Gelarêzan -2714 k 15-11-2014 z
Kurdistan -hejmar (41)
Biryarên çewt
Rojava ji xortan vala dike
Raman Hiso Deverên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji xortan vala dibe, helebet rewşa abûrî û ewlehî dibin sedema vê koçbbûna xortan û sedema herî serke ji vê koçberiyê re ew bû helmeta girtinê ya ku rejîma Esed derheqê xortan pêk anî bû li hin deveran ji bo tevlî leşkeriya rejîmê bibin û her wiha kêbûna kar jî hişt ku koçberî pirr bibe. Biryara herî dawî ya ku rêveberiya xweser ya PYD
derxistibû derbarê leşkeriya neçar rêjeya koçberiyê bi awayekî bêhemba di nava refên xortan de zêde kir. Li ser vê biryarê Mihemed Mehmûd (Bavê Sabir) nûnerê Partiya Yekîyiya Demokrat a kurd li Sûriyê (El-Wihdê) li Herêma Kurdistanê got:” kiryarên ku ji kantonên PYD derdikevin dibe sedema derketina xortan ji deverên Kurdî di dema ku em bi hewceyî karînên wan in divê rewşa hestiyar de.” Endamê nûnergeha ENKS li Kurd-
kî taybet bi rojava hebû, lewma me di 29-7- 2012an programê ARK weşand ku wê hingê guhdan li xwepêşandanên şoreşê dihat kirin di riya pêşkêşkirina rapor û vîdyoyan de û her wiha bûyerên ku li rojava rû didan.” Mêranî got:” Berya niha dema weşan programê ARK du seetan dirêj kir, lê ji ber nebûna kadroyan û astengiyên ku li rojava rastî peyamnêrên me dihatin hişt ku em programê xwe bikin 1seet, ku niha ji dem-
Emar Kofî dikeve rojeva rojnameyên cîhanî de
istanê tekez kir ku biryarên kantonên PYD nûnertiya wan nakin û divabû PYD hemahengî bi ENKS re pêk anîba. Ji aliyê xwe ve jî endezyarê bi navê Omer Şêxê ji rojnameya Kurdistan re got “Di serdema nû de wiha biryar nîşana têkçûna rewşa leşkerî ye, lê ji bo avakirina hêzekê divê çekê giran peyda bibe û ne bi hejmara leşkeran e û cîbicîkirina vê biryarê dê deverên Kurdî ji xortan vala bike.”
ARK gavek di xizmeta doza rojava de ye Programê Azadiya Rojavayê Kurdistanê (ARK) ku li ser kenala Zagrosê tê weşandin her roj ji seet 5-6ê êvarê bi dema Qamişlo û seet 6-7ê êvarê bi dema Hewlêrê . Rojnamevan Sebah Mêranî, rêvberê (ARK) li ser destpêka damezirandina programê ARK wiha ji rojnameya Kurdistan re axivî” Piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê di 15-32011an de û gihiştina wê bo Rojavayê Kurdistanê, pêwistiya me bi programe-
www.Pdk-s.com
jimêr 5-6ê êvarê bi dema Qamişlo û seet 6-7ê êvarê bi dema Hewlêrê tê weşandin, di bûltena nûçeyan de giringî bi nûçeyên rojava û Sûriyê bi taybet tê kirin û her wiha raporên meydanî yên ku dighêjin destê me, ji bilî bultenê programê bi navê (Hevpeyvîna ARK) heye ku dema wê 25 xulek e û di heftiyê de 2 caran tê weşandin ku tê de behsa mijarên siyasî tê kirin.”
Beşdarbûyê kurd yê bi navê Emar Kofî di programê “ARAB IDOL” de dikeve rojeva rojnameyên cîhanî de. Beşdarbûyê kurd ne tenê bandora wî li ser hunrmenda Ereb Ehlam heye lê ketiye rojeva rojnamegeriyê de jî, rojnameya Telegraph ya Awustralyayê ku bi zimanê Erebî tê weşandin li ser rûpela yekê di jêr vê navnîşanê de li ser Kofî nivîsandinbû “ Dengekî sînor nenas”. Ev duyemên kurd e ku beşdarî vî program dibe ku sala borî hunermenda kurd Perwaz Hisên ku ew jî ji Başûrê Kurdistanê bû beşdar bibû.
