Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Kurdistan-Hejmar(101)
Gulan / 15 - 5 - 2017
www.pdk-s.com
Bacên PYDê li Efrînê dibin sedema koçberiya xelkê - Azad Hibo-Efrîn
Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demoqaratîk PYDê baskê Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê li bajarê Efrînê bac li ser buhayê kirya xaniyan sepand، û kirê di nava bajar de bi hin nirxan destnîşan kir û gef li xelkê jî derbarê vê pirsê bajar xwar. Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demoqaratîk PYDê xelkê bajar û kirêçiyên malan neçar kir ku erêkirina komînan anku
komîteyên taxan yên ser bi wan ve werbigrin، herwiha erêkirina her yek ji bajêrvaniyê û asayişê werbigrin û baceyekê bi qasî 1000 Leyreyên Sûrî jî bidin. Herwiha ew biryara ku Partiya Yekîtiya Demoqaratîk PYDê derxistiye ew e sizaya zindanîkirinê ku ji 1530- rojane، yan 100300- hezar Leyreyên Sûrî bide bajarvaniyê ji her xwedan o�îseke kirya
xaniyan ku kar bê moleta PYDê bike. Herwiha di wê biryarê de hatiye ku her kesê bêyî wan aliyên ku amaje bi wan hatine kirin kar bikin dê 2550- hezaran bidin bajêrvaniyê. Di biryarê de hatiye kirya malan ya mehane hatiye destnîşan kirin ew jî di navbera 1245 hezar Leyreyên Sûrî de ye. Derbarê vê biryarê de parêzer Elî Henan got "Ev
karê ku niha Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê li Efrînê û li bajar û bajarokên Rojavayê dike karekî xerab e û nebaşî û ne aramiyê ji deverên Kurdî re tîne، karê ku ev partî dike ji ya rejîma Esed xerabtir e û ew dixwaze ku xelk ji vê deverê koçber bibin û tenê ew bimînin û bi tena serê xwe biryaran derbixînin، PKKê jî li gundên Herêma
Kurdistanê bacan ji xelkê werdigire û baskê wê jî li Rojavayê Kurdistanê heman tiştî pêk tîne". Herwiha xwedanê o�îsekê ku nexwest navê xwe eşkere bike wiha got"Heger partiya PYDê bi vî rengî danûstandinê ligel me bike dê xelk bi tevahî koçber bibin û berê xwe bidin welatên Ewropayê، li Efrînê reweş gelekî zehmet e û xelkê me
bi kotekî li ber xwe didin، ya baş ew e ku ev partî dev ji miletê Kurd berde û mijûlî karê xwe bibe، heta niha vê partiyê bi hezaran ciwanên Kurd li deverên ne Kurdî şehîd kirine û ti kesî behsa vê yekê nekiriye، bila �işarê li xelkê neke ji ber ku dibe ku şoreşek li dijî wan rabe، şerm e di serdema Esed e wiha nebûye". www.pdk-s.com