15 minute read

JI KRÎZA KAPÎTALÎZMÊ KÎJAN SÎSTEMÊ DERBIKEVIN

Next Article
RIN

RIN

JI KRÎZA KAPÎTALÎZMÊ KÎJAN SÎSTEMÊ DERBIKEVIN CIVAKA DEMOKRATÎKEKOLOJÎK

ABDULLA OCELLAN

Advertisement

Yek ji kêmasiyên bingehîn ê sosyolojiyê ev e; civakên bi ser dewletê û avahiya hiyarerşîk ên di tevahiya xwezaya dîrokê de diviyabû bi mantiqekî dualî yê diyalektîkê bijîn, nekarî aliyê wan yê din yanî partnerê wan nîşan bide. Mîna ku dîrok bêyî nakokî, tenê li ser xeta sîstemên civakî yên serdest meşiyaye û dimeşe. Çawa ku di her rastiya xwezayî de tê dîtin, nirxên civaka xwezayî di tevahiya dîrokê de wek dijberên civaka dewletparêz û hiyarerşîk rol lîstine û pêş ketine. Bi wan xwe xwedî dike, mezin dike, pêş dikeve û şaxên cihêreng berdide. Divê mirov hêza civaka xwezayî piçûk nebîne. Ev civak di rola hucreya kok û bingeh de ye. Çawa ku ji hucreya kok hemû hucreyên din ên pê ve zêde dibin, ji civaka xwezayî jî sazî û lebatên pêve derdikevin. Dîsa çawa ji van şaxan organ û sîstem zêde dibin, ji saziyên seretayî yên civaka xwezayî jî - saziyên seretayî yên hiyarerşîk - organên din ên pêşketî û sîstemên civakê derdikevin. Mumkîn e civaka xwezayî were tepisandin, were paşvexistin û tengavkirin, lê ti car nayê tinekirin. Ji ber ku wê demê ji civakbûnê tê derketin. Kêmasiyeke mezin e, sosyolojiyê nekariyê vê tespîtê bike. Ji ber ku civakên xwezayî di nava mîlyonan salan de pêk hatine, dikarin dewletê û hiyarerşiyê xwedî bikin. Naxwe diyalektîka dualî çawa dikare bibe? Eger mirov civakan bi amûrên aboriyê, yan jî nertinên teng ên çînî analîz bike, wê wextê hê di serî de hêmanên bingehîn ên rastiyê li der ve hatine hîştin. Ev xetaya mezin, şaşî û xwe xapandin, hatiye kirin. Jixwe helwesteke xwedî îddîa mîna Marksîzmê ku civaka xwezayî ya jê re digotin komînî wek civakeke hezar salan berê temenê xwe tijî kirî û qediyayî hesiband, ev têgihîştina neyînî hê jî sor kir. Civaka xwezayî ti car neqediya. Tevî ku dijberên xwe xwedî kir xilas nebû. Karîbû her tim xwe dewam bike. Wek sparteya serf, kole û etnîsîteyan, li dawî hiştina çînayetiya karkeran û wek zemînê civaka nû ya bilind dibe, wek civaka koçber a li daristan û çolan, wek malbata dayikê û gundiyê azad, tevî hemû ziraran, civaka xwezayî wek exlaqê zindî yê civakê ti car kêm nebû. Berovajî texmînan, motora pêşdebirinê ya civakê, ne têkoşîna çînî ya teng e, berxwedana mezin a nirxên civaka komînî ye. Mirov têkoşîna çînî înkar bike rast nîne. Ew tenê yek ji dînamîkên dîrokî ye. Ya rola sereke lîstiye, her koçerê gerok ê daristanan, çiyan û çolan bû. Wek form a jiyaye tevgera etnîsîteyê - eşîr, gel qebîle - ye. Ew hêz e ku etnîsîteyê karîbû bi hezarê salan,

