3 minute read
PEyMANA ŞENGALÊDIGIHÎJE RÊyA ARÊMûŞÊ
PEyMAnA ŞEngALê DIgIHîJE RêyA ARêMûŞê
A: Nazim Daştan
Advertisement
Aliyekî Peyman Şengalê ku di 9’ê cotmeha 2020’an de di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin digihîje Projeya Rêya Armûşê ya Çînê. Amerîka jî ji bo ku proje pêk neyê piştgiriya peymanê dike. Peymana Şengalê ku di 9’ê cotmeha 2020’an de di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin, derbarê herêmê de talûkeyên nû bi xwe re anîn. Piştî îmzekirina peymanê Hikûmeta Navendî ya Iraqê ket nav hewldanên dorpêçkirina Şengalê. Gelê êzidî jî li dijî hêzên ku vîna wan tune dihesibînin li ber xwe dide. Piştperdeya peymana ku pêkanîna wê ya li qadê gelek zehmet e mijara nîqaşê ye. Aliyekî peymana ku hem planên hêzen navneteweyî hem jî planên hêzên herêmî li ser hene digihîje Çîne.
ARMANC DESTERKIRINA VÎNA ÊZIDIYAN E
Ezîdiyên ku piştî qirkirina DAIŞ’ê ya li hemberî xwe, di bin sîwana Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de hêzên xwe yên parastina rewa ava kirin, gav bi gav bajarê xwe ji DAIŞ’ê girtin û ji nû ve ava kirin. Êzidiyên ku di qada siyasî, civakî û îdarî de ji nû ve gav davêjin, birînên xwe yên qirkirinê dikewînin. Hewl tê dayîn, bi peymana 9’ê cotmehê, vîna êzidiyên ku bi talûkeyên cuda re rû bi rû ne ji destê wan bê girtin.
ŞERT RÊ NADIN TIRKIYEYÊ
Serkêşa welatên ku piştgirî didin, Peymana Şengalê ku di piştperdeya wê de Neteweyên Yekbûyî (NY) û Amerîka hene, Tirkiyeyê heye. Di her firsendê de Tirkiye dixwaze êrişî Şengalê bike, lê ji ber şertên navneteweyî û herêmî bingeha vê êrişê nabîne û di ser peymanê de hesabê mudaxaleya Şengalê dike. Êzidî jî li dijî vê rewşê ketine nêzikbûna ku wê venegerin şertên beriya sala 2014’an.
LI DORA ÇIYAYE ŞENGALÊ LI HEV KOM DIBIN Ji sala 2014’an heta 2021’an li Şengalê guhertinên mezin pêk hatin. Di hêla polîtîk de ku êzidî xwedî vîneke mezin in, ji bo ku bi qirqirineke din re rû bi rû nemînin
li ser pareke hevpar li hev dikin. Hêza xwe ya leşkerî xurt kirine û girîngiyeke mezin didin Çiyayê Şengalê. Bi çavê navenda parastinê li Çiyayê Şengalê ku bi qasî 8 kîlometreyan berfireh û bi qasî 85 kîlometreyan dirêj e tê nêrîn. Lewre ji ber baweriya “tenê çiya dikare me biparêze” berovajiyê navenda bajar li aliyê bakur ê çiya mal tên avakirin.
DIXWAZÊN RÊYÊN SADDAM BICERIBÎNIN
Êzidî beriya niha jî li çiya û pêşên çiyayan dijiyan, lê Serokê berê yê Iraqê Saddam Huseyîn bi awayekî sistematik wan ji çiyayan qut kir û li deştê bi cih kir. Saddam vê bi armanca belavkirina çanda êzdatiyê di bin navê xizmetê de dikir. Bi taybetî bi rêyên ku li derdora çiya hatin çêkirin daketina êzidiyan a ji çiyayan pêk hat. Hinek ji van reyan hê jî tiştek ji wan nebûye. Van rêyên ku bi armancên leşkerî hatine çêkirin, niha ji aliyê Hikûmeta Navendî ya Iraqê ve tên ceribandin. Saziyên girêdayî Hikûmeta Navendî ya Iraqê di bin navê xizmetê de gelek deverên Şengalê rêyan çêdikin û hewl didin xwe li nav êzidiyan bi cih bikin.
‘QÊRÎNIN’ VEGERA PDK’Ê
PDK’a ku dema hatina DAIŞ’ê bi 12 hezar hêza xwe ya leşkerî ji Şengalê reviya û êzidiyan bi qirkirinê re rû bi rû hişt, niha hewl dide bi peymanê dîsa vegere Şengalê. Ji bo ku berteka êzidiyan negire vê li bingeheke navneteweyî dike. PDK hewl dide ku vê plana xwe bi ser Heyder Şeşo ku hêzên wî li Şengalê hene pêk bîne. Lê êzidî naxwazin PDK vegere Şengalê.