126

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (126)

Hezîran / 1 - 6 - 2018

www.pdk-s.com

Divê mafê gelê Kurd di destûrê bê yê Sûriyê de parastî be Çeleng Cuma-Qamişlo

Şandeke Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi Serokatiya Serokê Encûmenê Siûd Mele û Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco û endamê wê komîteyê Ibrahîm Biro û nûnerê

ENKSê di Îtîlafê de He was Egîd serdana Mosko kir, û ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bugdanov û çend berpirsên vî welatî, pirsa destûra Sûriyê gotûbêj kirin, û nîşan bi wê yekê da ku ew kar li ser misogerkirina mafên

destûrî ji bo Kurdan, di destûra nû de dikin. Şanda ENKSê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku di civîna wan ya digel cîgirê wezîrê derve yê Rûsya de, wan behsa mafên gelê Kurd li Sûriyê kiriye ku divê di destûrê bê de parastî

be, û Sûriyê bibe dewleteke fedralî demokratî da ku pêşeroja welat geştir bibe. Berya niha jî Hikûmeta Sûriyê komîteyek ji 50 kesan, bo nivîsandina destûrê ava kiriye û navên endamên wê komîteyê pêşkêşî nûnerê taybet yê

sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî ji bo karûbarê Sûriyê Staffan De Mistûra kiriye. Pisporekî di warê destûr de ji rojnameya Kurdistan re got: Divê Kurd mebesta min ENKSê bi cidî li ser vê mijarê raweste û bilhêle ku mafên Kurdan

di nava destûrê de parastî be ji ber ku destûr dê nehêle ti kes Kurdan piştguh bike û ev yek ji bo pêşeroja Kurdan baş e. Divê ENKSê gavên xwe di vî warî de pirr bike û pêwendiyên xwe bikar bîne. www.pdk-s.com


2

Hezîran / 1 - 6 - 2018

Kurdistan-Hejmar (126)

www.pdk-s.com

Hino hino xelkê Efrînê vedgerin ser malên xwe Kurdistan-Îmad Omer Tevî rêgirî û astengiya ji aliyê rêjîma Esed û çekdarên opozîsyona Sûriyê, xelkê Efrînê rojane bi dehan malbat piştî dana pereyan bi otomîbîl û li ser pêyên xwe di nava çiya û zinaran re vedigerin Efrîna rengîn. Hatina xelkê Efrînê bo gund û bajarokên wê herêmê berdewam e, ku ji heyama hefteyekê ve zêdetirî ji yek hezar malbat vegeriyane ser mal û milkên xwe, da ku dest bi jiyaneke nû bikin. Li gor zanyariyan rêbenda Qos a di destpêka Efrînê de ku di destê çekdarên grûpên çekdar de ye li ser derbasbûna her otombîlekê 100 hezar Lîreya Sûrî ji xelkê distînin. Herwiha xelkê ku di riya gundê Beradê re bi pêyan di nava çiya û zinaran re derbas dibin, grûpên çekdar li her derbasbûna her mirovekî 10 hezar Lîre Sûrî ji xelkê distînin, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê hejmarek mezin ji xortên Efrînê bi tometên cuda li ser rêbendan digirin û binçav dikin. Ji aliyê xwe ve, Navenda Afrîn media ragehand ku, 12 ciwanên Kurd dema dixwestin vegerin bajarê Efrînê li ser xalên pişkinînê ji aliyê rejîma Sûriyê hatin girtin. Ji dema kontrolkirina herêma Efrînê di roja 18ê Adara bûrî ji aliyê artêşa Tirkiyê û gûrpên çekdar ve, zêdetirî 200 hezar welatiyê Efrînê derbider bûn, Li hember vegera wan jî astengî roj bi roj dijwartir dibin. Ev yek di demekê de ye, bi hezaran malbatên Erebên navçeyên cuda yên Sûriyê û bi taybet ji Xûtaya Rojhilatê Şamê ve li şûna Kurdên Efrînê tên bicihkirin. Derbarê vê mijarê de Oso Ehmed wiha ji rojnameya Kurdistan re axivî: Di demekê de ku heimareke xelkê

