25_

Page 1

DENGê KURD 12-Rêbendan -2713 k

DENGê KURD -hijmar (25)

1-2-2014 z

www. Pdksp.com

Gefxwarina serdarê(ypg)ê

li til hemîsê tazî dibe

Çavxweketin Mirov wekû takekes nadişêt ko jîn û jiyara xwe bi rêve bibe bi tikî tenê çinkû ew heybûnek civakiye di nava rêzên kesûkarên xwe de tê xweybûnû serxwebûna mirovxwaziyê. -mirovê baş û çak xwedî rewşt û sincî û nerîtên pakwer û erênîxwaze da ko jînû jiyara serbest û serdest û serkeftî û poxtane û xemilandî biçe serî divêtin hevsengiyeke babetxwazî li gorepana danûsitanan peyda bibe. -li dû mahîka evî heyamê di rojevê de serdarê (ypg) ê gelek gef li alîgirên kurd xwarin paşî zorçûna wî û hêzên wî li çend deverên şer lê qewmiyayî. Çav xweketin xwediyê xwe dajo sexerbûnû têkçûnê ji ber ko hevsengî hatiye ladan di terazûya hevkêşanê de.

2

Xortên helebce li sûryayê cîhadxwazin

3

HAMID BEDIRXAN Û XWE NASÎN


2

12-Rêbendan -2713 k

1-2-2014 z

DENGê KURD -hijmar (25)

www. Pdksp.com

Gefxwarina serdarê(ypg) ê li til hemîsê tazî dibe

Ş

Şêrwan Wardozî

oreşa sûryayê gelek rêxistin û alîgirên siyasî derbasî gorepana dijberiyê kirin, çi li ser astê erênî û çi li ser astê nerênî û wekû li serdemê hemû şoreşan, ji hevderxistin çêdibe li ser astê herdû aliyên serekî, bendê rijêmê berevaniyê diber desthilatê û berjewendiya niştimanî û mukamkirina bingeh û damû dezgehên fermanrewayî û diyarkirina payebaziya desthilatê û pêkanîna yasayê dike, û li aliyê din bendê dijberiyê sitratîciya hilweşandina rijêmê û danîna rêraznamrya rijêmeke nûjen pêketîne û karnameyeke çaktir ji ya ko hatiye herifandin. -(pyd)ê û nevêçirka wê wek û (asayiş-tevdem-ypg) ê hat helbijartin ji bal rijêmê wekû nûnerê yekemîn ji kurd re û wisa bû destûdarê rijêmê û karmend û xizmetkarê ferman û ecinde û karnameya wînî berjewendîxwaz û wisa tevgera rizgarîxwaz ya resen hat ladan û li gorî rijêmê û li ser evê rewşê (pyd)ê xwe xist qeware û qebarê rijêmê û hino hino li ser rêbazê ladan û binbirkirina hemû dijber û şoreşgêran karê têkdan û têkçûnê gerand

û pevxist, û nexasma berengarbûna hêzên (ypg) ê dijî livlivîna şoreşgêrî ya kurdî li her bajar û bajarokên kurdî,ew berengarbûna ko bû karname dijî xwepêşandanên cemawerî li şeqam û kolanên roja înê û her gorepan û panavê û behanekêşanan dijî siyaset û rêbaza Esed ya rabûye li ser ladan û lêdan û ser kutkarî û tundûtîjiyê û li kutasiyê destgîrkirin û kuştin û vekuştinê. -derbasbûna (pyd)ê bi hemû qelafet û giyanê xwey siyasî di nava rêbaza siyaseta rijêmê de bû fermana jîwarê serdest û lidar û wisa ji karê qedexekirina xwepêşandanan û livlivîna şoreşgêrî xwe dagerand gorepana şerû pev çûnên dijî komerîşkên çekdar yên tekfîrî wek(nusra-dahiş) û wisa deverên kurdnişîn bûn gorepanên şer û pevçûnên berevaniyê di ber rijêmê de û bajar û bajarok û gundên kurdnişîn ketin ber patoza bordûman û gullebaranên komerîşkên çekdar û wisa jîn û jiyara kurd têkçû û koçberiyê dest pêkir û başûrê kurdistanê bû rûgeha rizgarbûnê ji dojeha rojavayê (pyd)ê ve lê helmetên(pyd)ê û nevîçirka wê(ypg)ê ranewestiyan dijî alîgirên tevgera

