
15 minute read
RIN
by dicle
JI ÎXANET Û ŞIKESTINÊ BER BI BERXWEDAN Û RIZGARIYÊ
A: CIWAN ÊZÎDXAN
Advertisement
Şengal ji sala 2003’an heta 2014’an dibin desthilatiya PDK’ê ma. Dema DAIŞ êrîşî Şengal kir, hêzên PDK’ê li Şengal bûn û soz dabûn ku wê Şengal biparizên. Lê vê nekirin. Li Şengalê îxaneta PDK’ê rê li ber şikestin û dagirkirinê vekiribû. Jiber îxaneta PDK’ê bi sed hezaran Êzîdî ji neçarî koçber bûn û bi hezaran hatin qetil kirin û bi hezaran jî bêser û şûnin. Berîya komkujiya Şengal, Rêber Apo digot“Divê Êzdiyatî bijî”. Ji bo Êzdiyatî bijiya jî diviya ku Şengal bihata parastin. Gerîlayên PKK’ê bi vê erka pîroz re rabibûn, berê xwe dabûn çiyayê Şengalê û Êzîdiyan parastin. Di 13’ê Mijdara 2015’an de bi pêngaveke berfireh a leşkerî navenda Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Ev pêngav bi pêşengiya gerîlayen HPG û YJAStarê, şervanên YPG û YPJ’ê û yekineyên berxwedana Şengalê ve hate rêvebirin. Niha 6 sal di ser vê pêngava dîrokî re derbas dibe ku di nav van salan de ji qirkirin û fermanê ber bi Şengaleke xweser û azad ve gavên mezin hatine avêtin. Beguman gelek xal û mijar hene ku di çarçoweya rizgarkirina Şengalê û 6 salên dawî de werin nirxandin. Lê ya girîng ew e ku em xeta îxanetê ku rê li ber şikestin û ketina Şengalê vekir û xeta berxwedêr a ku Şengalê parast û rizgar kir car din destnîşan bikin. Ji ber ku di demên dawî de, li hemberî hêzên berxwedêr ên ku Şengalê parastine êrîşên giran hene û di serî de PDK, hêzên ku rê li ber fermanê vekirin, dixwazin xwe wekî rizgarkerê Şengalê nîşan bidin. Ji ber vê yekê du pirsên esasî hene ku werin bersivandin; kî rê li ber şikestina Şengalê û fermanê vekirin û kî Şengal parast û rizgar kir.
Heya fermana 2014’an PDK serwerê Şengalê bû
Wekî tê zanîn piştî hilweşîna Sedam Hisên, Şengal bi giranî di bin serweriya PDK’ê de bû. Ev serwerî heya 2014’an bênavber berdewam kir û PDK’ê xwe wek parêzvanê Şengalê û Êzidiyan nîşan da. Di vê salê de plansaziyeke nû ji bo şerê li Rojhilata Navîn hate amadekirin. Ji ber ku Şoreşa Rojava hevsengiya şerê li herêmê guhertibû û bayê şoreşê, Rojhilata Navîn dabû ber xwe. Ne tenê dewleta Tirk an jî rejîma Beas a Sûrîyê ji vê rewşê bi fikar bûn. Her wiha hêzên sermayedar ên cîhanê jî ji şoreşa Rojava tirsiyabûn û dixwestin rê li ber belavbûna wê bigirin.
Rê li ber DAIŞ’ê tê vekirin
Tam di vê noqtê de di 1’ê Hezîrana 2014’an de civîneke veşartî li Ammanê hate lidarxistin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Erebîstana Siûdî, dewleta Tirk, Îsraîl û PDK tevlî vê civînê bûn. Girîngiya vê civînê ew e ku bi vê civînê re qada Îraq û Başûrê Kurdistanê û pey re qada Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji DAIŞ’ê re hate vekirin. Dema 10’ê Hezîranê DAIŞ’ê êrîşî Mûsilê kir, dinya hemû matmayî ma. Lê dagirkirina Mûsilê jî di nav de, tevgera DAIŞ’ê ya li herêmê di vê civînê de hatibû plankirin. Dorpêçkirina Şengal û Rojava xalên esasî ên vê planê bûn û ev plansaziyeke kurewî bû.
