104

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar(104)

Tîrmeh / 1 - 7 - 2017

www.pdk-s.com

Di salvegera Komkujiya Kobanê de PYDê bi sedan endamên DAIŞê serbest berda Ehmed Kêtikî

Di salvegera duyem ya Komkujiya Kobanê de ku li ser destê DAIŞê pêk hatibû، û di encamê de bêhtirî 400 welatiyên Kurd şehîd bibûn û bi sedan jî birîndar ketibûn، Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê di serbestberdana tometbarên hevkarî û endametiya wê rêxistinê d eberdewam e. Li gorî amarên ARKê

ku di heyama du salan de، PYDê 643 DAIŞî serbest berdane. Berya çend rojan û bi helkefta Cejna Remezanê û bi navbênkariya hin hozên Ereban PYDê 7 tometbarên hevkarî û endametiya DAIŞê li bajarokê Girê Sipî serbest berdan، herwiha 40 tometbarên din li Munbicê jî berdan. PYDê ku di

nava ragihandina xwe de belav dike، û bi vê gavê jî serbilind e، di du salên derbasbûyî de PYDê zêdetir ji 600 tometbarên DAIŞî berdane. Amarên wan jî ev in: Di 5ê Cotmeha 2015an de 44 tometbar li Girê Sipî hatin berdan، û di 11ê mijdara heman salê 41 tometbar li heman bajarî hatin berdan، herwiha di 25ê

Tebaxa sala 2016an 143 tometbar li bajarê Munbicê hatin berdan، di 2ê Cotmeha heman salê û li heman bajarî 65 tometbar hatin berdan، 16ê Adara 2017an de 19 tometbar li Girê Sipî hatin berdan، di 3ê Nîsana 2017an de 25 tometbar li Munbicê hatin berdan، 22ê Gulana 2017an de 41 tometbar li

Munbicê، di 4ê Tîrmeha 2017an de 24 tometbar li Munbicê û di 23ê heman mehê de 83 tometbar hatin berdan، herwiha di heman rojê 111 tometbar li Eyn Îsa، herwiha di 25ê Hezîrana 2017an de 7 tometbar li Girê Sipî، herwiha 40 tometbar li Tebqayê hatin berdan. Serbestberdana berdewam ya

tometbarên endamtî û alîkariya DAIŞê ji zindanên PYDê di demekê de tê ku partiya navborî di girtin û revandina siyasetmedar û çalakvan û ronamevanên Kurd e berdewam e، û niha jî bi dehan serkirdeyên Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di nava zindanên wê de ne.

www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.