Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Kurdistan-Hejmar (124)
Gulan / 1 - 5 - 2018
www.pdk-s.com
Mana hêzên hevpeymanan ji hatina hêzên Erebî baştir û çêtir e Omer Cuma- Qamişlo
Ev demeke behsa vekişandina hêzên Emerîkî ji Rojavayê Kurdistanê tê kirin, herwiha bicihkirina hêzên Erebî li vê deverê, lê ev yek bû cihê gengeşeyê li cem welatiyên Rojavayê
Kurdistanê. Berya niha jî fermandarekî çekdarên PYDê got ku heta niha ti biryar bi vekişandina hêzên Emerîka ji Sûriyê tuneye, lê ev mijar ji aliyê hikûmeta Emerîkayê ve tê gotûbêjkirin
û hin welatên di hevpeymaniya navdewletî de amade ne hêzên xwe bişînin Sûriyê. Eger welatên ereb hêz şandin, em dê hevkariyê li gel wan bikin.Herwiha li aliyekî din Ferensa jî hêzên xwe li rojhilatê
Çemê Feratê zêde dike. Welatiyekî bajarê Qamişlo derbarê vê mijarê de wiha dibêje:” Bi nerîna min hêzên hevpeymanan bi serkêşiya Emerîka li deverên me bimînin wê gelekî baştir
be ji ber ku egera hatina hêzên Erebî dê nakokî rû bidin û ihtîmala ew hêz Ereban li deverê xurt bikin”. Mihemed Eslan jî dibêje: Mana Emerîka ji bo aramiya wê deverê gelekî baş e, û divê
Kurd hewil bidin bi her awayekî Emerîka razî bikin ku venekişe ji ber ku dê vekişandina wan hêzan zirarê bighîne deverê û dê Tirkiyê jî derbas bibe”. www.pdk-s.com
2
Gulan / 1 - 5 - 2018
Kurdistan-Hejmar (124)
www.pdk-s.com
Rojnamegeriya Kurdî, astengî û kêmanî
Raid MihemedHewlêr
Di dîroka miletan de , Ragihandin û Rojname roleke serekî lîstin , bi taybetî di Şoreş û raperînan de û serxwebûna welatan , û peydankirina geşepeydana Civakî û siyasî û Aborî û komelayetî ..htd Lê dema em berê xwe bidin Rojnamegeriya Kurdî li seranserê Kurdistanê , em pir kêmayî dibînin , dibe ku heta anha dewleta kurdî ne hatiye damezrandin , û serxwebûn bi dest nexistiye , nexasim ku yekemîn Rojnamegeriya Kurdî derkete jiyanê û hate çapkirin , Rojnameya KURDISTAN bû ya ku nerînên cuda hene di dîrok û cihê derketina wê de heye , ji ber ku
Mamoste û Dîrokzanê kurdî navdar Mihemed Emîn Zekî di pertûka xwe de dibêje ku Rojnameya Kurdistanê li bajarê Istenbolê derket sala 1879 li ser destê Midhet bêk neviyê Bedirxan bêk , û dema ku ew nexweş ket , birayê wî Ebd-elrehman bêk ji wî ev kar wergirt û li Qahîra Welatê Misrê bi rêve bir , lê ji rexê xwe ve , Nivîskar Selman Osman yê naskirî bi Konê Reş di pertûka xwe de “Mîr Celadet Bedirxan , dibêje di rûpela 26an de , : sala 1898an li welatê Mesrê Rojname derxistin binavê “ Kurdistan “ û hejmarên mezin ji wê li Kurdistanê belav dibûn di rêya Sûriya de , û Konê Reş têne ziman ku Rewşen Bedirxan dibêje ku ev Rojname di dest pêkê de li Istenbolê hate çapkirin , û roleke Emîn Alî Bedirxan hebû di derketina wê de , lê dîroka fermî ya ku kurd li seranserê Kurdistanê bi roja Rojnamegeriya Kurdî ahing dikin û tênin pîra xwe , roja 22 Nîsanê sala 1898an, û tê gotin ku “ Miqdad Midhet Bedirxan” damezrênerê serekî ye û ew xwediyê moleta fermî ye ji Rojnameya Kurdistan re ya ku li Qahira derdiket , ya ku her nîv meh derdiket , ji ber ku ji hejmara 1 heta 5 li
