111

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Çirya pêşîn / 15 - 10 - 2017

Kurdistan-Hejmar (111)

www.pdk-s.com

Efrîn baca cihê xwe yê steratejîk dide Henan Omer- Riha

Artêşa Tirkiyê ji kampa Atmê ya parezgeha Îdlibê derbasî xaka Sûriyê bû, û hejmareke mezin ya otomobîlên leşkerî bi xwe re derbas kirine û mebesta Tirkiyê ji vê gavê alîkariya serbazî ji hin

fesîleyên çekdar yên opozîsyonê re pêşkêş bike, û ji bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê nêzîk bibe û rê li ber Hêzên Sûriya Demokrat yên Emerîka piştevaniya wan dike bigre. Berya çend rojan serokê Encûmena

Niştîmaniya Kurdî ENKSê Ibrahîm Biro ji medyayê re ragihandibû ku bi vê gava Tirkiyê tirs li ser Efrînê nîne û Tirkiyê derbasî Efrînê nabe. Lê tevî van lêdawanan jî hêj xelkê wê deverê bitirsin ku Artêşa Tirkiyê derbasî Efrînê

bibe. Mihemed Cuma wiha derbarê vê mijarê de got:" Artêşa Tirkiyê bê bawerî ye û dikare di her demekê de derbasî Tirkiyê bibe û niha carcaran Efrînê topbaran dike û Rûsiya tiştekî nake û bêdeng beramber vê yekê, tirsa me ew

e ku PartiyaYekîtiya Demoqratîk bajarê Efrînê radestî Hêzên Esed bike". Celal Hemo got: "Ya giring di vê demê de Kurd bibin yek daku bikaribin di riwê dijmin derawestin û hêza xurt bikin, heger Tirkiyê derbas bibe

dê şerkî mezin were durstkirin û dê navçe wek xwe û berê jî namîne, tirs heye, lê ne bi wê asta berê ye ji ber ku niha Rûsiya li ser xetê ye".

www.pdk-s.com


2

Çirya pêşîn / 15 - 10 - 2017

Kurdistan-Hejmar (111)

www.pdk-s.com

Serjimêriya sala 1962an tawanek li dijî mirovahiyê bû Raid Mihemed- Hewlêr Di 5ê meha 10an de bîranîna 55an derbas bû li ser serjimêriya rejîma Sûriyê li parêzgeha Hisiça ku di sala 1962an de çêbû, ew serjimêrî hate kirin li gorî biryara zagonî ya jimara 93 di 23 Tebaxa 1962an de, di dema serokê Sûriyê Nazim El-Qudsî û serokê Encumana Wezîran Beşîr El-Ezme, ev serjimêrî li gorî wezareta pilandananê bû, û bi şîreta wezareta navxweyî ya sûriya ev serjimêrî hate kirin ji ber ku efserekî hewalgiriya Sûriyê li Cezîrê bi navê "Mihemed Telib Hilal" ku ew bi xwe xelkê parêzgeha Der'ayê bû, pirtûkeke biçûk li ser Rojavayê Kurdistanê nivîsand û têde li ser metirsiya ji Kurdan nivîsand û şîret têde hebûn ji bo Kurdan binpê bikin û tune bikin, ji ber vê yekê di 5ê Cotmeha(Çirya Pêşîn) 1962an de serjimêrî dest pê kir, û di rojekê de bi dawî bû, û li ser wê serjimêriyê encamên pir xirab dan, ku hejmarek ji gelê me kirin biyanî û regeznameya Sûrî ji wan hate stendin, û hejmarek din ji Kurdan bûn bê nasname û ne bûn jî biyanî lê navekî nû li wan kirin (mektûm) ev hejmar nayên nivîsandin di tomarên nifûsê de , ji ber wiha mane bê par ji mafê tomarkirina hevjîniyê û tomara nivîsandina zarokan di tomarên dewletê de, jibilî ku nikarin paseportan derxînin, û ji xirabiyên vê serjimêriyê jî gelek ji Kurdên me nedibûn karmend di dezgehên dewletê de, û ji hotêla jî bê bar diman, û mafê xwehilbijatinê jî herwiha yê dengdanê jî jî qedexe bû, ev serjimêrî bi biryareke siyasî regezperestî şo�înî hat, ji ber ku heya navê gund û bajarên Kurdî hatin guhertin bo navên Erebî di jêr siyaseta "Bi Erebkirina Herêmê" ji ber wiha û dema Patiya Be'is di 8ê Adara 1963an destê xwe danî ser desthilatê, ev projeya xirab temam kir ,

