ROJAVA JI NÛ VE HÊŞÎN BIKIN KOMÎNA ÎNTERNASYONALÎST A ROJAVA
PÊŞGOTINA DEBBIE BOOKCHINÊ
ROJAVA JI NÛ VE HÊŞÎN BIKIN Avakirina Civakeke Êkolocîk
KOMÎNA ÎNTERNASYONALÎST A ROJAVA Nîgarkirin ji alîyê
MATT BONNER ve
KOMÎNA ÎNTERNASYONALÎST A ROJAVA BI HEVKARÎYA LI GEL XWERÊVEBERÎYA DEMOKRATÎK A BAKURÊ SÛRÎYÊ Çapa yekem li Londonê, di sala 2018’an de ji alîyê Dog Section Pressê û Komîna Înternasyonalîst a Rojava ve Çap ji alîyê Calverts Ltd.’yê ve, ya ku kooperatîveke karkeran e ISBN 9780993543562 Li gorî Ruxseta Giştî ya Navneteweyî ya 4.0 a Wesfa Xwe Nebazirganîyî ya Gelêrî ya Afirîner hatiye weşandin Sêwirana grafîkê ji alîyê Matt Bonner ve – revoltdesign.org Logoya Dog Section Pressê ji alîyê Marco Bevilacqua ve
NAVEROK
Pêşgotina Debbie Bookchinê
11
Serdestpêk
15
Komîna Înternasyonalîst a Rojava Fêr Bibe. Piştevanîyê lê bike. Bi rêk bixe 21 Êkolocîya Civakî Awirek li mirovayîyê û siruştê 27 Modernîtîya kapîtalîst Qeyrana di peywendîya di navbera mirovayîyê û siruştê de 49 Dijwarîyên êkolocîk Perspektîvên bo civakeke êkolocîk 65 Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin Gotina dawîn
95 119
Pêristname 123
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
4
V
îna mildanenîna li ber dijwarîyên avakirina civakeke êkolocîk li Bakurê Sûrîyê, pêşî û berîya her tiştî, ji gelek pakrewanên vê şoreşê dizê.
Ne ji têkoşana wan bûya, wê li Rojava ti zemînekî rizgarkirî nebûya ku tovên jîyîna êkolocîk lê bihatana çandin. Ev pirtûk rewayî xatirê wan e.
5
Enqere
TIRKÃŽYE
SYRIA DAMASKUS
KURDISTAN
TÊHRAN
BEXDA
ÎRAQ
ÎRAN
TIRKÎYE
Kobanê Girê Spî Efrîn
HELEB
S û rî
ROJAVA Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûrîyê
QAMIŞLO
DÊRIKA HEMKO
SERÊ KANÎYÊ
R O J AVA HESEKÊ
REQQA
Î raq
Help bring a new world into being in Rojava. And spread its vision: that a free, ecological society is possible everywhere.
DEBBIE BOOKCHIN
PÊŞGOTINA DEBBIE BOOKCHINÊ
e gengaz e mirov wê rastîyê piştguh bike ku ev pirtûka xweşik, li ber sîya dagirkirina Tirkîyeyê ya Kantona Efrînê ya bi pirranîya nifûsa xwe ve Kurd a li bakurê Sûrîyê, di dawîya 2018’an de cara pêşîn hate çapkirin. Her ku şervanên leheng ên YPG’yê û YPJ’ya ku tev ji jinan pêk tê nijdevanên faşîst diqewitînin, ên ku bi piştevanîya Tirkîyeyê dest hiltînin, ya ku dil heye aydîyolocîya xwe ya kapîtalîst, li hemberî êkolocîyê çavbirçî, dij-jin û zordest li ser Efrînê ferz bike (pê re jî, heke Tirkîye bikaribe tê re bibîne, dil heye wê ferz bike li ser Cizîrê û Kobanêyê, du kantonên din ên Rojava, ku bi fermîtir wekî Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûrîyê tê naskirin) çavdêrên ji derve gelek caran dipirsin: “Gelo çi ne pêkhateyên civakî yên Rojavaya ku wiha dihêle berevanên wê û gelê wê bi dilalavî dilsoz bin?”
N
Ev pirtûk wê pirsê dibersivîne. Bi zimanekî ku peywendîyê bi ya utopyager û ya berbiçav re, bi ya helbestane û rojane re datîne, Komîna Înternasyonalîst a Rojava hem bînayîyek hem jî rêbernameyek amade kiriye ji bo ku nîşan bide civakeke êkolocîk û azad renge bişibe çi. Di nava van rûpelan 11
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
de hûn ê serdestpêkeke feylesofî peyda bikin der barê hizra êkolocîya civakî de, teorîyeke ku derpêş dike wekî bi tenê dema ku em dawîyê li peywendîyên hayirarkîk ên di navbera mirovan de bînin (baladestîya mêran li ser jinan, ya pîran li ser ciwanan, ya etnîsîtîyekê yan jî ayînekê li ser yeke dîtir, û şêweyên dîtir ên serdestîyê) em ê bikaribin peywendîya xwe ya li gel cîhana siruştî pak bikin. Çawa ku nivîskar çavdêrîyê lê dikin, divêtîya bo vê pakkirinê roj bi roj xurttir dibe her ku germbûna gerdûnî û aydîyolocîya neolîbiril gefan li jîndewarîya jîyana mirovî ya li ser vê gerestêrkê jî dixwin. Gava ku hûn bidine pey û dêhna xwe qenc bidine pênasekirina vebirr a Komîna Înternasyonalîst a ku dibêje teorî bi kêr nayê heke ew neyê sepandin, hûn ê her wiha di vê pirtûkê de rêbereke berbiçav peyda bikin bo avakirina civateke êkolocîk li vî kuncê cîhanê, li herêmeke ku şerî ew kiriye dêrisê gundan, stemkarên rabirdûyê pirr bi xerabî ji newazeyên wê û ji çavkanîyên wê yên dewlemendîyê xwarine. Ku pê de pê de hûn vê namîlkeyê bixwînîn, wê sêhr li we bê girêdan li ber şayesên robaran û deryaçeyan, berrîyên berfireh ên ku mişt in ji genim û pembû, nîsk, nok û lobîyan, erdên ku ji çandinîyê re dest didin û darên fêqîyan – ên mişmişan, hinaran, hêjîran, gêlazan û gelek û gelekên dîtir, ku di nava demeke nêzîk de ew ê biçikînin da ku bihêlin Rojava ji nû ve hêşîn bibe. Bi rastî, bi tenê di sala 2018’an de, ew ê 10,000 terhikan bizar bikin ku wê roj bê û ew ê bêne bikaranîn da ku xurt bikin qalîteya hewaya cîgehî û bidaristankirineveya berdewam a Warê Parastina Siruştê yê Hayakayê ya nêzîkî Dêrikê li Kantona Cizîrê, ku devereke jîyana kovîyan a giring e, gur, rovî, beraz û hemû cureyên 12
Pêşgotina Debbie Bookchinê
balindeyan xwe lê girtine û tê de mirov dikarin bedewî û xalîtîya rêl û dehlan bi çavên serê xwe bibînin. Ev proje bi pabendbûna xwe ya li gel tenduristîya êkolocîk a demdirêj a herêmê ve qewî dilxweşker e. Ew deng li pêwîstîya me ya kûr a me mirovan bi wê yekê dike ku em adanîya mişe ya siruştê bi rê ve biherin. Ew berjengeke zindî pêşkêş dike ku bi qonaxeke demokratîk a cîyê têgihiştinê ya di cî de civakeke êkolocîk û yeksanîxwaz çêdibe bê sepandin – cîhaneke baştir pêkan e çêbibe. Nivîskar bi bîrtûjî çavdêrîyê lê dikin ku civakeke êkolocîk divê sazûmana xwe ya polîtîk û aborîyî hebe da ku piştevanîyê li wê bike: nimûneyeke komînalîst, yan jî konfederalîst a demokratîk, ku tê de her endameke/î civakê di halxweşîya pêşedemî ya civakê de xwedan gotin û veberhênan be. Di cîhaneke bi vî awayî de, ku tê de mirov tev bi hev re biryarê digirin wekî çawa ew ê çavkanîyên dewlemendîyê yên siruştî bi kar bînin, em dikarin bi hûrgilî hizra peywendîyên di navbera jîyana li bajaran û li gundewaran, berhemhênanê û mezaxtinê, perawêzê û nîvekê de bikineve, pê re jî nexşeyekê daynin da ku em axê û avê, çavkanîyên enercîyê yên ku nû dibin, hetta madeyên bermayî bi hewngirî bi kar bînin. Ev pirtûk hizran pêşkêş dike, her wiha mînakên rê û dirban ku bergeha siruştî ya bêhevta ya Rojava dikare pê gelê xwe xwedî bike. Û bi vî awayê xwe ve – ku hem teorîyê pêşkêş dike hem jî çareserîyên bikarbar î zîrekane – Komîna Înternasyonalîst sirûşê dabîn dike bo avakirina civakeke êkolocîk ne bi tenê li Rojava, lê li her derê.
13
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Komîna Înternasyonalîst ji komek mirovên ji hemû deverên cîhanê pêk tê ku hatine Rojava da ku piştevanî û şarezayîya xwe, hizrên xwe, û giringtir ji hemûyan jî (û hema bê xîlaf ) destên xwe yên alîkarîyê bidin. Ew dixwazin civakekê ava bikin, a ku tevkarîyê bike li dahatûyeke tendurist û ahengdar ji bo gelê vê herêmê û çavkanîyên dewlemendîyê yên siruştî yên ku ew pê ve ne. Bi şêweyekî cîyê coş û xuroşê, ew we vedixwînin ku hûn tevî wan bibin: bo avakirina Akademîya ku dê derfetan dabîn bike da ku nasîya jîyana li Rojava bide bîyanîyan, pê re jî bo domandina projeyên ku wan ji niha ve dane destpêkirin. Ez li hêvîyê me, wek min, hûn ê jî li ber hesta hêvîyê, pêkanîyê û bînayîya utopyager bikevine lebt û livê, ya ku Rojava dinimîne û pêşkêşî Rojhilatê Navîn û welatên mayîn ên cîhanê dike. Vê bînayîyê bi hevalan re parî hev bikin, bi şarezayîya xwe ve tevkarîyê lê bikin û piştevanîyê li Komîna Înternasyonalîst a Rojava bikin. Alîkarîyê pê re bikin bila li Rojava cîhaneke nû berceste bibe. Û bînayîya wê belave bikin: ku civakeke êkolocîk û azad li her derê pêkan e.
14
Pêşgotina Debbie Bookchinê
15
Serdestpêk
evî ku arîşeyên jîngehî yên li Rojava hê ji sêrî de dêhn û bala me kişandine ser xwe, geşedana xebata êkolocîk a civata me bû qonaxeke ku hêdî bi rê ve çû. Sereta ew bû ku ji bo me înternasyonalîstên li Rojava ezmûneke giring bû wekî em ne bi tenê bi hiş û hoşeyê xwe ve, lê bi destên xwe ve jî beşdarî şoreşê bibin. Û gelo çi dê baştir bibûya bêtirî ku em bixebitîyana li gel wî zemînî bi xwe ku ev şoreş li ser pêk tê? Li dû ku me hilda û danî û hizra xwe kir çi ka me yê bikaribûya ji bo şoreşê çi bikira, axirî em hatine ser wê hizrê ku em li Akademîya Înternasyonalîst erdekî terhikan saz bikin.
T
Bi avakirina Akademîya me û pîlan û nexşeya bo erdê terhikan re li pey hev pirs ji pirsan zeyinîn. Gelo ava ku ji bo Akademîyê, li nik wê jî ji bo daran, pêdivîya me pê heye dê ji kê derê bê? Gelo dê çi li ava me ya avrêjan bê? Gelo em ê çi bikin ji gilêşa xwe, û gelo civak ê çi bike ji wê? Gelo ji bo werzê me pêdivîya me bi kîjan xorremeyan heye û gelo li çandinîya li wê derdorê kîjan têne bikaranîn? Ji çi re îro ro li derdora Akademîyê bi tenê genim tê avêtin, ku li wan deran hema berîya çend deh salan hê jî daristan hebûn? Çi qasî me 17
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
pirsên xwe zêde kirin, em ketine gotûbêjan û xebitîn, em ew qasî zelaltir bûn der barê têkilîya di navbera kêşeya êkolocîk û rewşa polîtîk û aborîyî de. Ew ev qonax bû ku berê da me vê pirsê: gelo dê civakeke êkolocîk a li Rojava bişibe çi û renge ew çawa bê avakirin? Bi me ve guncan xuya kir ku em gotûbêjên xwe û encamên xwe yên vekolanê yên destpêkî vegêrrin, û ev jî ew tişt e ku em dixwazin pê vê pirtûkê bikin. Qesda vê yekê ne bi tenê ew kes in ku xwe tevî kombestên peywendîdarî babetê kirine û hemû kesên din ên ku bi şêweyekî xwecîyî dixebitin û vekolanan dikin, lê wisa jî çalak, zanyar û kesên heweskar ên li hemû deverên cîhanê ne. Mijarên jîngehî yên li Rojava, çi di nava pêkhateyên xwecîyî de, çi jî di nava kom û civatên pîgarîyê yên gerdûnî de, her bûne babeteke nîgeranîya kêm. Gelê derewelat ta niha ev babet avêtiye pişt guhê xwe, ji ber ku bergeha şerê li dijî Dewleta Îslamî pê berdewam e siruşta polîtîk a vê şoreşê serkut dike. Bi vê pirtûkê ve em dixwazin dupateke cîyawaz pêşnîyar bikin: em dixwazin raportê li ser arîşeyên lezgîn ên li ber gel û siruşta li Rojava amade bikin; amajeyê bi xebata êkolocîk a li vir bikin; û xerîkî guftûgoyeke çalak bin li gel wan hemû kesên heweskar û xwedan pozîsyoneke guncan bo alîkarîkirinê. Di henga nivîsîna vê pirtûkê de vê yekê her wiha kir ku em bi arîşeyekê re bi darî hev bikevin: gelo çawa em gotûbêjên aydîyolocîk ên der barê peywendîya binçîneyî ya di navbera gel û siruştê de û vekolana li ser pirsên bayolocîyê û avakirina sazgehê lêk didin? Gelo çawa em tê de bi ser dikevin wekî em van mijaran dikine rêtêbar, pê re jî ne bi tenê bo kesên 18
Serdestpêk
ku jixwe li gel wan aşna ne? Em hêvîyê dikin ku bi firehîya mijarên çêlkirî, çendetexlîdîya deqan û dabeşbûna wan a bi ser beşên kêrhatî de ev yek hatibe biserxistin. Berê pêşîn, em xwe, Komîna Înternasyonalîst a Rojava, didin naskirin. Di para dahatî de em ê gotûbêja xwe ya êkolocîya civakî bidin naskirin, her wiha bergeha xwe ya li ser civakeke êkolocîk, a ku bingehê teorîk ê xebata me ya berdewam e. Hemin em nikarin zanyarîya kartêkirina modernîtîya kapîtalîst a li ser pergala êkolocîk bê pirs û pirsyar bipejirînin, di pey re serdestpêkeke teorîk bo qeyrana êkolocîk a modernîtîya kapîtalîst tê. Me da xwe ku em giringîyê bidine gelek bar û doxên cîyawaz ên vê qeyranê. Bi palpiştîya vê perspektîva gerdûnî ya qeyrana êkolocîk, di para pêncem de, nemaze peywendîdarî mezintirîn kantona li Rojava, Cizîrê, em ê rewşa li Rojava gotûbêj bikin. Ji alîyekî ve, ev balpêdan ji giringîya navendî ya Cizîrê ya bo enercîyê, babetên rêbaza jîngehî û çandinîyî diqewime, ji alîyekî dîtir ve jî ji wê yekê diqewime wekî em li vir dixebitin û Akademîya xwe li vir ava dikin. Li nik vê yekê, ji dema destpêbûna vê weşînekê û pê de, delîve çênebû ku em seferê bo Kantona Efrînê bikin, lewma jî me karî der barê rewşa li wir, li Efrînê de bi tenê vekolana vesînordar bi rê ve biherin; Para 5’an jî di peywenda rêbazên dewletên Tirk û Sûrîyê de pêdeçûneke giştî ya li ser mijarên êkolocîk dide. Em ê bi hûrgilî pêşnîyarên xwe darêjin wekî bê ka di henga damezirandina civakeke êkolocîk de renge wekî din çi pêngav bêne hilanîn. Zanyarîya bikitekit, reqem û rastîyên
19
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
ku di vê parê de em amajeyê bi wan dikin xwe dispêrine lêkolanên ku di pêristnameya di dawîya pirtûkê de hatine navnîşkirin û gotûbêjên bikitekit ên li gel wan kesên berpirs ên pêkhateyên curecur ên xwerêveberîya demokratîk. Bi vê pênaseyê qesta me pêkhateyên deredewlet î demokrat in, ên ku li ser bingehê meclîsên taxan, ji destpêka şoreşê de, ji 2011’an û vir ve ye hatine damezirandin. Li gel berçavkirina vê zanyarîyê, helsengandina der barê rewşê de û projeyên ku heta vê gavê dest pê bûne, me armancên helmeta “Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin” kifş kirin, bi wê yekê re pêngavên berbiçav jî ku di pey re tê de bêne hilanîn. Di dawîya pirtûkê de em ê van bi hûrgilî raber bikin.
Komîna Înternasyonalîst a Rojava Rezber, 2018
20
SerdestpĂŞk
21
Berîya her tiştî, bi kûrtirîn derên rewana xwe ve, hestyar bin li hemberî her çi bêdadî be û li cîhanê her li kê derê her li kê hatibe kirin. Ev bedewtirîn taybetmendîya şoreşekê ye.
CHE GUEVARA
Komîna Înternasyonalîst a Rojava Fêr bibe. Piştevanîyê lê bike. Bi rêk bixe.
J
i hinga destpêka şoreşa li Rojava de şeş sal bihurîn. Ji hinga berxwedana dastanî ya Kobanêyê de, YPJ/ YPG pê berdewam e paşekişeyê bi çeteyên paşverû yên DAIŞ’ê dike. Di heman demê de, gelê Rojava bi serfirazî berhingarîyê dike di gel hemû rahêlanên ku dixwazin şoreşê pûç bikin. Tevgereke şoreşger, a sirûşa xwe û bingehên xwe yên zanyarîyê ji hizrên Abdullah Öcalan û ji têkoşana tevgera azadîyê ya Kurdan girtî, li ser xîmên azadîya jinan, êkolocîyê û demokrasîya radîkal ava bûyî, li Rojava xwe bi rêk dixe da ku kutayîyê bi modernîtîya kapîtalîst bîne. Lê şoreşa li Rojava di binê zor û zerbê de ye: şerê li dijî DAIŞ’ê, terora rojane ya dewleta Tirk û pê re jî gemaroyeke aborîyî ya berfireh leza avakirina civaka nû kêm dikin. Hal û mede wiha, pêdivîya Rojava ji her demê bêtir bi piştevanîya cîhanî heye. Ji Rojava re ji derve de baldarîya torên mîdyayê û piştevanîya polîtîk divê; di heman demê de pêdivîya gelê li Rojava bi alîkarîya xwecîyî û berbiçav heye. Gelî doktoran û mamosteyên Îngilîzî, gelî wergêran û endazyaran: pêdivîya sazûman û pêkhateyên li Rojava bi zanyarîyê û hizran heye. Lê ew yek ne bi tenê mijara pisporan e. Em li kesan digerin, ên ku dixwazin fêr 23
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
bibin, beşdar bibin û bibine parçeyekî şoreşê. Înternasyonalîzm û çalakîya yekser – çi di nava YPJ’yê û YPG’yê de be, çi jî di nava pêkhateyên medenî de – alîkar e ku wateya şoreşê bê derdibirrîn, û dihêle ku ew tixûbên Kurdistanê û Rojhilatê Navîn bibezîne. Li nik pîgarîya bikarbar, ew yek pêdivîya cîyê lez û bezê ye.
Hûn xwe bi xwe hêvî ne.
