Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Kurdistan-Hejmar (122)
Nîsan / 1 - 4 - 2018
www.pdk-s.com
Nehiştina vegera xelkê Efrînê tawan e Mehmûd Cuma - Stenbol
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê, û dezgehên ser bi wê ve nahêlin xelkê Efrînê yên ku ji ber şer koçber bûne vegerin ser mal û milkên xwe, û ev yek jî bûye cihê dilgiraniya çalakvan û xelkên wê deverê.
Hin çalakvan diyar dikin ku xelkê Efrînê tevî astengiyan, herwiha hebûna mîn û teqemeniyan, lê ew dixwazin vegerin gundên xwe û jiyana xwe berdewam bikin, lê ji aliyê çekdarên PYDê ve têne astengkirin. Herî
dawî hêzên rejîma Esed û hêzên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ve li rêbenda Ziyare li bakurê Helebê nehiştn hejmareke mezin ya malbatan vegerin gundên xwe, û gule jî berda wan û di encam de
hejmarek welatî birîndar bûn. Welatiyekî Efrînê di nameyekê de ku li ser torên civakî hatiye belavkirin wiha dibêje:Bila guhê we li min be, hevlaê me em talan û gulebarankirin da ku em venegerin malên
xwe, bi sedan makîne anku otomobîl ji wan standine, gelo em DAIŞ in, heger ev şer bi artêşa azad re kiribana wê halê me ne ev hal ba. Mihemed Ehmed jî dibêje:Nehiştina vegera xelkê Efrînê ji bo gundê xwe bi
xwe tawaneke dijî mirovahiyê, dê ev yek demogra�iya deverê biguhere, divê xelkê Efrînê tevî astengiyan jî vegerin malên xwe da ku jiyana xwe ya nû rêkbixin û ti kes mal û mlkên wan ji xwe re nebe. www.pdk-s.com
2
Nîsan / 1 - 4 - 2018
Kurdistan-Hejmar (122)
www.pdk-s.com
Pêşeroja Emerîka li Kurdistana Sûriyê
Gulal KasanîQamişlo Rola Emerîkî di paşeroja Kurdistana Sûriyê de Emerîka bi xurtî derbasî nava kirîza Sûriyayê bû, nemaze piştî ku rêxistina Da'işê bû hêztrîn laye di serê navxweyî de çi li Iraqê û çi li Sûriyayê. Dema ku kirîza Sûriyayê gihişte qonaxa herî herî bilind û gelek aliyên herêmî dikarîbûn xwe bigihênin rêzên
çekdar; mîna Turkiya, û Qeter ji aliyekî ve bo komên çeldar yên hemereng û Îran bo danpêdana rêjîma Sûriyê ji aliyekî din ve hêza Da'şê bihtirîn xurtbû ji ber ku ew welatane xwestin ku para wan di Sûriya paşeroj de hebe her aliyek ji wan serê werîs bi ser xwe ve dikişand; ev bû sedema ku Da'şê gelek jêderên wê yên darayî û mirovanî çêbûn û rê li pêşiya wê dihatvekirin; li Iraqê bo Kurdan ev hêz dihat xurtkirin daku niyaza Kudan bo avakirina welatekî serbixwe û bi sînorê xwe yê cigira�î bidest xîne piştî ku rola herêma Kurdistanê di civaka navdewletî de geş bibû, ji ber weha Hikûmeta Malkî lli Iraqê û bi navtêdana Turkiya û Iranê serî ji rêxistina Daiişê re berdan.
