DENGê KURD 11-Befranbar -2713 k
DENGê KURD -hijmar (23)
1-1-2014 z
www. Pdksp.com
Herdû Encûmenên Kurdî Di Guftûgoyan de Nakokin kurd li hêviya rêkeftineke niŞtimanÎ ne
G uncan
û sazan
Îro roj serdemê guncan û sazan û lihevkirinêye ji ber ko kurd pêwîstî hevrêziyê ne li himberî mafdarî û mafkêşanên netewî di rojeva şoreşa sûryayê de li himberî mandellebûna rijêm û dijberiyê ji pesendkirin û pejirandina kurd û kurdayetiyê re. -guncan ango wekheviya du laşan, du gewdeyan,du pêkhatan, û sazana rehend û pêşbîniyan di rêveçûna bûyer û qewmanan de dema ko nahezî û neyarî dibe bereya nemana gel û neteweyekê. -guncan û sazan lihevbanîn û lihevhatin û lihevkirina tênerîn û pêşbîniyan tekûz û mukum û serrast dike liser astê armancên sitratîcî da ko kar û xebat û têkoşîna kurd beravêtî nebe. Guncandin ango bi karxistina guncanê, û sazandin ango bi tekûzkirina sazanê, û wisa pêkve em diçin lihevkirineke netewperwerî.
2
Şahiyeke Hevbeş ji Xort û Keçên Penaber
2
Emerê Lalê…..Dastana Rêncberiyê
3
KURD Û PÊŞVEÇÛN Û YEKÎTIYA NETEWÎ
2
11-Befranbar -2713 k
1-1-2014 z
DENGê KURD -hijmar (23)
www. Pdksp.com
Herdû Encûmenên Kurdî Di Guftûgoyan de Nakokin
Ş
dozî r a W r wan
Şê
oreşa sûryayê derfeteke zêrîn li ber kurd û tevgera rizgarîxwaza kurdî vekir da ko dikaribin kar û xebatû têkoşîna xwe têxînin warê kiryarî li ser astê dijberiyê ji alîkî ve û li astê livlivîna şoreşgêrî li alîkî dîtir ve ,û wisa çend laş û gewdên siyasî pêkhatin wek herdû encûmen û desteya bilind û dam û dezgehên leşkerî û navendên bajarî li her cih û war û deverên kurdnişîn. -şoreşê roj bi roj şaxû penc û şepêlên xwe berdidan û belav û têperdikirin li seranserî sûryayê, lê kurd û tevgera rizgarîxwaz man li cihekî û li warekî û li wêstgehekê bê ko liser bûyer û qewmanan nerîn û tênerînên xwey siyasî vedin û têvedin da ko di-
karibin karname û helwêstên durust û berjewendîdar bistînin li gorî rewşû barû doxê qonaxa şoreşê û pêşveçûnên siyase ta navxoyî û navherêmî û navnetewî di rêveçûna dûrbîna bazara siyasî de. -Encûmena gelê rojavayê kurdistanê rêkeftina Hewlêrê pêşêlkiriye ji roja roj de dema ko desthilat radestî xwe kiriye ji bal rijêma sûryayê ve û wisa xwe kiriye fermandarê yekem di rojava de û karû barê siyasî û bajarvanî di deverê de qedexe kiriye bi behaneya ko ew serdeste û divê ko hemû alîgirên siyasî û rewşenbîrî û civakî pesendnameyan jê wergirin. -Encûmena niştîmanî ya kurdî jî ne di astê karûbarê siyasî de ye da ko dikaribe hevsengiyê serrast bike
lihimberî encûmena(pyd)ê ji ber ko hemû alîgirên wê ne yekdest û ne yek helwêstin ew pert û belavin dinavbera hersê tewerên kurdistanî de (Hewlêrsilêmanî-qendîl)û wisa nakokî dinavbera ewan alîgiran de zorin, lewra encûmena (pyd)ê hefsar û zeft û west xistiye bin rikêfe xwe û bi evî şêwazî siyaset û helwêst û biryar maye di dest û xwest û wîsta wê de. -herdû encûmenên kurdî lihevnakin û lihev na guncin ji ber ko paşhat û paşxana wan ciyawze ji hevdû ango çavkanî û jêderê siyaseta wan cuda û berova jin,dêmekî ewê nakokî berdewam bin û wisa ewê mala kurd bimîne gelemşe û şêlûbêl ewê serdest be li gorepanê.
