kurdistan Rojnameyeke Ji Layê Ragahihndina Naveandî PDK-S Tê Derxistin
11Gulan -2714 k
1-5-2014 z
kurdistan -hijmar (30)
www.pdk-s.com
Ey gelên Rojhilata Navîn yên dagîrkirî Eve rastiya dagîrkarê Turkên Îslamî! Yekbûn û Mafkêşan Yekbûn di jiyana mille-
tan de nîşana bîraweriyê ye, çinkû milletên jîndar û serkeftî herdem
Yekbûna xwe diparêzin li himberî berengarbûn û metirsiyan,da
ku karibin mafkêşanên qonaxa li dar bi dest ve
bînin,lewra yekbûna çar
partiyên tevgera rizgarîxwaza kurd li rojavayê
kurdistanê pêwîstiyeke
Armanca Kurd di yekîtiyê de ye
2 3 Ker firoş 3 koma narîn ya çand û filiklorê kurdî
Herêma Efrînê kezeba Rojavayê kudistanêye
netewî û dîrokî bû, lê yekbûn bi tenê ne ar-
manca serekiye,divêtin mafkêşan werin çespandin, û xwestek û daxwazên kêşedoza
kurd werin pêkanîn li
ser bingehên sitratîcî û
nerîn û pêşbîniyên rewşa serdest û bîrûboçonên
peywendîdar û pabend
bi berjewendiya kurd ve, ango peydakirina pirojeyekî karnamekirî.
k u rd s i t a n
2
kurdistan -hijmar (30)
11Gulan -2714 k
www.pdk-s.com
1-5-2014 z
Ey gelên Rojhilata Navîn yên dagîrkirî! Eve rastiya dagîrkarê Turkên Îslamî! Nivîskar: ZARA Zagros wergêr: Keko Îskenderonî
Beşê diwem Piroja (Osmanî ya nû): Di despêka sedsala bîstan de Mistefa Kemal Ateturk zanî ku Îslametî emrazeka Erebiye û her kesê bibe Misliman xwe serê xizmeta piroja Ereba Îslamî dike, da ku pêximberê Erebî Mihemed parçeyek erd ji bihuştê wê pêşkêş wan bike. Herweha Ateturk ku zehmetkariya dewleta Osmanî dikete xizmeta dagîrkarê Erebî, ji ber ku di dema vekirina Turkan bo her bajêrekê yan gundekî têde mizgeftek avadikirin û bi vê rengî xelkê berve rêza ereba pal didin, hevdem wan pabend dikin ku rojane pênc caran berê xwe bidin K’eba Erebî û wan han dide ku dev ji navên xwe yên netewî berdin û navên pîrozên erebî bi kar bihînin herweha dev ji rêbazên rêberên xwe yên niştimanî (yên kafir) berdin, li hember serkirdên talankarên erebê Îslamî (yên bawermend) bilin bigrin. Ateturk xwest dewleteka netewî turkî ava bike ser bi dagîrkarê erebî nebe, di serdema wî de peyva turkî (Ereb pîs milet) belav bû, xelafet jî nehêşt, herweha li cihê tîpên erebî nivîsandin bi tîpên latînî bi ser turkan de
sepand lê ev pêrabûn bi şêweyekî sertaserî nebûn çûnkî îslametî ketibûn nav kesayetiya turkî ji ber sedemên jîngehî û kulturî yên hevbeş di navbera Turk û Ereban de, eve jî bûye sedema ku zû îslamiyên Turk werin ser texta deseladariyê bi rêbertiya Erbekan, pişt re şagirtê wî yê Gurcistanî ku bûye turk Receb Tayib Ardogan cihê wî girt û niha di gel hevalê xwe yê turkê esil Abdula Gûl ji (Quniyê) paytexta Selcoqiyan û Osmaniyan berî Îstanbolê hewil dide dewleta Osmanî ya nû dabimezrîne, eve hembû bi pilandanana wezîrê wan yên derve turkê esil
Ehmed Daud Oglo hizirmendê Osmaniya Nû di pirtûka xwe de (di Stratîjiya Kûr de). Wek pêşekî bo vê çendê jî Ardogan û hevalên xwe bi ser Filestînê û muslimanên Burma û Somalê de giriyan, her Ardogan jina xwe hemû caran di gel xwe dibire vê derê û wê derê da ku histêra bibarînin, Osmaniyên Nû li ser rêbaza bav û bapîrên xwe derin, ji ber ku sultanên wan bi navê Îslam û cîhad gelek welatên xelkê talan kirin û dagîr kirin, di wê demê de bûne hêzeka mezina cîhanî, ji bo Osmanî yên Nû vê rêbazê dubare nekin? Bo çi carek din fêla li gelên Rojhilata Navîn
