1083

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (108)

Rezber / 1 - 9 - 2017

li Efrînê PYDê rêjeya Ereb û Kurdan wek hev dike

www.pdk-s.com

Henan Oso-Efrîn

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê dê di 22ê Îlonê de hilbijartinên taxan, herwiha di 3ê Mijdarê de jî hilbijartinên Şaredarî û "Kantonên Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê", lidar bixe. Ev demeke xelkê Rojavayê Kurdistanê

behsa wê yekê dikin ku Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê rêjeya Kurdan û Ereban li piraniya deveran wek hev kiriye û hin pêkhateyên din jî zêde kirine ku ti kesî bi wan nebihîstiye û ev yek bûye cihê dilgiraniya xelkê Rojavayê

Kurdistanê. Omîd Xelef wiha derbarê vê mijarê dibêje:Nizanim biryarên vê partiyê ji çi deverê derdikevin ku bi kêfa xwe hilbijartinan encamp dide, û bi sedema wê demogra�iya deverê hatiye guhertin û li

gelek deveran bi rastî rêjeya Ereban ji ya Kurdan zêdetir bûye û ev jî ji ber siyasetên wê yên şaş û li dijî hebûna Kurdan e, li Efrînê ku ji wan deveran e ku Ereb gelekî têde kêm in, niha di hilbijartinên PYDê de kuteya wan bi qasî ya Kurdan e

û ev yek dihêle ku Kurd di pêşerojê de li wê deverê rastî astengiyan werin. Parêzer Ela Elî wiha dibêje: Hilbijartinên PYDê hemû bê bingeh in ji ber yek alî ne û ti aliyekî din yên siyasî beşdariyê di wan de nake, û bi taybet

Encûmena Niştîmaniya Kurdî ENKSê, divê partiya navborî li xwe vegere û tevgera Kurdî bi xwe re û di jiyana siyasî de beşdar bike heta ku ev prose biserkeve.

www.pdk-s.com


2

Rezber / 1 - 9 - 2017

Kurdistan-Hejmar (108)

www.pdk-s.com

Piştî festîvala Kolnê serxwebûna Kurdistanê dengekî mezin li Ewropayê veda Roja şemiyê 26ê Tebaxa 2017an bi beşdariya Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê, mezintirîn festîvala piştgiriya referandom û serxwebûna Başûrê Kurdistanê li Almanyayê bajarê Kolnê birêve çû. Hejmara beşdarên festîvalê zêdetirî 20 hezar kesan bû. Serperiştê festîvalê diyar dike, ku festîval gihiştiye armanca xwe. Polîsê Almanyayê yê ku berpirsê birêveçûna festîvalê bû eşkere kir, ku hejmara beşdaran ji bo wan surprîz bûye ew jî ji ber hejmara zêde ya Kurdistaniyên Ewropayê. Kurdistaniyên li welatên Holand, Belcîka, Swîsre, Fransa û li bajarên din berê xwe dane Almanyayê bo beşdariya festîvala li bajarêb Kolnê da ku dengê xwe bighînin cîhanê ku ew ligel serxwebûna Herêma Kurdistanê ne û ji wan re nîşan bidin ku Kurd xwedan şaristaniyeke mezin in û dê armanca xwe ya mezin ku ew jî serxwebûna Kurdistanê ye bicih bînin. Herwiha di festîvalê de çend nivîskarên dostê Kurdan û çend parlementerên Almanî beşdarî festîvalê bûne, û gotar pêşkêş kirin. Herwiha di festîvalê de peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hate xwendin. Herwiha bi dehan hunermendên navdar, çendîn stranên şahî û sirûd pêşkêş kirin. Ne tenê hunermedên Kurd, herwiha hunermendên çend welatên Ewropî jî beşdar bûn. Serok Barzanî ji Festîvala Serxwebûnê re peyamek şand û diyar kir, ku biryara referandumê biryara gelê Kurdistanê, ya hemû pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê ye û serweriyeke din a mezin e di dîroka

