117

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Çileyê Paşîn / 15 - 1 - 2018

Kurdistan-Hejmar (117)

Idlib bi rêkeftin tê radestkirin

www.pdk-s.com

Ebdo Eslan- Stenbol

Di herdû heftiyên dawiyê de, şer û pêşveçûnên giran di navbera hêzên rejîma Sûriyê û opozîsyonê leşkerî li parêzgeha Idlibê rû didin, herwiha bi sedma van şeran jî bi hezaran malbat

ji parêzgeha Idlibê koçber bûne û li kampên demkî li nêzîkî sînorê Tirkiyê hatine bicihkirin. Hikûmeta Esed ji bajarê Idlibê nêzîk dibe û rojane hejmarek dever ji destê opozîsyonê

derdixe û hêzên opozîsyonê bi paşve dikevin û hevdû bi radestkirina wan deveran tometbar dikin. Bi vê gavê artêşa Esed dixwaze parêzgeha Idlibê ji destê Tehrîr El Şamê bistîne û

têxe bin kontrola xwe û ji bo vê yekê jî xwe ji serekî mezin re amade dike. Rojnamevan û Çalakvan Hadî Ebdula ji rojnameya Kurdistan re got: Bi rastî rewşa bajarê Idlibê gelekî tevlihev

e û ti kes tênaghê gelo rewş çawa ye, tişta em dizanin ku rejîma Esed bihêz pêşve dikeve û gelek dever jî têne radestkirin û ti kes nizane çawa têne radestkirin, ya giring di vê demê de ketîbeyên

şerker yekîtiya xwe biparêzin da ku bikaribin di riwê rejîma sitemkar de rawestin. Herwiha niha hejmarek mezin ji xelkê wan deveran ji tirsa rejîma Esed re jî koçber bûn û rewşa wan pirr xerab e. www.pdk-s.com


2

Çileyê Paşîn / 15 - 1 - 2018

Kurdistan-Hejmar (117)

www.pdk-s.com

Soçî..

Sepandina çareseriya Rûsî ji krîza Sûriyê re Heysem El-Omer- Stenbol Rûsiya rijd e ser lidarxistina Kongreyê Diyaloga Niştîmanî li ser xaka xwe, tevî redkirina ber�ireh ji vî kongrî re ji aliyê opozîsyona wî welatî ve, herwiha dûrûtiya hin dewletên herêm û cîhanê pê re. Tê pêşbînîkirin Rûsiya xwe dûrî arasteya Cinêvê bixe bi armanca sepandina nerîna xwe ji çareseriya krîza Sûriyê re, ew jî dubare derxistina rejîmeke wek ya Beşar Esed dûrî biryarên navdewletî yên ku dê bandora Rûsiyê li rojhilatê Deryaya Spî nehêle. Hin aliyên opozîsyona Sûriyê Kongreyê Diyaloga Niştîmanî yê ku biryare li Soçî bê lidarxistin bi danûstandineke di navbera rejîm û rejîmê de binav kir, herwiha hewla Rûsiya xwerevandin ji Kongreyê Cinêvê û Îradeya navdewletî ji bo pêkanîna veguhestina siyasî li Sûriyê li gor biryarên Encûmena Ewlekariya Navdewletî. Herwiha tê gotin Mosko hin vexwendin ji hin partiyên bêhêz ku li ser rejîma Esed tên hejmartin şandiye û ev yek wek hewla afrandina tevliheviyê binav dikin, herwiha belavkirina tevliheviyê di meydana siyasî de. Tê xuyakirin ku Tirkiyê hevalê herî nêzîk ji opozîsyona Sûriyê, dibîne ku Kongreyê Diyaloga Niştîmanî yê bê çareserî ye ji krîza Sûriyê re, herwiha serokomarê Tirkiyê receb Tayib Erdogan di civîneke partiya xwe de got ku tevahiya cîhanê hêvî û aramî û aştî di kongreyê Soçî dibîne, herwha welatiyên Sûriyê jî dîtin ku dê ewê vegerin welatê xwe piştî vî kongreyî. Ev yek tê wateya wê yekê ku opozîsyona Sûriyê ya ku beşdarbûna di vî kongreyî de red dikir û ev kongir wek dubare afrandina rejîma Esed binav dikir, niha dê li pêşiya Tirkiyê çi bêje ku Tirkiyê