Xortên helebce li sûryayê cîhadxwazin û li kurdistanê aştîxwazin Laleş Waşokanî

rizgarîxwaza kurd çi li (efrîn û kûbanê)û çi li (til hasil û til Eren) û çi li (girê sipî û tilxezal) û ya herî mezin li amûdê paytexta livlivîna şoreşgêrî û berî her dest têwerdanê ew şanogeriya ko gerand li (serê kaniyê)li gel (nusra) ve. -paşî ko rijêm bi ser xwe ve hat bi serketina çend şerûpevçûnan dijî artêşa azad li şam û homs û helebê û çend deverên dîtir xwest ji dar û destên xwe rapiske û wisa ferman da komerîşkên çekdar wek (dahiş) ko berê xwe bide cezîra kurdî û li tilberikê û li tilhemîsê şerûpevçûnan li darxîne dijî (ypg)ê û bi evî şêwaz û nexşesaziyê (ypg)ê derbasî şer û pevçûnan bû bê piştevanî û piştrastî ji bal hêzên rijêmê û wisa bi sedan keç û xortên kurd bûn qurbanî di ber siyaseta rijêma kujkar û binbirxwaz û mafyûzimsaz de lê paşî ferikî bûna şerûpevçûnên xapînok û sahîbûna asmanê cenga firtûfêlpêç serdarê (ypg)ê rêdûr xelîl gefxwarin li encûmena niştimanî ya kurdî û alîgirên wê tometbarkirin bi palpiştiya(dahiş)ê, lê wey bavo! Hey xwelîser gefxwarinên te rût û tazîbûn li ser hoxû bênderên til hemîsê.

Paşî hilgîrsana şoreşa sûrî û derbasbûna komerîşkên çekdar li nava xaka sûryayê wekû komerîşkên cîhadxwaz, gelek ji xortên kurd yên başûrê kurdistanê tevlî ewan komerîşkan bûn û wisa bûn qurbanî li ser xakeke bêgane û havî çûn ji dest xwe, bê goman ew kar û xebat ne rewaye û ne di cihê rastiya koşişgariya ko di ber xwedê û îslamê de ye, ji ber ko pirisgirêk û kêşedoza cîhadê û koşişgariyê ne biryareke layengiriye û rêbazxwaziye, ew kêşedoz girêdayî ye bi komkareke îslamî ve û korbendekî zanyarî oldarî ve. -di sala 2013 gelek ji xortên helebce berê xwe dan sûryayê û di nava rêzên ew komerîşkên cîhadxwaz de karû koşiş kirin û li gelek cih û deveran di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan

û wisa bûn qurbaniyên duruşmên pûç û pûçel li ser rêbazeke derewçîn û xapînok. -li alîkî din eger ew xortan a mebesta wan cîhad û xizmeta îslamêye ew dikarin ewî erkî li kurdistanê bicih bînin ji ber ko rijêma Esad û rijêma malikî hevalbendin di şerûpevçûnên dijî gel û cemawerê misilman de li sûrya yê û nexasma rêbaza sunnî, ev li tewerekî û li tewerê dîke kurdistana başûr hîna gelek xak û deverên wê rizgar û azad nebûne ji bin destê rijêma (baas) û desthilata Erebî û li gorî qurana pîroz kurd mileteke wek miletê Erab û ji mafê wî ye ku azad û sarbest be û bi serxwe bûna xwe şad be û serwerî yê û serfiraziyê bi dest ve bîne wekû Ereb, û wa diyare ko ev rewşa mafkêşxwaz hîna bi cih ve nehatiye, lewra ji ewan xortên cîhad-

ixwaz tête xwestin ko erk û mafkêşanên xwedênasî û îslamxwazî bi cih bînin li welatê xwe berî çi welatekî dîtir. -tiştekî seyr û mendehoşe ko akinciyên helebce bibin cîhadxwaz li welatên biyanî û kurdnahez çinkî ew kîmyabaran bûne ji ber destê ew kes û miletê nijadperest û kurdistan dagîrkir. -wa diyare ko kurd hîna di îslamê de tê ne gihîştîne û hîna ne gihiştine rastî û mebest û armancên îslamê û li dûmahîkê hîna ne gihiştine jihevderxistineke sitratîcî di navbera Erkê olxwazî û Erkê netewxwazî de, dêmekî ew peyam nehatiye hilgirtin ji aliyê zanyar û melayên kurd yên ko hîna di şikeft û sitmîkorên dîroka paşketî de dijîn.


12-Rêbendan -2713 k

1-2-2014 z

DENGê KURD -hijmar (25)

www. Pdksp.com

HAMID BEDIRXAN Û XWE NASÎN (Beşê yakem)

Rûxweşê Zîvar

Hamid Bedirxan Wêje û toreya her miletekî û yek ji wan ya me kurdan du beşin , devkî û nivîskî , eger em herdu beşên toreya xwe bidin ber hev , em ê bibînin , ji ber ku ya nivîskî têr nehatiye avdan , ya devkî bilindtir û dewlemendtire . Gelo çima toreya me ya nivîskî têr nehatiye avdan? Dîroka gelê kurd aşkere bang dike ku çawa neviyên //Mîdya// ji sedsalan de bi navê biratiya îslamî hatine xapandin , belê çawa ku leheng û mêrxas û girnasên me tim û tim ji turk , ereb

û fursan re bûne şûr û mertal , wisa jî piraniya rewşenbîr û zanayên me li şûna ku çand û toreya gelê xwe geş bikin , zimanê xwe berdan û bi zimanên xelkê nivîsan din , li şûna ew zanîna xwe ji miletê xwe re bikin çek û posat , wan pê pirtûkxanên dagirkerênwelatê xwe dewlemend kirin . Ma em nikarin bêjin ku ew zanîn û mêranî , bê xwe nasîn bûn ?!... Bi rastî ne tenê hîngê me xwe ji xelkê re kir mertal û çeper , vaye heya roja îro , tevî ku di van çend salên dawî de ro ji paş

ewrên dûmên derket û rastiya cîhanê baş diyar bû , mixabin dîsa hin rewşenbîr û torevanên me dişemitin û di windabûnê wer dibin , îcar bi navê biratî û hevaltiya sosyalistî û mirovatî têne xapandin û zimanê xwe yê zikmakî dihêlin , bi zimanên xelkê dinivîsînin . Bê guman ev yeka han jî windabûn û xwe ne nasîne , lê windabûneke nûjene , vaye Dr . // Nûredîn Zaza // xwe nasînê ji me re sayî dike gava dibêje : //Eger hûn naxwazin ji hev taromar û winda bibin , berî her tiştî , zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin nas kirin û hez kirin , û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêş ve herin , û bi rûmet û serbilind bijîn , dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin // Mixabin helbestanê bi nav deng // Hamid Beirxan // jî yek bû ji wan kesên kurd , yên ku demeke dirêj bi navê sosyalizm û mirovatiyê hatine xapandin û ji sosyalizm û mirovatiya rast û durist dûrketine ,

wî bi sê zimanan , Erebî , Turkî û Firansî gotar û helbestên xwe rêstin , lê gelê xwe ji karînên xwe bê par û pişk hişt , wî ji bîr kir ku berî her tiştî ew kurde û kudîtî ji zimanê kurdî de dest pê dike , wî nizanî an nedixwest bizane ku // Gotê // dibêje : // Kesê ku zimanên biyanî nanase , tiştî ji zimanê xwe û taybetiya wî jî nizane . // Ango , yê ku dixwaze spehî û xweşikiyên zimanê xwe bizane , gereke zimanên biyanî binase , lê heya ku helbestvanê me // Hamid Bedirxan // zimanên xelkê nasîn , wî zimanê xwe yê zikmakî winda kir û heya ew li xwînrêjê // Lorka // geriya , wî xwînrêjên// Mûsa Enter //, //Qasimlo // , //Şeref Gund î // , //Silêman Adî // û // Helebçe // ji bîr kirin . Belê nehat bîra helbestvanê me ku wek // Resol Hemzetof // gotiye : // Helbestvan netilûrên koçberin , helbesta bê ax û welat û mal , dareke bê reh û damare , çivîkeke bê hêlîne . Lewra ne raste mirov gel û welatê xwe bike

goriyên bîr û bawerî û ramanên xwe , ya rast ewe ku mirov bîr û bawerî û ramanên xwe di berjewendiyên gel û welatê xwe de bikarbîne û û canê xwe ji bo wan bike gorî . Vaye apê me yê hêja // Osman Sebrî // wê riya ras û durist ji me re ronaktir dike gava dibêje : // Ez bi xwe çepim , çep dimeşim , dê çep bimînim Bi ramana xwe di çepiyê qencî dibînim Ne bi terî bim ji bo çepan doza xwe berdim Gava bixapim di vî warî de teqez ne merdim // Erê em dizanin ku mamoste //Hamid Bedirxan // mîna gelekan pir dereng li xwe hay bû ,lê em ji bîr nakin ku wî tiştekî pir hêja kir , gava ku wî bi xwe di sala hezar û neh sed û not û sêyan de , di hevpeyvîneke xwe ya digel kovara // Elhîwar // de , şaştiyên xwe li xwe nan dema got: // Mirov ji nav û dengê xwe hez dike , mixabin me bi zimanên turkî û erebî nivîsand ji ber ku em li nav û dengê xwe digeriyan, ji tirsa ku helbestên me neyên

weşandin û belav kirin , me bi zimanê xwe yê zikmakî nenivîsand , lê xwezî me bi zimanê kurdî nivîsandiba û bila heya niha jî helbestên me di defteran de destnivîs bimana . Ez li tiştê ku min kiriye poşman bûme .// Lê wek //Dîmitrof // dibêje : // ne bese ku hûn bizanin çi kar tête xwestin , lêbelê, divê hûn biwêrin wî karî bikin jî . // Bi rastî em dikarin bêjin ku mamoste // Hamid // jî ne tenê riya rast nasî û bi wêrekî şaştiyên xwe berçav kirin ,lêbelê , wî bi dilêrî gotina //Dîmitrof // bi cî anî û di wê riya rast û durist de dest bi kar jî kir , ew di dawiya temenê xwe de li gelê xwe, li gundê xwe // Şiyê // vegeriya û bi kurdî jê re got : // Ger ez hatibama di bihara rengîn da Bê şek , Ezê bi bilbilê şeyda wa bax û bîstan û gulîstana bama Mîna ana, Lêvên min nedimiçiqîn …. // Şiyê // xewna di acuna hişyarî da Min dît di payîza umrê xwe da . /

3


4

12-Rêbendan -2713 k

1-2-2014 z

DENGê KURD -hijmar (25)

www. Pdksp.com

Serkirde Ehmed Lewend

Penabera axê Hozan Dêrşewî

Serkirde û rola wî di nav rêxistinê de û him di nav cemawerê miletê kurd de û fişara wî li ser civaka kurd, û gelek tişt hene tê xwestin yê serkirde pê goman û hişyar bê, tê xwestin zane bê û dûr dîtin bê û karibê bihêlê xelkê wî yan miletê kurd bi serkeftî bê hinga go bi rastî serkirde bê û armanca wî pêkanîna mafê miletê wî bê û xweyî bîr û bawer bê, û kar bikê bi arîkarya hinek pespor û zaneyê civaka kurd, û hewil bidê tîmekî baş ji zana û li dor xwe bicivînê ji bo arîkaryê û pirisgirêka naskê û biryara herî rast bidê û bistênê di cihê

kar ji kesê baş û berdest yan cêgir ji xwere çêkê, û behwerî yan qinyat bi xwe bînê, giringye bidê bercewndyê giştî bihtir ji bercewendyê taybet , karibê gohorînê di nav milet de çêkê, karibê bi pilanê xwe milet bi ser hevde bênê, û arîkariyê ji zana bixwazê go arîkaryê bêre bikin, bi hevgirtina miletê kurdre bê, û mirovekî karizmî bê karibê rola xwe di guhartina civakê de bikê, ne durî civakê bê, rêzê ji hemu şêwayê êlê civakê re bikê çi olî yan civakî û malbatî, nama xwe bigihênê dawî.

