46_

Page 1

rdi t n

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin

12ê sibatê -2714 k 1-2-2015 z

Kurdistan -hejmar (46)

www.Pdk-s.com

Welatiyên Hesekê dibin qurbanî

Di çend rojên vê dawiyê de şer li nava bajarê Hesekê di navbera çekdarên rûgirtî ku alîgirê rejîma Esed in û hêzên YPG ku wekû baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD tê nas kirin derkrt ku navborî jî têkiliyeke wê ya bi hêz bi rejîma Esed re heye li gor ku li ser erdê tê xuyakirin. Di encam wan şeran de YPG destê xwe danî ser meydana Sebaxê ku dikeve destpêka bajarê Hesekê de, ji aliyê Qamişlo ve û her wiha navenda polîsan û meydana agirkujiyê ku nêzîkî navenda asayişa PYD ye û piştî çend

rojan ew navend bêyî rûdana tu şerekî radestî rejîmê ji aliyê YPG ve hate kirin. Ji ber topbarana taxên kurdan ji aliyê hêzên rejîma Esed ve ji çiyayê Kewkeb bi topên giran, welatiyên taxên kurdan wekû Salihiyê, Miftî, Ezîziyê, Til Hecer, Kelasê malên xwe ji neçarî vala kirin û berê xwe dan her yek ji bajarê Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serê Kaniyê û herwiha gundewarê Hesekê da ku zarokên xwe ji topbaranê rizgar bikin, lê xort û ciwanên wan taxan malê xwe bi cih nehiştin tevî gurbûna şer,

her wiha ziyan gihişte malên welatiyan ji ber topbaranê û dikanên kurdan li nava bajêr hatin talankirin. Welatiyekî bajarê Hesekê li ser vî şerê bi dilekî xemgîn û bi devekî ken wiha axivî:” Ax.. û sed carî ax, welatiyên Hesekê fêrî vê şanoyê bûne, her dem şerên wisa li bajarê Hesekê rû didin. Wê YPG û çekdarên rûgirtî bi hev kevin û xelk hemû dizanin ku çekên wan ji cem rejîmê ne, û rêbendên wan yên hevbeş hene û piştî çend rojan wê careke din her tişt vegere wekû berê û yên ziyanê datînin her dem kurd in, xelkê sivîl ku

dibin qurbaniyên van şeran û her wiha ew şervanê ku xwîna wî bi derewan tê rijandin di ber çi de, ne di ber tiştekî de. Heger ev yek rast be wekû PYD dibêje çima rejîma Esed bi balafiran li wan nade, çima li bajarê Qamişlo her du bi hev re dijîn û heta ew topên dihatin avêtin hemû dengbûn, lê hin caran hin top diketin, hêviya min ew e PYD û dezgehên wê ji vê xewê şiyar bibin û gelê kurd nima wekû salên berê nezan e, bila PYD bizane ku xelk bi vî awayî bi wan ve nayên girêdan. PYD tenê parastina xwe dike.

Kanton wê Kurdistanê perçe bikin 3 Eyaz Zaxoyî di bîra her kurdekî de ye

4


2

12ê sibatê -2714 k 1-2-2015 z

Kurdistan -hejmar (46)

www.Pdk-s.com

Penaberên Kobanî dixwazin vegerin bajarê xwe Xelata Kurd Ji 15 îlona sala 2014an ve, rêx-