ABDULLAH ÖCALAN
Pêdivîya Rojava bi me heye, lê jê bêtir jî pêdivîya me bi Rojava heye. Bi şêweyê têkoşaneke kolektîv a li dijî zilm û zorê pêdivîya me bi hêvîyê, bi bawerîyê, bi sirûşê û bi perspektîvên nû heye. Li cîhana Rojava dewleta otorîter û tevgerên baskê rastê vegera xwe pîroz dikin – stêrkên berê yên neolîbirilîzmê hê ji niha ve dane ser rêya xwe da ku derî û dergehan li faşîzmê vekin. Trump, Erdoğan û Putin rûpoşên dawîn ên demokrasîyê ji rûyên xwe dişiqitînin. Li hemberî van rûdawan, pirranîya tevgerên şoreşger di cî de qerimîne. Asta wan a giringbûnê kêm bûye û bê perspektîv in, ji hev belawela û havî ne, yekane rola ku pergal ji wan re dihêle ew e ku ew çavdêrîyan û rexneyan bikin. Rojava rêyekê raberî me dike ku em zora vê dîlemayê biherin: Fêrbûna ji tevgera Kurdan wateya xwe ew e ku em şoreşê bi rêk bixin û wê belave bikin. 24
Komîna Înternasyonalîst a Rojava
Du, sê, gelek Rojavayan biafirînin!
Tevî ku înternasyonalîst jixwe ev bi salan e li Rojava dixebitin, heta niha çu pergala damezirandî çênebûye da ku gelek mirovan ji derewelêt bîne Rojava û wan tevî pêkhateyên şoreşê bike. Li nik gir û girîftên veguhestinî yên seferkirina bo Rojava, nebûna wesfên zimanî, cîyawazîyên ferhengî û bêparbûna ji zanyarîya der barê tevgerê û her wiha herêmê de, van arîşeyan rê nedaye beşdarîya watedar a înternasyonalîstan li xebata şoreşger. Pêkhateyên xwecîyî yên ku înternasyonalîstan perwerde û amade bikin û her wiha ew ên ku di xebata xwe û hevkarîgerîya li gel înternasyonalîstan de piştevanîyê li sazûmanên xwecîyî bikin, nînin. Ku em bi sanahî bibêjin, pêdivî bi pergalekê heye ku xebata înternasyonalîst a li Rojava bi rêk bixe. Em tev bi tevgera Kurdan re vê pergala xwebirêkxer û xwefînanseker pêk tînin û geşeyê pê didin. Pêngava pêşîn dê ew be ku em Akademîyekê bo înternasyonalîstan li Rojava damezirînin. Li wir em ê perwerdeyîya polîtîk-ferhengî, korsên zimên û xebata çespanî û kolektîv bi rêk bixin. Ev yek ê delîveyan bo înternasyonalîstan dabîn bike ku ew beşdarî pêkhateyên xwecîyî bibin. Em her kesî vedixwînin ku xwe bi rêk bixin ji bo ku piştevanîya şoreşa li Rojava bikin û bişopînin û tevî çalakîyên Komîna Înternasyonalîst bibin. 25
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Di taxeke li Qamişloyê de, dayîkek salvegera şoreşa li Rojava pîroz dike. 26
Komîna Înternasyonalîst a Rojava
27
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
28
ÊKOLOCÎYA CIVAKÎ Awirek li mirovayîyê û siruştê
C
îhana sedsala 21’ê bi rûbarî kavilên rabirdû û nihaya xwe dikeve. Şer bûye rewşeke asayî, xizanî û birçîbûn bûne nûçeyên marcînal ên ku nema babetî sernûçeyan in. Gelek mirovan wate û giringîya mirovbûnê ji dest dan, pê re jî peyva civak bi tenê rengê takekesên goşegîrkirî dide, ên ku li jêr dewletekê hatine civandin ku peywendîyên navkesî bi rê ve dibe. Gava ku ev rûdaw bêne berçavkirin, ev mijarên jîngehî di rêza duyem de xuya dibin – qewamine ji dera hanê bo gelek kesan, bêtir tiştekî ji tiştan ku jîngehparêz divê der barê wan de xeman bixwin. Lê qeyrana êkolocîk axirî qey bû lezgîntirîn arîşeya dijwar a serdema me, ji ber ku ew temasî hemû warên civakê dike û kar di wan waran hemûyan dike. Êkopergal ta asteke wisa hate têkbirin wekî pirrî zîyanê hew tê jinavbirin. Beşeke berfireh ji jîyanê, mirov û ya siruştî, her du jî ketine qeyraneke binçîneyî. Li ser vê têbînîyê, Abdullah Öcalan wiha nivîsîye: “Rêbazeke ku belênê bo rizgarîya ji qeyrana heyî bide dikare bi tenê rê li ber pergala civakî ya birêkûpêk xweş bike, heke ew rêbaz êkolocîk be”. 29
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Pêdivî pê heye ku kurteya pergaleke civakî ya êkolocîk a bi wî rengî bi nexşên wê yên serekî ve bê dayîn û rêbazek bê perisandin ku bikaribe zora qeyrana civakî û êkolocîk bi tevayî bihere: rêbazeke ku ne bi tenê li gel berjengan tê bikoşe, lê yeke pê re jî vavêr bike ku qeyrana êkolocîk û qeyrana civakî hişkehişk peywendîdar in. Ji bo ku em bikaribin qeyrana êkolocîk çareser bikin, divê em peywendîyên civakî yên hêzê û fermanrewatîyê bi şêweyekî binçîneyî biguherînin. Heke em vê yekê bo rêyên nû yên bo jîyînê ji xwe re wek sereta werbigirin, pêdivî ye em bikaribin wê pirsê bibersivînin wekî bê ka çawa û bo çi civak hatin û di dijraberîya siruştê re derketin. Ji bergeheke dîrokî de, pêdivî ye em bikaribin kêlîyên dîyarker ên gorankarîya civakî pênase bikin ku rê li ber şikestina di navbera siruştê û civakê de xweş kirin ku îro ro di civaka kapîtalîst de em pê ve derdikevin. Behskirina ji mirovayîyê û behsnekirina ji zêhnîyetên berbiçav, pergalan û desthilatdaran, bi tenê sedeman vedişêre û axirî berê me dide rawêjên çewt. Ew yek wan nakokîyan bincil dike ku veşartî ne li pişt kategorîyên mirovayîyê: lihevnekerîyên di navbera bindestan û zordestan de; di navbera mêran û jinan de; di navbera pîran û ciwanan de; di navbera ronîyê û tarîyê de; di navbera xizanan û dewlemendan de. Heke em bixwazin di avakirina civakeke sosyo-êkolocîk a nû de bi ser bikevin, nexwe pêwîst dike ku em mirovî wekî şêwejîyanekê hizir bikin ku bi dahênerî û hêza xwe ya dahêner dikare tevkarîyeke gewre li kawdan û peresana tevayîya cîhana siruştî bike. Hetta bêtirî wê yekê jî, ji erk û binbarîya me ye ku em vê hêza nepenî ya her wisa di hundirê 30
Êkolocîya Civakî
me de jî bipejirînin, pê re jî em bawerîya xwe bi wê bînin. Ron û eşkere ye ku rêbaza çareserkirina qeyrana êkolocîk, bi armanca civakeke sosyal-êkolocîk, nabe ku bi tenê bimîne wekî babeta zanistan; bereks, ew her wisa jî erka teorîyeke rexneyî ye, ya ku dişê zora dutîretîya pozîtîvîst a di navbera zanistê û zanistên civakî de û di navbera mirovayîyê û siruştê de bihere. Gelek hizirmendan – Abdullah Öcalan, Silvia Federici, Friedrich Engels û bi taybetî Murray Bookchin – bi vekolanên xwe yên der barê peywendîyên hêza civakî û rûdawên dîrokî de, bi têgihiştina xwe ya der barê siruştê û mirovayîyê de û bi bawerîya xwe ya qewî ya bi jîndewarîya civakeke azad û êkolocîk, bi taybetî roleke giring gêrran di tevkarîkirina li teorîyeke bi wî rengî de. Gorankarîyên dîrokî di peywendîya di navbera civakê û siruştê de Gava ku em dêhna xwe bidine gorankarîyên di peywendîya di navbera civakê û siruştê de, pirr û gelekî giring e ku em peywendîyên hêzê yên civakî, şêweyên cîyawaz ên berhemhênanê, aydîyolocîyê û zêhnîyetê ji bîr nekin. Hew bi tenê tektenê peywendîyeke civakî li gel siruştê tine: şêweyên berhemhênanê, çînên civakî, ferheng û cinsîyetên cîyawaz dirûv didine peywendîyên cîyawaz. Siruşt bar û doxên curecur li xwe digire, her wekî xwardemenî û enercî, lê her wiha peywendîya takekesekê/î li gel bedena xwe. Ew
31
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
rewş babeta wê yekê ye bê ka cîhana derveyî ya li dora mirov çawa tê dîtin, tê famkirin û hest pê tê kirin. Peywendîya vê gavê ya li gel siruştê, ku di binê nîrê pêkhateya dewlet-kapîtalîst de ye, qonaxeke demdirêj a gorankarîyan perisand. Jêkvekirina vê peywendîyê ji perisana xwe ser û sîmayê pergalekê dibexşîne wê ku bi hebûna xwe ve bivê nevê ye û ta niha her tim wisa bûye. Ku ev dîrok û perisana wê bi rastî û duristî neyê taqîkirin û têkçûn rû bide, di encamê de ev bêşîyanîyekê bi xwe re tîne ku ji dema niha nayê famkirin yan jî çênabe ku dahatû were avakirin. Bi vê ferasetê, di beşa dahatî de em ê dêhna xwe bidine hindek bar û doxên gorankarîyên di peywendîya civakî li gel siruştê de.
Siruşta: mirovî bû bîrewer
JOHANN GOTTLIEB FICHTE
Civaka siruştî çêdibe wekî yekem şêweyê civakî were şirovekirin. Di nava civatên biçûk ên hoz û tîreyan de, mirovan dest bi qonaxa civakîbûnê kir. Di têgihiştina mirovên civakên seretayî de siruşt bi têkilîyeke nêzîk li gel wê hate wesfandin; siruşt tiştekî zindî hate hesibandin, ku ew hizir diheband wekî her bûnewereke siruştî gîyanekî xwe heye. Hêza kamil a siruştê derbirrana 32
Êkolocîya Civakî
xwe di hizra ruhên siruştê de peyda kir, a ku mirovayî pê li têgihiştinekê gerîya. Divîya mirov li gel van hêzan bi ahengdarî bijîyana, ji ber ku wan hêzan jîyan û aheng û teqlên jîyanê dîyar dikirin. Mirov lê nedixebitîn ku siruştê dagir bikin, bereks, lê dixebitîn ku bi rêya rêwresmên ayînî yên cîyê sêhr û silûkê bandorê lê bikin, gazîya xwe bigihînîne ruhên siruştê. Ev sêhr û silûk şêweyê resen ê zanistê bû. Wê yekê xwe disparte çavdêrîyên li qonaxên jîyanê û mirinê yên di siruştê de û çavdêrîyên mirovan bi xwe. Ev jîyana mirovan, a di nava civatên hoz û tîreyên biçûk de û pabendî hizra siruşteke zindî, li gorî rêsayên sereke yên êkolocîyê bi rê ve diçû, wate, bi ahengdarî li gel siruştê û yek û din. Ji ber vê yekê em dikarin civaka siruştî “wekî şêweyekî jixweber ê civaka êkolocîk pênase bikin” (Öcalan). Di bîra hevbeş a mirovayîyê de, siruşt wek dayîkekê ye, a ku jîyanê û her tiştê ji wê re pêwîst dibexşîne mirovan. Rêçên têrma ‘siruşta dayîk’ gengaz e berev paş bo vê ezmûna hevbeş bê gerandin. Serdestîya mirovî li ser mirovayîyê û siruştê Hinga ku jîyana civatên pêşîn her bi tenê vebestî bû li gel her çi yê ku mirovan dikaribû ji nava siruştê de berhev bikin, pê re nêçîrvanî li bihevdana riwekan û fêqîyan zêde bû. Kuştina ajelan a birêkûpêk û pîlankirî berev ferhengeke nêçîrvanî perisî. Ji vê yekê, û ji pozberî û lêkdanên ku di navbera civatên hoz û tîre de rû didan, ferhengeke şerî pêk hat ku ji 33
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
34
Êkolocîya Civakî
35
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
xweparastinê derbas bû. Ji vê çendê, wekî din ji pêkhatina zêhnîyeteke şerî û sazûman û hayirarkîyên wê yên têkildar re zemîn hate afirandin. Vê yekê bo kawdana civakê encamên cidî bi xwe re anîn. Hevterîbî peydabûna hayirarkîyên pêşîn û dabeşbûna mirovan bi ser kategorîyan û çînan de (her wekî regez û cinsîyet), peywendîya li gel siruştê jî guherî. Bi saya serê çavdêrîya li qonaxên jidayîkbûnê, mezinbûnê û mirinê, me geşe bi têgihiştina pêşîn a bayolocîyê, ku wê yekê rê li ber bikaranîna bi zanebûn a riwekan û ajelên dermale bo çandinîyê xweş kir. Mirovan dest pê kir li gorî pêdivîyên xwe şêwe da jîngehê û kar di peresana bayolocîk a ajelan û riwekan kir. Derameta li zêdebûnê ya ku ji çandinîyê dihat, a ku ji asta pêdivîyên demildest derbas bû, êdî divîya bihata gêrrandin. Ev dolîwgerîya halxweşîya civakî hişkehişk girê dayî pêkhatina hayirarkîya civakî bû (ya ku derbirrana xwe bi serwerîya pîran li ser ciwanan, ya mêran li ser jinan û ya serkirdeyan li ser ên ku dihatine birêvebirin ji mêj ve peyda kiribû). Di henga vê qonaxê de, ev hayirarkî bere bere li ser rêjeyeke zêdetir veguherîne pergaleke civakî ya aloztir – çawa ku em bi pêkhatina qeşeyên Somerî û Misirî re dibînin. Ev pêkhateyên dewletê yên pêşîn bi xêra pergaleke mîtolocîk hatin rewakirin, a ku ruhên siruştê ji navê hilanîn û xweda – û tercumanên wan ên mirov – danîne raserê wan. Û bi hildana ku hildan xwedayên nû derxistine ser textê siruştê, qeşeyên wan ên nû wek xwedayan rabûne ser zînê civakê.
36
Êkolocîya Civakî
Ji perspektîva mîtolocîya nû de […] siruşt û gerdûn dagirtî ne ji xwedayên ku ceza dikin û hukim dikin. Ev xweda - yên ku di ‘esl û resenê xwe de zordarên mijok û qecer in - li derveyê siruştê hêwra xwe danîne […]. Wan siruşt têk de hişk kir heçku. Ew yek bergeheke siruşteke û bûjeneke bê can û cesed peyda dike. Hemû heyberên zindî kêmxistî ne, pê re jî xulam û xizmetkar in ku ji terxê xwedayan hatine afirandin.
ABDULLAH ÖCALAN
Di vê qonaxê de, em kifş dikin ku firêt û xavên serwerîya mirovî li ser mirovî li gel serwerîya mirovî li ser siruştê di yek tevnê de têne vehînan. Li gel lebt û liva ji pêkveheyîneke êkolocîk û azad a di civaka siruştî de, a cîyê rêzgirtina duqolî, pîgarîyê û pûtepêdanê, berev civakeke li ser xîmên hayirarkîyan, çînan û serwerîyê danayî, mirovan ne bi tenê xwe ji hev du havî kir, lê ji siruştê jî. Ev bû destpêka qonaxa karesata wan, ji ber ku civaka çîndar a ku perisî bi şêweyekî ron û eşkere bû nakok li gel siruştê. Hizra siruşteke zindî, bi can û cesed, rengîn û berhemdar rê da siruşteke tolexwaz 37
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
û nepak – tiştekî ku qayîş pê re bihata kişandin. Ku bi civaka Somerî re dest pê kir û pê ve, ev dijşoreşa li hemberî civaka siruştî, gorankarîya radîkal a bi zêhnîyeta mirovan re çêbûyî, bere bere li seranserê Rojhilatê Navîn belav bû ta ku wê herêmên berfireh ên cîhanê bi şêweyekî binçîneyî guherandin. Hizra ku dibêje siruşt qeterehm, zilmkar û serdest e, a ku îro ro hê jî qayîm e, vedigere bo vê şikestina di peywendîya civakî de. Mirovayîya wekî afirandîyeke biçûk, tazî û terrecan rastî vê siruşta zilmkar hatî divê berevanîyê ji xwe bike û geşeyê bi hêzên xwe bide da ku siruştê dagir bike, bibe serwera wê. Ev têgihiştin bi kêr hat ku têkilîyên mirovan ên di nava xwe bi xwe de yên ku bere bere bêtir dibûne cîyê zilmkarîyê bêne şofandin. Li gorî vê yekê, bi saya serê berhemdarîya bendetîyê, mirovayî dikare pêsîra xwe ji hêza siruştê bifilitîne. Zindîmayîna me ya kolektîv girê dayî hêza keda mirovî ye. Bi vê yekê re jî, jankêşana bendebûyîyan, gava ku li gel hêza di nava demê re bi dest ketî ya mirovî ya li ser siruştê bê berawirdkirin, tiştekî biçûk e heçku; bendebûyî zîyana desteber a azadbûna cîlê mirovî ne.
Vegera bo siruştê û cîhana xwedanjîyan, ên ku ji berê û paş de hatibûn şeytanîkirin
ABDULLAH ÖCALAN 38
Êkolocîya Civakî
Peywendîya civakê li gel siruştê heta Reformasyonê li Ewrûpayê bi şêweyekî binçîneyî neguherî. Biryardarîya gel da ku peywendîya xwe ji hizrên vebirr ên Dêrê bibirre rê xweş kir li ber vegereke bo beraqilîyê û rojanîtîyê yên ku bi destê Xiristîyanîyê hatibûn şeytanîkirin. Hizra siruşteke bi can û cesed û zindî, di kîjanê de Xweda bi xwe dijîya, di texeyyula gel de cîyê xwe dîsa peyda kir. Di hunerê de, ev yek di şayesandina siruştê û mirovan de bi şêweyên rastîbîn hate derbirrîn, ku bedewîya wan nîşan dide. Vê çendê ew zêhnîyet kuta kir, a ku siruşt û jîngeh wekî tiştekî neçalak heldisengand. Di heman demê de, dewletê hewildana xwe geştir û gurrtir kir da ku pergala zanyarîya civakî ya pakkirina siruştî – ya jidayîkbûnê, jîyanê û bedena mirovî – feramoş bike. Ev zanyarî berhema bi hezaran salên ezmûnên jinan bû, ên ku her tim geşe bi wê dabûn û cîl bi cîl ew veguhestibûn. Jinên ku bi hêza rê û rêbazên siruştî bawer dikirin û ji ber wê yekê peywendîyeke wan a xurt li gel siruştê hebû di heyna Angîzîsyonê de hatine sêdaredan. Xwedanîya vê yekê wekî qas û qudreteke şeytanî dihate şirovekirin û digotine jinan, pîrebok. Ew dihatine hesibandin bermayîyên qirnên ku tê de efsane, peristina bo xwedawendan û bawerîya bi siruştê tev bi peristina bo cîyên siruştî re li dar bûn. Êrîşa bo ser jinan û jinkujîya ku li dijî wan dihate kirin rengê êrîşeke dorfireh bo ser bendê civakî yê li gel siruştê û zanyarîya wê dida. Ne ku ev yek bi civakên li Bakurê gerdûnî ve vesînordar bû: bi mêtingehkarîyê re, têkilîyên civakî yên siruştê yên li Başûrê gerdûnî hindî ku çû bêtir duçarî paradîgmayên
39
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
mêtin, rûxandin û navendîkirina zanyarîya civakî bûn. Di heman demê de, hizrên şênîyên binecî yên mêtingehan sêhreke ezamet anîne mexderê. Dilsozîya wan a li gel siruştê û azadîyê, nebûna mercên sazûmanîbûnê yên kedxwarîyê, her wiha beşdarîya wan a polîtîk li civateke kolektîv a ku çu cîyekî vala bo timatîya takekesî nedihişt civaka siruştî anî bîra mirovên ji Ewrûpaya ku şerî ew kiribû dêrisê gundan. Navendîkirina çandinîyê, gelemperîkirina erdê gundîyan û koçberîya bo bajaran zanyarîya civakê ya der barê qonaxên êkolocîk de û dilsozîya wê ya li gel siruştê hê bêtir xapûr kir. Desteserbûna erdî ji alîyê derebegan ve kir ku beşên berfireh ên erdê ku berê hevpar bû bibine ên milkên xwemalî yên takekesan.
