106

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar(106)

Tebax / 1 - 8 - 2017

PYDê bi biryarên çewt deverên Kurdî perçe perçe dike

www.pdk-s.com

Ekrem kêtikî- Ruha

"Encumena Damezrênera Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê" ku Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ji xwe re ava kiriye yasaya parvekirina "herêmên federal" erê kir û Rojavayê Kurdistanê li ser sê

herêmên Efrîn, Ferat û Cizîrê dabeş kir, û herêmên Girê Spî, Şehba û Minbic bi fermî tevlî sîstema federaliyê kir. Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê her çend mehan yasayekê derdixe û bi kêfa xwe deverên Rojavayê Kurdistanê

li ser herêman dabeş dike. Welatiyê bi navê Omer Berzazî wiha derbarê vê mijarê de got "Partiya Yekîtiya demoqratîk dîrok û hebûna Kurdan binpê kiriye û her çend mehan biryarekê derdixe, PYDê dixwze tiştek bi navê

Kurdistanê nemîne û heta naxwaze ew navê pîroz navê Kobanê jî nemîne ji ber ku ew nav rejîma Esed jê nerazî ye, PYDê devera Kurdî tar û mar kir û xelkê hemû koçber kirin ji ber biryar û kiryarên çewt yên ku li dijî welatiyan

derdixe, ya baş ew e ku partiya navborî dev ji van kiryarên nebaş berde û berê xwe bide yekrêziya nava mala Kurdan û bi hevbeşî biryaran derxîne". Parêzer Saman wiha dibêje"Ez nizanim çi bibêjim gelo Partiya Yekîtiya Demoqratîk

PYDê van biryarên xwe ji ku tîne û li ser çi bingehê ne û ew bi xwe jî dizane rejîma Esed li deverê ye û vê yekê jê qebûl nake, helbet rejîma Esed dihêle van kiryaran bike da ku deverên Kurdî ji hev bixe û êdî Kurd koçber bibin". www.pdk-s.com


2

Tebax / 1 - 8 - 2017

Kurdistan-Hejmar(106)

www.pdk-s.com

Hemo: Hebûna ENKSê di nava Hevbendiyê de pêwist û giring e Amraz Mele HemzaStenbol Di roja 062017-07-an Ebdulbasit Hemo Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya PDKSê bi fermî wek cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Opozîsyona Sûriyê hat destnîşankirin. Derbarê Posta wî ya nû de û hejmarek ji mejarên siyasî li ser asta Sûrî bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybet, Rojnameya Kurdistan hevpeyvînek taybet ligel Ebdulbasit Hemo pêk anî. Di destpêkê de em bi navê Rojnameya Kurdistan pîrozbahiyê li te dikin li ser posta we ya nû ku hûn wek cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Opozîsyona Sûriyê hatin helbijartin. *Pirsa me ya yekem, piştî ku we bi fermî dest bi karê xwe wek cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê kir, proja û kalên ku cenabê te dê li ser wan rawste çi ne? Di destpêkê de ez jî spasiya Rojnameya Kurdistan û hemû karmendên wê dikim li ser vê hevpeyvînê. Derbarê pirsa we de ez di civîna serkirdatiya partiya me "Partiya Demokrata KurdistanSûriya hatim helbijartin da ku vî postî werbigirim, herwiha di civîna Emîndariya Giştî ya ENKSê de jî ev biryar hat erêkirin. Derbarê proje û xalên ku min dana ber çavê xwe ew in ku em bikaribin bi rihekî biratî û bi mejiyekî hevpeş em kar û xebatekê bo xizmeta miletê xwe bikin, û bi hevkarî bi hevalbendên xwe re di opozîsyona Sûriyê de ku ji hemû pêkhateyên Sûrî pêk tê xizmeteke baş bo rûmet, azadî û bo bidestanîna mafên rewa yên gelê Kurd di Sûriyê de û

ev helwesta xwe me di serokatiya Hevbendiyê diyar kir. Heya roja me ya îro Tirkiyê dest bi wî şerî nekiriye û bi her awayî bê rêkeftin digel Rûsiya û erêkirina Amrîka, Tirkiyê nekare dest bi vî şerî bike.

