Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Kurdistan-Hejmar(103)
Hizêran / 15 - 6 - 2017
Ciwanên Kurd dê bibin qurbaniyên bajarê Reqayê
www.pdk-s.com
Soz Mihemed-Qamişlo
Operasyona navenda bajarê Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokrat HSDê ve destpê kir, ku têde hejmareke mezin ya şervanên Kurd yên ku bi darê zorê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ve ji bo leşkeriya neçar hatibûn birin di nava refên wan de ne. Wek tê zanîn ku bajarê Reqayê ne bajarekî Kurdî ye mîna bajarê Munbicê ku derdora 600 ciwanên Kurd lê bûne qurbanî, niha pirs ew e gelo ev desthilata heyî ji bo çi mebestê ciwanên Kurd dixe nava şerê bê veger de û
berjewendiya wê jê çi ye. Îmad Cuma ku xelkê bajarê Dêrikê ye wiha derbarê vê mijarê de dibêje"Her ku dem diçe hejmara ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê kêm dibin, sedemên vê yekê ji her kesekî re diyar in, di serî de leşkeriya neçar ya ku Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê aniye holê, ku ji ber vê yekê ciwanên me direvin û yên din jî şehîd dikevin, mixabin partiya navborî xwe li ser xwîna şehîdan ava dike û wê xwînê ji berjewendiyên partîtî re
bikar tîne, wek çawa niha ku li bajarê Reqayê pêk tê ku bi hezaran ciwanên me beşdariyê di şerekî de dikin ku ne şerekî Kurdî ye û li derveyî deverên me ne. Divê ev mijar bi hûrgilî li ser were rawestandin da ku hejmara qurbaniyan di nava ciwanên Kurd e zêde nebin". Çalakvanekî mafên mirovan derbarê vê mijarê de wiha got"Bi ti şêweyî nabe ciwan bi zorê ji bo leşkeriya neçar bêne birin ji ber ku ev yek li dijî piransîpên mafên mirovan e û nabe bê cîbicîkirin, Partiya
Yekîtiya Demoqratîk PYDê herwiha Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê ji wan re ne xem e ku ciwanên Kurd bêne kuştin ji ber ku ew li ser xwîna van ciwanan dijîn û xwe ji xelkê re dikin destik û xortên xwe didin bi kuştin, di dema niha de Emerîka û Hevpeymaniya Navdewletî Hêzên Sûriya Demokrat ji bo berjewendiyên xwe yên taybet bikar tînin ji ber ku Emerîka ti pereyên zêde li ser wan xerc nake, di dema şerê 2003an yê Îraqê de Emerîka xelkê biyanî di şer de bikar dianî
û pereyeke zêde li ser wan xerc dikir, lê niha PYDê heye û ciwanên Kurd bikar tîne û bê ti destkeftên siyasî yan pereyên zêde, careke din dûbare dikin Emerîka dê PYDê li Rojavayê Kurdistanê piştî bidawîhatina rêxistina DAIŞê piştguh bike ji ber ku daxwaza ti destkeftan nake û tenê di berjewendiya xelkê de kar dike û ciwanên me dide bi kuştin." Cemal Ehmed wiha li ser vê pirsa giring dibêje"Niha li Rojavayê Kurdistanê tenê kal û pîr û jin û keç têne dîtin ji ber ku PYDê ciwan
li deverên Kurdî nehiştine ji ber ku wan tevlî şerên bê sebeb dike, û li wir şehîd dikevin, Til Hemîs, Munbic ji bîra ti Kurdekî naçe, her kes dizane ku partiya navborî çiqas ciwan li wir dane şehîdkirin, niha dê li bajarê Reqayê heman sînaryo were dûbarekirin, û ti kes nîne PYDê û serkirdeyên wê ceza bike lewma hemû kiryarên xerab ji revandin, kuştin, leşkeriya neçar derkirina xelkê girtin dike bêyî ti kes wê agahdar bike û piraniya kiryarên wê biryarên rejîma Esed in." www.pdk-s.com