Efrînê vegeriyane malên xwe, gelek kes hîn metirsî li cem wan heye ku vegerin û ji aliyê artêşa Tirkiyê û hevalbendên wan ên opozisyona Sûrî ve rastî zordariyê tên, lê tevî vê yekê xelkê me vedgere da ku ti kes malên wan dagîr neke, û bi nerîna min gava herî rast ev e ku xelk vegerin ser mal û milkên û dest bi guhdana zaviyên xwe yên zeytûnan bikin da ku werzê zeytûnan rizgar bikin, bi vegera xelkê me yê Efrînê rê li ber pêkhatina guhertina demogra�î li deverê tê girtin, û divê xelk tevî hemû astengiyan dilgiran nebin û berê xwe bide bajar û bajarok û gundên xwe li herêma Efrîna delal da ku li şûna wan Ereb neyên bicih kirin û jiyaneke xwe ya normal birêve bibin, Vegera Efrînê û xwedîderketin

li gundên xwe têkdana projeya şovenîste ya ku ji aliyê opozisyona Tirkiyê û dewletên zulhêz ve tê birêvebirin, ku dixwazin bi wê projepîlanên şovenîst û siyaseta guhertina dîmogra�îk li Efrînê pêk bînine. Herwiha Mihemed Henan ku bi xwe xelkê bajarê Efrînê ye û hêj venegeryaye bajarê xwe wiha dibêje: Ez ji sala 2013an ve û ji ber astengiyên ku Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ji me re çê dikir ji welat derketim, helbet ji neçarî û niha li Tirkiyê me û li wir kar dikim dixwazim vegerin, lê ez bitirsim ji ber grûpên çekdar ên opozîsyonê, ji ber ku gelek axaftin li ser wan derketine ku astengiyan çê dikin, lê ya giring ew e ku xelkê me guh nede axaftin û biryarên Partiyên

Yekîtiya Demoqratîk PYD bi nevegerê, ji ber ku ev bi xwe tawaneke li dijî xelkê Efrînê, û bi nêrîna min derbarê çarenivîsa paneber û koçberan û rastiya mafên mirovan û prastina wê de, wiha derdikeve holê ku ji bilî vegerê, ti çareseriyeke din naye dîtin û eger em bibêjin heye, wê demê, mirov dikare bibêje tişteke nû û bê wêne hatiye holê ta ku ew rewş bi normalî bû guhertin û xelk careke din vegere ser mal û milkên xwe û jiyaneke xweş derbas bikin. Besma Omer wiha behsa rewşa Efrînê dike û dibêje: Pirbûna grûpên çekdar li deverê hiştiye rewş aloztir bibe, ji ber ku ew ne bi ser serkirdeyeke navendî ya yekgirtî ve ne, û tu yasa wan gem nake, û biryarên tekane û çanda tolhildan û kînê bandorê li riftarên

piraniya wan dike, lewra em dibînin ew serederiya bi Efrîniyan re li her deverekê cudaye ji ya din, lewra desthilata turkiyê berpirsyariya yasayî di ber van kiryaran de hildigre, û ev kar ziyanê dighînin navudengê Turkiyê û artêş û desthilata wê. Hêvîn Cengo wiha derbarê mijara vegera xelkê Efrînê de dibêje: Hin kiryar û dîmen jî wiha derdixin ku ev tirsa xelkê herêmê ne bê bingeh e. Talankirina tevahiya mal û milkên xelkê Efrînê û veguhastina wan milkên dizî û talankirî ji bo Izazê wek yek ji nîşanên vê pilana guhertinê ji aliyê siyasetmedar û çalakvanên herêmê ve tê xwendin, lê ya herî baş û guncaw û tevî van zehmetiyan em nehêlin guhertina demogra�î rû bide, û em rê li ber