herwiha bo rûxandina rêjîma Esed ku êdî em karî bin Sûriyeke demokrat û fedral ku mafê hemû gelan biparêze û bi taybet mafê gelê Kurd wek neteweke sereke di destûra dewleta nû de. *Derbarê hebûna ENKSê wek nûnerê Kurdan di Hevbendiya Niştimanî de, nerînek di nav kolana Kurdî de heye ku pêwîst e ku Kurd ji vê Hevbendiyê vekişin ji ber ku ti rola nûnerên Kurdan di nav wê de nîne? Bi Rastî îro hebûna �iraksyona Kurdî di nav Hevbendiyê de giring e, ji ber ku xebata gelê Kurd pêwîst e xebatek navdewletî be û li ser hemû astan hebe. Îro Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê sîwaneke ku gelek dewlet piştevanên wê ne, herwiha sîwana Siyasî ye ya pêşeroja Sûrî ku hemû pêkhateyên Sûrî di nav de cih digirin, vekişandina Kurdan ji nav Hevpeyvînê di roja me ya îro de gaveke ne rast e, îro em û hevalbendên xwe ji pêkhateyên Sûrî xebateke dîplomasî dikin û em mafê gelê Kurd dibin hemû kongir û

konferensên navdewletî yên ku di derbarê rewşa Sûrî de tên lidarxistin. Pêwist e ku Kurd ji cihanê re bidin xuyakirin ku Kurd beşekî sereke ne di vê Hevbendiyê de, ku gelê Kurd dest bi dest bi hemû Pêkhateyên Sûrî re bo ber bi rûxandin rejîma Beşar Esed û avakirina Sûriyke nû kar dikin. *Kiryarên PKKê li Rojavayê Kurdistanê, xwendina we ji rewşa siyasî li Rojavayê Kurdistanê çi ye, herwiha çi helwesta we ye derbarê peyama "Heysem Malih" serokê Desteya Yasayî di Hevbendiyê de? Bi rastî kiryarên PYDê û siyasta PKKê her yekin ji hev cuda nabin, ji ber vê yekê jî emê xebata xwe ya aştiyan e berdewam bikin li hemberî van çavsorî û kiryarên PKKê li dijî partiya me û tevahiya partiyên ENKSê. Me gelek rêkeftin digel PYDê di bin çavdêriya serokatiya Herêma Kurdistanê de îmza kirin, lê PYDê baskê PKKê ew hemû rêkeftin têkbirin û berdewam kir li ser siyastên xwe yên dijatî li hemberî ENKSê û projeya wê ya netewî, lê gelê me ev

60 sal e di nav xebateke netewî de mezin dibe ku rejîma Sûrî bi dehên sala nikarîbû wan dûrî netwa wan bike heya ku îro destekên vê rejîmê karî bin". Di derbarê wê peyama "Heysem Malih" serokê Desteya Yasayî di Hevbendiyê de ku daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kir bû ku PYDê bixin nav lîsta terorê de, ew peyam bê hayê serokatiya Hevbendiyê û Desteya Siysaî hat bû belav kirin, me civînek bilez digel Serokatiya Hevbendiyê lidarxist û pişt re êdî daxuyanî û kongirekî rojnemevanî hat lidarxistin û ew peyama ku naveroka wê "Heysem Malih" dixwset ku deriyê êrîşî li ser doza gelê Kurd di rêya kiryarên PKK'ê re ji xwe re veke û Kurdan û doza wan bi agirê çend destekê rejîmê bişewtînê, lê rola �iraksyona Kurdî bi hêz bû û karî bû vê projeya xirab biseknîne. *Gera dawî ya Kongirê Cinêvê berî çend rojan bidawî hat bê te biryarên giring, Cinêv ber bi ku ve diçe? Gera 7an berî çend rojan bidawî hat û gera 8an wê vê mehê destpê bike, bi rastî bê hêviyek ji Cinêvê

