115

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Çileya Pêşîn / 15 - 12 - 2017

Kurdistan-Hejmar (115)

Gef û metirsî li ser bajarê Efrînê berdewam e

www.pdk-s.com

Izedîn Mihemed

Ev demeke Artêşa Tirkiyê û grûpên opozîsyonê yên Tirkiyê piştevaniya wan dike gund û hin deverên bajarê Efrînê topbaran dikin ku di encam de ziyan dighê xelkê wan

deveran. Herwiha rojane berpirs û pilebilindên Tirkiyê gefan li dagîrkirina bajarê Efrînê dixwin. Ev helwesta Tirkiyê cihê dilgiraniyê ye li cem welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji ber ku li gor wan

bi dagîrkirina bajarê wan dê kareseteke mirovî rû bide. Henan Cindo derbarê vê mijarê de got: Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê bi siyasetên xwe yên şaş li deverê dê bihêle Tirkiyê

deverên me dagîr bike, PYDê hincetê dixe destê dijminan de, bila PYDê dev ji kiryarên xwe berde û destê xwe bixe destê birayê xwe yê Kurd da ku bikaribin bi hev re berevaniyê di ber deverên xwe

de bikin. Cemîl Ebdulezîz wiha derbarê vê mijarê de got: Em ti carî ne ji gefê Tirkiyê û ne ji xeynî Tirkiyê ditirsin û ne li ser xwe qebûl dikin, Tirkiyê dewleteke dagîrker e, û nabe em li dijî

wê ranewestin, lê divê ew kesên ku li Efrînê xwe dikine desthilat li mijara yekrêziya di nava mala Kurdî vegere û êdî rûpeleke nû veke, em Efrînê nadin bi malê dinyayê. www.pdk-s.com


2

Çileya Pêşîn / 15 - 12 - 2017

Kurdistan-Hejmar (115)

www.pdk-s.com

Hejmara gerên Cenêv zêde dibin û çareserî nayê dîtin Kurdistan- Îmad HesenAlmanya Piştî ku danûstandinên Cenêv 8 bi vegera rejîma Esed ji bo Swêsra berdewam kirin, ew jî piştî daxwaza opozîsyonê, û tê gotin ku rejîm vegeriya piştî wê yekê ku Rûsiya erêkirin ji Emerîka wergirt ku astengiyan ji kongreyê Sûtçî re çê neke beramber vegera rejîma Esed. Di vê gerê de ku li ser du beşan dabeş bû gelek binpêkirin ji aliyê rejîma Esed ve hatin kirin ew jî derbarêselikên destêr û hilbijartinan, û ya herî zehmet jî ew bû ku herdem şanderê navdewletî ji bo Sûriyê Staffan De Mistura dixwaze ew jî hevdîtinên rasterast di navbera rejîma Esed û opozîsyonê de ye û ev yek jî neçû serî.Qonaxa yekemîn ji danûstanên nerasterast ji gera 8an di navbera şanda rejîma Esed û opozîsyonê de di 28 meha derbasbûyî de destpçkirin, ew jî ji bo çaksaziyan di nava destûr de,herwiha pêkanîna hilbijartinan, ku anda rejîma Esed piştî rojekê gihişte cihê xwe û piştî du rojan jî çû, ew jî bi hinceta ku opozîsyona Sûriyê rijd e li ser çûna Beşar Esed li ser desthilatê yan dê ti rola wî di qonaxa veguhêz de li Sûriyê nebe. Şanderê navdewletî ji bo Sûriyê Staffan De Mistura di vê gerê de 3ê armanc danîbûn ew jî ev bûn: Rêkeftin dinavbera herdû şandan de li ser pransîpên ji bo Sûriya pêşerojê ku ji 12 bendan pêk tê, herwiha destpêkirina danûstandinan ji bo gotûbêjkirina destûr, û mijara hilbijartinan. Piştre Desteya Bilind bersiva xwe da De Mistura derbarê wan bendan ku di heman demê de şanda rejîma Esed ev yek red kir û êrîşî De Mistura kirin bi hinceta ku ji derveyî karê xwe tiştan dike.

