28_

Page 1

DENGê KURD 24 reşemê -2713 k

DENGê KURD -hijmar (28)

15-3-2014 z

Rêbaz Rê û rêbaz di pênasîn û pêzanînên cugrafî de navnîşan û dergehê rênimayên xaknasîn û peyrewkirina hemû der û dever û şûnan e -rêbaz naverasta rê dişopîn e bi pêngavin mukum û rêkûpêk û bi behweriyeke serbest û serdest bi berû armancên serekî. -îro roj di kar û xebata rizgarîxwazî de, rêbaza nemir Barzanî tête pêşrewkirin û bikaranîn ji ber ku bîrawerî û hoşmendîyê di nava xwe de bi cih tîne û bûyer û qewmanan de serkeftinan di çespînin. -rêbaza Barzanî ango parastina maf û mafkêşanan û çespandina mebest û armancan û bi selmandina rewayetiya kêşdoza kurd li her cih û li her katî û li hemî wêstgehan bi hel wêstekî serbixwe.

2

www. Pdksp.com

Bûyerên avdarê ji nexweşiyan sal dagîrkirin e

3

ÇIRÛSKIN JI RAMANÊN `` OSMAN SEBRÎ ``

4

Bese êdî bêdengî

Dengê kurd

Qeyrana sûryayê û têkçûna mafkêşşanan di nav lingên çarçîtiyê de 2


2

24 reşemê -2713 k

15-3-2014 z

DENGê KURD -hijmar (28)

www. Pdksp.com

Qeyrana sûryayê û têkçûna mafkêşşanan di nav lingên çarçîtiyê de

PERîZAD KîKANî

D

ema ku şoreş bê dagerandin bi berû cengek wêranker ve wê gavê pîrozmendî û payeberziya maf û mafkêşanên millet sitemdî de û her jar û perêşan têtin bin pêkirin û tarûmarkirin. -şoreşa sûryayê hatiye pênasîn bi şoreşa azadiyê û rûmetê ji ber ku rijêma (baas)rêbaza takrewîtiyê sepan dibû ser millet û yek helwêst û hizr û raman ango dagîrkirina hiş û sewdan ji bilî jîn û jiyara rojane,dêmekî azadî bi bû xwestek û armanca her kes û her welatiyekî xwedî kesayetî. Şoreş bi duruşm û armancên xwey aştiyane hati bû naskirin lê roj bi roj livlivîna şoreşgêrî gûr û berpa dibû dijî rijêmê û damûdezgehên wê û paşî ku hêzên ewlekariyê naçar man li himberî ew xwepêşandanên cemawerî di rojên îniyan de dest bi çalakiyên çekdarî kirin dijî çalakvanan û wisa

kolan û şeqam û gorepanên bajar û bajarokan bûn kujtargehên çaksaziyê û mafkêşanên rewaxwaz. -di rêveçûna şoreşê de gelek bûyer û qewmanin giring û çarereş û bedbext derketin ser hofk û sekoyê dîrokê wek

Bûyer û qewmanên avdarê ji xweşşî û nexweşşiyan sal dagîrkirine Laleş waşokanî

*dema ku navê adarê tê gotin ji nav mehên salê newroz tê bîra mero û gelek bûyer û qewmanên xweş û nexweş di dîroka kurdî de. di destpêka mehê de wexerkirina Barzaniyê nemir mero pêşwazî dike ew bûyera diltezîn û bedbext çinkû ew kesayetî rol û bandoreke xwey zor giring û serincrakêş hebû li ser milletê kurd bigiştî û li ser tevgera rizgarîxwaza siyasî, û li paşre wexerkirina serdarê bi nav û deng selaheddînê eyyûbî ewê ku li serdema çerxên navîn di dîrokê de navê kurd belav kir li cîhana şer û cengê û ber xwedan û berevanî di ber îslam û sinçî û maf de, û hemû nirx û nerîtên mirovî, û li paş re berpabûna raperîna sala 91 ê li başûrê kurdistanê ew raperîna ku gelê kurd ew vêxist û hilda dijî sitem û zordariya rijêma (baas)û seddamê xwînrêj)ew raperîna ku azadî û rizgariya welat nav û nîşana wê bû û encamin zor berketî bi dest xwe ve anîn û tev ku bû webal û kambaxî li ser gelê kurd dema ku supayê îraqê li cemawerê hilpekyayî vegeriya û ew ajot nava berf û sermayê û qirr û qeşayê li derbend û çiyayan.