xebata rizgarîxwaza Kurdistanê de. Serokê Herêma Kurdistanê got: “Gelê Kurdistanê ji bo ku bikare xwe biparêze û di aştiyê de bijî û ber bi pêş ve biçe, pêwîstî bi serxwebûnê heye. Gelê Kurdistanê ji bo ku bikare xwe ji şer û arîşeyên li Iraqê biparêze, divê xwediyê serweriya xwe be. Ji ber wê baştir ev e ku Kurdistan û Iraq bibin du cîranên baş, da ku arîşeyek mezintir di navbera wan de çê nebe û êdî em her du alî di alozî û tirsê de nejîn.” Mesûd Barzanî herwiha diyar kir: “Milet xwediyê nêrîn û helwesta xwe ye û divê ew derfet bi xelkê Kurdistanê bihê dan ku biryara xwe bide û nêrîna xwe bîne ziman. Tekane dermanê hemû derdên me û tekane garantiya dubarenebûna karesatan ev e, ku em ber bi serxwebûnê ve pêngavan bihavêjin.” Ji bo Festîvala Serxwebûna Kurdistanê ku bi beşdariya nêzîkî 25 hezar kesan birêve çû, pênc meh in amadekarî têne kirin. Rêveberê festîvalê Akîf Hesen ragihand, ku Festîvala Serxwebûnê gihiştiye armanca xwe. Rêveberê Festîvala Serxwebûna Kurdistanê Akîf Hesen li Almanyayê bajarê Kolnê ragihand: “Encamdana vê festîvalê berhema xebat û amadekariya me ya pênc mehan bû. Xweşbextane ku festîval gihişte armanca xwe.” Akîf Hesen amaje bi wê yekê kir, ku festîvala li Kolnê bi awayekî serekftî birêve çûye û got: “Hejmara beşdaran jî, bila gel biryar bide çend kes beşdar bûne.” Herwiha Akîf Hesen spasiya Tora Medyayî ya Rûdawê kir, ku bi awayekî çalak Festîvala Serxwebûna Kurdistanê şopandiye û peyama kurdên dîasporayê gihandiye hemû cîhanê. Festîvala Koln

ku bi awayekî mezin ji aliyê Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê hate pêşwazîkirin bû yekem festîval bi vê mezinbûn li Ewropayê. Derbarê vê festîvalê de rojnameya Kurdistan nerînên welatî û hin kesayetiyên li wê festîvalê beşdar bibûn stend. Sîwan Hesen ku ji welatê Swêdê berê xwe da bû bajarê Koln yê Almanyayê wiha derbarê festîvalê got: Bi rastî ji dil spasiya her kesê ku di ber vê festîvalê de westiyan dikin, karekî gelekî mezin bû, û cara yekemîn e li ser asta Ewropayê kombûneke wiha mezin ji bo pirseke niştîmanî tê lidarxistin, pirsa serxwebûna Kurdistanê bi hewceyî

festîvaleke wiha mezin bû ji ber ku pirs gelekî mezin e, dema me ji welatê Siwêdê berê xwe da Almanyayê me piştevaniya serxwebûna Herêma Kurdistanê da bû ber çavê xwe, ne ji bo geştê yan wênegirtinê, ev gotinên min ji bo wan kesan e ku gotibûn Kurdên me yên Rojavayê Kurdistanê ji bo seyranan çûne Almanyayê û bila xweş zanibin ku ev yek ne raste em ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê çû bûn. Kurdên me Kurdên Rojavayê Kurdistan bi coş û bi dilxweşî hatibûn Almanyayê û hêviya me di wan de hebû, û hertim Kurdên me dilsoz in, her bijî Kurdistan her bijî rêbaza Barzaniyê

nemir. Mihemed Elo ku li bajarê Amstirdam yê Holendayê rûniştiye wiha dervarê vê mijarê de ji rojnameya Kurdistan re got: Kurdistana serbixwe mafekî rewa yê gelê me li çi perçeyê Kurdistanê be û nabe ti kes bibe rêgir li ber vê pirsê, mehrecana Koln ya Almanyayê nîşana şaristaniya Kurdan bû ku ji Almanan re dane xuyakirin ku ew xwedan şaristanî ne û dê ne bi şer mafê xwe yên rewa bidest bixin, lê dê bi awayên aştiyane vê pirsê çareser bikin. Kurdên li dijî vê festîvalê derketin bila xweş zanibin ku ew xizmeta dijminê gelê Kurd dikin û bi ti awayî çê nabe ti kes li dijî van festîvalan