Rêber Apo: DAIŞ JÎTEM’a Rojhilata Navîn e
Di nav salên borî de pênase û rola DAIŞ’ê ya li Rojhilata Navîn bû mijara gelek nîqaş û nirxandinan. Lê yê ku rastiya DAIŞ’ê ji roja destpêkê ve zelal kir Rêber Apo bû ku digot “DAIŞ, JÎTEM’a Rojhilata Navîn e”. JÎTEM’a Kurdistanê ji bo rê li ber tevgera azadiyê bigire hatibû rêxistinkirin, vê carê jî hêzên navneteweyî û dewletên kevneperest ên herêmê, ji bo fikrên Rêber Apo li Rojhilata Navîn belav nebe û rê li ber şoreşa gelan veneke DAIŞ’ê berdabûn qada şer.
PDK’ê ferman da ku hêzên wan li ber xwe nede Piştî di 10’ê Hezîranê de Mûsil teslîmî DAIŞ’ê hate kirin, êdî parastina Şengal, Telafer, Mexmûr, Kerkûk û Germiyanê jî nemabû. Êzidiyên li Şengalê ketibûn nav tirs û fikara DAIŞ’ê û rê ji bo parastinê digeriyan lê PDK’ê soz dida ku ewê Şengalê biparêzin û ne hewce ye amadekariya parastinê were kirin. PDK’ê ku li şûna ji bo
parastina xwe û ji Şengalê heya Rojava rêya rizgariyê ji bo Êzidiyan vekirin.
Piştî parastina Şengalê qonaxeke nû destpê kir
Destwerdana gerîlayên PKK’ê û şervanên Rojava li Şengalê qonaxeke nû da destpêkirin. Êdî Çiyayê Şengalê hembêza xwe ji parêzvanên xwe re vekiribû. Cara yekem bû ku hêzeke li hemberî DAIŞ’ê xwe digirt û li ber xwe dida. Dikare bê gotin DAIŞ şikestina yekem li Şengalê xwar û pişt re bi berxwedana Kobanê re êdî têk çû. Merheleya parastinê temam bibû, dor hatibû ser pêngava rizgarkirina Şengalê. Ji vê demê şûn ve êdî rewşa şer diguherî û her wiha dîrokeke nû ji bo Êzidiyan destpê dikir. Şengal bi pêngava hevdem a gerîla û şervanên YPG û YPJ’ê re di encama şerê kolan bi kolan de hate rizgarkirin. Yên îxanet li Şengalê kirin niha dixwazin xwe wekî xwedî vê serkeftinê nîşan
bidin. Lê hemû propagandayên hatin kirin jî, nikaribû rastiya Şengal û berxwedaniya gerîlayên azadiyê veşêre. Îxanet li Şengalê ranewestiya û ji Zagrosan heya Şengal, Kobanê êrîşeke berfireh li ser hêzên ku Şengalê rizgar kirine dane destpêkirin. Hemû hêzên cîhanê û herêmê xwe amade kiribûn ku Şengal teslîmî DAIŞ’ê bibe û qirkirina Êzidiyan a bi sedan salan êdî temam bibe. Hêzên navneteweyî xwe ji mij ve amade kiribûn ku ji bo jenosîda Êzidiyan hin daxuyanî bidin û çend rondikan birijînin. Lê ev berxwedana ku tu kesî hêvî nedikir, rewşê guhertibû. Gerîla û şervanên Rojava, Çiyayê Şengalê kiribûn stargeh. Bi dehezaran Êzidî xwe spartibûn çiyayê pîroz. Ji bo parastina civakê keç û xortên Êzidî dihatin perwerdekirin. Ev perwerdehiya bi çend kesan destpêkir, di demeke kurt de veguherî artêşa parastinê ya Êzidiyan. Yekineyên Berxwedana Şengalê(YBŞ), Yekineyên Parastina Jinên Şengalê(YPJ-Şengal) ku pişt re navê xwe kir YJŞ(Yekineyên Jinên Şengalê) li vê stargeha pîroz ava bûn. Bersiva Êzidiyan a li hemberî fermanê artêşbûn bû. Ev jî qonaxeke nû di dî dîroka Êzidiyan de bû.
