kurdistan Rojnameyeke Ji Layê Ragahihndina Naveandî PDK-S Tê Derxistin
25-Gulan -2713 k
15-5-2014 z
Kurdstan -hijmar (31)
www. Pdk-s.com
Çavsorî û gefxwarinên serdarê Asayişê di berjewendiya kê de ne Danpêdan û Mukurhatin Danpêdan bi heleyan û mukurhatin li şaştiyan nîşana pêşkeftinê û şaristaniyê ye, da ku mirov karibe jiyanê birêve bi be bi şêwazekî rasteqîne bi berû serfirazî û serkeftinan ve. Di warê siyasî de kurd pêwistî danpêdan û mukurhatinê ne û wisa mukurhatin li xwe û li şaştiyên bûrî de bi bingehek durist û saxlem bo berjwendiyên welatparêzî û niştîman perwerî. Danpêdan û mukirhatin nîşana mêranî û mêrxasiyê ye di warê kar û xebat û têkoşîna rizgarîxwaziya welatan de.
Kurdistan
3
PYDê û hilbijartinên serokatiyê li Sûriyê
Yekrêziya Kurd rizgarbûna Kurdistan e 3
Nameyek ji Rêbaza Barzanî
4
Derdê miletan çiye ku em bibin dewlet
2
25-Gulan -2713 k
15-5-2014 z
Kurdstan -hijmar (31)
Yekrêziya Kurd rizgarbûna Kurdistan e Şêrzad Osman
www. Pdk-s.com
ş
Ziman û şêwezarên Kurdî astengî û kosp Laleş Waşokanî
Kurd li her cihekî bin hest bi Kurdayetî û kurdistanê dikin û armanca her takekesekî ji wan welatekî serbixwe ye, lê dema ku em tên dikevin warê kar û xebatê kosp û astengî serê xwe hildidin. Gelek hander û pizvanok hene ku tevgera rizgarî xwaz bi hemû alîgir û layingirên xwe bibin yekrêz û yek helwêst di evê qonaxê de ji ber ku tewerxwazî û bazara siyasî bi tundî xwe berdaye gorepana giftûgoyan û rêpîvan û pîverên berjewendî û armancên serekî û duhukî çi li rojavayê cîhanê û çi li rojhilata navîn , dêmekê ji kurd û tevgera kurdî ve tê xwestin ku dev ji nakokiyên xwey partîzanî û herêmayetî berdin û hemû şiyan û tiwanayên xwe kom bikin bi berû şer û pêkdadanên netewî û cenga rizgariya kurdistanê. Rewş û barûdoxê kurd zor mijdare û rewrewkkêşe ji ber pirbûna nako-
kiyan û desttêweradana nahez û tewerên nav herêmî û lîstikvanên nedeqdar û lawaz li nav mala kurd û li derdorê , dêmekî pêwîste ku lêvegerîn hebe û tênerîn serdest be û rexne lêgirtin rêxweş be da ku lêborîn û mukirhatin û şaştî û çewtiyan bellû bikin û wisa tirêna siyaseta kurd têkeve ser rêçikxana xwey durust. Şoreşa Sûryayê gellek alîgir û layingirên baş û nebaş dan ser û rû û her kesekî veşartî helwêst û daxwazên xwe derxistin hola siyasetê û wisa berjewendiyên welatparêzî û xweperestî û kesokî tevde belû bûn . Wa diyar e ku hemû berjewendiyên berteng û tesk û partîzanî tên nivandin û têkdan li ber berjewendiya yekrêziyê û yekgirtinê ji ber ku bê ewê yekrêziyê û yekgirtinê ew hemû têkdiçin, û bi lidarxistina yekrêziyê û yekgirtinê hemû berjewendî pêktên.