Li Sûriyayê jî, dema ku aliyên Kurdî xwe ji karê çekdarî dan paş û xwe bi çareseriya aştiyane girtin lê bi mercê ku ti hêzên çekdar derbasî herêmên Kurdî nebin û bi damizrandine Destaya Bilind û birêvebirine herêma Kurdî ew hêzên ku ji aliyê Turkiyayê bi piştvan û danpêdan bûn, bi xurtî hewldan ku derbasî herêmên Kurdî bibin lê her li hember hêzên kurdî dişekestin û wekî em dizanin ew bûyer li ber çavên welatên navnetewî çêdibûn bêyî ku ti kar bibe lê piştî hevbendî navdewletî çêbû di Şerê Kobanê de Emerîkayayê bû hêztirîn welat rola xwe lîst dema ku ji herêma Kurdistanê barehilgirên çekan derbasî Kurdistana Sûriyayê kiribûn û bibû sedema Ku Pêşmerge jî
hevkariya Hêzên YPGê kirin li navçeya Kobanê dijî Daiişê. Emerîkayê lihevkirineke leşekerî bi YPGê re kirin bo şerê Daiişê û wek ku hate xwiyakirin û ew esmanê nakokiyan li ber çavan zelal bû ku ti lihevkirinê siyasî nebûn tenê ji bo şerê Daiişê bû; ev şaşiya Kurdan e ya herî mezin e, ku di hemi qonaxên dîrokê rde xwe radestî hevkarên xwe dikin û pişta xwe vekirî ji dijminên xwe re dihêlin. Emerîkayê ji destpêka şerê navxweyî bi destên "Ixwan Muslimîn" girt lê ew aliya bi dewleta Turkî ve bi palpişt bûn ji ber weha ti sûda ji wan negirt di qonaxa şerê Dai'şê de; Emerîkayê ji Kurdan pêve nedît ku lingê xwe di herêmê de bi çesipîne ji loma Kurd kirin heval bendên yên leşkerî tenê di sere dijî
Daiişê de û Daiiş bixwe dibûhat avakirin û zindî kirin bo ku ew wlatane derbasî xaka Sûriyayê bibin û para xwe têde biçesipînin. Ji vê şirovê tête xwiyakirin ku rola Emerîkî bo Kurdan tenê ta çespandineina berjewendiyên xwe li herêmê pêk bîne . Ertêşa Iraqê û çekdarên Heşda Şe'da derbasî bajarên Kurdî û bi tayîbet Kerkûkê bûn bêyî ku Emerîkayê ti bertekan bide bervajî vê yekê rihiniya kesek da wê ertêşê ligel wê yekê Emerîkayê û Rûsiyayê erê dan Turkan ku derbasî Efrînê bibin û wekî em dizanin gelek dîdar di navbera Emerîkayê û Turkiyayê anha dibin bo pirsa minbcê; Tê wê wateyê ku Emererîka di kîjan demê de berjewndiyê xwe yên
herêmî pîk bîne dê ji Rohilatê çemê feratê xwe vekişne ji ber sedemek e hesan; Turkiyayê hêza Duyemîne di hevbendiya Nato de, ji wiha Emerîka ticarî destên xwe ji Turkiyayê ya ku li ser tixûbê Rûsiyayê ye nabire; Turkiya gelek pellikên �işarê hene ku di qonaxa dawî de dijî Emerîkayê bikar bîne ew �işara herî dawî gîrêbesta bi Rûsan re li kirîna Mûşekên S-400 . Emerîka piştî Kerkûkê û Efrînê ti hêvî ji Kurdan re nehiştin jiber weha divêt ku aliyên Kurdî bi yek helwestê li xwe vegerin û têkiliyîên xwe bi welatên herêmê re xweş bikin dê baştir be.