Di serdemên şarmend de mirov bûne gur ne ku bi tenê bo mirovan, lê bo tevayîya siruştê
ABDULLAH ÖCALAN
Li gel kawdana zanistê wekî azîneyeke bo ravekirina cîhanê, têgihiştina der barê qonaxên bayolocîk î siruştî de jî kûr bû û belave bû. Ev yek bêtir ji têrmên ayînî pê de pê de bi şêwazeke zanistî bi beraqilî hat pênasekirin. Mirovayîyê xwe ji siruştê jêk ve kir; wê xwe danî navenda tiştan û êdî siruşt û bi ser 40
Êkolocîya Civakî
de jî bedena mirovî wekî tiştên neçalak û westaw ên babeta vekolanê hesibandin. Têperana ji bîr û boçûneke cîhanî ya tevgir, a ku siruşt bi can û cesed dihesiband, berev bîr û boçûneke cîhanî ya mekanîkger a aydîyolocîya pozîtîvîst, pêngaveke dîyarker bû di gorankarîya di peywendîya civakî ya li gel siruştê de. Siruşt bû bûjena bê can û cesed a ku çêdibû xebat li serê bihata kirin, bihata dabeşkirin, bihata pîvandin, bihata lêkolandin û bihata bihefsarkirin – wekî çavkanîyeke dewlemendîyê ya xwedana zêdetirîn buhayî, lê wekî jîyana negiring çu buhayê xwe nîne. Gelek caran, siruşt wekî dîyarkera serekî kifş dibe. Mirovê takekes û civak bi xwe daketine ser asta bûnewerên zoolocîk ên ku rajêr in li ber rêzika siruştê – saxmayîna yên herî guncan. Milmilane û dijhevîya li ser siruştê ferz kirî bi mirovan û kiryarên civakî re reng dide. Şer, tundûtûjî, serwerî û zilm û zor heçku tiştên siruştî ne ku mirov nikare ji ber baz bide. Çawa ji alîyê Thomas Hobbes ve hatî derpêşkirin, ev, qet nebe, pêkan e bi tenê ji alîyê bûnewereke rasersiruştî û rasermirovî ve, ji alîyê dewleta otorîter ve bê bihefsarkirin. Cîyawazîya di navbera mirovayîyê û siruştê de hema hema yekcar ji nav diçe; ew bi tenê şîyana hizirkirinê ye ku mirovan ji ajelan vawêr dike. Di vî awayê hizirkirinê delîveya hişê û vîna takekesî hilanî ye û, pê vê, dozînîtîya bedenê û siruştê çêdibe bê bendûbarkirin. Bizava Ronîbûnê ya birjûwa xwest ku sawa mirovayîyê ya ji siruştê biçine, da ku siruşt bikaribûya li ber mebestên wê bi xwe yekcar tepeser bibûya. Pêşmercê bo vê yeka hanê zanyarîya rêzikên fizîkî û amûrên teknîkî bû. Siruşt û civak 41
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
di nava peywendîyeke dualîstîk, dijberane de rûberî hev û din dibin; ne cîyê sersûrmanê ye ku peywendîyeke bi vî rengî ya li gel siruştê vebizavên dîtir derxistine rastê. Helwestek peyda bû ku siruşt dijminê civakê nehesiband, bereks, civak dijminê siruştê hesiband. Digel bobelatên jîngehî yên ku bere bere li ser rêjeyeke zêdetir dibine tirsnak, ku mirovayî ji wan berpirs e, peywendîdarî şaristanîyê, civakê û hetta mirovayîyê bi xwe radestî û reşbînî heye. Teknolocî wekî nakokî siruşta organîk û bêtawan tê nîşandan; zanist wekî nixûndara berzkirina jîyanê; hiş li dijî pêjna bêtawan; kêm zêde, mirovayî li dijî tevayîya jîyanê. Cir û cedêl li dar e wekî pêdivî ye mirovayî, ji ber hindê, xwe rajêrî siruştê bike û xwe pabendî rêzikên siruştê bike. Lê tew di vê têgihiştina prîmîtîvîst a ji siruştê û mirovayîyê de jî, dijraberîya wan a derûnî – dualîtîya wan – bi rijdî berdewam e. Havîbûna kûr a di navbera mirovayîyê û siruştê de û di navbera mirovan û bedenên wan de mîrateya zanista pozîtîvîst e. Ew peywendîya berkirde-kirdeyê ya xwerû ye ku bi rêya pozîtîvîzmê tevî hizra mirovî bûye û bingehê peywendîya civakî ya siruştê ya di modernîtîya kapîtalîst de dîyar dike. Netewedewleta nûjen jî tê de, kawdana vê zêhnîyetê û ev şêweyê têgihiştina ji siruştê, bûn beşek ji qonaxa pergalên civakî yên bere bere li ser rêjeyeke zêdetir navendî bûyî. Firêt û xavên vê zêhnîyetê û ên pîşesazîbûnê, geşedana makîneyan û motoran di yek tevnê de hatine vehînan. Kartêkirina vê aborîya pîşesazîyî û hayirarkîk li ser axê, hewayê, avê û mirovan li ser asteke wisa zêde bû wekî êdî zîyanek gihiştiye pergala êkolocîk ku nema pak dibe.
42
Êkolocîya Civakî
Modernîtîya kapîtalîst: kar û kesp û dewlemendbûn wekî wateya heyîna tevayîya jîyanê Kesekî/e ji siruştê havî bûyî ji xwe havî bûye û xwe tine dike. Çu pergalê bêtir bi zelalî ji modernîtîya kapîtalîst ev têkilî neselmandiye; rûxandina jîngehî û qeyranên êkolocîk bi zilm û zor û kedxwarîya li ser serê mirovan re bi hev re siwar dibin, bi hev re peya dibin. Modernîtîya kapîtalîst, bi hizra xwe ya ku her tiştî dike malekî kirrîn û firotanê, li ser heddên jîyanê bi xwe jî nesekinî: di rêya teknolocîyên nû re (her wekî endazyarîya cenetîkê) jîyan bi xwe dibe malê kirrîn û firotanê. Di modernîtîya kapîtalîst de, pergal li ser gerestêrkê gişî zal e çawa ku ew zal e li ser jîyanê bi xwe. Belavbûna kapîtalîzmê ya heta bi hemû warên jîyanê dawîya xwe nîne heçku. Qaydeyê kapîtalîst ê berhemhênanê çawanîya xwe ji neçarîya berfirehbûna berdewam digire: “Hûn çi qasî bikaribin mirovekî “pê qayîl bikin” ku êdî bila nema henaseyê bigire, hew bi wî qasî çêdibe ku kapîtalîzm bête ‘qayîlkirin’ bi mezinbûna di heddê xwe de” (Bookchin). Mezinbûnê di vê peywendê de wateya xwe ne dem, tenduristî, bextewarî yan jî dilnîyayîya zêdetir e, bes her bi tenê li ber e ku rêjeya karê zêde bibe. Hizra jîyaneke edilandî ew e ku modernîtîya kapîtalîst her çi yê xwe hebe ku pêşkêş bike, yek hindî jê bê wî tiştî bitehmije, ku ev yek civakeke safî berxur diafirîne; ev yek paradîgmaya sereke ya modernîtîya kapîtalîst e: şêwejîyaneke împiryalîst, safî berxur û siruşt-rûxîner. 43
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Mêtina li siruştê û mirovayîyê da ku rêjeyên kara çend kesan derkevine ser bilindtirîn astê çu heddê xwe yê rewiştî nîne. Statûya civakî bi hêzê û serwet û samanê tê pênasekirin. Xwebînî û timatî bûne bêhnpakî. Pûtenedana bi ti kesî û ti tiştî reng dide zêhnîyet û ferhenga civakê. Tê pejirandin ku geşedanê, çi mirov be çi jî siruştî, pêwîstî bi qayîşkêşanê û milmilaneyê heye. Kar û dewlemendbûn dibine wateya heyînê. Qeyrana êkolocîk a ku niha li dar e peywendîya civakîsiruştî ya nûjen serobino kir, ji ber ku kartêkirinên hewildana bo bihefsarkirin û bazirganîyîkirina siruştê wek heyva çardehşevî ne. Lê straticîya modernîtîya kapîtalîst niha ew e ku qeyrana êkolocîk bi xwe bike seretaya kûrkirineke çaksazkirî ya lêmêtin û mitakirina siruştê. Ji ber ku, li gorî pisporan û aborînasan, hemin ne ku her tiştekî di siruştê de buhayekî xwe heye, lewma nabe ku qedrê wî tiştê bêbuha bête zanîn, û dê bergirîyên hander î aborîyî çu nebin da ku ew tişt bête hilanîn. Ev careke din diselmîne ku çareserîya bo qeyrana êkolocîk dê bi tenê bi saya gorankarîyeke binçîneyî ya di zêhnîyetê û azîneyên berhemhênanê de û bi têkbirina modernîtîya kapîtalîst bi xwe pêkan bibe. Çareserî di wê yekê de ye ku peywendîyeke biparseng di navbera siruştê û mirovayîyê de, li ser hemû pileyan, ji nû ve bê biserûberkirin. Di vê peywendê de, ev yek babeta civakeke demokratîk-êkolocîk e, a ku bi şêweyekî çaksazkirî û bi bîrewerî pêk bê.
44
Êkolocîya Civakî
Her ku rê guşar li pergalê bê kirin û pergaleke civakî ya sosyalîst pêk bê, kêşeya êkolocîk bi binçîneyî çareser dibe. Wê yekê wate ne ew e ku hûn nikarin ji bo jîngehê bi pêyekî leztir tiştekî bikin. Berevajî hindê, pêwîst e şerê bo jîngehê bi têkoşana bo şoreşeke civakî ya gelemperî re bê biyekkirin...
ABDULLAH ÖCALAN
ÊKOLOCÎYA CIVAKÎ WEKÎ RÊYEKE RIZGARÎYA JI MODERNÎTÎYA KAPÎTALÎST Êkolocîya civakî zanista peywendîya mirovan a li gel jîngehên xwe yên siruştî û civakî ye. Êkolocîya civakî, disîplînên zanistî yên klasîk, mirovnasî, felsefe, dîrok, şûnwarnasî û teorîya civakî jî tê de, bi palpiştîya perspektîvên cîyawaz vedikole bê ka çawa ev peywendî şêwe digirin. Ew ne teorîyeke xwerû pênaseker e: giringtirîn bernameya wê ew e bê ka çawa çêbe wekî peywendîya mirovî-siruştê ya nazik ji nû ve bê sêwirandin û veguherandin.
45
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Di teorîzekirina têgihiştineke nû ji peywendîya civakî ya li gel siruştê de, êkolocîya civakî seretayên dîyarker pêşnîyar dike: mirovayîyê di qonaxeke siruştî ya perisanê re kaw da, ku tê de, di sêrî de, ne dijraberî, milmilane ne jî stûxwarî hebû di navbera siruştê û mirovî de. Di vê qonaxa kawdana civakî de û di şêweyên rêkxistinî de, ku civakan xwe li wan kirine xweyî, têkilîyek li gel perisana siruştî heye. Em dikarin siruşta pêşmirovî – riwekan û ajelan – wekî “siruşta yekem” bûjena nebirêkûpêk a çalak a jîyana organîk hizir bikin ku geşe dide berev alozî û cîyawazbûna mezintir a ku, dawîyê digihîje “siruşta duyem” – cîlên mirovan ên ku xwezan û haydar in, xwedanên wê şîyanê ne ku dest di cîhana siruştî wer bidin. Ya civakî û ya siruştî seraqet dikişine nava hev du û kar di hev du dikin. Bi vê çendê, wekî em mirov in, wê her tim pêdivîyên me yên siruştî yên sereke hebin, her çend ev di rêya cureyekî şêweyên civakî re di nava civakê de hatibin sazûmanîkirin jî. Divê em her wiha yektayîya jîrîya mirovayîyê di nava hevkarîgerîya perisana siruştî û civakî de fam bikin. Mêjî ji nişkê ve xwe bi xwe peyda nebû, bereks, ew berhema qonaxeke perisanî ya dirêj bû ku hêdîka geşe da û bû pergaleke tûreyî ya aloz. Jîrî ji vê çendê bi dorfirehî xwe dispêre siruştê. Ev yektayî bi reftarên civakî yên mirovan, bi duristkerî û texeyyula wan tê wesfandin.
46
Êkolocîya Civakî
Tiştê ku cîlên mirovan yekser berevajî hemû şêweyên jîyanê yên ne-mirov dike yekta ew e ku cîlên mirovan hêzên xwe yên awarte yên hizra têgehî, ragihandina devkî ya durist bûyî li dora rêzeke hijmetker a têgehan hene, pê re jî hêzên xwe yên pelixîner da ku cîhana siruştî veguherîne bi şêweyine ku çêdibe bi tevayî bibine rûxîner yan jî bi ezametî bibine dahêner.
MURRAY BOOKCHIN
Bi mirovan re, siruştê şêweyekî jîyanê afirandiye ku dikare, bi rêya serwextîyê û hiş, teşe bide jîngeha wê û wê biguherîne. Rê û borên perisanê yên bêserîûbinî yên ku nayên xeyalkirin dikarin li ber me vebin. Lê, divê mirovayî wê berspirsyarîyê jî bipejirîne ku ji hêza wê ya dahêner û ji vê têkilîya li gel hêza dahêner a siruştê dizê. Ev yek pêk nayê heke em hêzên xwe yên da berhemhêner û dahêner mandele bikin û wan tê kine nava dijraberîya li hêza siruştê, heke di navbera siruştê û civakê de yan jî di navbera adanîya zindî û teknolocîya mirî de em nakokîyekê çêbikin. Jê bêtir, divê em xwe yekpare li gel siruştê bihesibînin, siruştê wekî pawanekî pêkanîyê bibînin ku tê de cîlên mirovan nûner 47
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
in bo lûtkeya perisana dirêj a siruştê ya berev bîrewerî, kirdewarî, dahênerî û azadîya her gewretir. “Mirovayî, di rastîya xwe de, dibe dengê gengaz ê siruşteke hatî ser rewşa bîrewerbûnê û xwebişêwekirinê” (Bookchin). Cîlên mirovan bi serê xwe dişên dest tê wer bidin da ku di rêya teknolocîyê û nûjenkirinê re berê derava cîhana siruştî biguherînin. Pirs ew e gelo ew ê wê yekê bi beraqilî, bo xêra azadîya her gewretir, bikin, yan bi rûxînerî. Qorzîberê nîzameke civakî ya demokratîk-êkolocîk Heke ne pêkan be havîbûna mirovî ya ji jîngeha xwe ya siruştî û rûxana êkolocîk ji pozberî û lêkdanên civakî yên navxweyî bêne jêkvekirin, wê hingê pêdivî ye êkolocîya civakî nîzameke civakî ya nû derpêş bike. Pêdivî ye nîzameke bi wî rengî xwe bispêre pêkhateyên bi radîkalî demokratîk û bê damezirandin li derî hêza dewletê ya ku ji berê û paş de bûye pêkhateyeke navendîkirî ya bihefsarkirinê. Demokrasî antîtêza dewletê ye, xwe ji wê jêk ve dike û rêziknameyeke xwebirêkxer a qonaxên xwekoordînasyona civakî dinimîne. Di civakeke bi wî rengî de, berhemhênana malên kirrîn û firotanê dikare bi tenê bi mebesta qaydeyekî palûteyî, êkolocîk û dernavendîkirî yê berhemhênanê pêk bê. Pêwîstî li ser bingehê qonaxeke demokratîk a gotûbêjê û ya xwedana serwextîya ji derfet û delîveyên pergaleke êkolocîk a hevseng li gel siruştê û mirovî têne dîyarkirin. 48
Êkolocîya Civakî
Wate ji vê yekê ew e ku li ser teknolocîyan, qaydeyên berhemhênanê, levakirinê û şêweyên mezaxtinê dê ji alîyê kartêkirina wan a li ser jîngeha siruştê ve biryar bêne dayîn. Di heman demê de, divê biryar li ser bingehekî demdirêjtir bêne nirxandin. Gelek caran, encamên êkolocîk gengaz e bes bi xêra perspektîveke demdirêj bêne famkirin. Pîvera nirxandinê ya serekî ne bi tenê parastina siruştê ye, lê baştirkirina êkopergalê û hevsengîya wê ye. Heke dewlet û modernîtîya kapîtalîst hêza xwe ji dahênana ferheng û zêhnîyeteke hecemonîk digirin, wê hingê pêdivî ye civakeke êkolocîk civakeke polîtîk û rewiştî be, a ku alîkarîya duqolî, kar û xebata bo civakê û siruştê û roleke çalak di mafê xwe yê çarenûsî de pêşnîyar bike. Di vê civakê de, mirovayî dê têgihiştineke ji siruştê bi dest ve bîneve ku hema hema winda bûye. Û heke kapîtalîzmê mirovayî ji siruştê û ji axê havî kiribe, wê hingê pêdivî ye civakeke êkolocîk rijd be li ser hezkirina bo axê, ya ku mirovan disitrîne û her çi yê ku wan pêdivî hebe dide wan da ku pê bijîn. Weku Öcalan amajeyê pê dike, “jîyaneke bêyî serwextîya ji siruşteke ku jîndar û pak e, bi me re dipeyive, bi me re dijî û em bi saya serê wê dijîn, […] hema çi bigire çu ne hêjayî jîyînê ye”. Civakeke demokratîk-êkolocîk xwe dispêre momenta lihevhatina di navbera mirovayîyê û siruştê de, a ku bi tenê di têkbirina her du şêweyên serdestîyê de ye, serdestîya bo mirovî li ser siruştê û serdestîya mirovî li ser mirovî. Pêşmercekî binçîneyî ji bo vê yekê ew e ku modernîtîya kapîtalîst bi pêdivîya wê bi zilm û zorê, mijokdarîyê û 49
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
danehevê bê zeftkirin – dûmahîyê bê têkbirin. Civaka demokratîk-êkolocîk ê bi siruştê re bikeve peywendîyeke nû, da ku bo nifşên pêşedemî geşeyê bi bedewî û çendetexlîdîya wê bide.
50
Êkolocîya Civakî
Êkolocîya civakî peyamekê diperisîne ku bangê ne bi tenê bo civakeke rizgar bûyî ji hayirarkîyê û ferasetên hayirarkîk dike, her wiha bangê bo rewiştekê jî dike, a ku mirovayîyê wekî nûnerekê bo dabînkirina perisanê – bi şêweyekî civakî û siruştî – bi tevayî xwezan datîne nava cîhana siruştî.