nekin? Bo çi carek din hevpeymanekê dagîrkarî di gel erebên Cezîra Erebî (Qeter û Erbistana Sûdiya) saz nekin? Hevpeymana nû di navbera herdû dagîrkaran de Erebî û Turkî hate nû kirin puiştî ku malbata Al Sûd ya erebistana Sûdiyê posta (Sekretêrê giştî ya rêxistina Kongira Îslamî di sala 2005 a) de pêşkêş bi kesayetiyê Turk Ekmel Eldîn Îhsan Oglo kirin, ji dema hevpeymaniya sermayedara kendava erebî di gel Turkiya, bo çi na? Gelo hevpeymana Selcoqiya di gel xelîfa Erebî sûd bo herdû aliyan nehanî? Gelo di rêka vê hevpey-
maniyê Turk ji hozên nezan nebûne xwedan Eperetoriyet? Gelo bi rêka vê hevpeymaniyê nebû ku xelkên Ewropa Rojhilat bûne misliman û navên wan bûne erebî, herweha di rêka (K’eba) Erebî berê xwe didine xwedê? Bo çi carek din hevpeymanî li dijî van gelên dagîrkirî çênebe bi mebesta bi cih anîna berjewendiyên hevbeş? Ey bijardeyên gelên rojhilata navîn ya dagîr kirî! Ey rewşenbîr û siyasetmedar! Gereke sedsala Bîst û Yekê bibe sedsala hilweşandina dagîrkarê Farisî, Erebî û Turkî, û şerme bo me em bihêlin gelên me derbasî sedsala bîst û yekê bibin û ew dagîr kirî di destî van kesên paşkeftî de bimînin. Ey elîtên gelên rojhilata navîn ya dagîrkirî! Pirojeyên îslamî yên dagîrkarî nû (Şîe ya Farisî, Selefî Kendavê, Îxwanê Turkî) dirêjiya pirojeyên dagîrkarê kevine, Eve rastiye, pêwîste em li pêşiya gelên xwe danin, da ku berevaniyê ji nasnama xwe bike û bibe sedestê welatê xwe û van dagîrkaran bavêje derveyê dîrokê.
Herêma Efrînê kezeba rojavayê kudistanêye MISTEFA MINLE Bi rastî gava em bi awakî cuda cuda li ser herêm û deverên kurdistanê rawestin diyare tabloya her bajarekî û herêmeka kurdan taybetmendiyek û giringiyek wê heye tênasîn li ser xaknîgariya kurdistanê. Lewre jî dive mijara minde ez di xwazim hindekî li ser EFRIN wek bajar û herêm bi sekinim ji hemî haliyan ve dê ka çima daxwaz û bendewariya me wê pê hebe di der barî vê babetê de em dikarin behs û lêkolîna sê bajarokên kurdistanê
yên bi nav û deng bikin(EFRIN KERKUK KERMENŞA) vê ca kerkuk bajarekî neftêye pir zengîne bi betrola xwe û xazê kaniya zêrê reşe wek BARZANI nemir digot kerkuk dilê kurdistanêye vê ca laş vê dil najê. Lê kermenşah jî li rojhilatî kurdistanê dikevê sînora wêjî dikeve (deriya reş) ewjî taybetmendiyek wê heye ji bo gelên azad xwez çawa masî vê av najê di pêşe rojê de dewletek azad û serbixwe deriya(Behrê) jêre divêt û pêwîst û îstiratîciye.Dê
ka em hindekî li ser EFRIN û gundewarên wê rawestin di vî warî de efrîn wek rûniştvan di hundir bajar û gundan de ew bihtirî melyon nîvek kes têde dijên vê ca sînorê wê jî digihê (deriya behra sipî) lewrejî jo bo pirojeya damezrandin dewleteke kurdî û serbixwe liba gelê kurdistanê pir muhume û giringe û hemi kurdin bizar avayê kurmancî di axivin di warê aborî de bajarê HELEB li ser xêr û bêra efrînê djîn ez di-
karim bêjim huzra netwî li ba efrîniyan bihêtirî pir deverane û gelekî xorte û alîkariya hemi şoreşên kurdistanê kiriye qelenê xûn rêtinê ji ber çar perçanve daye û hîn dide lê ji demek dûr û dirêjve rêjîma sûrî xwastiye efrînê bi dûrxwe û bi qetîne ji deverên dî yên rojavayê kurdistanê lê hema wêneya wê dijminan dixwastin bi hurêfin û bi çespînin mirovên efrînê xwediyên darên zeytonê herêma çiyayê kurmêc di bin bandore piraniya şoreş û serhildanên
kurdistanê de jiyane û xwedî fikr û ramanin li ser rê û rêbaza Barzaniyê nemirin ji sedî not hemi berzanîne tevî kû rewşa îroj sûriya têre derbas dibe ji kuştin û lêdanê û meşxet kariyê û êrişên komên çekdar û îslam li ser rojava tên kirin û zehmetkêşîya û birçîbûna gel têde dijî lê dîsajî gelê me bi tundî pêdariya va nîrê srt û rewşa xurap dike û hîn li ser ax û xwaka xwe bi rûmet dijî û piştevaniya şoreşê dike da ku rojava bigêhê azad û serfiraz.