istina Dewleta Isalmî li Iraq û Şamê DAIŞ êrîşî Herêma Kobanî (bajêr û gundewar) kir û di wê êrîşî de nêzîkî 380 gund ketin destê rêxistina navborî de. Îro roj şerê bajarê Kobanî derbasî meha xwe ya 5an dibe. Ev e 5 meh in ji şer, pevçûn, koçberî û rezîlî li ser bajar û xelkê kobanî de derbas dibe û di van 5 mehan de bi hezran xelkê Kobanî ji dev mal û milkên xwe berdane û berû Tirkiyê, Bakur û Başûrê Kurdistanê ve jî çûne. Ji dema êrîşên rêxistina DAIŞ li ser Herêma Kobanî û heta niha nêzîkî 400 hezar ji xelkên Kobanî bûne koçber û li ser 4 cihan hatin dabeşkirin. Beşê yekem li Tirkiyê dimînin ku li gor navenda Pirsûsê ya ragihandinê ya bi ser rêveberiya zanyarî û belavkirinê di serokatiya wezareta Tirkiyê de ye ku hejmara koçberên Kobanî yên ku derbasî xaka Tirkiyê bûne heta niha192417 koçber hate tomar kirin li bal wan. Koçberên Kobanî yên li Tirkiyê dimînin li ser du beşan têne parvekirin, ku beşek ji wan li kampan dimînin û beşê din jî li her yek ji bajarê Orfe, Edenê, Entab, Pirsûsê û Mêrsînê dimînin. Heta niha li Tirkiyê 6 kamp ji koçberên Kobanî re hatine avakirin, yek ji wan kampan di jêr serperiştiya hikûmeta Tirkiyê de ye û 5ê din di bin serperiştiya Partiyên Kurd yên li Tirkiyê de ne . Salih Hemdo, ku ji xelkê

gundê Menazê li Herêma Kobanî ye, û niha li kampa bi navê Rojava li Tirkiyê dimîne. Hemdo bavê 4 zarokan e dibêje ku ew di roja 3 -10 – 2014an de ji gundê xwe reviya ye û berê xwe da Tirkiyê û ew niha li kampa Rojava ya li Tirkiyê dimîne û bi gotina wî rewşa penaberên Kobanî çi yên li kampan û çi yên li bajar dimînin gellekî xirab e, ji ber ku karên dezgeh û rêxistinên hewarçûnê gellekî qels û lawaz e, her wiha hikûmeta Tirkiyê jî ti guhdanê nade koçberên Kobanî. Gellek penaberên Kobanî û ji ber têkçûna rewşê ji Tirkiyê berê xwe dane dewletên Ewropayê ku heta niha nêzîkî 7 hezar kes gihiştine Almanya, Ispanya, Denîmark û Siwîsrayê, hevdem bi hezaran niha li Yûnanistanê asê jî mane. Kampa Rojava li bajarê Pirsûsê li Bakurê Kurdistanê hatiye avakirin û nêzîkî 1800 penaberên Kobnaî tê de ne, 800 ji wan jin in ku hejmara

wan ji ya zilaman bêhtir e, di her çadirekê de 6-7 jin ligel zilamekî dijîn. Ew kesên ku koçber bûne û di vê kampê de dijîn bi giştî daxwaza alîkariyan dikin, lê bi taybetî jî, jin daxwaza alîkariyê dikin ji ber ku hejmara herî mezin di vê kampê de jin û zarok in. Ji alîkî din ve û piştî ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dergehê Ibrahîm Xelîl yê sînorî ji koçberên Kobanî re vekir, beşek mezin ji koçberên Kobanî derbasî Herêma Kurdistanê bûn û li kampên herêmê dabeş bûn û hin ji wan li bajaran jî bûne niştecî. Li gor amarên fermî yên dergehê Ibrahîm Xelîl yê sînorî ku hejmara koçberên Kobanî li Herêma Kurdistanê ji 8 hezar koçber derbaskiriye û ew li ser kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê hatin belavkirin. Ji aliyê xwe ve UNHCR ku di nav 15 rojên pêşî ji meha mijdara 2014an, 4 hezar û 547 penaberên Kobanî bi rêya deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl yê di navbera Bakur û Başûr de derbasî Başûrê Kurdistanê bûne. Her wiha beşek mezin ji xelkên Kobanî yên ku hikûmeta Tirkiyê ne xwest ku ew otombîl û alavên xwe yên veguhestinê derbasî xaka Tirkiyê bikin li ser sînor asê mane û ew rastî gefên DAIŞ tên, herî dawî çekdarên DAIŞ bi sedan otombîl û alavên kar û siwarbûnê yên xelkê Kobanî yên li ser sînorê di navbera Kobanî