û ji bajarê Serêkaniyê heya Dêrikê ev proje bi cih kir, û bi hezarê malbatên Ereb ji parêzgeha Reqa û Helebê anîn di nava xaka Kurdan bi cih û war kirin, da ku demogra�iya Rojavayê Kurdistanê were guhertin, ji ber ku "Mihemed Teleb Hilal" digot divê zinareke Erebî were sazkirin li dijî Kurdan û li beramberî dewleta Tirkiyê, ji ber wiha dewleta Sûriya ava kirin û Ereb ji dervî herêmê anîn û li wir çandin , ev yek hate nivîsandin di pirtûka cugra�î ya Rinda Lebabîdî ya bi navê (Welatên Erebî di Asya de) ku di vê pirtûkê de dibêje:"Hejmarek ji Ereban ji cihê wan rakirin, û li parêzgeha Hisiça hatin bi cih kirin, bi armanca guhertina herêmê û ji bo bibin mertalek dijî dewleta Tirkiyê, lê ji ber cudabûna navbera Ereb

û xelkê herêmê ji Kurdan ev armanc negihişe serî û ev pilan bi cî nebû, û hejmarek mezin ji aloziyan peyad bûn " Di vê serjimêriya ku hate kirin pilanên xirab peyda bûn, yek ji wan pilanan ku rûberekî mezin ji zeviyê Kurdan hate destserkirin ew jî di sînorê Îraqê û Tirkiyê bi dirêjahiya 375km û kinbûna 1015km ji zeviyê Rojavayê Kurdistanê di dest pêktê û navê vî pirojeyî kirin (Zinara Erebî) pişt re kirin (Hêla dehan) pişt re navê wê kirin (Hêla Baranê) û li vê dawiyê navê wê kirin (zeviyên dewletê). Li gorî vê pilanê xelkê Reqayê û rojhilata Helebê anîn û gund ji wan re ava kirin û gundê wan xweş kirin, lê berûvajî guhdan bi gundnê Kurdan nebû, û astengî ji Kurdan re peyda bûn bi armanca ku

hestê neteweyî kêm bibe li bal Kurdan , ji ber vê yekê tevgera Kurdî hewlin mezin da ku dijî encamê vê serjimêriyê raweste û aloziyan çareser bike, ev tişt di edebyat û wêjeyê partiyan dihate xuyakirin, û di belavokên partiyan de dihate nivîsandin, ji ber ku ev piroje tê naskirin bi komkujiya dirêj, ji ber ku tu zagonên asmanî yan olî yan navdewletî qebûl nakin ku miletek li ser xaka xwe dijî û nasname ji wan tê kişandin, ku kesek di welatê xwe de bibe biyanî, lê hikûmetên Sûrî ji salên 60î heya sala 2011an tu maf nedane gelê me, û ev alozî ne hatin çareserkirin, lê dema ku şoreşek dijî rejîma Sûrî hate kirin, û destpêka wê şoreşê ji parêzgeha Der'ayê bû, ji ber ku rejîm ji Kurdan ditirsiyabû bi taybetî ezmûneke vê

rejîmê bi me re hebû di serhildana 2004an de û ji bo Kurdan dûrî vê şoreşê bike, nasname dane hejmarek ji Kurdan, lê cadeya Kurdî bersiva rejîmê da, û got pirsa me ne nasname tenê ye, û ya herî xirab ji encamên serjimêriya sala 1962an ku dewletê ne hişt tu kargeh yan dezgehên mezin yan zanîngeh li Rojavayê Kurdistanê werine ava kirin, û geşepêdan li vir qedexe bû, heya ku dewleta Sûriyê karmend ji parêzgehên berava Sûriyê û Şam û Humis û Hema û Helebê dianî deverênme, ji ber wiha belengazî zêde bû û rêjeya bêkaran pir bû, ji ber vê yekê xelkê herêmê berê xwe dane bajarên mezin li Sûriyê mîna Şam û Helebê ji bo ku Kurd di nav Ereban de tine bibin û hestê neteweyî kêm bibe, mixabin rejîmê

