Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Kurdistan-Hejmar(105)
Tîrmeh / 15 - 7 - 2017
www.pdk-s.com
Welatiyên Efrînê.. Bila PYDê bajarê me nexe nava bazaran de Ebdo Hûrî- Efrîn
Artêşa Tirkiyê ji 6ê Tîrmeha îsal ve bi aweyekî tund dest bi topabarana Efrînê kiriye û gefan dixwe ku dê derbasî herêmê bibe. Herwiha Di encama topbarana Artêşa Tirkiyê bo ser herêmên Şehba û Efrînê yên Rojavayê Kurdistan heta
niha hejmarek kes bûne qurbanî û hejmareke din birîndar bûne. Berya çend rojan, şandeke Rûsî-Îranî ligel PYDê û rêveberiya bi ser wê ve civiyan û daxwaz kir, YPG ji wan gundên Erebnişîn yên ku di sala borî de kontrol kirine vekişe û wan
gundan radestî rêjîma Sûriyê bike. Berî niha jî Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo ragihandibû Rûsya û rêjîma Sûriyê rê didin Tirkiyê ku destêwerdanê û topbarankirina gundên Helebê bike, bêyî ku helwestekê diyar bikin. Ji wê jî diyar
dibe ku hevahengiyek di bin masê re di navbera wan her sê welatan (Sûriye, Rûsya û Tirkiyê) de heye. Hat zanîn ku PYDê dê bihêle Tirkiyê serbazgehên xwe li Efrînê ava bike û rêkeftinek nehênî jî heye. Welatiyê bi navê Henen Omer wija ji
Rojnameya Kurdistan re got "Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê lîstikeke qirêj li devera Efrînê dike û dixwaze Efrînê bixe nava bazaran de û sûdê jê werbigre, bila PYDê xelkê Efrînê dûrî şerê bê wate bike û ciwanên wê nede bi kuştin, PYDê xwe dike
têgihiştî, lê ew tiştekî ji hev dernaxe". Ji aliyê xwe ve, Îmad Elaedîn wiha got"Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê dixwaze di rêya vê gavê re xelkê Efrînê bi xwe ve girê bide û ciwanên wan tevlî refên xwe bike bi hinceta berevaniyê". www.pdk-s.com