MURRAY BOOKCHIN
51
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
52
Modernîtîya Kapîtalîst Qeyrana di peywendîya di navbera mirovayîyê û siruştê de
B
i peydabûna pergalên kapîtalîst ên hem fînansê hem jî ramanê re, pîşesazîbûn, navendîbûn û mijokdarîya hê şidandî ya li ser serê mirovan û siruştê hema bêje li cîhanê li her derê rabûne ser zîn. Ev yek pirrî caran di rêya mekanîzmayên zorlêkirinê, şêlandinê, veakincîkirinê û hêza çekdar qewimîye. Dabînkirina çavkanîyên dewlemendîyê yên pêwîst bo jîyanê hema bêje yekcar duçarî fermanên daneheva sermayeyê û navendîgerîyê bû. Xewna ku yek dikare her tiştî veguherîne malekî kirrîn û firotanê jîyan bi xwe jî kire mêtingeh; kompanîyên bazirganîyê niha endazyarîya cenetîkê bi kar tînin da ku tevayîya zincîra xwardemenîyan bixine binê kontrola xwe. Kapîtalîzmê jîngeh averê kir û qadên çandinîya yektexlîdî yên hûtasa çêkirin. Ev navendîkirin û havîbûna têkildar a mirovan ji siruştê di sêrî de bûn sedema berxwedanê, ji ber ku cotkarên biçûk nexwestin axa xwe berdin; her wiha xebatên kanzayên mezin jî warên jîyanê yên gelek mirovan kirin mêtingeh. Ji ber hindê, pêdivîya navendîkirin û bisermayekirina dabînkirina mitayên û enercîya jîyanbexş bi straticîyeke pêwîstekê çêbû. Wan derpêş kir ku belavbûna 53
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
li hemû cîhanê ya aborîya bazarê ya navendîgerîyê û bîrokrasîyên dewleta nûjen mirov ji bend û girêyên siruştê rizgar kirin û ji mirovayîyê re pêşketin û halxweşîya gerdûnî anîn. Xizanîya xedar a beşên mezin ên gelheya cîhanê, neçarîya pergala kapîtalîst ku nikare pêdivîyên bo jîyanê ji mirovan re dabîn bike û leza cîyê terkexemîyê ya deranîna çavkanîyên dewlemendîyê yên siruştî yên vesînordar hemû nîşan didin ku ev angaşt virr û derew in. Deverên bajar û gundewar Pîşesazîbûnê, û têperana têkildar a ji qaydeyê derebegî yê berhemhênanê berev qaydeyê kapîtalîst ê berhemhênanê, rê xweş kir û hê jî xweş dike li ber gelekoçeke li hemû cîhanê ya kevnegundîyan berev bajarên ku veguherîn û bûne metrepolên ‘ezîm î giran. Li deverên ku bajarbûn xwe bi xwe pêk nehat, bi zorê li wan sepandin. Bêtirî nîvê gelheya cîhanê hê ji niha ve li bajaran dijî, yan jî li taxên li guhên bajaran ên ku bajar dorpêç kirine. Encamên jîngehî, aborîyî û derûnî yên vê civandina mirovan mîna çill û çîya ne. Modernîtîya kapîtalîst hem bajêr hem jî gundewarî pîrepîreyî dike. Gund, jêdera civaka mirovan a nûjen, li derawaya dabînkerê bo bajêr tê vegerandin. Li beşên dewlemendtir ên cîhanê, li navend û metrepolên kapîtalîst ên Rojava, mirov hewil didin ku bi rojên azadanîyê yên li kêlgehan, bi daristanên bambûyan wekî kaxiza dîwaran a sermaseya xwe, yan jî bi çend riwekên firingîyan ên li şaneşînê vê nakokî û havîbûna kûr qerebû bikin. Lê geremol her berdewam e. 54
Modernîtîya kapîtalîst
Zêhnîyeta li bajaran, paşîya paşîn bêtirî li deverên gundewar, bi dirifa takekesîtîyê, bazirganîyîkirinê, mezaxtinê û milmilaneyê hatiye daxkirin. Hawira siruştî dibe malê kirrîn û firotanê; ew ên ku pereyê xwe tinebe ji cîyên xwe têne qewirandin. Her kes bi lez û bez li hev diçe û tê, di asansoran de rûçik westîyane, çav xwe ji ber çavan diguhêzin. Ev zêhnîyet, a ku bajar veguherandine cîyên goşegîrîya sar, li navenda mantiqa kapîtalîzma neolîbiril e. Çavkanîyên dewlemendîyê yên vesînordar Çerxa sermayeyê her bi milmilaneyê – bi rêsaya “giş li dijî gişan” – û bi bêgavîya berdewam ji bo danhevê tê gerandin, wate, çêkirina sermayeya zêdetir di rêya sermayeyê re. Di nava berisandinên vê pergala polîtîk û aborîyî de siruşt xuya nake, lê îro ro xwarina ji wê bi wî çendî giran e ku rê tê re nemaye êdî neyî bê hesibandin. Bi milyonan salan, mirov û bav û kalên wan newêrîn hildin û ji siruştê bigirin bêtirî ku wê dikaribû bîne dewsê. Îro ro, bi modernîtîya kapîtalîst re, ew hemû guherî. Bi nêçîrvanî û masîgirîya li ser rêjeyeke zêde giran, celebên ajelan hema hema – û di hin rewşan de – bi yekcarî hatin binbirrkirin; li Bakurê Emerîkayê kok li garanên baysinan qelîya, çawa ku li peravên Asyayê welê li celebên nehengan ên têvel hat. Mirovan siruşt daxiste ser pileya dikaneke beqalan, dabînkereke kereseyên xam.
55
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Ku pê de pê de hemû nifş di holikên pola yên pelixî yên li nava lodên gilêşê de mezin dibin, gemarîya hewayê û avê dibe kêşeyeke her girantir. Navrokên gilêşê yên bi eşkêla xwe ve bi sedan kîlomêtro di oqyanosan de dicivin, di wê hengê de ava vexwarinê bere bere bêtir digemire bi madeyên jehrî. Fermangehên hukimetan ên cîhanê hê jî çareserîyek peyda nekirine bo hîserkirina bermayîyên nûkleyir – bi ihtimaleke zêde ji ber ku çu çareserî nîne. Renge yek ber bayê wê hizrê bikeve ku belênên çewt ên modernîtîya kapîtalîst, hema qet nebe der barê vê babetê de, dê dawîya dawîn ber pê bibin, lê îro ro li Çînê û li aborîyên dîtir ên ku bi pêş de tên sentralên nûkleyir bêtir û bêtir ji berê têne avakirin. Heçku zilbajarên mişt ji hewaya gemarî, masîgirîya rapirr, ava vexwarinê ya gemirî û zincîreyên dabînkirina xwardemenîyan ne bes bûn, îcar girantirîn bobelata hemû bobelatan bi hêza xwe ya har û dijwar ve deng ji xwe anî: guherana avûhewayê. Ew yek ji kartêkirinên serekî yên xwedîkirina ajelên dermale, pîşesazîyê û hatûçûyê ye. Avûhewaya Rûzemînî pergaleke bi pûtepêdan hevsengdar e û ji berê û paş de timî li ber guheranan hesas bûye; digel vê yekê, van guheranan kêm caran rê xweş kirine li ber kêşeyên giran bo hevsengîya siruştê yan jî bo peywendîya di navbera avê, hewayê, tevna riwekan û celebên ajelan de. Guherînên berê yên di avûhewayê de rê xweş kirin ku bi ajelan û riwekan re xwelêguncandinên perisanî peyda bibin li hemberî mercên jîyînê yên berguherîn ên di êkopergala wan de, bi vî awayî jî tevkarî li çendetexlîdîya mezintir kirin. Lê guherana avûhewayê ya çaverênekirî ya ku binasê wê qaydeyê kapîtalîst ê berhemhênanê ye vê mêlê têk dide, ji ber ku tevna riwekan û celebên ajelan nikarin hangava 56
Modernîtîya kapîtalîst
bi têra xwe xwe lê biguncînin. Bere bere celebên zindîyan yek bi yek kokbirr dibin, bi vê re jî kokqelana gerdûnî li ser rêjeyeke wisa diqewime ku Rûzemînî ji şêst milyon salan û vir ve ye nedîtiye. Rûzemînê tavxane Têkilîya di navbera gazên tavxaneyan û germbûna avûhewayê de kifş û dîyar e. Ev gaz nizilana tîna tavê ji Rûzemînî hêdî dikin, ku heman kartêkirina camê ya di tavxaneyekê de çêdikin. Gazên tavxaneyan ne bi tenê ji sotina rijîyê, niftê û gaza di pîşesazîyê de, wesayîtan û pergalên germkirinê dertên, her wisa jî, hem li palûkeyên ajelan hem jî ji ber kêlgehên organîk, li ser rêjeyeke ku bere bere zêde dibe, ji xwedîkirina ajelên dermale. Digel ku tibabê gaza metanê ya ku di henga dehandinê de (bi taybetî ji çêlekan, pêz û ajelên dîtir ên ku kawêjê tînin) tê berdan kêmtir e ji tibabê karbondîoksayta ku ji sotina navxweyî ya motoran tê deravêtin, kartêkirina metanê ya li ser atmosfêrê xurttir e ji kartêkirina karbondîoksaytê. Çi qasî gelek mirovên li navendên modernîtîya kapîtalîst şîyana xwe ji dest dabin jî, ku bi guheranên di avûhewaya xwe ya xwecîyî de nahesin, bere bere bêtir mirov yekser hest bi kartêkirinên guherana avûhewayê dikin: seholgeh dihelin û karesatên siruştî, bahozên rûxîner, xela û şewatên daristanan jî tê de, bêtir dubare dibin. Ji ber nebûna baranê, bere bere hê bêtir herêm li nîvkada başûr hişk dibin û 57
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Lîçên niftê yên ku li dû hilhênana niftê li Kantona Cizîrê peyda bûne. 58
Modernîtîya kapîtalîst
59
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
tixûbên beyabanan fireh dibin. Ron û eşkere ye ku ev hê bi tenê lêlê ye. Hê ji niha ve, bi wî çendî zêde gazên tavxaneyan bi nava atmosfêrê de hatine berdan wekî heke ji sibehê û pê de ev gaz nema derbên jî, germbûna pêştir dê hê jî bivê nevê be. Heta dawîya vê sedsalê, atmosfêra cîhanê dê bi sê heta bi şeş pileyan bisincire, pê re jî wê kartêkirinên tund û giran ên li ser hewayê, tevna riwekan û celebên ajelan pêk bên. Cîhana ku em nas dikin heta pêlekê dê bikeve rewşeke wisa ku nema were naskirin. Germbûna avûhewayê rê xweş dike li ber guheranên di şîpên hewayê de û lewma jî dibe binasê mercên hewayî yên rapirrtir ji her demê. Her ku li hindek herêman tixûbên beyabanan fireh dibin, li hindekên dîtir, lehî û tibabê berf û baranê zêde dibin. Şîpên oqyanosan jî, ên ku xwe dispêrine hem veguheranên tînê hem jî pergaleke ava saz û ava şor a nazik, dikevine ber kartêkirina rêjeya bilindtir a germbûn û helîna rîzervên ava saz û ava şor ên li cemseran. Ji ber alozîya giran a birhên avê, peravên ku ta niha avûhewayeke wan a tînegerm heye lewane ye di nava çend dehsalên dahatî de, bi qasî ku ji hinga bi hezaran salan li wan deran nebûyî, heyamên sermayê bibînin. Di heman demê de, berwarên çîyayan ên berê berfî vediguherin û gewr dibin, wisa jî daristanên kesk vediguherin û dibine berrî. Avûhewaya ku germ dibe li Cemserên Bakur û Başûr qeşayê dihelîne, vê re jî asta oqyanosê bilind dibe. Astên deryayê yên ku radibin û bagerên ku bêtir dubare dibin li hemû deverên cîhanê gefan li gund û bajarên li ber peravan dixwin. Germbûna avûhewayê bi şêweyekî hevnegir zêde dibe, berê
60
Modernîtîya kapîtalîst
pêşîn hêdîka û paşê bileztir û bileztir. Bişivana banên qeşayê yên cemserî binasekî dîtir ê vê qewamê ye: erka banên qeşayê wek erka mirêkeke zehf mezin e, çi ku spîyê qeşayê û berfê pirranîya tîrêjên tavê vedibeyîne – banên qeşayê çi qasî bêtir dihelin, tavê bi wî qasî kêmtir vedibeyînin û Rûzemîn bi wî qasî bileztir disincire. Jevketina axên ku ji berê de her qerisî bûn sedemeke mayîn a rêjeyeke bilez û mezin a germbûnê ye. Ev ax, ku axên li Sibîrê û Alaskayê wisan in, bi dehan hezaran salan her qerisî bûn û tibabên pirr mezin ên gaza metanê di xwe hilanîne. Ku axa ji berê de her qerisî bere bere ji hev dikeve, ev gaz bi nava atmosfêrê de têye berdan. Şewitandina daristanan Kêşeyeke dîtir jî kavilkirina daristanên serdemên berîya dîroka mirovayîyê ye, nemaze li Başûrê Emerîkayê û li Asyayê. Van daristanan tibabên pirr mezin ên karbondîoksaytê di xwe hilanîne. Piştî bêdaristankirinê, ev zerengîya bo hilanîna karbondîoksaytê bo dehan salan ji dest diçe. Piştî ku daristan têne birrîn û rehên wan hemû têne şewitandin da ku wan erdan bikine zevî, karbondîoksayta serbar tê berdan. Di gelek rewşan de, qadên çandinîya yektexlîdî li ser deverên şewitandî têne danîn. Ev sepan hevsengîya êkolocîk têk didin, axê dadixurînin û dikin ku kêlgeh li ber metirsîyên mêş û mûrên zîyankar lawaz bibin (ên ku belav dibin ji ber zêdebûna tînê û dagirîya mêş û mûrên zîyankar ên darên bêhêzbûyî yên li devera cîran). Li pey mantiqa berhemhênana qaşogiravî karîger, peynên kîmyayî 61
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
û dermanên mêş û mûran her bêtir têne bikaranîn, ên ku axê û avê jehrdadayî dikin. Pirrî caran, deverên şewitandî jî ji bo xwedîkirina ajelên dermale têne bikaranîn yan jî ji bo hilberandina riwekên alifî her wekî soya û garisê ji bo ajelên dermale, ku ev yek kêşeyê qurstir dike. Ji ber ku mekanîzmayên perisanê neguncandî ne li gel teqla guherana avûhewayê ya ku binasê xwe mirov bi xwe ye, pispor li tevayîya cîhanê hewil didin rêyan peyda bikin ku siruştê bi destkarî biguncînin. Lê îmkana wê yekê tine ku pêşbazîya li gel avûhewayê bê qezenckirin. Ji ber ku ew bi vê dizanin, hukimet û torên mîdyayê bextewar in ku dîmenên dîstopyin ên wê karesatê belav dikin ku ranêzîkî me dibe. Mirovayî qutifîye, neşê bergirîyê lê bike û terp û rep berev kendêl tot dibe. Tiştê ku exlebe dêhn û bal nakevê ew e ku pêwîst nake em li benda karesata mezin a di filan rojê de bimînin, ew karesat her ji niha ve li vir e. Li şûna ku em hêvîyê bikin wekî dewletên cîhanê dê ji me re çareserîyan dabîn bikin, divê em dest biherine xwe û bilivin; divê civaka medenî dest bihere xwe û bilive. Dê şuxulê dînîtîyê be heke em hê û hê jî bipên. Li jorê û li jêrê Xopanbûna jîyana me û çavkanîyên me yên debarê di nava gelek mirovan de bawerîyeke cîyê reşbînîyê ya mirovayîyê pêk tîne. Mirovayî bi xwe wekî nepak tê ragihandin, ku ev yek berpêş dike wekî dustanê karesata êkolocîk di stûyê hemû 62
Modernîtîya kapîtalîst
mirovan de ye. Te navê beşbelekkirina karesatê jî dikine dilqê derewekê, çima ku ew derew dereve nake bê ka kî sûdmend dibe ji mêtina li siruştê sepandî û kî êşê dikişîne. Nakokîya navendan û perawêzê, ya çînên serdest û bindest, tê piştguhkirin. Têkoşanên jîngehî yên binecîyî yên li dijî rûxana hawira siruştî, astengkirinên kişandin û veguhestinên bermayîyê nûkleyir û xwepêşandanên li dijî masîgirîya rapirr rê ji desthilatdaran re nehiştine wekî ew kartêkirina aborîya kapîtalîst a li ser siruştê mandele bikin yan jî wê bindoşek bikin. Gelek caran, gelên ku pirr û hindik bi jîngeha xwe ya siruştî re li hev dijîyan hevkat li gel rûxandina jîngeha ku ew li ser pêyan hiştibûn tûşî mêtingehkarîyê bûn, hatin bendekirin û bi komelî hatin kuştin. Peydabûna navendên kapîtalger ên Ewrûpayê û Bakurê Emerîkayê ne ku bi tenê li ser kontrola çavkanîyan, rêgehên bazirganîyê û bazaran hate avakirin, lê her wiha li ser term û cendekên gelên binecî. Kuştinên tomerî û cînosaydên ku bi sedan milyonan mirovên binecî yên li parzemînên Emerîkayê, Asyayê û Efrîqayê kirin qurbanî ji berê de her tim bûne beşek ji têkoşana navendên împeryalîst bo hecemonîyê – bo desthilata bêkêmasî ya li ser mirovan û siruştê. Şerên kolonyal û neo-kolonyal her tim bûn şerên li dijî civaka siruştî û siruştê bi xwe. Ji bo birrek gelên cîhanê, wateya bipêşveçûna serfiraz a modernîtîya kapîtalîst sivirandin, şewitandina daristanan, pelweşan û Gaza Porteqalan bû. Soz û belênên mîsyonerên Rojavayî yên rizgarîyê ser negirtin. Pergala kapîtalîst bo bi sedan milyonan mirovan bi tenê gilêşa xwe hişt – tûrikên plastîk ên belavî berrîyên Efrîqayê bûyî bûne nîşaneya vê yekê. Barê giran ê guherana 63
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
avûhewayê û genîbûna jîngehî li ser pişta beşên xizantir ên gelheya cîhanê, çîna zehmetkêş a rajêr a gerdûnî ye. Civakên Efrîqayê, Rojhilatê Navîn û Başûrê Rojhilatê Asyayê, yên ku hê jî di xazûlkeya şeran, mêtingehkarîyê û lêmêtina neokolonyal de digevizin, ew civak in ku xela û bobelatên jîngehî yên din ji her kesî bêtir li wan têne xezebê, her çi qasî jî para wan a di berdana gazên tavxaneyan de bi rêjeyî hindik e. Neteweyek çi qasî ‘geşedayî’tir be, bi wî qasî rûxînertir dibe. Bo nimûne, derperandina gaza tavxaneyan a D.Y.’yê 50 carî ya Pakistanê ye, lêbelê her dîsa, ne ku D.Y., lê Pakistan e yek ji wan deh dewletên pêşîn ên ku bandorê ji guherana avûhewayê digirin. Her wiha dîsa ew mirovên li welatên qaşogiravî bergeşedan in ku bêtirî her kesî bandorê ji kêmavîyê digirin, a ku her xerabtir lê tê. Av hê ji niha ve di pozberîyên serbazî û civakî de wekî çekekê tê bikaranîn û şerên li ser çavkanîyên avê dê tundtir bibin. Di nava çend dehsalên bê de, bi dehan milyonan mirov (nemaze li Başûrê gerdûnî) dê neçar bimînin ku war û malên xwe bi cî bihêlin, ji ber ku xelaya ku girantir bibe, pileyên germê yên ku zêde bibin, pê re jî bûyerên hewayî yên derasayî yên ku bêtir dubare bibin dê xopanê li bingehê çandinîya wan rakin û rê xweş bikin li ber birçîtî û xizanîya bêtir. Navendên dewlemendtir ên li Bakurê gerdûnî, li kê derê biryar têne girtin der barê bazarên cîhanê, veberhênanê, rûxana civakî û êkolocîk de, hewil didin ku gîro bikin. Bo niha, wekî mertaleke li dijî wan ên ku dixwazin ji ber çavkanîyên debarê yên kavil bûyî baz din, hazûkave dîwar hatin danîn li dora “Ewrûpaya Keleh” û Dewletên Yekbûyî. 64
Modernîtîya kapîtalîst
Hinceta dawîn Lê dîwar nikarin her kesî li derve bihêlin û karesatên siruştî û avûhewayî êdî dest pê dikin li navendên kapîtalger bi xwe didin, lewma rêveberên wan pê ketine ji tirsa ruh li çareserîyan digerin. Û ew vê yekê bi heman azîneyên pozîtîvîst dikin ku berê pêşîn rê li ber guherana avûhewayê û rûxana jîngehî xweş kirin. Çareserîya bo qeyranê dibe pirseke ji dera hanê ya berisandinên û rê û dirbên durist. Qeyran ê bi sermayeyê bê çareserkirin, her çend ew li ser destê sermayeyê hatibe afirandin jî. Heke hûn jîr bin, hûn dikarin bi xêra enercîya ku nû dibe, avtomobîlên elektrîkdar û hêkên mirîşkên azad ji xwe re bi pereyan bilîzin. Li ser lewheyên reklamê, xeberên xweş ên çîna serdest têne nivîsîn: “Jîngehê Biparêze!” Gelek kesên ku wextekê hurdişîyane kûçe û kolanan da ku daxwaza kutakirina rûxana siruştê bikin, hizra kapîtalîzma kesk bala berê wan da hêleke din, a ku radihêle daxwaza bi‘adeke hevdij a hem bo daneheva sermayeyê hem jî bo siruştê bike. Dema ku ew dibêjin encax wê hingê gengaz e siruşt bête parastin heke her tiştê tê de buhayekî xwe hebe – nirxekî li jêr destê kapîtalîzmê – kesên ku berevanîyê ji kapîtalîzma kesk dikin li ser şopa mantiqa mijokdarîyê ya li ser serê bervederîya êkolocîyê diçin. Ew angaştê dikin ku ew dikarin leza genîbûna jîngehî kêm bikin, hema yekser bi rêya girankirina buhayê wê. Lê bazirganîyîkirin bi tenê bobelatê kûrtir dike. Parastina siruştê dibe lokis bo maldarên ku bi saya serê berhemên organîk û avtomobîlên elektrîkdar dikarin acizîya xwe ya 65
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
wijdanî bi qaşokeskparêzîya xwe pak bikin. Aborîya bazarê, ne xem e çendîn caran kesk bête boyaxkirin, bi tenê hindî ku siruşt mesrefa xwe derxe, dêhn û bala xwe dide siruştê. Li pişt vî rûçikê kesk berhemhênana girêj berdewam e. Çu gorankarîya binçîneyî nîne bi bêgavîya milmilaneyê yan jî havildarbûna ji hêza keda mirovî re. Biryargirtin Ji dêl birina zora sedema rûxana siruştê ve – ji dêl kapîtalîzmê bi xwe ve – berjeng têne dermankirin. Têkilîyên di navbera aborîya bazarê, mijokdarîyê, rûxana siruştê, şer û koçberîyê de nîşan didin bê encam dibe çi dema ku pergalên navendîger û hayirarkîk lê dixebitin ku siruştê bixine binê desthilatîya xwe. Çareserîyeke ku pûteyê bi van peywendîyan nede, çareserîyeke di nava pergala vê gavê heyî de, naçe sêrî; zindîmayîna me dê ne gengaz be heke em hê jî bijîn di nava civakekê de ku tê de her tişt, tevî hemû akamên xwe yên rûxîner, li ser bingehê xwedîtîya amrazên berhemhênanê û axê, dikine malekî kirrîn û firotanê. Bi tenê kontrola yekser û demokratîk a li ser amrazên berhemhênanê û axê (û çavkanîyên dewlemendîyê yên êkolocîk) a bi destê gel dikare alternatîveke sosyo-êkolocîk biafirîne. Li şûna ku em hêvîyê bikin wekî dewletên cîhanê dê bo me çareserîyan dabîn bikin, divê em bi erka xwe rabin – divê civaka medenî, pêk ve, pêşîkêşîyê bike. Dê şuxulê dînîtîyê be heke em piçekî din jî bipên. 66
Modernîtîya kapîtalîst
Têkilîyên di navbera aborîya bazarê, kedxwarîyê, rûxana siruştê, şer û koçberîyê de diselmînin ku encam dibe çi dema ku pergalên navendîger û hayirarkîk lê dixebitin wekî siruştê bixine binê desthilatîya xwe. Çareserîyeke ku pûteyê bi van peywendîyan nede, çareserîyeke di nava pergala vê gavê heyî de, naçe sêrî.
