Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Kurdistan-Hejmar (118)
Sibat / 1 - 2 - 2018
Efrîn ji kareseteke mirovî biparêzin
www.pdk-s.com
Henan Ebdo-Heleb
Digel berdewamiya topbaran û bombebarana artêşa Tirkiyê li ser bajarê Efrînê, hejmareke mezin ya welatiyên wê deverê koçberî gund û deverên
ewle dibin, û ew koçber di rewşeke dijwar û zehmetde dijîn û gelek ji wan di nava şikeftan de dimînin ji ber tirsa topbaranê. Piraniya wan koçberan jin û
zarok in û pêwîstiya wan bi pêdawistiyên rojane heye, û rewşa seqayê ya sar jî dihêle ku nexweşî di navazarokan de belavbibe. Koçberek ji bajarokê Cindirêsê
dibêje ku mala wî bi temamî hatiye wêrankirin ji encama topbaranê û ew û zarokên xwe li Efrînê li cem kes û karên xwe dijîn û dazanîn ku xelkê koçberbi
hewceyî alîkariyê ne. Koçberekî din yê Herêma Efrînê wiha derbarê vê mijarê de got: Ez ji Raco reviya me ku gelek top li dvera me dikevin û niha ez li taxa
Eşre�iyê ya Helebê dimînin, lê dema em hatin rejîma Esed astengî ji me re çê kirin.
www.pdk-s.com
2
Sibat / 1 - 2 - 2018
Kurdistan-Hejmar (118)
www.pdk-s.com
Efrîn bû bazara dewletên mezin, û sivîl qurbaniyên şer in Raid Mihemed - Hewlêr Di 19ê meha derbasbûyî de Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Nûr-Elddîn Canîklî ragihand ku wê artêşa dewleta Tirkiy dê oparasyoneke leşkerî li ser Efrîna Rojavayê Kurdistanêbike, û di 20ê mehê de serokê dewleta Tirkiyê Erdogan destpêka vê operasyonê ragihand, ku navê wê kir " Şaxa Zeytûnê " ku nêzîkî 25 hezar ji çekdarên opozîsyona Sûrî pêk tê ew jî ji çekdarên Mertala Feratê ne, û hejmarek ji penaberên Sûrî yên ku li Tirkiyê dimînin, ji bilî beşdarbûna artêşa Tirkiyê bi rokêt û tang û top û �irokeyên şer li dijî Efrînê, ku heya anha hejmareke ne diyarkirî ji sivîlan baca vî şerî dane û bûne qurbanî ji ber ku herêma Çiyayê Kurmênc ji 4 salan hatiye dorpêçîkirin, di derbarê vê êrîşê de Rojnameya Kurdistan nerîn û helwestên hejmarek ji siyasetmedar û rewşenbîr û çalakvan û medyakar wergit, û wiha nerînên xwe anîne ziman, nivîskar û siyasetmedar Luqman Silêman ku xwedan ezmûneke dirêj e di warê çanda Kurdî de wiha nerîna xwe got : Ez bawer im êrîşa li ser Efrînê ne dûr e ji êrîşa ku li ser Kerkûkê hate kirin, kêm zêde wek hev tên. Ji xwe Tirkiyê tiştekî bi navê Kurdan napejirîne, me dît çawa li dijî refrandoma Herêma Kurdistanê bi hemî hêza xwe li dij derket û tiştê ji destê wê hat bi şûnde neda. Ez bawer im em tev dizanin, ji ber Tirk ne ji niha ve, dibêjin em tiştekî bi navê Kurdan napejirînin ta ku li Başûrê Efrîqya be, lewma her digot ez napejirînim Kurd tiştekî li ser sînorê min ava bikin, bi çi rengî be, lê Rûsan jî dixwest vê helwesta Tirkan ji xwe re bikar bibînin, dibe ku karibin wan hinekî ji Nato dûr bixin, û ji rexê din ve di rêya Tirkan re wan hêzên
Luqman Silêman çekdar himbêz bikin û wan bibin Kongreya Soçî û Minbic jî bidin rejîma Sûriyê, lê ew nebe.Ji ber ku Rûs bi hemî hêza xwe ya çekdarî li ser erdê û hêza xwe ya dîplomasî dilive da kongira Soçî biser bikeve, lewma pêşî ji PYDê xwest ku Efrîn radestî rejîma Sûrî bike, da ku Tirkan razî bike, lê PYDê xwesteka Rûsya ne pejirand. Rûsya xwesteka Erdogan bi çî anî, jê re got; hûn derbasî Efrînê bibin, da pozê Kurda were şikandin wek li Başûr hate şikadin li gor nerîna wan. Ji rexê din ve ew hêzên bi Tirkan re berê xwe dane Efrînê, ji rexekî ve bê îrade ne, û ji rexê din ve dijminê Kurda ne. Ez bawer im di rewşeke wiha ya herî giring yekîtiya Kurda ye. Ji aliyê xwe ve nivîskar û çalakvanê siyasî yê Yemenî Enwer El-birêhî