û Bakurê Kurdistanê de asê ma bûn şewitandin,çekdarên navborî di 29-12-2014an bi dehan otomobîl û alavên veguhistinê li aliyê gundên Elîşar, Merdesimêl û Kazikan talan kirin û wan otombîlan ji bombekirinê re bikartîne. Nêzîkî 5 hezar xelkê kobanî niha li ser sînorê di navbera Kobanî û bakurê kurdistanê de bi taybet li rojhilatê bajêr li gundê Elîşar û Merdismêlê dimînin, her wiha beşek din li rojavayê bajarê Kobanî li gundê Til-şe’îr, Kur Elî û Siftikê dimînin. Li gor çalakvanên li ser sînor dimînin ku rewşa xelkê Kobanî yên li ser sînor dimînin gellekî xirab e û bi taybet bi hatina bahoza berfê ya bi navê Huda ku vê dawiyê rû da bû, û niha pêwîstiya wan bi çadir, kelûpelên di nava malê de hene ta bikarin zivistana xwe dûrî êş û nexweşiyan derbas bikin. Li gor koçberên Kobanî ku roja 15 îlona 2014an rojek xemgîn û reş li ser xelkê Kobanî

hatiye û bi gotina wan dê ew roj bimîne di bîra wan de heta ew li ser riwê dinyayê sax bin. Di 19ê meha çileyê paşîn de, şervanên Kurd bi piştgiriya Hêzên Pêşmerge û firokeyên hevpeymanan girê Miştenûrê li rojhilatê Kobanî ji dest çekdarên DAIŞ derxistin, niha Kobanî bi temamî di dest hêzên Kurdî de ye, bajarê Kobanî ji 13 taxan pêk tê û niha hemû di destê hêzên Kurdî de ye û niha rêya derbaskirina çekan û kelûpelên leşkerî bo çekdarên DAIŞ di nava Kobanî de hatiye birîn û rêya anîna çekan bo wan ji Reqayê jî li gor tê gotin hatiye birîn ji ber operasyonên ezmanî û beşek mezin jî ji rê di bin kontrola şervanên kurd e ye, lewma alîkarî naghêjin rêxistina navborî. Pêşketinên vê dawiyê û rizgarkirina Kobanî hêvî li bal xelkê Kobanî çê kir ku ew vegerin li ser malên xwe û kampên penabertiyê li pişt xwe bihêlin û êdî roja derbasbûna DAIŞ jibîr bikin û rûpeleke nû di jiyana xwe de dest pê bikin. Mihemed Elî ku yek ji xelkê Kobanî ye dibêje ku hêvî ew e ne tenê ew vegerin li ser malên xwe, lê belê hemû hêzên kurdî bibin yek û siyaseta neqebûlkirinê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD ve bê rawestandin û hemû bajarên Kurdî ji destê DAIŞ derkevin û aramî vegere deverên kurdî û rewşa welatiyên kurd xweş bibe û nexeşeya Kurdistana Sûriyê hinekê bê diyar kirin.


12ê sibatê -2714 k 1-2-2015 z

Kurdistan -hejmar (46)

www.Pdk-s.com

Berî 69 salan Kurdistan komar bû Berî 69 salan Kurdistan

komar bû Ev e 69 sal in bi ser avakirina Komara Kurdistan bi rêveberiya Qazî Mihemed derbas dibe. Di roja 22ê Çileyê paşîn ji sala 1946an li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê komara Kurdistan hate avakirin

û Qazî Mihemed serok komar bû. Komar ji 13 wezîran pêk dihat, piştî demekê destûra bingehîn a komarê hate zelal kirin. Di wê dema kurt de ji temenê komarê, bû navenda siyaset, kultûr û ronahiyê, aleya netewî ya Kurdistanê hate hildan û

her wiha artêşa welat jî hate sazkirin. Herwiha rêxistinên aborî, civakî, hunerî û rêxistinên leşkerî jî hatin avakirin û sîstemê birêvebirina komarê jî hate dayîn. Hewl hate dayîn ku sîstema perwerde û ziman were pêşxistin û

