Rojnameya Kurdistan - 158 - Kurdi

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Çirya Pêşîn / 1 - 10 - 2019

Kurdistan-Hejmar (158)

www.pdk-s.com

Nifşekî nû li Kurdistana Sûriyê di jêr metirsiya nezaniyê de ye Meyade Ebdilselam

Ev çend sal in Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê, xwendina bi zimanê Erebî ku danpêdankirî ji xwendevanên Kurd re bêpar kiriye, û wan neçar dike ku rêbazên

wê bixwînin ku li gor idyolojiya Partiya Karkerên Kurdistanê ye.Ev yek jî bûye cihê nerazîbûna xelkê, lê tiştek bi destê wan dernakeve û tenê gazinan dikin. Buşra Xidir wiha di vê derbarê de

dibêje, bê guman ev gava Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê bi erêkirina rejîma Esed bûye, û rejîmê di xwest di riya PYDê re nifşekî nezan ji Kurdan derxîne û ev yek pêk hatiye, ez dikarim

bibêjim ku heta çend salên din dê doktor û endezyarên me li ser destan were hejmartin, û ev bi xwe armanca sereke bû, berya niha bi hezaran xwendekavên me li zanîngehên Şam,

Heleb, Hums û Laziqiyê dixwendin, lê niha ew rêje gelekî daketiye û sedema sereke jî PYDê ye ku rêbazên xwe bi zorê ferz kirine. Mamoste Mihemed Ebdulîlah jî wiha dibêje, divê ev pirsgirêk di demeke

nêzîk de were çareserkirin, heger na dê karesatek rû bide, û dê nezanî bi awayekî bêserûber bê belav kirin, niha nifşekî temam di jêr gef û metirsiya nezaniyê de ye. www.pdk-s.com


2

Çirya Pêşîn / 1 - 10 - 2019

Kurdistan-Hejmar (158)

www.pdk-s.com

Referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê belgehek di destê Kurdan de ye Kurdistan- Salar Mihemed Piştî sala 2003an ku Emerîka kete nav axa Îraqê de derfetek mezin ji bo Kurdên Başûr çêbû ku statuyekê bi dest bixin. Jixwe statuyek jî standin û piştî wê jî kar û xebat di rêya serxwebûnê de dikin. Niha gehiştiye asta giştpirsiya serxwebûnê. 30ê adara 2017an, serok Mesud Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya sekreterê giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî António Guterres kir. Di vê civînê de serok Barzanî ji di gel sekreterê giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî re gotiye ku di demeke nêz de wê referanduma serxwebûnê were kirin û ji Neteweyên Yekbûyî xwestiye ku alikariya wan bikin. Di 2ê nîsana 2017an de Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê li ser referanduma serxwebûnê û bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê civiyan. Li gor siyasetmedarên Kurd ev pêngava yekê bû ku li ser giştpirsiyê her du alî kom bûn. Nûnêrê taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê di 22ê gulana 2017an de got ku Herêma Kurdistanê di derbarê referandumê de em agahdar kirine û her wisa lêzêde kir ku gelê Kerkûkê dixwaze bikeve nava Herêma Kurdistanê.

Her wisa serok Barzanî di 25ê gulana 2017an de çû So�iyaya paytexta Bulgaristanê. Li vir li gel serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borissov hevdîtinek pêkanî û ji wî re behsa referandumê serxwebûnê kir. 14ê îlona 2017ê li Duhokê di navbera Serokatiya Herêma Kurdistanê û Neteweyen Yekgirtî re bi beşdabûna Emerîka, Elmanya, Fransa û Brîtanyayê de hevdîtinek girîng hate kirin. Ji bo referendum bi serkeve du egerên sereke pêwist in, piştgirî û raya navdewletî, ya din jî navxweyî ye, pirsgirêkên navxweyî çareser bibin