Da ku zimanê Kurdî bibe zimanekî petî û yekgirtî pêwîste ku çend bingeh û hander hebin ku derfeta rêxweşkirinê bidin herêm û navçeyên kurdî û şêwezar û devokan , da ku yekrêzî peyda bibe di bin sîwana yeklayîbûnê de , wek behwerî bi yekîtiya miletê kurd armancên serekî ji netewê re . Kurd di dirêjahiya dîroka xwe de rehend û bingehên yekrêziyê nebûn ji ber ku nakokî zor bûn bi sedema hemerengiya devok û şêwezaran, wek hatiye nasîn ku çar şêwezarên serekî di
nava zimanê Kurdî de hene (kurdmancî-soranî-kelhorîlorî) ji bilî çendîn devokên dîtir wek (Hewramanî-goran-zazakî) bi rastî astengî û kospên danûstanan zorin ji ber pîtên dengdar û dewlemendbûna gotin û peyvan ji layekî ve , û ji layekî dîtir ve lihevsiwarbûna hevokê û pêşbend û paşbendên peyv û gotinan . Cugrafya û dab û nerîtên civakî û komelayetî rola xwe hene li ser neyekbûn û yekrêziya kurd ji layekî ve û ji layekî dîtir ve bandor û karîgeriya xwe heye li ser neyekbûna zimanê kurdî.
Di dema bûrî de û li ser demên jiyana koçerayetî û nebûna alav û emrazên pêgihandin û ragihandinê firkûpêş û behane hoşmejanî bûn ji ber ku komkar û pêgehekî netewî û kurdperwerî nebû , lê îro roj ew astengî û kosp ji Holê rabûne û ew ketine warê nikocîhaniyê û nikomaliyê û pevxistina rêz û qol û polên niştîmanî û yek ji ewan bingeh û pêgehên niştîmanî û netewî ziman e, û nêzîkbûna şêwezaran bi şêwazên zankoyane û rêxistinî bê ti mandelbûn û xwedanpaş û li piştguhkirin.
Çavsorî û gefxwarinên serdarê Asayişşê di berjewendiya kê de ne Kurd di dirêjahiya xebat û têkoşîna xwe ya Netewî de dijî dagîrkerên xwe de herdem peyamek aştîxwaz bûn di ser ku dijmin zordest û kujkar bû di hemû Qonax û serdemên dîrokî de û di hemi wêstgeh û helwestên çevanok de. aşî helgîrsanû berpabûna şoreşa Sûryayê û daketina millet li ser şeqam û kolanan û destpêkirina xwepêşandanan li dijî zordarî û sitema rijêma Esed û ji hevderketina hemû çîn û qatên dijber û destgir û zalbûna helwestên hemû alî û layengirên (PYD)ê û hemû damûdezgehên xwe ên leşkerî û siyasî û berevanî destê rijêmê girtin di bin duruşma sîwana kurdayetiyê de û berevanên di ber kêşedoza kurdî de,lê gotin û daxuyanî û kar û xebata li ser Qadê li hev derneketin,çinkû di hemû wêstegehan de (PYD)ê bû asteng di devê rêya çareserki-
rina kêşedoza Kurdî de û nexasma di gel Encumena niştîmaniya kurdî de û pêşkêşkirina rêkeftina Hewlêrê bi serperiştiya Serok Berzanî û dûvkêşanên ku peyapey tên dûrêzkirin û di nav re berjawendiya kurd tête pêşêlkirin û binpêkirin li hemberî parastina rijêm û berjewendiyên rijêmê wa diyare ku serkirde û rêvebirên (PYD)ê û damûdezgehên ewlekarî û leşker xwe û şiyanêd gelê kurd xistine jêr zeftûmesta rijêmê . Paşî ragihandina rêveberiya demkî ji bal neteweya demoqrat û damezrandina kantonên xweseriyê çend daxuyanî û amojgarî derketin ji bal serkirde û rêvebirên ewan kantonan wek: Qedexe ku ti alîgir û part û rêxistinên kurdî bi kar û çalakiyan ranebin, ji bilî xwestina pesendnameyan ji bal asayişa kantonê û hevkat ji aliyê
Şêrwan wardozî:
dîtir ve xwepêşandanên pêkhata Ereb serbest û serdest birêve diçin li Qamişlo bi bê pesend û pesendname, û li evî heyamê dawî de Ciwan Ibrahîm lêdwanên tundrew ji xwe perdan dibêje: ew kesê ku yasa û yasageriya kantona Cezîrê nepejirîne bera fermo bike derkeve û biçe başûrê Kurdistanê li kampa Domîzê bijî yan biçe Tirkiyê,ev lêdwan cihê metirsiyê ye û zor tirsnake çimkî ev sewdagerî û têrewanîn û bînîna hizrî û siyasî werçerxana sepandina ramana giştxwazî û takerewiye ango valakirina Cezîrê ji pêkhata Kurd ew nişteciyên resen ji rojavayê Kurdistanê re û bicihkirina pêkhata Ereb li dews û şûn û qada Kurdî, ev lêdwan zeng û dahola metirsiyê ye û ragihandina binbirkirinê ye.