Divê hemû hêz navê Pêşmerge li xwe bikin

Idrîs Hiso-Hewlêr Miletên cîhanê bi giştî bi hin xal û

sembolên hevbeş wekû netew têne naskirin ji wan xalan ev xal hene: - Zimanê standar bo xwendin û nivîsandinê, û ji bo hemû dam û dezgehên hikûmî, tevî dibistan, peymangeh û zanîngeh jî. - Yek ale bo milet li seranserê ciyografiya wî welatî hebe û li nav miletên cîhanê jî gerek ew netew xwe bi vê aleya han bide nasîn. -Hin bone û sebaret yên dîrokî ku dibin sembolên hevbeş di nava wî miletî de, mîna roja serxwebûnê, roja şehîdan…h.d. Hebûna çend dezgehên giştî ku xizmetê bikin di jêr navê welat de û ew xizmet têkevin berjewendiya milet bi tevayî, bêyî cudahî û tu cêwazî, xizmeta welatiyan bikin bêyî ku bandora nijad, ol li wan dezgehan hebe bi taybet dezgehên ewlehî û leşkerî ku bi sitûna avakirina welat têne nasîn û bi awayekî rêkûpêk kar û xebatê bikin. Helbet pêwîste ku em bizanin ev dezgeh, gellek caran ne bi axaftinê têne meydanê, belkû hin caran bi golên xwînê jî têne meydanê, û dibin encamên kirîza komelayetî û guhertinên civakî, bi rengê ku ev kirîz û guhertinên civakî hişmendiyeke giştî derbarê van dezgeh û sembolan de çê dike û dibin tiştên pîroz li bal milet. Rewşa Kurdistan û kurdan rewşeke taybet e û kêm pirs mîna pirsa kurdan aloz heye, lewma em dibînin ku kurd

êdî zimanê kurdî wekû zimanekî fermî bê qebulkirin. Ji bilî vê yekê derbarê jinan, jin tevlî warê siyasî û civakî bûn û di 14ê adara wê salê de, Yekîtiya Jinên Kurdistanê hate avakirin ku hevjîna Qazî Mihemed, Mîna Xanim di xebatên jinan de roleke aktîv lîst.

Welatiyên kurd:

Kanton wê Kurdistanê perçe bikin

xwedan gellek kêşe û pirsgirêk in, ne tenê bi dagîrkerên welatê wan re, lê gellek kêşeyên din yên navxweyî jî hene û hêj ew pirsgirêk berdewam in. xalên yekgirtî di nava kurdan de gellekî kêm in û her ku ew xalên nakok di navbera wan de kêm dibin, berû pirsgirêkeke din ve diçin. Yek ji giringtirîn xalên ku kêşe li ser peyda dibin ew e leşker û hêza leşkerî ye çimkî ev hêz roleke sereke dilîze bi taybet di demên têkoşîn û şerê li dijî dijminê gelê kurd e. Gellek nakokî li ser vê xalê peyda dibin û hin caran dibin sedema şerê birakujiyê jî. Li seranserê xebata kurdan bo rizgarî, serxwebûn û azadiya Kurdistanê navê şervanên kurd bi Pêşmerge tên naskirin, ta astekê ku kurd li gellek dever û welatan wekû Pêşmerge têne nasîn, her wisa hêzên Pêşmerge mêjûyekî dûrûdirêj bi têkoşîneke pîroz û mirovan e re heye. Niha di şerê li dijî Dewleta Islamî li Îraq û Şamê (DAIŞ) de, Pêşmergeyên leheng yên Kurdistanê bûne navekî pîroz li seranserê cîhanê û tê nasîn wekû hêza li dijî terorê li ser zemînê. Îro, li hin devrên Kurdistanê hêzeke din ya kurdî şer dike li dijî terorê lê di jêr navên ne kurdî de.. mixabin şehîdan jî dide û xwînê jî dirjîne. Her dem hestê kurdayetiyê li bal hemwelatiyên kurd ji ber van navên pirr ku hêzên kurdî li xwe dikin tê jibîr kirin. Lewma ez dibêjim ku bila hemû hêzên kurdî di bin yek navî de şer bikin, ew nav jî Pêşmerge be ji ber ku şervanên kurd ji destpêkê de bi vî navî hatine naskirin û çê nabe ku ev nav neyê li xwe kirin, wê wisa paştir be, tevî ku ez dizanim wê bê gotin Pêşmerge hêza filan partiyê ye. Bi kêmanî emê ji pirsgirêkan rizgar bibin û navê Pêşmerge sembola azadiya Kurdistanê ye û dibe ku nîşana vê yekê ew be jî çûna Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bo bajarê Kobanî.