@Enwer ElMbirêhî
wiha li ser vê mijarê got: Mixabin dewletên Ereb bêdeng mane derheqê vê êrîşê, ku sivîl bacê didin, û dewletên Erebî bi vê êrîşê re ne, û banga min ji hemî aliyên Kurdî ku bibin yek, û ez xweş bawer im ku Itîlafa Sûrî û dewleta Tirk tu cudahî naxin navbera Kurda de û nabêjin ev baş e û ev pîs e ji ber ku hemî dibin xwedî yek helwest derbarê mafê Kurda, û li gorî nerîna min, ev tişta çê dibe li Efrînê planeke di navbera Tirkiyê û Rûsiyê de ye ji rexekî û Emerêka ji rexekî din ve. Mihemed Se'dûn Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê ji Rojnameya Kurdistan re got: Em wek Kurd li ser xaka xwe ya dîrokî dijîn , lê dewletên zilhêz em dabeş kirin di navbera çar dewletên dagîrker de, û ev dewlet xwedî yek helwest in bi regeznetewî û
Mihemed Se'dûn
misilmantiyê û bi kîneke mezin li ser gelê Kurd, û rêjîmên wan çendî dûrî hev bin û dijî hev bin, lê doza Kurdî wan dide hev û dixwazin her ronahiyekê vemirînin ku ji aliyekî Kurdistanê derkeve, û derbarê pirsa we ser destêwerdana Tirkiyê li ser Efrînê ew dixwazin hêviyên me Kurdan vemirînin li her deverê, û tê zanîn ku ya tê binavkirin rêveberiya xweser dûrî Kurdayetiyê ye ji ber ku ew desthilatê dike bi navê rêveberiya Bakurê Sûriya û ne bi navê Kurdî ye, û devera Kurdî vala kir , Ji ber ku dema PYDê dever ji rêjîmê stand ew jî helbet bi radestkirnê , wê demê de dewleta Tirkiyê gelê xwe dijî vê rêveberiyê han da, û got ku ew bi PKKê ne .Lê PYDê şaşîtî kirin mîna derbasbûna nav bajarên ne Kurdî wek Tepqa, Dêrazorê,
wiha kîna berê li cem beşek ji Ereban derxist bi aliyê Kurdan ve , û dema wêneyên Ocelan hildan li wan deveran derfet da Tirkiyê ku bazirganiyê pê bike, û gelê Tirk dijî Kurda han bide, û bide xuyakirin di nav dewletê cîhanê ku ev hêz beşek ji PKKê ye, ya ku ev zêdeyî 30 salî şerê wan dike. Dema şerê DAIŞê li Sûriya bidawî dibe , Tirkiyê alava xwe ya cengî amade kir li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Efrînê û paşmayên regeznetewî û Tirkman hatin kişandin ji çeperên şer bi rêjîma Sûriyê re ji bo Idlib were radest kirin ji bo rêjîmê , û ev leşker ku bi navê artêşa azad hatin ku bi kînin şerê Kurdan bi peymaneke nav bera Rûs û Emerîkiyan bikin. Kurd du beş in "ENKS û TevDem " û hevalbendên wan û hemî hewildan ne
gihiştine serî ku bibin yek helwêst, lê mixabin em ji wêneyên dîrokê sûd nagirin , ew wêna ku dibêja "hemî rikberiya navxweyî dirawiste li beramberî êrîşên jiderve " lê wiha jî PYDê rijde ser siyaseta xwe ya yek tekalî û şerê aliyên dike bi hemî şêweyan û pêwîst e girtiyan berde û vegere peymana Duhokê û leşkerekî Kurdî were damezrandin ji Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê û ji YPG ji bo berevaniyê ji xaka Kurdistana Sûriyê nikin li gorî vê peymanê , lê mixabin PYDê bangî hemî kesî kir jibilî Pêşmergeyên Rojava di dema şerê Kobanî û anha jî dev ji erkê xwe diberde û daxwaza Ne�îra giştî dike, lê qebûl nake ku bi hezarên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê yên hatina rahênankirin ku derbas bibin û alîkariya birayê xwe bikin , ji ber wiha pêwîst e ENKS ê tevgereke siyasî bike di nava dewletên zilhêz de ji bo destwedana Tirkî bide xuyakirin, û li gel Opozosîyona Sûriyê kar bike ji bo kesên hatina kirîn di nav vê dijberiyê de bidin xuyakirin . www.pdk-s.com
Sibat / 1 - 2 - 2018
www.pdk-s.com
Kurdistan-Hejmar (118)
3
