Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Kurdistan-Hejmar (116)
Çileyê Paşîn / 1 - 1 - 2018
www.pdk-s.com
Li Sûriyê.. Çarenivîsa 220 hezar kesî nediyar e Mihemed Ebdulah- Stnebol
Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan eşkere kir ku hejmara girtiyên li Sûriyê 220 hezar girtî derbas kir، û li gor dawî raporta Human rights watch ku piraniya van girtiyan di zindanên rejîma Esed e ne، û di nava wan zindanan de rastî îşkence û danûstandineke nebaş tên. Li gor rêxistina Human rights watch ev karîsteke derbarê mafên mirovan ya
gelekî metirsîdar e piştî şerê cîhanî yê dûyem، herwiha hejmarek ji zindanên rejîma Esed bûne navdar li ser asta herêm û cîhanê wek zindana Seydnaya ku bi meslexa mirovan tê binavkirin، ku berya demekê termê bi hezaran girtiyan hatibû dîtin ku ji ber îşkenceyê hatibûn kuştin.Herwiha hejmara girtiyan heta dawiya sala 2016an gihiştibû
117 hezar girtî ku rastî danûstandineke pîs ji aliyê rejîma Esed ve hatibûn. Serjimêriya Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan dibêje hejmara girtiyan 220 hezar kes derbas kiriye، ku di nava wan de 9000 zarok kêmî 18 salan e û derdora 4500 jin jî hene. Li gor rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navdewletî leşkerên rejîma Esed di
îşkencekirina wan girtiyan de pîstirîn şêweyan bikar tînin، herwiha jibilî îşkenceya laşî îşkenceya derûnî jî bikar tînin، wek mînak hejmareke mezin ji girtiyan di zindaneke biçûk de kom dikin û wan di wê zindanê de birçî dikin، herwiha nahêlin biçe tiwalêtê jî، û ji ber vê yekê ew tûşî nexweşiyên giran dibin. Çalakvanekî
Ereb ji Rojnameya Kurdistan re got: Rewşa girtiyan di zindanên rejîma Esed e gelekî xerab û dibe ku piraniya wan girtiyan jiyana xwe jidest dabin، gelek amaje hene ku rejîma Esed wan kuştiye، lewma di danûstandinan de xwe dûrî pirsa serbestberdana girtiyan dike، divê opozîsyona Sûriyê vê meseleya girtiyan di kongreyên
navdewletî de piştguh neke û bi hemû karînên xwe vê pirsê derxe pêş da ku �işar li rejîma Esed were kirin û hejmarek ji girtiyan serbest berde. Ji aliyê xwe ve xizmekî girtiyekî Kurd dibêje: Divê tevgera Kurdî baş li ser vê meseleyê bixebite û di rêyên taybet re hewil bide girtiyên me serbest werin berdan. www.pdk-s.com