2
24ê Gelarêzan -2714 k 15-11-2014 z
Kurdistan -hejmar (41)
www.Pdk-s.com
Mihsin Tahir: PDK-S stûna ENKS ye Hevpeyvîn:Ciwan Ibrahîm
E
ndamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S Mihsin Tahir got ku PDK-S stûna Encumana Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ye ji ber ku xwedan cemawerkî mezin e .
Kurdistan: Tu Rewşa partiyê çawa dibînî? Tahir:Ne veşartiye li ser
şopênerên rewşa siyasî a giştî ku operasyona tevlihevbûnê di navbera her çar partiyan de bi dawî hat, tevî ku hin pirsgirêk û kêşe li pêş wê hatin dayîn, lê bi îradeyeke dilsoz ya hevalan Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriya hate ava kirin. Operasyonên tevlihevbûnê di nava rêxistinên partiyê de di jêr seqayekî hevaltî û geş de di hundir û derveyî welat birêve çûn û divê em li gor vê berpirsyariya dîrokî bin û kar bikin da ku ev partî berû pêşketinê ve di gellek waran de biçe.
Tu çawa rola partiyê di navana ENKS de dinirxîn î?
Her kes dizane ku Partiya Demokrat a Kurdistan –Sûriya stûna serke ye ji Encumena Niştîmaniya Kurdî re di rêya hêz û aktîvbûna hevalên me di encumenên xwecihî de, ev yek nayê wê wateyê ku em ji rola partiyên din ên bira kêm dikin, lê ev yek girêdayî ku eger partî xwedan cemwerke bihêz be dê roleke zêde û bi bandor di nava ENKS de hebe, dikarim bibêjim ku rola partiya me di ENKS de bi bandor e. Bila em di wê baweriyê de bin ku hêj partiya me di qonaxên damezirandinê de ye û gavên xwe li gor xwe davêje û ez dibînim ku ev gav di rêya durist de ne, lê hin dem û karîn di gellek waran de pêwîst in da ku ev partî pêş bikeve.
Têkiliyên we bi partiyên Kurdistanî re çawa ne?
Tiştê ku me bi partiyên Kurdistanî yên her çar perçeyan re dighîne hev rastî ye û karê li ser bingehên rêzgirtinê ye. Pêwendiyên me ligel gellek partiyên siyasî hene, lê ev
Rola PDK-S di ENKS de bi bandor e pêwendî hemû ne li ser astekê ne û bi her partiyekê re pêwendiyeke taybet heye û ev yek mafekî me yê rewa ye.
We hêzek leşkerî li Kobanî ragihand, kanî ew hêz?
Ev biryar ji aliyê xwecihiya ENKS li Kobanî hate ragihandin, me wekû sekretariya giştî ya Encumena Niştîmanî piştgiriya vê biryarê kir, lê endamên wê xwecihiyê xwedanê biryarê ne û tenê sten-
sînoran derbas bike û divê sînorek jê re bê dayîn, lê ev yek dê li ser du tiştan bi nerîna min pêk we re: 1-Avakirina hêzekê ku hejmar û cebilxaneya wê ji ya DAIŞ mezintir be û ev yek nabe bêyî razîbûneke navnetewî ku ne tenê ew hêz ya asîmanî be lê divê hêzeke bejayî bê avakirin çimkî ev metirsî gefê li aştî û ewlehiya deverê û cîhanê dixwe. 2-Danîna planeke fikrî ya
Hêzeke navnetewî ya bejayî pêwîst e dina biryarê û cîbicîkirina wê li ser erdê di destên wan de ye.
Gelo metirsî li ser deverên din yên rojava heye?
