6 minute read
LINGDIMEŞ E û çAVDITIRSÊ
LIng DIMEş E û çAVDItIRSê
A: bARAn HESKAnI
Advertisement
Car heye rew ji desthilanînê çêtir bit...
Bê guman e, ku he mî çaxê mirova ne yê mêrxasîyê ne, çunkî wekî dibêjin:”Te derbek danî û êk mezintir hilanî te kar nanî.” Vêca gelek mirov berê xwe bidit jêhatina xwe, çunkî ne ji xwe da hatîye gotin :”Heye bêjî yarê dîya xwe yabo.” Ne hemî çaxa mirov xweyê çûvê stûr bit belkî “ cara heye rev ji dest hilanînê çêtir bit.” Çunkî ji berê da hatîye gotin:”Destê nekarî gez bidî tê maçî bikî!”
Cotyaro ewe çîye to diçînî? Got:Dema hişîn bî tê bibînî! Ev gitina he tê gotin gava mirovek xeberdanekê bikit ji berî çaxê wê - De vêca gev bit yan zirt bit, yan pesn bit - û li beramberî wî jê qebûl nekit wê bêjit:Mal ava got; “ Cotyaro ewe çî ye to diçînî? Got:Dema hişîn bî tê bibînî!”
Çavê kêr neyê tilya xwe li bin bide û derîne..
Bê gumane, ku Xudê - pak û paqij bit- gelek hekîme ku her tiştek danîye li cihê wî da û bo wê dê çêkirye! Êk ji wan tiştan mirov e. Ev mirovê he daye dinyayê da di harîkarîya êk da û pêkve bijîn bi jîyanek serbilind û serfîrazî bê blindest kirin û zordarî. Her welê her mirovek dest û guh û aqil dayînê da bikarbit feydê li xwe û hevalên xwe bikit, vêca heçî gava mirov welê hat ku ji xirabîya pêve kêr tiştek dî ne yê bivê-nevê ye mirovên dî nehêlin ew li nav mirova da bijît. Da agirê xirabîya wî neçit wan jî ka çawa mirovek eger xweşîyê ji parçek laşê xwe nebînit, ji’bilî zererê pêve wê parçê jêkit da jehra wê neçit parçên dî jî, vêca ev gotin tê gotin gava mirovek nexêrxwaz û ji xirabîyê pêve jê çênebit li nav malê da yan li nav gund da wê bê gotin:” Çavê kêr neyê tilya xwe li bin bide û derîne.” Dibêjin carekê mirovek ne misilman pirsyar ji zanayekê yê misilmana kir:Ere ev çi qanûne hewe hey! Ew destê^xwîna wî (25) deve bin li bihayê(5) derhema bêt kirîn! Û hêj hon dibêjin ev qanûna he adile!” Zanaî bersiva wî da:” Dest giran bihabî, hingî emîn û dilbêş bî, çaxê xîyanet kir sivik biha bî.”
Çiwîka li pizîyê çêtire ji beranê berûyî..
Ev gotina he tê gotin gava mirovek tiştek misoger ji destê xwe berdit bi tiştek ehit û behit û ne misoger, wê bê gotin:”Çiwîka li pizîyê çêtir e, ji beranê li berûyê.” Vêca gelek her mirovek hizirker bit li roja têda da ne şepilit.
Devê wî ji girarê dişwitit pif dikit kefçik
Ev gotina he tê gotin gava êk tengavîyek yan nexweşîyek bi ser da bêt, ji rexekê ve ew rabit pirsyar û xemxwarinê ji rexek dîve bixût, wê jê ra bêt gotin:”Devê wî ji girarê dişewitit pif dikit kefçik!” Wekî vê gotinê ye deq û deq çaxê dibêjin:”Kojiyê têrê dirha, destîyê pûş êxist li qûna kerê da.”
Dîwaro min ji te ra got pişt dîwaro to guhê xwe bidê...