(hema-deraa-gûta-dareya-beydabanyas)û li gelek deverin dîtir jî û wisa roj bi roj şoreş ket warê cengeke wêrankar û kombaxdar û bû pirisgirêka man û nemanê ji rijêmê re. -dewletên derdorî sûryayê beşdar û

-di 11ê adarê de rêkeftina (desthilata otonomî)tê zimên û berçav ew rêkeftina dîrokî ya ku berhemê neh salan bû ji xebat û têkoşîna şoreşgêrî ya şoreşa êlûnê bi serokatiya nemir Barzanî ve, ewê rêkeftinê cara yekemîn kurd derbasî destûr û yasayê dewleta fermî kir û bû bingeh ji fidraliya îro roj ya ku kurd berhemên wê dixwin. -helebce birîneke kwîr û dijwar e di nava rûpelên adarê de ew qewmana ku hinav û wîjdanê hemû mirovekî şerefmend hejand û bû sumbulê qurbanê û pakrewaniyê di pertûka qurbanîdanê de.

hevbeşin di hemû bûyer û qewmanan de ji ber ku her dewletek berjewendiyên xwe hen e di hebûn û ne bûna rijêmê de û belkû hinek ji wan naxwazin ku sûrya wek dewlet bimîn e liser nexşesaziya rojhilata navîn û hinek dixwazin ku sînor bêne guhertin û hinek dixwazin ku sûrya wek dewlet bimîne lê tevde wêran bi be. Cîhana navnetewî û neteweyên hevgirtî gelek kongir û korbend li darxistin bi mebesta dîtina çareseriyekê ji pirisgirêkê re lê mixabin herdem vîtoyên rûsya û çînê dibûn kelem û kosp li pêşiya derçûna biryareke saxlem û mifadar û ewê bazara siyasî ya navnetewî. Şoreşa sûryayê derbasî sala xwey sisyan bû û tu rêçare nehatin dîtin ji ewê pirisgirêka ku bû mîna cengeke nav herêmî û carna çavdêr û dîroknas dibêjin çarebere ku bi be cengeke cîhanî ya sêyemîn.

*Newroz dimîne gewretirîn û mezintirîn helkeft û dasend di meha adarerê de ji milletê kurd re ji ber hemû êş û azar û keder û xweşî û şadî û nexweşiyan dinava xwe de hildigre û himbêz dike, lewra milletê kurd gelekî girêdayî ye bi newrozê ve, wekû sunbulê azadiyê û rizgariyê û serkeftina netewî ligel pîrozkirina werzê buharê û guhertina suruştê û ciwaniya qad û deşt û zozanan û geşbûna dêm û ruxsarê jîn û hawîrdorê û vebûna mirov li jîn û jiyareke nûjen û lêhatî.


24 reşemê -2713 k

15-3-2014 z

DENGê KURD -hijmar (28)