piştevanekî giring e jêre, herwiha li pêşiya gelê xwe yê ku rojane bi bala�irên Rûsiyê tê bombebarankirin, opozîsyona di nava du agiran de ye gelo beşdar bibe yan na? . Bi vê yekê gelo opzîsyona ku tevahiya wê li Tirkiyê ye, herwiha derdora sê Milyon welatiyên Sûriyê ku li Tirkiyê dijîn dê li aliyê Tirkiyê be derbarê Soçî yan dê hin hincetan ji xwe re bibîne li pêşiya gelê xwe. Ji aliyê xwe ve, Hejmarek ji rikberiya Sûrî bangek belav kirin ji bo baykotkirina "Kongrê Diyaloga Niştîmanî" yê ku Rûsiya amadekariyan jêre li bajarê Soçî di Çileyê Paşîn ê bê de dike. Daxuyaniya ku zêdetir 3500 kesayetiyên dijber ji kesên serbixwe û yên di nava Hevbendiya Niştîmanî, Hikûmeta Sûrî ya Demkî, serbazên Artêşa Azad û rojnamevan û

çalakvanan li ser îmze kirine, amaje bi wê yekê kir ku armanca Rûsiyê ji vî kongreyî ew e "Biserxistina çareseriya li gor nerîna Rûsî ye, û jiberhevxistina rêzên hêzên şoreş û dijberiyê, herwiha sepandina destûreke bê bingeh ku mana serokê rejîmê Beşar Esed misoger dike, ew jî bi alîkariya hilbijartinan ku dê li jêr bandora damûdezgehên ewlekariyê werin encamdan, û ew dikare her çavdêriyeke Sûrî ya navnetewî têk bibe". Kseayetiyên ku li ser daxuyaniyê îmeze kirine diyar dikin ku “kongir bi temamî berûvajî danûstandinên ku ev şeş sal li Cinêvê berdewam in, û dixwaze bi zor û pîlanan ji bo berjewendiya rejîma Esed bidawî werîne, herwiha nehêle gelê Sûriyê bigihje mafê xwe yê rûmet û serweriyê yê

ji bo wî milyonek şehîd dane". Di daxuyaniyê de hatiye ku Kongreyê Soçî "danûstandinên Cinêvê bê bandor dike, û ji naveroka wê vala dike, herwiha binavkirina dijberiyê di nava deryayeke kesên vexwendî ku berya niha alîgirê mana Esed bûn, û têkdana doza rasteqîne ya ku Neteweyên yekbûyî biryar li ser daye ew jî doza veguhestina siyasî ye". Daxuyaniyê destnîşan kir ku "Çareseriya Rûsî vîna xwe ya mana desthilata Esed û rejîma wî venaşêre, herwiha jinavbirina lêvegera Cinêv ya ku li ser biryarên Encêmena Ewlekariyê û têgihiştinên navdewletî hatiye avakirin". Kesayetiyên ku îmze kirine tekez dikin ku "Armanca Sotçî rewakirina dagîrkirina

Rûsî -Îranî ji Sûriyê re ye, û hebûna xwe ya leşkerî bikin mîna misogerkirinê ji cîbicîkirina biryarên Kongreyê Sotçî re". Herwiha daxwaz ji "tevahiya beşên raya giştî li Sûrî kir, çi dezgehên sendîka û siyasî û fesîleyên leşkerî bin, an kesayetiyên niştîmanperwer û rewşenbîr bin, vî kongreyî baykot bikin, herwiha bihêlin ku ev kongir bi ser nekeve, û kar bê kirin ji bo têkbirina hewla Mosko ya derbarê binpêkirina vîna gelê Sûriyê yê azad û talankirina mafê Sûriyan yê birêkxistina diyaloga xwe ya niştîmanî ya xwe bi xwe, û li jêr serpereştî û serkirdayetiya wan de, herwiha tinekirina serweriya wan û bêbandorkirina qurbaniyên wan yên mezin û jinavbirina pêşeroja wan û ya zarokên wan". Herwiha daxwaz ji Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres, herwiha Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xêd,û endamên Encûmena Ewlekariyê û dewletên dost û dezgehên mafperwerî û yasayî kirin ku tevlî vê mijarê bibin , da ku Rûsiya û tevahiya dewletên peywendîdar