van grûpên çekdar bigrin ew jî di riya alîkariya xelkê ji bo vegerê, û heger ev yek jî çi bedêla wê be divê bibe û pêk were da ku xelk jiyana xwe ya normal di nava malaên xwe biqedînin. Berya demekê Nûnerê ENKSê di nava Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de Hewas Egîd ragihand, ENKS ji destpêkê ve daxwaz ji xelkê Efrînê kir ku vegerin gund û bajarê xwe û xelkê Efrînê ew bixwe rêveberiya xwe bikin. ENKSê jî bi civaka navdewletî re û opozîsyona Sûriyê li ser wan xalan danûstandinên xwe berdewam dike, ji bo rê li ber guhartina demogra�î were girtin. Derbarê daxuyaniyên ENKSê, Mihemed Ehmed wiha dibêje: Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKSê divê karekî cidî di vê derbarê de bike, û bi xurtî û wêrekî daxwazê ji Tirkiyê bike ku ew îdareya wê deverê bike û ji destê grûpên din yên opozîsyonê derxîne, ji ber ku xelk daxwaza ENKSê dikin yan jî divê piştevaniya encumenên xwecihî yên kun û hatine avakirin bike, ew ji di nava Hevbendiya Niştîmaniya Sûrriyê de da ku mafên wan neyê xwarin û bikaribin karekî baş jib o xelkê Efrînê bikin. www.pdk-s.com


Hezîran / 1 - 6 - 2018

www.pdk-s.com

Kurdistan-Hejmar (126)

Kî dijminê Kurda ye

Mehmûd Oso

Miletên li cîhanê dijîn tev bi hev re piştgiriya hev dikin, û di rewşa zordariyê û zehmetiyê de yan jî di êrîşa tê ser wan û welatên wan, piraniya milet û tevgera siyasî dibin yek, û hevrêz û yek deng li dijî wan êrîşan, tevî piraniya partiyan cudane ji hev û îdyolojiya wan jî ne yeke, lê di dema êrîş û gefên dewletên din tevde dibine yek ji bo parastina xak û serweriya welatên xwe. Lê belê tenê em gelê Kurd li ber şerê hevin, li ber kuştina hevin, û herwiha ligel hev nakok in, û dijminê serê hev in, tevî ku piraniya partiyan Kurdî armanc û daxwaza wan mîna hev in, ew jî bidesxistina mafê rewa yê

gelê Kurd û çareserkirina doza wî. Eger êrîş hebe û yan tine be em Kurd nabin yek deng û yek helwest, ji ber vê yekê em mane li paş û li pey her dewlet û miletekî li cîhanê, û em mane bê welat û bê cih û war ku xelkekî din desthilatdariya me dike. Her roj û dem tê pirsa mezin û giran ji welatiyên Kurd û rewşenbîrên Kurdan, çima wiha dibe gelo?. Kî ji Kurda re bend û sînoran dîtîne? Sedem çi ye gelo? Li gorî bûyerên di dîroka me de hatî borîn û li gorî xwendina dîroka şoreşa Kurdan, ez dibêjim dijminê herî mezin em in, Kurdin, nezaniya ku em tê de ne çi ji eşîrtiyê û ji ola

Islametiyê, û ji berjewendiyê kesayetiyê. Tev zanin nirxê herî mezin gelê Kurd daye ji bo bijî di welatekî serbixwe û azade da ku jiyaneke bi rûmet biqedîne. Lê em çiqas bêjin ev rewşa xerab didome û hişê Kurda nayê serê wan ti carî. Gelo ev kêşe ta kengî dêbidome di nav Kurdan de? Eger bi vê ton û awayî bimîne kes ji milet namîne li welat. Hin wê bimrin, û hin wê penaber bin li dewletên seranserî dinyayê, û hin jî wê bibin Ereb û Tirk û Faris, ma kes nîne vê doza li pêş Kurdan çareser bike, lê emê bimînin wek refên tîtî û herwiha berdewam dê gunehkarên canê xwe bin, tev dizanin îro çi tê serê Kurdistanê û

birîna li canê Kurdistanê vebûye êrîşa hatî ser Efrîna rengîn ti car kar naçe serî bi lêv û bêj û axaftin, û ti daxuyanî û şermezarkirin sûdê nade welatiyên Efrîna rengîn. Kar bi cî û bi siyast û dîpolmasiya bihêz dibe. Herêma Efrînê ne ya yekê ye dibin bandora Tirkiyê û grûpên opozîsyona çekdar de, PYD jî sêncdar bûye, lê partiyên din jî divê kar bikin da ku ew

