Mişk çirok

Page 1

ERÊ MAL ŞEWITÎ, LÊ JI MIŞKAN RA JÎ NEMA

Di malekê de gelek mişk hebûne. Mişkan di wê malê de hêlîna xwe çêkiriye û tim li hevraz û berjêr dane lotikan. Hêdî hêdî mişk ji alîkî ve jî dizên û her diçe li hev zêde dibin. Wisa zêde dibin ku jina malê êdî nikare ji dest mişkan îdare bike. Di dawiya dawî de jinik serê xwe hildide û ji mêrê xwe re dibêje: “Ka tu çito mêrî? Mişkan va ye çavên me derxistin. Ji dest mişkan em çûn ahûzarê. Ma tu nikarî ji heqê van mişkên heram jî derkevî? Mêrik hêrs dibe û ji jina xwe re dibêje: “Jinik de tu bisekine, ez ê vê carê eseh çareyekê ji wan re bibînim. Ez ê tiştekî wisa bînim serê wan mişkan ku ecêba wisa di darê dinyayê de tu kesî nedîtiye. Mêrik bi pey mişkan dikeve. Bi vir de berdidê, di wir de ber didê, di dawiyê de mişkekî bi saxî digire. Mêrik pîneyekî li mişkê ku girtiye mehkem mehkem diwalîne û bi benekî ve jî baş girêdide, dûre jî niftê di ser mişkî de dike û agir ber didê. Agir bi mişkî dikeve. Mişk wekî gogeke êgir di hundurê malê de direve xwe li wî alî û li vî alî dixe. Dikeve qula mişkên din, ketin û derketina wî dibe yek. Çimkî mişkên din jî ji ber agirê wî mişkî ji qula xwe derdikevin. Piştî wî mişkê ku agir pê ketiye, dikeve çend qulê din jî, lê bi ketin û derketina wî dîsa dibe yek. Dawiya dawîn mişkên ku ketine ber kerba canê xwe, ji ber kerba jana êgir li vî alî li wî alî didine meydanan. Mişkê agir pêketî wî agir û nifta xwe bi firaq û têkberên nav malê jî dide. Hêdî hêdî eşyayên malê jî agir digirin. Bi vî awayî agir bi malê dikeve. Berê berê agir li her derê zêde dibe, dû û dûxan bi ser malê dikeve. Der cînar heya ji bo alîkariyê tênê û heta avê tînin, agir bi her dera malê dikeve û mal dibe rijik, dibe xwelî. Jinik destê xwe li çoka xwe dixe û ji mêrê xwe re dibêje: “Mêrik te çi anî serê me? Di rûyê wan mişkên heram de te mal jî şewitand.“ Mêrik dibêje: “Erê mal şewitî, lê ji mişkan ra jî nema!..

ERÊ MAL ŞEWITÎ, LÊ JI MIŞKAN RA JÎ NEMA

Di malekê de gelek mişk hebûne. Mişkan di wê malê de hêlîna xwe çêkiriye û tim li hevraz û berjêr dane lotikan. Hêdî hêdî mişk ji alîkî ve jî dizên û her diçe li hev zêde dibin. Wisa zêde dibin ku jina malê êdî nikare ji dest mişkan îdare bike. Di dawiya dawî de jinik serê xwe hildide û ji mêrê xwe re dibêje: “Ka tu çito mêrî? Mişkan va ye çavên me derxistin. Ji dest mişkan em çûn ahûzarê. Ma tu nikarî ji heqê van mişkên heram jî derkevî? Mêrik hêrs dibe û ji jina xwe re dibêje:


“Jinik de tu bisekine, ez ê vê carê eseh çareyekê ji wan re bibînim. Ez ê tiştekî wisa bînim serê wan mişkan ku ecêba wisa di darê dinyayê de tu kesî nedîtiye. Mêrik bi pey mişkan dikeve. Bi vir de berdidê, di wir de ber didê, di dawiyê de mişkekî bi saxî digire. Mêrik pîneyekî li mişkê ku girtiye mehkem mehkem diwalîne û bi benekî ve jî baş girêdide, dûre jî niftê di ser mişkî de dike û agir ber didê. Agir bi mişkî dikeve. Mişk wekî gogeke êgir di hundurê malê de direve xwe li wî alî û li vî alî dixe. Dikeve qula mişkên din, ketin û derketina wî dibe yek. Çimkî mişkên din jî ji ber agirê wî mişkî ji qula xwe derdikevin. Piştî wî mişkê ku agir pê ketiye, dikeve çend qulê din jî, lê bi ketin û derketina wî dîsa dibe yek. Dawiya dawîn mişkên ku ketine ber kerba canê xwe, ji ber kerba jana êgir li vî alî li wî alî didine meydanan. Mişkê agir pêketî wî agir û nifta xwe bi firaq û têkberên nav malê jî dide. Hêdî hêdî eşyayên malê jî agir digirin. Bi vî awayî agir bi malê dikeve. Berê berê agir li her derê zêde dibe, dû û dûxan bi ser malê dikeve. Der cînar heya ji bo alîkariyê tênê û heta avê tînin, agir bi her dera malê dikeve û mal dibe rijik, dibe xwelî. Jinik destê xwe li çoka xwe dixe û ji mêrê xwe re dibêje: “Mêrik te çi anî serê me? Di rûyê wan mişkên heram de te mal jî şewitand.“ Mêrik dibêje: “Erê mal şewitî, lê ji mişkan ra jî nema!.. MUSTAFA BORAK


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.