çebû ye. Sûrî êdî bûye meydanek tevliheviyê ji dewletan re çi herêmî û çi navdewletî, mixabin qedera Sûriyan ji dest wan derketiya, Cinêv bi tenê bo derbasbûna demê ye. Lê piştî biryarên ku ji kongiê Astanayê derketin, pêwîst e gera 8an ya Cinêvê bi awakî din werê lidarxistin, û di vê gerê de wê mijara herî giring werê gotûbêjkirin ku ew jî destûra Sûriya Pêşerojê ye. * Çi Xwendina we ye ji Rewşa Efrînê re û bi taybet Helwestên Tûrkiya yên dawî di derbarê Herêma Efrînê de? Derbarê wan nûçeyên ku dibêjin ku Tirkiyê xwe amade dike bo şerekî, bê guman dewletên herêmî berjewendiyên wan di Sûrî de hene û Sûrî hatiya dabeşkirin di navbera dewletên navdewletî û herêmî de, çi Amerîka û çi Rûsiya û çi Îran û Tirkiyê, herwiha Tirkiyê bê rêkeftin digel Rûsiya de nikare derbasî wê herêmê bibe. Heger rêkeftin di navbera Tirkiyê û Rûsiya de çebû bê guman wê metirsî li ser gelê me li Efrînê hebe, lê heya îro ew êrîş pêk nehatiye û me jî wek �irksyona Kurdî me

*ENKSê xwediyê hêzeke leşkerî ye, gelo dema derbasbûna wan hîn diyar nebûye? Derbasbûna Hêza Roj "Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê" ku hêza leşkerî ya ENKSê ye, bi mercên navdewletî û erêkirina Amrîka ve girdayî ye, lê bê guman ew herdem amade ne ji derbasbûnê re û li benda biryara dawî ne. Lê wek min got derbasbûna wan pêwîst e rêkeftinekê ye herwiha erêkirina Amrîka û pişt re biryara Herêma Kurdistanê". * Herêma Kurdistan ber bi referandomê ve diçe, helwesta we çi ye? Hêvî û çavên Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê li Hewlêrê ye, roja 2509-, bê guman rojek e dîrokî ye, roja hebûn û nebûnê ye, roja qedera gelê Kurd li Başûrê welatê me yê şêrîn diyar bibe. Em wek �iraksyona Kurdî piştevaniya referandomê dikin û em bi hemû hestê xwe piştevaniya vê gava dîrokî dikin, û ez wek Kurdekî wek cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşa Sûrî vê gava dîrokî pîroz û silav dikim. *Gotina te ya dawî? Dubare spasiya Rojnameya Kurdistan dikin û silavek Şoreşgerî li hemû karmendên rojnameyê dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.

www.pdk-s.com


Tebax / 1 - 8 - 2017

www.pdk-s.com

Kurdistan-Hejmar(106)

3

Heger parastin heba teqîna Qamişlo rû ne dida Kurdistan-Îmad EhmedQamişlo Di 27ê Tîrmeha sala 2016an de, li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo êrîşeke xwekujî rû da. Di encam de zêdetir ji 50 sivîl, şehîd ketin û 177 sivîl jî birîndar bûn, herwiha hejmareke ji xaniyên welatiyan hatin rûxandin û heta niha jî ti aliyekî ew welatî qerbo nekirine. Derbarê vê mijarê de, welatiyê bi navê Ehmed Elî ku xelkê bajarê Qamişlo ye wiha got" Teqîna sala par bandoreke xerab li ser jiyana xelkê kir, ji ber ku xelkê wê deverê rastî kareseteke mezin hatin û bi dehan endamên malbatên xwe jidest dan

jibilî wêranbûna malên wan. Herwiha piştî ku ew teqîn rû da xelk êdî nema bi ewlekariyê hest kirin û berê xwe dane welatên Ewropayê û ev yek banor li ser demogra�iya deverê kir û ev yek ji bo pêşeroja Rojavayê Kurdistanê nebaş e, lewma divê aliyên pêwendîdar guhdanê li xelkê zirarmend bike da ku jiyaneke xweştir derbas bikin û dûrî jiyana berê ya tijî êş û azar bikevin." Mihemed Omer jî derbarê vê bûyera bi êş wiha dibêje"Rûdana vê teqînê di stûyê ewên ku xwe li ser serê me kirine desthilat, wê demê tê bîra min endamekî asayişê ji radyoyekê re gotibû

bila xelkê em agahdar kiribana, gelo ma ev gotina endamekî asayişê ye, divabû asayişa Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê lêborîn ji xelkê li ser vê şaştiya xwe xwestiba û ew qerebo kiribana, nabe

asayiş navê parastinê li xwe bike û otombîleke mezin di nava wan de biçe bê ku kes wê pişkinîn bike, PYDê êdî nema dikare parastina xwe bike wê çawa bikaribe parastina miletê Kurd bike, divê PYDê li siyasetên xwe