pabend bin bi biryarên navdewletî, û tekez bikin ku kongreyê Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê çarçoveya tekane ya rewa ye ji bo encamdana danûstandinên çareseriya siyasî li Sûriyê". Mihemed Ehmed dibêje destêwerdanadewleta Rûsiyê ya rasterast di karûbarê Sûriyê de û pêkanîna destkeftên serbazî û piştevaniay hêzên rejîma Esed di kontrolkirina xka ku jidest dabû û DAIŞê destê xwe danî bû ser, vê hişt ku dewleta Rûsiyê sîwanekê ji van deskeftan re çê bike û yên serbazî sîwana wan Asatana ye ku di jêr vê sîwanê de deverên kêmkirina şer avakirin, lê arasteya serbazî tenê ne bes bû ji bo parastina van destkeftan lewma Rûsiyê berê asrasteyeke siyasî, lewma Kongreya Diyaloga Niştîmanî hate holê ji aliyê Rûsiya ve. Omer Şibilî wiha derbarê vê mijarê de got : Hebûna her kongrek ji bo çareserkirina krîza Sûriyê di vê demê de gelekî giring e, lê divê ew kongir hertim di berjewendiya gelê Sûriyê de bin , ne di berjewendiya welatên herêmê û yên zulhêz de bin mina Emerîka û Rûsiya û Tirkiyê de. www.pdk-s.com


Çileyê Paşîn / 15 - 1 - 2018

www.pdk-s.com

Kurdistan-Hejmar (117)

3

Şêrê Barzan

Gulal KasanîQamişlo

-Bi Hezarên km an di çol û çiyayên Kurdistan re, birrîn daku li vir bêjeyekê yan berekê biçinî û li wir aliyekî din belavokeke Azad belavke, li ser koh û zinaran bang bide, Azadî hilbû û wê hilba ..û wê baran bi xunavî bibare da şîrmij di hêlanên aramiyê de, bi rehetî razin. -Bi sê hezar ti�ingên "berno" bejna çiyayên dastanî yên ku bi şalên cangoriyan xwe dipêçe, û bi hilma

azadî henaseya kelmend bi palpişta kevir û latên Kasî û mîtaniyan bo xaka pîroz cangoriyan bi rehetî razêne. Ba û bahozên qerimî çem û ava Zabê derbas dikin, laş û gewdên wan him, li ber serma û qerimiya avan û ji meterisiya piştevaniyê dilerize, lê bi him him a werekî û kelmend sawa tirsê li ser mijank û xalên rûçikan vedimalin. Berzanî Dîroekeke dastanî ye, ne tenê ji netewa Kurdistan re lê bo navçeyên herêmê tevî, çîrok û çîvanokên şevên zivistanan ber germahiya sêgoşên arê dihatin hêlan. Bejina koh û deştan û xwezaya bi heşîn û lalan, bi sîbera mêraniya Siwarê bergerê gorbihişt çêkroxê efsana jiyangeriya bagera azadiyê, û bi rim rima simê hespa kihêl û hîr hîra şeyê resin, doza kurdan mîna spîndarekê her bilind dibe, û roja serxwebûnê dihila. Navên Berzanî, Qazî,

Mehmûd He�îd û Qasmilo her yek ji van navan teybeteke xwedanî heye di bandora xwe de li ser akama nifşên dûv hev, her yek ji wan bûye yarimeke bingehî di gewdê xweparêz û xweragera dîrokî de, û her yek jî bûye �indek bo ronîkirina xaçerêkên tarîtiya jiyana binedst û her yek ji wan bûye tîrêvek bo daxwiyana rêka xebat û têkoşînê bo parastin ji rêçalên xur . Berzanî di sê saliya

xwe de rûpelên dîrokê terxand, dema dîwarên zindanê ew li gel dayka wî ya berxwedêr himêzkir, ev û bendkirina Birayê wî Ebdilselam bibûn hêmanên tekziya canê berxwedêriyê di damarê laşê wî bi şeqepêlî digere. Berzanî di şîlavka dayka xwe de bû, dema ku li gerdûn ma sêwî ji bav lê bû xwedanê, dozeke mezin herî mezin, ji qeyd û bendan berxwedanî wergirt, bihina azadiyê li ber pozê wî dixe ji dema zarokatiya xwe de..Berzanî

bû rêbaz ji Miliyonan re bo dastanek di rûpela dîroka kurdî ya nûjen de.. bû ronîdarek ji hezarên pêşmergan re ku cangor in, bo welatê xwe. Ew ala ku Berzanî Şêrê mezin ragira bû, li esîmanê pirra prra wê li ber babû, na keve, na şike..dest ji destan digre li goh û deştan cardî digere..Ew messûdê Berzanî Ala serxwebûnê bideste li welatekî ji bajarekî diçe welatekî û bajarekî din.