Di 14ê meha çilê paşîn de,

li devera Sinonê ya nêzîkî Şingalê ku ji aliyê Pêşmerge hatibû rizgarkirin, hejmarek ji serkirdeyên PKK û bi amadebûna cîgirê Melbenda Mûsilê ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê YNK Hisên Derman civînek pêk anî bûn. Piştî civînê encûmena kantona bi navê Şingal ku ji 27 endaman pêk hat duriskirin, ev mijar kete rojeva her çar perçeyên Kurdistanê de û welatî û serkirdeyên Kurd pê ve mijûl bûn, li ser vê mijara giring welatiyên Rojavayê Kurdistanê nerînên xwe ji rojnameya Kurdistan re tînin ziman. Welatiyê bi navê Cûdî Mihemed li ser avakirina “Kantona şingal” wiha axivî”Derbarê dirustkirina kantona Şingalê, dibînim ku ev gava PKK gaveke metirsîdar û xeter e û tu carî nakeve xizmeta doz û gelê kurd e. Ev yek nîşana perçebûna Kurdistanê ye, PKK dibêje cemwerê min li Bakurê Kurdistanê hene, pirs ew e

eger PKK berjewendiya gelê kurd dixwaze çima kantonan li Amed û Cizîrê çê nake.” Mihemed Xêr ku mamosteye li Rojavayê Kurdistanê dibêje ku pêwîstiya me bi Kurdistaneke azad û serbixwe heye ne avakirina kantonên ku wê Kurdistanê parçe bikin, tevî ku berê Kurdistan perçe kirî ye û wiha gotinên xwe berdewam dike” Dê heta kengî kurd destikên neyarên gelê kurd bin û xwestekên wan bicih bînin, mixabin.” Tê zanîn ku li dijî hewlên avakirina “Kantona Şingalê” ji aliyê PKK ve, nerazîbûneke tund ji aliyê gellek siyasetmedar û partiyên Kurdî nîşan da û vê dawiyê nûnerê mîrê kurdên Êzîdî Hazim Mîr Tehsîn Beg ragihand ku çêkirina kantonekê li Şingalê ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK ve, destêwerdan e di karê Başûrê Kurdistanê de. Her wiha tekez kir ku ji sedê 80 ji Êzîdiyên Şingalê ligel Başûrê Kurdistanê ne û pêwîstiya wan bi kantonê nîne.

Pişt re tevlihevî di nava PKK bi xwe de jî çê bû û ev yek bû cihê nakokiyan di nava wan de û ev yek hişt ku daxuyaniyekê derbixin ku tê de gotibûn” li Şingalê”kanton nehatiye avakirin û îdiayên ku behsa veqetandina Şingalê ji Herêma Kurdistanê dikin, nerast in.” Serkirdeyê berê yê PKK Osman Ocalan jî li ser avakirina encumen kantona Şingalê ji Rûdawê wiha axivî bû “Başûrê Kurdistanê bi sîstema federalî tê birêvebirin û ev sîstem xizmeta gelê kurd dike û azadiya gelê kurd diparêze û avakirina kantonê li Başûr û Şingalê xizmeta netewa kurd nake, mijara kantonê ji aliyê Qendîlê ve ketiye rojevê de, ne ji aliyê Abdullah Ocalan ve çimkî Ocalan bi devê xwe tiştekî wisa negotiye. Bila PKK li Bakur û Rojava kantonan ava bike ne li Şingal û Başûrê Kurdistanê, divê taybetmendiyên devera Şingalê ku hemû xelkê wir kurdên Êzîdî ne, li ber çavan bên girtin, çimkî xelkê wir pir zilm û zordarî dîtine.

3


4

12ê sibatê -2714 k 1-2-2015 z

çand û Huner

www.Pdk-s.com

Beha Şêxo 2 sitran li ser Kobanî û Pêşmerge tomar kir Hunermendê navdar Beha Şêxo bi mebesta piştgiriya bajarê Kobanî û Pêşmergeyên qehreman yên ku li berên şer de bergiriyê li xaka xwe dikin, 2 sitran tomar kirin. Hunermed Beha Şêxo ku birayê hunermendê navdar Mihemed Şêxo ye û ew bi eslê xwe ji gundê Xecokê yê ser bi bajarê Qamişlo ve û niha li Ewropa bi taybet li Siwêdê dimîne. Derbarê tomarkirina van her du sitranan Beha Şêxo wisa ji rojnameya Kurdistan

re got” Min dixwest ku di riya her du sitranan de piştevaniya xwe bo bajarê Kobanî û Pêşmergeyên Kurdistanê nîşan bidim, min her du sitran li Kampa Domîzê amade kirine da ku nêzîkî penaberan bim û bi êş û azarên wan jî hest bibim.” Şêxo axaftinê xwe wiha domand” Her du sitranên ku min tomar kirine ji helbestên helbestvan Mistefa Etrûşî ne ku berya niha Mihemed şêxo jê re sitran ji gotinên wî sitrabûn”