û ka dewleta nû dê karibe xwe birêve bibe yan na, wê metirsiya wê li ser cîran û herêmê hebe yan na, ji bo ku encama referendumê cîbicî bibe, pêwist e berî referendumê raya giştî ya cîhanî bê agahdar û amade kirin, nemaze welatên cîran û bi taybetî welatên dagîrkerên Kurdistanê, û peydakirina çareyan ji nakokiyên navxweyî re. Xala balkêş ew e ku partiyên siyasî piştgiriya xwe boyî referendumê diyar kirine, ew jî geşbîniyê li ba mirov peyda dike.Hêviya gelê Kurd bi dewletbûnê Başûrê Kurdistanê ye,

aniha baştirîn derfeta dîrokî di xweşiktirîn guldankê de li ser maseya partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hatiye danîn. Eger hat û bû dewlet hêviya perçeyên din jî mezin, geş û bihêz dibe.Serokê Herêma Kurdistanê bi aliyên siyasî, partiyên û hinek bûrokraten re 7ê pûşpera 2017an de li Pîrmamê kombûnek pêk anî. Di wê kombûnê de biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê hate îlankirin ku referandûm di 25ê îlona 2017an de were kirin. Parlamentoya Kurdistanê jî 15ê îlona 2017ê de ev biryar pesend kir. Di vê

civînê de amadebûyên civînê bi koma dengan li ser van çend xalan li hev kirin: Roja 25ê Îlona 2017ê weke roja sazkirina referandumê li Herêma Kurdistana Iraqê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya herêmê hat diyarkirin. Duyem: Her ji roja dawîhatina civînê heta dema birêveçûna referandumê, hemû alî xebatê ji bo ji bo çalakkirina parlamentoyê û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bikin, ew yek jî bi armanca bi dest xistina komdengiya niştimanî. Sêyem: Tekezî li ser başkirina debar

û rewşa jiyana xelkê û awirdan li arîşeyên aborî yên hevwelatiyên Kurdistanê û mûçewergir û çîn û tijwêj û xelkê kêmdahat hat kirin. Çarem: Biryar hat dayîn ji bo pêkanîna Encumena Bilind a Referandumê bi serokatiya Mesûd Barzanî. Herwiha biryar hat dayîn, ku heta roja 12ê îlona 2017an partiyên siyasî nûnerên xwe bo beşdarbûn di çend komîteyên taybet bi referandum û piştî referandumê de diyar bikin. Herwiha tevî �işarên dewletên referandum hate kirin, û zêdetirî 92 ji sedî deng anî, lê careke din dostên Kurdan nebûn û ew bi tenê hiştin, lê siyaseta Serok Barzanî nehişt ku zirar bighê miletê Kurd.Mihemed Xidir wiha derbarê referanduma Başûrê Kurdistanê dibêje, hertim ez dibêjim ku ev referandum belgeheke d destê Kurdan de û her dema pêwîst bike, dê bikar bînin û ti kes û alî nikare mafê çarenûsa miletekî zindî ku li ser axa xwe dijî binpê bike, lewma dive civaka navdewletî li dijî vê yekê derneke û piştgiriya mafê rewa yê gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê bike û nirxê demokrasiyê li cîhanê biparêze hebûna Kurdistanê jib o civaka navdewletî jî baş e ji ber ku dê bibe hevpeymanekî wan li ser asta deverê lewma divê piştevaniya Kurdistaneke serbixwe û azad bikin.

Çareseriya pirsa Kurd dewlet e

Mahir HesenElmaniya

Encama referenduma serxwebûnê rojeke dîrokî ye, ku gelê kurdistan xwe ji tu kesî re neçemandin. Weke tê zanîn di roja 07.06.2017ê di bin serwertiya Serok Mesûd Barzanî aliyên xwedî bandor li Başûrê Kurdistanê civiyan û biryar dan ku di roja 25.09.2017ê

de referenduma serxwebûna Kudistanê bê kirin. Tevî ku Hikumeta Kurdistanê di bin �işareke mezin ya navxweyî, welatên Dagirker û cîhanê de bû, lê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî biryar da referandum bipaş nekeve û di dema xwe ya diyarkirî de bi rê ve biçe. Li Welat û derve aheng,

festival û kernevalê camewerî bi beşdariya Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê rê ve çûn. Ji ber wê, îro Kurdistanî vê rojê bi dîrokî û derfeta zêrîn binav dikin . Bi Referandum dewranek nû dest pêkir, bi vê yekê gelê Kurdistanê roja 25ê îlona par bi hemû taybetmendiyên xwe , ziman , çand û dîrok û