Azadî bi dergihê sor bihişta siwara Komirek pereng e, ar e. Dikel e na vemire..gel xilmaşa nêçîrvan Hev disincirînin bizot Tîn didin ..revîn didin Li kotek bi gef in Xwîna kulîlkan ji bin latan hiltîne..dilîlîne Bi qoş û beza şeyê resen deman dihêre.. Dikudîne.. Azadî .. Piştê dide felekê Ji tarîtiyê ronî da�irîne.. Azadî..Azad

Diyardeya " Berdanê " di civaka Kurdî de

Raid MihemedHewlêr

Di her civakekê de yan li ba her ol û ayînekî de , rewşa Berdanê heye di nav hevseriyê de nav bera mêr û jinê de, li civaka me ya kurdî bi taybetî li Rojavayê kurdistanê ku bi piranî Misilman in , û gorî baweriya wan ku Diyardeya Berdanê Helal e lê pir Şerm e û xelk li wan kesê hatî berdan bi nerîneke pir nexweş dinerin , ji ber vê yekê astengî tên pêşiya wan bi taybetî Jin , lê tê zanîn ku rêjeya vê diyardeyê pir kêm bû berî sala 2011an ku rewşa ewlehiyê baş

bû û Asayîşa Rojavayê kurdistanê pir hebû , lê piştî ku şoreş li Rojavayê kurdistanê û li Sûriya hate vêxistin û rewşa ewlehiyê têk çû û xirabû , rêjeya berdanê pir bû , û dema mirov li sedemên zêdebûnê bigere wê sersorman û matmayî bibe ji ber ku sedem pir in û tevlîhevin , em karin bêjin kurdên me yên Rojavayê kurdistanê li çar deverên serekî belav bûne , yekem ew beşê mezin in ew li Rojavayê kurdistanê mane , duwem nêzîkî 200 hezar penaber li Başûrê kurdistanê ku 85 hezar di nav 9 kampên penaberan dijîn û nêzîkî 115 hezar kes li Bajêr û bajarokên Başûr dimênin , Beşê Siyemîn ew jî nêzîkî 200 hezar kes in û li Bakurê Kurdistanê dijin , û beşek li Dewletên Ewropî dijin bi taybetî li Elmaniya , bi vê pêla koçberiyê xelk hatin guhertin û li pêrgî Civakên nû bûn , ku derfetên nû vebûn û bi taybetî Jin ku bihtir mafê xwe nas kir lê hejmarek ji wan bi rengekî xirab bi kar anîn , ku ji bo Jinê

mûçe hate terxankirin ji rexê dewletên Ewropî û kesatiya Jinê hate diyarîkirin û hin ji wan dixwestin serbixwe bibin , piştî ku ji Adat û Eşîre û Êl û Civaka xwe ya paşketî xilas bûn dixwestin ji hevjînê xwe jî xilas bibin û cuda bibin , lê ji rexekî dî ve ku xiyaneta hevjîniyê yan Xiniziya Hevjîniyê dibe sedemekî mezin ji berdanê , û ev yek diyar dibe dema ku civak wunda dibe û belav dibe di kirîzan de ku girêdanên komelayetî sist dibin û kêşe û aloziyên mezin peyda dibin nexasim di kampên penaberan de dema taybetmendiya kesayetî kêm dibe û hejmarek ji xelkên nenas bi hev re dijin , ji rexekî dî ve rêjeya bêkariyê

di nav karkeran de jî bû sedemeke giring ji bo Berdanê û Malxirakirinê , wiha tê xuyakirin ku Civaka me paş dikeve di warê Sirincê de û jin û mêr hevdû dixapînin û heger rê li beramberî wan tê girtin , çareseriya Berdanê bikar tînin û dev ji hev diberdin û her kesek rêyeke nû heldibjêre lê li vir Zarok dibin Qurbaniya vê biryarê , raste Berdan Helal e di ol û Ayînê de lê ew ya herî nexweşe li ba Xwedê weke ku wî di Qur'ana Pîroz de gotiye , wiha pêşeroja zarokan wunda dibe û dikeve di nav Leylaneke bê dawî , ku ji perwerdeya durist bê par dimînin ji bilî ku hejmarek ji wan zarokan ji xwendina Dibistanê bê par dimînin û hin ji wan dibin tawanbar di civakê