3
kurdistan -hijmar (30)
Gotina mirovê xemrî:
11Gulan -2714 k
1-5-2014 z
ş Ker firo
( ker di welatê we de neman)…Aniha bi rengekî dî tê pîvan..Mixabin) Ji deh salan, ku salek payêz û zivstana wê kêm baran bê, di herêma Qamişlo de, tiştekî sirûşte û bandora wê li gelê kurd bi hin nakokiyên sivik derbas dibê, lê ku du sal li peyê hev ziwa û kêm baran bin, hingî êdî jiyan pir zor tê derbas kirin!... Li gundên wê herêmê û bi taybet li gundê Nisran, piştî ku du salên kêm baran derbas bibûn, di sala sêyem de û di bihara wê de, ku hîn liba genim û ce nepeşkivî ne, teyêrokê li zadên wan da, ew bi erdê ve pelaxkir!....Êdî her tişt li ber talan û wêran bû!.... Ev malwêranî û kambaxî, tev jî tiştekî sirûşt û xwezayî di dîtin!..... Heya di bihara sêyem de, ku her tişt bi rengê sor xuyadikir, di bîra wan nedihat ku di welatekî de ne, ku giringe komara vî welatî alîkariyê bi wan bidê!...Lê ya rast ew bû, ku ew vê komarê wek komara welatekî biyanî dibînin û ne ya welatê xwe!.... Bandora van salan, bi giranî li sewal û dewarên wan bû, keriyên pez têkçûn, bihayê wan bû bi kulmek ka, dawî jî bûn bi netiştekî!.... Tev nexweş û lewaz li ber mirinê, hingî jî ku demsal derbas bû havînî û germa wê da herêmê, her tişt bi dawî bibû!.... Pez û bizinên gundiyan kelaşên wan bibûn derd ji xwediyên wan re, heya êdî hin ji gundiyan, hîn sewalên wan sax, bi çolê dixistin û bê serî berdidan!.... Silo jî yek ji vî gelî bû, ku axûrê pezên wî ji her tiştî vala bibû, heya ji pişkulên sewalan, wek ku tim jina wî ji cîrana xwe re digot: -Ciranê, ji bo agirê tenûrê, pişkul jî di axûrê me de neman!… Bi tena xwe, kera wî di hewşê de girêdayî mabû!…. Roja ku kelaşê beranê sor bi çolê xist, li ber kerê ma sekinî û bi dilekî xemgîn got: -Ne goştê te tê xwarin û ne şîr ji te tê dohtin !…..Êdî bo çi ti li ber çavên min ma ye ?!….. Hevsarê kerê ji serê wê kir û kulma xwe bi himet li taliya wê da, ker jî ji arandina taliya xwe, bi lez ji hewşê hat der û bi nav kolanên gund ket . Wek nîv sa-etekê winda bû, hingî ku
www.pdk-s.com
tiştekî têxwarin nedît, berê xwe da bi ser çemê Soplaxê de, çemê ku di ber gund ve derbas dibê!….Çemekî ziwa û erdeke rût, heya qeramê di ber çêm de jî, gundiya dabû ber dasikan û kişandibûn alifê dewaran!…. Kera mê di nav koma kerên beredayê de winda bû, lê ji êrîşa kerên nêr debora wê nema, loma zû li Silo vegeriya û hêviya wê qirêja ji ber xwarina zarokan bû, ev jî heger ji ber wan tiṣtek dima!….. Ev malwêranî, ji zagonên sûriştî bû, loma jî tu kesî hişkere li dij karê Xwedê peyvek ne di got!….Lê derdên bê derman, ku ev zagonên sûriştî di herêma kurdan de,bi zagonên ewrte yên komara Al-Bees giran dibûn, êdî gelê kurd bi wan zagonan dihatin koçberkirin û talankirin , û bi taybet bi zagona anîna kesên ereb, ku bi Al-Xemir tên nasîn,