gelekî biserket di vê pilanê de, û gelek ji Kurdên ku ji warê xwe dûr ketin û di nav bajaran belav bûn , heya ku hin ji wan zimanê xwe jidest dan û ji bîr kirin, lê hejmarek ji wan bi neteweya xwe ve hatin girêdan û xebata xwe berdewam kirin, bi taybetî li paytexta Sûriyê, lê encama Serjimêriyê di vê demê de tê xuya kirin di gelek waran de, bi hezaran kes ji xwendinê bê par man, bi hezaran dev ji warê xwe berdan û koçber bûn, guhertinek kete Rojavayê Kurdistanê, û dezgehên Ewlehiyê yên Sûriyê hiştin partiyên Kurd bibin parçe parçe , di encama vî tiştî de Kurdên Rojavayê Kurdistanê bûn xwedî nasnameyke windayî , ne Sûrî ne ji ber ku di dema ku ev dewlet hate avakirin di sala 1918an heya niha tu maf nedaye gelê me di destûra xwe de, ji bilî ku em Kurd welatiyên ji pila 10an bûn, û di vê windabûna nasnameyê de ku dewleta Kurdistan heya niha ne hatiye damezirandin, Kurdên Rojavayê Kurdistanê windabûne, ev yek xweşik hate xuyakirin di 5ê vê mehê de ku bîranîna 55an bû ya serjimêriya şo�înî ku di vê rojê de jî tîma Sûriyê ya footbolê dilîst dijî tîma Ostiraliya, ku hejmarek mezin ji xort û ciwanên Rojavayê Kurdistanê dibûn hander û piştevanê tîma Sûriyê û digotin ev tîma tîma me ya neteweyî. Mixabin ku em gihiştine vê astê ku xort û gêncên me dibin hevalê dijminê me bi taybetî ev rejîm komkujî dijî miletê me û miletê Sûriyê kirin, ku ev rejîma ku mafê me ji dehên salan de xwarî ye ji ber çi ezê xwe bi xapînim û bibim hevalê wî. Ev pirs divê tevgera Kurdî bersivê bide û xort û ciwanan û endamê xwe agedar bikin ji ber ku di vî warî de tu xebat nehatiya kirin û pêwîst e li ser vê xalê were rawestandin û şopên xirab yên Serjimêriyê û siyaseta rejîmê were şirovekirin û çareserkirin yan wê encam her windabûn be. www.pdk-s.com


Çirya pêşîn / 15 - 10 - 2017

www.pdk-s.com

Kurdistan-Hejmar (111)

3

Neviyê Cemîlê Seyda, bo serxwebûnê piştî 32 salan ji Swîdê serdana Kurdistanê kir Idrîs Hiso- Giwêlan Xorşîd Seyda ku neviyê şoreşgerê dêrîn û şehîdê doza Kurdistanê Cemîlê Seyda ye. Cemîlê Seyda yek ji şoreşgêrên şoreşa Şêx Seîdê kal bû, û li ser riya doza azadiya Kurdistanê şehîd bû, û tê gotin ku toraniyên Tirkan ew li cihekî nediyar veşartin ji bo ku gora wî nebe mezargeh û Kurdistanî serdanan wê bikin. Malbata Xorşîd ji Rojavayaê Kurdistanê meşextî Tirkiyê bûn ji ber helwêsta bavê Xorşîd ku navê wî Mele Ebdulqedûs e û kurê Cemîlê Seyda derbarê mafê gelê Kurd û endamitiya wî di Partiya Demokratra Kurdistnê-

Sûriyê (Partî) de wê serdemê, wê demê Xorşîd 5 salî bû, piştre û dema Xorşîd bû xortekî çalak pêwendî bi rêxistinên neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê re kir, û ji ber metirsî û dijyetî û hovatiya dewleta Tirkiyê beramberî Kurdan û bi taybet Kurdên ku li ser riya rizgariya Kurdistanê xebat dikirin û dikin, Xorşîd careke din meşextî Rojavayê Kurdistan dibe û ji wir jî berê xwe dide Ewropa, û dawî geşteya penaberiya wî li welatê Siwîd bidawî dibe û ev dema 32 salên wî ye ku li Siwîdê dijî. Xorşîd xwedan du zarokan e bi navê Mîdya û Salar, ku bi zimanê