şunas û hemû bingehên pênasandinê weke Miletekî ber bi sindoqan ve çûn .Welatiyên başûrê Kurdistanê bi cil û bergên Kurdî wek roja cejnannetewî xwe amade kirin û bi dilxweşî û devken ji demjimêr 8:00 çûn ser sindoqên dengdanê û li ser çarenûs û paşaroja xwe biryar dan.Ev destkeftiya mezin

ya Serok Mesûd bi agir û hesin danî bo daxwaziyên gihîştina mafên rewa têde madeya 140 a destûra iraqê hat bi cîhkirin û sînorê kurdistanê diparaz , ji lewma dewletên dagirker dixwestin wê bereavjî û binpêk bikin .

www.pdk-s.com


Çirya Pêşîn / 1 - 10 - 2019

www.pdk-s.com

Kurdistan-Hejmar (158)

3

Li dibistanên kampa Kewirgoskê sala nû ya xwendinê destpê kir Raid MihemedKewirgoskê Di 12 meha Cotmeha 2013an Dibistan bi rengekî fermî hat vekirin, û ta niha bi sedê şagirt û Xwendevan lê dixwînin û fêrî babetên corecor dibin, her wiha ku Dibistanê Kampa Kewirgoskê bi Perwereya Xebat ve girêdaye, ji ber vê yekê her sal Xwendevan û Şagirtên pola 9an li kampa Kewirgoskê li ser astê Qezaya Xebat Yekem û Duyem û Sêyem derdikevin, ev yek cihê Şanaziyê ye, lê -îsal sala nû ya nû 2019 2020an ya Xwendinê ku di 21 Rezberê Dest pê kir, hejmarek ji kêşe û Alozî çêbûn û rewşa Xwendinê kete metirsiyê de, ev yek bû cihê dilgiraniya Şagirt û Mamoste û malbata Zarokan, ji bo em vê rewşê şirove bikin û zelal bikin Rojnameya me Kurdistan li gel hejmarek ji Mamoste û Şagirtan hevdîtin kir û nerînên wan stand, di dest pêkê de , Mamoste Rewend Rehman Rêveberê Dibistanên kampa Kewirgoskê ku ji 4 cihan pêk tê ji mere ser destpêka werzê Xwendinê û kêşe û Alozî da xuyakirin û got :" destpêkê de ez spasiya we dikim , di destpêka werzê Xwendinê hejmarek kêşe û Alozî çêbûn, yek ji wan ku 200 Şagirt zêdebûn ser hejmara Şagirtên me , ku polê 1 ê 240 hatine tomarkirin, ev yek pêwîstiye bi cihên nû ji wan re û pirtûên dî û Mamosteyên dî ji ber ku cih teng e, û me ji Perwerdeyê Xebat daxwaz kir ku mîlakê me zêde bikin, ji rexekî dî ve hejmarek mezin ji mamosteyên me girêbestê Rêxistinên Navdewletî ne, ew rêxistin xwe dane alîkî, xwe ji pişta mamosteyan dûr kirine, û ev dû Heftî derbas dibin û em ta niha li benda Rênimayên nû

ne û biryarên nû ne ji ."Wezareta Perwerdeyê Di derbarê Rêbaza Xwendinê ku di navbera herdû zimanên Erebî û kurdî wunda bûye, mamoste Rewend ji me re zelal kir û got :" Rêbaz ya Herêma Kurdistanê ye bi zimanê Erebî ye weke salên bûrî û ta niha tu biryarên nû nînin ser guhertina rêbazê, lê Pirtûkên polê 1ê kêmin û kevin in û gelek babet nînin û hin Pirtûkên polên dî jî kêmayî heye, lê di derbarê cihê Xwendinê ez hêvî dikim ku ev Rêxistinên di nav kampê de ku cihê wan vala ye ku bidin me û em bikin cihê Xwendinê û kêşeya cih çareser bikin ."