www. Pdksp.com

ÇIRÛSKIN JI RAMANÊN `` OSMAN SEBRÎ `` Rûxweşê zîvar

OSMAN SEBRÎ Eger em hişê kurdî di dîroka kevin û nû de têxin bin hûrbîneke çavgeş, emê bibînin ku``Osman Sebrî`` ne tenê xebatkarekî mêrxas û torevanekî dilêr bû, lêb elê, ew raman gîrekî sebirxwe û azaser bû jî û yên wek wî di warê ramanê de bi wêrekî nivîsandine di dîroka me de pirhindikin. Vaye dema ku piran ji me, ger em ne bêjin me tevan, hişên xwe li pirêzên xelkê bê pirs û guman diçêrandin û yê tevî jîr ji me, şerê kolegîriya kesan dikir, hîngê, erê hîngê di wê rewşa kambax û tarî de, Osman Sebrî ne tenê bi xurtî şerê kolegîriya ji kesan re dikir,lê belê,wî bê dudilî şerê kolegîriya ji ramanan re jî dikir, digot``raste, dema kolîdar ji welatê me derkevin, welat serxwe dibe, lê kurd aza nabin, azadiya gelekî bi xelasbûna wî ji kolegîriya ramanên biyanî ye``. Gelo ev ne nîşaneke ku ``Osman Sebrî``didît ne raste mirov sûdê ji kulîkên ramanên cîhanê bigire,lê, wî didît ya rast û dirust ewe di vê ku mirov ne be dîlê wan kulîlkan û bi bihna wan serxweş û winda ne be da taybetiya hestên xwe ji bîra neke,divê ew wan di axa hişê xwe de, ji xwe re kedî bike û di berjewendiyagelêxwe de bikarbîne, lewra gava wî dît piraniya kurdên ku dibin komonîst,xwe ji rehên xwe, ji dîroka gel û welatê xwe dikin, ji wan re got: ``Bibin komonîst, komonîstên kurd, kurdên komionîst.`` Her wisa jî em dikarin bêjin ku raman mîna cawekiye, her kes dikare li gor xwe wî cawî bidirû, û li xweke jê sûdê bibîne, lê mixabin piraniya me kurdan, an wek xelkê ew caw ji xwe re dirûtiye, jê dibin û li xwe dikin, pê dibin qeşmer, an jî wî cawî bê dirûtin datînin ser serê xwe,jê re koletiyê dikin, tazî dimeşin û xwe pê ji germa havînê û serma zivistanê na parêzin. Bi rastî ``Osman Sebrî``di her warekî de rexnevanekî jîr û xwedî nihêrîneke taybet bû,vaye di warê oldariyê de jî ew bîr û baweriyên xwe aşkere dike û dibîne gava ku mirov ne serbest be û welatê wî ne aza û rizgar be,mirov nikare bi dilxweşî û serfirazî olê xwe jî bibe serî, ango rêya bihiştê di azdiya mirov û serxwebûna welatê mirov re derbasdibe. Ji ber wê gava ku rojekê ew li şamê rastî çend kurdên ji bakurê welêt tên û ji wan tê digihe ku ew diçin

``Hec``, bê dudilî ji wan re dibêje: Çi gav azabûn, hingê dikarin wê ferza xwe dê em bikin eda Bi dilekî geş, rûyekî sipî,herin ``Hicazê`` bo mala xuda.`` Bi vî rengî, piştî hevpeyvîneke dijwar bi wan re,ew piran ji wan vedigerîne welêt û berê wan dide xebatê bo azadiyê. Erê ``Osman Sebrî``dizanî ku kaniya derdên me nezaniye, lê baş dinasî jî ku tenê zanînê û derdên me venamrîne, her wiha wî zanîn bi bawerî û sinçiyê ve girê dida û digot:``çiqas ku zanîn tiştekî pirr hêjaye jî, bê sinçî û bawerî, dibe jehr û rêya neqenciyê li pêş xwe di yê xwe hêsan dike.`` Wî ne bes welê digot,lê belê ,welê digot û dikir jî û tu carî xwe di çavên neyaran de biçûk û nizim nekir, gava ku di zîndanan de dixwestin bi zora lêdanê gotinan jê hilkin û pê nêçîra hevalên wî bikin, li wan vedigerand: Ez endamê komîteya navendî me, her tiştî dizanim, lê tiştekî ji were nabêjim, û di bin zor

guherte kurdî û got:``Îro ya ku me ji wendabûnê bifilitîne, hînbûna xwendin û nivîsandinê bi zarê xwe yê şêrîn û delale.`` Di warê felsefî de jî wî ne tenê raman ji memikên felsefên cîhanê dotibûn û bi havênê bîranîn û xwenên xwe di mejiyê xwe de meyan dibûn, lê belê mfelsefeke wî taybet jî di dan û standinê de serî hil dida,bo nimûne, rojekê kurd nasekî Awropî jê dipirse: Osman tu kurdî, an misilmanî? Ew lê vedigerîne: Ez mirovim, paşê kurdim, paşê misilmanim. Kurdnas dipirse: çawa? Ew vedigerîne: Gava ji diya xwe bûm, min tiştek nizanî û duvr û hestên min yên mirovbûn, lewra hîngê bes mirovbûm, paşê hînî rabûn û rûniştin û zimanê kurdî bûm û min xwe naskir ku mirovekî kurdim, piştî wê ji min re gotin xwedê heye û``Mihemed``pêxembere, pê bawerbûm û bûme misilman.