Qahîra bû û ji hejmara 6 heta 19 li Cinêva Siwêsra derket bû, û hejmara 20 heta 23 vegeriya Qahîra Misrê û 24 li Lendinê bû û ji 25an heta 29an li bajarê Folkiston li başûrî Birîtaniya hate çapkirin , piştre li Cinêva Siwêsra hejmara 30 - 31 derket , û di 14 Nîsana 1902an Rojnameya Kurdistan rawestiya , ya ku ji 4 rûpelan bû û bi kurdî û Tirkî derdiket , ev yekemîn Rojnameya kurdî roleke mezin lîst di civaka kûrdî de , ku di wê demê de gelek milet li cîhanê bê Rojname bûn , ji ber vê yekê çi komele yan tevger yan civakeke kurdî dirabû ser piyan , rojnamek çapdikirin , ku dibû berdevkê wan , mîna Rojnameya “Roja kurd” ku berdevka komeleya Hêvî-Hêwa bû sala 19121914an , ku li Istenbolê ser destê Ebd-elkerîm Efendî derdiket , û Rojnameya “ Jîn “ sala 1919an ew jî li Istenbolê hate çapkirin ser destê Hemze û Memdûh Selîm Û kemal Fewzî , lê li welêt û bi taybetî li Bajarê Silêmaniyê hejmarên mezin ji Rojnameyên kurdî hatin çapkirin ji ber astê rewşenbîriyê yê herî mezin li vî bajarî , mîna Rojnameya “ Pêşkewtin “ ku yekemîn Rojnameya kurdî li Silêmaniyê hate
çapkirin , û Rojnameya Bangî Kurdistan sala 1922 ku li Bexdayê derket jî sala 1925an , ya ku Ferîq haj Mistefa Paşa bû , Rojnameya “ Roj Kurdistan “ ku xwediyê wê Mihemed Fewzî Efendî bû ku berdevkê hikûmeta Şêx Mehmûd Elhe�îd bû li Silêmaniyê sala 1923an de , û di wê demê de jî Rojnameya “ Bangî Heq “ li Silêmaniyê derket jî , ji bilî Rojnameya “ Omîdî Istiqlal slal 1924 ku bû Jiyan sala 1925an “ û Diyarî Kurdistan di wê salê de jî ku Salih Zekî Sahibqiran derxist û çapkir bi Kurdî û Erebî û Tirkî , û li Rewandozê Rojnameya “ Zarî Kurmancî” derket ji rexê Hisên Migiryanî , lê heger em berê xwe bidin Rojhilata Kurdistanê , em dibînin pir astengî hebûn ji bo derketin û çapkirina Rojnameyên kurdî , ji ber ku Hikûmeta Îranê û Şahê wê derfet ne didane kurdan , lê bi ser wiha jî Rojnameya “Nîştiman” li Mehabadê derket sala 1943an û Hawarî Nîştîman sala 1945an û yeke ji bo zarok û mendalan derket bi navê “ Girûgalê Mendalan” di sala 1945an , û li başûrî Kurdistanê Rojnameyên binavê partiyên wê deverê derketin ku dibûn berdevkê wan partî û tevgeran , mîna Rojnameya “ Azadî “ berdevka partiya Sosyalîst
li Kerkûkê sala 1959an, û Rojnameya Xebat ya ku binavê Rizgarî bû di dest pêkê de ku berdevka Partiya Demokrata Kurdistan bû ku sala 1959an derket û vê Rojnameyê roleke mezin lîst ser belakirina hestê neteweyî û Nûçeyên Şoreş û raperînên kurdî bi taybetî li Başûrê Kurdistanê , û tê zanîn ku Rojnameya Serxwebûn ya ku li Bakurê Kurdistanê ev rol lîst li gel yekemîn Rojnameya kurdî “ Azadiya Welat “ ya ku rojane tê çapkirin, lê kêmayia rojnamegeriya Kurdî ew bû ku tîpên çapkironê ne yek bûn û heya anha ne yek in , ji ber ku li Bakur û Li Rojavayê Kurdistanê bi tîpên Latînî tên çapkirin lê li Başûr û Rojhilata Kurdistanê bi tîpên Aramî ne , ji bilî ku Rojnameyên pispor di warê Saxlemiyê “Tenduristiyê” û Aborî û Werzişiyê û zarok û jin an pir kêm in , û partî û tevgerên kurdî rewşa nû bidest xweve ne anîne , bi taybetî ku Rojnameya Ilkitronî bûye serekî , û bileztirîn dem nûçeyan bar dike û belav dike , lê çihê mixabiniyê ye ku heta anha rojnameya Kurdî hîn di astekî teng de digere li ser bingeheke