Di derbarê Serkeftina Şagirtan ser Astê Qezaya Xebat, Mamoste Rewend Rehman got:" bendeke kurdî heye dibêje (Destek bi tenê çepka nade) belê bi zîrekbûn û jêhatbûna şagirtan û guhdana Mamosteyan û palpiştiya malbatan ev 3 sal in Şagirtên me serkeftî dibin ez spadiya her kesî dikim ku alîkar e di vê derbarê de , û ji Rêxistinan daxwaz dikim ku Sotemenî dabîn bikin ." ji Dibistanê me re Ji rexê xwe ve Berpirsa dibistana Keçikan ji polê 6 ta 9 li kampa Kewirgoskê Mamoste Firyal Ebdo derbarê rewşa Xwendinê û kêmaiyan got:" rewşa

me baş e mamosteyê me pabendin di karê xwe de û erkê xwe bi cî dikin bi ser gelek kêmayî û alozî û kêşe hene, Mamoste guhdaneke mezin dikin, bi taybetî ku ev çend sal ser hev serkeftî derdiçin ser astê Qezaya Xebat û deşta Hewlêrê, her rêzek polek ji 25 ta 29 şagirtin lê cihê wan teng e, di derbarê vê yekê ez ji Rêxistinan û ji Perwerdeyê û ji partiya me PDK-sê dixwazim ku destwerdanekê bikin û alîkariya me bikin bi taybetî dabînkirina cihekî baş ji şagirtên me re, û kêşeya mûçeyê mamosteyan jî çareserbikin bi taybetî ." mûçeyê kevin Mamoste Riweyde Fadil

Kerîm, Mamosteya Zimanê kurdî ye Zaravê Soranî, ser Ezmûna wê di nav Dibistanê kurdê Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê di nav kampan de, ji me re axi�î û got:" bi rastî Ezmûneke pir xweş e, ez pir kêfxweş im tu kêşe û Alozî bi min re çênebûn bi taybetî ku astê Şagirtan pir baş e ." ev yek wize didê me Di derbarê fêrkirina zimanê Kurdî bi zaravê Soranî û zehmetiyê ku dikevin li pêşiya Şagirtan, Mamoste Riweyde got ;" bi rastî Şagirtan pir zû fêrî ziman bûn û tu alozî nînin ji ber ku em jî fêr û Hînî Kurmancî bûn û ew jî fêrî Soranî bûn, ev

." yek cihê dilxweşiyê ye Ji bo em nerîna Şagirtan jî ji nêzîk ve nas bikin, me lêdwanek bi 2 Şagirtên pola 9an re kir, Darîn Mizgîn Ehmed ku ji polê 3an li kampa Kewirgoskê dixwîne ta ku gihişte polê 9an, got:" Dibistan dest pê kir em pir ji Dibistanê hez dikin pirtûkên me hin ji wan kevin in û Dibistana me hate guhertin ya Nû ji me re Teng e û Hobê ."Xwendinê pir Biçûk in Me ji Darîn pirsî ku Armanca wê çi ye di Xwendinê de, got :" ez dixwazim bibim ." Endezyara Avakirinê Ji rexê xwe ve Solîn Silêman Igêlî jî hevala Darîn got:" Hobê me Teng in û pirtûkên Kurdî û Olî kêm in û hin ji pirtûkan têk çûne, pêwîstiya me bi cihekî ferehtire ta mamoste jî li ." vir ne kêfxweş in Di derbarê Armanca wê ji me re got:" ez dixwazim Xalên min pir bin yan Pijîş yan Endezyarî bixwînim li ." zanîngehê Hêjaye were gotin ku herdû Şagirt ji me re gotin ku Xwendina li Rojavayê Kurdistanê û li Sûriya nayê bîra wan tenê Darîn got navê mamosteyekî tê bîra min navê wî Ebdo Qero ye, ku Xwendin û Jiyana wan tenê maye kampa Penaberan bê ku hêvîyek yan asoyek hebe ji bo .vegera ji bo welêt www.pdk-s.com