yên şaş vegere û destê xwe bixe destê Encûmena Niştîmaniya Kurdî ENKSê û êdî Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê vegerin deverên xwe da ku parastina wan bikin, wê demê ew xelkê ku

bêhêvî bûye dê careke din vegerin li ser malên xwe, dê welatên biyanî jî bi cih bihêlin". Besma Ebdulxaliq wiha got"Mixabin hejmarek mezin ji xelkê Rojavayê Kurdistanê di teqînan de jiyana xwe jidestdane, û ev yek tiştekî nexweş e ji ber ku heyf e ciwanên me bi vî şêweyî bar dikin ji nava me, divê sînorek ji vê diyardeyê re were danîn, vê dawiyê jî xelk di rêya bombeyên çandî dibine qurabî, ew jî ji ber ku bingehên asayişa PYDê di nava bajêr de ne, û nêzîkî malên welatiyên sivîl e, ev mesele divê di zûtirîn dem de were çareserkirin.

Agirbestên li Sûriyê mîna civînên Cinêv û Astanayê ne Kurdistan-Mihemed QasimŞam Li Sûriyê her ku dem diçe rewş aloztir dibe, û şer li deverên cuda cuda germ dibe, û herî dawî jî li devera Xûta Rojhilat û devera Irsal li ser sînorê di navbera Sûriyê û Libnanê de şer germ e ku têde her yek ji Hizbulaha Libanê û Artêşa rejîma Esed û Artêşa Libanê beşdar in. Heta niha jî ji aliyê Hizbulaha Libanê ve bi sedan binpêkirin derheqê welatiyên sivîl yên Sûriyê ku li kampan dimînin hatine kirin, û ti aliyekî jî ev yek şermezar nekiriye. Derbarê agirbestên ku li Sûriyê ji aliyê dewletên mezin mîna Rûsiya û Emerîka li deverên ku şer têde hene têne ragihandin parêzer Elwan El-Ehmed wiha got" Bi nerîna min agirbestên ku têne ragihandin hemû bê sûde ne û tenê ji berjewendiya rejîma Esed re ne da ku bêhtir bikaribe li ser erdê xwe bi cih û hêz bike û opozîsyona Sûriyê tine bike, rast e Rûsiya dibêje ew çavdêriya agirbestan dike, lê ev yek li ser erdê dûr e ji rastiyê û tenê Rûsiya sîwanekê ji rejîma Esed re dabîn dike da ku rejîma Esed ya xwînmij bêhtir xelkê deverê koçber bike û hêza opozîsyonê jî bişkîne, helbet ev yek di jêr çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de jî tê kirin, û

ti alîkariyên berçav jî derbas nabin ji bo wan deveran yên ku ev heyama çend salan e dorpêç kirî ne û xelkê wê ji birçîna dimirin û bi sedan birîndar bê derman in û nikarin derkevin ji derveyî deverên xwe da ku bêne dermankirin" Her derbarê vê mijarê de jî Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê wiha nerîna xwe anî ziman" Hevbendiya Niştimanî xweşhaliya xwe bi bizavên navdewletî dide ya ji bo rawestandina rêjeka xwînê û ji bo sivikirina derdê miletê Sûrî û ji vê yekê em peyketina cîbicîkirina tekûz ya hemû peymanên ku çêbûne bikin yên ku pêdiviya alavên çavdêriya bi awayekî tekûz kartêker bibe. Em dibînin ku ev peyman divê bigihên asta rawestandina bombebaranê û agirbestê li hemû xaka Sûriyê û bi cîbicîkirina pêrabûnên din yên avakirina baweriyê li gora daxuyaniya Cinêvê û biryarê Encûmena Ewlekariyê yên têkildar bibe, divê ev pêrabûn tekûz bikin bi destpêkirina yekser bi kartêkerina pêvajoya siyasî bi rêya danûstandinên rûbirû li Cinêvê ji bo kêşeya bingehîn gengeşe bibe, ew jî mijara operasiyona veguhastina siyasî ye ya ku bi hemû bizavan pêktê û yekirina aniya hindirîn di cenga li ser tiroristiyê û dadkirina stembarî