Komîna Înternasyonalîst a Rojava
67
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Bo peydakirina rêyekê ji nava korerêya bobelata êkolocîk a ku li ser destê modernîtîya kapîtalîst hatiye pêkanîn kêferat û wêrekî divê da ku tiştekî pêşîn bête biserxistin. Pêngavên pêşîn hatin hilanîn, lê wateya pêdivîya bo şoreşeke sosyo-êkolocîk ew e ku hê gelek tişt hene bêne kirin.
Komîna Înternasyonalîst a Rojava
68
Dijwarîyên êkolocîk li Rojava Perspektîvên bo civakeke êkolocîk
erêma Rojava, li ber sîbera Çîyayên Towros, ji Îraqê devîdevî heta bi Deryaya Spî, hemû tixûbê Tirkan-Sûrîyê vedigire. Li başûr, beyaban dirêjî heta bi nava navenda Sûrîyê dibe. Devera avûhewayî ya ku Rojava tê de ye wekî berrî tê pênasekirin, di navbera avûhewaya beyabanê û avûhewayeke hêmî de ye; ji Cotmehê ta Nîsanê baran dibare. Bi vê avûhewayê ve, herêmê mercên xwe yên baş hene bo çandinîyê. Navçeyên li ber û berê qeraxên Ferêt, Xêbûr û Dîcle, her wisa jî tevayîya Kantona Efrînê, erdên xwe yên bijîndar hene.
H
Rojava di peywenda polîtîkaya kolonyal a Sûrîyê û Tirkîyeyê de Encamên zêhnîyeta kapîtalîst û tundûtûjîya dewletê ya li dijî civakê û jîngehê li Rojava ron û eşkere li ber çavan in. Hem ji layê dîrokî ve û hem jî îro ro, recîma Ba‘is ta niha eleqeya xwe ji civakeke êkolocîk neanîye. Heta 2012’an, 69
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Rojava bi kolonyalî rajêrî peywendîya li gel recîma Esed a Sûrîyê bû, a ku bi xurtî bandor li statûya aborîyî û jîngehî ya herêmê dikir. Mêtina dewlemendîyê ya li ser bilindtirîn astê û berdarîya çandinîyî ya mişe her tim cîyê pêşdestîyê bû. Ji bo hinardeyê berê her duyan jî didane herêmên din ên Sûrîyê, û derewelêt. Bêdaristankirina birêkûpêk a daristanan derfet û delîve dabîn kir ku li Kantona Cizîrê qadên çandinîya yektexlîdî yên gênim çêbibin, yên zeytûnan li Efrînê, û têkela her duyan li Kobanêyê. Ev qadên çandinîya yektexlîdî dirûv didine bergeha siruştî ya Rojava. Ev bi dehan salan bû ku qedexe bû dar bihatana çandin yan jî werz bihatana danîn. Hetta îro jî, kartêkirinên vê rêbaza kolonyal dirûv didine jîyana mirovan û jîngehê, ku nakokîyeke mezin pêk tînin di navbera bajarên bi pirranîya xwe ve Kurd û ên bi pirranîya xwe ve Ereb de, li kû Xwerêveberîya Demokratîk ne bi tenê li gel mîrateyên jîngehî yên recîmên Ba‘is û Esed tê dikoşe; gef û herreşeyeke cidî ya din jî rêbaza dijminane ya dewleta Tirk a li dijî Rojava ye. Ji bilî êrîşên serbazî, gef û herreşeya berdewam a zeftkirinê û gemaroyeke aborîyî, avakirina bendavan li Bakurê Kurdistanê ya ji alîyê Tirkan ve dagirkirî û hilhênana ava binê erdê ya bi mişeyî ya ji bo çandinîya Tirkan kêşeyên serekî ne. Wekî encam, tibabê ava ku ji bakur dikişe robarên Rojava bi şêweyekî kartêker ketiye û asta ava binê erdê bi berdewamî kêm bûye. Bi ser de jî, ev bi salan e ji artêşa Tirk re bûye kirineke ji dera hanê wekî êgir berdide daristanên heyî, nemaze darên zeytûnan ên li Kantona Efrînê. Armanceke vê rêbazê ew e ku çavkanîyên debarê yên gel, çi bi aborîyî çi bi êkolocîkî, ji navê biherin û bi vî awayî jî zorê bidine wan ku ew terka warê xwe bidin. 70
Dijwarîyên êkolocîk
Rêbazên recîma Sûrîyê bûne egera ku gelê Rojava ji siruştê bere bere bêtir havî bibe. Feraset û sepana cotkarîya organîk, hilberandina sewzeyan û zanyarîya tevna riwekan û celebên ajelan ên xwecîyî; nebûna destbikarîyên û zanyarîya pêwîst bo birêkxistin, hilanîn û danîn û baştirkirina axê kêşeyek e ku şoreşa li Rojava divê çareser bike. Çandinî û daristanvanî Qada çandinîya yektexlîdî û peynkirina kîmyayî Li gorî perspektîva zêdetirînkirina dahata demkurt, qadên çandinîya yektexlîdî bijîndartir û hêsantir bo cotkarîyê xuya dibin; lêbelê, vekolanên demdirêj nîşan didin ku qadên çandinîya yektexlîdî axê dixeritînin, ji ber ku wan kartêkerîyeke xwe ya nerênî heye li ser terkîba wê ya xorremeyan. Xorreme ji axê têne rakirin û, dawîya dawîn, heta hetayê berze dibe. Ji bilî vê yekê, qadên çandinîya yektexlîdî rê li ber rêjeyên mêş û mûrên zîyankar ên bêtirbûyî xweş dikin û ji ber çolbûyîna axê – hişkbûna derasayî ya li dû nemana hêmê – gelek caran kêşeyê pêk tînin. Wateya vê ew e ku pêdivîya qadên çandinîya yektexlîdî bi gelemperî bi rezerva avê ya çêkirî heye, pê re jî bi tibabên zêde yên peynê ku gelek caran bi şêweyekî kîmyayî tê hilberandin. Li ser rêjeyeke gerdûnî, bikaranîna peynên kîmyayî axên ku di wan de têne bikaranîn bi wî çendî rizandin ku ev şêweyê çandinîyê gengaz e bi tenê ji bo bi qasî pêncî qedemeyên dirûnê yên dîtir bête sepandin. Piştî wê, axa ji bo çandinîya xwardemenîyan dê, bi kurtasî, ne kêrhatî 71
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
be. Vegera ser pergaleke çandinîyî ya li ser binaxeya peynê organîk bivê nevê ye – ew yek bîyavekî kingêbûnê ye, ne yê hekebûnê. Qadên çandinîya yektexlîdî bandoreke xwe ya nerênî jî heye li ser çendetexlîdîya êkolocîk, li ser hevkarîgerîya barîk a tevna riwekan û celebên ajelan. Ji bo têkoşana li gel lêbelabûna bêtirbûyî ya mêşlok, riwek û kufkarikên ku bijîndarîyê kêm dikin, jehrên kîmyayî têne bikaranîn ku, bi tevbûna ku tevî peyn dibin, bandoreke nerênî ya xurt li ser çawanîya axê û avê durist dikin. Ev kêşe li Rojava têne dîtin, nemaze li Kantona Cizîrê, ya ku bi xurtî û qursî berê xwe daye çandinîya gênim – genim li ber û berê tixûbê TirkanSûrîyê di nava kembereke bi qasî bi deh kîlomêtroyan fireh de tê avêtin. Li Efrînê, giranîya çandinîyê li ser qadên çandinîya yektexlîdî yên darên zeytûnan e, rêbazeke ku bîst salan berîya şoreşê bi zora recîmê çêbûye. Parçedaristanên kevin hatin birrîn da ku çandina zeytûnan hêsantir bibe, ku vê yekê her wiha li ser asteke giring kar di çendetexlîdîya êkolocîk kir. Bikaranîna dermanên mêş û mûran Bikaranîna dermanên mêş û mûran di nava 20 salên dawîn de bi bayê lezê zêde bû. Ew derman, di rêya recîma Sûrîyê re, ji Tirkîyeyê û Çînê hê jî têne hawirdin. Berîya Şoreşa Rojava, recîmê cotkar didane zorê ku ew dermanên mêş û mûran bi kar bînin. Îro, kartêkirinên vê polîtîkayê zelal dibin: digel ku vekolanên fermî nînin, nexweşîyên wek penceşêrê berbelav in li herêmên Sûrîyê yên ku bi zêdeyî Kurd tê de akincî ne. Ev yek hema çi bigire bi misogerî ji ber bikaranîna zêde ya 72
Dijwarîyên êkolocîk
dermanên mêş û mûran ên penceşêrjen diqewime. Gelek caran kereseyên têkelangan ên di dermanên mêş û mûran de û bikaranîna wan a bi duristî tevî hûrgilîyên xwe nehatine dîyarkirin. Ev yek nemaze di bara dermanên mêş û mûran ên ji Tirkîyeyê hatî de rast bû, yên ku ji ber kereseyên têkelangan ên zîyandar ji bazara xwe ya navwelatî hatin derkirin, lê, bi sepaneke ku wekî “dampîng” tê zanîn, bi berdewamî ji Sûrîyê hatin hinardekirin û li Rojava hatin bikaranîn. Mêş û mûrên zîyankar ên çandinîyî Çandinîya Rojava bandorê ji mêş û mûrên zîyankar ên curecur digire, wate, pişta xwe bi bikaranîna dermanên mêş û mûran girê daye. Mezintirîn kêşe kêzikên petatan, kulî û lêbelabûnên kimêyî ne. Ev mêş û mûrên zîyankar bi koka xwe ne xweserî Sûrîyê ne, ew hawirde ne, ji derve hatine; wer tê zanîn ku hukimeta Tirk qesbende pêşîkêşîya belavbûna mêş û mûrên zîyankar ji erdê çandinîyî yê li Tirkîyeyê/Bakurê Kurdistanê berev Rojava dike, madeyên kîmyayî bi kar tîne ku mêş û mûrên zîyankar nakujin, bereks, wan dajone nava zevîyên nêzîk ên li Rojava. Bikaranîna avê ya berdewambar û çendetexlîdîkirina çandinîyê Cotkarîya organîk li Rojava ne pêkan e bêyî ku arîşeya qadên çandinîya yektexlîdî bête çareserkirin û mezaxtina avê bête kêmkirin. Kombesta Parastina Çandinîyî hindek bergirî kirin da ku bikaranîna çandinîyî bike çendetexlîdî û pêşîkêşîya bikaranîna berdewambar a avê bike. 73
JARĀBULUS
KOBANi
AL-HA
AFRIN ALEPPO
BUHAYRAT AL-ASSAD
IDLIB
AL-RAQQAH
LATAKIA
D
BĀNIYĀS TARTŪS
HAMĀH
AL-MIYĀDĪN
HOMS TADMUR
S û rî
DAMASCUS
Rojava di warê çandinîyê de yek ji giringtirîn herêmên Sûrîyê ye. Berhemhênan bi pirranî zad, pembû û zeytûn e.
