DENGê KURD 10-Reşemê -2713 k
1-3-2014 z
DENGê KURD -hijmar (27)
www. Pdksp.com
Rewşşşa nalebar li hundur û derve serî dikşşîne
Tevger û kongir -Siyaset pêwîstî tevgerê ye, û tevger pêwîstî rêxistinê ye, û rêxistin pêwîstî westgehên rewaxwaz in, da ko her sê rehend, têkra û vêkra li hev bi guncin. -tevger a siyasî ji bona kêşedozeke rewa karûxebat a xwey netewî bi rêxistinî li hev diguncîn e da ko bigihêje mebest û armancên xwey sitratîcî. -kongir beriztirîn westgehe ji rêxistina siyasî re, da ko qonaxa rabirdû bête hilêbkirin, û qonaxa li dar bête karnamekirin, û qonaxa dahtî bête pêşbînîkirin, wisa ew her sê rênimayên bingehîn kongir serrast û berdest dikin da ko tevger birêve biçit.
Dengê kurd
Tevgera rizgarîxwaz û mafkêşanên ji nav çûyî
2
Encûmena kurdî û kantonên (pyd)ê lêpirsîn 3
2
10-Reşemê -2713 k
1-3-2014 z
DENGê KURD -hijmar (27)
www. Pdksp.com
Rewşşşa nalebar li hundur û derve serî dikşşîne
Ş
Şêrzad osman
oreşa Sûryayê rewşa jînû jiyara hevwelatiyan têkbir paşî ko xwepêşandanên aştîxwaz hatin dagerandin bi berû cengekek kambax û wêranker de, dêmeki berjewendiyên rejêmê ji wê rewşê pêkdihatin ji ber ko berdewambûna xwepêşandanan ango berjewendiya mafkêşanan û wisa bi pêkanîna mafkîşanan ango helweşandina rijêmê û wisa rijêmê xwest ko şoreşê beravêtî bike dema ko dest bisiyaseta jêveqetbûnê kir û veqetbûn kir dasek ji lîstoka têkçûnû beravêtbûna şoreşê, dema ko ev kesên jêveqetyayî bûn wekû sîxur û guhbelan di nava rêzên dijberiyê de -rijêma ko avabûye liser terqendeya leşkeri û ladan siyasî û binbirkirina kujtarî û qedexekirina hizrûbîr û ramanî dikarîbû hemû hokarû karîgerên şoreşgêr pêşêl û berbad bi ke
bi karanîna komerîşkên çekdar yên ko musulmantî kirine ji xwe re bîrdozî û karname dijî alîgirên dijber da ko salix û pesnên erênî hilgirin û bistînin li gorepana siyasî û leşkerî. -rijêmê rewşa ko li ser ling û laqekî
bû ew jî têk da û wisa ew rewş ket warê nalebarbûnê û qeyrana ewlekarî û awarebûna abûrî û ji hevketina binemala civakî û helweşandina jiyana komelayetî û nexasma paşî pevxistina ewan komerîşkên çekdar û tevrast-
Tevgera rizgarîxwaz û mafkêşanên ji nav çûyî
K
êşedoza kurd pirisgirêkeke dadmend û rewa ye, ji ber ku kêşedoza milletekî bindest û sitemdîde ye, ji bal hevsê û biraderên musulman, ew dewlet û heybûnên ku hatin
sazkirin li paş rêkeftina(saykis-bîko) paşî cenga cîhanî ya yekemîn. -kurd û kurdistan hatin dabeşkirin dinava ewan dewlet û heybûnên dest karkirî de, û wisa rûdêm û binaxeyên
netewayetiyê û kurdayetiyê di nava regez û siyaseta şûvînî ya ewan dewlet û netewên biyanî û bêgane de têkçû, û bû tepolke û hendefa qedexebûn û piçirandin û şêwandin a erebandin û tirikandin û firisandinê, û wisa gelek piroje û nexşesaziyên malvirtandinê û kavilkirinê hatin çêkirin û sepandin biser kurd û kurdistanê de. *kêşedoza kurd ji rêkeftina sîverê û bi şûnde ket warê bazara siyasî, û nexasma paşî pêşêlkirina sîverê bi pîlangêriya lozanê, û bi dawî anîna maf û mafkêşanên kêşedoza kurdî li ser destê firkûpeşên atatork, ji dewletên kolonyalî re himberî ladan û nehiştin a her sê bendên zêrîn di paşkoya saykis-bîka de, sebaret bi kêşedoza kurdî ve (62-63-64). *sal bi sal kurd û kurdistan di nava bûyer û qewmanên dîrokî û siyasî de rewş û barûdox û dîmuxrafiya hate guhertin, çi xaknasîn û çi rênimansîn li astekî, û çi şêwandin û piçirandina ruxsar û rûdêmê netewî û rewşenbîrî û keleporê kurdewarî li astekî dîtir ve.
kirina şanogeriyên şerûpevçûnan di navbera (nusra-dahiş û pyd)ê de . -rijêma sûrî dikarî bû paşî berpabûna şoreşê û pevbendiya bûyeran derbasî lîstoka rêbazkirî bibe bi çêkirina hawe û şêwazên tarîxwazî ji bo têkdana peyvtarên gewhernaz ji şoreşê re û xwestekên mafkêş ji cemawerê şoreşgêr re,lewra rabû bi kotekî hemû karîgerên şoreşgêrî çirvirandin û tevn û torên civakî û siyasî viritandin ji komelgeha sûrî re, dêmekî ev dabû nerît ne dûrî rijêm û desthilatên giştxwazî ne dema ko tûşî metirsî û qeyranan dibin, û dibin duruşm û rêbîrên welatparêzî de dest bi şêwandin û pêşêlkirina jiyan û jiyara mirov û gel dikin ,û wa diyare ko jîn û jiyara sûryayê tevde têkçûye ji ber ewê siyaseta binbirxwaz û û biragmatî di durêyana teweran de.
Şêr
î
rdoz a W wan
Nemaze zinara erebî li cezîrê bi sazkiri na kolîtegehên erebî li seranserî (hêla dehan)nêzîkî rêçxanka tirêna lezgîn ya rojhilat ya bû sînor dinavbera sûrya û turkîyê de. *li cinêv2 herdû şandên guftûgoxwaz derbasî pirisgirêkên serekî û gewherî nebûn, ji ber ko her şandek sitratîciyeke xwey taybet hebû, dijber bû ji ya dîtir re, û wisa guftûgo man ger yayî li ser karû barên çarçûvxwaz û karnamesaz û rêbazkirina pêşkariyan. -şanda dijberiyê mebesta wê ew bû ko gengeşe liser qonaxa demikî bête kirin, û desthilateke têkelxwaz lidar keve, ji bo ko şerûpevçûn rawestin û bajar û navçe ji dorpêçanan rizgar bi bin, û alîkariyên hawarçûnê rêya xwe bibînin li nig awarebûyan, lê ew mebest bi ser neket ji ber ko sitratîciya şanda rijêmê ava bi bû li ser rawestan û berengavbûna tundûtijîyê, û wisa herdû sitratîcî li hev negunciyan, û bû sedemê têkçûna berdewambûna kongir û mafkêşan yekser jinavçûn.
10-Reşemê -2713 k
1-3-2014 z
DENGê KURD -hijmar (27)
www. Pdksp.com
Encûmena kurdî û kantonên (pyd)ê lêpirsîn û berpirisyarî
okanî Perîzad waş
R
agihandina kantonan ji bal(pyd)ê ve li rojavayê kurdistanê pêngaveke sernekeftî bû di warê helsûkefta siyasî de li alîkî û di warê demxistina kiryarî de li alîkî dîtir û wisa ew ragihandin gelekî lezgîn û pêşwext bû û berbûneke seqet dihemû hevkêşanan de. -kurd û tevgera rizgarîxwaza kurdî ji pêncî salî û bêhtir ve kar û xebatê dikin maf û armancên rewa û resen bi dest dixînin,lê dema ku ew derfet hat gorepana kiryara siyasî alîgirekî serkêş û xwebîn gel û kêşedoz xistin xirxêzka lagîrî û destgîriya biryara siyasî û wisa (pyd)ê yekrewî yeklakir û encûmena niştimanî kurdî da alî û hemû rêkeftin û nerîtên kurdewarî binpêkirin.