li dijî hemû êrîşên bêrehim û zehmetiyên xwezayî li ber xwe bide. Destan, ziman, nişmîtî, nirxên resen ên mirovatiyê û çanda berxwedanê, exlaqên wê ne. Yek ji pirsgirêka herî zêde tê guftûgokirin ev e; gelo ji krîza kapîtalîzmê kîjan sîstemê derbikevin. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn jî krîz derket. Şoreşa Bolşevîkan pir ji nêz ve eleqeya wê bi analîza Lenîn a di vî warî de heye. Şerê cîhanê yê duyemîn dida nîşan ku krîz neqediyaye û karekterê krîzê yê domdar îfade dikir. Kapîtalîzm bi ser xwe ve hat û xwe da ser hevdu. Bi duyemîn şoreşa mezin a zanist-teknîkê pir mezin xwe pêş ve çip kir. Ev çipkirinên wê yên demkurt nekarîbû pêşî bigire ji bo derza krîzê şax nede. Piştî salên 1970’yî, tevî jihevketina Sowyetê krîz sivik nebû, berovajî girantir bû. Bi awayekî berçav îspat bûye ku avabûna Sowyetê barê sîstemê sivik kiriye. Di vê pêvajoyê de ji bo çareserkirina krîzê, ji nû ve, dijberên sîstemê û şîroveyên xwe yên neolîberal ketin rojevê. Gelo neolîberalîzm karîkaturekî dema buhurî ye? Yan jî bi navê “globalîzmê” wek îddîa dike nûbûneke rast e? Tevî ku ev guftûgo hê jî bi lez dewam dike, piştî krîza sosyalîzma reel, alterneftîfa gelan xwe hê zêdetir ferz kir. Tengezariya sîstemê ya di navbera DYE, YE û Japonyayê de, şerê bakur-başûr û aliyên civakê yên zêde tûj dibûn, ber bi ku ve dibirin? Ekolên mîna hawîrdor, femînîzm û çandî, wek aktorên nû diketin pêvajoyê. Ji bo çareseriyê saziyên sivîl û mafên mirovan qîmeta xwe hê zêde dibûn. Baskê çep ji bo xwe nû bike her hewl dida. Li aliyekî guftûgoyên Klûba Dewlemendan a Davosê û li aliyê

Wexta civak ji rengê xwe yê komîn derkeve, di heman demê de ji civakbûnê derdikeve. Her pêşketina li dijî nirxên komîn, bi xwe re hin nirxên wê jî dibe

din guftûgoyên Klûba Feqîran a Porto-Allegre dunyayeke çawa pêşkêş dikirin? Ji ber ku guftûgo seresere û kûr nebûn, tenê dikarîbûn karê rojê bimeşînin. Pêşbîniya teorîk û sîstematîk li cem her du aliyan jî kêm bû. Tevgera bi bername û bi plan bi sînor bû. Bi kurtî, ji bo alîgirên azadî-wekheviyê ji krîzê serketî derbikevin, ne agahî û ne jî sazûmankariyê têr xuya dikir. Dîroka hemdem, li ser navê gelan û kedkaran di serî de şoreşên di salên 1848, 1871, 1917 de jiya, lê ev şoreş û gelek pêlên din ên şoreşê di nav deryayên lîberalîzmê de xeniqîn û eger ji bo careke din di deryayên bi navê neolîberalîzmê de nexeniqin, divê vê carê xetayên berê neyên dubarekirin.