QAMISHLI
ASAKAH
DAYR AZ-ZŪR
N
SÛDWERGIRTINA JI ERDÊ LI SÛRÎYÊ Erdê hilanî û danayî bi ajelên dermale; giringîdana bi zadan, pembû, fêqîyan û zeytûnan Daristan Şivanî (ya pêz) a koçerî û kiştûkala belawela li ser erdê berrî Erdên beyaban û berrî yên ku kêmekê ji bo şivanîya koçerî tên bikaranîn
Pembû
Zeytûn
Fêqî
Genim
Titûn
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Ji bo kontrolkirina hilhênana ava binê erdê, hemû bîrên avê ji alîyê kombestê ve hatin tomarkirin û jê û pê ve hilkolîna bîran bo bikaranîna çandinîyî hat qedexekirin. Ji bilî vê yekê, destûr heye ku bi tenê di 60 ji sedê deverên kiştûkalî de berhemên ku ji wan re avdan divê bête çandin. Van bergirîyan kartêkirineke xwe ya erênî jî heye li ser çendetexlîdîkirina çandinîyê, ji ber ku cureyên bêtir ên berhemên ku ji wan re çu avdana ekstra navê niha têne çandin. Ev nîskan, nokan û lobîyan bi xwe ve digirin. Hilberandina van texlîdên berheman niha beranberî bi qasî 25 ji sedê sercema erdê çandinîyî ye. Di 15 ji sedekî din de sewze û pembû têne çandin, ên ku ji wan re avdana mişe divê. Di berfirehtirîn beşî de, devîdevî 50 ji sedî, dê hê jî genim bête avêtin. 10 ji sedê mayî şov tê hiştin û rê tê dayînê ku bo salekê tîmar û baş bibe. Ji bilî vê yekê, cotkar têne handan berhemên ku diçînin bikine servedorî, wekî ax bikaribe xwe teze bike. Digel ku hê jî giringîyeke zêde bi hilberandina gênim tê dayîn, dema ku berhemên her wekî nîsk û lobî beranberî ne zêdetir ji 10 ji sedê deverê bûn, ji çend salên çûyî û vir ve ye cîyawazîyeke berra pêkan e bête dîtin. Li Efrînê, ji destpêka şoreşê û vir ve ye pêşîkêşî li projeyên çendetexlîdîkirina çandinîyê jî hat kirin. Mango, tirî û darên fêqîyên narinc, ên ku li gel avûhewaya Deryaya Spî ya Efrînê diguncin, hatin danîn. Gorankarîyeke zehf giring a dîtir a di çandinîya Rojava de beralîkirina berhemhênanê berev mezaxtina xwecîyî û dûrî hinardeyê ye, hem bo beşên din ên Sûrîyê hem jî bo derewelêt. Bo nimûne, hilberandina pembû hat kêmkirin 76
Dijwarîyên êkolocîk
û hilberandina sewzeyayan hat zêdekirin. Kantona Cizîrê nema xwardemenîyê ji Rojava hinarde dike, lê beşekî jê dişîne kantonên din ên li Rojava – Efrînê û Kobanêyê – her wiha dişîne deverên ku pêdivîya wan bi alîkarîyê heye, yên ku vê dawîyê ji Dewleta Îslamî hatine rizgarkirin. Daristanvanîya Çandinîyî Pergaleke lêkdanên cîyawaz a berheman dikare hûr bibe li kêşeyên jîngehî yên ku li dû qada çandinîyê ya yektexlîdî peyda bûne û dikare derametê zêde bike – û lêkdaneke berhemên zevîyan û daran jî dikare bi kêr bê. Ev lêkdana çandinîyê û daristanvanîyê wekî Daristanvanîya Çandinîyî tê zanîn. Daristanvanîya Çandinîyî hawira siruştî ya bêtir bo ajelan dabîn dike û erozyonê kêm dike. Rehên daran bi miqîmî dihêlin ku av xweşik binizile nava axê, bi vî awayî jî bi kêr tên ku pileya ava binê erdê ya ku dadikeve saz bibe. Di heman demê de, dar tibabê peynê kîmyayî yê pêwîst bo dexl kêm dikin. Pergala rehan xorremeyan û avê ji tewekên kûrtir ên axê berejor hildikêşe; bi pelweşanê re, ev xorreme ji nû ve tevî axa rûxarê dibin û di pey re ji alîyê zadan ve têne hilmêtin. Çandina spîndaran û gênim yan jî dexl û danên dîtir li hêlîpanên sabtropîkil ên wek ên Rojava tê sepandin. Daristanvanîya Çandinîyî çêdibe hetta li yekeyên biçûktir ên wek baxên bajaran jî bête sepandin. Tewekên tevna riwekan ên li bilindayîyên cîyawaz wergirtina guncantirîn ronahîyê bi miqîmî dabîn dikin û delîveyê çêdikin ku, li dereke vala ya bi dîmaneyî biçûk, deramet zêde bibe. Bi rêya bijartineke zîrekane ya komên riwekan ên hevkar, pêkan e baxên 77
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
daristan bêne pêkanîn. Çendetexlîdîya êkolocîk nermîtî û seqamgîrîyê jî bi miqîmî dabîn dike. Çandinîya bajarîyî: xweserî û ewleyîya xwardemenîyan li bajarok û bajaran Çandinîya bajarîyî – çandina cîyên bazirganîyî yan jî pîşesazîyî yên berê yan jî baxçeyên banî – dikare bi kêr were ku pergala çandinîyî ya Rojava bête dernavendîkirin. Pêdivîyên bajêr bi fêqîyan û sewzeyan, li nik vê yekê, rakirina bermayîyên wî yên organîk, çêdibe bi her duyan re jî bi vî awayî serederî bê kirin. Dernavendîkirina beşek ji berhemhênana xwardemenîyan bo malên û komên li deverên bajarîyî jî xweserîya wan zêde dike û ewleyîya xwardemenîyan a baştirkirî dabîn dike. Nimûneyeke baş paytexta Kûbayê Havana ye, li kê derê bi qasî 90 ji sedê fêqîyên û sewzeyên ku têne mezaxtin li nava bajêr bi xwe tê çandin, û deverên çandinîya bajarîyî yên çapanbiçûk bi bermayîyên malan ên organîk têne peynkirin. Qadên parastina siruştê û bidaristankirin: baştirkirina çawanîya avê û parastina bayoçendetexlîdîyê Li Kantona Cizîrê afirandin û parastina qadên parastina siruştê yek ji kar û xebatên serekî yên Kombesta Parastina Siruştê ye. Li Kantona Cizîrê, du deverên li jêr parastinê ji niha ve hatine damezirandin: Hayakaya li dor û berê Deryaçeya Sefanê û Mizgefta Nû. Li qadên parastina siruştê cotkarî, nêçîrvanî û masîgirî hatine qedexekirin. Qedexe êdî tevkarîyê hem li baştirbûna çawanîya ava vexwarinê dike, hem jî li parastina texlîdên 78
Dijwarîyên êkolocîk
ajelan û riwekan ên curecur. Projeyeke hêjayî liqelemdanê ya li qadên parastina siruştê, û pêştir, bidaristankirineveya hem li deverên gundewar hem jî li ên bajar e. Di 2016’an û 2017’an de, Kombesta Devera Li Jêr Parastinê, li Hayakayê û li Qadên Parastina Siruştê yên Mizgefta Nû û li bajarên Çilaxayê û Hesekê, bi qasî 8,000 dar çandin. Li Devera Li Jêr Parastinê ya Hayakayê, ji bo çend salên bê tê pîlankirin ku bidaristankirina wekî din ji 100,000 daran pêkhatî bête duristkirin. Kêmîya avê, gemarîya avê û çareserîyên gengaz Kêmavîya avê li Rojava Ava vexwarinê ya bajarokan û gundan bi pirranî ji çavkanîyan û ji deryaçeyan tê dabînkirin. Li Kantona Cizîrê, Deryaçeya Sefanê pêdivîya bajarên Dêrikê û Qamişloyê bîter dike. Dabînkirina avê hem bo bikaranîna malan hem jî bo ya çandinîyî yek ji serekîtirîn kêşeyên li Rojava ye. Guherîna avûhewayê bi xwe re kêmbûna baranê û kurtbûna werza baranî anî. Ji 1990’an û vir ve, tibabê şilîyê yê li herêma Cizîrê li ser asta bi qasî ji 10 ta 15 ji sedî daketiye. Polîtîkaya Tirkîyeyê ya qutkirina rezerva avê bi ser Rojava de, kişana ava di çemên serekî de (her wekî Ferat û Xabûr) bi tundî vesînordar dike. Bi ser de jî, birrek bîrên nû li Tirkîyeyê/Bakurê Kurdistanê hatine kolandin; vê bikaranîna rapirr a avê hem li Tirkîyeyê hem jî li Rojava kir ku pileya ava binê erdê di nava dehsalên dawîn de li ser asteke giring dakeve. Bi tenê li Kantona Cizîrê 79
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
bi xwe ji 30,000’î zêdetir bîr hene ku têne bikaranîn, û digel ku hewildan hat kirin wekî hemû bêne tomarkirin, renge bête hesibandin ku ev jimar di rastîyê de zêdetir e. Bi tenê berîya çend salan, pêkan bû ava binê erdê di zik hev de ji kûrayîya bi 100 mêtroyan de bihata hilhênan: ev niha daketiye ser bi qasî 150 mêtroyan. Kêmîya ava binê erdê hîn xerabtir anî li çandinîya ku jê re avdana boş divê; wekî encam, çemên li Rojava bi aveke hindik dikişin, vê yekê jî kir ku deverên bi dar û ber ên li ber û berê qeraxên çeman yek bi yek rehbirr bibin. Bi ser de jî, ev yek bi tenê xerabtir li kêşeya zeftkirina avê tîne. Dewleta Îslamî (DAIŞ) jî bû sedema kêşeya kêmîya avê: her ku paşekişe bi wan hat kirin, DAIŞ’ê rêkên çavkanîyan û bîran berbend kirin. Ev rêbazeke qesbende û cîyê kîndarîyê ya DAIŞ’ê bû da ku, di henga têkçûnê de jî, zîyanê bigihîne komên gel û çandinîya wan. Rewşa Çemê Xabûr, ê ku dabînkerê avê yê serekî bû ji bo bajarên Girê Spî û Hesekê û her wiha ji bo çandinîya li herêma li wî dewr û berî, nimûneyeke baş a kêşeyên curecur e ku vêk dikevin: Tirkîyeyê kir ku darêja çêm hema çi bigire raweste; DAIŞ’ê bihurên çavkanîyên darêja berev nava welêt ên dîtir girtin; û bermayîyên deverên li ber çêm av li ser asteke rapirr gemirand. Gemarîya avê û alternatîvên gengaz Qewî zêde ava bermayî ya li Rojava tevî çeman dibe, a ku tê hilhênan ji bo bikaranîna di avdana çandinîyî de. Verêtina ava 80
Dijwarîyên êkolocîk
bermayî bi nava çeman de li Bakurê Kurdistanê jî berbelav e. Bo nimûne, bajarê Nisêbînê, ya ku gelheya xwe 100,000 e, bermayîyên xwe yên nepalandî berdide nava Çemê Çexçexê yê ku di pey re di nava bajarê Qamişloyê re dikişe. Valakirina nepişkinandî ya ava bermayî û bi dû re jî bikaranîna wê ya di çandinîyê de gelek caran sedemeke nexweşîyan e û karîgerîyê li pergalên êkolocîk ên çeman dike; digel vê hindê, heke bi şêweyekî guncan kar li ser bête kirin, çêdibe ku ava bermayî bête bikêranîn û ji bo bikaranîna çandinîyî bibe ewle. Ku ava gewr (ava bermayî ya ku ji destşokan, serşokan û hwd. dikişe) û ava reş (ava bermayî ya ku ji destavxaneyan dikişe) di wextê xwe de bêne jêkvekirin, ev yek vê qonaxê zehf sanayîtir dike. Bikaranîna ava gewr bo Rojava giringîyeke xwe ya taybet heye, ji ber ku dabînkirina avê li gelek herêman kêşeyek e û rajêrîya li ber polîtîkayên dewleta Tirk zehmettir dike ku rewş bête başkirin. Bikaranîna ava gewr a di çandinîyê de jî dikare hilberandinê zêde bike. Biryar li ser asta bikêranînê ya pêwîst a ava gewr a berîya bikaranîna pêştir li ser bingehê bikaranîna pîlansazkirî tê girtin. Bo nimûne, piştî dawerivandineke serobero ya asan a di parzûnekê re pêkan e ku ava gewr ji bo avdana daran were bikaranîn. Bi dawerivandineke sifttir a di xîzê yan jî bûjeneke hevreng re, çêdibe ku ava gewr ji bo avdana zadan jî were bikaranîn. Nemaze li welatên ku zêde kêmîya avê dikişînin, bikaranîna ava gewr bere bere bêtir giring dibe. Bo nimûne, li deverine Awistralyayê, jêkvekirina ava gewr niha bi qanûnî pêwîst e. 81
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Gemarîya avê ji ber hilhênana niftê li Kantona Cizîrê.
82
Dijwarîyên êkolocîk
Vebikaranîna ava gewr ne ku bi tenê sercema mezaxa avê kêm dike, lê pêşîyê li gemarîya axê û robaran jî digire. Bikaranîna ava reş bo peynkirinê Bermayîyên mirovan mezintirîn çavkanîyên xorremeyan in ku gengaz e bo çandinîyê ji bermayîyên organîk bêne bidestxistin. Amojgeha Jîngehê ya Stokholmê heldisengîne ku bermayîyên organîk ên kesekî/ê dikare têra wê yekê bike ku salane 230 kîlo dexl pê bête hilberandin. Destava zirav ji alîyê (bi taybetî naytrocen) xorremeyan ve dewlemendtir e û bo gelek armancan kêrhatîtir e, ji ber vê yekê çêdibe ku li ser her cureyê zadî were bikaranîn. Di terxê laşî de jî birrek xorreme hene û tekûz e ji bo baştirkirina axê; lêbelê, bêyî qonaxeke dirêj a zibilbûnê, divê bi tenê ji bo peynkirina daran, devîyan yan jî dexlê ji bo êmê ajelan were bikaranîn. Terxê laşî, piştî ku bi kêmanî di nava salekê de veguhere û bibe zibil, çêdibe bi bistehî ji bo peynkirina zadên ji bo mezaxa mirovan jî were bikaranîn. Bikaranîna çandinîyî ya terxê laş her wiha rê nade ku terx tevî avê bibe, ku ev yek bi pirranîya pergalên kêzînan ên kevneşopî re bivê nevê diqewime û sedemeke serekî gemarîyê û nexweşîyê ye. Bermayîya hişk tevî avê yan jî destava zirav bû pê ve, ava reş a ku li dû wê yekê pêk tê zehmettir dibe ku bête palandin. Palandina di pirranîya pergalên kêzînan de bêtir li ser ve-jêkvekirina bûjenên hişk û şilemenî dişuxule. Pêkan e ava reş ji bo veguherandina bermayîyan bo peyn jî were bikaranîn, piştî demeke bi tibabekî guncan, çêdibe ku zibilê organîk î rizîyayî bo zadên ku ji bo mezaxa mirovan têne hilberandin jî were bikaranîn. 83
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Li hemû cîhanê gelek nimûne hene bo bikaranîna bermayîyên mirovan wekî peynê çandinîyî. Li gorî vekolana Zankoya Çandinîyî ya Başûrê Çînê kirî, li Çînê heta 1980’yan peynê organîk çavkanîya sereke ya peyn bû, pê re jî devîdevî 30 ji sedê peynê ku li welêt têye bikaranîn hê jî ji bermayîyên mirovan tê. Kêşeyên peywendîdarî hem peynên kîmyayî hem jî lêgerana bo alternatîvên ku zêdebûna ava bermayî çareser bikin rayedar dane zorê ku di serê 2000’an wan çaxan de ew dest pê bikin bizivirine ser sepana organîk. Komkirina destava zirav li seranserê Çînê ji bo çandinîya bajarîyî peyn dabîn dike û bi tibabekî zêde ava kêzînê ya bajarîyî jî pê borîyan yan jî tankêran tê veguhestin bo deverên çandinîyî. Li bajarê Dongşengê dayreyên apartûmanan ên nû avdestxaneyên xwe yên zuha hene ku destava zirav jêk ve dikin. Terxê laşî di satilan de tê hilanîn û ji bo zibilbûnê tê bikaranîn, destava zirav di tankan de tê depokirin û yekser wekî peyn tê bikaranîn. Li Swêdê, der barê geşedana mercên tenduristîya êkolocîk de vekolana geş û gurr tê kirin û pergaline curecur ji niha ve têne şuxulandin. Ji 2002’yan û vir ve, şarevanîya Tanumê ya Swêdê (gelheya wê di zik hev de 36,000 e) polîtîkayeke hîcyena êkolocîk bi cî anîye ku bikaranîna avdestxaneyên zuha û jêkvekirina destava zirav han dide. Destava zirav di tankan de tê depokirin û di pey re pê tankêran, tevî ava reş a ji tankên rizîner, radestî cotkarên xwecîyî dikin. Şarevanîya Trosayê (11,000 şênîyên xwe hene) ya nêzîkî Stokholmê ava xwe ya reş bo şeş mehan depo dike û di pey re wê radestî kêlgehên li derveyê bajêr dike, ku di wan de wekî peyn tê bikaranîn. 84
Dijwarîyên êkolocîk
Berhemhênana enercîyê di navbera enercîyên ku nû dibin û sotemenîyên fosîl de Hilhênan û bikêranîna niftê Pirranîya kêlgeyên niftê yên Sûrîyê li Rojava, nemaze li Kantona Cizîrê ne. Ji ber ku polîtîkaya recîmê ew bû ku hemû pîşesazîyên îmalatê li metrepolên Sûrîyê damezirîne, bikêranîna nifta xam bo bênzînê li Rojava pêk nehat, ev yek bêtir li navendên pîşesazîyî yên recîmê pêk hat. Bi şoreşê re, dawerivandina nifta Rojava dest pê kir. Mezintirîn pêdivîyên bi bênzînê ji bo elektrîka beşên firyakewtinê (ji ceneratorên biçûk) û veguhêzanê ne. Çaxa zivistanê, dîzel jî tê bikaranîn da ku sobeyên xaneyan bêne dadan. Îro, devîdevî 5 ji sedê hemû nifta ku li Rojhilatê Navîn tê berhemhênan ji kêlgeyên niftê yên Rojava tê; digel vê hindê, ji ber nebûna parçeyan û ji ber gemaroyê, ev berhemhênan bi teknîkî li ser asteke pirr nizm tê birêvebirin. Ji ber ku teleb bi ser zerengîya palîngehên heyî dikeve, tibabekî giring ê nifta xam bi tenê bo asteke pirr sivik tê bikêranîn. Ev yek kartêkirina nerênî ya pîşesazîya niftê ya jixwe zêde gemarîker pihêt dike. Lewma, berhemhênanê û veguhêzanê peywendîya xwe heye li gel gemarîya jîngehê, axê, avê û hewayê. Ev zîyan nemaze bi lîçan re dîyar e, yên ku li dû hilhênan û bikêranîna niftê peyda bûne. Vê gavê çu azîneyên bi teknîkî yan jî bi darayî sepanbar nînin ji bo ku pêşî li vê bar û doxa êkolocîk a niha li Rojava heyî bête girtin. 85
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Berhemhênana elektrîkê Berhemhênana elektrîkê li Rojava xwe dispêre sê çavkanîyan: sentralên haydroelektrîk, gaza siruştî û dabînkirina elektrîkê ya ku xwe dispêre ceneratorên dîzel ên ku li ser asta komînal têne şuxulandin. Berhemhênana gelemperî ya bi sentralan kêm zêde dabeşî ser teqrîben 75 ji sedî haydro û 25 ji sedî gaza siruştî (berê helketî yê hilhênana niftê) bûye, her çend wiha be jî, ev rêje geh kêm dibe, geh zêde dibe. Pirranîya beşên Rojava bi têra xwe elektrîk nîne. Li bajarên wek Dêrikê, elektrîk rojê bi tenê şeş saetan heye, lêbelê li bajarên din, her wekî Kobanê, danzdeh saetan heye. Digel jêderka enercîyê ya lêzêdekirî ya li nava komînan, dabînkirineke berdewam û li hemû deverên welêt vê gavê ne gengaz e. Xalên ragirtinê yên serekî yên berhemhênana enercîyê ya Rojava sentralên haydroelektrîk in, ên ku li bendavên Tişrînê û Tebqayê yên li ser Ferêt têne xebitandin. Elektrîk paşê di rêya xetên enercîyê yên dirêj re bo bajaran têne veguhestin. Bi teorîkî, dabînkirina enercîyê ya sed ji sedî bo Rojava renge ji sentralên haydroenercîyê yên heyî gengaz bibe heke ew li ser kepasîtîya sed ji sedî bêne xebitandin – lê ew nayêne xebitandin, ji ber du sedeman. Pêşî, parçeyên pêwîst ji bo temîra sentralan nînin. Şerê li Sûrîyê, yê ku ev bêtirî heft salan e bi tundî berdewam e, bi dijwarî bandor li van pergalên berhemhênana enercîyê yên zehf giring û serekî kir. Jêrxane, xetên enercîyê û navendên trafoyê yên rûxandî hê jî rê li ber dabînkirina sed ji sedî ya elektrîkê bo gelek herêmên Rojava digire. Ku gemaroya 86
Dijwarîyên êkolocîk
aborîyî û nebûna çavkanîyên darayî bêne berçavkirin, kar û rahiştineke zehmet e ku ew bêne vesazkirin. Ya duyem, berhemhênana elektrîkê bi giranî hewcedarî polîtîkaya avê ya dewleta Tirk e, ji ber ku robarên serekî jêderkên xwe li Tirkîyeyê ne. Van salên dawîn, hukimeta Tirk avakirina bendavan bere bere bêtir bi pêş de bir, ku vê yekê bandoreke heta tu bibêjî zîyanker li rezerva avê ya Sûrîyê kir – û ev jî hêza ceopolîtîkî ya Tirkan qayîm û mezin dike. Digel girêbestên qebaleyî yên di navbera hukimetên Sûrî û Tirk de ji bo têperana tibabên dîyarkirî yên avê, Tirkîye kontrola xwe ya li ser avê bi kar tîne da ku kar di rûdawên li Sûrîyê bike. Ji hinga ku hêzên demokratîk ên li bakurê Sûrîyê (yên ku ji alîyê pêkhateyên polîtîk ên tevgera azadîyê ya Kurdan ve têne destekkirin) pergala xwe ya xwerêveberîya demokratîk xistine sepanê, polîtîkaya hukimeta Tirk tew hîn bêtir bûye berbendker. Encamên êkolocîk û tenduristîyî yên bikaranîna sotemenîyên fosîl ji bo berhemhênana tînê û enercîyê, ku bi pênebawerîya kişana avê ya ji ber polîtîkayên enercîyê yên dewleta Tirk re bi yek dibin, hê jî egereke dîtir e ji bo dernavendîkirina berhemhênana enercîyê. Enercîya ku nû dibe û avadanîya êkolocîk Derawaya ceopolîtîk a Rojava û mercên avûhewayî yên li herêmê dihêlin ku herêm bibe dereke guncan ji bo şêweyên curecur ên berhemhênana enercîya ku nû dibe. Pergalên kêmlêçûn û asan ên germkirina avê bi pergalên 87
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
tavkêş ên li ser banan, berhemhênana enercîyê bi teknolocîya fotovoltîk (a ku ronahîyê vediguherîne elektrîkê), enercîya bayî hwd. bo pergaleke enercîyê ya dernavendîkirî dikarin bibin pêngavên pêşîn. Ev yek ê hewcedarîya gel hem bi pergala haydro-elektrîkê ya navendîkirî û hem jî bi sotemenîyên fosîl kêm bike. Qaydeyê ku avahî pê têne avakirin di sexbêrîya enercîyê de roleke giring digêrre: enercî çend kêm bête mezaxtin, divê bi wî çendî kêm bête berhemhênan. Li Rojava, gelek avahîyên biçûktir ji kereseyên siruştî yên her wekî gil, dar û kevir têne çêkirin, ên ku, nisbet bi kereseyên avakirinê yên standard ên wek bêtonê, pola û çîmentoyê, kêmtir dibine sedema gemarîyê û di henga çêkirinê de kêmtir enercîyê bi kar tînin. Ji bilî vê yekê, ev avadanîya êkolocîk devîdevî bi parekê ji sê paran erzantir e ji avahîsazîya kevneşopî. Xanîyên ku bi vî qaydeyî têne avakirin hêsantir in jî ku havînê bêne hênikkirin û zivistanê bêne germkirin, ku lêçûnên enercîyê û sotemenîyê kêm dikin. Hilanîn, berdestkirineve û zibilkirina bermayîyan Berdestkirineve Van salên dawîn, li pirranîya bajarên Rojava pergaleke hilanîna bermayîyan a şuxulbar hat damezirandin. Bermayîyan ji xanîyên kesan yan jî ji kûçeyan tînine qadên depokirina bermayîyan ên nêzîk û li wir dişewitînin. Li 88
Dijwarîyên êkolocîk
Rojava ti pergaleke jêkvekirinê yan jî berdestkirineveyê ya şarevanîyî nîne. Li dû vê yekê, çawanîya avê û axê bi dijwarî bandor girt, rê li ber kêşeyên tenduristîyê (nemaze bi zarokan re) xweş kir. Pirtikên ku di henga şewitandina bermayîyan de pêk tên axê û avê gemarî dikin û, erdê çandinîyî jî tê de, di hewayê re belav dibin û tevî zincîra xwardemenîyan dibin. Berdestkirineve alternatîvek e bo vî şêweyê hilanîna bermayîyan û di rewşa heyî de dezgehên xwerêveberîyê, dem û dezgehekî berdestkirineveya kaxizan jî di navê de, hindek projeyan heldisengîne. Dorbenda vê dê jêkvekirina bermayîyên kaxiz ji cureyên din ên parî û piçikên takexaneyan be, yên ku dê di kaxizçêkirinê de ji nû ve bêne bikaranîn. Proje, ya ku tê helsengandin wekî $70 milyon (dolarê Emerîkan) lê biçe, ji ber nebûna çavkanîya diravî hê jî bi çarlepkan diçe. Azîneyên sanayîtir û erzantir ên berdestkirineveyê jî hene. Berdestkirineveya plastîka hişk, bo nimûne, ne aloz e û çêdibe bi makîneyên sivik were kirin. Ev yek delîveyê dabîn dike bo şêweyên hindikrêje û dernavendîkirî yên berdestkirineveyê yên ku li gelek deverên cîhanê jixwe têne sepandin. Zibilkirin: peynê organîk ji bo çandinîya gundewar û bajarewar Bikaranîna bermayîyên organîk jî di civakeke êkolocîk de roleke giring digêrre. Sergînê ajelan jixwe di çandinîya li Rojava de tê bikaranîn; digel vê yekê, çêdibe û pêdivî ye ku ev bikaranîn bête firehkirin. Peynê kîmyayî yê ku li Rojava tê bikaranîn salê bi $35 milyonan (dolarê Emerîkan) li ser 89
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
herêmê rûdinê. Ev peynê kîmyayî giş divê bête hawirdin û ev dike ku welat qewî hewcedarî recîmên curecur ên li herêmê be. Berdestkirineveya karîgertir a bermayîyên organîk – heke ji binî ve ji navê raneke jî – dê pêdivîya bi hawirdina peynê kîmyayî pirr û gelekî kêm bike, berhemhênana çandinîyî zêde bike, pê re jî dê xweserîya cotkaran zêde bike. Ji bergeha perspektîveke kûrewî ve, têperana ji peynê kîmyayî bo peynê organîk divê bi pêyekî leztir bête pêkankirin: bêyî gorankarîyên binçîneyî, şêweyê niha yê çandinîyê bi nîzamî bo bi qasî pêncî qedemeyên dirûnê yên pêştir bête sepandin. Zibilkirinê pêkanîna mercên guncan divê ji bo jevketina bermayîyên organîk da ku bibin bûjenên gelêşî yên bi bayolocîkî parsengdar, ên ku çêdibe paşê ji bo çandinîyê û daristanvanîyê bi kar bên. Li nik naveroka xwe ya xorremedar, peynê organîk î rizîyayî bi rêya baştirkirina binyada axê (baştirkirina livokîya hewayê, avê û xorremeyên di axê de) berdarîya axê zêde dike, mîkrobên kêrhatî lê zêde dike û berdestbûna xorremeyan qewî dike. Bikaranîna bermayîyên organîk ji bo çandinîyê li gelek welatan asayî ye û bergirîyên asan dikarin metirsîyên tenduristîyî yên gengaz ên bi her cureyî daxînine ser nizmtirîn astê. Bikaranîna wî peynî di çandinîyê û daristanvanîyê de lêçûna diravî kêm dike, rê nade erozyona axê û gemarîyê kêm dike. Zibilkirinê giringîya xwe ya straticîk e taybet heye bo civakeke ku gihanîya wê ya bo peynê kîmyayî ji alîyê hukimetan û kompanîyên bazirganîyê ve renge bi hêsanî were berbendkirin. Bi qasî 50 ji sedê hemû bermayîyên xaneyan organîk e. Di zik hev de, rojane her kesek bi qasî nîv kîlo bermayîya 90
Dijwarîyên êkolocîk
zibilbar hildiberîne. Piştî bikêranînên siruştî yên zibilbûnê, ev tibab dadikeve 50 qiram peynê organîk î rizîyayî. Zibilkirina hindikrêje ya li takexaneyan li deverên gundewar hêsantir e, lê li bajaran jî gengaz e. Ev nemaze wisa ye dema ku tev bi kiştûkala bajarewar re bête bikaranîn – wekî li Kûbaya ku beşeke giring a berhemhênana xwardemenîyan a welêt bi wî awayî pêk tê. Her wiha gengaz e ku dem û dezgehên zibilkirina zêderêje ji bo çandinîya gundewar bêne pêkanîn. Ev li welatên Rojava belave ye, li kê derê bermayîya organîk a xaneyê tê komkirin û tê veguherandin bo peynê organîk î rizîyayî yê çandinîyî. Ji bo bajarekî bi qasî Dêrikê (ya gelheya xwe devîdevî 40,000 kes), ev tê ser wî hesabî wekî rojane tibabê ku tê wergirtin 20 ton bermayîya organîk e ji bo berhemhênana rojane ya du ton peynê organîk î rizîyayî yê hatî bikêranîn. Gelek cureyên cîyawaz ên pergalên zibilkirinê hene, bo nimûne nijanên yan jî qutîyên peynê organîk î rizîyayî yên sade. Hindî ku mercên dîyar (pileya tînê û rêjeya hêmê jî tê de) bi rêk û pêk bêne pişkinandin û, heke pêwîst be, bêne sazkirin, peynê organîk î rizîyayî dê jev bikeve heta ku amade bû bo bikarhatinê. Hatûçû û gemarîya hewayê Zorîneya mezaxa dîzelê û bênzînê ya li Rojava ji bo veguhestinê ye, ya ku çavkanîya sereke ya gemarîya hewayê ye jî, nexasim jî li bajarên mezintir. Bipêşveçûna veguhestina komelî rêyek e ku ev bandor pê dakeve ser nizmtirîn astê. 91
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Hatûçû û gemarîya hewayê li bajarê amişloyê.