-hemû rêkeftin û hevtêgihînên siyasî dinavbera herdû alîgiran de ne dihatin bicihkirin û pêkanîn ji ber ku alîgirek xwedî diran û qîl û pencên dirinde bû
û alîgirê dîke xwedî zimanekî nermû helwêstekî nermenîşk bû û ne dikarî bû hevrikiya alîgirê dîke bike li ser qadê çi leşkerî û çi rêxistinî û çi te-
vgera xizmetguzarî. -encûmena kurdî ne dikarî bû di navbera rêveçûn û pêvajoya xwey siyasî de ku têkeve warê kiryarî de û li ser qadê destkeftina bicihbîne ji bi li daxuyanî û kombûnên bê biryar û xebata şoreşgêrî ya ku biniyazî qurbanîdanan e wa diyare ku serkirde û bingeha tevgerê û encûmenê ne li gorî qonaxê ne ji ber ku ew laşên siyasî xwedîbûn e li ser nakokiyan û tenbeliya rêxistinî û can û giyanê xemsarî û paşguhdanê,dêmekî(pyd) ê û destûdarû damûdezgehên xwe di amadebaşiyê û kargêriya qurbanîdanê de ne lê pirsîn û berpirisyarî ewe ka kî ji herdû alîgiran dikare xwe bi de pênasîn ji kêşedozê re? li ser hemû astan û hevkêşan û mafkêşanan re?.
Sûrya = okranya Arîşe û çareserî li hev naguncin
D
ema ku şoreşek li welatekî berpa dibe ango arîşe gihiştin e astekî bêsînor û sitmîkorekî bê ronî, û wisa rewş û barûdoxê ewlekariyê têk diçe û roj bi roj jiyara abûrî dikeve aloziyan û lawazî hino hino xwe berdide hinavê civak û komelgehê lê hêz û çîn û qatên jîndar û çalakvan li hev qûrdibin da ku çareseriyan ji ewê pirisgirêkê re bibîn dibin navûnîşan û duruşmên welatparêzî û parastina yekitiya welat de *şoreş a sûryayê tev ku şoreşa azadiyê û rûmetê bû dema ku dest pêkir lê roj bi roj ew nav û çalakiyên pîroz hatin pêşêlkirin û watayên armancan hatin şêwandin û ew şoreşa pîroz hat çivandin û çirvirandin bi berû mebest û armancin qirêj û seqet ve ta ku bû cengeke reşkujî bê serûşûn li seranserî sûryayê û wisa bû gorepana desttêwerdana navherêmî û navnetewî û ket xirxêzka bazara siyasî û kongir û korbendên çarçîtiyê, û wisa mafû mafkêşanên şoreşê û daxwaz û xwestekên şoreşgêr û hevrêzên livlivîna
î
n Perîzad kîka
şoreşgêrî bûn kelemperên payîza berjewendiyên sitratîciyên guftûgoxwazî, Li cinêv1 û li cinêv2, lê dijberiya okranya berî çendakî dema ko dest bi livlivîna xwey şoreşgêrî kir biçek hêvî licem millet û dijberiya sûrî çêkir ji ber ko emrîka û rûsya li sûryayê ketin hevrikiyeke çarçîtî û her cemserek di xwaze yê dîtir bajo ser xefka xwe, da ku dikaribe terazû û qapanê bi aliyê xwe ve bişkîne,lê wa diyar bû ku livlivîna şoreşgêrî li okranya ne dûmand ji ber ku hilêbên siyasî yên cîhana rojava û cîhana rojhilat li hev dernakevin û sitratîcî û tektîkên konevanî ji hev cudan e. -wa diyare ku gel û millet û dewletên rojhilata navîn kêlgehên ezmon û serbuhêrkanin, sebaret bi siyaset û berjewendiyên dewletên zilhêz ve û ne giringe ku bised hezaran mirov bêne kuştin û bajar û dever wêran û kavil bibin û jîn û jiyara civakê têk biçe û ayinde bi be tarîstan ya giring ewe ku maf û mafkêşan û berjewendiyên zilhêzan bêne parastin û armancên wan bêne çespandin.
3
4
10-Reşemê -2713 k
1-3-2014 z
DENGê KURD -hijmar (27)
www. Pdksp.com
Rêya azadiyê di (amûdê)re derbas dibe Rêya azadiyê navûnîşanê pêşangeha komeleya subartoye ew pêşaugeha ku bi zincîreke wêneyan çîroka xebatû têkoşîna kurd di kşîne ji bo rizgariyê ji sitemû zordaritê, ev pêşangeh berî çendakî li wisa ewê li çend bajar û bajarokên dîtir bête gerandin -amûdê bajarê dîroka dêrîn ya ko şanaziyê bi pakreman û nivîskar û helbestvan û bîramerên xwe tîne û hûn dînên wê jî bîra mekin. -amûdê bajarê şoreşê û berxwedanê û hilweşandina peykerê esed du caran li pey hev 2004 û li destpêka şoreşa 2011.
Emerê temir…
mêrxas û pêşmerge Hişyar Mêcer Piştî peymana alcezayir di nav şahê îranê û Sedam Hûsên de, şoreşa Mela Mustefa Barzanî li başûrê Kurdistanê şikest û gelek kurdên başûr penaberbûn û hatin sûrî .yek ji wan kesan mam Emerê Temer bû serokê eşîra musa reşan . Vî kesî gelek feqîrî û tengahî li sûrya dît û piştî hatina cenabê serok Mesûd Barzanî li sûrya û ne li hev hatina wî û rîjêma sûrî Istixbaratê sûrî ji kurdên başûr xwest bibin hevalê Celal Telebanî an jî ji sûrya derkevin û herin welatekî dî. Di wê feqîriyê û tengahîyê de mam Emerê temer û piştî bavê min got yê Emer biryar ya te ye û divê ti bêjî, wi ti çi bikî ji ber ko destê te yê li bin kuçe û ne yê me got bavê min: Mêcer ma ti dibînî layqê mine piştî vî emrî ez bibim hevalê cehşan ji bu parîk nan , me emrê xwe di çiyê de derbaskir û ne gelek zehmetê ez dîsa tivinga xwe hilgirim û vegerim çiyê. Mam Emerê temer ji bu parîk nan xebata xwe ber avêtî nekir û ew û zarokên xwe gelek sal di tengahîyê de derbaskirin da ko ji baweriyên xwe ne vegerê. lê mixabin gelek kurdên me yên roj ava namûsa xwe firotin û bûn baasî bes da ko di rêzê de ne sekinin gava ku herin ber derê firnê û nankî ji zarokên xwe re bînin .
Çima Amûdê
DIJWAR TEWFÎQ-AMÛDÊ
Amûde Wek hatiye zanîn di dîroka bajarê Amûdê de ku bajarekî kurdistaniye keleha berxwedanê ,bajarê xebatkar û têkoşera ye ,bajarê çand û zanînê ye, her dem xelkên wî bajarî berevanî di ber de kirin e. Di sala 1937an dema hêzên leşkerên Firensî êrîş anîn ser bajarê Amûdê ,û hat topbarankirin, lê xelkên amûdê kar û xebat di ber de kirine, Û dema evî bajarî xwest bi rengekî alîkariya şoreşa Cezayir bike dijî Firensiyan ku giyanên 285 şagirdên dibistanan bûn qurbanî ,û her weha alîkarî bi hemû şoreş û raperînên kurdistanê re kiriye,û bajarê amûdê bajarê yekemîne ku dest bi şoreşê kiriye piştî ku çirûska wê ji bajarê Der’aa dest pêkir ,û bajarê yekemîne di dîroka gelan de ku desthilat li ser xwe ye, û pûtê serokê rêjîmê tê hilweşandin. Lê bi çi sedemê rêveberiya demkî ya(p y d)ê wê bê ragihandin û amûdê bibe paytexta wê rêveberiyê, û navê kurd di peyrew û pirogramê wê de tu ne ye,û komkujiya Amûdê xaleke reşe di dîroka vî bajarî de çêbû di 2013\6\27 ku hêzên (y p g)ê yên partiya (p y d)ê êrîş anî bûn ser xwenîşandaneke sivîl ,6 pakrewanan jiyana xwe ji dest dan, lê Amûda rengîn wê bimîne bajarê Aştiyê ,wekheviyê û azadiyê.