derkeve, serxwebûna Kurdistanê divê li cem Kurdistaniyan xeteke sor be û nabe ti kes nêzîkî wê xetê bibe. Niha dem dema wê yekê ku ev yek li cem Koln tenê ranewst e û Kurdên me divî her kes li welatê lê dijî meşan lidar bixin û ji xelkê û wan welatan re bidin nîşan ku mafekî rewa yê gelê Kurd serxwebûn e ûnabe ti kes li pêşiya vîna gelê Kurd rawest e. Derbarê rakirina ala Israîlê di nava festîvalê de bila ev yek nebe pirsgirêk di nava me Kurdan de çi bê hildan bila were hildan ya giring ew e armanca festîvalê gihişt û bi bê pirsgirêk derbasbû, û xelkê me bi kêf xweşî beşdarî di festîvalê de kirin.

Nîvê peyalê yê dagirtî Fener Hemedo-Hewlêr Dema destnîşankirî ya gişpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê nêzîk dibe û pê re Kurdistanî bi giştî kêfa xwe tînin li ser zimên, û li cihine corbicor şahî û ahengan lidar dixînin û helwêstên xwe jî derdibirînin. Serxwebûna Başûr ango Herêma Kurdistanê pêngava sereke ye ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê bi tevayî ji ber ku serbestiya her parçeyekî kilîta parçyên din bi xwe re tîne û pencereya felata parçyên din vedike. Gelo çima serxwebûn baş e bersiva vê pirsê ji çend hêmanên sereke tê, yek ji wan ew e ku heta em Kurd nebine dewlet dê ti kes û ti dewlet pênasînê bi me nekin. Yek e din ew e ku hemû hewil û pêngavên netewî dê neçine serî heger dewleteke me nebe, ne pirsa ziman tê çareserkirin û ne rewşa civakê pêş dikeve û ne zanist û kultûr dikare roleke berçav bilîze ji ber ku wê hertim girêdayî biryarên dagîrkeran

bin. Gelo wê hikûmeta Bexdayê çawa qebûl bike ku kulûr û zaravayê Kurdmanckî ango Dimilî parastî û destûrê be di bin siya wê de! helbet heger ne Kurd bin dê taybetmendiyên Kurdan ên coracor nehên parastin û pêşêxistin. Bi hemahengiya hikûmeteke xwedî nerîn û plan û kesayetî û rewşenbîran wê encamine baş derbikevin û wê hêdî hêdî gihertin werine holê û dê nîvê peyalê yê vala bê dagirtin heger em sûdê ji xebat û karên ku hatine kirin werbigirin, û bi zanayî nîvê vala dagirin û keda wan camêrên ku rêberiya me ya şoreşgerî dikirin û xebatine rewşenbîrî yên pîroz dikirin ji bo azadî û serxwebûna Kurdistana mezin. Bila nehezên serxwebûnê bi bersiyariya dîrokî bihesin û nifşê nû nehêlin bêpar ji bidestêxistina mafê xwe yê rewa, û bila derfet bê danîn ji projeyên Kurdistan re ji ber heger ne Kurd desthilat bin dê hikûmetên dijminan nehêlin ti pêşketin û gav çalakiyên Kurdayetiyê neçine serî. www.pdk-s.com


Rezber / 1 - 9 - 2017

Kurdistan-Hejmar (108)