partîbûnî yan kesayetî yan yek alî , ji ber vê yekê gelek hewldan. Hebûn ku sendîkeyên Rojnamevanan were damezirandin , ku van kêşe û aloziyên Rojnamegeriya Kurdî çareserbikin, lê hîn astengî pir in , û kêmayî zêde dibin, û xwendevanê kurd heta vê demê berê xwe dide Rojnameyên dagîrkeran çi Erebî yan Tirkî yan Farisî, û rojnamevanên kurd bi xwe bi zimanê “ Erebî yan Tirkî yan Farisî “ dinvîsin û guhdan bi zimanê zikmakî zimanê Kurdî nîne , ev yek dide xuyakirin ku kurdan ji 120 sala heta niha ji dema derketina yekemîn Rojnamegeriya Kurdî ku hate çapkirin , xwe li pêş ne xistine û gavên mezin ne dane di vî warî de, heta ku sala 1994an hat û yekemîn Kenala Telvizyonî Kurdî asîmanî derket ji ji Ewropa dihate weşandin ew jî binavê “ Med TV” bû û anha bi Dehan TV yên Kurdî hene ku jiyaneke nû dane Rojnameya Kurdî û di van 10 salên dawî de gavên pir baş avênên bi ber asoyekî pêşketî ..
Hizra zanistî di şirovekirina diyardeya siyasî de di pilatformekê de Idrîs Hiso- Giwêlan 28 Nîsanê li Giwêlan il hola sentera Rewşen Berdirxan a çalakiyên çandî û civakî pilatformek di bin navnîşana Hizra zanistî di şirovekirina diyardeya siyasî de ji aliyê Endamê Komîteya Herêmî ya PDKSê Mihemed Silêman Gabarî birêve çû. Li pilatformê hejmarek mamoste, , parêzer û derûyên zanîngehan bi hemû beşên xwe amadebûn û tê de beşdarbûn. pilatform wê her roja Şemiyê û bi mijarên corbecor were lidarxistin, bi mebesta aktîvkirina sentera Rewşen Bedirxan û dana derfetê bi rewşenbîran j ibo bi rola xwe di warê civakî de rabin. Derbarê
vê pilatformê M. Mihemed Gabarî ji Kurdistan re axi�î û got: “Di çarçoveya xuleke rewşenbîrî û bi armanca tigihiştgirina hevlên me, bi şirovekirina bûyer û diyardeyên siyasî li ser bingehek zanistî û bi şêweyekî pêşketî ev pilatform hat lidarxistin.” Herwiha got: “Hêjaye gotinê ku, piransîpên hizra zanistî li ser beşên partîkî ji zanistê tên bikaranîn, me jî xwest ku em li ser zanistên mirovî jî -Siyaset wek nimûne- bikarbînin, wan têxin xizmeta şirovekirina bûyer û diyardeyên siyasî.” Ji aliyekî din ve jî Gabarî got: “Ez bi hêvîme ku, ev ev rêngê pilatforman wek karekî şaristanî pêşkeftî di nav partî û civata kurdî de, lê di destpêkê de di nav girûpên rewşenbîr û siyasetmedarên kurd de
belav bibe.” Bavê Salih ku yek ji amadebûyên vê pilatforê bû ji Kurdistan re got: “Berî niha jî çalakiyên bi vî rengî dihatin kirin li bi şêweyê sîmînaran bû, lê rengê ku niha min dît di pilatformê de, rengekî şaristanî pêşketî ye, bi vî rengî mirov him bêhtir sûdê werdigire û hinjî derfet bo wî tê dan ku bêhtir beşdarî bibe, çimkî ew hest ku ne bi tenê guhdare lê belê beşekî aktive ji gotûbêjan.” Di heftiya borî de pilatformeke din jî di bin navnîşana Newroz di navbera efsana û rastiyê de ji aliyê M. Gabarî ve hatibû lidarxistin û bibû cihê dilxweşiya xelkên Gewîlanê. Ligorî bernameya ku ji bo vê xuleyê hatiya dayîn wê heftiya bê jî mijarek nû were gotûbêjkirin. www.pdk-s.com