Emerê Lalê…..Dastana Rêncberiyê ewî
ŞŞahiyeke HevbeşŞŞ ji Xort û Keçên Penaber re Hat Lidarxistin Dengê kurd
H
ewlêr: Dezgeha Jîn ya di karûbarê xêrxwaziyê de di xebite wê di 25 ê meha çûyî de şahiyeke hevbeş bo 23 xort û keçan ji penaberên rojavayê kurdistanê lidarxist. Amadekar : Sîpan Xelîl. Viyan Beşar berpirsa birêveçûna vê şahiyê di dezgeha Jîn de ji Radyoya Rojava re axivî û wiha got ku dezgeha wan di karêûbarê mirovatiyê de dixebite û alîkariya pênaberên rojavayê kurdistanê dike .Derbarê mijara şahiya hevbeş de Viyan Beşar got ku dezgeha Jîn wê tevahiya pêdviyên şahiyê dabîn bike û armanca vê şahiyê ewe ku penaberên rojavayê kurdistanê kêf xweşî li cem wan peyda bibe .Herwiha Viyan Beşar desnîşan kir ku wan gelek dezgehên xêrxwaziyê û partiyên siyasî vexwndî vê şahiyê kirine .Ji aliyê xwe ve keça bi navê Bêrîvan ku yek ji nava wan keçan e ji Radyoya Rojava re axivî û di destpêka axaftinê xw de Bêrîvan Sipasiya Serokê herêma kurdistanê Mesûd Berzan û serokwezîrê herêmê Nêçîrvan Berzanî kir bo piştevaniya wan ji penaberên rojavayê kurdistanê re yên ku li başûrê kurdistanê ne û sipasiya dezgeha Jîn a xêrxwaziyê kir û sipasiya Radyoya Rojava kir li ser guhdana wê bo vê şahiyê.. Û di nava axaftinê xwe dilxweşiya xwe anî ziman derbarê vê şahiya hevbeş de û Bêrîvan ku şahiya herî mezin ewe ku azadî vegere rojavayê kurdistanê ..Tê zanîn ku ev şahî di 25 meha çûyî de li hola ekwa tarîn li Hewlêrê hat lidarxistin
D
unya gul e , bîn bike û bide hevalê xwe , lê dema ew gul jî omîd û xewn bin , tenê bi hêviyên helbestan bîna vê gulê diyar dibe , û di nav stran û pirtûkan de dijî , nexasim ku ev helbest ji pênûsa Rêncberekî be , ku jiyana xwe di ber welatê xwe de derbas kirbike , Xumava pêûsa Helbestvanê mezin Emerê Lalê di jiyana me de dijî û ew ê bimîne simbolek di gulîstanên kurdistanê de . Va salvegera duyem derbas bû bê ku were bîranîn ne jî ji aliyê hevkarên wî yê rêbaza ku jiyana xwe di wê rêyê re borand , û ne jî ji aliyê ti dezge-
Hozan Dêrş hên rewşenbîrî yan siyasî ve . Tim ban dikir “Welat binase” , jiyan , raman û hest û vîna wî her welatê wî bû “Ey lê gulê gula minê “ , navê xwe jî kir rêncber , rêncberiya axa welat her bi zelalî û resenrê , ji ber vê yekê jî hemû rojên xwe bi xebat û mêrxwaziyeke bêsînor diborandin , qedera gera wî ya welat (Qesir dela , mezir , ayndîwer , Dêrik , Tilxenzîr , Zixat , Şam , Zaxo , Dihok ,Silêmanî , Hewlêr , Batman , Istenbol….) jî dibû hêzek û li her cihî imzeya xwe dihişt di dilan de bi heskirina axê , û banga aştî û yekrêziyê , hêjayê gotinê ye ku seydayê
Emerê LaLê sala 1935 an de jidayik bye li gundê Qesir dela yê nêzîk Cizîra Botan , di 6\11\2011 an de li bajarê Girkê legê banga xwedayê xwe pêk anîû ji nav me bar kir bi jîna xwe û li goristana bajarê Dêrika Hemko koça dawî kir , lê her sax û mayî dimîne bi helbestên xwe û imzeyên xwe di jiyana miletê kurd de , ji me re çar dîwanên çapkirî hêlan û çarê din jî li ber çapê ne(Xem û sawêr , çar çira , Tewafa yarê , Welat binase ) . Hezar dilovanî li giyanê te bin , mirovên wek te bi du pesnan tên naskirin , xebata dilpak û kar-rast , û avakirina civakê.
11-Befranbar -2713 k
1-1-2014 z
DENGê KURD -hijmar (23)
www. Pdksp.com
KURD Û PÊŞşVEÇÛN Û YEKÎTIYA NETEWÎ (Beşê diwem)
Rûxweşê Zîvar
B
i rastî , dîroka gelên cîhanê diçespîne ku dema miletek ji rêbaza rexnekirinê dûrdikeve an ew rêbaz tê de qels û pûç dibe,ne tenê ew milet hêdî hêdî qels û bêkêr û pûç dibe , lêbelê , ew nikare şaşî û rastiyan jî ji hev derîne û pêşerojeke xwe ya geş ava bike . Dawiya dawî divê em rola tiştekî gelek giring di jîn û parastin û yekîtî û pêşketina neteweyan de tucarî ji bîr nekin , ew jî rola serok û rêberên netewî ye , ji ber ku ewin yên ku ji her tiştî bêtir bandora xwe li giyanê netewî dikin û ger ew rast û dirustbjn ew dikarin di demeke kurt de nihêrînên gelê xwe ji hev nêzîk bikin û wî bikin yek . Lê ji aliyekî din de divê em baş bizanin ku ne tenê serok û rêber bandora xwe li civakê dikin , lêbelê , roleke civakê jî pir û pir giring di afrandin û hilbijartina serok û rêberan û pêvejoya wan de heye , ji ber wê civakên pêşketî serok û rêberên xwe li ser bingehên xurt û rast û dirust hildibijêrin û dihêlin ew bi dilên xwe an ji neçarî berjewendiyên gelên xwe di ser her
tiştekî re bigirin û bi cî bînin . Lê mixabin civakên paşketî yên mîna civaka me kurdan , nikarin an nizanin wek her tiştekî xwe , serok û rêberên xwe jî li ser bingeheke rast û dirust hilbijêrin , lewra an xelk hin kesan li serên wan dike serok û berjewendiyên xwe bi riya wan pêktîne, an jî ew civak li ser bingehên çewt û şaş bi hin kesan têne xapandin û wan li serên xwe dikin serok , ji ber wê jî ew serok bi zanîn an ji nezanî li şûna ku civakên xwe ava û xurt bikin , wan tar û mar dikin , li şûna ku xwe û pêkarînên xwe di berjewendiyên gelên xwe de bikarbînin , ew miltên xwe û hemî tiştên wan an di berjewendiyên xelkê de an jî di berjewendiyên xwe yên kesîtî de bikartînin . Di vî warî de jî divê em ji bîr nekin ku pêşketin ne tenê di pirbûna dirav û alavên teknolojî de ye, ne tenê di zanyariya bilind de ye , lêbelê , berî her tiştî ew di dewlemendî û bilindiya giyanê netewî de ye . Herwisa jî pirsgirêka seroketiya gelên mîna me kurdan blindest an nîvbindest û paşketî , ne tenê di qelsî , ezîtî , bêkêrî û xwe firotina hin kesên me yên nav li
wan tê kirin serok û rêber de ye , lêbelê , ew pirsgirêk berî her tiştî di civakên me yên paşketî û belengaziya giyanê me yê netewî de ye . Bê guman mînakên wek rizgarbûna gelê Efrîkaya başûr , yekîtî û hilweşîna Sovyet û perçekirin û yekbûna Almanyayê piştî hilweşandina dîwarê Berlînê, nimûneyên berçavin û baş ew rola serok û rêberan ,rola yekîtî an qelsî û ji hev ketina giyanê netewî xuya û teqez dikin . Ji aliyekî din de dîroka serok û rêberên gelên cîhanê diyar dike ku serok û rêberên rast û dirust jî du celebin , celebê yekemîn jimara wan pire , ew jîrin , jêhatîne , mêrxasin ,pêşengin , wêrek û xwedî vêneke xurtin , ew dikarin di rojên teng de bibin leheng û lehegan ji pêşerojê re amede bikin , lê tevî wê gişkî , xurtiya wan û vêna wan demkî ye , ji ber ku ew hîn bûne tim û tim biryarên xwe ji hin kesên li jorî xwe bigirin û ew kes gav bi gav rê li pêş wan rast bikin û wan pêş de têvedin . Celebê duyemîn ji serokan jimara wan hindike , ew xwedî vêneke xurt û berdewam û xwedî biryarin , ji ber wê rola wan