Nevegera şanda rejîma Esed di dema destnîşankirî de nîşana wê yekê ye ku rejîma navborî naxwaze beşdar e di prosêsa siyasî de. Di heman demê de De Mistura herdû alî agahdar kirbûn ku ewê aliyê astengdar ji van danûstandinan re destnîşan bike, lê ew yek jî nehate diyar kirin û her aliyekî aliyê din tometbar kir. Agahdarkirina şanderê navdewletî ji herdû aliyên nakok re ew bû derbarê hewla çûna bi aliyê kongrekî din ve mebest jê kongreyê Sûtçî bû, piştre berpirsekî Sûrî ragihand ku dê kongreyê Sûtçî deriyê li pêşiya tevahiya aliyên Sûrî veke ji bo danûstandinan, ku di heman demê de li gor gotina wî kongreyê Cenêv danûstandinan tenê di navbera rejîma Esed û opozîsyonê deencam dide û aliyên din piştguh dike, û dazanîn ku kongreyê Sûtçî dê çareseriya siyasî li Sûriyê dabîn bike. Hin berpirsên biyanî

dibêjin opozîsyona Sûriyê erênî bû, tevî ku rastî astengiyan tê çi ji aliyê �işarên navxweyî û topbarankirina Xûta Rojhilat û hin deverên din, lê behsa wê yekê jî hate kirin ku �işareke Emerîkî hebû ji ku opozîsyona Sûriyê dev ji mercê xwe yê çûna Esed berde. Di heman demê de opozîsyonê ev nûçe nerast derxistin û got ti �işar ji ti aliyekî li ser wan nehatiye kirin. Opozîsyona Sûriyê amadebûna xwe anî ziman derbarê danûstandinên rasterast ligel şanda rejîma Esed û dazanîn ku divê şanderê navdewletî �işarê bixe ser şanda rejîmê da ku bi cidî van danûstandinan bistîne da ku bighên çareseriyeke siyasî li wî welatî û êdî xelk ji kareseta heftsalan rizgar bibin. Derbarê vê mijarê û beşdarbûna Kurdn ku di çarçoveya Hevbendiya Niştîmaniya Dijberiya Sûriyê de beşdar bibûn, Çalakvan Raid Mihmed wiha dibêje:Di dema Encûmena Niştîmaniay Kurdî li Sûriyê ENKSê

hate damezrandin, hêviyên mezin bêre hatin hûnan ji beşek mezin ji gelê me li Rojavayê Kurdistanê , û di destpêka xwepêşandanan de miletê me nerîna xwe da xuyakirin û gotin : ENKSê nûnerê me ye , lê mixabin ji ber ku berjewendiyên kesayetî û partiyên core cor têde kar dikirin da ku ENKSê bi ser ne keve , heya hin partî xwe jê kişandin û hinek hatin dûr kirin, ji ber wiha xelk û milet dilsar bûn derbarê ENKSê û bi taybetî ku rola wê pir qels û lawaz e li ser astê danûstandinan de li ser kirîza Sûriya, û hejmareke mezin ji çavdêran dibêjin ku heya anha ku ENKSê nikarîbû Doza Kurdî li ser maseyê bide xuyakirin , û pêwîst e ku şanda Kurdî li Cenêv 8 û her hevdîtineke navdewletî yan civîn yan dîdar rû dide ku yek şand bin û hemî rex û partî û tevger û layanên kurdî têde bi yek deng bin , ji bo Doza Kurdî here serî û mafê gelê xwe bidest bixin, lê

heger Tev-Dem û ENKSê û kesên serbixwe û Hevbendî her kes bi tena xwe kar dike wê hêza Kurdî were dabeşkirin û dengê me pir kêm be, û em serkeftinê bi dest naxin û ti carî nikarin gavan bi pêş ve bavêjin.Ji aliyê xwe Can Xalid derbarê vê mijarê de ji rojnameya Kurdistan re wiha got: Kongreyê Cenêv gelekî giring e,lê rejîma Esed û Rûsya herdem dixwazin asteng bikin û ew jî di rêya lidarxistina hin kongreyên din mîna Astana û Sûtçî, rejîma Sûriyê vê yekê di rêya ragihandinê de pêk tîne dema ku ji giringiya kongreyê Cenêv kêm dike û proboganda ji yên din re çê dike,hertim rejîma Esed xwe bi hinceta ku opozîsyon ne yek e girtibû, û niha jî behsa wê yekê dike ku çênabe behsa çûna Beşar Esed bê kirin û di dawiya vê yekê de tenê yê zirar dighê gelê Sûriyê ye ku ev heft sal in êş û azaran dibîne. Ji aliyêxwe Bilind Mele Endamê Sekretariya Yekîtiya