de ji ber ku bê desthilat mezin dibin , cihê mixabiniyê ye ku çîrokên Berdanê ku rojane rû didin û belav dibin ku pir dibin li van 6 salên dawî , çi li Ewropa û çi li Rojavayê kurdistanê yan nav penaberan li Başûrê Kurdistanê , ji bilî ku sedemeke metirsî heye û hayê tu kesî jê nîne ne rêxistin û ne civak û ne dê û bav , ew jî Hevjîna di temenekî piçûk de ku bihtir keçên 13 yan 14 salî dizewicînin û ji ber ku hîn ew keç ne gihaye di warê sîkolocî û derûnî û di warê cesdî de , û encamê vê yekê alozî û pirsgirêkên mezin û li dawiyê Berdan e , ev yek pir hate xuyakirin di nav Kampên Penaberên Rojavayê kurdistanê û gelek nimûne hene , lê

tu kes di vî warî de kar nake û heger rêxistin hebin jî li sere ser kar dikin û tu sûd jê nîne , ji ber ku malbat ser pêşeroja zarokên xwe ditirsin û wan zû dizewicînin lê nizanin ew kezeba xwe tavêjin nav dojehê mezin de , ji ber wiha pêwîste çi rêxistin û çi nivîskar û rewşenbîr û civaknas û kesên xwedî biryar haya wan ji vê xalê hebe û li ser kar bikin û Dayik û Bavan fêrbikin û çandeke baş dibin wan ku zarokên xwe di temenekî piçûk de nedin , ji bo zû li wan nevegerin , û pêwîste kurdên me yê li Ewropa ewê xwedanê derfetan ku vê yekê çareserbikin û li ser metirsiyê Berdanê rawestin , hêjaye were gotin ku kampeke Penaberên Rojavayê kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ku hejmara wan dighe 13 hezar kes ku zêdey 550 kes hevdû berdan , ev metirsiya herî mezin e û civak berv xirabûnê de ye .. www.pdk-s.com


Çileyê Paşîn / 15 - 1 - 2018

Çand û Huner

www.pdk-s.com

4

Jînengerî di wêjeya Kurdî de (2)

Idrîs HisoHewlêr Pirtûka Dr. Hiznî Haco, Pirtûk ji weşanên Avêstaye, sala 2007 belavbûye, ji 300 rûpelî bi tîpên hûr pêktê, herwiha nivîskar xwestiye bi riya çend wêneyan jî tekeziyê li wan zanyariyên ku di pirtûkê de hatine bike. Hiznî Haco ji malbata Haco ya navdare, li Tirbesipî ya rojavayê kurdsitanê li herêma Cizîrê di sala 1940 de ji dayik bûye û li wir mezin bûye, di pirtûka xwe de behsa jiyana xwe dike, dema ku Hiznî behsa jiyana xwe dike, em rastî gelek zaniyarî û nehêniyan tên. Hiznî destpêdike û ji me re dibêje bê wî çima ev pirtûk nivsandiye, û diyar dibe wî ev pirtûk nivisandiye ji ber hezkirina xwe ji zimanê xwe re, Hiznî wek erkê xwe didît ku bi zimanê xwe binvîse, ev jî waneyeke ji hemû xortên me re ku ew bi erkê xwe rabin û bi zimanê xwe binvîsin, wek bê çawa bi zimanên biyanî dizanin divê ew bi zimanê xwe jî binvîsin. “Sedemên ku hiştine ez rahêjim pênûsê û dest bi nivîsandina bîranînên xwe bikim, pir cudana ji sedemên ku hiştine kesên navdar wek Çêrçil, Dîgol…hd, dilketina min ya ji nişkêve ya zimanê kurdî ye.” Hizî pizîşk bû, lê bi erkê xwe dizanî ku bi zimanê xwe jî binvîse, di vî biwarî de mirov dikare bêje Hiznî ketiye bin bandora bizîşkê kurd ê herî navdar Dr. Na�iz, ta wê redeye ku dema Hiznî nexweşxaneyekê li Qamişlo dadimezrîne navê wê dike nexweşxaneya Na�iz ku heta niha ew nexweşxane bi vî navî li Qamişlo di xizmeta gelê Kurdsitanê de bi hemû pêkhateyên xwe. Hiznî hin sedemên din jî dide zanîn mirov dema pirtûkê bixwîne û wan nasbike. Mirov dikare vê pirtûkê dabeşî çend beşan bike Beşê Yekê: Di vî beşî de Hiznî behsa bûyerên