Hewce ye, formên serketî ji bo hêza agahiya rast û jinûve avakirina civakê werin dîtin. Bi taybetî, li Rojhilata Navîn ku her roja derbas dibe nakokî zêde dibin, krîz û hovîtî têne jiyîn, divê alternatîfa gelan maneya xwe bibîne û rengê avakirinê zelal bibe. Ji pêngava nû ya DYE ya bi krîza 11 Îlonê tê bi navkirin û rengekî xwe yê kûr ê komployî hebû, diviyabû alternatîfa gelan jî amade bibûya. Diviyabû ew çend alternatîfên xwe hebûna, careke din xwe nexapandana, careke din nebûna pîneyên sîstemê. Dîrok nefspiçûk, dilnizm, lê ciddî ye, bersivan dixwaze tê de xapandin nebe. Deriyên xwe li dubareyên bêhêvî û alternatîfên ceribandî, baş asê kirine. Di vê parêznameya xwe de ez demeke dirêj li bersiva van pirsan geriyam ku vê yekê wek wezîfeyeke xwe ya girîng dizanim. Li aliyekî pirsgirêkên giran ên gelê Kurd li benda çareseriyên karibin pêk werin hene û li aliyê din jî pirsgirêkên Tevgera PKKê ya ji bo çareserkirina van pirsgirêkan rabûbû, hene. Ji bo çareseriyereke serketî, diviyabû ez maneya hêzê û amûrên avakirinê peyda bikim. Ez vê berpirsiyariyê li cem xwe dibînim û lê hayil im ku divê ez di şexsê gelê me de ji netew wêdetir li ser navê alternatîfa hemû gelan tevbigerim. Lewra ji têgihişîtina berê ya teng a “welatparêzî û enternasyonalîzmê” wêdetir, min têgihîştineke humanîzm û xweza-gerdûnê kir hîmê nertin û helwestên xwe. Bi vê armancê, ramanên li ser civaka ekolojîk û demokratîk ji bo nirxandin û guftûgoyê hatin pêşkêşkirin. Beriya her tiştî, pirsa di serî de divê em bersiva wê bidin ev e; divê çarçoveya me ya teorîk çi be? Eger teorî nebe, dikare encamên çawa bibin? Teoriyên kêm û şaş dikarin me bibin ku? Taybetiyên teoriyeke bêqusûr û li gorî armancê divê çi be? Tevî ku gotineke moda ye, lê di cewherê xwe de rast e, em di serdema “civaka agahiyê” de dijîn. Bi vê gotinê mebest ev e; bêyî agahiya hewceyî pê heye, bihêlin çareserkirina veguherîna civakî ya pirsgirêkên xwe yên berfireh ên avakirin û maneyê hene, çareserkirina pirsgirêkên pir sivik û rêvebirina wan zehmet e. Jixwe hewldana rêvebirin û çareserkirina pirsgirêkan bi şêwazê berê, bi piranî encama wê têkçûn e. Serketineke xwe spartibe şensê jî dereng zû rîska xwe heye, xwediyê bibe têkçûnê. Meş û jiyana wer hatiye û wer diçe, tê maneya ku jiyana rastîn her ku diçe maneya xwe wenda dike. Jiyana rastîn ne tenê meş e, meşa bi lez e. Ji lewra, eger civakên di krîzê de, bi perspektîfeke teorîk a tam û li gorî armancê neyên rohnîkirin û ber bi hedefê ve neyên rêvebirin, îhtîmaleke xurt e, hewldanên bingehîn ên ji bo veguherînê têk biçin û heta berovajî encaman bidin. Di demên bi vî rengî yên dîrokê de em li ponijandin û ramanên mezin şahidiyê dikin ku ev yek ji taybetiya bûyerên diqewimin tê. Berî û piştî pêkhatina sîstemên nû û derketina şaristaniyan, em li ekolên

Eger civakên di krîzê de, bi perspektîfeke teorîk a tam û li gorî armancê neyên rohnîkirin û ber bi hedefê ve neyên rêvebirin, îhtîmaleke xurt e, hewldanên bingehîn ên ji bo veguherînê têk biçin û heta berovajî encaman bidin

mezin ên raman û baweriyê bi heman sedeman şahidiyê dikin. Ji ber ku Marksizm-Lenînîzm mora xwe li kevneşopiya muxalif a sedsala 20. xist, hewce dike em tim li ser rawestin. Em heta şaşiya vê têgihîştina ku herî zêde bandor li me kir, nebînin, em nikarin gav biavêjin. Ji bo şaşiya wê bihata fêmkirin, hewce nebû di ser re 70 sal derbas bibûya. Ez têgihîştina xwe ya sîstemê ku hewl didim wek civaka ekolojîk û demokraktîk bikim têgîn, li derveyî sînorê îqtîdara dewletê pêk tînim û wek cewherê helwesta xwe ya teorîk datînim holê. Ne tenê li derveyî têgihîştina îqtîdara sîstema kapîtalîst, li derveyî hemû civakên dewletparêz ên klasîk û îqtîdara dewletan, lêgerîna min li