Kurdî dixwînin û dinvîsin û diax�in. Xorşîd dibêje: “Heger zarokên min bi Kurdî neax�in bila ez bimrim.” Xorşîd gazî li Kurdên diyaspora dike û dibêje: “Hûn bi ziman Kurd in ne bi tiştekî din, divê hûn zarokên xwe

fêrî zimanê dê û bavên xwe bikin, wê demê ew dê Kurd bimînin, herwiha divê herdem navên Kurdî li zarokên xwe bikin.” Neviyê Cemîlê Seyda wisa ji mere diaxive: “Ez ji bo roja referandomê hatim Başûrê Kurdsitanê, ev

xewna bav û bapîrê min bû ku Kurd bi îradeya xwe ya azad çarenivîsa xwe diya rbikin, ez ji Swîd hatim vê rojê bi çavê xwe bibînim roja ku Kurd dengê xwe bidin ji bo destnîşankirina çarenivîsa xwe.”

Herwiha dibêje: “Îro dawet e îro şahî ye îro roja jidayikbûna me ye.” Xorşîd ji min xwest ez wî bibim Laleşa Nûranî, ji ber ew dibêje ku serdana wî ya vê carê ji bo wê yekê bû ku ew pirosya dengdanê bibîne û herwiha biçe Laleşa Nûranî tewaf bike “Ez niha hecî me jî, ma jê xweştir çi heye.” Bi rastî êvara roja referandomê ez li derdora kelehê rastî hejmarek mezin ji Kurdên diyaspora hatim ku hatibûn bi tenê ji bo vê roja dîrokî bi çavên xwe bibînin û piştre ji zarokên xwe re wek serpêhatiyekê ku wan bi çavên xwe dîtiye .veguhêzin

PYDê derbarê revandina welatiyên Efrînê bêdeng e Kurdistan-Salar YûsifEfrîn Çekdarên her du bajarokên Nubil û Zehra yên Şîenişîn zêdetirî 90 welatiyên Kurd li ser riya Heleb -Efrînê revandin. Eve heyama heftiyekê ye ku grûpên çekdar ên bajarokê Nubil û Zehra rêbend li nêzîkî gundê Mayirê li ser riya Heleb – Efrîn danîne û zêdetirî 60 welatiyên Kurd revandine û revandina welatiyan heta niha jî berdewam e. Li gor zanyariyan ku hin welatiyên Nubil û Zehra di zindanên asayişa Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê li

bajarê Efrînê girtî ne, ev grûpên çekdar jî welatiyên Efrînê direvînin û bi wan bazara berdana wan girtiyan dikin. Nubil û Zehra du bajarokên Şîe ne 35 K.m li başûrê Efrînê li ser riya Heleb – Efrînê dikevin. Gelek caran jî welatiyên Efrînê dibin sedema nakokiyên di navbera her du aliyan de. Derbarê vê mijarê rojnamevan Heysem Omer ji Rojnameya Kurdistan re got: Ev ne cara yekem e ku welatiyên Kurd bi sedema kiryarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê têne revandin û ev diyarde bûye cihê dilgiraniya xelkê devera

Efrînê ji ber ku ti kes nîne bikaribe zarokên wan berdin û PYDê jî derbarê vê mijarê de bêdeng e û heta niha jî çend kes hatine berdan ew jî di rêya bertîl û pereyan re, bi nerîna min divê partiya navborî sînorekî ji vê pirsgirêkê

re deyne û lîstikê bi welatiyên Kurd neke û wan neke qurbaniyên kiryarên xwe li wan deveran. Welatiyekî bajarê Efrînê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji rojnameya Kurdistan re axivî: Tevahiya malbatên revandiyan çûna cem

çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê, lê ti bersiv li cem wan nebû derbarê vê mijarê de, ev rê gelekî metrsîdar e ji Kurdan re ji ber ku welatiyan dadixin û sivkatiyê bi wan dikin û pereyên wan didizin, li gor

zanyariyên dighêne me rewşa wan gelekî xerab e û ew kêm xwarinin û danûstandina ligel wan .xerab e