3

jî nebin gunhkar di ber Efrînê de. Her kes rola xwe û ya li stûbarê xwe bi cih bîne da ku xelkê Efrîna rengîn rizgar bikin û êdî ji jêr zulm û zordariyê derkevin. Kurdino divê em li xwe vegerin, eger îro roj em nebin yek deng û yek helwest û piştgiriyê nedin hev dê Kurdistan nebe pişka yek partiyê.

Pêşinyar

Yasaya hejmar 10 dê koçberan ji milkên wan bê par bike Ehmed ÎsaStenbol Yasaya hejmara 10 yasala 208an ya ku Beşar Esed derxistiye, ew jî dagîrkirina mal û milkên ku xelkên ku hatin koçberkirin,ku hejmarawan malan dihê zêdetirî 10 milyon mal, û piraniya wan li derveyî welat dijîn û nikarin li rejîma Esed vegerin. Ev biryar bû cihê nerazîbûna heryek ji

Libnan û Tirkiyê û Urdinê herwiha Ewropayê û şanderê navdewletî bo Sûriyê Stffan De Mistura ragihand ku ev yek nişaneke metirsîdar e, û êrîşeke din e li dijî xelkê Sûriyê, herwiha Ewropa da zanîn ku ev yasa rêgir li pêş vegera xelkê Sûriyê ji bo ser mal û milkên xwe, niha nîvê gelê Sûriyê ji derveyî welat dijîn û rastî rêbazeke şo�înî ji aliyê rejîma Esed ve tên. Rejîma Esed ji destpêka Şoreşê ve bi tundî êrşî xelkê Sûriyê kir û niha armancên xwe yên rasteqîne bicih tîne di

riya cîbcîkirina rêbazên xwe yên şo�înî ku ew bi xwe jî ji aliyê hêzên mezin ve parastî ye, lew diwêre van kiryaran bike û di nav wan de Rûsiya û Îran. Li gor pisporan dê Îran hewil bide wan deverên ku niha ji xelkê wê vala ne miletekî li ser kêfa xwe li wir bicih bike ku alîgir û piştevanê wan û rejîma Esed bin. Ne tenê ev biryar berya niha jî Esedê bav yasaya 60 ya sala 1979an derxistibû,ku mîna vê biryarê bû, û hikûmetê dikarîbû destê xwe deyne ser her perçeyeke

zeviyê xelkê, lewma ev biryarên wiha di hiş û rêbazamala Esed ne. Herwiha berya çend salan jî yasayek derxistibû ku li Rojavayê Kurdistanê Kurd jê zirarmendibûn, lê bi temamî nehate cîbicîkirin.Bi nerîna çavdêrên siyasî ev biryar dê di demeke nêzîk de were cîbicî kirin û dê miletê Sûriyê bê cih û war bimîne û dê rejîma Esed mal û milkên xelkê bi kêfa xwe belav bike.

Ehmed Ebdo Hene serokê cîhanê nînin weke Barzanî Ne xandî û ne hoşmîne Ne jî corcê emrîkanî Ne lênînê komenistî ne şêx ehmedê qadiyanî Xudanê rêbaza pîroz tu wî şêrê Kurdistanê Ji roj hilat ta roj ava roja te lê naçê ava Amadene hemû gava bo te bikin piştevanî De Kurdistanê bika yek têde bibe şah û melek Bişkîne tu çerxa felek Serok Mesûdê Barzanî Çaraserke tu vê pirsê min xilaske ji vê tirsê Gefên ereban û �irsê êrîşê tirkê osmanî Bi afrîne tu dîrokê sipî bike naverokê Hene yê deynin dîrokê her kes karê xwe dizanê Bilinda bejina şepêlê gemî til bû dinav pêlê Tenê min navde ne hêlê deryador û xweş rêzanî Heye bibînim wê rojê tu bi serxê vê projê Min xilaskê ji vê dojê bijîm wek gelê cîhanê www.pdk-s.com