Şewata zindana Hesekê xaleke reş e di dîroka rejîma Esed e Kurdistan-Bidûvçûn Zindana Hesekê, roja 24 Adara sala 1993AN hatibû şewitandin û di encamê de 61 kes hatibûne kuştin, 25 ji wan Kurd bûn. Zindan di sala Yekîtiya Misir û Sûriyê de ji bo 200 girtiyan hatibû avakirin, lê hikûmeta Sûriyê 700 gitrî xistinû wê zindanê. Girtiyên di ketin zindana Hesêkê wekî hemû zindanên rêjîma Bassê rastî heqaret û kiryarên dijmirovahî yên rayedarên zindanê dihatin. Ji ber ku girtiyên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hemû dianîn vir, pêkanînên cuda jî li dijî girtiyan dihatin meşandin. Di zindanê de girtiyên siyasî û edlî di nav hevde dihatin girtin, di nava koguşan de nakokî dihatin çêkirin û bi riya sîxurên
di nava girtiyan de girtî li dijî hev dihatin derxistin. Komkujiya zindana Hesekê jî di encama van pêkanîna de hate pêkanîn. Di 24'ê Adara 1993'yan saet di 18.00'an zindan hate şewitandin û komkujî pêk hat. Di komkujiyê de 25 ji wan kurd bi giştî 61 girtiyan jiyana xwe jidest dan. Şewata ku di koguşa 2'yemîn de derket, di
encama plana di navbera rayedarên zindanê û hin girtiyên edlî de pêk hatibû. Li gorî agahiyên ku şahidên bûyerê dane, beriya şewatê rayedarên zindanê bi hinceta, "Êdî gaz nayê zindanê" li koguşan gaz belav kir. Girtiyan jî şûşeyên gazê li koguşan bicîh kirin. Piştî demekê jî girtiyên ku ji rayedarên zindanê re sîxurtî dikirin, agir
bi koguşê xistin û ji ber madeya gazê agir zû gûr bû. Dengê girtiyan bilind bû, lê rayedaran deriyê zindanê venekirin. Girtiyê bi navê Qehreman Elî ji koguşa 3'yemîn êrîşî leşkerê ku kilît pêre ye kir û derî vekir. Girtî ji ber agir reviyan lê ji ber ku koguş pir dirêj bû û agir gur bibû, girtiyan nikarîbûn ji koguşê derkevin. Di encamê de
61 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 100 girtî jî birîndar bûn. Her wiha hêzên rêjîmê piştî şewatê, bi îdîa ku şewat derxistine, 4 girtî bidarve kirin. Yek ji şahidên bûyerê di girtîgeha Hesekê de bû, derbarê wê rojê de ev tişt gotin: ''Şewate zindanê ji ber nêzîkatiyên rayedarên zindanê yên
şaş û dijmirovahî pêk hat. Heger polîs û rayedarên zindanê bi karê xwe rabibana wê zindan neşewitiya.''Herwiha şahidekî din yê bûyerê got ku şewtandina zindanê ji ber sedemên nijadperstî bû, û di wê demê de çar kesên bê guneh hatin bidarvekirin di demekê de ku tawanbarên sereke nehatine sizakirin û heta niha jî serbest in, rejîma Esed jî dixwest bi vê kiryara qirêj pêkhateyên bajarê Hesekê lihev bixe. welatiyekî din jî got destê jineke xiristiyan di nava vê bûyerê de hebû ku dixwest tola xwe ji hin kesan hilîne, di encama vê bûyera xemgîn de bi dehan Kurdên Hesekê bê xwedî û semyan man.
www.pdk-s.com
Nîsan / 1 - 4 - 2018
Kurdistan-Hejmar (122)
Li Domîz 100 darên zeytûnan hatin çandin
Tîrêj
www.pdk-s.com
3
di serdema xwe de şoreşek bû
Raid Mihemed -Domîz
Kurdistan-Bidûvçûn
Ji ber ku Dara Zeytûnê dareke pîroz e di kiltûra gelek gelan de û di piraniya olan de jî , û ji ber ku ev dar sembola azadî û Aştiyê y , û dema pêxember Nûh di gemya xwe de bû û çavê xwe li zeviyekî digeran, kevoka aştiyê rastî wî hat û şaxa Zeytûnê di devê wê de bû, lewra Zeytûn bû Semboleke pir buha û hêja , ji ber vê yekê û ji ber bone û helkeftên me yên Kurdî pir in di meha Adarê de çi bi xweşî çi bi nexweşî , bi taybetî roja 14ê Adarê ku roja jidayikbûna Bavê Rewanî yê gelê kurd BARZANIYÊ nemir , û roja 12ê Adarê ku roja Serhildana Qamişlo ye û 16ê Adarê Roja kîmiyabarana Helebçe ye ..htd