Masî û nasname

Raid MihemedHewlêr Li gor zaneyan, mirov berî ku li ser piyê xwe bimeşe û, ew di nav avê de dijiya, wate ku mîna masî bû, lê hêdî hêdî û bi derbasbûna milyonên salan ew derket ji avê û jiyana xwe li ser zemînê berdewam kir. Min di jiyana xwe de du caran fermî çûme bibim masîgir û masiyan bigrim, di riya qulapê "Sinarê" de, di herdû caran de min serkeftin bidest nexist û poşman vegeriyam, ezmûna yekem dema ku min li zanîngeha Tişrîn li bajarê Laziqiyê dixwend, ku Laziqiyê mîna

paytexta berava Sûriya tê naskirin jibilî ku ew paytexta Elewiyan e jî , wek parêzgeh lê parêzgeheke têkel e, û tevlî heve ji ber ku bêhtir "Erebên Sune mezheb" yê herî pir in, û "Kurd" li Çiyayê Kurdan de hene, ji bilî "Murşidî , Turkman, Ermen Rûm " lê ji ber ku malbata "Beşar Esed " serokê rêjîma Sûrî ji wê parêzgehê ne, ji ber wiha tê naskirin bi "Elewiyan". Di havîna sala 2007an de ez bi hevalê xwe re "Ehmed Fendî" re çûm ser Deryaya Sipî ji bo masîgiriyê, û me qulap jî bi xwe re birin,

û li taxa "El-Ezherî" ku dikeve ser qiraxa deryayê de me cih girt ji bo em masiyan ji xwe re bigrin, li wir kevir û latên mezin hebûn li rex hev û bibûn wek cihekî pir baş ji bo masîgiran ku ev wêne hatiye kişandin ji rexê xwedayê dilovan, berî me gelek masîgir cihê xwe girtibûn û masî jî girtibûn, me jî dixwest xure xura zikê xwe rawestînin bi xwarina masiyan, me jî "qulapa" sinareya xwe avête nav avê piştî me hinek hevîr pêve kir, li nêzîkî me jî masîgirekî Lazqanî kevnar rawestiya bû, û bê deng bû, te digot qey peykerek e, lê her 3 yan 4 xulekan qulapa xwe ji avê hildida û masîk jî pêve bû, em pir matmayî dibûn , lê ez û Ehmed ew nêzî demjimêrek bû me ne masî û dasî me negirt, me bi Qamişlokî ji hev re digot : "Çima yawww em masiya nagirin û ev pîrê han gelek girtin, ev

çi masiyê çirûk û xesîsin li me " pîro ji zimanê me tê negiha lê ber çîrok me ket û got bi zaravê xelkê beravê :"Hûn Kurd in " me got : " Belê em Kurd in, û ji Qamişlo ne " me pirsî jê gorî ezmûna wî di deryayê û masiyan de ji ber çi me tiştek ne girtiye ...!?? Di wê gavê de wî masiyek girt û ji me re got : " Ev 55 sal in ez masiyan digrim, û hûn ev 55 xulek in hûn dixwazin weke min bigrin, divê hûn zanibin, masiyê me ji zimanê we tê nagihên ...!!!" Min ji Ehmed re got : Zimanê Derya heye, û ez û tu nizanin , û em kenîn , wê gavê pîro got bi hêrsî : Bi Kurdî neaxivin ...!!! Ehmed ji min re got : Bila em her in berî masiyên goştxwer me bixwe , di sala 2017an û piştî serdema krîzan rûda li Rojhilata Navîn, û piştî 10salan ji bûyera masîgirê Lazqanî bi min û hevalê min re, cara duyem min û hevalekî din ew jî navê wî Ehmed bû , me berê xwe da

rûbarê Zaba mezin ku dikeve Bakurê Hewlêra paytext , vê carê jî me qulapa xwe (çelok an ku sinare) avête nav ava xapînok, ev ava ku salan e çend kes dibin qurbanî jê re ji ber ku dastaneke Kurdî heye dibêje : "Hedana rûbarê zabê nayê ku her sal kesî nexwe " ev Zaba ku dijî di nav mayînên Saykis-Pîko de ku berî 101salê ev welat hate dabeşkirin û em Kurd bê par man, ku ev rûbar dikeve çemê Dicle de yê ku ji Bakurê Kurdistanê derdikeve û riya xwe bi Rojavayê Kurdistanê dixe paşî li Başûrê Kurdistanê berdewam diçe heya dikeve Iraqê de, her ku ez û Ehmed hewil didan ku masiyan bigrin lê mixabin me tu masî ne girtin qey masî li vir nînin, bi hev re diaxi�în, masîgirekî vê herêmê nêzîkî me bû li rewşa me nerî û bi me kenî û got