Xwendevan û Ciwanên Demoqratî KurdistanîRojava got: Piştî 7 kongiran ku giftxûgo di navbera şanda rêkberiya Sûriyê û şanda rejîma Esed ku hemû bê sûd û mifa derbasbûn, niha em çaverê li kongira heştemîn li Cenêvê ne, lê ya herî ku moralên me û hêviyên me ciwanan geş dike di vê qonaxê ji danûstandinê navbera rêkberî û şanda Esed de ( Cinêv heşt ) çend xal hene ku hêviyên me geş dikin : Yek, rikberiya Sûriyê bi şandek yekgitî ye ku platforma Mosko û Qahîre tevlî opozîsyonê bûye û tekez dikin li ser qonaxek veguhestî li Sûriyê. Û Beşar Esed di vê qonaxê de nebe. Dûyem, Dewletên zilhêz mîn Emerîka û Ferensa û Rûsiya tekez dikin ku ev kongire bibe kongreya çareserya rewşa Sûriyê û binghên çareseriyek siyasî li Sûriyê. Ya siyem, Netewên yekgirtî gehiştiye rastiyekê ku di vê Şerê Sûriyê piştî heft salan bidawî were ew şerê ku 350 hezar mirov bûne qorbanî. Bi nêrîna min ev kongire wê kongirek serkeftî be ne wek wan kongir û danûstandinê berê be. Çimkî hemû hêz gehiştine qenaetek ku tu çareserî nîne ji dawî şerê Sûriyê re jibilî rûxandina rijêma Esed û baştirîn û misogertrîn çareser ewe qonaxek veguhestî û Hikûmetek demkî werê avakirin. www.pdk-s.com


Çileya Pêşîn / 15 - 12 - 2017

www.pdk-s.com

Kurdistan-Hejmar (115)

3

PYDê mafên mirovan li Rojavayê Kurdistanê binpê dike Kurdistan- Jîn OmerStenbol Di 1012- sala 1948an de Civaka Navdewletî ev roj wek Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan nasand, piştî ku nûnerên tevahiya aliyên yasayî û rewşenbîrî li Cîhanê belgenameyek dîrokî di vê derbarê de nivîsandin li ser bingeheke demokrasî û yeksanî. Di nava madeyên vê belgenameyê tê ku tevahiya xelkê di rûmet û mafan de wek hev in, û her mirovek dikare mafên xwe bikar bîne û azadiya derbirînê jî cîbicî bike, û nabe cudahî li ser esasê reng, regez, ziman û ol bê kirin yan di hin warên din e. Di vê rojê de xelk li dijî kiryarên bêserûber derdikevin, û dilgiraniya ji kiryarên li dijî mafên mirovan tînin ziman û daxwaza rawestandina van kiryaran ji Civaka Navdewletî dikin. Li gor hin raportên navdewletê welatê Sûriyê bi giştî derbarê mijara mafên mirovan di asteke herî pîs û nizim de ye, ji ber ku Sûriyê ji sala 1963an de rewşa awarte ragihandiye û ewlekariya wî welatî di binpêkirina mafên mirovan de berdewam e û ji wan binpêkirinan girtina bêserûber û îşkence û revandina bi zorê, herwiha dadgekirina beşek ji wan kesan bêyî dîtina ti belgeyekê li ser wan, herwiha jibilî rewşa xerab ya wan girtîgehên ku ew zindanî têde dijî ku têde rastî bi dehan nexweşî tên, û ew ne li gor rênmayên navdewletî ne. Li vî welatî bend li ser azadiya derbirînê daniye, herwiha nehiştina çûnûhatineke azad ji dijberan re. Lê mijara herî giring derbarê mafên mirovan li Rojavayê Kurdistanê ye ku niha Rojavayê Kurdistanê ji aliyê mafên mirovan de di rewşeke gelekê xerab de dijî û li pêş çavê her kesekê jî diyar e ku çi li Rojavayê Kurdistanê diqewime û çi binpêkirin jî derheqê welaiyên sivîl de tê kirin.