Efrînê bi tenê nehêlin Êrîşa ku berî çend rojan destpê kiriye li ser Herêma Kurdaxê ango Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji hêla Dewleta Tirkî ve dengvedanek li pey xwe hişt li nav Kurdên Rojava. Bi Gelemperî helwestên xelkî digel rewestandina şerî bûn û li dijî biryara Tirkiyê rawestiyan, lê di nav wan dengan de hin deng hebûn ji vir û li wir gotara xinizî û tometkirina bêserûber bi kar anîn û dûr ji mentiq û şîroveyên siyasî. Helbet ez ne siyasetmedar im û ez ji tektîkên şerî jî
Fener HemedoHewlêr
fêm nakim, lê ez tiştine din baş fêm dikim; Ez fêm dikim ku Efrîn jî wek Kerkûkê ye, û ew jî herêmeke Kurdistanê ye . bi rastî ez matmayî me ku hinek Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji bo Kerkûkê helwestên xwe zelal kirin û ji bo Efrînê bêdeng man! Berî demeke nêkîz "Diyarbekiriyan" ji ber birayên xwe yên misilman ên Filistînê û ji bo bajarê Qudsê Amed hejandin, lê ji ber "Qereçiyên gawir" li Efrînê ker û lal bûn. Ev kesên bêdeng bi
kêfa xwe ne bi biwarê derbirîna nerînên xwe de û nerîna min çiqasî ji ya wan cida be jî ez dikarim rêzê ji wan re bigirim eger ez bikaribim ji wan
fêm bikim. lê bi Elim! Bi Xwedê! ez nikarim ji van Kurdan fêm bikim, hema ji Kurdistanîbûna Efrînê aciz bibin! bi kêmanî helwestekê ji
bo sivîlan bidin. Ma bû çi!? Dilovanî ji bo şehîd û qurbaniyan û Sersaxî ji bo kesûkarên wan!
Li Serêkaniyê kî diziya mal û dikanan dike? KurdistanHîşam EhmedSerêkaniyê Hin çalakvanên bajarê Serêkaniyê endamên rêxistina ciwanên şoreşger ya ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ve tometbar dikin ku hejmarek dikanên zêr û guhertina pereyan li wî bajarî berya çend rojan dizîne. Çalakvanekî ragihandibû ku wan dizekan çerxên kehrebê ku dengê wan gelekî bilind e bikar anîbûn da ku xeznê wan dikanan vekin,
û dazanîn ku tevahiya dikanan di yek demê de hatine dizîn û nave wan dikanan ev in:Dikana Xalid Eyo-Dikana EbûdêDikana Welîd- dikana Ibrahîm Mikrî- Dikana Ibrahîm Mele Derwêş ku karê zêrkeriyê dikir. Li gor wî jêderî di şeva bûyerê otombîlên ser bi Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê li kolanên bazarê hatin dîtin, herwiha hat zanîn di dema derbasbûyî de li heman bajarî derdora 17 mal û dikanên bazirganiyê yên alîgirên ENKSê hatine dizîn û dozen derbarê vê bûyerê de jî bê encam derketin
û ti kes jî derbarê doze de nehate girtin û li dijî kesên nediyar hatin tomarkirin. Li gor heman çalakvanan ew mal û dikanên ku hatine dizîn ev in, Mistefa Kinco, Celal IbrahîmEla Ehmed Bêzê- Mîro Dîwanî, ku ew hejmareke mezin ya pere û zêran û madeyên bazirganiyê ji wan cihan hatine dizîn û ti kes jî bi vê keysê nehatiye tomarkirin, û wan dizan jî alavên nû di dizya van malan de bikar anîne û ti kes jî bi wan hest nebûye. Li gor wan çalakvanan piraniya van dikanan beramber baregeheke sereke
ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ye li navenda bazarê , û niha zerker û xwedanên dikanan ne zêr û ne pereyên xwe li dikanan dihêlin û ligel xwe dibine malê, li gor zanyariyan niha xelkê deverê rastî
diziya pez û dewaran jî tên, û bi dehan halet jî rûdane. Çalakvanekî din ji bajarê Serêkaniyê ji Rojnameya Kurdistan re got;her kes dizane ku dizê bajarji nav bajar e û ti kes ji derve nehatiye û berpirsê sereke di ber
vê diziyê de Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê û çekdarên ser bi wê ve ne ji ber ew xwe li deverê dike desthilat,lewma divê çareseriyek ji vê pirsê rewere dîtin.