Hezîran / 1 - 6 - 2018

Çand û Huner

www.pdk-s.com

4

Kakilo: Divê hunermendên me yekgirtî bin û dengê miletê xwe bighînin cîhanê Kurdistan- Raid Mihemed-Elmanya Nameya hunerê azadî û aştî ye, û kiltûr û �ilklora neteweyan dide xuyakirin, wiha hunera Kurdî ku corecor û rengerenge, lê muzîka Kurdî di van salên bûrî heya niha bi rengekî xembarî xwe dide diyarîkirin li qadê û êş û derdê Kurda bi awazên xemgîn divejîne, gelek hunermendên gelêrî û �ilklorî daketin û bûyerên li qada Kurdistanî kirin stran û belav kirin, yek ji wan ku dikeve rêza yekem de di vî warî ew e hunermend “Îmad Kakilo “ kurê bajarê Qamişlo ku Rojnameya me ev hevdîtin li gel wî pêk anî. * Em dixwazin nas bikin ku paşnava te ji ku hatiye û kurtejiyana te hinekî ji xwendevanên me re bide xuyakirin ? Di sala 1974an li bajarê Qamişloka evînê jidayik bûme navê min Îmad Fewzî Hisên e , lê hingî kalkê min “Hisên” kakilê Gûza dixwar xelkê jê re digotin “kakilo” kêfa min ji vî navî re hat û min li xwe kir li sala 2003an û ez bi vî navî navdar bûm û ez pir pê şanaz û ser�iraz im . *Kengî tu derbasî jiyana hunerî bûye, û li çi deverê û kê alîkariya te kiriye? Xalê min “Mihemed Sirac Debax “ li amûra Ûdê dixist û li Cimbiş û Keman û Orgê jî dixe û muzîkjenekî jêhatî û zîrek e, di destpêka min bandora xalê min pir li min hebû , ji ber ku ez biçûkanî gelekî li mala kalkê xwe dimam, dema xalê min li Tembûrê dixist, û li Ûdê dida kêfa min gelekî dihat, û hezkirina muzîkê ji wê demê kete dilê min de, hêdî hêdî min li wir li tembûr û Ûd û Cimbişê xist, di wê demê de mamoste “ Merwan Sebrî û Selah Resûl” li Qadê bûn ev gotin di sala 1984an de ye ku wê demê destpêka min bû jî . * Stranên te pir in, çendin em nizanin, û gotinên wan pir nêzîkî dilê miletê me ne, kî ji te re

hunera me ye .

“Hunera min ligel bûyerê ye” dinvîse û kî awaz dike , te çend Albom heta niha derxistin? Gotin ez dinvîsim ji ber ku çi bûyer rû dide ku bandora wê li min hebe û li miletê me jî hebe, çi xweşî be, çi nexweşî be, wê gavê ez pênûsê hildigrim û dinvîsim, bûyerên li cada Kurdî gorî dawaza cadê, çi mijar be şaştî be serkeftin be, nêzîkî 10 Alboman min tomar kirine, lê hejmara strana (li vir dikene ) ez nizanim pir in, weke ku mamoste “ Se’îd Gabarî “ dibêje : Kalilo bi bûyerê re ye. * Imad Kakilo xwe di çi warî de dibîne, �ilklor yan bi bûyeran re ye ? Li vir pirsgirêgek heye ,

hin kes dibêjin ez �ilklorî me, û hin dibêjin ez gelêrî me bi bûyeran re me, min gelek stranên �iliklor ezber kirine , û ez pir bi wan şanaz im ku ez wan diparêzim lê ez çi bûyerên nû jî li ser torên civakî belav dikim ku ez yekemîn hunermend bûm ku min strand û belav kir li ( watsap - Inistigram - Fêsbûk ) bi taybetî bûyerên girêdayî bi şer û koçberan ku ev rewş bi ser miletê me hat . * Nerîna te çi ye derbarê asta strana Kurdî bi taybetî piştî rewşa dawî ji şer û penaberiyê û pêla Koçberiyê ? Ev pirs pir giring e, stranên gelêrî û yên