Ji bo rizgariyê Fermandariya Êzîdxanê hate avakirin Beriya pêngava rizgarkirina Şengalê destpê bike, hem li başûr
hem jî li bakurê Çiyayê Şengalê gelek komelgeh û gund hatin rizgarkirin. Êdî parêzvanên axa pîroz xwe ji çiyê berdidan deştê û her roj di çeperekî de derb li DAIŞ dixistin. Hêzên parastina Şengalê rewşa parastinê derbas dikirin û dest bi rizgarkirina axa pîroz dikirin. Êdî rizgarkirina navenda Şengalê hedef û armanca esasî bû. Li ser vê esasê jî di 29’ê Çileya 2015’an de YBŞ, YPJ-Şengal û Hêzên Parastina Şengalê(HPŞ) daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û ragihandin ku wan di bin navê“Fermandariya Êzîdxanê ya Ji Bo Rizgariya Şengalê” de fermandariyeke hevbeş ava kirine. Di vê daxuyaniyê de her wiha bang li PKK, YNK û PDK’ê hat kirin ku destekê bidin fermandariya hevbeş a Şengalê.
Gava yekemîn a rizgarkirinê li Geliyê Şilo hate avêtin
Êdî armanc û hedefa bingehîn rizgarkirina navenda Şengalê bû. Hemû amadekarî li ser vê esasê dihat meşandin. Beguman ev di heman demê de hedefekî zor û zehmet bû. Ji ber ku DAIŞ jî xwe li navenda Şengalê bi hêzeke mezin bicih kiribû û amadekariya şerekî tund û demdirêj dikir. Hêzên berxwedêr ên Şengalê vê rastiyê li ber çav girtibûn û ji bo rizgarkirina Şengalê planeke ji çend merheleyan amade kiribûn. Di çarçoweya vê plana rizgarkirinê de destpêkê di 8’ê Cotmeha 2015’an de li Geliyê Şilo gava yekemîn hate avêtin. Li vir şerekî dijwar qewimî û derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê hate xistin. Di 31’ê Cotmehê de jî pêngava rizgarkirina gundên Rojavayê Şengalê hate destpêkirin. Piştî ku ev her du plansazî biserketin, pêngava rizgarkirina navenda Şengalê hate destpêkirin.
Şengal mal bi mal ji destê DAIŞ’ê hate rizgarkirin
Li navenda Şengalê şerekî dijwar hate meşandin. Çeteyên DAIŞ’ê xwe ji bo şerê bajêr amade kiribûn û mal bi mal xwe bicih kiribûn. Her çiqas hêzên koalîsyona navneteweyî bi balefiran tevlî şer bibin jî, di esas de şerê mal bi mal, şerê sing bi sing hate meşandin. Li Kobanê çawa ku her mal bû çeperekî berxwedanê ya li dijî DAIŞ’ê, Şengal jî mal bi mal ji destê çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Di 13’ê Mijdara 2015’an de jî rizgarkirina navenda Şengalê ji hemû cîhanê re hate ragihandin. Pêngava rizgarkirina Şengalê li vir bi dawî nebû. Vê carê jî wekî merheleya sêyemîn, pêngava rizgarkirina gundên derdora Şengalê hate destpêkirin.
Herkes xwest bibe şîrikê pêngava rizgarkirinê
Di encam de yên ku xwe gihandibûn hawara Şengalê û civaka Êzidî ji qirkirinê xilas kiribûn, Şengal rizgar jî kiribûn. Lê piştî dengvedana vê pêngava dîrokî, herkes xwest ku bibe şîrikê vê pêngava dîrokî. Hêzên navneteweyî yên di bin navê koalîsyona li dijî DAIŞ’ê de, di esas de ew hêz bûn ku rê li ber DAIŞ’ê vekiribûn. Lê niha dixwestin xwe wekî parêzvanê Şengalê nîşan bidin. Ji bo şopandina pêngava rizgarkirina Şengalê hemû ajans û televîzyonên navdar dabûn pey nûçeyan. Şerê li ser rûyê erdê xilas bibû lê şerê propagandayê destpê kiribû. Herkes xwe wekî pêşengê
Bersiva herî xurt a li hemberî van hemû êrîşan di 4’êmîn Kongreya Meclîsa Gel a Şengalê de hate dayîn. Cara yekemîn pêkhateyên Ereb, Şîa û Mesîhî jî tevlî vê kongreyê bûn
vê pêngavê nîşan dida.