Li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê çekdarên ser bi Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê, herwiha alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê ku bi navê ciwanên şoreşger têne naskirin hejmarek ji nivîsgeh û o�îsên partiyên dina Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê girtin û hejmarek ji wan jî şewitandin, herwiha sivkatî bi ala Kurdistanê û sembolên Kurdî de kirin, ev kiryarên partiya navborî hemû bi hinceta nebûna moletê ye û ev yek jî bi xwe binpêkirine ji ber ku partiya navborî bi zora çekê xwe li ser welatiyên Rojavayê Kurdistanê xwe ferz kiriye û nahêle ti kes li

wê deverê karê siyasî bike, ev yek eşkere diyar dike ku PYDê belgenameyên mafê mirovan binpê dike, herwiha rêzê li binemayê yekrêzî û lihevhatina Kurdan nagire.Ev yek di demekê de ye ku li bajar û bajarokê Rojavayê Kurdistanê û bi taybet bajarê Qamişlo hejmareke mezin ji o�îs û baregehên partiya Beis, herwiha baregehên partiyên din yên Ereb û kirstiyanan vekirî ne, bêyî ku ti kes yan aliyek karibe daxwaza moletê ji wan partiyan bike, ev yek tê wateya wê yekê ku Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê tenê beramber partiyên Kurdî xurt e û ji bo wan partiyên din

nikare o�îseke wan yan ciwanekî wan bigre ji ber ku newêre. Girtina kadroyan Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ligel girtina o�îsên partiyan û yên Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê, herwiha rêgirî li hatine cenazeyên şehîdên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Başûrê Kurdistanê şehîd dikevin, hejmarek mezin ji siysetmedar, ciwan û kadroyên partiyan herwiha rojnamevanan digre û dixe nava zindanên xwe yên ne rewa û tometên bê esas li ser wan tesbît dike bêyî ku ti gunehê wan kesan hebe, ev yek jibilî îşkenceya derûnî yak u rastî wan girtiyan

tê û ti kes jî nikare pirsa wan giriyan bike yan serdana wan bike û heta niha hin ji wan jî çarenivîsa wan nediyar e mîna Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê PDKSê Behzad Dorsin û parêzer Idrîs Elo û Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata KurdistanSûriyê Ebdulrehman Apo ji bajarê Efrînê û bi dehan kadro û endamên partiyên ENKSê. Girtina çalakvanan li Rojavayê Kurdistanê di ware yasayî de li dijî tevahiya belgenameyên mafên mirovan e û tê wateya binpêkirina berdewam ji biryarên navdewletî re. Ji her keseî re diyar

ku Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê vê gave davêje ji ber ku ew ji siyaset û karê civakî ditirse û ti carî ew ji karê leşkerî natirse û dixwaze niha ew alî karê leşkerê bikin da ku bibe belgeh jêre û wan ji kokê ve tune bike, lê rejîma Esed bi dehên salan nikarîbû ev xebat jinav bibra. Mijara rêgirtina li cenazeyên şehîdan ew bi xwe kareseteke li dijî mirovatiyê, PYDê heta ji cenazeyê şehîdan jî ditirse û ev kar yê dektatora ye, jibilî vê yekê PYDê û saziyên ser bi wê ve behsa xwîna şehîdan û tolhildana şehîdan dike, ev e rêzgirtina wan ji xwîna şehîdan re dema ku cenazeyên wan desteser dkin û nahêlin ku bi eşkere bi axê bêne spartin. Leşkeriya bi zorê Yasaya leşkeriya neçar anku ya leşkeriya bi darê zorê ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê li Rojavayê Kurdistanê derket ku vê biryara bêserûber hişt ku li deverên Kurdî ciwan nemînin û tenê pîr û jin û zarok bimîne, herwiha Ereb cihê Kurdan bigrin û bi vê yekê demogra�iya Rojavayê Kurdistanê tê guhertin û di jêr çavê PYDê de, çekdarên ser bi PYDê ve bi hezaran ciwan herwiha li hin cihan kalemêr li şûna ciwanan ji bo leşkeriya neçar dibirin. Ev yek bi xwe yasayek li dijî mirov û mirovatiyê, nabe ti hêzeke leşkerî ku xwe bi zorê sepandiye ser xelkê Rojavayê Kurdistanê leşkeriyê jî ferz bike li ser welatiyên Kurd û di beramber de li deverên niakre Ereb yan Xirstiyanan bi zorê bibe. Divê beroirsên Partiya PYDê li ser kiryarên xwe were dadgehkirin çi li nava Rojavayê Kurdistanê û çi li dadgehên navdewletî da ku dest ji kiryarên li dijî mirovatiyê berdin û êdî bikevin ser xeta rastiyê, herwiha xeta Kurdayetiyê jî ji xwe re bike bingeh û li ser bimeşe.