çaresereyî, cewherê perspektîfa teoriya min e. Berovajî texmînan, ev helwesta min utopîk nîne, helwesteke teorîk e, heta dawiyê bi rastiya civakî ve girêdayiye û wek destketiyeke girîng a têkoşîna xwe dibînim. Ji bo ez xwe bigihînim hêza teorîk, tevî ku bingehê min ê şexsî û civakî rola wan hene jî, rola esasî ev e; ez li civaka dîrokî di nav avabûna wê ya sîstematîk de serwext dibim. Di binê serwextî û têgihîştina min de jî taybetiyên têkoşîna min û berpirsiyariya min heye. Di pêkhatina ekolên ramanê û dînên mezin de cihê zindan, îxanet, êş, sulûk û înzîwayên bi dehê salan nayê nîqaşkirin. Di avabûna vê ramanê de nirxên civaka xwezayî, etnîsîte, şerê hebûnê yê xizanan jî cihê wan ê mezin hene. Em nikarin dîrokê wek bûyerên li dora îqtîdara siyasî bibînin û ev nikare bibe bingehê me yê dîrokî. Lê eger ji bo sîstem yekpare were fêmkirin û ji bo ders jê were girtin, dibe qîmetek wê hebe. Dîroka divê em esas bigirin, ya kesên dijberên civaka çînî û hiyarerşîk in. Hemû dîrokên siyasî yên fermî, yan hîç behs nakin, yan jî wek komên anarşîstan, girseyên bêhîkmet û ji bo armanên xwe wek keriyên werin bi karanîn dîtine. Ev dîrok, bi qasî ku zuha, mucered û îdealîst e, ew çend jî têgihîştineke hisî ya zalîmane ye. Dîroka me dikare ji civaka xwezayî dest pê bike û bi her cure raman û çalakiya etnîstîte, çîn û mehkûmên cinsiyetparêz ên li dijî îqtîdara siyasî û hiyarerşîk maneyê bibîne. Piştî ku me bingehê dîrokî yê

Ji bo çareseriyereke serketî, diviyabû ez maneya hêzê û amûrên avakirinê peyda bikim. Ez vê berpirsiyariyê li cem xwe dibînim û lê hayil im ku divê ez di şexsê gelê me de ji netew wêdetir li ser navê alternatîfa hemû gelan tevbigerim

teoriya xwe destnîşankir, aliyekî din ê girîng ev e; hewce ye, hêza zanebûnê di nav civakê de bigihîje asta herî bilind. Eger em têgihîştina xwe ya rast a dîrokê, bi asta bilind a zanebûnê re negihînin hevdu, em tam nikarin hêza xwe ya têgihîştinê ji bo paşerojê û şêwazê xwe yê avakirinê diyar bikin. Eger teoriyek, ji hemû kapasîteya zanebûnê ya sîstemê wêdetir nebe xwedî têgihîştin, ne tenê kêm be, wê di nav têgihîştina teoriyên dijber de jî bihele û divê em vê yekê wek bingehê rastiya têkoşîna îdeolojîk fêm bikin. Eger çarçoveya teorîk ya derbarê sîstema civaka ekolojîk û demokratîk de wisa were danîn, ev dibe gava yekemîn. Em hundurê wê çiqasî tijî bikin û bi cih bînin, sîstema pêş de bikeve, wê ew çend bibe sîstemeke azad û wekhev. Em dikarin bibêjin; sîstemek bi vî awayî pêş bikeve, ne sîstema hiyarerşîk û dewletparêz a klasîk e, ne jî sîstema koletiyê ye ku tê mêtin, eciqandin û têk diçe. Sîstemeke exlaqî ye; bi xwazayê re têkiliyeke diyalektîkî ya dikare dewam bike daniye, di hundurê xwe de cih nade tehekumê û berjwendiyên hevpar yekser bi demokrasiyê diyar dike. Di pêkhatina civaka komîn de gotina “komîn” ji şêwe zêdetir ji bo cewherê dabaşê ye. Ev yek îspat dike ku civak bi şêweyekî komînî dikare hebûna xwe dewam bike. Wexta civak ji rengê xwe yê komîn derkeve, di heman demê de ji civakbûnê derdikeve. Her pêşketina li dijî nirxên komîn, bi xwe re hin nirxên wê jî dibe. Ji lewra ya rast ev e; mirov jiyana komîn wek bingehê jiyanê bibîne. Mirov bêyî şêwazê vê jiyanê nikare hebûna xwe dewam bike. Em vê rastiyê, ji bo ev şaşî werin fêmkirin bi israr destnîşan dikin. Li gorî gotina şaristaniyê yên civakê mezin dikin, nirxên îqtîdar û hiyarerşiyê ne. Yên mayî jî keriyên pez in. Mirov dikare bibêje; ev têgihîştin bi qasî ku kevn e ew çend jî yekemîn derewa mezin û sîstematîk e, hiş û zêhniyeta mirov zêde mijûl û dagir kiriye. Çendîn karîbûye mirovan bi vê derewê bide bawerkirin, pêvajoya li dijî xwe jî rewa kiriye. Ev îdeayeke wer mezin e, di roja me ya îro de jî hema hema kes nemaye pê nexapiyabe. Tevî ku nîzama komînî