Yên îxanet kirin çawa dikarin Şengalê rizgar bikin!
Bi taybet PDK’ê ku ji Şengalê reviyabû û Êzidiyan teslîmî DAIŞ’ê kiribû, dest bi propagandayeke berfireh kiribû. Li ser ekranên televîzyonan operasyonên taybet ên li dijî DAIŞ’ê dihat weşandin. Serokê PDK’ê Mesut Barzanî xwe negirtibû û gotibû “Me li Çiyayê Şengalê Êzidiyan parast û hêzên pêşmerge tenê Şengal rizgar kirin”. Yên ku Şengalê dabûn nav lepên bixwîn ên DAIŞ’ê niha ji bo vê îxanetê veşêrin û car din Êzidiyan bixin bin serweriya xwe, hewl didan xwe wekî lehengên Şengalê nîşan bidin. Gelo yên îxanetê li Şengalê kirin karibûn Şengalê ji nû ve rizgar bikin?
Pêngava gerîla û YPG-YPJ’ê ya hevdem serkeftin anî Di rastiyê de Şengal bi du pêngavên girîng ên ku hevûdû temam
Ji xwe Rêber Apo bi salan beriya fermanê balê kişandibû ser metirsiyên li ser Êzidiyan û daxwaz kiribû ku tedbîr werin girtin. Di dema fermanê de jî wê bigota “Divê Êzdiyatî bijî”
dikin, hatibû rizgarkirin. Li Rojava şervanên YPG û YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê dest bi operasyenên taybet kiribûn. Til Berak û Til Hemis ji çeteyan hatibûn rizgarkirin û operasyona Holê dest pê kiribû. Bi hemahengî, gerîlayên azadiya Kurdistanê jî pêngava rizgarkirina navenda Şengalê dabûn destpêkirin. Ev her du pêngav gihiştîn hev û serkeftin bi vî rengî bidest ket.
PDK cara duyemîn ji Şengalê direve PDK ku xwe li hemberî hêzên berxwedêr sor kiribû, piştî referanduma 25’ê Îlona 2017’an cara duyemîn ji Şengalê reviya. Piştî referandumê aloziyên di navbera herêma Kurdistanê û rêveberiya Bexdayê kûr bibû û ev rewş bandor li ser rewşa Şengalê jî dikir. Piştî ku hêzên Heşdî Şabî berê xwe dan Şengalê, Qasim Şeşo û hêzên pêşmerge yên ku di fermana 2014’an de ji Şengalê reviyabûn, carekî din terka axa pîroz kirin.

Êrîşên li ser Zagros, Şengal û Kobanê
Di 6’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de tiştê herî balkêş ew e ku, êrîşeke berfireh li ser hêzên ku Şengal rizgar kirine heye. Li Başûrê Kurdistanê, gerilayên azadiya Kurdistanê bi mehan e di bin êrîşeke giran de, li hemberî çekên kimyewî li ber xwe didin. Li ser Rojavayê Kurdistanê gef û êrîş bênavber didomin û hewldanên dagirkirinê berdewam in. Li ser Şengalê şereke taybet a berfireh tê meşandin û êrîş li sazî û kesayetên berxwedêr tê kirin. Di esas de, xeta îxanetê û berxwedanê ji Zagrosan heya Şengalê, ji Şengalê heya Kobanê di nav şerekî mezin de ne. Berxwedana Zagrosan, berxwedana Şengalê û berxwedana Rojava di esas de yek berxwedan e.
Rêber Apo: Bila Êzidî jiyana xwe ya azad ava bikin
Derbarê rizgarkirina Şengalê de Rêber Apo ev peyam dabû: “ Ez jî ji gelê me yê Şengalê pir hez dikim. Ji bo azadî û rizgariya Şengalê em dikarin behsa 2 bûyeran bikin. Yekem, Derwêşê Evdî duyem jî têkoşîna hevalên me ye. Ji Şengalê heya Reqayê gelê Êzidî rastî komkujiyê hat. Lê me li van hemû qadan hêzên qirker têkbir û me tola gelê Êzidî rakir. Ji ber vê em kêyfxweş in. Ez rêz û silavên xwe yên bêsînor digihînim gelê Şengalê. Bila êdî ew nekevin nav fikaran, bila jiyana xwe ya azad ava bikin”.