gelkî ji rola celebê yekemîn mezintir û giringtire , çinko ewin yên ku ne tenê bi riya pirtûk û belavok û daxuyaniyan û ezberkirina wan , lêbelê , bi riya kar û xebat û ezmûn û çalakiyan jî giyanê netewî dewlemend dikin û dihêlin di her tiştî de , gel tev digel wan bibe hevpişk û beşdar . Dîroka miletên pêşketî jî vê rastiya han sayî dike gava ew diyar dike ku çawa bo nimûne serok û rêberên gelê Îngilîzî di demeke ne pir dirêj de giyanê netewî di miltê xwe de xurt û bilind û dewlemend kirin û hiştin ew milet bibe xwedî vêneke gelek xurt û xwe girtineke bê hempa , çinko wan serokan her û her gelê xwe hînî xweserî, geşbînî,wêrekî û rêzgirtinê kir û hiştin ku her kes ji gelê îngilîzî di her nîrekî û her rewşekê de bi xwe û ji ber
Welatê Rojê Behcet Hemo -Tirbispî
B
ejnawelatê me tim û tim di riwêba û bahozan de disekine ,pelênpayizîdiweşin û qelşênzemînêtijîbêr û barandibin ,pirpirîk û tîrêjênrojêxweamadedikinbodirûnakirasêbuharê… Şevêntarîçendîgiran bin emê bi sîngaxweyîtazî li hember wan rawestin ,û di berçîrokaT-
eyrêSîmir re,MîrzeMihemed ,SînemXatûn û ElîAxa û ZerkaZêrawêkeçên me bitiliyênhinekirîguliyanbihûnin û xerc û neqşançêkin û xweşikbikin… Metirsin ,emtucaranbirçînabin ta kuzendênmêr û mêrxasan cot dikin û tov li qadêdireşînin ,û sinbil di zeviyên me de dileyizin… Birano ,em ne koçberin
,jiberkukonên me di sîngawelatê me de ye ,û jiberkunexşawelat di navberaçav û dilê me de raxistiye… Ma we çawadilê me ragirêkujibîrbikê tama tiriyêmezrone ,reş ,etfî ,hesenî ,lib dirêj û şamî…? Tucarançavên me pêbarnabêkuemtozarê û sikakêngundênxwebiguhêrin bi konênkoçberiyê…
xwe zanibe ku xêzana wî an welatê wî çi ji wî dixwaze . Erê bi vî awayî gelê îngilîzî û serok û rêberên xwe Brîtanya û Emerîka ava kirin û tevî ku cografiya wan herdu dewletan ne yeke , lê ji ber ku giyanê netewî di gelê herduyan de xurt û bilind û dewlemend û yeke , ew herdu dewlet di her tiştekî giring de digel hevin û yekin . Gelo çima em kurd jî nola gelê îngilîzî û serok û rêberên wî naxebitin , çima tevî ku cografiya welatê me hatiye parçekirin , em li ser bingehên pêşveçûn û yekîtiya giyanê netewî pêşeroja xwe ava nakin ?! Gelo raste em nikarin îro welatê xwe bikin yek , lê gelo ma raste ku em nikarin giyanê gelê xwe jî bikin yek ? Bi rastî em bersivên van pirsan vedigerînin sedemên ku me ji destpêkê de gotine û hin sedemên din em wan jî ji xwandevan û nivîskar û zanayên gelê xwe re dihêlin . Lê da ku em reh û rîşalên xwe di axa giyanê xwe yê netewî de kûr berdin tenê emê bi kurtî bêjin ku serok û rêberên me yên nemir wek , Qadî Mihemed , Barzanî , Şêx Seîd , Osman Sebrî , û gelekên din , di vî warî de kêmasî nekirin , lê mixabin civaka me ya netewî ya gelkî paşketî digel dijmin û neyarên me û berjewendiyên dewletên mezin , ew û hevalên wan dorpêç kirin û nehiştin rêbaza wan ya rast û dirust biçe serî . Lê di bîr û baweriya me de ew rêbaz winda nebû û roja îro jî hin serok û rêberên me yên hêja wek berêz Mesod Barzanî hewldidin ku wê rêbaza giranbiha pêşxin û dewlemend bikin , tevî ku dîsa çavên dijminan teng û sor dibin , lê em bawerin ku ew rêbaz wê pêşkeve û hêdî hêdî biserkeve , ji ber ku ne rewşa cîhanê ya berê ye û ne jî civaka me ya netewî wek ya me ya berê pir paşketiye .