ji ber vê yekê di êvara Newroza me di 20 Adarê2018z de , hevalên partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya beşdar bûn li gel hejmarek ji xelkên kampa Domîzê bi taybetî zarok û Şagirtên dibistanê bi çandina , Nêzîkî 100 Darên Zeytûna ku li kolanên kampê û li pêşya malan hatin çandin, Ev yek cihê dilxweşiya penaberên kampa Domîzê bû û zarok pir kêfxweş bûn ku ew beşdar bûn , "Hîna Mihemed" ku Şagirta polê 3 pir dilxweş bû û got :" ez Dara Zeytûnê diçînim ez û hevalê xwe , wê ev dar mezin bibe û wê berheman bide me û kampa me wê xweş bibe . Di derbarê vî karî de penaberek bi navê (Bavê Ciwan) ku ew li kampê dimîne ji Rojnameya me re got :" bi rastî ev karekî pîroz e , ku di şeva Newrozê darê Zeytûnan bêne çendin ji ber ku Semboleke pir hêja ye di dîroka me de , ez ji dil spasiya wan kesê ku bi vî karî rabûn , Bajarê Efrînê her di dil de dimîne , û hêvîdarim di demeke nêzîk de were rizgarîkirin ". Ji rexê xwe ve Endamê komîta Navendî ya Pdk-s birêz Hacî Kalo got :" em di xizmeta miletê xwe de ne , çi kar ji me were xwestin em amade ne , ev kar pir baş e , û rê li pêşiya her kesekî vekiriye , em her tim alîkarin " ji alîkî dî ve Endamekî Pdk-s li ku beşdar bû di çandina Daran ji me re got :" me Darên Zeytûnan li hejmarek ji Kolanên Kampa Domîzê çandin , her wiha li ser Goristana Pakrewanên me yê Pêşmergeyên Rojavayê kurdistanê li Goristana Şaxikê li Duhokê me çandin , ji ber dara Zeytûnê Sembola Aşîtiyê û Azadiyê ye û ya Bajarê Efrînê ye jî , em Spasiya Hunermend Zuher Derwîş dikin ku ev Dar ji me re Dabîn kirin , ku helkeftên me di Adarê de pir in û Rojbûna Barzaniyê nemir dibe Rojek ji rojên Dîrokî di Jiyana me di ku xwedê Barzanî da me " hêjaye were gotin , ku Hunermendê kurd yê Bajarê Qamişlo Şêwekar û Nîgarkêş "Zuher Derwîş " ku li Bajarê Mûnşinê li Elmaniya Dimêne , ev Darên Zeytûnan dabîn kirin , û Name ew e ku rewşa keskatiyê li kurdistanê zêde bibe , û xelkê me fêrî çanda çandina Daran bibe , ne bi tenê di helkeftan û boneyan de , lê belê di her demî de , ji bo deverên me ji seqa û Etmosfêra Biyabanî û aranê rizgar bibin û keskatî welatê me Kurdistan bixemlîne .
Di 23'ê adara sala 2002'an de, helbestvanê navdav ê kurd Seydayê Tîrêj jiyana xwe ji dest da. Tîrêj ku navê wî yê rastî Nayif e, di sala 1923'an de li gundê Nicîmê yê ser bi parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê. Gava ew dibe 6 salî, bavê wî mala xwe bar dike û li gundê Sêmitikê bi cî dibin. Tîrêj li wê derê û li cem mela Birahîmê Golî, Qur'anê û çend pirtûkên olî dixwîne. Wek gelek helbestvanên kurd, ew jî li dibistana olî dest bi xwendin û nivîsandinê dike. Tîrêj, di sala 1937'an de hatiye bajarê Amûdê û li wê derê têkiliyên wî bi helbestvanên mezin ên wek; Cigerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar û Nûredîn Zaza xurt bûye. Tîrêj bi wan re xebata niştimanperwerî kiriye û wek gelek welatperwer û ronakbîrên Kurda, seydayê Tîrêj jî di nava civata Xoybûnê de cihê xwe girtiye. Ligel nivîsandina helbest û çîrokan têkoşînek ramyarî jî meşandiye. Di sala 1952'an de bi destê hêzên ewlekariyê tê girtin û dîwanek ji helbestên wî yên ne belavbûyî tê talan kirin. Ew ji neçarî demek dirêj xwe li nav Erebên Cibûran diparêze. Di sala 1973'an de berê xwe dide bajarê Hesekê û li wir bi cî dibe, heta ku diçe ser dilovaniya xwedê. Seyda, hevaltî bi tu rêxistin û partiyan re nekir. Kurdekî serbixwe bû. Tîrêj xwediyê 4 dîwanên çapkirî û 3 dîwanên neçapkirî ye.