û qurbaniyên milet û pêkanîna ewlekariyê û misogerkirina aramiyê ji bo dest bi avakirinê bibe û rûpelên reş bêtin pêçan û dest bi avakirina Sûriya paşerojê bikin, Sûriya azad ya serdest li ser hemû xaka xwe, ya demoqratî û piralî, Sûriya dewleta hevwelatiyan ya ko hemû hevwelatî bi erk û maf wek hev bin". Herwiha Hevbendiyê derbarê Cinêvê û Astanayê wiha helwesta xwe da" Derbarê kongreyê Astana em dibînin ku niha rastî tiştekî serke tê ew jî hejmra zêde ya rêkeftinan û aliyên ku li ser wan îmze dikin, hewiha aliyên misoger û ev hemû tişt û bi awayekî rasteqîne bi sedema redkirina tevahiya aliyan Îran wek aliyekî misoger

be ji her rêkeftinekê re, gelo dê bikaribe van rêkeftinan çarçove bike û mêkanzîma cîbcîkirina wan di nava mêkanîzmeke hevbeş de di jêr sîwana xwe de? Ev tewerên nerênî dê arasteya siyasî li Cinêvê aloz bike. Hemû dizanin ku arasteya Cinêvê heta vê kêlîkê negihştiye asta "Operasyona Siyasî", û heta vê kêlîkê di çarçoveya operasyonên gotûbêjên di navbera aliyan û nûnerê navdewletî û tîma wî de ye, û ta mêkanîzma şêwirdariyê mêkanîzmeke ne pabend e, ku danûstandina têde tenê di navbera opozîsyon û tîma Neteweyên Yekbûyî de ye, û tiştekî ecêbe ku Neteweyên Yekbûyî erê bike li ser beşdarbûna nerênî ya şanda rejîmê, û dîtina beşdarbûna wê şandê bi destkeftekê,

û dûrbûn ji gewher û naverokê. Berdewamiya kar di arasteya Cinêvê de bêyî ti pêşketinan, û di jêr berdewamiya rejîma Esed û hevalbendên wê di gurkirina şer de, û hewla bidawîkirina vê krîzê di rêya leşkerî re, hişt ku baweriya gelêrî nemîne, û bûye baweriyek ku ji laiyê rejîmê û piştevanên wê tê bikaranîn da ku bidin xuyakirin ku operasyoneke siyasî heye piştî ku ji naveroka wê vala kirin. Bi berdewamiya Cinêv divê tekezî li ser danûstandinên rasterast bê kirin ku veguhestina siyasî di nav de be li gor lêvegereke navdewletî. Mihemd Cuma derbarê mijara kongreyê Cinêvê de wiha got" Berya Niha

jî me behsa Cinêv kiriye û me gotiye tenê ev kongir borandina demê ye û di berjewendiya rejîma Esed e ye, dema şanda rejîma Esed tê civînan herdem behsa şerê li dijî terorê dike, û ti mijar jî jibilî vê mijarê li cem nîne, û ti alî jî �işarê naxe ser rejîmê da ku behsa qonaxa veguhestina siyasî bike, heger Cinêv bi vî şêweyî berdewam bike ti carî çareserî li Sûriyê peyda nabe ji ber ku rejîma Esed mijara xwe naguhere û her ku dice jî opozîsyon lawaz dibe li ser erdê û bi vê yekê jî kerta wê ya siyasî jî dişewite, divê ev yek ji aliyê dewletên mezin ve were çareserkirin bi taybet Rûsiya û Emerîka ku kilîta çareserkirina krîza Sûriyê di destê wan de ye".

www.pdk-s.com


Tebax / 1 - 8 - 2017

Çand û Huner

Asta Zimanê Kurdî di torên civakî de

Raid MihemedHewlêr

Di destpêka sedsaliya 21ê de , şoreşeke teknelojî di warê torên civakî de peyda bûye, û ti hêz nedikarîbû beramberî vê şoreşê raweste yan jî qedexe bike, li seranserî cîhanê bi taybetî şoreşa telîfona birîka yan jî "Mobayl" ku derfetên pir mezin dabîn kirin ji bo mirovan û astên pir �ireh vekirin, û ya herî balkêş ew e ku hin ji torên civakî roleke pir mezin û bi bandor dilîzin mîna tiwîter û facebook û Skaype yên ku bûn sedemê serekî di serkeftina şoreşên ku li welatê Tûnis û Lîbya û Misirê de herwiha ku şoreşa Sûriya jî di destpêka wê de jî bi alîkariya torên