Girtina o�îsên partiyan www.pdk-s.com


Çileya Pêşîn / 15 - 12 - 2017

Çand û Huner

www.pdk-s.com

4

Kurdistaniyan ji bo penaberan lihêf û palgehên ciwan dirûtin Şîlan Doskî-Elmanya Li welatê biyaniyê ji min re pir giring e ku navê welat û miletê min bilind be, dixwazim her yek ji me balyoza/ê Kurdayetiyê be. Li ser evê têgehê min hizra çalakiyan kir ku karibim beşek ji kiltûr û rewiştên Kurdewarî pêşdîtin bikim. Berî her tiştekî ew paşnavên (Îraqî, Sûrî, Îranî û Tirkî) ji bernavê Kurd yê pîroz bête bişaftin û ne bes paşnavê dagîrker belkû eger em nikarin

bi fêrmî parçeyên welatê xwe di dema niha de bigehînin hev bi şûjina viyan û evîna dilê xwe bi hev ve girê bidin.Li vî bajarî min bi maseya Zimanê Kurdî destpê kir û dersên Zimanê Kurdî didan zarokan û di pey re şevbuhêrkeke helbestî bi Kurdî û Elmanî, û di pey re me Newroz ku yekem car e li vê herêma ŞilêsvîgFlênsburg bi awayekî fermî lidar xist. Di pey re min çalakiya nan ku cûreyên nanê Kurdî pêşkêş bikim pê rabûm. Û ev çalakiya dawiyê

ya dirûtinê me ji bo zarokên penaber gelek lihêf-Codelî û Palgeh dirûtin. Ku armanc vekirina dergehekî xêrxwaziyê bo zarokên panaber e, ji ber miletê me jî di vê rewşa aloz re derbas bûye. Ya herî giring di van çalakiyan de tixîbên olî, herêmî, partîtî hatin şikandin û li jêr navê Kurdistan bi viyaneke bi hêz û bi hevbendî çalakî hatin lidarxistin. Ezê di vê rê de wek masiya di nava rûbar de rêya xwe bigirim heta bigehim derya serxwebûnê.

Semînarek derbarê wêjeya Kurdî

Xelîl Sasonî yek ji stûnên helbesta klasîk e Kurdistan-Bidûvçûn

Idrîs Hiso – Hewlêr Roja Şemiyê 2.12.2017 endamên Yaneya ElMeda li holeya yaneya xwe li Hewlêrê semînarek derbarê wêjeya Kurdî bi Zimanê Kurdî û bi navnîşana (Jînengerî di wêjeya kurdî de - Hiznî Haco wek nimûne) birêve birin. Ev mijar cara yekeme tê gengeşe kirin. Semînar ji aliyê çalakvan Idrîs Hiso hatibû amadekirin. Hejmarek ji rewşenbîr û çalakvan amadebûn, herwiha Dayê Sînemxan Bedirxan jî amadebû, ev yek jî bo endamên Yaneya ElMeda şanaziyek mezine bû. Idrîs Hiso ji Amûda Rojavayê Kurdistanê ye, û xwedan çend berhemên wêjeyî ye wek wergerandina hejmarek çîrok û nivsandina bi dehan gotar bo rojname û kovarên Kurdî li welat