Nivîskarên Kurd ên bê nasname

Fener HemedoHewlêr

Dema mirov bi zimanekî diaxive ew li ser hejmara kesên bi wî zimanî diaxivin tê hejmartin, û dema bi zimanekî dinivîse ew li ser nivîserên wî zimanî tê hesibandin jî. Yek ji fakterên sereke yên kultur û çanda miletan rewşenbîr û kesayetiyên wî yên navdar in û bi gelemperî ew pêşeng û rêberên ramyarî yên miletê xwe jî bi eynî zimanê wî miletî diaxivin û dinivîsînin

û berhemên wan ên nivîskî û hunerî bi heman zimanî ne, lê gava ev balansa nivîskar û milet dişike di hêla zimên de mirov matmayî dimîne, nema dizane çi bibêje û çi helwêstê bistîne. Heger em li vê xalê rawestin û bi kûrahî li wê tamaşe bikin û li rewşa nivîskarên Kurd meyze bikin û hemû fakter û sedemên nivîsandina rêjeyeke mezin ji wan bi zimanên biyanî û bi taybetî niviskarên Kurd

ên ji Rojavayê Kurdistanê yên ku bi zimanê Erebî dinivisînin. Gelo ji şûna ku bibine alîgirên wê �ikira belavkirina zimanê Kurdî û di xurtkirina wî de bixebitin di hemû waran de ew bûne barek li ser milên xelkê ji xwe wan roleke berçav nelîstiye di gihandina rastiya doza miletê xwe bo xelkên din ên cîhanê, ji bilî rêjeyeke kêm ji wan ên ku bi vî erkî ve rabûne û xizmeteke baş dikin.Gelo nivîskarên Kurd ên Erebî

nivîs dizanin ku ew çiqas ziyanê digehînin zimanê dayika xwe!? Gelo ma ji xwe şerm nakin ku wan zimanê xwe bê xwedî hiştine û li pey navên xwe ketine daku "Şuhretê" bisitînin ango bêserêsî li gorî bayê miletî lêxin û bi hêsanî gotar û gotiên xwe ji wan re bibêjin!?Nivîskaro! Rêbero! Ji şûna ku tu berê miletî bidî zimanê wî tu barê gilgirên doza Ehmedê Xanî girantir

dikî. Ji cihê ku tu zimanê xwe biparêzî tu dibî rêgirê xebatên Bedirxanî û barhilgir û bawermendên doza wî. Nivîskarên Kurd ên ku di vê qonaxê de xizmeta zimanê xwe nakin û li ser Kurdayetî, kultur, dîrok û folklora Kurdî dinivisînin bila .nebêjin em Kurd in

www.pdk-s.com


Çirya pêşîn / 15 - 10 - 2017

Çand û Huner

www.pdk-s.com

4

Razên rengan –Vekolîneke zimanasî (1)

Navên rengan di her zimanî de hene. Navên rengan herwiha hinek ji peyvên herî bingehîn yên her zimanî ne. Sebeb ew e ku piraniya rengên bingehîn – eger ne hemû – li her dera dinyayê hene. Reng ne tenê bi sinayî / pîşesazî tên çêkirin lê ew herwiha di tebîet û xwezayê de jî peyda dibin û herdem hebûne jî. Lê gelo navên rengan di zimanê kurdî de çi ne û – bi taybetî jî – ew nav ji aliyê zimannasiya dîrokî ve çawan in? Gelo ew navên xwemalî ne yan ji zimanên din hatine? Yan jî hinek xwemalî û hinekî bi eslê xwe biyanî ne? Gelo yên xwemalî çi ne, çawa peyda bûne û hevrehên wan di zimanên xizm de çi ne? Gelo yên bi eslê xwe biyanî jî hene, eger hebin ji kîjan zimanî ne û çima wan cihê navên rengên xwemalî girtiye?Li jêr em ê yek bi yek li ser navên rengên serekî vekolin û agahiyên hûrgiliyane bidin.