Divê em têkevin wê baweriyê de ku grûpên terorîst mîna DAIŞ ku rêxistineke fikrî, siyasî ye ku di mejiyê gellek kesan de di civaka Islamî de hatiye çandin û wê rêxistinê cihê xwe li gellek deveran jî girtiye. Metirsiya vê rêxistinê ne li ser miletekî yan deverekê tenê heye, lê metirsiya wê dê
demdirêj ku bi dehên salan dirêj bike ku fikrê terorê jinav bibe û fikrê aştiyê di nava civakê de belav bike di rêya rêbazên perwerdeyê de li her yek ji dibistan,zanko û dezgehên olî de û divê ji aliyê hikûmetan ve bê piştevanîkirin.
Çima berê şoreşê hate guhertin?
Her kes dizane ku şoreş bi awayekî aştiyane dest pê kir û ji parêzgeha Derayê vêket û pişt re berê xwe da tevahiya Sûriyê, lê rejîma Esed
Tirsa jinavbirina DAIŞŞ û serkeftina ArtêşŞa Azad ketiye dilê rejîmê de
Mihsin Tahir
xwest ku şoreşê ji rêya rast derbixe ku rêya aştiyane bû dema ku gullebarand li ser xwepêşanderan û hemû coreyên hêzê bikar anî û gellek serbaz û leşkerên rejîmê wê hingê dev ji rejîmê berdan û li rex gelê Sûriyê rawestiyan. Rejîma Esed karî alîgirên xwe bide ser hev bi alîkariya hevalbendên xwe û anîna grûpên tundrew ji tevahiya cîhanê û pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst bo wan û hiştina kogehên çekên dewletê di jêr destê wan de da ku bikaribin şerê Artêşa Azad bikin û bi vê yekê rejîmê dixwest ji civaka navdewletî re piştrast bike ku tiştê li Sûriyê diqewime ne şoreş e û tenê grûpên terorîst li Sûriyê hene û bi nerîna min rejîm di guhertina rêya şoreşê de biser ket lê rewş hate guhertin piştî biryara Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîkayê bi lêdana DAIŞ û grûpên din û niha rejîma Esed tirsa jinavbirina DAIŞ û serkeftina Artêşa Azad dixwe.
Hûn paşeroja Sûriyê çawa dixwazin?
Her dem tekez dikin helbet di nava refên opozîsyonê de li ser serxwebûn û parastina biryara niştîmanî ya Sûrî, em kar dikin ji bo dewleteke itîhadî pirr ol û mezheb ku di destûrê de mafê gelê kurd
bê çespandin li gor belgenameyên navdewletî. Dewleteke ku xwedan rejîmeke parlemanî, demokrasî be tê de ewlehî û mafên welatiyên Sûriyê bê dabînkirin.
Gerantiyên navdewletî hene ku mafê gelê kurd bê dabînkirin? Miletê kurd miletekî resen e û li ser xaka xwe ya dîrokî dijî ji hezarên salan ve û her dem ev milet ji bo Sûriyê kar dikir û li dijî rejîmê rawestiya, lê divê em mikur bên ku hêj gellek aliyên şofînî hene di nava opozîsyonê de ku heta niha çanda dektatoriyê di serê wan de hatiye çandin û naxwazin ku danpêdanê bi mafê gelê kurd bikin û her dem înkara mafê wî jî dikin. Em daxwazê ji hemû hêz û dewletên demokratî dikin ku piştevaniya doza gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê bikin.
Nêta rejîmê heye ku mafê kurdan bide wan?
Rejîma ku gelê Sûriyê piştguh kir û bi taybet gelê kurd ku bi dehên salan di jêr sitemkariyê de jiyana xwe diqedandin û niha piraniya jêrxaneya Sûriyê jinav biriye û bêhtirî nîvê gelê Sûriyê koçber bûye, piştî vê yekê ti carî bawer nakin ku rejîma Esed tiştekî wisa ji kurdan re pêk bîne.