www. Pdk-s.com
Kurdstan -hijmar (31)
Nameyek ji Rêbaza Barzanî Hesan Mensûr – Hewlêr
- ji despêka pêvajoya şoreşgerî ya gelê Kurd, Barzaniyê nemir wek kesayetiyeke xwedan bandor derkete qada kurdayetiyê û bû heskiriyê milet, ne tenê li başûr, li tevaya Kurdistanê. bi zanyarî û jêhatbûn doza gelê xwe şopand û di qadên navnetewî de da pêş , û di vê yakê de jî biser ket, ku di wê demê de cîhan dabeşî du teweran bû (rojavayî û Rjhilatî). Ku herdu hêzan dikarî radeya çarenûsa çi gelî diyar bikira, û herweha doz û tevgera kurdî. - ji ber ku “nemir” dizanî û bîra rola xwendin û zanyariyê dibir, û dixwest gelê wî ji hêla zanyarî û zanistî ve pêş bikeve, ji lewra ew di serbazî û karûbarên leşkerî de ne radîkal bû, tevî ku xwedan paya ceneraleyetî û nîşanên serbazî bû . Eve Barzanîyê nemir ku bu ronaka netewiyê û azadyê ji miletê kurd re lewra miletê kurd kar û xebata xwe kir li ser vê rê û rêbazê û ev demeke çar partîyen kurdistana Sûrî kar û xebatê liser vê rêbazê dikin û konfransa yekîteya xwe lipaș dixin lewra em dixwazin hin xalên sereke yê ku nemir Barzanî di konfransa Partiya dîmuqrtî ya kurdistanî de ya ku di 15ê nîsana 1967an de, dema ko nemir axivî û giringî da çend xalan û ser wan tekez kir, emê jî çendek ji wan xalan bêxin bin roniyê de û gotinên nemir Barzanî bînin bîra serkirdên van çar partîya . “ di her şoreş û tevgera ku ji bo miletekî radibe, pêwîst e ku berpirsyaretî bikeve ser milê berpirsine ku jiyana xwe terxan dikin ji bo miletê xwe û berjewendiyên xwe yên kesayetî li paş
xwe dihêlin. Ew berpirsê ku berjewendiya xwe ya kesayetî dide pêş berjewendiyên miletê xwe, nikare xizmeta şoreşê bike, û mirov nikare lê binere weke mirovekî kurd, ji ber ku dîrok navê keysbazan tomar nake weke şervan û fedakar. Tenê navê canfeda û cangoriyê miletê xwe dinivîse. Saman û pereyên cîhanê nehêja ne ku mirov ji ber wan rûmeta xwe ya netewî û niştîmanî berde. Dewlemendî û saman heger ne bin berjewendiya milet be, nabe cihê serfiraziyê lêbelê dibe cihê şermezarî û kirêtê, Me rojekî nebihîstiye ku dîrokê pesnê mirovekî xwedan xwarina xweş û cihê hevrîşmî daye, dîrok tenê navên wan kesên ku jiyana xwe gorî gelê xwe kirine û ji peyal derd û êşan vexwarine dinivîse. Belê kar û xebat asta mirov hildidin ne gotin û ştexalî ya ku mirov di kare bi hesanî bêje. - Barzanî tekez kir ku partî û her kom û komîteyên din beşek in ji milet, û pêwîst ku mirov partiyetê di riya kurdayetiyê de bikar bîne ne kurdayetiyê di riya partiyetê de bikar bîne, herweha her şoreş ku ne bi pêşengiya partiyeke birêxistin be, ew şoreş dê biser nekeve, Barzanî dibêje: dema ez dibêjim: partî neçar ez dabaşa partiyeke dilsoz û li gor berjewendiyên gelê xwe tevdigere dikim. Nabe ku mirov rêberayetiyê bike heger mirov ne li gor wî erkî be, û ser vê yekê nemir Barzanî nimûnek anî ziman û got: Heger ez ne qasî rêberiya deh pêşmergeyan bim, û min xwest ku bibim serkirdeyê birekî yan togayekî ne ji bo tiştekî tenê ji