maneya ”ronahî” dide ku ew jî di bingeh de spî ye. Di zimanê lîtwanî de heman peyv bi awayî ”šviẽsti” heye ku wateya wê ”biriqîn, çirisîn, teyisîn” e. Hemû ev peyv ji peyva ”*kweytos” (spî) ya makezimanê protohindûewropî hatine. Heman peyva protohindûewropî herwiha serekaniya peyvên bi maneya ”spî” yên zimanên germenî ye jî, bo nimûne swêdî ”vit”, inglîzî ”white” (bixwînin ”wayt”) û almanî ”weiss” (bixwînin ”vays”). Dengê *kw- ya protohindûewropî di kurdî û zimanên din yên arî dibe çv, dûv re sv û taliyê jî sp. Lê di her zimanî de navê vî rengê bingehîn ji peyveke xwemalî peyda nebûye. Di tirkî de li şûna ”spî” ya kurdî du peyv hene: ”beyaz” û ”ak”. Peyva ”ak” di tirkî de xwemalî ye lê ew bi piranî tenê di hin gotinên hevgirtî de tê bikaranîn. Rengê spî bi awayekî giştî di tirkiya niha de bi peyva ”beyaz” tê binavkirin ku ji ”beyadh” (spîtî) ya erebî hatiye wergirtin. Mirov dikare guherîna navê vî rengî ji makezimanê protohindûewropî heta kurdiya niha wiha diyar bike: *kweytos → *kweyte → *sweyte → sveyte → speyte → spête → spêt → spêd → spîd → spîy →spî

(Spî) Spî (an ”sipî” – bi inglîzî ”white”, bi tirkî ”beyaz”) rengê berfa / befra paqij e. Bi awayekî ber�irehtir ew herwiha maneya her tiştê rengê wî ne tarî jî dide, bo nimûne ”mirovên spî” (bo nimûne mirovên ewropî, ne yên afrîkayî). Bi mecazî spî sembola qenciyê, aştiyê û hêviyê ye jî. ”Spî” peyveke xwemalî ye. Ew di hemû lehceyên kurdî de ”spî” yan ”sipî” ye. Ji nav zimanên xizm bi farisî ”sipîd / si�îd” e, bi pehlewî ”spêt”, bi belûçî ”ispêt”, bi avestayî ”speête” û bi sanskrîtî jî ”svête” ye. Heman rehê peyvê di rûsî de jî bi awayê ”svêt” heye lê

(Reş) Reş (bi inglîzî ”black”, bi tirkî ”siyah”) rengê şevên tarî ye, rengê komir û rejiyê ye. Bi awayekî ber�irehtir ew herwiha maneya her rengê tarî yan qehweyî dide, bo nimûne ”mirovên reş” (wek afrîkayiyan). Bi mecazî reş tê maneya bêsiûdiyê û xirabiyê. Berevajî peyva ”spî”, peyva ”reş” di lehceyên kurdî û zimanên lêzim de ne berbelav e. Peyva ”reş” wek navê rengekî tenê bi kurmancî û soranî ve sinordar e. Gava ku mirov derbazî lehceyên din yên kurdî (bo nimûne zazakî û hewramî) yan jî zimanên din yên îranî (wek mînak farisî û pehlewî) dibe,

Hisên Mihemed Filenda

mirov li cihê peyva ”reş” peyva ”siya(h)” dibîne. Di nav zimanên hindûîranî de ”siya(h)” bi rastî jî peyva xwemalî ya bi maneya ”reş” bû (bi sanskrîtî ”syave-”) lê ew di kurmancî û soranî de nemaye û wê bi temamî cih daye peyva ”reş”. Sebebê nemana peyva ”siya(h)” di kurmancî û soranî de bi texmîna me tabû ye. Ji ber ku rengê reş bi mecazî mane û wateyên gelek xirab û nexweş dide, heta behskirina wê jî di kurmancî û soranî de bûye tabû û peyva wê ya wê demê ”siya(h)” jî bûye tabû û taliyê bi peyva ”reş” hatiye guherandin. Etîmolojiya peyva ”reş”

bi esehî nayê zanîn lê bi ihtimaleke gelek mezin peyveke bi eslê xwe biyanî ye. Texmînen ew têkilî peyva "rejî" ye lê etîmolojiya wê jî nayê zanîn. Ihtimalen ji aramî ”reşa'a” (”xirab, bed”) e - ji ber ku sembola xirabiyê rengê reş e - ku hevreh û hevwateya wê wek ”reşa'” di îbrî de jî peyda dibe. Dikare herwiha ji peyva bi maneya "ser" ya zimanekî samî jî hatibe ji ber ku ser anku ”pirç/porr” li Kurdistanê bi piranî reş in. Bo nimûne ji aramî ”rêşa” (ser), hevreha îbrî ”roş”, erebî ”reis”... ji proto-samî *re'ş-”. Bo çêkirina navê rengan ji

tiştan bide ber "qehweyî, pirteqalî, pembeyî, pîvazî, narincî, torincî..." Ji aliyê dengnasî ve girêdana bi hevwateya xwe ya sanskrîtî “kṛṣṇá” (reş) ve zehmet e.Wek din jî di şaxên cuda yên zimanên hindûewropî de ti peyveke hevreh ya bi maneya ”reş” nîne yan nemaye. Loma peyva bi vê wateyê di şaxên cuda yên zimanên hindûewropî de bi temamî ji hev cuda ye. Bo nimûne inglîzî ”black”, fransî ”noir”, rûsî ”çorniy” ku qet ne peyvên hevreh in anku ne ji eynî peyva proto-hindûewropî pêk hatine .Di tirkî de bi maneya ”reş” du peyv tê bikaranîn: ”kara” û

”siyah”. Peyva xwemalî ya tirkî ”kara” ye lê ew jî wek peyva ”ak” (spî – li jortir binêrin) zêdetir tenê li gel hin peyvên hevgirtî tê bikaranîn. Peyva ber�irehtir tê bikaranîn ”siyah” e ku ji zimanên îranî, bi taybetî ji farisî hatiye wergirtin lê vê peyva ”siyah” ya bi eslê xwe îranî di tirkî de cih li ”kara” ya xwemalî teng kiriye. Li aliyekî din, ”kara” ya tirkî jî di hin peyvan de wek ”qere” ketiye kurdî jî, bo nimûne ”Qere Tajdîn” yan ”Qeredax” (navê deverekê li Başûrê Kurdistanê.

Bo Serxwebûna Kurdistanê Seyfedîn Mela Kurdino tevde werine ji bo serxwebûnê li dora serok Barzanî bibin kom Bi wê xwîna xwe ya zelal û sor li ser kaxetê bi erînî bikin mor bêjin erê, belê da nemînê li ser Kurda kuştin û zilm û zor

Yekbin bi hev re li dijî DAIş û tîror hilînin nexşê Saykis-Pîko, bi hev re dermankin birîna kevin û kûr bêjin erê, belê Pêşmergê çeleng li Şingalê Xaneqîn û Mexmûr Bi can û dil û xwînê cudakirin sînor, mizgînî li şehîdan, dayik û zarokên hûr, mizgînî li her Kurdekî nêzîk û dûr, bêjin erê, belê keda Barzanî ye, qehremana bi xencer û şûr Hat fedralî, azadî, keyf û sirûr, bihna gula bibarîna ji misk û bixûr Li kenîsa, laleşê , camî û mizgefta sor, bêjin erê, belê pîroz bê li Kurdê cîhanê hawîrdor Li Amedê, Qamişlo, Mehabad, Barzan û Şehrezûr Pîroz bê Hewlêr paytexta Kurdistana Başûr Mesûdê hêja têde hekîm û textor, bêjin erê, belê Bese kûçik li me bikine zûre zûr Ewê ji xwîna Kurdan devî sor bese bindestiya dujminan û malikî "tertûr" ji qûtê zarokê me mezin dikin ûr, Bêjin erê, belê Ji mafê me Kurda ye dewlet û destûr ji mafê me Kurda ye al û passport, me heye xak, pêncî milyon Kurd û kiltûr, me heye perleman û serok Mesûdê bê qisûr, bêjin erê, belê Saza lêxin bi dahol û zirne û tembûr, govendê xweşkin birano mezin û hûr Tevde destê xwe bidine destê bavê Mesrûr Ala Kurdistana delal hildin jor, bêjin erê, belê bo serxwebûnê.

www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.