zaroktiya xwe dike, û tevî ew ji malek mezin wek mala Haco ye mirov dikre bi hesanî bizane ku hemû Kurdên deverê ku ew dever li Tirbesipyê ye ku bi xwe jî Hacoyê Sêyem ew girtiye û avakiriye, di heman rewşê de dijiyan û heman zehmetî didîtin, behsa dibistanê û şêweyê gelekî tund ji perwedeyê dike, dibe ku tê bîra gelekan ji me jî –destê xwe bilind bike û berê xwe bide dîwar û li ser lingekî biweste…, Haco behsa jiyana sade li gund dike, behsa melevaniyê di çemê Cerahê de dike herwiha behsa nêçîra balendiya û şevbêrikê li ber dengê mamê wî û tembûrê dike. Herwiha behsa tîbûna malbata wî û hemû malbatan ji xwendinê û bawernameyê dike, behsa serte�îka û bekeloriya dike bê cuqasî wê demê bi nirxbûn. Ji aliyekî din ve behsa taybetmendiya Tirbesipiyê dike, ku deverek biçûke û têde Kurdên Êzidî, Xiristiyan û Musliman bi aramî dijîn, ev yek jî di nav hoza Hevêrkan de meşhûr û naskiriye, ta wê radeye ku alîkarên Haco Axa yek Êzdî û yek jî Xiristiyan bû. Ji aliyekî din ve em di vî beşî de rola mala Haco di ware xebata jibo mafê kurd jî dikarin bixwînin, malbata Haco ku ser bi îmareta Botan vebûn û xewna kurdistanek serbixwe ji ber çavên wan nediçû û tiştê ji destê wan hat dikirin, herwiha berê zarwên xwe didan xwendina nû wek deriyekî ji bo azadiya kurdan. Ji bilî nirxandina nerînên Cegerxwîn derbarê malbata Haco Axa û hin bûyerên deverê wek şerê Dêrûna Qulinga(26.06.1956) di navbera xelkên wê deverê û cendirmeyên dewlaeta Tirkiyê de, mirov dikare rewşa ragehandin û medaya kurdî ku wê demê zor lawazbû bixwîne, dema ku ew behsa wê yekê dike bê çawa malbata wî yekemîn car radiyoyekî tînin deverê û ew radiyo dibe alava herî girînig ku xelkên deverê bi riya wê nûçeyên xebat û şoreşa kurdên başûr bi riya radiyoya Dengê Kurdistana Iraqê bibhîzin. Di vî beşî de tê diyarkirin bê heta zemenekî nedûr

kurd dûrî tiknolojiya nû bûn, dema hinek ji xelkê dibêjin ma çawa ev koma hesin dikare biaxive, “Helbet tebayek di wê radiyoyl de heye an jî mala Haco sihir anîne mala xwe.” Doxa qedexe ku mirov, ajel û hemû giyanwer têde di welatê xwe dijiyan tîne ber çavê mirov “Leşkerên Tirkiyê ji ker û golikan re jî yên xwe li xeta sînor didan digotin biwestin biwestin biwestin…piştre �îşekên tivingên xwe arasteyî wan dikirin û ew dikuştin.” Xwendina li Libananê: Li ser daxwaza apê xwe Hesen, di sala 1955 de Hiznî berê xwe dide libinanê, ev yek jî bîrweriya mezinên mala Haco tîne ber çav. Li American College li Zehlê bawernameya xwendina navîn werdigre û piştre jî du salan li Behmedûnê jî dixwîne, di salên li Libnanê de gelek derî li pêşiya Hiznî vedibin. Jibilî ku ew xwe bi xwendina pirtûkên dîrokî û rojnameyên libnanî mijûl dike, ew Ismet Şerîf Wanlî jî nasdike û di riya wî re pêwendiyên wî bi Komeleya Xwendevanên Kurd li Ewropa(Wanlî û 18 hevalên xwe di sala 1956 de ew damezirandin) re çêdibe. Di riya Ismet re Hiznî çend kesayetiyên Kurd li Libnanê dinase, ya girîn ewe ku mirov bi riya bîranînên Hiznî rûpelê li ser rewşa Kurdên Libnanê nasdike, û xuya dibe ku rewşa kurdên Libnanê ne kêmî rewşa Kurdên welat bû ji du bendî û cehalata ku hîna Kurd têdebûn. Mirov nasdike ku ji ber nehevgirtina kurdan ji salên 60 ve heta niha beşê herî mezin ji kurdan bê nasnameya libnanî mane, helbet hin sedemên din jî hene. Behmdûn wek hûn dizanin ev nav di dîroka Kurdistan û kurdan navekî bi wate ye. Çûna ber bi Ewropa ve Di payiza 1962 de, Hiznî berê xwe dide Ewropa, lê berî wê divabû Hiznî Salekê li Şamê bixwîne li peymangeha Gote ya Elmanî, di wê sala li Şamê de jî rastî gelek kesayetiyên navdar ên kurd tê mîna Nûredîn Zaza. Li Ewropa mîna her welatiyekî kurdperwer Hiznî jibilî xwendina xwe tevlî bizava rizgariya gelê