ku bi evakirna gundên nû di nav gundên kurdan de dest pêkir, ew jî piştî ku erdên wan ji dest wan girtin û li Al-Xemir belav kirin!….. Dema ku erebên Al-Xemir, cihê xwe di gundên nû evakirî de girtin, wek tora xwe, ku bê ker debora wan nabê û nikarên bijin, car dî li keran geriyan!…. Loma ker di gundên kurdan de, kêmbûn û bihayên wan hin bi hin bilind bû!….Silo jî, ku wilo bihist, hevsarê kera xwe girt û berê xwe da bajarê Terbespiyê . Zû kera wî hat firotin!….Piştî sê salên ziwa û kambax, cara yekeme ku Silo bi dilê xwe xwarinê ji zarokên xwe re dikirê, ew jî bi bihayê kera xwe!…. Di bin barê xwe de westiya, loma li ber bîra gundikê Evdê, ku di rêya wî de ye, barê xwe danî û dêwlek av ji xwe re kişand, hingî jî ku vexwar
Abbas-Abbas
û xwihdana xwe bi çend kulm av ṣiṣt, bêhna wî hinkî fereh bû û ji xwe re di firotina kera xwe de ponijî!….Dawî jî ev pirsa han ji xwe kir?.. -Bo çi ez kera nakirim û nafiroşim van ereban ?…. Roja dî Silo bi nav gundên kurdan ket, kerên berdayê û yên girêdayî, hin bi perên jiber bihayê kera wî maye kirîn û hin jî bi deyên anîn û hin jî bê biha dan ber xwe!….Û roja dî berê xwe da bajarê Terbespiyê!. Di her du mehên havînê de, jiyana xwe û yan zarokan jî, xweş bi kiriyarî û firotina keran derbas kir, lê ku havîn ber bi dawî ve çû, êdî ne kerên beredayî û ne yên girêdayî bi dest Siloxan ketin, ev jî ji ber pirbûna bazarganên keran zêde bibûn!… Ku wan jî bi bazerganiya kera, zarokên birçî xwedî dikirin!….. Piştî rojeke germ, ku tavika wê patikan di kelînê, Silo bê ker vegeriya bajarê Terbespiyê û li çayêxanê ji qam de xwe berda ser kursî!… Çaya wî li ber danîn û qidahek av, piştî ku ava xwe vexwar, li dora xwe temaşekir!….Di kêleka wî de, sê kesên ji Al-Xemir rûniştî bûn, li ser masa wan goştê biraştî û çeqilmastê cemidî kir ku ev bi devê Silo ket!…. Yekî ji wan berê xwe da Silo û bi laqirdî got: -Haaa….Mamosta Silyman….Kerê firotinê li ba te hene?…. Silo jî biblengazî bersiva wî da û got: -De welahî di vê herêmê de gundik nema û ez lê ne geriyam!…Kurooo….Heya bi keran di vî welatê de nemane!….. Her sê ereb bi hev re bi dengekî bilind keniyan, dawî jî yekî ji wan got: -Ma ne tiştekî başe… Ku ker di welate we de neman?!…. Silo çaya xwe di cih de hişt û ji çayêxanê hat der, ji wan dûr ketibû, lê hîn jî dengê kenê wan di hat guhên wî, loma û ji qehra zikê xwe, hevsarê kera xwe, ku tim bi xwe re di gerand, di sukira xwe kir û bê deng berê xwe da mal!……
4
kurdistan -hijmar (30)
11Gulan -2714 k
1-5-2014 z
EY WELAT Tîrêj
www.pdk-s.com
koma narîn ya çand û filiklorê kurdî lı
qamşışlo.... Elî omer
Ey welat ez can fidayê , deşt û zozanê te me Can fidayê av û dehl û bax û bîstanê te me
Bostekê ez ji te nadim , bi welatê Hind û Çîn Tu bihişta millt e , ez şûr û gerdanî te me
Sûnd û peyman bî , li ser min , dê te parêz kim welat Xwîna narincî birêjim , merdê pêwanê te me
Dê bibirim , ez bi şûr û xenceran , destê çepel Hîmê bintar û asasê , birc û eywanê te me
Dest li ser darê tifing im , çog ji erdê nabirim Pa Sîpan û leşkerê armanc û nîşanê te me Can bisojim , dê bi pêt û agirê cenga welat Agirê Zerdeşt bî , ez bi xwe perwanê te me
Dê bi hêz û hinera xwe , ez te parêz kim welat Ala rengîn jor ve hildim , ez li ser banê te me Rengê tîrêj û birûskan , dê xwe berdim ser neyar Ser bilnd im bê guman , pêşmergê Barzanê te me
Mêranî kurte çîrok
mêrek li gundê me hebû jêre digotin; Miqlik. lê min ne dizanî navê wî çiye lê ez tê dighiştim ev nav li xweşa wî nayê. Dem buharbû, dema ez û ew li pêrgî hev hatin. çavên wî, xwîn jê dirijan. Pelên darên biya li ber çem nuh bişkivîbûn, darekî ter ji xwere birî. Min çare jê nekir, ka mebesta wî çiye?! Gavek dikir dido, ez bi lez li dûv çûm.
Reşad şeref - şam
Tişta min bihîst; Qîre..vîra jinekê dike gazî û hawar! Ez giham hundirê hewşê, darê şkestî li ser dîwêr re avêt. Min li jina wî nerî, herdû destên wê şkestîne û di xwînê de gevizî ye. Min got: Kuroooo.. ev jibo çi? Got: jibo tu segbav careke din ji minre nebêjin; Tu bi jina xwe nikari.
jı sî û sê salên ku tu hatî damezrandın ta nıha rêz û sılav..... rêz û sılav jı her xebat karekî re..jı her endamekî re dı vê mala mezın de... mala ku lı ser rêbaza barzanıyê ne mır rêka xwe dı şopîne.... koma narîn jı 33 salan ta îro karî bû bımîne sıtrıyek dı çavên dıjmın û xêr ne xwazên mıletê kurd re...belê narîn tu pır gırıng bû dı dîroka kurdên roj ava de..dı dîroka qamışlo de...te pır roleke gırıng bû ta îro em bı zımanê xwe yê dayîk dı axıvın ..raman dı bın jı sînga te welatparêzıyê dı mıjın û bı te em man evîndarê welatê xwe..hîn ne hatıya jıbîr kırın zehmetıyên ku te kışandın ta ku tu ma lı ser pıyan...pır endam û pêşmerge dı vê malê de mezın bûn û gelek hene malbat tev karmendbûn dı vê sazıyê de ..sazıya perwerde bûna kurdayetî û barzanıyetê... endamên ku îro hın bûne bav yan dê û yan jî kal ...û hîn jî nûçeyên narîn û hezkırına wê dı bıhîzın û dı pırsın û navê narîn dı dılê xwe de kolan û parastın... îro gelek bıçûk ...xort..keç ..bı navê narîn hatın bı nav kırın... ma hezkırın çawa ye... evîndarî çawa ye... kurdayetî çawa ye.. bı navê xwe ez elî umer endamê koma narîn ya çand û fılklora kurdî lı qamışlo ez bîranîna damezrandına komê ya 33yan pîroz dıkım ..dı vê rewşa xemgîn de de sala 3yan jı temenê şorşa sûrî ...daxwaza mın wek her endamekî jı narîn ku kesên berpırsıyar dı ber narîn de ku bêhtırîn gırıng bûn û alîkarî jı vê komê re bı be mıxabıne ku narîn wısa bı mîne...sılav û rêz jı her endamekî re ku tê de karkır ...kesên amade yan yên nıha bûne penaber yan jî ên ku koçberbûn jı ber sıtemkarıya rêjîma sûrî û yan jî ên ku rehmet kırına ..rehma xwedê lı wan be... bıjî xebata heval û hogırên koma narîn... bıjî hest û karê endamên narîn dı her dem û zemanî de.. bıjî partıya dîmuqrata kurdıstanıya sûrıya û îraqê yên cêwî.. bıjî û her bıjî rêk û şop û rêbaza bavê mezın barzanî... serkeftın jı te re ey narîn