şêwazê hebûna jiyanê ye, nirxên jiyanê bilind û mezin dikin, ji bo hêza îqtîdar û hiyarerşiyê hatine hesibandin, ev di serê nakokiyan de tê, divê were çareserkirin. Ev gotina ku dîroka civakî belovajî dike, di serî de dîrok, wêje û polîtîka, têgihîştineke bingehîn a hemû sazî û avahiyên jor e. Di dawiyê de şêwazê rastin ê ji bo hebûna civakê, dibe tiştekî bê zar û ziman. Sosyolojî heta ku ji civaka seretayî re bibêje “civaka hoveber” hemû tespîtên wê nikarin xwe ji şaşiyê xilas bikin. Divê em dîsa li şibandina hucreya kok vegerin. Li gorî hemû hucreyên cihêreng dibin û şax didin, hucreya dike dibe ku hoveber be. Lê ev hovbertî ne bi maneya paşve mayînê ye, bi maneya esas, prensîb û seretayîbûnê ye. Heta bi vî rengî li nirxên civaka komîn neyê nertin, analîzên hemû saziyên din bê kok in, bi serê xwe wê

Ya rola sereke lîstiye, her koçerê gerok ê daristanan, çiyan û çolan bû. Wek form a jiyaye tevgera etnîsîteyê - eşîr, gel qebîle - ye. Ew hêz e ku etnîsîteyê karîbû bi hezarê salan, li dijî hemû êrîşên bêrehim û zehmetiyên xwezayî li ber xwe bide

nebin xwediyê maneyeke ciddî û wê wer bêne dîtin. Eger em dixwazin di têkoşîna civakî de gavên me lihevkirî bêne avêtin, divê beriya her tiştî em bi rêz û rastîn li şêwazê hebûna civakê binerin. Civakparêzên herî radîkal û hemdem, ne tenê di analîzên xwe de, her weha di pratîka xwe de jî ji komînîtiyê reviyane. Eger were gotin; “ew taybet e, fikra wî komîn e” ev xapandineke mezin e. Ev encamê civaka kapîtalîzmê ye ku ji exlaq bêpar hîştiye. Hema bêje heta dawiya sedsala 20. jî mijarên etnîsîte-qebîle-eşîr-gel li derveyî sînorên sosyolojiyê bûn. Eger bi qasî îqtîdara sîyasî, qîmeta etnîsîteyê neyê dîtin, manedana pirsgirêkên civakî û çareseriya wan mumkîn nîne. Formê cewhera komînî herî zêde bi etnîsîteyê îfadeya xwe dibîne. Eger hûn etnîsîteyê ji holê rabikin wê ji civakê paşve çi bimîne? Marksîzm