Çirya Pêşîn / 1 - 10 - 2019

Kurdo Rabe

Çand û Huner

Kurdo rabe heta kengî Tê raza bî di rojê da Cîhan gihan li ser heyvê Tenê mayî di pojê da ! Di pojîna dem û weqtê Nejînî tu di dojê da Nejî kole di bin dest î Di jan kêşî , di sojê da Derfet hatiye bernede Karwan dimeşe di rê da Çavan ji xewnan tu vek î Zengilê azadyê lê da Çek û pênûsan hilgire Serxwebûn wê bê di pê da Tê bibî welat û dewlet Tenê nemîn di xewê da Ji nav çirave derkeve Neheng pirin di avê da Şareza bî di nêçîrê Gepê derîn ji davê da Gur û çeqel lê civyane Dev bixwînin her gavê da Ger gepa xwe bi dest nexî Dê xurd biçe di ravê da Carek tenê binêre dor Xwe rapêçan e di rextê da Diparêzin xaka xwe ew Lêdixin lêda bextê da Di lîska xap û şetrencê Keşmelek dibin wextê da Ser mase ya dorpêç kirî Kaxez maye bin textê da Mafê te tê deye Kurdo Veke nehêl di pêçê da Ger ma û tozê xwe lê girt Bê maf dimîne d'rêçê da Dîrok dergehê sezane Matma nebî bê vê çê da Babîsok dikî şîretê Didî riyê, ne lêçê da .

Efrîn

Nedwa Yûnis Efrîn keça Kurdistanê Xuşka Kerkûk û Kobanê Rayê dil vaye dijenin Agir ket cergê Botanê Efrîn îro jî nale nale Wêrane warê Kurdan e Ji bona serxwebûna me Dijminê wek hov û hirçan e Efrîn bûka Kurdistanê Dibin cenga vê cîhanê Bûye nerxê serhildanê Bi şoreş û berxwedanê Efrîna min nale nale Îro bê dost û hevale Êş û jan lê xemlîne Ew li benda Pêşmergane Efrîna min wê rizgar bê Deng li çi hanê belav bê Efrîn sînorê Kurdistanê Ji bo roja serxwebûnê

4

Divê Stranên foloklorî bêne nûjenkirin, û bi şêweyekî ciwan bêne pêşkêş kirin Kurdistan- Adil Mecîd

Babîsok Amûdê

www.pdk-s.com

Her milet tekez bi stranên xwe yên foloklorî û yên kevin navdar e, û hunermendên wan stranan bi awayekî modêrn nûjen dikin, û nahêlin bêne jinavbirin, lewma stranên Kurdî yên kevin gelek in û divê bi her şêweyekî be werin parastin, û divê her hunermend bi ço awayî be wan nûjen bike, lê gotinên wê neguherîne û mîna berê bihêle. Mihemed Doqo wiha di vê derbarê de dibêje: Stranên Kurdî yên kevin, pirtûkxaneyeke devokî di zimanê Kurdî de saz dikin, di nav wan stranan de dastan, şer û evîna bav û kalan hatiye belgekirin, lê gelo hê cihê van stranan di dilên guhdaran de heye yan na, lê ev jî pirseke û divê bersiva wê hebe û guhdan li van stranan were kirin û neyên jibîr kirin, stran û kilamên kevin û foloklorî gelekî xweş in, lê guhertinek çêbûye ku nifşên nû li stranên nû û yên niha guhdar dikin, tevî

stranên me yên kevin bi wate û gotinên xweş zengîn in, em bi hêvî ne guhdan bêhtir bi taybetî bi stranên şeran hebe û alavên ragihandinê tilivizyon û radyo jî di vî warî de beşdar bibin ji bo gelê me li çanda xwe ya resen vegerîne, û xelkê han bidin ku li foloklora xwe vegere, divê malbat jî bi vî karî rabin û nehêlin zarokên wan tenê li stranên nûjen gudarî bikin, divê li yên berê jî guhdar bikin, da ku zanyariyên wan li ser foloklor û çand hunera wan hebe, û ne nezan bin di vî warî de, gelek kes hene nizanin ku ev stran foloklor e tevî ku bi rengekî nûjen hatiye gotin lê ew foloklor e. stranên folklorî kêm li ser ragihandinê belav dibin, ez pir ji wan hez dikim, bi taybetî ewên ku serpêhatiyên demên berê pêşkêş dikin, nabe divê her sibeh di ragehandina me de werin belavkirin û ji guhdaran re bibêjin ku ev stran foloklor e yan ya �ilan hunermendî ye, da ku di mejiyê guhdaran de çandî bimîne û neyê jibîr kirin, ragehandin

divê rola xwe bibîne û vê pirs û mijara giring piştguh neke.Dîdar jî wiha derbarê vê mijarê de dibêje,windakirina stranên bav û kalan windakirina çandekê ye, ew stran wêneya rastiya civak û jîweriya me bûn, niha xortên me berê xwe didin Hîphopê û stranên nûjen ji bo hestên xwe derbirin, bila ragihandin ji wan re bêje di dîroka stranên Kurdî de jî, stranên evînê û stranên şeran hene, em ne li dijî van stranan in,beramber