Binyata vê gotinê dibêjin carekê mirovek çû malekê bi mêvanî, piştî şîva xwe xwrin mêvanî got malxwê malê:”Da biçin şevbûrka xwe li koçka paşayî bikin. Malxwê got:”Mêvanê delal wekî dibêjin koUcê pîrê xweştir e ji burca Mîrê Cizîrê.” Bila ji bîra te neçit wekî dibêjin ;” borîyê xurta zor bore to lê bidî wê te li ber xwe bibit û to lê nedî na serifit.” Da li malka xwe rûnin ji me ra çêtir e. Mêvanî got; bawerke tebata min bê koçk û dîwan nayêt, her divêt em bêhnekê biçin koçkê. Malxwê got:”Baş e
em ê biçin, belê bi şert heke em çûn koçkê çihê to ewil rûniştî ji wêdê nelivî û tişta ji te neyê westin to xwe lê neynî der te heye. Rabûn çûn hêj zû, hêj kes nehatî koçkê her du rûniştin li serê dîwanê piştî hingê xelkê dîwanê kit kite hatin. Heçî hat mêvanî cihê xwe dayê, li çaxekê xwe li nav cihê pêlava da dît! Xelkê dîwanê tev rûniştine, gundorek bo paşayî hat, li 50 dil da ne divîya wî gundorî bişkênit, belê got:”Kê kêr heye?” Kesî deynekir mêvanî got:” Min kêr heye û kêra xwe deranî û raberî paşeyî kir. Gava paşayî kêr dît bi destê mêvanî girt û got:”Ev kêra he ji xezna min hatiye dizîn li gel hinde zêra!” Ha iha wan zêra to bînî. Hingî mêvanî xwe vequta belê pare nekir, ji destê paşê qurtal nebî. Paşê gazî kir êlçîya û got:”Werin vî dizî bigrin.” Malxwê neçar bî got:”Babo eve mêvanê min e, îşev berdin heta seharê sozbit ez dîsa bînim. Paşayî got:” Em bernadin çunkî tê rêka axiftinê nîşê bikî; malxwê soz da çi rêka nîşê nekit, rabîn her du pêkve çûn malê, her yek li rexe yê dîwarî rûniştin. Malxwê got:”Dîwaro ez ji te ra dibêjim, piştdîwaro to guhê xwe bide min. Dîwaro heke to sibehê çûyî dîwana paşayî û paşayî got te ka zêra bîne; to bêje; “ ezbenî ev kêra he min li ser termê babê xwe dîtîye, yani babê min bi vê kêrê hatîye kuştin. Vêca ez li doza babê xwe digerim. Minê ev kêr ya kê ye; wî babê min kuştiye.” Dîwaro min ji te ra got pişt dîwaro to guhê xwe bide min.” Vêca ev gotin tê gotin gava êk bixwazit şîretekê bi nepenî li êkê bikit, ji ber newêrana xwe wê bêjit:”Dîwaro min ji te ra got pişt dîwaro guhê xwe bidê...”
Dayê ew to dibêjî min li der daye!
Binyata wê gotinê dibêjin carekê pîrejinek û keça xwe bîn. Keç mezin bî, dayê gote:Keça min bi tenê şev negerhe tolaz û xurt hene, newek te bê ser û ber bikin? Keçê got:”Dayê ewa to dibêjî min li der daye?” vêca bî pêgotin çî gava mirovek şîreta li êkê bikit û ji tiştekê bitirsînit û bêjtê xwe ji filan tiştî biparêze û bi xwe jî ew tişt bi ser hatibit wê bê gotin:”Dayê ewa to dibêjî min li der daye! “
Heftîyaro li ber çava dîyaro
Ev gotina he tê gotin gava mirovek furt û pesin û zirtên xwe bidit, bêjit:Ez berê ho bîm.. û min filan tişt hebî. Min ho dikir, wek penda strana kurdî çaxê tê gotin:Ez li çaxê xwe da lawkê madenî bîm, xweyê rêz û peza bîm.” Wê jê ra bê gotin “heftîyaro li ber çava dîyaro.” Wekî vê gotinê ye çaxê dibêjin; “Şam dûr e ma mişar jî dûr e?” Binyata vê gotinê jî dibêjin; mirovek çûbîya Kûdê wê zirtên xwe û kerê xwe dabîya:Kerê min li Şamê xwe li ser 7 mişara diavêjit! - kerê wî kerek guhşor û bêxêr - êkê got:De malava, Şam dur e, ma mişar jî dûr e? Eve mişar” Vêca gelek mirov xwe nasbîkit li wê roja mirov têda. Dibêjin carekê mirovek li ervazîyekê diçû - dinya havîn bî tehra rojê û roj li qunca wî xuhdanê sing û pişt û her du tenişt girtin. Bizîtirê biştê da bî çi paşîya wî sist bî û şil - terbî tirek kir, ji xwe tirsa neku hindek li dûv bên - ji berî li xwe bizivirit - got:Ax pîrîfîyê! to çî ji kurê babê dikî? Demê ez xurt, ez li van jêlîlya diçûm her min nedizanî ji xwe eve ervazîne!” Paşî li xwe zivirî berê xwe dayê kes li dora xwe nedît, got “ne bi Xudê to li xurtanîya xwe da jî ev se bî. Vêca gelek mirov ne zirtkerbit, çunkî mirovên zirtek bê rû ne..
Li xwîna babê xwe gerha qûna xwe jî li ser danî!
‘ Ev gotina he tê gotin gava êk li toleka xwe bigerhit, belê tola xwe ne vekit û zîyanek mezintir bi ser da bêt wê bêt gotin:Li wîna babê xwe gerha qûna xwe jî li ser danî! Wekî vê gotinê ye ev malka şîîrê ya nivîsvanî çaxê dibêjit:Me go emê bistihin deşt û çîya bi carek Ala kurdî bihejînin paşê me zozan li der dan!