jî di navê de hemû ekolên ramanê yên hemdem, heta doh jî etnîsîste wek formeke arkaîk û bêkêr dinirxandin. Cewherê komînê hê zêde nêzî paşve mayînê nîşan didan. Ferdiyet çiqas derketa pêş, li nirxên civakê serdest bibûya ew çend girîng û bi şeref dihat hesibandin. Wexta ez dibêjim; rahîb ji sosyologan xwedî roleke neyînîtir in, ez mijareke girîng destnîşan dikim. Rahîb wek kesekî serwext ê pêşengê civakê, wek bawer dike û difikire ji bo civakê bi civakê re dijî. Rastbûna agahî û zanebûna wî şertê bingehîn nîne. Girêdana bi komîntiya civakê ve şertê esas e. “Sosyolog” jî agahî û zanebûna wî çi dibe bila bibe, komîntiya civakê esas nagire. Mîna elemanekî teknîkî nêzîk dibe. Jixwe felaket jî wisa dest pê dike. Bi giştî hemû zanyar, bi taybetî sosyolog, eger pîrozbûna komîntiya civakê nas nekin û heta bi mirina xwe pê ve girêdayî nebin, wê nikaribin xwe xilas bikin ji bo ji wan re neyê gotin; “çîna bêexlaqên mezin.” Eger bi komîntiya civakî ve girêdayî bimana, wê ne şer û îqtîdar, ne mijokî û bi karanînê bigihîşta asta îro. Em bombeya atomê bi kîjan civakbûyînê dikarin rave bikin? Qonaxa pêşketinê ya herî nazik a civaka komîn e, wexta ber bi rengê hiyarerşîk ve diçe. Tecrûbeyên civakî yên zêde bûne rê li ber xurtbûna maneyê, ji vir jî ziman û ber sembolîzekirinê pêvajoyek heye. Dînê totem di vê pêvajoyê de pîroz dibe. Ji ber ku civak bi dîn yekemîn nasnameya xwe bi dest dixe girîng e. Ev rewş, têgihîştin

Mumkîn e civaka xwezayî were tepisandin, were paşvexistin û tengavkirin, lê ti car nayê tinekirin. Ji ber ku wê demê ji civakbûnê tê derketin. Kêmasiyeke mezin e, sosyolojiyê nekariyê vê tespîtê bike. Ji ber ku civakên xwezayî di nava mîlyonan salan de pêk hatine, dikarin dewletê û hiyarerşiyê xwedî bikin

û serwextbûna seretayî îfade dike. Pîrozbûna serwextbûnê bi vî rengî ji jiyana civakî bi xwe tê. Piştî ku veqetîn ji jiyana heywanî ya prîmat bû, cudahiya mezin a manedanê destpêkir. Cudahiya nû balkêş e. Taybetiyên yekemînbûnê di himbêza xwe de hildigire. Pratîka civakî di hemû gavên girîng de rê li ber pêşketinên bi heyecan vedike. Ev rewş serwextbûna zêde dibe îfade dike. Serwextbûn û têgihîştinê bi lêv dike, tîne ziman, bi nav û tarîf dike û pêre pêvajoya sembolîzekirinê dest pê dike. Pêvajoya têgihîştin û serwextbûnê ji bo pratîk û hilberandinê roleke xwe ya girîng heye. Bêyî têgihîştin mayîna li ser piyan zehmet dibe. Kalîteya jiyana tênegihîştî yekser tê dîtin. Kalîte û pêşketina naveroktijî bi cudabûna serwextbûnê re bi hev re dimeşin. Dîn hemû girîng bûn û pîrozbûna xwe di vê qonaxa nazik a jiyanê de werdigire û ji serî ve di nava xwe de nakokiyekê dihewîne. Ji ber ku civakîbûyîna seretayî, serwextbûn û nasnameyê îfade dike, jiyan bêyî civakîbûyînê zehmet e. Li aliyê din, ji ber ku pîrozbûnê, tabûtiyê - dest pê nekirin, dest nedan, qadên heram - û gelek rêzikan bi xwe re tîne, ji bo paşerojê muhafezekar e. Li serwextbûn û têgihîştinên nû girtiye. Bi vê taybetiya xwe pêşketinê berbend dike. Ji vê yekê, hê ji serî ve, pêvajoya pir dînan xwe ferz dike. Pir dîn û pir xweda, cudahiya di navbera têgihîştinan de îfade dikin. Erênî ye. Di destpêka dîn de her tişt bi ruhan - anîmîzm - dihat ravekirin, ev encameke nertina xwezayî ya pradigma civakî bû. Erênî ye. Pişt re her ku çû, ruhê mezin û ji wir jî derbasî pêvajoya xwedatiyê bû, ev yek ponijandina civakê ya ji bo bidestxistina nasname û xweseriyê îfade dike. Di vê pêvajoyê de nasname û xweserî sembolîze dibin. Di destpêkê de xweda civak bi xwe ye.

This article is from: