Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Kurdistan-Hejmar (127)
Hezîran / 15 - 6 - 2018
www.pdk-s.com
Munbic jî hate �irotin û xwîna ciwanên Kurd bê sûd çû Mistefa Cemal- Stenbol
Wezîrê Dervê yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu da xuyakirin YPG dema ji Minbicê derkeve dê çekên wan bêne wergirtin. Dema pêvajoya vekişînê qediya dê çek jî di destê wan de
nemînin. Li nav bajarê Minbic, konferanseke rojnamevanî ji aliyê Encûmena Leşkerî ya Minbic hat sazkirin, têde berdevkê Encûmenê, Şervan Derwîş da xuyakirin ku niha hêzên wan dikarin bajarê Minbic
û derdorê ji her êrîş û metirsiyekî biparêzin û ne bi hewceyî ti hêzê ne û berya çend rojan YPGê gotibû ku ew bi erêkirina Tirkiyê çûbûn wî bajarî û ti hebûna wan jî li wir nîne. welatiyên Rojavayê
Kurdistanê derbarê mijara Munbic û vekişandina YPGê ji wî bajarî nerînên xwe tînin ziman. Ehmed Mihemed wiha dibêje: Me ji destpêkê de got ku ti karê PYD û YPG li Munbicê nîne û bila ciwanên me li
everên Ereban şehîd nekevin, lê wan bi ya xwe kir û niha dê jê derkevin û wan bi xwe dizanîbû ku têde namînin, ji ber ku Tirkiyê ji wan re gotibû hûnê derkevin û radestî me bikin, lê zirar û baceke mezin
danî ciwanên me yên Kurd bûn. Cuma Cuma got PYD û YPG destikên xelkê ne û siyaseteke şaş û qirêj dimeşînin û wan bi xwe ligel PKK mala Kurdan xerab kiriye û danpêdanê jî bi vê yekê nakin. www.pdk-s.com