FERHENGOKA DENGê KURD :‫تهديد‬

Gefxwarin Xunavên hûr hûr ji esîmanên winda yî Hîn kulîlk e Zarok e Ji dilê axê direve Bi wan çavên dûr mayin ji pêsîra fîxanên bilbilan dinale Qîr dike Dikene rûgeş dibe dîsa jibîr nake ku sûlavên pora xwe bi rengên sor û reş û hin rengên bêzar di ser milên xwe de bibarîne ta ku nêzîk nêzîk ûhêdî hêdî şûna dilovaniya dayika xwe himbêz bike ne jî sîka dareke bêav mayî û ne jî rêyên bajêr yên bêkes mayiîn nayên binaxkirin di bin rengê şînatiya desmala te de awirên dijwar bide dêmên xwe şêrîn neke ebrûyên çavên xwe reş reş neke penaberî tofaneke bêsînor e hêviyên xwe tenê bi kevana sipî girêbide li jora eniya xwe sipî sipî bike bûkaniya te bi azadiya welatê te re nêzîk û dûr dibe kena ji lêvên te yên bêguneh dê sînoran bingor bike mêraniya bê soz qedexe bike.

rast de, û helwistê xwe diyarkê di çi pirsgirêkê de, û karibê behwerya xelkê bi xwe bînê, û armacê baş nasbikê û bicihbînê, û divê aqil mend bê dûr meyzên bê û karibê mêjyê xwe bi karbînê zanibê careseryê ji pirsgirêka re bibînê, zarşîrîn bê zane gotin bê bihêlê guhdar lê guhdarî bikin zanibê şêwayî giftûgo û xwe ji astenga derxê, divê çanda lêborînê li cem hebê bi xwe bawerbê gelek qezinca bi dest xwe xînê bi kêmtirîn destçûn , biryara xwe di dema giringiyê bistînê karibê arîşe vebirê , karibê rajê barê berpirsyaryê û pêşketina

Zorçûn

:‫هزمية‬

terazû

‫ميزان‬

‫غرور‬

çavxweketin hevkêşan ast

‫معادلة‬ ‫ صعيد‬-‫مستوى‬ ‫دفاع‬

berevanî

‫هيبة‬

payebazî

‫معارضة‬

dijberî

Hilweşandin ‫اسقاط‬

‫انهيار‬

Herifandin

‫مشتق‬- ‫ساللة‬

nevîçirk

‫ممثل‬

nûner

‫اجندة‬

karname

‫قالب‬

qeware

‫حجم‬

qebare

Şeqam kolan

‫الشارع العام‬ ‫طريق فرعي‬

berengarbûn

xwepêşandan

‫التحدي‬ ‫مظاهرة‬

jiyar

Heybûn

rewişt sincî nerît

Pakwer

:‫ املعيشة‬- ‫العيش‬ :‫كيان‬ :‫أخالق‬ :‫عادة‬ :‫ نزيه‬-‫طاهر‬

Erînîxwaz

:‫اجيابي‬

hevsengî

:‫توازن‬

puxt puxtane

:‫ناضج‬

ladan

‫استبعاد اقصاء‬

Pevxistin

‫استكمال‬- ‫اعداد‬

binbirkirin Şoreşgêrî

livlivîn

behanekêşan serkutkarî

Tundûtîjî kutasî

Jîwar

komerîşk

Kêşedoz

‫استئصال‬ ‫ثوري‬ ‫حراك‬ ‫احتجاج‬ ‫قمع‬ ‫عنف‬ ‫خامتة‬- ‫نهاية‬ ‫واقع‬ ‫جمموعة‬ ‫قضية‬


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.