Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Kurdistan-Hejmar (110)
Çirya pêşîn / 1 - 10 - 2017
www.pdk-s.com
Hilbijartinên taxan yên rêveberiya PYDê ne rewa ne Ehmed Omer-Qamişlo
Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê ENKS hilbijartinên taxan (komînan) ku di 22ê Îlona îsal de ji aliyê rêveberiya Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ve birêve çûn, boykot kir û bang li gelê Kurd kir ku beşdar nebin ji ber
ku li gor ew dibêje ne rewa ne. Sekretariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand: “Di heman demê de ku rijdbûna PYD li ser encamdana helbijartinên takalî bi xwe dibe dijberiyek eşkere ji hez û vîna gelê me yê Kurd li
Kurdistana Sûriyê re û herwiha hewleke xuya ye ji aliyê PYDê ve ji binpêkirina binemayên mirovatiyê. ENKS daye xuyakirin: “Hevdem ku gelek �işar û gef têne xwarin yên berovajî ji piransîp û diruşmên mafê mirov li ser gelê me yê Kurd bi rêka
neçarkirina gel li ser dengdanê û bikaranîna sercem amrazên gefxwarin û hereşeyan ji bo neçarkirina xelkê ji bo biçin li ser sindoqên dengdanê.” Parêzer Xelîl Ibrahîm got biryara Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê derbarê lidarxistina
hilbijartinên komînan ji aliyekî xwe ve ne rewa ye ji ber ku PYD bi tena serê xwe van biryaran dide û nabe xelkê bi zorê bibe ser sendoqên dengdanê. Herwiha Mecîd Nûrî ji rojnameya Kurdistan re got Partiya PYDê xelkê bi zorê dibir
ser sendoqan û gefa qutkirina pariyê nanê wan li wan dixwar lewma xelk neçar bûn dengê xwe bidin, dema navê komînan tê bihîstin yekîtiya Sofyêtê û welatên sosyalîst bi bîra mirov tê xelk gihştne ser heyvê hîn em behsa komînan dike. www.pdk-s.com