Serhildan Fêsel Ismaîl Hora hora dengê gelê min Bêhna Azadiyê kir Di dîwarê azadiyê gelê min derî vekir Li Hewlêrê paytextê gelê min hikûmet çêkir Li ser serê serayê Ala rengîn bilind kir Lehya Dicle û Feratê gerş û gemar li ber xwe bir Bire ser serê dijmina li Kendavê vala kir Li Qamişlo gelê min serî rakir Qîrek da gelê Kurdistan, Kurdistan tev şiyar kir Dengê qîrê da Dêrikê, Dêrika Hemko ji bin de rakir Dengê qîrê lê vegerya da Amûdê, li Amûda bavê Mihemed pûtê mezin xira kir Wir va herim Dirbêsiyê hey hewara ji maldara Va tolê du hezar û çara dibêjin ji malê xwa emê avakin tiştê ku Kurda xira kir Wir va herim Serêkaniyê mala Paşê va pêşwara xwîna xweyî sor bo Kurda kirine diyara Vegerim ez li Hisiça Pêxwasê wir hatin kuştin di bin bara Derbas bim ez li Kobanê eşîrê wir tev bûna şêr komek ji şehîd û birîndara Derbas bim ez li Efrînê, hey Efrînê xwîn serine, tijî wek Qamişloka avînê xwînê bo Kurda dirijînê Derbas bim Ez li Helebê li şêx Meqsud, na wella ezê herim paytexta Sûrî li serê taxê li Zorava, Ala Kurdî û Emerîkî xweş diyara Dengê qîrê da Ewropa her bajarkî parçek jê bir, ji bo Serhildana Kurda her bajarkî serhildanek çêkir.
www.pdk-s.com
Nîsan / 1 - 4 - 2018
Çand û Huner
www.pdk-s.com
4
Romana Hovîtiya Bê Dawî derket, û êş û derdên Kurdan têde cih digre niqom bibe û ji dur û mirwarîyên wê yên pirbiha hevokên ciwan û pirraman vehûne. Lewra ez dibêjim zimanê Kurdî zimanek başe ji romanê re lê pêdiviya romana Kurdî bi melevanek çeleng heye daku gewheran ji binê derya derxîne û bike didestê xwendevanê xwe de.
Kurdistan- Soz XelîlHewlêr Romana "Hovîtiya Bê Dawî" derket, nivîskarê wê Rêwan Mîranî ku di vê hevpeyvînê de zanyariyên zêdetir derbarê vê romanê de tînin ziman. *Em dixwazin tu li ser naveroka romana xwe ji me re biaxivî? Romana "Hovîtiya Bê Dawî" romanek rasteqîne û ji rastiyeke tehl zaye, êşa miletekî hejar têde hatiye ziman, hemî girîn, qêrîn û şînî ye. Despêka romanê de hevokek hatiye wiha dibêje: "Mirov tawanên xwe bi navê Xwedê dikin, lê Xwedê ji wan û tawanên wan pakij e” wateya vê hevokê peywendiyek qayim bi naveroka romanê re heye, û her kesê bixwînî wê baş di wê peywendiyê de bighê. Ev roman ji du beşan pêk hatiye. Beşê yekem bi Çerxê Kevnar hatiye binav kirin, babeta wê jî girêdayî dîroka sedeya şazdê ye, anku destpêkirina xelafeta Osmanî li ser cîhana Islamî de, vêca ji wî çerxî hovîtî destpê dike. Fermanên kuştin û talankirinê di serê miletê Kurd e têne kirin û hemî bi kartêkirina olî. Kurd dibin du beş rexek xwe bi Islama Sunî ve girê dide û rexê din jî xwe bi Islama Şîe ve, heta di şerê Çaldêranê 1514an de cangawerên Kurd têne kuştin, axa Kurdan tê dabeşkirin dinavbera Sefewî û Osmaniyan de û heta roja îro jî neviyên wan cengawerên Kurd nikarîne xwe li ser pêyên xwe bigrin. Dûv re fermanên Kurdên Êzîdî têne kirin ji aliyê Osmaniyan ve da ku xwe li pêş cîhana Islamî pak bikin, û xwe wek cihgirên Xwedê bidin naskirin