Li Şengalê gavên ber bi jiyana azad ve
Di ser fermana Tebaxa 2014’an ji 7 sal zêdetir, di ser rizgarkirina Şengalê jî 6 sal derbas bûn. Di nav vê dema kurt de di asta şoreşê de guherîn di civaka Êzidî de pêşket. Civaka Êzidî di dîroka xwe de cara yekem hêza xwe ya parastina cewherî ava kir. Civaka ku bi hezaran salan her di bin serweriya desthilatdaran de bû rêveberiya xweser ava kir. Ji perwerdehî heya aboriyê bi dehan sazî û dezgeh hatin rêxistinkirin. Ev hemû di dîroka Êzidiyan de nûbûn û guherînên di asta şoreşê de bûn. Şengal û Şengalî piştî 6 sal ji rizgarbûnê jî, dibin êrîşên hevkarê DAIŞ yên dewleta Tirk ya dagirker dene. Lê Şengalî ji aliyekî vedigerin ser axa xwe, ji aliyek jiyanek nû ji bo xwe ava dikin û ji aliyekî din jî liberamberî êrîşan berxwe di
din. Dinava 6 salan de Şengaliyan rêveberiya xwe ya xweser ava kir û li beramberî hemû êrîşên derve hêzên xwe yên parastinê çêkirin. Êzîdî dixwazin Şengal bibe herêmek xweser a di nava Iraqê de û ji bo wê têkoşînek bêhempa didin meşandin. Dema di 13’ê Mijdara 2015’an de navenda Şengalê hate rizgarkirin, ji bo Êzidiyan pêvajoyeke nû jî destpê kiribû. Ji xwe ev 7 sal in ku civaka Êzidî dibêje “Şengal ne Şengala berê ye”. Rastiya Şengala beriya fermanê çi bû û piştî rizgarbûnê di dîroka Êzidiyan de peleke çawa hatibû vekirin? Dema ev pirs were bersivandin wê encamên pêngava rizgarkirina Şengalê jî baştir were famkirin. Rêber Apo beriya fermanê û bi taybet di fermanê de her dem balê kişandibû ser parastina Şengalê û Êzdiyatiyê. Lê bi taybet piştî berxwedana Şengalê biserket û DAIŞ têk çû, Rêberê Gelê Kurd rengê peyam û hişyariyên xwe jî guherand ku di peyama dawî ya ji bo civaka Êzidî de digot: “Êdî bila civaka Êzidî bê tirs û fikaran jiyana xwe ya azad ava bikin”.
Nûbûn û pêşketina li ser fikrê Rêber Apo
6 salên di ser rizgarkirina Şengalê de derbasbûyî di çarçoweya vê nêrînê de pêş ket. Di serî de keç û xortên Êzidiyan, civaka Êzidî giştî fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nêz ve nas kir. Êzidî, çawa ku ji bo parastinê xwe dispartin Çiyayê Şengalê, ji bo jiyana azad jî xwe spartin fikrê azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd. Civaka Êzidî ku bi sedan salan e ji bo bîr û baweriya xwe biparêze her li ber xwe dabû, cara yekem bû ku bi fikreke nû re gavên nûbûn û guherînê pêş dixist.
Rêveberiya Xweser dest bi pêngava rêxistinî kir
Civaka Êzidî cara yekem di vê astê de ji nasnameya xwe bawer, ji hêza xwe bawer, bi hêvî û xeyalên nû dest bi avakirina jiyaneke nû kir. Di dema fermanê de kar û xebatên rêxistinî bi giranî di qada qarastinê de bûn. Xebatên jin û ciwanan zêdetir ji bo parastinê pêş diketin. Lê bi taybet piştî rizgarkirina Şengalê êdî bi hemû sazî û dezgehên xwe ve Rêveberiya Xweser a Şengalê roj bi roj xwe rêxistin kir, ava kir.