Gulan / 1 - 5 - 2018
www.pdk-s.com
Kurdistan-Hejmar (124)
3
Divê encûmenên nû hatine avakirin kar li ser vegera xelkê Efrînê bikin Di çarçova pilana Hevbendiya Niştimanî û hikûmeta Sûriyê ya demkî de, ya ji bo xelkê Efrînê bikaribin navçeyên xwe bi rêve bibin, du encûmenên xwecihî li devera “Bilbilê” û Mabeta hatin avakirin. Encûmena Bilbilê ji 14 endaman bi serokatiya endezyar Mihemed Seîd Silêman û cîgirê serok Mihemed Sîdo û 4 endamên o�îsa bicihkirinê hat pêkanîn . û dever ji 48 yekîneyên rêveberî û niştecêbûnê pêktê, û navenda wê bajarokê “Bibilê” ye. Û encûmena Mabeta ji 15 endaman pêkhat, bi serokatiya Ebdulmuteleb Şêx Ne’san, û cîgirê wî Dawid Umer e, û 8 endamên o�îsa
bicihkirinê hene.Tê zanîn ku yekem pêngav di damezrandina encûmenên xwecihî de di roja 12’ê vê mehê bi damezrandina encûmeneke xwecihî bo navenda bajarê Efrînê destpê kir, û piştre encumana devera Cindêrisê hat damezrandin wek beşekî ji pilana
karê damezrandina encûmenên xwecihî yên bajarokan bi armanca dabînkirina seqamgeriyê û vegera koçberan li ser mal û cih û warên xwe. Herwiha serokê hikûmeta demkî Cewad Ebûheteb di demekê pêştir de bal kişandibû ku encûmena niha wê navçeyê heta şeş heyvan birêve bibe, û
paş re wê encûmenên nû bi beşdariya sercem xelkê naçeyê bêne helbijartin. Ev nûçe ya Îtîlafa Niştîmaniya Opozîsyona Sûriyê ye derbarê avakirina encûmenên xwecihî li bajarokên Efrînê gelo xelkê vê deverê li ser van encûmenan çi dibêjin. Ev yek di demekê de ye ku zêdetirî 200 hezar kes
ji Efrînê koçber bûne û ew xelk bi hewceyî xwarin û pêdawistiyên rojan ne û li kampên devera Şehbayê dinalin û rewşa koçberên Efrînê jî wek rewşa xelkê nav bajêr xirab e. Welatiyê bi navê Henan dibêje: “ Avakirina encûmenên xwecihî tiştekî baş e, lê divê Kurdên di nava van encûmenan de bi cidî kar bikin ji bo vegera xelkê Efrînê bo ser mal û milkên xwe bi taybet beriya werzê zeytûnan ji ber ku heger venegerin dê zirareke mezin bighê Efrîniyan, li gor zanyariyan ew kesên ku hatine destnîşan kirin li cem xelkê têne qebûl kirin , divê ew encûmen ji Tirkiyê bixwazin ku artêşa azaddi navabajaran de nemîne û tenê polîsên sivîl bimînin da ku parastina xelkê û mal û milkên wan bikin.
Bi dehan haletên revandinê çê bûn û di vê li ser vê mijarê were rawestandin, û xelkê girtî bêne berdan ji ber ku xelkê Efrînê ji girtina PYDê ya berdewam dilgiran bû, û naxwaze ev yek dubare bibe. Cemîl jî wiha dibêje”Li çend gundên herêma Efrînê malbatên Ereb li şûna nişteciyên Kurd hatine bicîkirin, û ev yek metirsiyeke mezin li ser Rojavayê Kurdistnê, û tirsa wê yekê heye ku demogra�iya deverê were guhertin, helbet her yek ji Tirkiyê û rejîma Esed sûdê ji vê yekê dibîne, û nehiştina Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê bi vegera xelkê tawaneke mezin û dibe destê wê jî di vê pîlana li dijî xelkê Efrînê de hebe”.