24ê Gelarêzan -2714 k 15-11-2014 z
Rexne bê dawî ye
Kurdistan -hejmar (41)
www.Pdk-s.com
Welatiyên Hesekê ji buhayên kelûpelan dilgiran in Cûdî El-Mihemed -Hesekê
vîn-Al Ezîz Xemci
m a ny a
“Kar bike bi esas, ji bo dil neke taswas” Miletê me jî mîna miletên Rojhilata Navîn, dema xwe nadin perwerde û xwedîkirina zarokên xwe bi qasî ko hez dikin, ewê dema zêrîn li ser tiştên vala bibuhurînin. Zarokên me, çavên xwe li ser çanda xap û derewan vedikin. Tu caran zarok bi biryar nabe, mafir ko tirs di dilê wî/ê hatiye çandin. Dema mezin dibin, hin ji wana têdigihên ko hatine xapandin, hewldanên serastkirina piskologî dikin, da ji tariya perwerdeya çewt derkevin û hin jî di ewê çanda ko dê û bav di serê wan de çandine, pêde diçin. Di dema ko bav an dê, destê xwe digire û ji zarokê re nîşanî destê xwe yê girtî dike. Zarok bi lez û bez, bi şahî xwe li destê wê/î digire, ew jî destê xwe vedike û dide xuyakirin ko tu tişt di dest de nîn e. Ev yekem derew e, ko zarok çavên xwe li ser vedikin. Ev rewişta nerind bi wan re mezin dibe, û sînorên malê dibirre. Dem bi dem belav dibe, û di hin civakan de jî eger kesek zanibe derewan bike, tête hezkirin û yê ko nizanibe, ew civak jê re rêzê nagire. Çanda derewan em dûrî beraberiyê kirine. Gelek ji me nikarin rû bi rû li hev guhdarî an hev rexne bikin. Her yek li dûv yê/a dî dipeyive, mîrkutan di canên hev de dikutin. Her mirovê ko nikare di rûyê hevalê xwe de biaxife, tekez nikare şaşî û çewtiyên wî jî jê re bibêje. Bi giştî, eger em vê babetê vekolin, dibe mirov li ser nizimtirîn ast bigihêjin hev, nemaze yên ko ramanên wan nizingî hev bin. Lê yên ko li dijî rastiyê jî hene, ew kesên ko hev dixapînin. Heta roja îro, xwe li destê bavê xwe yê girtî digirin, tekez tu peran bidest naxînin û di gerîneka derewan de jî jiyana xwe didomînin. Di hin civakan de çanda xweşkirinê dimeşe. Dema rexnevanek, nivîskarek an kesekî normal peyvekê dijî evê sîstema ha dibêje, bi dehan name “email” ji wan re tên -hin li dij û hin ligel wî dirawestin- Hin dibêjin: Tu ji stîla nivîsa xwe derketiye, ew rewanê xweşik roj bi roj ji nivîsa te diçe. Geh dibêjin tu xwe gelekî dibînî û te dest bi zêdegaviyan kiriye, û hin jî dibêjin: Na te baş kir ko te rastî got! Ya giring ew e ko rastî diyar bibe! Ew kesên ko civatê dixapînin û li ser pişta hevalên xwe bilind bûne, wê rojekê têk biçin... Eger her yekî/ê sînorê xwe nas neke û xal li ser tîpan neyêne danîn, pîvan û terazûya civakî têk diçe. Baş û nebaş li bin guhê hev dikevin… Ji pirtûka Delîveya Rexneyê
P