Li Hewlêrê bo zarokên penaber yên sêwî ahengek birêve çû Kurdistan- Arî Mihemed Bi merema çandina girnejiyê li ser lêvên xemgîn , û ji bo avdana dara hêviyê û xwedîkirina omîdan li ba zarokên penaber yên Rojavayê kurdistanê yên bê dê û bav, rêxistina Hîtma ya geşepeydana çandinî û civakî û bi palpiştiya komeleya Azadî li hanoverê û komeleya Dara mirada li mûnşinê û alîkariya çalakvana sivîl Mîdya Mehmûd û D. Salar osman , ahingeke hunerî û kêfxweşî lidarxistin , di nav ahingê de gelek ditarî li zarokan belav
bûn , bi deşdarbûna hejmarek ji malbatan , di vê ahingê de Hunermendê komîdî (mihdî serê kaniyê ) ku bi navê TERÎŞKO tê naskirin roleke mezin lîst di riya xwendina pêkenokan û çîrokên bi sûn û bi armanc , li gel awazên xweş ji saza Hunermend bavê Çiya , û helbestên xweş yê helbestvan Bavê Talaz , di vê ahingê de mamoste Mihemed Şerîf ji Rojnameya Kurdistan re got : mebesta me ji vê Ahingê ku hinek kêfxweşî bikeve nav dilê van zarokan de , bi taybetî ku ev zarok
ji bilî ku penaber in ew bê Dayik û bav in jî , û em hêvîdar in ku armana me çû serî û ez spasiya her kesekî ku bi me re beşdar bû , Tê zanî ku 9 kampên penaberan Rojavayê kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hene, têde nêzîkî 85 heza kes dirûnin ji bilî nêzîkî 120 hezar penaber li bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê hene di nav wan de hejmarek ji zarokên bê dê û bav hene ku baceya herî mezin dane û bûne qurbaniya van kirîzan. www.pdk-s.com
Sibat / 1 - 2 - 2018
Çand û Huner
www.pdk-s.com
4
Şêweyekî nû di nava peykersaziyê de Kurdistan- Gulal KasanîQamişlo "Dema ku em dibêjin huner di Kurdî de, bala me bi ser tiştekî ciwankar û jankêş ve dikşîne, çiku Kurd bi xwîna ku di damarên gewdê wan de degre, bi hizir û ramanên ku di bîr û hoşa wan de meyî ye, Hemû ji şehar, hêrikên çiya ne, ji ta û temtêlên guliyên zap û Dujlayê hûnane, bi qebqeba Kewên ribat tabloyên xwe bi awazan dayîna semayê, Ji hejarî û berxwedêriya bê westan xam, amûr û alavên rengan mîna rehwana şeyê resen di nava xwezay re dibezîne". *Tu dikarî xwe ji xwîneran re bidî nasîn? - Ez ji bajarê Hesekê me, xwendina min zimanê Erebî û Frensî ye , îşê ez pê roja xwe diqedînim karê dibistanê ye, ez mamosteyê zman im. Ji sala 2000 an de min Pêşangeh pêşkêş kirne pirê wan li Cizîrê ne, û ya dawî li Hola Unisko li Beyrûtê bû. *Tu wek hunermendekî di şêwekariyê de dixebtî û bi stîleke nûjen hunera xwe li pêş dixî, tu ji kîjan dibstanê werdigirî? Her dibstaneke şêwekariyê, xwedî pîvanek cuda ye, û carcaran şêwekar ji dibistanê derdikeve dixebite di yeka din de, carna du dibistanan bi hevre dixwîne bi wan nîgara xwe dîmen dike, û carna jî wêne li gorî zagona dibistanê xwe
dihûne . Bo min bêhtirî karê min Tecrîd û Munîtşerê rojhilatîne. Û ji hela peykerî _ nehit _ ez karekî wek rewşa nûjen diyardikim ji mayînên şer û cek, ji bişkokên êlêktirîk û êlêktronîk ên avêtî. * Emmar Mûsa : Bandora kî ji hunermendan li te hebû û te xwe ji çarçoveya bandorê parastiye yan na? _ Çendî xwendin �ireh be, zanîn bêhtir dibe, her şêwekarekî cîhanî xwedî bandoreke taybet heye,ji Van Gox fêrî sebir û zehmetkêşiyan bû me, ji Selvador Dalî ez fêrî melevaniya dûrbûn û neynika xewnan bû me, û li bal Ferşêciyan min sirr û raza rengên xor, rok û rojên