www.pdk-s.com

3

:"Masî li vir hene û têra Hind û Sindê jî dikin lê masî ji zaravê we yê Kurmanciya Jorîn tê nagihe ...!!!" Û kenî û qulapa xwe avête nav avê û masiyek ew maç kir û kete evîna çeloka wî de, min li Ehmed nerî û got :" Ev masî Ehmeq in li vî welatî...!! Wê gavê em vegeriyan bi dest û tûrekî vala ji masiyan û dagirtî bi dilşikestiyan .. Lê tê bîra min , di salên 90an de dema ez û hevalên xwe diçûn ber qiraxa çemê "Ceqceq" li Qamişloka evînê û me destê xwe dixiste di nava avê de me tu tor yan qulap tu çelok bi xwe re ne dibir, tenê bi destê xwe me masiyên biçûk digirtin li bajarê xwe, çemê Ceqceq pir comerd bû bi me re, me bi masiyên xwe re bi zimanê xwe diaxi�în bi hemî zaravên me em ji zimanê masiyê xwe tê digihan û wan jî ji me tê digihan.

Çarenivîsa gelê Sûriyê di nava agirê sê platforman de ye Kurdistan- Mihemed Omer-Stenbol li Riyada paytexta Erebistana Siûdiyê, civînên Dijbereya Sûriyê birêve çûn. Nûnerên Desteya Bilind a Danûstandinan û Platforma Qahîre û Platforma Mosko çareseriyên siyasî yên bo krîza Sûriyê gotûbêjkirin, lê bi gotina çavdêrên siyasî bê ew civîn encam bûn. Çarenivîsa Beşar Esed jî yek ji wan mijaran bû ku aliyên beşdaran ve di civîna Riyadê de li ser hate rawestiyan. Ev civîn ji bo gihîştina bi rêkeftinê û nêzîkkirina nerînên her sê aliyên sereke yên Dijbereya Sûriyê bû, da ku şandeke hevbeş a dijbereyê bo danûstandinên dahatî yên Cinêvê

were pêkanîn. Îtîlafa Niştîmaniya opozîsyona Sûriyê ku bi Platforma Siûdiyê tê naskirin rijd e li ser çûna Esed li ser desthilatê û dixwaze destûreke demkî ji Sûriyê re were danîn. Ji aliyê xwe ve serokê Platforma Mosko Qedrî Cemîl dibêje çûna Esed ne merc e, û ya giring ew e ku danûstandinên rasterast di navbera Hikûmeta Sûriyê û opozîsyonê de bêne destpêkirin, û da zanîn ku nerîna Platforma Siûdiyê kevnare ye û ji dema niha û danûstandinan re nabe û ti çareseriyê peyda nake. Derbarê çûna Esed jî Cemîl got ku niha pêşdeçûn di nerîna Erebistana Siûdiyê de derbarê vê pirsê de çê bûye. Herwiha helwesta Qahîra jî bi awayekî fermî ne zelal e, û tê gotin ji helwesta Platforama

Siûdiyê nêzîk bûye. Kerîm El-Elî wiha derbarê vê mijarê ji rojnameya Kurdistan re got:Kes nema ji opozîsyona Sûriyê fêm dike, hin aliyên opozîsyonê destikê xelkê ne û biryara wan ne d destê wan de ye û yên din jî destê rejîma Sûriyê

di nav de heye û bi taybet Mosko û Qahîra, niha xelk ji van civînan bêzar bûne û tenê dixwazin ji vê krîzê rizgar bibin, xelk ketine di navbera agirê her sê aliyên opozîsyonê û divê ev mijar di zûtirîn dem de were çareserkirin. Ji aliyê xwe Osama Hemdî

wiha got:Neteweyên Yekbûyî bi cidî li ser pirsa Sûriyê kar nake, lewma ev pirs heta vê astê dirêj kir û bê wate bû. Divê dewletên mezin mîna Emerîka û Rûsya êdî nakokiyên xwe bidin alî û xelkê Sûriyê rizgar bikin ji derbiderî û

jiyana dijwar ya kyak ue derbas dibin. Ya herî baş Sûriyê bibe dewleteke fedral û her yek ji Rûsya û Emerîka pişka xwe jê bibe, wê demê dê xelkê Sûriyê jî bighên mafê xwe û êdî nema kareset têne serê wan.

