Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Kurdistan-Hejmar(102)
Hizêran / 1 - 6 - 2017
www.pdk-s.com
Derman li mezintirîn nexweşxaneya Hesekê tine ye - Hêwa Ebdulkerîm-Hesekê
Nexweşxaneya niştîmanî ya Hesekê ku mezintirîn nexweşxane ye li bajêr، niha bê derman e û ji xizmetguzariyên herî biçûk bêpar e. Li gor ku rêveberên nexweşxaneyê dibêjin rêveberiya rejîma Esed dermanan pêşkêşî
nexweşxaneyê nake، ji ber ku di jêr destê desthilata Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê de ye، û ev yek li gor ku ew dibêjin bûye rêgir. Mihemed Ehmed dibêje: "Hemû alav li nexweşxaneyê hene، lê ji ber nebûna
elikitrîkê car caran nayên bikaranîn، lê derman tine ye û divê nexweş ji derve bi xwe re bînin û ev yek ji bo xelkê belengaz pirsgirêk e û divê çareseriyeke jê re bê dîtin da ku xelk bikaribin serdana nexweşxaneyê bikin".
Nexweşxaneya Hesekê ku ji kevin ve hatiye avakirin û pêşwaziya xelkê bê beramber anku bê pere dike û derman jî pêşkêş dikirin، lê piştî ku PYDê destê xwe daniye ser rewşa wê hatiye guhertin û êdî nema pêşwaziya
xelkê dike û xelk bi xwe jî neçarin diçin nexweşxaneyên taybet، ew jî ji ber nebûna xizmetguzariyan. Welatiyekî din yê bi navê Şukrî Ebdulxenî wiha dibêje:"Ji ber ku PYDê destê xwe daniye ser nexweşxaneyê niha
bê xizmetguzarî ye، di heman demê de PYDê dema ku ji Herêma Kurdistanê derman tê destê xwe datîne ser û kes nizane ev derman bi ku ve diçe، ev yek pirsgirêkeke mezin e û ji PYDê tê xwestin çareser bike".
PYDê û rejîma Esed li ser genim şer dikin Kurdistan- Dilovan Mihemed-Qamişlo Li parêzgeha Hesekê ku navdar e bi genimê xwe niha şerekî nerasterast li ser bidestxistina genim di navbera rejîma Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê de heye, gelo kî berjewendiya miletê deverê dixweze, ev pirs jî tê holê. Niha rejîma Esed ligel rêveberiya PYDê dixwazin berhemê genimê werzê sala 2017an bikirin, û ligel wan jî bazirganên azad yên ku pereyên baş didin cotyaran jî hene. Hat zanîn ku
rejîma Esed 80 Milyar Leyreyên Sûrî ji bo kirîna berhemê genimê îsal terxan kiriye, û 13 Milyon çewal dabîn kiriye, û buhayê yek kîlo genimê ter û işk ji 125 L.S kiriye 140L.S û buhayê yek kîlo ceh
bûye 110 L.S. Ji aliyê xwe ve rêveberiya Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê jî planek daniye ji bo kirîna genim ji cotyaran û dê di embaran de kom bike, li gor ku ew dibêjin dê ew ji bo hewcedariya
deverê kom bikin, lê çavdêr vê yekê red dikin. Bazirganekî genim derbarê vê mijarê de wiha dibêje "Berya niha me karî bû genim derxistiba Herêma Kurdistanê lê bi rêjeyeke kêm, lê îsal
ev yek gelekî zehmet e ji ber ne PYDê û ne rejîma Esed dihêle ev yek biçe serî, ya baş ji bo cotyar kî zû pereyan bide wî, û di texmîna min de rejîma Esed xwe ji vê yekê re amade kiriye û dê tevahiya genim bikire û dê berhemê genim wek salên bûrî bibe parêzgehên Laziqiyê û Tertûsê, û li wê de di embaran de kom dike, û berya niha PYDê jê re hêsanî pêşkêş kirbûn". Ji aliyê xwe ve cotyarekî got "Buhayê ku hatiye destnîşan kirin ne nirxeke baş e, di dema ku berhemê genim ji ber barîna baranê
li hin deveran xerab bû, herwiha kesê ku nirxekî baş bide me emê genimê xwe bifroşin wan, lê tirs ji wê yekê heye ku me neçar bikin çi PYDê be û çi rejîma Esed be da ku genimê xwe bi zorê bifroşin wan". Welatiyê bi navê Ehmed Ebdulkerîm wiha dibêje "Pirsgirêka herî mezin ew e ku piştî ku ev genim bê �irotin dê devera me bê genim bimîne ji ber ku wê genim biçe deverên rejîma Esed û bi vê yekê dê rêjeya ard kêm bibe, û dê pirsgirêka nan careke din derkeve holê". www.pdk-s.com