û sitema hemî cureyên lêdanê de xwe digirt, zimanê xwe kilît dikir û navê hevalekî xwe ne dida dijminên gelê xwe. Wî bê dilovanî êrîş dajot ser qelsî û bizdokiyê, digot: ``Sîleyek ji bona sitemkar, du sîle ji bo sitembar.`` Bêguman, berxwedana di girtîghehên kolîdaran de, celebek lehengiyê ye, lê divê mirov bê berxwedan jî xwe ne xe nav lepên dijminan. Lewra gava apê ``Osman``dibihîst an didît ku welatparêzin kurd bi gengazî xwe didin dest dijmin, digot:``Dil dixwest ku mêrxasên me kurdan bi hêsanî gewriya xwe ne dana destên neyaran, çêtirî di zîndanan de bi bêbavî bêne kuştin, bila di serê çiyan, di nav lat û zinarên welêt de neyarên xwe bikujin û bêne kuştin.`` ``Osman Sebrî``rola ziman jî di jîna miletan de baş dizanî, heya ku dikarî helbest û gotarên xwe ji peyvên biyanî zelal dikirin, wî navê kurê xwe yê heşt salî

Kurdnas dibêje: Ev ne raste, ê min , ez ji diya xwebûm, ez filebûm. Osman Sebrî bersiveke xurt û hêja dide wî,jê re dibêje: ger mîrê mirinê gava tun û bizikê diya xwe ketiye bavê te biçiniya û diya te ye kî ji ``Boziyên`` hindî bikira,pê re biçûya Hindistanê, û heke piştî wê bi demeke kin diya te jî, ji cihanê barkira, û mirovê hindî tu têxista nimêjgeheke``Bozî``, gelo hîngê tu yê biba File an ``Bozî``? Belê apê``Osman``, tu ne tenê mamosteyê min bû,lê belê tu mamostayê mamostan bû jî. De werin em şagirdên wî tev, bi hev re da ramanên xwe geş bikin, û dengê xwe bilind hildin ji bo dadperweriya wî ûhemîkesên me yênwekwî, da ku di gorê de jî ew tev digel apê`` Osman``ji me re nebêjin: //Gelênvejî, peyayên xwe yên mirî divejînin, gelên negihêştî peyayên xwe yên xurt û hêja dimirînin.//

3


4

24 reşemê -2713 k

15-3-2014 z

DENGê KURD -hijmar (28)

Keçeke kurd li kempa Kewregoskê xwe kuşt Rojava.fm : Keçeka 15 e salî bi navê Fatîma Hisên Şêxmûs , xelka bajarokê Til Koçerê ye li kempa Kewregoskê xwe kuşt . duh 8 ê adarê , keçeka 15 e salî li kempa kewregoskê dermanê xwekuştinê xwar ji bo ku malbata wê ew neda dildarê wê , mixabin ev arîşe ya civakî

hîna û hîna wekû firêzê di nava rêz û mejî û berbor û nerîtên kevnewar de xwe brdide hinav û nax û kûrahiya gelê me yê kurd , ma qey ne çêtir bû ku herdû dildar bighiştana hevdû bi ser bilindî , wê gavê wê xweşî û şadî li cihê kambaxiyê û êş û azaran gul vedana.

