KOVAR DICLE
SAL 5
2021/11/30
HEJMAR 25
68
ANALÎZ
Diclepress13@gmail.com
JI ÎXANET Û ŞIKESTINÊ BER BI BERXWEDAN Û RIZGARIYÊ
A: CIWAN ÊZÎDXAN
Şengal
ji sala 2003’an heta 2014’an dibin desthilatiya PDK’ê ma. Dema DAIŞ êrîşî Şengal kir, hêzên PDK’ê li Şengal bûn û soz dabûn ku wê Şengal biparizên. Lê vê nekirin. Li Şengalê îxaneta PDK’ê rê li ber şikestin û dagirkirinê vekiribû. Jiber îxaneta PDK’ê bi sed hezaran Êzîdî ji neçarî koçber bûn û bi hezaran hatin qetil kirin û bi hezaran jî bêser û şûnin. Berîya komkujiya Şengal, Rêber Apo digot“Divê Êzdiyatî bijî”. Ji bo Êzdiyatî bijiya jî diviya ku Şengal bihata parastin. Gerîlayên PKK’ê bi vê erka pîroz re rabibûn, berê xwe dabûn çiyayê Şengalê û Êzîdiyan parastin. Di 13’ê Mijdara 2015’an de bi pêngaveke berfireh a leşkerî navenda Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Ev pêngav bi pêşengiya gerîlayen HPG û YJAStarê, şervanên YPG û YPJ’ê û yekineyên berxwedana Şengalê ve hate rêvebirin. Niha 6 sal di ser vê pêngava dîrokî re derbas dibe ku di nav van salan de ji qirkirin û fermanê ber bi Şengaleke xweser û azad ve gavên mezin hatine avêtin. Beguman gelek xal û mijar hene ku di çarçoweya rizgarkirina Şengalê û 6 salên dawî de werin nirxandin. Lê ya girîng ew e ku em xeta îxanetê ku rê li ber şikestin û
ketina Şengalê vekir û xeta berxwedêr a ku Şengalê parast û rizgar kir car din destnîşan bikin. Ji ber ku di demên dawî de, li hemberî hêzên berxwedêr ên ku Şengalê parastine êrîşên giran hene û di serî de PDK, hêzên ku rê li ber fermanê vekirin, dixwazin xwe wekî rizgarkerê Şengalê nîşan bidin. Ji ber vê yekê du pirsên esasî hene ku werin bersivandin; kî rê li ber şikestina Şengalê û fermanê vekirin û kî Şengal parast û rizgar kir. Heya fermana 2014’an PDK serwerê Şengalê bû Wekî tê zanîn piştî hilweşîna Sedam Hisên, Şengal bi giranî di bin serweriya PDK’ê de bû. Ev serwerî heya 2014’an bênavber berdewam kir û PDK’ê xwe wek parêzvanê Şengalê û Êzidiyan nîşan da. Di vê salê de plansaziyeke nû ji bo şerê li Rojhilata Navîn hate amadekirin. Ji ber ku Şoreşa Rojava hevsengiya şerê li herêmê guhertibû û bayê şoreşê, Rojhilata Navîn dabû ber xwe. Ne tenê dewleta Tirk an jî rejîma Beas a Sûrîyê ji vê rewşê bi fikar bûn. Her wiha hêzên sermayedar ên cîhanê jî ji şoreşa Rojava tirsiyabûn û dixwestin rê li ber belavbûna wê bigirin. Rê li ber DAIŞ’ê tê vekirin Tam di vê noqtê de di 1’ê Hezîrana 2014’an de civîneke veşartî li Ammanê hate lidarxistin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Erebîstana Siûdî, dewleta Tirk, Îsraîl û PDK tevlî vê civînê bûn. Girîngiya
vê civînê ew e ku bi vê civînê re qada Îraq û Başûrê Kurdistanê û pey re qada Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji DAIŞ’ê re hate vekirin. Dema 10’ê Hezîranê DAIŞ’ê êrîşî Mûsilê kir, dinya hemû matmayî ma. Lê dagirkirina Mûsilê jî di nav de, tevgera DAIŞ’ê ya li herêmê di vê civînê de hatibû plankirin. Dorpêçkirina Şengal û Rojava xalên esasî ên vê planê bûn û ev plansaziyeke kurewî bû. Rêber Apo: DAIŞ JÎTEM’a Rojhilata Navîn e Di nav salên borî de pênase û rola DAIŞ’ê ya li Rojhilata Navîn bû mijara gelek nîqaş û nirxandinan. Lê yê ku rastiya DAIŞ’ê ji roja destpêkê ve zelal kir Rêber Apo bû ku digot “DAIŞ, JÎTEM’a Rojhilata Navîn e”. JÎTEM’a Kurdistanê ji bo rê li ber tevgera azadiyê bigire hatibû rêxistinkirin, vê carê jî hêzên navneteweyî û dewletên kevneperest ên herêmê, ji bo fikrên Rêber Apo li Rojhilata Navîn belav nebe û rê li ber şoreşa gelan veneke DAIŞ’ê berdabûn qada şer. PDK’ê ferman da ku hêzên wan li ber xwe nede Piştî di 10’ê Hezîranê de Mûsil teslîmî DAIŞ’ê hate kirin, êdî parastina Şengal, Telafer, Mexmûr, Kerkûk û Germiyanê jî nemabû. Êzidiyên li Şengalê ketibûn nav tirs û fikara DAIŞ’ê û rê ji bo parastinê digeriyan lê PDK’ê soz dida ku ewê Şengalê biparêzin û ne hewce ye amadekariya parastinê were kirin. PDK’ê ku li şûna ji bo