û bahweriya xelkê bi xwe qayîm bikin. Ev babetek ne fantazyaye hindî ye, ev rastiyeke dîrokî ye hemî çavkaniyên dîrokî vê yekê didin xuya kirin û tekez kirine. Xala herî giring ji bo min keysa miletê Kurd e yê ku bi dirêjahiya dîrokê de tê xapamdin bi navê olê û roman baş vê babetê zelal dike. Tirk, Faris û Ereban ol ji bo armancên xwe yên taybet bikar anîn, xwe pê kirin xwedî dewlet, ax û welat û her bi rêya olê xaka Kurdistanê dagîr kirine, ev ji aliyekê ve û ji aliyê din ve neyekbûna miletê Kurd e, ku mîrnişînên Kurdan alîkariya hev nekirine dijî dijminan heta yek bi yek ketin û ev babete baş di romanê de xuya dibe. Beşê duyem ji romanê bi navê Çerxê nû ye, behsa berdewamiya hovîtiyek kevnar dike, û ka çewa ew hovîtiye ji dîrokê dizê û xwe nû dike bi rêka hatina çekdarên reşpoşên DAIŞ û talankirina mal û samanên Kurdên Êzîdî û revandina jinan û destdirêjîkirina li ser wan û kirîn û �irotina bi wan hatî kirin li bazaran. Her dîsan bi palpiştiya hindek aliyan ku roman behsa wan dike. Ev tawan hemî bi şêweyekî jîndî hatin kirin û li pêş cîhaneke bîner, mirovên xwedî hest û bîr tûşî şok û birînên kûr dike. Lê bê dengiyê em bêhtir kuştin. Peyamên roman dixwaze bigehîne ku eger miletek ji bo azadiya xwe kar neke ew milet wê tim bindest bimîne, dîrok
xwe nû nake, lê gemje heman çewtiyan dikin. * Navê romanê Hovîtiya Bê Dawî ye, gelo çima te ev nav hilbijart? Di bahwerîya min de “Dualism” di naxê mirovan de heye, aliyek jê pake û xwe bi hêza mehrîbaniyê ve girê dide, û aliyê din jî hovîtî û hêza pîsatiyê ye, vêca ka kî ji van herdu hêzan di naxê mirovî de zal dibe di ser ya bin de, mirov dibe ew hêze. Bi mixabinî ve em dibînin îro li seranserî cîhanê hovîtî zale. Ji çerxê kevnarê romanê ve û heta çerxê nû yê hovîtiyê berdewam kiriye, kuştin û talan kirin hebûye, destdirêjî kirine ser jinan, xapandin û diziya serwet û samanên hejaran bi navê olê.. htd, lewre navê romanê Hovitiya Bê Dawî ye. Ez di wê bawerê de me her çende ku naxwazim bêjim lê ev rastiyeke û divê bêhête gotin ku hovîtî wê her berdewam be hindî ku mirov mabin. Ya herî min dêşîne di serdema niha de ev komkujî û bêbextiya li Kurdan tê kirin û bi taybetî bûyerên niha yên bajarê Efrînê û li pêş çavên cîhan û gelên xwe bi demokratî û mafên mirovan dide naskirin. Rastî cihê mixabiniyê ye, lewra navnîşana Hovitiya Bê Dawî xwe li romanê kiriye xwedî, ka çewa niha xwe li jiyana me jî dike xwedî. *Te hin helbest di nava romana xwe de bikar