92
Dijwarîyên êkolocîk
Çêdibe çawanîya hewaya bajarewar bi çandina daran jî were baştirkirin. Yek ji straticîyên serekî yên şarevanîyan, bi hevkarîya li gel kombestên berpirs ji êkolocîyê, ew e ku li deverên bajarewar bêtir daran biçînin, pê re jî xweyîtîyê li yên heyî bikin. Di dorbenda projeyên vê gavê de ew yek heye ku dar li yek ji şeqamên bihatûçû yên serekî yên li bajarê Qamişloyê bêne danîn, ku lêçûna wê dê $60,000 be. Li bajarê Tebqayê, ya ku di havîna 2017’an de ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin, îsal helmetek dê were destpêkirin da ku stoka daran a bajarewar were guhestin, ku 75 ji sedê wê hişk bûye yan jî ji binî ve hatiye kavilkirin. Ev zîyana gihiştî populasyona daran vedigere bo rêbazên nesaz ên rêveberîya bajêr a li jêr destê recîma Sûrîyê. Şerê li deverên bajarewar jî li ser asta bajarîyî bandorek li stoka daran kir. Ji ber avûhewayê û kêmîya avê, bidaristankirineve qonaxeke keda geş û gurr e. Projeyên wek van çawanîya hewaya bajarewar a baştir dabîn dikin, di mehên havînê de wan deveran dikine deverên sîber (heyama ku pileyên germê dikarin bilindî ser 50 dereceyên Celsius yan jî devîdevî 120 dereceyên Fahrenheit bibin), ji bo teyr û tilûran qadên jîyanê pêk tînin, pê re jî bi giştî geşeyê bi çawanîya jîyanê didin. Di çarçoveya xebata êkolocîk a xwerêveberîyê de, berpirs di rewşa heyî de li ser komîn û xelqên xwecîyî yên li Kantona Cizîrê der barê pêdivîyên wan ên dîyar ên bi daran lêkolanê dikin. Li ser bingehê vê zanyarîyê di pey re bêtir dar dê li der û doran bêne çandin.
93
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Kartêkirinên şer Kartêkirinên şer ên li ser rewşa êkolocîk a li Rojava qewî zêde çêbûn, nexasim gemarîya axê û avê ku bayîsê wê cebilxane û teqemenî ne. Bikaranîna gulle û qewanên ûranyûma ronkirî ji alîyê hêzên hevpeyman ên navneteweyî ve dibe sedema kêşeyên tenduristîyî yên dijwar û telpa wan bo demeke dirêj di jîngehê de dimîne. Cebilxaneya hawinan, moşek û çekên teqîner ên dîtir metalên giran û TNT vedihewînin, ên ku penceşêrjen in. Dema ku ev çek li deverên bajarewar hatin bikaranîn, b.n. li Kobanêyê û li Hesekê, ev bûjen ji avahîyên rûxandî tevî toz û tirabêlkê bûn û di pergala hilmijanê ya hevwelatîyan de, di avê de bi cî bûn, pê re jî berê xwe dane erdê çandinîyî. Ji wir de jî di xwardemenîyan de ji xwe re cî peyda kirin. Encamên mawedirêj hêşta nayêne zanîn. Yek ji tektîkên Dewleta Îslamî ji bo ku xwe ji êrîşên esmanî biparasta ew bû ku agirên berfireh î dûqurs dadida. Wan ew agir bi dagirisandina niftê dadidan, her wiha bi kereseyên dîtir ên her wekî plastîk, ên ku hewa, ax û av bi şêweyekî giran gemarî kirin. Gemarîya hewayê, avê û axê ya pêştir ji kavilbûna dem û dezgehên pîşesazîyî çêbû, yên ku gaz û madeyên kîmyayî yên jehrî berdan. Tevî ku kartêkirina ev yek ê li Rojava bike xuya ye dimîne, helsengandinên PAX’a rêxistina civaka medenî angaştê dike wekî vê mişkîleya li ser jîngehê dê kartêkirinên xwe yên tenduristîyî yên mawedirêj hebin.
94
Dijwarîyên êkolocîk
Rojava – civakeke êkolocîk a demokratîk a di qonaxa avabûnê de Xwebesatîya xwecîyî û kooperatîv: “Xaka me, ava me û enercîya me bikin kolektîv.” (Öcalan) Peywendîyên di navbera berhemhênanê û bikaranînê, bajêr û welêt, navend û perawêzê de divê ji nû ve bêne hizirkirin û sêwirandin da ku civakeke êkolocîk were avakirin. Di civaka Rojava de, qaydeyekî kooperatîvî, êkolocîk û dernavendîkirî yê berhemhênanê armanc e. Hemû tiştên babeta serwet û samanbûnê, yan jî çavkanîyên siruştî, divê bêne civakîkirin, pê re jî aborî bête demokratîkkirin. Zehf giring e ku li ser bingehê qonaxeke demokratîk a gotûbêjê der barê berhemhênanê de biryar were girtin. Divê ev yek xwe bispêre derfet û delîveyên pergaleke êkolocîk a biparseng û bêkilûkêmasî û karzanîyên gel bi xwe. Komîn xwe dispêrine xwebesatîya kolektîv. Ev yek dabeşbûna di navbera cîyên berhemhênanê û bikaranînê de ji navê radike, rêgehên veguhestinê yên dirêj kurt dike, pê re jî misoger dike ku dabînkirin bo gel bi bistehî gengaz be. Her wiha, rê dide geşedan û jibîrnebûna zanyarîya kolektîv a der barê çandinîyê, dawerivandinê û dirûnê de. Berevajî qaydeyên kapîtalîst ên berhemhênanê, kooperatîv dişên li gorî pêdivîyên gel berhemhênanê 95
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
bikin, çi ku wan navê rajêrî mantiqa mezinbûna berdewam û zêdetirînkirina kar û kespê bibin. Ji wan re gengaz e jî ku encamên mawedirêj ên ji bo cîhana siruştî ro bikin û bipîvin û pîlansazîya berhemhênanê bikin bêyî ku vê yekê ji bîr bikin; di rastîya xwe de, bayexpêdana bo civatê yek ji heft rêsayên kooperatîvan e. Di şêweyên kooperatîvan ên aborîyê de, zanyarî tê levakirin di nava mirovan de, ên ku bi hev re dixebitin, ji ber ku dabeşbûna klasîk yan jî hayirarkîya pêpelûkên xebatê yên takekesî nînin, lê bêtir jê nêzîkîtêdayîneke tevgir heye. Pergala Rojava pê de pê de li ser bingehê xwerêveberîya civatan a di komînan de û li ser bingehê berhemhênana di kooperatîvan de ava dibe. Armanc ew e ku hemû çavkanî, her wekî av, enercî û xak, bibin babeta berjewendîya gelemperî. Bi tenê li Kantona Cizîrê, ji niha ve 57 kooperatîv hene, ku bi qasî ji 8,700 malbatan pêk tên. Di navbera angaştê û rastîyê de – Rojava û civaka êkolocîk Dijwarîyên jîngehî yên li Rojava/Bakurê Sûrîyê bê hedd û hesab in. Rojava nimûneyekê pêk tîne bê çawa firêt û xavên kêşeyên êkolocîk û ên mijarên civakî û aborîyî di yek tevnê de hatine vehînan, bê çawa navendîbûn, aborîya kapîtalîst, pê re jî mijokdarîya ku li mirovan tê sepandin û siruşt pêk ve ne û pabendî hev in. Ji bo dahatûya ku mirov bikaribe pêşbînîya wê bike, ne pêkan e hindek nakokî ji navê bêne hilanîn, lê pêkan e kartêkirinên nerênî di nava maweya kurt de bêne daxistin ser nizmtirîn astê û pêkan e xelq der barê xeteran de bêne 96
Dijwarîyên êkolocîk
agehdarkirin. Bêyî veberhênanên berfireh ên çavkanîyan yan jî diravî pêkan e bergirîyên guncan bêne cîbicîkirin. Armanca bergirîyên ku ji alîyê pêkhateyên xwerêveberîya demokratîk ve têne kirin ji bo ku serederî bi kêşeyên êkolocîk re bête kirin parastina êkopergalên heyî, bidaristankirineve û xurtkirina hişmendîya êkolocîk e. Ev pêngavên pêşîn in, lê dûr in ji têrkirinê. Me hindek ji wan qonaxan nîşan dan ku bi şêweyekî êkolocîk û dernavendîkirî wê komînên li Rojava bînin bêtir nêzîkî xweserîya demokratîk bikin. Bo peydakirina rêyekê ji nava korerêya bobelata êkolocîk a ku li ser destê modernîtîya kapîtalîst hatiye pêkanîn kêferat û wêrekî divê da ku tiştekî pêşîn bête biserxistin. Pêngavên pêşîn hatin hilanîn, lê wateya pêdivîya bo şoreşeke sosyo-êkolocîk ew e ku hê gelek tişt hene bêne kirin.
97
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
98
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
H
elmeta “Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin” bi hevkarîya li gel Kombesta Qadên Parastina Siruştê (ya Desteya Aborîyê) û Kombesta Êkolocîyê (ya Desteya Şarevanîyan û Êkolocîya xwerêveberîya li Rojava) bi armanca destekkirin û geşepêdana civaka êkolocîk li bakurê Sûrîyê di serê 2018’an de ji alîyê Komîna Înternasyonalîst a Rojava ve hat despêkirin. Helmetê sê sernavên xwe hene: perwerdeyî, karên sepanî û birêkxistina pîgarîya gerdûnî. Perwerdeyî Bipêşxistina bîrewerîya êkolocîk û demokratîk bingeh e ji bo famkirina ji hevsengîya di navbera mirovayîyê û siruştê de. Ew yek bêtirî wê yekê ye ku bi tenê babeta zanyarîya zanistî û têgihiştineke beraqil be: ji bo ku havîbûna mirovan a ji siruştê bête têkbirin, û bi wî awayî jî havîbûna wan a ji xwe bi xwe, mirovayîyê îro ro divê vegere siruştê, wekî wê tecrube bike û qedrê wê bizanibe da ku wê biparêze. Ji ber vê sedemê, xebata teorîk/perwerdeyîyî ya li ser hemû astên civakê, pê re jî ezmûnên berçav ên li nava û li gel siruştê di henga sazkirina civakeke êkolocîk de dê bibin beşên pêwîst ên serekî. 99
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Perwerdeyî ji bo înternasyonalîstan Akademîya Înternasyonalîst, a ku ji havîna 2017’an û vir ve ye di qonaxa sazbûnê de ye, dê bibe navenda xebata me ya perwerdeyîyî. Li vir, înternasyonalîst dikarin li gorî rêsayên demokrasîya radîkal, azadîya jinan û êkolocîyê bêne perwerdekirin, pê re jî di rêya perwerdeyîya bo ziman û keltorî ya geş û gurr re bêne amadekirin ji bo xebata li nava civaka Rojava. Wane, semînar û gotûbêj dê bi rê ve biçin der barê pêwîstîya bi civaka êkolocîk de, wekî renge ew bişibe çi, her wiha çi pêngav dê pêwîst bikin da ku ew bête biserxistin. Ku kutayî bi perwerdeyîya teorîk a li Akademîyê anîn û pê ve, hemû înternasyonalîst ê bi rêya xebata fizîkî ya li kooperatîva daran a ew pê ve girê dayî û di projeyên bidaristankirineveyê de, yên ku em piştevanîyê lê dikin, bibin xwedanên wê derfetê da ku hesteke berra ya siruştê peyda bikin. Xebata sepanî ya bi axê ve û hildan û danîn û eleqedarbûna li gel riwek û ajelên di akademîyê û erdê terhikan de, dê delîveyên – bedewîya – jîyaneke ahengdar li gel siruştê nîşan bide. Bi alîkarîya înternasyonalîstan, em dixwazin geşeyê bi zêhnîyeteke bi jîngehîyî bîrewer û serwextîyekê û zanyarîya bikarbar a jîyîna êkolocîk bidin, hem di nava xwe de hem jî di tevayîya pêkhateyên polîtîk ên Rojava û civaka wê de. Akademî – ya ku, li gel jîyan û xebata di wê de, hê jî di qonaxa sazbûnê de ye – li gorî rêsayên êkolocîk tê sêwirandin. Babeta çawa bi baştirîn şêweyî ji avê, axê, hewayê, enercîyê û bermayîyê sûd bête wergirtin ne bi tenê bi teorîkî tê gotûbêjkirin, lê bi kiryarî tê cîbicîkirin jî. Ku em wiha 100
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
dikin, em dixwazin para xwe ya di gemarîyê de daxînine ser nizmtirîn astê, hem jî em bibin nimûneyek bo projeyên hevreng ên ku ji bo Rojavayeke êkolocîktir dixebitin. Perwerdeyî di civakê de Înternasyonalîst ê li gel pêkhateyên xwecîyî bixebitin da ku perwerdeyîya ji bo geşepêdana bîrewerî û zanyarîya êkolocîk bi rêk bixin. Ew ê di dibistanan, navendên ciwanan, şarevanîyan, komînan û sazûmanên dîtir de pêk bê. Ev beşa bernameya hîndekarîyê xebatên li derveyê polê jî vehewîne: seyranên bo warê parastina siruştê yê Hayakayê, beşdarîya li xebata çandinê û damezirandina baxçeyên dibistanan dê siruştê bikin zehf giringtir û sepanbartir. Bidaristankirina erdên Akademîyê Di payîza 2018’an de, em ê dest bi bidaristankirina erdên Akademîyê bikin. Bi 7,200 mêtroçarçikan berev rojava, bakur û rojhilatê Akademîyê dê 2,000 dar bêne çandin, ku bi pirranî darekaj û darên fêqîyan bin, her wekî sêv, fistiq, hinar, gêlaz, hirmî, hêjîr û mişmiş. Ev ê bi ava gewr û peynê organîk ên ku li Akademîyê bi xwe hatibin hilberandin bêne avdan û peynkirin. Di nava çend salên bê de, li devereke 12,500 mêtroçarçikî ya li ser berwarê qelaç ê ku dikeve başûrê Akademîyê darên zeytûnan, tirîyan û berû dê bêne çandin, bi vî awayî daristanek ê pêk bê ku jîngehê biparêze û stargeheke ewle dabîn bike ji bo tevna riwekan û celebên ajelan ên xwecîyî.
101
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Neqandina tovan li erdekî terhikan ê li Qamişloyê.