Qazî di dîroka Kurdistanê de serkirdeykî pêşwa bû
Gulal KasanîQamişlo Li gor zaniyarên dîrokî û lêkolîneran Qazî Mihemedê yek jiwan serkirdeyên herî navdar e, di dîroka kurdî de. Qazî Mihemed kurê Qazî Eliyê kurê Qazî Qasim e, ew di sala 1900’an de li bajarê Mehabadê ji dayîk bûye, kurek û heft keçên wî hebûn , wekî ku tête zanîn malbata Qadî malbateke older û zengî bûye, û Ji malbateke dîndar û kurdperwer tê. Qazî Mihmed di bin bandore Birayê xwe
Seyfulquzat de jiyaye, birayê wî mirovekî wêjevan bûye û mijûlî nivîsa helbestê bû; ew makdera wî ya netew û perweriya hebûye û hastên wî xurtir dikir. Weke tête zanîn malbata wî roleke bi teybet di doza Kurdî de dilîst Kalikê wî Şêx Elmeşayêx ji doza Kurdî û yek rêziya Kurdî di sala 1930 î de li gundê Erbato yê li bajarê Dîwandereyê êlên kurdî dicivîne . Qazî Mihemed gelekî hiz xwendin û zanayriya oldarî dikir ji ber weha jî xwe di deriyaya zanayî û rêbazên feqtiya Îslamî de kûr berda bûye. Qazî mirovekî hişmend bûye ji ber wilo jî, ji bilî zimanê Kurdî bi gelek zimanan din daxivî; bi zimanê Erebî, Turkî, farisî, Rûsî û �iransî dizanî bûye. Ev jî bûye sedema ku bûye berpirsê dibistana Yekem ya ku hatibûye avekirin. Qazî bi hişmendiya xwe û bazanî bandore xwe li
gelê Kurdistan kiriye ji ber weha her ew bi ser xwendin û hinerê de dajotin. Qazî Mihemed tevî ku mirovekî oldar bûye lê di bin bandora raman û hizrên Dîmokratî û welatparêziyê de derbasî nav Komeleya Xewyebûn bûye yak u di sala 1927 an de hatibûye damizrandin . Di sala 1942 an de û bi rola Qazî ya tayîbet li bajarê Mihabadê Komelya vejîna Kurdistan hate damizrandin lê di sala 1945 an de ew Komele bûye Partiya Dimokiratî Kurdistan û bi serokariya Qazî dihat birêxistin . Wekî ku hate zanîn ku bernameya Partî Dimokiratî Kurdistan li ser xaline giring ava bûye ji wan xalên herî giring Azadî bo gelê Iranê, Mafê Otonpmî bo Kurdistanê , ji ber ku Qazî dizanî ku çareseriya pirsa Kurdî divêt ku bi şêweyekî herêmî were çareser kirin digot ku mafê Kurdan dê di hundirê sînorê welatê
îranê de be. Qazî Mihemed gireft û kewdanên ku welatê Iranê tê re derbas dibû bi hişiyarî ew di hişê xwe digarndin bo dikar be sûde ji wan kewdan bigire û dema ku dît lawazî di deshikatiya Iranê de heye ligel hebûna ertêşa Sovîtistanê li ser xaka Iranê di 22ê çiriya paşîn de sala 1946 an de Komara Kurdistan ya dinokiratî ragihand û ew ji aliyê gelên Kurdistan ve hate bijartin bo serokatiya wê Komarê. Qazî di aliyê diblomasî ve zana bûye ji ber weha xwe ji hikûmet Iranê paşnexist , dixwest ku bi Hikûmeta Navendî ya Îranê re danûstandinan bike wek ku Komara Mihabad beşeke ji welatê Îran ye, lê hikûmeta Iranê ew helwesta Qazî redkir. Her weha ji sedemên bejwendiyê navdewletî û ji ber ku lihevkirin çêbûn li ser bîrên Xazê Sovîtiyan ertêşa Sor ji nav xaka Iranê vekişand.Di 1712/ li sala 1946an ertêşa Iranê