anîne, gelo sedema vê yekê çi ye, û çima ev helbest? Helbest beşek ji jiyana min e, û ez heta radeyekê pêve girêdayî me. Min xwestiye helbest jî bibe beşek ji romanê ji ber ku di nerîna min de roman bi xwe jî helbest e. Helbest helgirê peyamekê ye ku nêzîkê dil û hestên mirovî ye, eger xweş be mirov pê dilxweş dibe, eger bi êş jî be mirov pir pê xemgîn dibe, lewra helbestê cihê xwe di romanê de girtiye û xwestiye peyamên zelal bigehîne, hest û bîrên xwendevanan û ez hêvîdar im ku ew peyam geheştibin. *Wek tê zanîn romana bi Zimanê Kurdî di vî serdemê de kêm tê xwendin, nivîsandina ji vê romanê re bi zimanê dayikê dikare çi nameyê bighîne? Zimanê Kurdî zimanekî pak û xweş e, her çende kawdan û helûmercên pir dijwar bi ser de derbas bûne û rastî gelek şikestinan bûye, lê di vî serdema îro de ez dibêjim hîna zimanê me xurt e û xwe li hemberî cîhangeriyê girtiye û wê her xwe bigre dema ku nivîsîn û xwendin bi vî zimanî berdewam bin. Bo min zimanê min yê dayikê wate zimanê Kurdî gelek nêzîkî hest û bîrên min in, her çende ez dikarim bi hindek zimanên din jî xwendin û nivîsandinê bikim, lê Zimanê Kurdî li bal min nerxtire û ne kêmî ti zimanên din e. Dibe kêm bê xwandin
lê ez geşbînim ku roj bi roj xwendevanê wê zêde dibin. Ew nameya dixwazim bigehînim ewe ku: Ez wek Kurd heme, zimanê min heye, ezê her bimînim. *Di romana te derfeta berdewamiya nivîsandina hin beşên din heye, ji ber ku te dawî nedaye hovîtiyê, gelo tiştekî wiha di bala te heye? Heta îro min biryar derbarê vê pirsê de nedaye, lê ev bûyerên xemgîn û bi êşên îro di serê miletê Kurd re derbas dibin, bêhtir pal didin ku ez berdewamiyê bidim beşekî din ji vê romanê. *Bi giştî emê dûrî romana te bikevin, tu nivîsandina romana bi Zimanê Kurdî çawa dibînî? Zimanê Kurdî zimanek dewlemend e û eger em dinava zimanên cîranê xwe de ji Tirk, Faris û Ereban bigerin emê bibînin ku wan gelek peyvên Kurdî bikar anîne dinav zimanên xwe de, û ev babeteke nayê veşartin. Cihê serferaziyê ye ku zimanê Kurdî kariye bi dirêjahiya dîrokê heta roja îro xwe li ser pêyên xwe bigre û jinav neçe, her çende bi hezarên salan e gelek hewildan ji aliyê neyaran ve tê kirin ku vî zimanî jinav bibin. Eger mirov bixwaze û hezkirin li cem wî hebe wê bikare di binê derya zimanê kurdî de
* Ti berhemên te yên din hene jibilî vê romanê? Belê, min dîwanek helbestan heye, bi navê ( Banê Nêrgizan) û ez niha li ser kar dikim daku bê çapkirin û bikeve destê xwendevan û hezkerên helbesta Kurdî de, herwisa ez li ser romanek din kar dikim lê naxwazim niha li ser biaxivim ji ber ku gelek kar têde maye. Ya giring ew e ez dixwazim bêjim ku niha viyanek mezin li cem min heye, min pal dide ji bo ez berdewam bim, û xizmeta çand û zimanê xwe bikim hindî ku min şiyan hebin û hindî dil û bîr jîndar bin.
Rêwan kî ye: Di sala 1990ê de ez jidayîkbûm. Piştî derbasbûn bi kawdanên sextên jiyanê re min karî bû xwendina seretayî û amadeyî temam bikim. Di sala 2010an de min bawernama dîploma di warê kargêriyê de ji peymangeha teknîkî Zaxo bidest xwe ve bînim, herwisa di sala 2014an de min bawernama yasa_qanûnê ji zanîngeha Libnanî -Ferensî li Hewlêrê bidest xwe ve anî , û ji wî çaxî ve jibilî karê nivîsandinê ez wek parêzer kar dikim.
www.pdk-s.com