civakî bû ji pêşkêşkirina wê, jibilî vê xalê em dibînin ku torên civakî roleke pir mezin lîstin di fêrbûna zimanan de bi taybetî ew coreya ku axaftin têde peyda dibe mîna "Facebook Messenger" lê tişta sersorman û nexweş ew e ku Kurdên me yê Rojavayê Kurdistanê van toreyan bi zimanê Erebî bikar tînin, û hejmarek pir biçûk bi zimanê dayikê dinvîsin, û xwendevanên Zimanê Kurdî pir kêm in, herwiha ku partiyên Kurdî yan tevger û malperên nûçeyan piraniya wan bi Erebî dinvîsînin, û ew kesê ku bi Kurdî dinivîsîne bê heval dimênin û civaka wan pir qels û biçûk e , heya ew kesê ku bi yara xwe re nameyên evînê dişîne bi Erebî dişîne û ev pir nexweş e, ev yek nava Kurdên Rojavayê Kurdistanê peyda dibe, lê dema em berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê em dibînin ku hejmarek mezin ji wan bi Zimanê Kurdî dinivîsînin û ev cihê kêfxweşiyê ye ji ber ku ji dehên salan ve ew bi Zimanê Kurdî dixwînin li dibistanan, û li zanîngehan û li cih û dazgehên hikûmî de, lê li rojhilat rewş nîve nîve, hejmarek bi Kurdî dinivîsînin û hejareke din bi Kurdî dinvîsînin

ew jî ji ber astengiyên dewleta Îranê li ser Kurdên Rojhilat, û heger em berê xwe bibin Bakurê Kurdistanê rewşeke pir metirsîdar e ji ber ku hejmarek e mezin ji Kurdên Bakur bi Tirkî diaxivin û dinvîsînin, lê tişta balkêş ku zanyarê Zimanê Kurdî piraniya wan ji Bakurê Kurdistanê ne û pirtûkên Kurdî û rêzimana Kurdî li Bakur hatine çapkirin , û roj bi roj astê Zimanê Kurdî li Bakur berz û bilind dibe bi pileke bêhtir ji her sê parçeyên din yên Kurdistanê, wiha tê xuyakirin ku Zimanê Kurdî di vê demê de pêwîst e bi guhdaneke bêhtir bi taybetî ew qedexeya ku rêjîma Sûrî yan Iraqê danîbû ji bo nehêlin Kurd zimanê xwe fêr bibin ew nema ye, ji ber vê yekê derfetên pir �ireh û mezin vebûne û pêwîst e mirov di torên civakî de zimanê xwe bikar bîne , heger ne yekser be jî divê ku herdû zimanan bikarê bîne heya ku xwe bi temamî ji qiraxa zimanê Erebî here qiraxaa dî ji rûbarê ziman û bi Kurdî binvîsîne , ji ber ku ziman nasnama netewan e, û bingehê serekî ye ji bo damezirandina dewleta Kurdî, li salên 90î de pîremêrekî li bajarê Qamişlo ji min û hejmarek

Ragihandina Israîlê û zimanê Ibrî

Fener HemedoHewlêr

Mayîna hunera miletekî û zindîbûna wê kar û xebateke mezin dixwaze ji arşî�kirin û tomarkirinê bigire heta

bi avakirina navendên medya û lêkolînan. Ziman jî eynî hunerê ye, pêdiviya wê bi parastin û pêşêxistinê heye û xebat û çalakiyine berçav jê re divê .Wek nimûneke herî xurt û xwedî dîrokeke dûvûdirêj ji kar e. Dema mirov li dîroka zimanê Ibrî dixebite matmayî dibe û sûdekê werdigire ji wê wexta ku wê dinase di hemû qonaxên wê de ji dema vejandinê ve ya ku li ser destên Eliazer bin Yehuda ve ta dema îro di her warekî de bi taybet di warê xwedan bandora herî mezin de û ew jî ragihandin ango medya ye. Medyada Israîlî timî bi berpirsiyarî û hişekî vekirî û plankirî dixebitî. Heger em çavekî danin li ser televizyonên Israîlê û bi hûrgulî bala xwe didine ser babet û

corê karê wan dê xuya bike çawa Israîliyan girîngiyê didin zimanê xwe û wî ferz dikin li ser mirovî di rêyine corbicore re wek nivîsandina axaftinê li ser ekranê ewa ku di haman dema axaftina devkî tê amadekirin di dema pêşkêşkirina bernameyan de.Ev minake piçûk bû ji welatekî ku miletê wî welatî bi zîrekî kar kirin û zimanê xwe ne bi tenê vejandin, lê wan di her warî de hemû derfet û hêza xwe bikar anîn da ku zimanê xwe zindî bihêlê û belav bike di nava xwe û miletên din de .Ji talî ve, ka ragihandina Kurdî ji parastina Zimanê Kurdan! Rehma xwedê li Kurd1ê be.