�ilklorî û tevî astengiyan, lê berxwe didin bi bi taybetî di vê şoreşa nû de ya Hîp hop û Rap ya Rojavayî ku xwe diberde nav hunera me, li vir em gelek hunermendên Kurd dibînin ku hewil didin ku muzîka Kurdî nûjen bikin û staylekî nû lê bikin ji bo vejînin, û ji windabûnê biparêzin hin di zemawendan yan daweta bikar tênin ji bo sûda aborî, lê muzîka Kurdî ya �ilklorî tu carî winda nabe ta ku hunermendên Kurd yên resen hebin . * Hunermendên ku koçber bûne, û ji welat derketin, gelo rola xwe dilîzin ji bo doza Kurdî mîna siyasetmedaran ? Heger hunermend dengê

miletê xwe be û bi vî erkî rabe û bike nameya xwe ew tu carî winda nabe, û ji bo hunermendên me li Ewropa ya pêwîst ew e ku em bigihêne hev û wek desteyekê çêkin ji bo hêza me bêhtir be, û dengê me bilindtir be ji bo em muzîka xwe biparêzin, wê gavê wê dengê hunermendên me ji Rokêta Tomahok a Emerîkî bihêz tir be û li dora goka zemînê biger e, lê ez dibînim karê me dûrî karê siyasetmedara ye , karê hunerî dûrî siyasetê ye weke zemîn û Ezman, huner Hest e dengê miletê xwe ye lê berûvajî Siyaset dûrî vê yekê ye hest nîne ew dûrî mirovatiyê ye, tişta herî paqij di nav miletê me de

* Ji ber çi hunermend Îmad Kakilo çû Ewropa ? ji ber ku di welêt de jiyana min di metirsiyê de bû,di jêr metirsiya kuştinê de bûm , ji ber ku di destpêka krîzê de di vî agirî de, ez derdiketim cada û li xwepêşandanan amade dibûm ji bo azadiyê, hemî şahidê vê yekê ne ku min dengê xwe da, û dema ku xêr di hunermendên me de hebe yan nivîskar yan rewşenbîr yan helbestvan û xwendevan ku xêr di wan de hebe pêwîst e xwe biparêzin ku karibin tiştekî ji welatê xwe re bikin, ewê çêtir be , ku bimre , ku yek ji welatê xwe re sax be çêtire baştire , mixabiniya mezin ku jîr û zanayên me ketin bin axê de di şer de, heger ew sax bana wê sûd dabana welatê xwe, ez û gelek ji hevalên xwe yên hunermend derketin ji bo em dengê welatê xwe bin û dilovaniya xwedê li giyanê pakrewanan be . * Îmad Kakilo niha tu niha jiyanan xwe çawa derbas dike? Ez îro li bajarokekî biçûk dijîm li gel malbata xwe li Elmanya , berhemên nû ew in ku çi bûyerên nû rû didin ez li gel wan im, bi deng û Tembûra xwe . * Nama te çi ye, tu çi namê dixawze bêje? Ew kesên serketî ew malbatên Kurd yên ku jiyana xwe li Ewropa dikin ku zimanê xwe biparêzin û zarokên xwe fêr bikin û kiltûra xwe jibîr nekin û welatê mirovê xwe gund û bajarê xwe jibîr nekin , ev merce ku yek dûrî Kurdîtiya xwe nebe lê heger newiha be cihê wan kesan li nav Kurd û Kurdistanê namîne , ji ber ku em niha li xwe dinerin ku pirniya me bi Erebî dinvîsin, û paseportê me Ewropî ne, lê ew kesê di salê carekê bêje : Bijî Kurd û Kurdistan, ew derewe û ne rast e pêwîst e ku kar ji bo Kurdistanê bikin . Di dawiyê de rêz û silavê xwe ji kadirên Rojnameya Kurdistan re dişînim û hêviya serkeftinê ji were dixwazim . www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.