xwe dibe û dibe endamê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropa û xebata xwe di nav de dike xebatek dilsozane û bi gelek çalakiyan radibe û jiber xebata xwe rastî bassiyên şo�înî hat, yek ji bûyerên wî ew e ku wî û xortekî bassî iraqî li hevdane, dema Hiznî vê çîrokê ji me re vedighêze mîna ku bêje maf heger hêza madî di destê xwedanê wî de nebin jî li hêza baweriyê dê biserkeve. Ji aliyekî din ve em di vî beşî de dibînin bê çawa piştî bûyerên 66 û hilgirtina alîgirên pîlotbîroya PDKê li dijî Barzanî bialîkariya Bexda wê demê mîna tevgera siyasî li welat li Ewropa jî Komeleya Xwendevanan dibe du beş û beşê herî bi hêz bi Barzanî re dimîne, di vî beşî de navê gelek kesayetiyên navdar têne xwendin niha ew li sere deselata Başûrê Kurdistanê ne. Di sala 1970 û piştî Hiznî diploma bizîşkiyê bidestdixe, dixwaze vegere kurdsitana azad piştî peymana 11 Adarê, lê jiber ku balyozxaneya Sûriyê pasporta wî nûnekirin jiber xebara wî, ew bi alîkariya PDKê tê Kurdistanê, balyozxaneya Sûriyê dijatiya xwendevanên kurd ên ku tevlî xebatê dibûn dikr, ta radeya ku ji hinan ji wan nasnamejî dikişandin. Hiznî li Bexda çavên wî bi serkirdeyên Rojavayê Kurdistanê dikeve mîna Hemîdê Hac Derwêşû Reşîdê Hemo, Selahbedredîn û Mihemed Neyo… Bedredîn û Neyo basikê çep bûn û Derwêş û Hemo jî yê rastbûn. Mana wan a wê demê li Bexda jibo bestina kongireyekî yekgirtinê û hin tiştên din bû.hikûmeta Sûriyê bi hemû hewldanên xwe xwestine Hiznî ji karê welatparêziyê dûrbixin, heta rehmetiyê Slih Yûsi�î ku wê demê li Bexda wezîrbû daxwaz ji balyozê Sûriyê dike jibo nûkirina pasporta Hiznî lê. Yek ji balkêştirîn wêneyên ku Hiznî jibo me dibêje ew e ku rewşenbîr û xwendevanên kurd bi piraniya xwe bizmanê dewletê diaxi�in, dibêje “Dema ez gihştim Hewlêrê min dît li xwaringeha mamosteyan mamosteyên kurd bi Erebî diaxi�in”