ji hevalên min re ku em xortên nûhatî bûn digot : Guh bidin e min , bi Kurdî bixwin , bi Kurdî vexwin , bi Kurdî razên û

rabin , bi Kurdî biaxivin û binvîsînin, bi Kurdî evîniyê bikin, û heger hûn nameya ji hevalkên xwe re rêkin wan nameyan bi

www.pdk-s.com

4

Kurdî binvîsînin û maç û ramûsanên Kurdî ji wan re bişînin, ji ber ku zimanê xelkê nabe zimanê me, û ji zimanê me xweştir nîne.

Keça Qamişlo dê bi 25 zimanan bistirê Kurdistan-Bidûvçûn Stranbêja Kurda Rojavayê Kurdistanê Buhar Hesko ku niha li Swêdê dijî xwe amade dike stranekê bi 25 zimanên cuda bistirê. Buhar Hesko xelka bajarê Qamişlo ye û 26 salî ye. Ew sê sal in li Swêdê dijî û piştî temamkirina xwendiya xwe ya Ingilîzî, dest bi xebatên muzîkê kiriye .Stranbêja Kurd Buhar Hesko ji Rûdawê re wiha got: “Dema ez hêj li Qamişlo min dest bi stranbêjiyê kir. Cîran û hevalên min digotin dengê te xweş e. Di destpêkê de min di nav komekê Efrînî de cih girt. Ez ligel wan ferî lêxistinna tembûrê bûm. Ez niha li tembûrê lêdixim û stranan dibêjim.”Buhar Hesko li Swêdê piştî ku bi tevlî komeke operayê dibe ligel wan çend xebatên hunerî encam dide û pişt re jî deriyê konseran jê re vedibe. Ew dema ku li Mala Operaya Swêdî ligel tembûra xwe stranekê dibêje bale dikişîne li ser xwe û her diçe tê naskirin û nav dide .Stranbêja ji Rojavayê Kurdistanê cara yekemîn li wê derê stranek swêdî gotiye. Buhar Hesko bi

amûrekî rojhilatî stranekê bi zimanekî rojavayê stirî ye û ew yek hem jê re bûye derfetek û hem bûye ezmûnek baş. Di berdewamiya axaftina xwe de Buhar Hesko wiha got: “Min ewil bi swêdî stranek got û ez niha hewl didim bi zêdetirî 25 zimanan stranan bibêjim. Ez nabêjim ez dizanim 25 zimanan lê piştî ezmûnekê ezê bi 25 zimanan stranekê bibêjim. Vê xebata Buhar Hesko bala medyaya swêdî jî kişandiye û Bihar derbarê vê yekê de jî got: “Dema ez tevlî mirovên biyanî bûm, ez ferî bi 25 zimanan gotina stranan bûm. Çend rojname û kovaran behsa min kir. Ez niha xwe amade dikim ku heman stranê bi 25 zimanan bibêjim. Em ji bo vê projeyê gelek xebetin. Di demekê nêzîk

de em dê belav bikin vê xebata xwe.” Li Swêdê Buhar Hesko beşdarî pêşpirka stranan a bi navê “Kurdistan Star” kiriye û bûye yek ji hersê kesên herî sereke û dibêje bi saya vê yekê jî ew li Swêdê zêdetir hatiye naskirin û deng vedaye.Hunermenda ciwan herwiha anî ziman: “Hêvî û armancên min gelek in. Ez dixwazim xwendina xwe teva bikim û dest bi doktorayê bikim. Di warê muzîkê de jî gelek hedefên min hene. Niha ez li vê derê ligel hunermendekê biyanî kar dikim. Di demên pêştir de emê xebata xwe parve bikim û ez bawer dikim ku dê gelek deng vede. Ji bo jiyanê divê mirov gavên mezin ber bi lûtkeyê ve bavêjin.”

www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.