Fîlmê Humanist, çîroka Şewket Epozdemir û 17 hezar şehîdên din Idrîs Hiso -Duhok Humanist yek ji belge�îlmên ku di pêşbirka belge�îlmên Kurdî de, ya heftemîn �îlmefestîvala Duhok a navdewletî de beşdar bû, pêşbirkî li gel 6 belge�îlmên Kurdî yên din dikir. Humanîst behsa xebat û jiyana parêzerê Kurd ê navdar ji xelkêl Bayikan gundê Minar ser bi parzgeha Sêrtê ve ye û ew li Tetwanê dijî navê wî Şewket Epozdemir e, dike. Şewket Epozdemir di 25.11.1993 an de tê terror kirin û doseya kuştina wî jî li cem hikûmeta Tirkiyê bê encam tê girtin û tê tomar kirin wek tawana ku bikirê wê nediyar e. Li Tirkiyê bêhtir ji 17000 bûyerên kuştinê li dijî kesayetî û welatiyên Kurd hatiye kirin û kujer jî wek dewleta Tirkiyê dibêje – ne diyar- mechûl e. Çîroka Epozdemir yek ji

van çîroka ye. Film dilsoziya Epozdemir, kurdberweriya wî, mirovheziya wî û jîngeh û ajelheza wî derdixe û şanî bîneran dike. Ji bo tomarkirin û berhemînan vî �îlmî, derhêner Keremo (Kerem Tekoglo) hevpeyvîn bi bêhtir ji 30 kesayetî re kiriye û çi belgeyên ku bidest xistine ji bo �ilm bi şêweyekî ciwan û serkeftî bikaraniye. Di 67 xulekan de derhêner dikare bi bîneran nameya jiyan Şewket Epozdemir, riftarên wî li gel mirov û ajelên li dora wî, mêraniya wî ya derberê dose û dozeyên ku her parêzerekî li Tirkiyê xwe newîrbû daba ber diyar dike. Epozdemir di o�îsa xwe de Şahîn û Kew bi hev re xwedî dikirin, Epozdemir dixwest gelên di Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê biratî û hevaltî û hevprvekirinê qebûl bikin û her mirovek

bighê mafê xwe. Lê mixabin dewleta Tirkiyê ku li ser bingeha Yek Ziman, Yek Ala û Yek Welat hatiye avakirin kesên wek Epozdemir ji bo hebûna xwe metirsî dibînin, lewma ji aliyê xwedêgiravî kesêkî nenas hate kuştin. Herkesê di �ilmed diax�in didin diyarkirin ku JITEM Epozdemir kuştiye û dewletê jî doseya

vê yekî lê nabe em stran û çanda xwe jî jibîr bikin, divê komeleyêm hunermendan li ser vê mijra hestiyar kar bikin û nehêlin. Dilêr Cuma jî wiha di vê derbarê de dibêje her kes ji me dizane ku foloklor ji bingehên sereke ne ji bo miletan, û nabe bê piştguhkirin , ya herî giring divê demê de ew e ku em ne ziman û ne foloklorê xwe jibîr bikin da ku em parastina hebûna xwe li ser xaka xwe bikin.

terorkirina wî li dijî Kesekî Nediyar tomar kiriye wek 17000 hezar doseyên din. Belge�îlma Humanist ji aliyê Kerem Tekoglu, ku li Farqîna ser bi Amedê ve di sala 1984 an de jidayikbûye û di maweyê 10 salan de beşdarî di damezrandina 11 saziyên hunerî li Bakurê Kurdsitanê û Tirkiyê kiriye, wek derhêner ji telvizyonên Kurdî kar kirye û heta niha 6 belge�îlmên wî hene, hewiha wî gelek xelatên navdewletî bidestxistine.

www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.