Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Kurdistan-Hejmar (123)
Nîsan / 15 - 4 - 2018
www.pdk-s.com
Divê bi her awayî Efrîn di destê xelkê wê de be Omran Ehmed-Stenbol
Piştî ku bajarê Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û hêzên ser bi wê ve hate kontrolkirin, Encêmeneke sivîl li wî bajarî hate avakirin ku 11 endam jê Kurd in, herwiha serokê wê
jî Kurd e. Herwiha li bajarokên din yên ser bi Efrînê ve jî Encûmên sivîl hatine avakirin û ku endamên wê dibêjin di demeke nêzîk de dê çekdarên artêşa azad ji navabajaran derkevin. Derbarê vê
mijarê de welatiyekî bajarê Efrînê ji rojnameya Kurdistan re got: "Divê bi her awayekî be Efrîn ji destê neyaran derkeve û xelkê Efrînê zû vegerin malên xwe da ku şûna wan vala nemîne û
ti kes vê yekê istixlal neke û nekeve şûna wan de, avakirina vê encûmenê tiştekî ne xerab e ji ber ku heta radeyekê Efrînê rizgar dike, û divê Kurdên di nava vê encûmenê de baş kar bikin da ku rewşê
vegerînin mîna berê". i aliyê xwe Ehmed Seed got: Ew kesê ku encûmenê bi xiyanetê binav dike, bila çareseriyekê ji vê pirsê re deyne, gelo pirs ew e Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD çi anî serê me,ku
heta niha hejmarek ji welatiyên Efrînê li cem wan girtî ne, jibilî komkujiyan, avakirina encûmenê gaveke baş e û divê bi cidî kar li ser bê kirin da ku bikaribin xelkê vegerînin ser mal û milkên wan. www.pdk-s.com