Diclepress13@gmail.com
5
FIKRÎ
HEJMAR 25
2021/11/30
SAL 5
KOVAR DICLE
JI KRÎZA KAPÎTALÎZMÊ KÎJAN SÎSTEMÊ DERBIKEVIN
CIVAKA DEMOKRATÎKEKOLOJÎK
ABDULLA OCELLAN
Yek ji kêmasiyên bingehîn ê so-
syolojiyê ev e; civakên bi ser dewletê û avahiya hiyarerşîk ên di tevahiya xwezaya dîrokê de diviyabû bi mantiqekî dualî yê diyalektîkê bijîn, nekarî aliyê wan yê din yanî partnerê wan nîşan bide. Mîna ku dîrok bêyî nakokî, tenê li ser xeta sîstemên civakî yên serdest meşiyaye û dimeşe. Çawa ku di her rastiya xwezayî de tê dîtin, nirxên civaka xwezayî di tevahiya dîrokê de wek dijberên civaka dewletparêz û hiyarerşîk rol lîstine û pêş ketine. Bi wan xwe xwedî dike, mezin dike, pêş dikeve û şaxên cihêreng berdide. Divê mirov hêza civaka xwezayî piçûk nebîne. Ev civak di rola hucreya kok û bingeh de ye. Çawa ku ji hucreya kok hemû hucreyên din ên pê ve zêde dibin, ji civaka xwezayî jî sazî û lebatên pêve derdikevin. Dîsa çawa ji van şaxan organ û sîstem zêde dibin, ji sazi-
yên seretayî yên civaka xwezayî jî - saziyên seretayî yên hiyarerşîk organên din ên pêşketî û sîstemên civakê derdikevin. Mumkîn e civaka xwezayî were tepisandin, were paşvexistin û tengavkirin, lê ti car nayê tinekirin. Ji ber ku wê demê ji civakbûnê tê derketin. Kêmasiyeke mezin e, sosyolojiyê nekariyê vê tespîtê bike. Ji ber ku civakên xwezayî di nava mîlyonan salan de pêk hatine, dikarin dewletê û hiyarerşiyê xwedî bikin. Naxwe diyalektîka dualî çawa dikare bibe? Eger mirov civakan bi amûrên aboriyê, yan jî nertinên teng ên çînî analîz bike, wê wextê hê di serî de hêmanên bingehîn ên rastiyê li der ve hatine hîştin. Ev xetaya mezin, şaşî û xwe xapandin, hatiye kirin. Jixwe helwesteke xwedî îddîa mîna Marksîzmê ku civaka xwezayî ya jê re digotin komînî wek civakeke hezar salan berê temenê xwe tijî kirî û
qediyayî hesiband, ev têgihîştina neyînî hê jî sor kir. Civaka xwezayî ti car neqediya. Tevî ku dijberên xwe xwedî kir xilas nebû. Karîbû her tim xwe dewam bike. Wek sparteya serf, kole û etnîsîteyan, li dawî hiştina çînayetiya karkeran û wek zemînê civaka nû ya bilind dibe, wek civaka koçber a li daristan û çolan, wek malbata dayikê û gundiyê azad, tevî hemû ziraran, civaka xwezayî wek exlaqê zindî yê civakê ti car kêm nebû. Berovajî texmînan, motora pêşdebirinê ya civakê, ne têkoşîna çînî ya teng e, berxwedana mezin a nirxên civaka komînî ye. Mirov têkoşîna çînî înkar bike rast nîne. Ew tenê yek ji dînamîkên dîrokî ye. Ya rola sereke lîstiye, her koçerê gerok ê daristanan, çiyan û çolan bû. Wek form a jiyaye tevgera etnîsîteyê - eşîr, gel qebîle - ye. Ew hêz e ku etnîsîteyê karîbû bi hezarê salan,