Eyaz Zaxoyî di bîra her kurdekî de ye

Zarokan sitranên sersalê jibîr kirine Leyla sadûn - Dêrik Wekû tê zanîn ku ji demeke kevin ve şahiyên serê salê di civaka kurdî de têne sazkirin, û tevî ku gellek hewildan di qonaxnan de dihatin kirin ku ev rengê şahiyan bên betalkirin, lê wan şahiyên xwe berdewam dikir û di wan şahiyan de gellek tiştên cuda dihatin kirin, û di wê şevê de heft rengên xwarinên cuda dihatin çêkirin û zarokan di şeva serê salê de xwe didan hev û cilên kevin li xwe dikirin, û bi mû û biskên bizinan rih û simbilên xwe çê dikirin û ew

Dem û dem

kîskê qedem serê salê

binê salê

xwedê kurekî bide kebaniya

malê

kebaniyê dest zerînê

destê xwe bavêj kulînê

para qirdik vir de bîne

zarok mal bi mal di çûn û sitrana serê salê (Dem û dem) digotin û çi mala diçûnê xwediyê malê av bi ser wan de da dikir û pişt re ew zarok xelat dikirin û tişt didan wan, ew tişt jî pere bûn yan genim bû yan jî mêwe bûn. Bi vî rengî sala xwe ya kevin bi dawî di anîn û daxwaza saleke nû bi keyf û xweşî dikirin û bi vî rengî sala xwe diborandin. Lê belê şahiya serê salê jî wek hemû tiştên kurdan xwe ne parastiye û ketiye ber bayê guhertinê, û di dema niha de şahiyên serê salê bi rengekî dîtir tên lidar xistin, û pirê caran şîn û reşiyê bi xwe re

jî tînin, ji ber şevên niha bi fetaşa û tifingan têne derbaskirin û her wiha gellek kes di vê şevê de dixwazin çekên xwe yên veşartî bikarbînin, ji ber vê yekê jî, ji dêvla ku xelk bi serê salê şa bibin û derbasî saleke xweştir bibin, ew rastî xirabiyan tên, mala xwe xira dikin di encamên wan şahiyan de mirovên bê guneh canê xwe jidest didin û dibin qurbanê şaşiyên wan mirovên nezan . Ji xwe zarokên niha sitrana (Dem û dem) nastrên û ta ku zaroktiya xwe jî jibîr kirine û ketine bin bandora şer û pevçûnan de.

Eyaz Zaxoyî, di sala 1961ê de li bajarê Zaxoka delal jidayik bûye, ji zarokatiya xwe de heza wî ji hunerê re hebû û hemû dema xwe di dîwanên dengbêjan de qedandiye û guhdarî dengê wan hunermendan dikir. Eyaz xwendina xwe li Zaxo temam kiriye, her di dema xwendinê de, di ahengên xwendingehan de stran gotine. Pişt re Eyaz seredana Radyoya Kurdî li Bexdayê dike û li wir gellek sitranan tomar dike û hin sitranan jî digel tîpa Dihok ya hunerî de birêve dibe û digel hunermend Erdewan Zaxoyî de jî hinek sitranan tomar dike. Yekemîn kasêta wî di sala 1982 an derket û bi wê kasêtê navûdengiya xwe diyar kir, pişt re ku di salên 1983, 1984 û 1985an jî hin kasêtên din çêkirin. Eyaz di temenê 25 salî de û di roja 20-01-1986an çû ber dilovaniya xwedê. Eyaz bi berhemên xwe yên kêm jî karîbû bala xelkê bikşîne û ta niha xelk ji hunera wî pirr hez dikin, ne tenê li Başûrê Kurdistanê, lê li her çar perçeyên Kurdistanê.


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.