hêzeke mezin şand ser Komarê û ji wê sedemê Komara Kurdistan hate hirfandin . Qazî mIhemed beriya ku hêzên Iranê derbasî nava xaka Kurdistanê bibin Ala Kurdistanê radestî
Mela Nistefa Berzanî kir û ji wî xwst ku Ala kurdistanê biparêze . Qazî Mihemed di roja 31ê miha Avdarê sala 1947 an li meydana çarçirayê hate bidarvekirin. www.pdk-s.com
Gulan / 1 - 5 - 2018
Çand û Huner
www.pdk-s.com
4
Adilê Hiznî
dengekî resen, stûneke dîlana Kurmancî bû Mihemed EbdulahQamişlo Hunermendê Kurdê Rojavayê Kurdistanê Adil Hiznî ku yek dengbêjên navdar ên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ye, di sala 1955an de li gundê Herem Şerro yê di navbera Qamişlo û Amûdê de jidayik bûye. Ew derçûyê peymangeha navendî ya endazyariyê ye û 23 salan fermanberê dewletê bû, û di 4ê Nîsana 201an de çû ber dilovaniya xwedê. Adil Hiznî ji malbateke hunerî ye û kurê dengbêjê navdar Hiznî ye. Adil 4 salan ligel hunermendê navdar ê Kurd Mihemed Şêxo kar kiriye. Huneremned Adil Hiznî, di hevpeyvîna
xwe ya dawî de ku programê Azadiya Rojavayê Kurdistanê ARK pê re kiribû wiha dibêje “Min ji ava foloklorê Kurdî vexwariye, û bavê min Hiznî Bavê Adil dibistanek bû ji foloklorê û ez gelekî jê fêr bûm, lê bavê min nedixwest ez fêrî karê hunerê bibin, lê min hewl da û ez bi dizî fêr bûm, bavê min digot divê tu bixwîne, lê bi zora xwe ez fêr bûm, helbet stîla bavê min û Ûsifê Çelebî di dîlana Kurmancî de yek stîl bû, helbet bandora dengbêjên odeyan gelekî li min hebû mîna Evdilo- Rifetê DarîHisênê Dawido- ImerSilo Koro û bi taybet di lawik û mewalan de, û karînên min hene çend demjimêran li ser hev mewalan bibêjin helbet bê westabûn” . Adil Hiznî di wê hevpeyvîna xwe de jî
Gundê min
Ehmed Hisên Ezim ji gondê korteban Ya di dil de her zeman Nehejiya ew tu caran Ne bi xap û ne bi rîpan Ser bilind e her demî Bi xak û ala Kurdistan Nehezên kurdan,hewl didan Da wergerînin,nav û dengê kortepan Lê belê ew kortepan e Neliviya û nehejiya Mina cûdi rawestiya Pirsîn gelo ma ev kî ne? Ji wan re gotin: Kortepanî ne barzanî ne Belê gundê kortepan e Kevnewar e , xebatkar e Serhidana wan jiyan e Şêr û piling jê derçûne Her demine û xebakare Ta rizgar bê kurdistne Erê gundê kortepan e.