li Amedê jî ez rastê vê diyardeya dilxelok hatim. Di vî beşî de Hiznî behsa xalekê girîng dike ku heta niha jî di xebata jibo azadiya kurdistanê de ew jî xala hunerê ye û bitaybet sînema, dema behsa Kemal Cemîl Seydo dike ku derhênerî dixwend û dixwest �ilman li ser kurdan çêbike, lê daxwazên wî bicînehatin. Herwiha em dikarin bixwînin bê çawa piraniya endamên ppolîtbîroya PDKê bibû rêberî beramber baregehê Barzanî lê piraniya gelê Kurdsitanê dîsa ma bi Barzanî re ma. Bê guman yek ji taltirîn bûyerên ku mirov rastî wê tê di vê pirtûkê de, terorkirina Seîd Elçî ye serokê PDKê Tirkiyê, mixabin Seîd Elçî bi destê hevalekî xwe di xebatê de ku navê wî Dr. Şivan e tê kuştin, û piştre jî Şivan bi fermana serkiradeytiya şoreşê tê kuştin. Ji bilî behskirina rewşa siyasî li başûr ku Hiznî ji nêzîk ve ew dişopand ligel karê xwe yê pizîşkî, mirov dikre rewşa xirab yaw ê demê ji aliyê xizmetguzariyên tendurûstî, nbûna rewşenbîriya tendurûstî, lawazbûna tevgera siyasî û azadîxwaza kurdî di biwarên civakî û rewşenbîrî de û belkî mirov niha jî heman pirsgirêkê dibîne … mixabin. Ji aliyekî din ve çend wêneyên ronî ku hêviyê di hindirê mirov de diçinin dixwîne, mîna neştergiriyên ku Hiznî wan bi kêmtirîn alavên pizîşkî pêktîne û biserdikeve. Têkçûna pêwendiyên di navbera Bexda û Kurdistanê de û hewldanên jinavbirina Barzanî û piştre ku bi peymana ixanet û zordestiyê bi dawî dibe û sores tê rawestandin û koçberiya ber bi Rojhilatê ve û zehmetiyên jiyanê di bin deselata SAVAK ên Îranê de beşekî ji van bîranînên Hiznî Haco ne. Piştî ku jiyan nema bi wan re li rojhilatê Kurdsitanê nema diqede Hiznî û çend hevalên xwe biryarê distînin ku xwe careke dikin bighînin ewropa, bi riyên qaçax û zor zehmet xwe li sînoran didin û carekek din xwe dighînin

Elmanya, li Sûriyê, Tirkiyê û Îranê mirov dikare bixwîne bê mirovê kurd di çi rewşek xirabdebû û herdem di bin gefa girtin û lêdanê de bû. Di Nîsana 1977 keçama wî Gulşa dighê Elmanya û di 20 Gulanê de Hiznî Gulşa diguhêze û jiyanek nû destpêdike. Li Elmanya careke din Hiznî ligel xwendina xwe nêzîkî tevgera rizgarîxwaza kurdistanê dibe lê vê care bi PKKê re, tevî ku Hiznî nabe endamê vê partiyê li ew li gorî soza xwe derdikeve û ticarî xwe ji xizmeta şervanekî kurd nade alî û bi şev û roj piştî ku vedgere welat birînadarên gerîla dermandike û bi dizî li nexweşxaneya xwe yak u bi navê Nexweşxaneya Na�iz li Qamişlo dadimezrîne, tevî vê yekê gelek bele jî anîn sere wî. Carek din Hiznî derbeder dibe: Ji ber gefên istixbarat û sîxurên dewleta Tirkiyê ku li Hiznî û welatparêzên kurd dikirin, êdî li gorî ku Hiznî bo me vedughêze, em dizanin ku jiyana wî û zarokên wî dikeve metirsiyê û eger çêdibe ku ew were kuştin heta wê redeye ku bi tenê nema diçû nexweşxaneya xwe, lewma di 31 temûza 1995 û piştî ku malbata wî �işrek mezin lê kirin berê xwe didie Siwêdê, li wir jî piştî vê xebata mezin rastî gefan û raportên sîxuran tê, bi kêferatek mezin xwe ji destê polîsên Siwêdê rizgardike û berê xwe dide Nerwîc û li wir piştî ku rê lê tengdibin di kampekê de dijî. Hiznî pirtûka xwe bi bûyera girtina serokê PKKê bidawî dike. Û rexeneyekê mezin li tevgera kurdî dike ku ew di xebata di ber ziman de ne çalakin û qîmetê vî aliyê xebatê berbiçav nagrin û mîna mîrê kurdayetiyê mîr Celadet Bedirxan dibêje: Çawa mirov dikare çend zimanên diyê bizanibe û bi zimanê xwe nexwîne û nenivîsîne. Dibêje jî: “Heger tevgera kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xebata xwe jibo ziman kur nekin êdî û hilandina beşekî mezin ji kurdên bakur misoger bibe.” www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.