102
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
103
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Dolîwgerî û berdestkirineveya bermayîyan Li Akademîyê jêkvekirin bingehê dolîwgerîya bermayîyan e. Bermayîya organîk (her wekî xwardemenî û kaxiza jibermayî) û bermayîya ne-organîk (her wekî plastîk yan jî metal) demildest ji yek û du têne vekirin. Nehêlana tevîhevbûna bermayîyê karê nexweş û demzehêker ê ve-jêkvekirina wan a paşê ji navê radike. Bermayîya ne-organîk li gorî texlîdê xwe pêştir tê dabeşkirin ser jêrekategorîyan. Ji dêl şewitandin yan jî binerdkirina bermayîya înorganîk û gemarîkirina avê, hewayê û axê ve, bermayî tê jêkvekirin û hilanîn. Pêşî bermayîya ku dibe sedema xetereke yekser bo avê û axê, bo nimûne pîl yan jî bermayîya elektronîk, û bermayîya plastîk yan jî metal a nexeternak têne jêkvekirin. Bermayîya xeternak li dereke dûr tê hilanîn da ku nikaribe çavkanîyên avê bigemirîne. Bermayîya nexeternak a neorganîk ji ber sedemên hîcyenê tê paqijkirin û ew jî tê hilanîn. Pîlan di qonaxa sazbûnê de ne da ku bermayîya plastîk û metal, yan li cîyê Akademîyê bi xwe yan jî di projeyên hevbeş î pêşedemî de, yên li gel pêkhateyên xwerêveberîya demokratîk, ji nû ve were berdestkirin. Bermayîya organîk a ku ji alîyê Akademîyê ve tê hilberandin tê veguherandin bo peyn û tê bikaranîn. Ev yek pêşîyê li kêşeyên hîcyenê digire, yên ku peyda dibin dema ku ev bermayî di qadên depokirina bermayîyan tê hilanîn, û her wiha lêçûnan kêm dike, ên ku li dû kirrîna peynê kîmyayî çêdibin. Jibermayîyên xwardemenîyan, kaxiz û karton têne komkirin û têne veguherandin bo peynê organîk î rizîyayî. 104
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Piştî çend mehan, peynê organîk î rizîyayî vediguhere gelêşa mişexorreme ya ku çêdibe ji bo peynkirina darên û sewzeyên di erdê Akademîyê de bête bikaranîn. Tê çaverêkirin ku Akademî her sal bi qasî deh ton bermayîya organîk hilberîne, ya ku bi servedorî dê bi qasî tonek gelêş hilberîne. Ava gewr a ku ji destşok û serşokên me dikişe jî dê ji bo avdanê û peynkirinê were bikaranîn û pergala avdestxaneya zuha tibabê ava reş a hilberandî kêm dike, rê dide ku bermayîya pêkhatî bi êkolocîkî wekî peyn were bikaranîn. Dolîwgerîya avê Ava vexwarinê ji bîreke li nava erdên Akademîyê tê. Çêdibe ku ava bermayî bête dabeşkirin ser du kategorîyan: ava gewr (b.n. ava ku ji serşokan, ji kulînê hwd. dikişe) û ava reş a ku ji avdestxaneyan dikişe. Pirranîya ava gewr a Akademîyê tê komkirin û hem ji bo avdanê hem jî ji bo peynkirinê tê bikaranîn. Ev yek rê li gemarîyê digire û dihêle ku av û peyn kêmtir bêne bikaranîn. Ava gewr pêşî bo tankekê tê şandin ku tê de telp û rûn tê parzûnandin. Ji wê derê, av dikişe diçe tankeke dîtir, ku tê de ji bo bikaranînê tê depokirin. Ava gewr paşê tê bikaranîn, hîn bêtir ji bo avdana daran. Ev pergal dihêle ku rojê devîdevî 2,500 lîtir av were sixurandin. Ava reş a hilberandî di tankeke cihê de tê depokirin. Vekolana li ser sepana teknîkî û bikaranîna ava reş wekî peynekî li Akademîyê hê jî berdewam e. Karên sepanî Her çend veguhestina zanyarîyê û afirandina bîrewerîya êkolocîk dê bê guman bibe yek ji xebatên straticîk ên di 105
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Çandina pêşîn a mêwên tirî di baxçeyê Akademîya Înternasyonalîst de. 106
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
107
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
qonaxa avakirina civaka êkolocîk de, di pey van çalakîyên perwerdeyîyî re divê pêngavên berçav bên. Yek ji mezintirîn kêşeyên li Rojava nebûna daristanan e, ya ku kartêkirineke xwe ya nerênî heye li ser çawanîya hewayê, erozyona axê, kêmîya avê ya ku bere bere zêde dibe, pê re jî xweşguzarîya derûnî û aborîyî ya gel. Çandina daran çareserîyek e bo gelek mijarên cîyê lezê: bi saya bê û avê erozyona axê kêm dike û berdarîya erdê çandinîyî yê li wî dewr û berî diparêze. Li deverên wek Warê Parastina Siruştê yê Hayakayê, bidaristankirineve jî bi kêr tê ku qadên şilîyê bêne parastin û bayoçendetexlîdî bête biserûberkirin. Henga ku çalakîyên aborîyî yên her wekî berhemhênana dar û keresteyan yan jî daristanvanîya çandinîyî dikarin rolekê bigêrrin, di nava maweya dirêj de, kêmbûna ezamet a CO2’ê ya ku kartêkirina tavxaneyan kêm bike zehf giring e ji bo hemû mirovayîyê. Ji bo ku ev hemû ser bigirin, li Rojava pêdivî bi xebateke zor û zehf heye; zanyarîya berze, bêparîya ji bîrewerîyê û pê re jî dijwarîyên aborîyî çareserîyên azînedar û şuxulbar pêwîst dikin. Kooperatîva daran Beşeke giring e serekî ji straticîya êkolocîk a xwerêveberîya li Rojava geşepêdana erdên terhikan e. Zorîneya terhikgehên heyî yên li bakurê Sûrîyê di destê kompanîyên xwemalî de ye, ev yek jî çandina daran ji bo gelek kesan dike tiştekî giranbuha. Ji bo ku em bi çareserîya vê kêşeyê re alîkar bin, li ser erdên Akademîya Înternasyonalîst me dest bi damezirandina 108
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
terhikgehekê kir. Bi tenê di 2018’an de, bêtirî 50,000 şitil ê bêne çandin û li ser devereke 5,000 mêtroçarçikî bêne xwedîkirin. Balpêdan ê li ser darên fêqîyan be, bi giringîdaneke taybet bi riwekên ku dikarin li ber mercên avûhewayî yên hişk û zuha li ber xwe bidin, her wekî darên zeytûnan û berû. Terhikgeh ê hem bo Warê Parastina Siruştê yê Hayakayê û hem jî bo pêkhateyên polîtîk (her wekî komên civakî, kooperatîvan, sazûmanan û şarevanîyan) daran û riwekên mayîn dabîn bike. Ew ê her wiha bibe dereke ji bo vekolana sepanî. Bi rêya desttêwerdanên armanckirî û bikaranîna azîne û teknolocîyên alternatîv di warên bikaranîna avê, peynkirinê û berdestkirineveyê de, em ê tevkarîyê li bidaristankirineveya Rojava bikin. Terhikgeh ê wekî kooperatîveke ne bi armanca kar û kespê bête birêkxistin û xebata li wê derê dê bibe beşek ji perwerdeyîya di Akademîya Înternasyonalîst de. Hemû înternasyonalîst ê hêza keda xwe tevî projeya bidaristankirineveyê bikin. Ev ê delîveyê bo me dabîn bike ku em daran bi buhayekî maqûl belav bikin. Mebesta me ew e ku em daran bi qasî bi nîvê lêçûna wan terhikgehên xwedanarmanca kar û kespê dabîn bikin. Tibabê zêde mayî yê kooperatîva daran, piştî kuştina hemû lêçûnên her wekî veguhestinê, teknolocîyê, damezirandinê, alavan û kereseyên şuxulandinê, dê wekî veberhênan bête bikaranîn ji bo firehbûna terhikgehê (25%); ji bo xebatên Akademîya Înternasyonalîst (25%); û ji bo bidaristankirineveya Warê Parastina Siruştê yê Hayakayê (50%).
109
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Hilberandina tovên kundiran di tavxaneyê de.
110
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
111
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Warê Parastina Siruştê yê Hayakayê Hayakaya warê parastina siruştê bi çend kîlomêtroyan li rojavayê bajarê Dêrikê, li Kantona Cizîrê ye. Vî warî navê xwe ji gundê li rex xwe girtiye û ji devereke daristan a bi pirranîya xwe ve darên spîndar a bêtirî 200 hektaran û tejaneya avê ya Deryaçeya Sefanê pêk tê, ya ku di 1990’î wan çaxan de bi bendkirina 31 cobarên çavkanî yên cihê hatiye çêkirin. Gelek celebên ajelên kovî û riwekan ên ku li dû bêdaristankirinê û çandinîya yektexlîdî cîguhestî bûbûn xwe li Warê Parastina Siruştê yê Hayakayê girtin. Digel têkçûna hawira siruştî û nêçîrê, gur, rovî, berazên kovî, gelek celebên cîyawaz ên balindeyan û ajelên biçûk ên dîtir karibûne di deverên daristan ên biçûk ên li der û dora deryaçeyê de bimînin û bijîn. Ji bo ku vê bayoçendetexlîdîya siruştî û hinekî ji daristana dawîn a li herêmê biparêze, di 2014’an de xwerêveberîya demokratîk dever wekî warê parastina siruştê ragihand. Nêçîrvanî, masîgirî, avakirina avahîyan û çandinî di warê parastinê de hatin qedexekirin. Di heman demê de, bidaristankirina qeraxa deryaçeyê dest pê kir, di dorbenda pîlaneke mawedirêj de bêtirî 100,000 dar dê li der û dora deryaçeyê, li ser mesafeyeke 14 kîlomêtroyî bêne çandin. Her wiha xebat têye kirin ku di warê li jêr parastinê de mêşvanî were sazkirin, pê re jî bihêlin ku curecuretîya gîhayên şifadar a ku li wê derê peyda ye di xizmeta vekolana bijîşkî de be. Parastin, firehkirin û bidaristankirina berdewam a Warê Parastina Siruştê yê Hayakayê pareke tewawker a helmetê ye. Hem di rêya xebata sepanî ya înternasyonalîstan a li warê 112
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
parastina siruştê re û hem jî di rêya piştevanîya darayî ya bidaristankirineveyê re, em dixwazin ji bo herêmê geşeyê bi perspekîveke êkolocîk bidin ku gelê xwecîyî û pêdivîyên wan ên aborîyî bi xwe ve bigire. Birêkxistina pîgarîyê li hemû cîhanê Sêyem bar û doxa serekî ya helmeta Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin dê birêkxistina pîgarîya kûrewî be. Di rêya helmeta me û yarmetîya me ya civakî re, em dixwazin pirekê ava bikin di navbera dezgehên komînal î xwecîyî yên xwerêveberîya demokratîk û projeyên êkolocîk ên li bakurê Sûrîyê û çalak, pispor, akademîsyen, sazûman û rêkxiraweyên heweskar ên ji hemû deverên cîhanê de. Bê guman, yek ji baştirîn rêyên bo tevkarîkirina li vê xebata êkolocîk ew e ku mirov li vir, li Rojava tev bibê. Lê derîyê vê delîveyê ji hemû kesan re ne vekirî ye: hatina bo Rojava zehmet e ji ber rewşa polîtîk a li welatên li der û dorê, û pê re jî carinan guzergeh ji binî ve tê girtin. Ji ber vê yekê ye ku ji bo her cara mayînê ya li bakurê Sûrîyê divê çend meh werine pîlankirin. Digel vê hindê, pirr û gelek rêyên alîkarîkirinê hene: çi li Rojava bi xwe, çi ji derve, pîgarî û têkoşana bo civakeke êkolocîk çu tixûban nanase. Piştevanîya darayî bo xebatan Tevî ku gelek karên êkolocîk ên li Rojava, her wiha xebata înternasyonalîstan a di kooperatîva daran û Warê Parastina Siruştê yê Hayakayê de, bi şandilxwazî têne kirin û bê mûçe ne, em, wek pêkhateyên xwecîyî yên dîtir, hewcedarî çavkanîyên darayî ne. Lêçûnên teknolocîyê, makîneyan, 113
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Siruşt li der û dora Akademîya Înternasyonalîst. 114
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
115
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
alavan, kereseyan û veguhestinê, bi ser de jî destmizên ji bo keda xwecîyî ya şareza, ji van hemûyan re pere divê. Heke hûn bixwazin helmetê û projeyên êkolocîk ên dîtir ên li bakurê Sûrîyê xurt bikin û bo maweya dirêj parastin û piştevanîyê bo wan dabîn bikin, di rêya piştevanîya darayî re hûn dikarin tevkarîyê li avakirina civaka êkolocîk bikin. Ji bo ku proje bi bistehî bêne pîlansazkirin, bexşên mehane yên birêkûpêk her baştir in û li ba me qewî meqbûl in. Hemû bexş ê bêne bikaranîn da ku li Rojava projeyên êkolocîk bêne sazkirin, domandin û pêştir bêne bipêşxistin, di sêrî de jî kooperatîva daran û piştevanîya ji bo Warê Parastina Siruştê yê Hayakayê. Pevguhestina zanyarîyan, geşepêdana projeyan û hizrên ji bo Rojavayeke êkolocîk Li bakurê Sûrîyê, pêdivîyeke mezin bi bêtir bîrewerîya êkolocîk, zanyarîya pisporan û zanyarên xwebexş heye. Pevguhestina vîdyoyan ji dûr ve, perwerdekirina pisporên Rojavayî li vir yan jî li derewelêt, yan jî xebata yekser li ser projeyên li bakurê Sûrîyê di nava delîveyan de ne. Çawa ku cîhan dikare ji gelek bergehan ve ji Rojava fêr bibe, pirr tişt hene ku Rojava jî ji cîhanê fêr bibe. Ji ber vê yekê ye ku em li çalakên heweskar û xwebexş digerin, li pisporên, li kesên xwedan şarezayîyên teknîkî û li zanyarên xwedan hizrên bo pîlansazkirin û sepandina projeyên êkolocîk li bakurê Sûrîyê û bo geşepêdana Rojavayeke êkolocîktir. Bi taybetî, em li wan kesan digerin ku di warên hanê de pisporî û ezmûna wan hebe:
116
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
• • • • •
Daristanvanî û çandinîya berdewambar li herêmên nîv-bejî Bikaranîna avê û tenduristî Berdewambarîya êkolocîk û enercîyên ku nû dibin Endazyarîya makîneyan û elektrîkê Fizîk, kîmya û bayolocî (û nemaze riweknasî).
117
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
118
Gotina dawîn
Z
êde tişt nîne ku em bixwazin di dawîya vê pirtûkê de bibêjin. Gotûbêjên me û xebata me hê nû dest pê dikin û rê nadine me ku der barê serkeftinan û karên biserxistî de em tiştekî zêde bibêjin. Digel vê yekê, em hêvîyê dikin ku em bikaribin tevkarîyê li peydakirina rêyan bikin ku em ji nava qeyrana êkolocîk a serdema me derên. Ku em dêhna xwe didine vê qeyranê, hinde tişt ji dest çûn û nema vediguherin heçku. Lê em pê bawer in ku mirov bi hêza xwe ya dahêner, bi serwextîya xwe ya ji dadperwerîyê û bi vîna xwe ya bo guherandinê dikarin jîyanê baştir bikin. Yek ji armancên giringtir ên vê pirtûkê ew e ku vê hesta pêbawerîyê derbibirre. Bo me, çandina daran nîşaneya vê xwestekê ye ku em tevkarîyê li sazkirina civakeke êkolocîk bikin, tevkarîyeke ku encamên wê dê di nava salekê yan jî duduyan de neyêne dîtin, lê dê ji jîyana takekesan temendirêjtir bibin û bibin dîyarîya me ya bo nifşên pêşedemî.
119
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Piştî hefteyên vekolînê, gotûbêjkirinê û nivîsînê, roj dirêjtir dibin û tav pê de pê de bêtir disincire. Zevî pê de pê de hêşîntir dibin û darên me şaxên xwe yên pêşîn didin – bi biharê re, xebata me ya sepanî hema hema dike ser bigire; bi hatina havînê re, xebata me têr û tijî dibişkive; û her ku payîz nêzîk dibe, em pê berdewam dibin hem li hundir hem li derve pîlanên xwe saz dikin ji bo demsala çandinê ya nû û hewildanên xwe yên di warên enercîyê û bermayîyan de didomînin. Ev pirtûk vexwendinek e ku hûn beşdarî xebata me bibin: da ku bibin parçeyekî damezirandina civakeke êkolocîk li Rojava û vejandina pîgarîya navneteweyî.
120
Gotina dawĂŽn
121
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
122
PÊRISTNAME
Abdullah Öcalan: “Ji Dewletê, Desthilatê û Tundûtûjîyê û Bi Wê De” ANF News: “Wezareta Çandinîyê ya Kantona Efrînê projeya pêşîn dide destpêkirin” ANF News: “Hewildanên bexurr ji bo sektora çandinîyî ya li Tebqayê” ANF News: “Tebqa: Helmeta bidaristankirinê ya mezin heta 2018’an tê destpêkirin” ANF News: “Li Cizîrê projeya parêzgeha xwezayî” Anja Flach, Ercan Ayboğa, Michael Knapp: “Şoreş li Rojava” Kurteya Kargêrîyî (UNEP: BJNY: Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî – WHO: RTC: Rêkxiraweya Tenduristîyê ya Cîhanê): “Rêgezên Rêber ji bo Bikaranîna Ewle ya Terxê Laşî û Ava Bermayî di Çandinîyê û Aveçandinîyê de”
123
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
Friedrich Engels: “Dîyalêktîka Siruştê” Friedrich Engels: “Jêderka Malbatê, Milkîyeta Xwemalî û Dewletê” Navenda Navneteweyî ya Vekolana Çandinîyî li Deverên Dêm (NNVÇDD: ICARDA): “Dijwarîyên Avdana bi Ava Bermayî li Welatên Ku Geşeyê Didin” Murray Bookchin: “Êkolocîya Azadîyê: Peydabûn û Jevketina Hayirarkîyê” Murray Bookchin: “Vesazkirina Civakê” Pieter Both & Wim Zwijnenburg: “Sûrî – şûnpêyê jehrî yê şer” Rêveberîya parêzgehan a Kantona Cizîrê: “Ji bo parastina parêzgehan biryarên giring” Silvia Federici: “Caliban û Pîrebok” Bernameya Mekanîzmayên Geşepêdana Berdewambar, Sekreteryaya Peymana Çarçoveyî ya li ser Guherîna Avûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (PÇGANY: UNFCCC): “Bidaristankirin, Bidaristankirineve û Çaksazîya Daristanan li Herêma Tropîkal a Bejî û Nîv-bejî” Amojgeha Swêdê ya Kontrolkirina Nexweşîya Vegir: “Rêgezên Rêber li ser Bikaranîna Ewle ya Destava Zirav û Pîsîyê Di Pergalên Tenduristîya Êkolocîk De”
124
PÊRISTNAME
Amojgeha Jîngehê ya Stokholmê Amojgeha Fîdiralî ya Swîsreyê ya Teknolocîyê: “Palandina ava gewr a takexaneyan li welatên ku geşeyê didin” Pirtûka Rodale a Zibilkirinê Çapxaneya Zankoyê ya Floridayê: “Çandinîya Bajarewar a Berdewambar li Kûbayê”
125
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin
126
PEYWENDÎ Û BEXŞ
Rojava Ji Nû Ve Hêşîn Bikin contact@makerojavagreenagain.org www.makerojavagreenagain.org facebook.com/GreenRojava twitter.com/GreenRojava Peywendî li gel Komîna Înternasyonalîst internationalistcommune@riseup.net www.internationalistcommune.com facebook.com/CommuneInt twitter.com/CommuneInt Bexş bo: Xwedîyê hesêb: Xarxa Autogestió Social SCCL IBAN: ES43 1491 0001 2420 8685 5729 BIC/SWIFT: TRIOESMMXXX Banqe: Triodos Bank (Spanya) Refirins: deposit P3NIA
127
9781916036529
€6