HELMETEK DARçANDINê LI DêRKA HEMKO Ji yekê adarê ve ,Yekîtiya xwendevan û CiwanêN dîmoqratî Kurdistanî bi helmeteka darçandinê rabûye . Bi helkeftina salvagera Barzaniyê nemir çi KoçbArkirin , çi ji dayikbûn û li gel hemû bûyerên netewî û welatparêzî , yekîtiya xwendevan û Ciwanên dîmoqratî Kurdistanî , ji yekê adarê ve helmeteka darçandinê rabûye li bajarê Dêrikê û gundên derdora bajêr , wek gundê Til xenzîr , Rikava û Zihêriyê , û hewl didin ku li hemî gundên derdora bajêr dara biçînin . Hêjayê gotinê ye ku ev helmet berdewame heta niha

Behcet Hemo -Tirbespî

Qêrîna keçên nazik wek lal û meranan berî kişandina bihna mirinê û rondik û keserên dayikan tevlî hev dibin , xortên wek Kawayên hesinkar xewnên wan her roj bi dehan li ser milan û darbestan têne hilgirtin û bi gorî axa sar û tarî dibin… Seriyên bilind ji dêla ku ber bi rojê ve herin îro ber bi axê de diçin. Miletê hejar na xwaze dev ji mafê xwe berdê û koçber bibê lê ne çar maye , wê bi kûve herê dema ew bê qubletname û şepirze maye …? Dijminê hebûna me serxweş dibe bi xwîna me ,ji wilo jî na xwaze ku cama wî qet vala bimîne… Ta kengî wê siyasetmedarên me bêdeng bimînin…?

www. Pdksp.com

Dîn ne bê mejî ne Hozan dêrşewî wekî serpêhatiya ku dibêje dema ku xweda parî belav kirine tu kes ji pariyê xwe dilxweş ne bû , lê dema ku mejî belav kirine her kes ji mejiyê xwe bawer bû . di nav her miletî de kesê dîn û mengolî hene - rêz ji dahênanên Xweda re - Lê ne bi ciyawaziya yên kurd. Li Bajarê Dêrika HemkoRojava- yek hebû binavê “Derwîş” ku jê re dihat gotin “Dero Dîno”(ji şêweyê bê mejî bû) , zarokan kenê xwe lê dikirin û direvîn , lewma ew jî neçar dima û

bi keviran li dû wan diçû û kevirên wî pir dijwar bûn , rewşa “Deroyê reben” ya rojane bi vî awayî bû û jiyaneke nexweş derbas dikir , lê ya balkêş ew bû dema ku yek binavê “Dilo hebû(ji şêweyê mengolî bû) ewî jî xwe li serê enîşkan diveşart û kenê xwe li “Dero dikir” û bangdikir “Dero Dîno” û direviya , “Dilo” her weha dawetek yan şahiyek li xwe ne dibir û dema kesek bêmejî yan.

Bese êdî bêdengî

Ta ku weke Bosne û Hirsik bihna laşan bi hezaran ji Kurdan bigihêje ber pozên wan…yan ta ku bibihîzin ku Qamişlo ,Amûdê ,Tirbespiyê ,Çil axa ,Girkê legê ,û Dêrikê ketine bin tariya ala paçikên reş de…? Ma ne şerme ku em sûdeyan ji waneyên dîroka nêzîk na wergerin û bi hawara qêrîna dayika xwe ve nayên. Bese êdî bazaran bikin li ser rondikên xwîşk û dayikên me ,bese êdî şiyar bibin ,berî gotin buha bibin , berî hêvî zuha bibin ,berî siha çira dilê me li ber ba bibê , wêran bibê û wenda bibê… Kanî rûmeta we bi kûde herikî… kanî şûrê we , mêraniya we di kîja meyxaneyê de ji we hate dizîn…?

Em dizanin ku şevên me dirêjin ,lê wê sibeh werê der û emê gula serkeftinê jêkin çendî ku stiriyên wê tûj û dijwar bin… Emê xaniyê ketî ji nû de avabikin û pencerên xwe li ber bayê azadiyê vekin…emê dîsa dara tiwê ya ku pîrê û kalo çandibûn av bidin ,û emê çifteyên çûkan li navenda gund kom bikin û bişewitînin… Dîsa emê tariya şevê biçirînin û emê ji kenê zarokan û ji eşqa di çavên evîndaran de emê roniya roja nû çêkin û emê bistirên û bêjin: Bijî mana li ser xakê bijî ku her kesê bakê Yekîtiya Kurdan nebê kes nikarê alê rakê


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.