iştî ku vê dawiyê welatiyên bajarê Hesekê rastî gellek zehmetiyan hatin bi taybet ji aliyê ewlehî ve ku riyên çûnûhatinê ku ev bûye heyama zêdetirî 3ê salan hatine birîn û her wiha pirrbûna rêbend û seytereyan û zorkirina ku bazirgan rastî wê tên bo dana bacan li ser buhayê kelûpelan û vê yekê hişt ku madeyên pêwîst bêne tine kirin û eger hebin jî dê bi nirxekî buha bin. Welatiyên bajêr bi awayekî ne suriştî rastî zehmetiya buhabûna nirxê madeyan tên beramber mûçeyên kêm ku ew dawiyê mehê werdigrin ku naghêje 20 hezar Leyreyên Sûrî û nebûna madeyên xwarinê ji bo wan dibe pirsgirpkeke pirr mezin. Yek ji xwedanê dikanên mêwe û keskatiyê li bajarê Hesekê wisa ji Kurdistan re axivî: “Buhayê kelûpelan sê ta çar qatan ji buhayên berê zêdetir bûye, ku niha buhayê 1kg be’can derdora 140L.S, gêzer 200L.S, şîrê zarokan bûye zêdetirî 1000L.S û 1kg goştê çêlekan gihiştiye 1200L.S.” Ehmed Hesen ku xwedanê dikaneke cilan e li bajarê Hesekê
behsa êş û azarên xelkê û zehmetiya ku ew dibînin ji buhabûnê dike û wiha dibêje” :Buhayê cilan gellekî zêde bûye li gor buhayên kevin divê rewşa dijwar de ya ku rojava tê de derbas dibe û xelk piştî vê buhabûnê neçar dibin ku cilên Ewropî yên ku hatine bikaranîn li xwe bikin çimkî aboriya wan her ku rewş zehmet dibe têk diçe û helbet ji ber buhabûna nirxê cilên çêkirina xwecihî, mînak qatekî sporê bûye 3500 L.S.” Bi hatina demsala zivistanê xelkê deverên Kurdî xwe amade dikin da ku pêdviyên vê demsalê ji xwarin, sotemenî û cilan dabîn bikin, lê her dem bala wan li ser buhayê van pêdviyan e. Ji ber têkçûna rewşa abûrî û nebûna pereyan li bal xelkê, piraniya wan berê xwe didin kirrîna cilên Kevin, li ser mijara kirrîna cilên Kevin yên ku ji dewletên Ewropayê tên ku navê cilên balê li wan tê kirin dikin Kurdistan nerîna hin welatiyên bajêr li ser vê yekê wergirt. Besam Kaço ku yek ji xwedanê dikanên balê ye li ser vê yekê wiha got”:Suriştî ye ku tu bibîne ku xelk berê xwe bidin dikanên balê û bi taybet divê
rewşê de ku cilên nû nayên kirrîn ji ber buhabûnê, her dem mirov hisab dike ew 3ê perçeyan ji balê bikire çêtire perçeyekî nû bikire.” Diya Dilşad ku yek ji wan kesên ku cilên balê dikire dibêje ew berê xwe didin dikanên balê ji ber ku rewşa wan ya abûrî nebaş e û nikarin cilên nû bikirin û dibêje ku ev cil jî Ewropî ne û gellekî baş in. Mamosteyekî dibistanê li ser van cilên balê dibêje ku ew cil bi eslê xwe alîkarî ne û divabû hatibana pêşkêş kirin ji welatiyan re, lê diyar e ku bazirgan istixlala hatina wan dikin û ji cihê ku ji wan re tê dikirin û xelk neçar dibin ku wan cilan bikirin ji ber erzanbûna wan. Buhayê sotemaniyê jî wekû tiştên din buha dibe, welatiyên rojava rastî zehmetiya kêmbûna sotemeniyê tên û bi taybet madeya mazotê ku bêtir tê bikar anîn û niha piraniya xelkê şêweyên ê kevin bikar tînin wekû vêxistina êzingan da ku xwe germ bikin û eger mazot bê dabîn kirin dê bi nirxekî buha be yan jî mazoteke tijî gemar û madeyên jehrê jî di nav de hebin.