www.pdk-s.com


Rezber / 1 - 9 - 2017

Çand û Huner

www.pdk-s.com

4

Ferhengoka “hevalên derewîn” ya Kurdî-Inglîzî

Hisên MihemedFinlenda Gelek caran di du yan çend zimanan de çend peyvên wek hev yan teqrîben wek hev hene. Bo nimûne hem di kurdî û hem jî di farisî de peyvên wek ”bîst, dest, dil, sed, ser” hene. Maneya van peyvan di kurdî û farisî de eynî ye. Lê herdem maneya peyvên wek hev di du zimanan de ne eynî ye. Bo nimûne, hem di kurdî û hem jî di tirkî de peyvên ”av, kurt, sol” hene. Lê maneya ti ji wan ne wek hev e. Di tirkî de wateyên wan wiha ne: ”av” (nêçîr), ”kurt” (gur, gur) û ”sol” (çep). Peyvên ku di du zimanan de hebin lê maneya wan ji hev cuda be, di zimannasiyê de bi navê ”hevalên derewîn” (bi inglîzî ”false friends”) tên nasîn. ”Hevalên derewîn” dikarin ji aliyê deng û nivîsîna xwe ve bi temamî wek hev bin lê maneya wan ji hev cuda be, bo nimûne wek peyva ”sol” ku di kurdî de maneya ”pêlav” û di tirkî de jî wateya ”çep” dide. Lê ne şert e ku peyv bi temamî bi deng û nivîsîna xwe wek hev bin. Bes e eger tirsa şaşfehmkirina wan hebe ji ber heman peyvê di zimanekî din de. Bo nimûne, ”birin” (wek ”anîn û birin”) di kurdî de heye û ”bring” jî di inglîzî de heye ku ne bi temamî bi nivîsîn û ne jî bi deng 100 % wek hev in. Lê tirsa xeletfehmkirina ”bring”ê ji aliyê kurdîzimanan ve heye ji ber ku ew pirr dişibe ”birin” ya kurdî tevî ku di rastiyê de maneya wê ne ”birin” e lê ”anîn” (înan, hênan, hawirdin) e anku tam berovajî wateya peyva ”birin” e. Loma ”birin” ya kurdî û ”bring” ya inglîzî ji hev re ”hevalên derewîn” in. Bi heman awayî inglîzîziman jî dikarin ji ber ”bring” ya inglîzî, peyva