dît, ez ketim nav neyên bilûr û periyên so�iyan. Û ji Umerê Hemdî min zalal bûna rewrewk û aso wek xweştirîn dîmen çavêt min lê ket. Di dawî de şêwekar dadikeve nav bayê civatê û li gorî xwe, sema wêneyê dihêre. *Hunermend Emmar çi rengan pitir bikartîne, û çi reng bala wî pirtirîn dikişîne? _Di kultûra miletan de heye stran,awaz, ûçîrok , heye cil, caw û berg. Wusa em karin bêjin reng jî kultûr e,hin miletên olî dîlên rengê reş in û hin êsîrên gewr in, Û hin dever di bandora rengê derya yan de pêldibin,...... Li welatê rokê tîrên germ, sor û zer ji ezman dipijiqin ser xakê, şînkayî û bexçeyan vedijîne. Rengên tabloyên min rengê
dergeh, pencere, jûr, dawet, û kiras û xeftanên Kurdî ne. *Welat, civak, û koçberî hêlîna xwe li ser çuqliyên dara hunera te çêkirine ? - Berî behara rojhilata" şewitî", hestê mirov û civakê pêlewanên wêneyên bûn. Lê kocberi, destên ji hev qutkirî, şer û cenk, kavil û şarên nîv vala ew iro bûne destikê destarê wêneyê . Şêwekar nikare xwe ji xaka xwe cuda bike, êdî ev mijaran tim mêhvanê wêneyê Ne. * Hunera Kurdî gihiştiya çi astê, yan hîn li ber xwe dide da ku xwebigihîne radeyeke Cihanî? - Şêwekarê kurd hinga bi pîvanên dibistanê kar dike, dimîne xwedî hunerk mirovantî ji ber ku nameya wê wilo tê xwendin, û hinga reng û emzeya wêneyê ne eşkere be nayê zanîn ku ew şêwekar kurde yan na, divêt ku navê wî artîstî bê naskirin bo em bêjin ew berhem kurdî ye. Şêwekarê kurd gihiştiye astek gelkî bilind, lê di baweriya min de wî "artîstî art" û wêneyên kurdî bi xwere dernexistiye wê astê. Gelek caran, hema tû li wêneyê bi meyzîne tû dizanî ku ew wêne û hunermendê wê Îranî ne yan 'ereb in, Muxribî ne, Şamî ne, yan Tşînî ye. Lê a Kurdî ne gelkî eşkere ye. Lê di humbêza welêt xêz û rengê kurdî xweş xuya ye.
*Ji hunermendên Kurdan kiye bêtir bal a te dikişîne? - Persiv ne hesanî ye! Fatih ê Elmedres xwedî rîtmek taybet û xurt bû, tabloya wî dîrokî û mirovantî ye . Malva, Rengên wî teze û nazik in, carna jî xurt û harin. Birayê Gulal ez şêwekaran bi nav û reng nasdikn û ew nav misilmanî ne, edî ku ne dostanîk hebe ez nozan im bê kurdin ya 'ereb in. *Gotinke dawî tu karî çi ji Govara Welat re bêjî? _ Hestê şêwekarî hêviyek bi name ye, divêt ku bi rengan bêtin nivîsîn û bi hizrê bîneran re axaftinê bikin. Êdî govar kare hinkî bi erkê pêşangehê rabe, hin wêne û şîrovekirinê raxîne li ber xwendevanan. Ji ber ku pêşangeh ne tiştekî hesaniye, ku tablo û bîner di demeke xweş li cîhekî tekûz bi hevre bicivin, Ez hêviya serkeftinê bo Govara Welat re lava dikim da derbasî her pirtûxane û malan bibe.
Şivan Perwer stranek ser Efrîna rengîn çê kir Kurdistan-Bidûvçûn Hunermendê Kurd ê navdar Şivan Perwer ji bo Efrînê straneke taybet got. Perwer di strana xwe de dibêje: “Haya dinyayê jê nîne, li welatê min bû şîn e.” Şivan Perwer di starana xwe ya ji bo Efrînê de bal dikşîne ser şer û karesatên ku di van demên dawî de têne ser Kurdistan û neteweya Kurd û dibêje: “Haya dinyayê nîne, dîsa li welatê min bû şîn e, piştî Kobanî û Kerkûkê vê carê li Efrîn e. Efrîn e xweş Efrîn e, Efrîn bi tenê nemîne.” Strana Şivan Perwer di demekê de ye ku roja Şemiyê (202018-1-) artêşa Tirkiyê operasyoneke li dijî Efrînê da destpêkirin , û heta niha hejmarek welatî jiyana xwe jidest dane. www.pdk-s.com