3
4
11-Befranbar -2713 k
1-1-2014 z
Roja “Ala” Me Narîn Omer
narinomer76@gmail.com
DENGê KURD -hijmar (23)
Yekîtiya Nivîserên Kurd, Leqê Xwe li Dêrikê Damezrand Li roja Înê de rêkeftî 20/12/2013z – 20713k , û li bajarê Dêrikê Yekîtîya nivîserên kurd – Sûriya Konfiransek li darxist û leqa Dêrikê a nivîserên kurd damezrand , û bi çavdîrîya desteya rêveberîya yekîtîyê û bi amadebûna serokê Yekîtîya nivîserên kurd Mamoste Elî Cizîrî û hedû endamên desteya rêveberîya yekîtîyê (Berêz Mehemed Emîn Sedûn û Loqman Yosif ) , û di vê konfiransê de hijmarek ji nivêserên kurd ji bajarê Dêrikê û dewr û berêt wê
Roja Ala me Hevjiyanê bi zar û zarav dike Lêbûrênê bi bask û çeng dike û Pijirandê bi deng û reng dike Ala me Mehbora kewijandina xwe li xemla sirușta Welat serast kiriye û pizdana hebûna xwe bi malzarokê ve durpêç kiriye Ala me Pevokên vehûnayî ji pînara “Manî” diweșîne û li asoyên ramanên me difirîne û kakilên perhîziya “Zerdeșt” li ser hilima hestên me belav dike Ew xweș tiraze, pilreyên hebûna me bero asteyên çerxûfelekê de hêdî.. hêdî Efraz dike Ala me Wêneyên mayîna me bi awayek sazkar mebesta jiyana me di Estana Gerdûnê de vajî dike, ji ber kû ew ji niyaza “Enahîta” rewa ya mihrevaniya xwe tîne Roja “Ala” rengîn çarenûsiya hoșîniya me ye
www. Pdksp.com
Bilind mela – Dêrik
ku hijmara wan gehişt (27 ) endaman amadebûn . Di destpêkê de mamosta Omer Resûl konfirans vekir bi xûlek rawestanî li ser canê sercem şehîdên kurd û kurdistanê û şehîdên şoreşa sûrî , û pişt re Elî Cizîrî li ser yekîtîya nivîserên kurd axvî û bitaybetî kongirê damezrandina yekîtîyê ya ku hat damezrandin li bajarê Qamişlo berî çend heyvan , û gelek mijarên dî , û piştî axeftina wî dergehê pirsan hate vekirin ku têde gelek pirs hatin kirin.
Û ji alîyî rêxistinî herdû mamosteya ( Mehemed Emîn û Loqman Yosif ) di vî warî de axivîn. Di dawîyê de dergehê berbijarîyê hate vekirin bû helbijartina pênc kesan bû rêveberîya leqê bikin , û piştî cûdakirina dengdanan pênc kes hatin helbijartin , navên wan: 1-Îbrahîm Qasim. 2-Omer Resûl. 3-Behroz Ebdulah. 4-Ednan Beşîr. 5-Ismaîl Resûl.
FERHENGOKA DENGê KURD Rênimanasîn احداثيات Şirovesazî حتليل Komerîşk جمموعة Ast مستوى Ewlekarî استخبارات Dagîrker حمتل Zalgeh نقطة سيطرة Alûgorkirî متبادل Rehend بعد سياسي Barûdox وضع Lêdwan تصريح Kelovajî مغالطة Parêzdar حامي Pasevan حارس Dîdevan شاهد Livlivîn حراك Teqemenî ذخرية Çavdêr مراقب
Helûmerc ظرف Salixdan توصيف Qurretî تبجح Lêpirsîn مساءلة Virçonekî افرتاء Gêlûgewc غيب Dehbelor ابله Seyr عجيب Mendehoş مدهش Helsûkewt تصرف Guncan,Guncandin وفاق,توافق Gngeşe مناقشة Bêlûk كتيبة Buhur معرب Sazan انسجام, وفاق Sazandin توافق Zeftûmest حتكم