3
4
24ê Gelarêzan -2714 k 15-11-2014 z
çand û Huner
www.Pdk-s.com
Tenê yekrêziya Kurdan dixwazim Şaxê YNK-S li Kurdistanê hate damezirandin Bi amedebûna pazdeh nivîskaran û şanda Desteya Rêveber ya Yekîtiya Nivîskarên kurd-sûrya, şaxê Yekîtiya Nivîskarên kurdSûriya li Herêma Kurdistanê hat damezirandin. Piştî nîqaşeke berfireh li ser rewşa yekîtiyê û pêwîstiya hebûna şaxê yekîtiyê li Herêma Kurdistanê û piştî bersivdanên şanda desteya rêveber û Ferman Boncix ku endamê serokatiya kongirê bingehîn bû, li ser pirsên kesên amade derbarê paşxistina kongirê yekemîn û hin mijarên din, şaxê yekîtiyê
hate damezirandin.Di dawiyê de desteya rêveber ya şax ji van endaman hat avakirin:(Evîn Şikakî seroka şax, Hozan Dêrşewî cîgirê serokê şax, Asya Xelîl razgir, Ibrahîm Ebdê berpirsiyarê darayî, Sîpan Xelîl berpirsyarê ragihandinê.) Piştî damezirandina şaxê yekîtiyê li Herêma Kurdistanê, şaxê navborî serdeana gellek wezaret û dezgehên sivîl yên Kurdistanê kir bi mebesta hevnasînê û xurtkirina têkiliyan di navbera nivîskarên rojava û başûr de.
Hunermendê Kurd Mehsûm Şikakî ku ji bajarê Hesekê ye û xwedan dengekî pirr xweş e ji rojnameya Kurdistan re li ser xwe wiha diaxive “ Min dest bi stranbêjiyê di temenekî biçûk de kiriye, bandora gellek hunermendên navdar li ser min hebû mîna Mihemed Şêxo, Şivan Perwer, di sala 2009an de alboma bi navê(Nexweş kirim çavên te) derxist û hin stranên min hene ku ez tenbûrê tê de bikar tînim û dê di rojên bê de kilîpekê tomar bikim. “ Mehsûm Şikakî beşdarî gellek komên filiklorî li bajarê Hesekê bûye û ew li ser vê yekê wisa dibêje” Di sala 1995an de tevlî koma Gulîstan bûm ku tê de ez dengbêj û muzîkjen bûm û bi wan re beşdarî gellek boneyên kurdî bûme, di sala 2009an tevlî koma Xebat bûm û pişt re min cih di nava koma zemîn de jî girt.” Şikakî helbestên gellek helbestvanan kiriye stran mîna Melayê Cezîrî, seydayê Tîrêj, Keleş,Ceger xwîn û hin helbestvanên din û di heman demê de wî jî hin stranên xwe diyarî hin hunermendan kiriye mîna Zoya,Şêrîn û hin hunermendan awazên wî jî di stranên
Mehsûm Şikakî
xwe de bikar anîne. Di dawiya hevpeyvînê de Şikakî got”Raste pariyên siyasî ji aliyê diravî de alîkariya min nekirine, lê wan piştevaniya min kirin û moralê min bilind dikirin û min tiştek pêk neaniye ji bilî erkê xwe yê netewî wekû kurdekî ku ji netew xwe hez bike, hêviya min ew e ku tenê yekrêziya kurdan bê parastin û her dem kurd yek dest bin û guhdan li hunermendan jî bê kirin.”
Şîlan Doskî dê Albomeke gul û kulîlkan çap bike
Şîlan Doskî ku niha li Almanyayê dimîne
ev demeke dest bi danheva wêne û navên gul û kulîlkan bi zimanê Kurdî kiriye û dê di çend mehên bê de Albomekê çap bike. Şîlan
ji rojnameya Kurdistan re dibêje “ Gelek caran navê kulîlkan bi Kurdî dibihîsim an dixwînim, lê nizanim ev çi gul e, lê nizanim ka navê wê gulê çi ye, bi rastî gellek navên
gul û kulîlkan hene lê wêneyên wan nînin.” Di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje”Em dixwazin ku kulîlkên balkêş yên dinyayê ku di nava gulên Kurdî de bê nav
in cih bigrin.” wê keça Kurd ta niha gellek nav û wêneyên gulan bidest xistiye û dê lêkolînên wê li ser vê yekê berdewam bin da ku ev nav û gul neyên winda kirin.