Êrîşên li ser Şengala xweser û azad Lê êrîşên li ser Şengalê piştî rizgarkirinê jî kêm nebû. Berevajî vê, di gelek milan de zêdetir, girantir û berfirehtir bûn. Ji ber ku DAIŞ têk çûbû, êdî hêzên pişt perdê yên wekî PDK û dewleta Tirk zêdetir derdiketin pêş û dixwestin rê li ber Şengala azad û xweser bigirin. Bi vê armancê hewldana yekem a berfireh di 3’ê Adara 2017’an de li hemberî Xanesorê pêş ket. PDK’ê xwest bi çeteyên ROJ, Xanesorê dagir bike. Di encama êrîşên PDK’ê de rojnamevan Nujiyan Erhan jî di nav de 12 kes şehîd ketin. Lê berxwedana gelê Xanesorê rê li ber vê êrîşê girt û PDK biserneket.

Piştî PDK’ê dewleta Tirk dest bi êrîşan kir Piştî ku ev hewldan bi berxwe-
milî de erka parastina Şengalê girtin ser xwe û heya roja me jî vê erkê bi serbilindî pêk tînin.
Piştî vekişîna gerîla êrîş zêdetir bûn
Armanca tevgera azadiyê, Şengalî xwe biparêzin û sîstema ya xweser avabikin. Ji xwe di demên cûda de jî bi daxuyaniyên berfireh vê helwesta xwe bi caran ragihand raya giştî. Lê piştî vekişîna hêzên gerîla jî êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê tundtir û berfirehtir bûn. Ji ber ku gerîla ji bo dewleta Tirk hincet bû. Dewleta Tirk dixwest fermana 2014’an temam bike ji bo vê jî hewce bû pergala rêveberiya xweser bihat belavkirin. Bi vê armancê ji 2017’an heyya 2021’an dewleta Tirk zêdetirî 20 êrîşên hewayî li ser Şengalê kir.
Hedefa dewleta Tirk Şengala xweser û azad bû
Di vê çarçoweyê de dewleta Tirk di 15’ê Tebaxa 2018’an de bi êrîşeke hewayî li Geliyê Şilo Mam Zekî şehîd xist. Mam Zekî di dilê Êzidiyan de “Stûna Êzidxanê” bû. Her wiha pêşengê jiyana nû ya azad a Şengalê bû. Bi vê êrîşê re dewleta Tirk xwest Şengal bê stûn û bê pêşeng bihêle. Pişt re di 15’ê Çileya 2019’an de bi êrîşeke hewayî yek ji fermandarên YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî hate şehîd xistin. Bi cewherî, dewleta Tirk dest bi êrîşên li ser pêşengên civaka Êzidî kiribû da ku xebatên avakirina Şengala xweser bişikê.
Bi pêşengiya jin û ciwanan avakirina xweseriya demokratîk
Ruxmê van hemû êrîşên berfireh jî Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hemû sazî dezgehên xwe ve, gavên girîng ên rêxistinkirina civaka demokratîk pêş xistin. Di 14’ê Çileya 2015’an de Meclîsa Gel a Şengalê hatibû ragihandin. Ji wê demê heya niha di serî de qada parastinê, ji xebatên şaredariyên gel heya projeyên aboriyê, ji tenduristiyê heya xebatên ziman û perwerdehiyê di hemû rehendên pergala xweseriya demokratîk de gavên mezin pêş ketin. Beguman ev pêngava rêxistinkirina civakê
Niha 6 sal di ser vê pêngava dîrokî re derbas dibe ku di nav van salan de ji qirkirin û fermanê ber bi Şengaleke xweser û azad ve gavên mezin hatine avêtin
bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî(TAJÊ) û Tevgera Ciwanan ve hate rêvebirin.
Pêngava rêxistinbûna jinên Êzidî
Di sala 2016’an de Yekineyên Jinên Şengalê(YJŞ) hate avakirin. Jinên Êzidî di dîrokê de cara yekemîn dest bi xebatên parastin û rêxistinê kirin. YJŞ’ê ku parastina Şengalê kir her wiha ji bo tola jinên Êzidî rake tevlî pêngava rizgarkirina Reqayê jî bûn ku ev bajar paytexta çeteyên DAIŞ’ê bû. Jinên Êzidî ne tenê di qada parastinê de di hemû qadên jiyanê de xwe birêxistin kirin. Bi vê mebestê di 2016’an de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî(TAJÊ) hate avvakirin. TAJÊ wekî sîwana jinên Êzidî ji parastinê heya perwerdehî û aboriyê pêşengiya rêxistinkirina jinên Êzidî kir.
Fermana nû ya li ser Êzidiyan, Peymana 9’ê Cotmehê
