120

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (120)

Adar / 1 - 3 - 2018

www.pdk-s.com

Efrîn

bûye qurbaniya rêkeftinan Henan Omer

Milîşyatên ser bi rejîma Esed ve ku bi Hêzên Gel yan Hêzên Şeibî tên naskirin, bi çend karwanan bi ala Beis û wêneyê Beşar Esed û piştî rêkeftina di navbera YPGê û rejîma Esed e,

derbasî nava herêma Efrînê bûn. Herwiha Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan û hin jêderên din ragihandin, ku piştî encamdana rêkeftinekê di navbera hêzên Esed û

YPGê de, hêzên Esed derbasî devera Til Rif'et bûn, ku 35Km dûrî bakurê Helebê ye û ala Sûryê li ser tevahiya avahiyên Hikûmî li wê deverê hat bilindkirin. Ev mijar karvedaneke

mezin li pey xwe anî, û bû cihê nerazîbûna civaka Kurdî. Mihemed Îsa wiha derbarê vê mijarê de dibêje xwîna şehîdên ku li wan deveran şehîd ketin bê sûnc û sebeb çû, û

divê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê baca vê yekê bide ji ber ku ew berpirsyar e. Ji aliyê xwe ve, Ehmed Xelef got: PYDê bazirganiyê bi xwîn û xaka gelê Kurd dike û divê

rûbirûbûna vê partiyê were kirin û xelk êdî ji dû vegerin. Efrîn bûye qurbana rêkeftinên PYDê, û wek çawa Efrîn xiste destê xwe dê wisa jî radestê rejîma Esed bike. www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.