dibêje”Foloklor jiyana miletan e, û bê foloklor huner bê wate ye, û bi taybet ji miletê Kurd re, dikarim bibêjim ku miletê Kurd şer kiriye stran çê kiriye, herwiha hezkirin jî kiriye stran çê kiriye, Kurdan her tişt kiriye stran. Wek çawa li aliyê koçeran dîlana wan ya taybet heye, li aliyê me Dîlana Kurmancî ku bi dîlana milanî tê naskirin heye ku sê şêweyê wê hene mîna Rebab, û def û zirne û şêweyê Hiznî û Ûsifê Çelebî, ku bi dîlana giran tê naskirin, emê werin ser Derwêşê Ebdî ez dibînim ku ev yê devera me ye, raste li gelek cihan hatiye gotin lê ev taybet e bi devera Cizîrê û bi taybet Qamişlo-HesekêAmûdê- Dirbêsiyê “. Bavê Vîndar wiha hevpeyîna xwe berdewam dike û dibêje”Berya niha jî min got ku ez ji wan kesê ku foloklor digotin hîn bûm, lê bandora her yek ji Seîd Gabarî, Seîd Yûsif û Mihemed Şêxo jî li min hebû, nivîskarên ku min ji wan re straye ev in, Ferhadê Içmo, Tîrêj, Imerê Lalê, Ceger Xwîn, Yûsif Berazî, Xelîl Sasonî, Hadî Qirqatî, Xesanê Loqê û stranên min yên taybet jî hebûn ku gotinên min in ku ew jî derdora 50 stranî ne, û awazên wê bi xwe jî yê min in ku netewî û evînî jî hene. “ Adil Hiznî di wê hevpeyvîna xwe de behsa rewşa xerab ya Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje rewş li wê deverê nema tê tehemul kirin, û gelek astengî li pêş xelkê têne dayîn û êdî jiyan nema diqede û tenê rewş bûye rewşeke serbazî ku xelk ji vê yekê dilgiran in û nikarin tiştekî bikin. Adilê Hiznî bi stranên xwe yên netewî û lixwekirina cilê Kurdî di şahiyan de navdar bû, û ti carî ji hêzên ewlekariya Sûriyê neditirsiya û di riwê wan de radwestiya û çendê caran jî rastî astengiyan hatiye. Hezkerekî Hunermendê koçkirî
Adil Hiznî behsa wî dike û wiha dibêje:”Dema ku xelkê gundekî yan taxekê dibhîst ku Adil dê şahiyekê lidar bixe, tevahiya wan berê ku didan şahiyê ku hin wan ne vexwendî bûn jî, lê ji ber hezkirina wî dihatin, ew hunermendekî zîrek bû, û di dîlana Kurmancî de gelekî xurt bû, û kêfa xelkê dianî, û govendeke mezin digerand, jiblilî vê yekê bi cilên Kurdî yên resen dihate şahiyan û neditirsiya, herwiha stranên netewî digotin û bi vê yekê navdar bû”. Hezkiryekî din yê hunermendê koçkirî dibêje:”Adil mirovekî Kurdperwer bû, û rêbaza wî rêbaza Barzaniyê nemir bû, û ti carî ji rêbaza xwe nedihat xwarê, dema serok Mesûd Barzanî hate Qamişlo wî amûrên xwe anîn ji bo gotara serok û piştre ji aliyê hêzên ewlekariyê ve rastî astengiyan hat,lê ew ji doza xwe nedihate xwarê”. Ji mewalên herî navdar yê ku hunermend Adil Hiznî gotine û bala xelkê û hezkiryên wî dikşîne “Çiyako” ye ku ji yek ji helbestên nemir Ferhadê Içmo ye.
Çiyako bê…gundo… her dem li te mij û ewre …. tu ji pengên ..berfa sala .. por sipiye serî gewre …. çima îro …. . ji bo jar û perîşana..! bo beytikên , baskokirî li ber serma… zivistana tu bê çare tu bê zewre …. çima îro …. . tu dergehê . wan şikefta bi gulokên.. berfê digre …. ma ne şerme …. . di hembêza…te gernasî evînîka…. dilan … bimre …. bê … gundo … çiyako… * * * çiyako …. ! bê … dengo çend evîndar , te parastin ji kuştinê …. diz û keleş ,te vedşartin dema dighan ber girtinê …. tu bû hêvya , dost û yara roja karê revandinê …. çima îro … tu bê denge …. tu nabîne hêsrê çavên , pîr û kala
tu nabhîze nalenala , li mendala bi hezara di wan gelyê tenî wêran va gihane ber mirinê …. bê …. dengo …. çiyako …… * * * çiyako …. bê …. sozo …. xelk dilketin , heyva li bin zulfên siya …. hin dilketin , zîv û zêr û… keryên miya …. em bi tenê ji sed sala li hêvya te , mane rêwî li ser riya …. em bi tenê raketine , li ber ava wan kanîya …. em bi tenê , dil ketine mirna li ser , pozên çiya …. tenê carkê wek mêrxasa , berfê hilîn ji ser piya …. bê ….. sozo …. çiyako bê ….. dengo …. çiyako bê ….. gundo …. çiyako .
www.pdk-s.com