kurdî ”birin” xelet tê bigihin.”Hevalên derewîn” carinan tenê ji aliyê nivîsînê ve wek hev in lê ne bi awayê gotinê. Bo nimûne, hem di kurdî û hem jî di inglîzî de peyvek bi awayê ”name” heye. Lê ”name” di kurdî û inglîzî de eynî maneyê nade. Di kurdî de wateya wê ”mektûb, rîsale, peyam, kaxeza ku ji kesekî re tê nivîsîn û şandin” dide lê ”name” ya inglîzî maneya ”nav, ism” dide. ”Name” ya inglîzî ji aliyê nivîsînê ve wek ”name” ya kurdî ye lê ji hêla gotinê ve ew ne wek ”name” ya kurdî lê bi awayê [neym] tê gotin. Lê dîsa jî ”name” ya kurdî û ”name” ya inglîzî ji hev re ”hevalên derewîn” in ji ber ku mimkin e ku kurdek ”name” ya inglîzî di nivîsan de bibîne û ji ber ”name” ya kurdî şaş fehm bike. Bi heman awayî inglîzîziman jî dikarin ji ber ”name” ya inglîzî, peyva kurdî ”name” xelet tê bigihin.Carinan jî peyv bi nivîskî ne wek hev in lê bi gotinê wek hev yan pirr nêzîkî hev in. Bo nimûne, ”girîn” ya kurdî û ”green” ya inglîzî bi nivîskî ji hev cuda ne lê bi gotinê teqrîben hevdeng in anku dengê wan wek hev e. Lê maneya ”girîn” (rondik/hêsir ji çavan barîn) ya kurdî û ”green” (kesk, sewz, rengê kesk) ya inglîzî bi temamî ji hev cuda ye.Berî niha me ferhengokeke ”hevalên derewîn” di navbera kurmancî û soranî de û ferhengokeke din jî hevalên derewnîn di navbera kurdî û tirkî de belav kirine. Li vê derê em ê ferhengokeke ”hevalên derewîn” di navbera kurdî û inglîzî de jî belav bikin. Em ê peyvên wisa lîst bikin ku bi nivîsîna xwe yan bi gotina xwe ya bin herduyan wek hev in yan nêzîkî hev bin. Mimkin e ku heman peyva inglîzî bişibe du yan zêdetir peyvên kurdî. Bo nimûne, “near” ku nêzîkî “nîr” û “nêr” yên kurdî ye. Yan jî heman peyva kurdî bi deng an nivîs nêzîkî du yan zêdetir peyvên inglîzî ye, bo nimûne “tu” ya kurdî ku bi deng û nivîs nêzîkî “to”, “too” û “two” yên inglîzî ye.

130 hunermendên Kurdistanê sirûda Erê bo referandomê tomar kirin

Kurdistan-Bidûvçûn 130 hunermendên Kurdistanê, ji bo piştgiriya giştpirsiya Başûrê Kurdistanê, sirûdek nû amade kirin. Tora Medyaya Rûdawê jî sposoriya wan dike.Giştpirsiya Başûrê Kurdistanê, hunermendên Kurd anî cem hev. Hunermendên Kurd bi cil û bergên

neteweyî, bi deng, awaz û amêrên xwe, ji bo giştpirsiyê sirûdek xwendin û bi dengekî jî gotin “ji giştpirsiyê re erê”.Maestroyê koma hundermendan Çeto Newroz got: “Ev 3 meh in ez mijûlî vî karî me. Me îro karî em deng tomar bikin. Emê klîba wê jî amade bikin û belav bikin. Ji bo vî karî westiyaneke mezin pêwîst e, ez dubare spasiya

Xembar Gul Kurd hemî nayên �irotin di nav destan ne robot in hene welat azad dikin ser canga dijmin pizotin Xwedî armanc û rêbaz in leheng û balindên baz in serxwebûna me dixwazin em bi wana ser�iraz in Pîlan li ser me diweşin armanc û rêbaz dimeşin pîlan ji hev dipelişin yeko yeko dikewişin Pilingên me xwedî soz in di meydanê de bahoz in wek Cûdî ne wek Zagroz in hêvî û omîd pîroz in Rewşen û nûr xuya dike wê xemla xwe vegeş bike Kerkûk û Şingal û Hewlêr wê bikevin bin alekê

hemû hunermendan dikim, ku palpiştê me bûn.”Navê sirûdê “Ji bo Referandomê Erê” ye. Hunermend Goran Salih û Perwaz Hisên sirûdê pêşkeş dikin. Ew dixwazin bi rêya mûzîk û stranan, dengên “erê” yên ji bo giştpirsî û serxwebûna Kurdistanê misoger bikin. Serpereştê projeyê Ehmed Salar jî diyar kir: “Biryara giştprisyê gelê Kurd xiste ser rasterêyekê. Wate

du rê û pir rê paş de man. Herweke destana trajediya yûnanî, dema gihişte ser rasterêyekê, di vê rê de stûyê wî jî bişkaya, ser�irazî hebû. Azadbûna can tê de bû.” Di hemû şoreş û tekoşînên Kurdistanê de, hunermendên kurd deng, awaz û amêrên xwe yên mûzîkê kiriye çeka berevaniyê û handana gel ji bo azadî û serxwebûnê.

Serxwebûna Welat

www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.