û dervî welat. Derbarê vê semînarê ji rojnameya Kurdistan re ragehand: “Lidarxistina vê semînarê di vê demê de girîng e ji ber bi xwendina jînengeriya kasayetiyên navdar û welatparêzên Kurd mirov dikre rastiya dîroka gelê xwe bixwîne û hêvî û baweriya wî bi netewe û mafên wî yên rewa bihêztir û xurtir bibe. Herwiha got: “Ez dibînim ku bi xwendina jînegeriya Hiznî Haco û bîranînên wî mirov gelek aliyên veşartî ji dîroka rojavayê kurdistanêû rewşa beşên din ên Kurdistanê dinase, ji aliyên siyasî, civakî û mirovî.” rêveberê Yaneya El Meda Şiyar bi pêşgotinekê derbarê hunera jînengeriyê destpêkir, piştre jî Idrîs Hiso bi giştî li ser jînengeriyê di wêjeya cîhanî û erebî de qise

kir, û bi hurgilî li ser jînengeriyê di wêjeya kurdî de kir, bal kişand ser pirtûkên jînen geriyê yên wek Nûredîn Zaza, Zinar Silopî, Cigerxwîn, Apo Osman Sebrî û ....... hd. Herwiha bi giştî behsa xwendina xwe ji pirtûka Hiznî Haco ya bi navnîşana TÊ BÎRA MIN kir. Ji aliyê xwe ve Ms Şiyar ji Kurdistan re axi�î û got: “Em ji dil spasiya Ms Idrîs Hiso dikin ku yek ji xweştirîn û girîngtirîn semînar di dîroka Yaneya Elmeda pêşkêşkir û bi zimanekî kurdî zelal û şêrîn ..em bi hêvîne ku Ms Idrîs Hiso berdewam van çalakiyan bike û spas bo we jî.” Semînar bi beşdariya amdebûyan û çend pirsên wan û bersivên Ms Idrîs Hiso bi dawî bû. Temamî beşdariya dawaza berdewamiya çalakiyên bi rengî kirin.

Helbestvanê Kurd yê ji Rojavayê Kurdistanê Xelîl Sasonî roja yekşemê 03.12.2017ê jiyana xwe ji dest da. Xelîl Sasonî ji ber nexweşiyeke giran li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê di 73 saliya xwe de koça dawî kir. Sasonî gelek dîwanên helbestan yên çapkirî û neçapkirî li pey xwe hiştin û pirtûkxaneya Kurdî bi wan dewlemend kir. Helbestvan û parêzerê Kurd Xelîl Mihemed Elî Yûnis yan jî Xelîl

Sasonî ku di sala 1944an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûbû, roja yekşemê saet 18.10 ji dinyaya me bar kir û koça xwe ya dawî kir. Xelîl Sasonî ji ber nexweşiya penceşêrê ku dora 7 salan bû pê ketibû, li nexweşxaneyeke Êliha Bakurê Kurdistanê wefat kir û li gundê bav û kalên xwe ku wek Gundê Nû tê naskirin û girêdayî Êlihê ye, li kêleka gorên kesûkarên xwe hat veşartin û 3 kur û du keç li pey xwe hîştin. Helbestvanê Kurd Xelîl Sasonî yek ji stûnên helbesta klasîk û kêşsaz a Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bû û yek ji

dostên herî nêzîk ên helbestvanê mezin Seydayê Cegerxwîn bû. Sasonî di jiyana xwe de gelek dîwanên helbestan weşandin û hê jî çend berhemên wî nehatine weşandin. Ristên Sasonî bi evîndarî û eşqa Kurdistanê tije bûn û gelek ji helbestên wî yên neteweyî bûne stran û li sar zar û zimanan geriyan. Di sala 2009an de Xelîl Sasonî Xelata Cegerxwîn a A�irandina Helbestê wergirt, herwiha di sala 2016an de xelata Helbetsvanê Nemir Ehmedê Palo ya Helbestê wergirt.

www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.