Müslim Çocukların Çizgi Karakterleri Sevmeleri Sakıncalı mıdır? - Tevhid Dergisi, Sayı 88

Page 47

Bi Mane û Bi Şert û Bi Bergeha Wê Ve LÂÎLAHEÎLLALLÂH

"Lâîlâheîllallah" îlân kirina wê tiştî ye ku; ji Allah pê ve qet tu heyînî ne layiqê îbâdetê ye. Heyat bi tevahî îbâdet û abdîtîya Allah e.

MANEYA KELÎMEYA TEWHÎDÊ A BERFİREHÎ Osman SADIKOĞLU

Beşa (6.) Şeşemîn Îlâh ew e ku îbâdet lê tê kirin e. "Lâîlâheîllallah" îlân kirina wê tiştî ye ku; ji Allah azze we celle pê ve qet tu heyînî ne layiqê îbâdetê ye. Me di rêzên jor de der heqê maneya îbâdetê de hin mîsalan dabû. Em vîya bizanibin; ew tiştên ku Allah jê qaîl e û li mûmînan jî emîr kirîye, navê wê tiştê îbâdet e. Yanê heyat bi tevahî îbâdet û abdîtîya Allah e azze we celle. Dema ku em dibêjin "Lâîlâheîllallah" em bi vê gotinê di heman demê de soz û ehdekî didin Allah azze we celle. Bi vê gotinê re em van soz û ehdan jî didin: "Emê abdîtîyê di temamê qada jîyana xwe de teqdîmê te bikin. Her çi xêr û zerar hebe em enceq ji te dizanin. Em destê xwe tenê bitenê ji te re vedikin û dûa û daxwazîyên xwe ji te hêvî dikin. Em enceq tewekkûlê te dikin û rexbeta me jî ji te re ye. Hezkirina me jî û bûxza me jî tenê bitenê ji bo te ye.

45


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.