bo ku ez bibim serkirde û binavûdeng, ew serkirdayetî weke rûniştina ser çiqilekî hişkî zuha ye, ku ew çiqil dê zû bişke û ez jî dê serserkî bikevim û sikura min dê bişke, belê mêraniya rast û dirust ew e ku tu erkê xwe bidilsozî cîbecî bike ji bo meltê xwe. - heger hêviya we serkeftin be, dive hûn birêxistin bin, ji ber ku şoreş nine ku biser bikeve bê rêxistin. Û bi hêz û mêraniyê emê bigihin armanca xwe, û hêz û mêranî jî, tenê bi bikaranîna hiş e digel kirinê, lê gotin û galgalê pûç û vala û gotina (ezê bikim, min kiri bû û minê bikira) tiştekî li pêş naxe û tu sûdeyê nade. -Barzanî serbilindî û serfiraziya xwe bi gelê xwe diyar kir, ku miletê kurd cihê serbilindiyê ye û dîrok bi berxwedan û serhildanên kurdan zengîn e. - herweha Barzanî gilî û gazincên xwe diyar kirin ku ragihandina cîhanî û herêmî guh neda doza kudî û nexiste bin roniyê û belkî ji 100/4 pê agehar nebûbin, lê heger şoreş ya miletekî din baya wê bihata diyar kirin û destek û piştgirî bistnda. Lê ya ku li Kurdistanê bûyî, bê alîkarî û piştgirî bû, tenê bi hindek çekên sivik bû. Ev raperîn û berxwedana gelê kurd di salên borî de cihê nirx û serbilidiyê ye . - tiştekî xwezayî ye ku şoreş ne tenê bi çekdariyê biser dikeve, lêbelê gelek faktorên din hene ku şoreşê biser dixin, şoreş weke malekî çarstûn e heger yek ji wan stûnan ne sazkar be ew mal helbet dê bikeve. Barzanî di berdewamiya gotina xwe de got: serbilindayî ne tenê ji bo kesên ku di şoreşan de beşdar bûn e, herweha ji bo cotkar, dayik, gênc û pîrên kurdan e, ji ber ku hemû jî xwedan beşdarî û xebat bûn û ew jî rastî gelek êş û derdan bûne. Lê îro di șoreșa sûrî de alîkarî bi partiyên kurdî li sûrî bûye di hemû warade ji herema kurdistanê û bitaybet serokê heremê birêz Mesud barzanî û tenê daxwaza wa azadiya miletê kurd li sûrî . Ev nameke ji rêbaza Barzaniyê nemir û serkerdê ko nikaribe bijî bîne nabe ko bêji ez Barzanîme .
25-Gulan -2713 k
15-5-2014 z
PYDê û hilbijartinên serokatiyê li Sûriyê Hozan Xelîl
Hilbijartinên serokatiya Sûriyê wê di 3yê hezîranê de destpê bikin û wek berpirsên hikûmeta Sûriyê dibêjin, ew hilbijartin wê li hemû navçeyên di bin kontrola hêzên rijêmê de, di nava wan de li bajarê Qamişlo û Hesekê bên lidarxistin. Ew herdû bajar di bin kontrola hêzên rijîma Esed e ne de û li gora amarên ku hatine nas kirin bi tenê li bajarê Qamişderora 4 hezar lşeker û çekdarên alîgirên rijêma Esed lê Partiya Yekîtiya Demoqratîk (PYD)ê berovajiya vê yekê dibêje û di dibêje derverên Kurdî azad kirî ne. Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim derbarê hilbijartinên serokatiya Sûriyê ragihand ku dibe ku rijêma Sûriyê hilbijartinan li Rojavayê Kurdistanê pêk bîne û destnîşan kir ku dê partiya wî erê bike li ser belavkirina hêzên rijêmê li bajarên Kurdî eger îtîrafê bi mafên gelê kurd bike. Salih Mislim di heveyvînekê de ligel ajansa (Kurdpress)a nêzîkî rijêma komara Îranê got ku divê rijêma Esed hin sendûqan li rojavayê Kurdistanê dabîn bike,lê kurd dengê xwe nadin Esed. Salih Muslim erêkirina xwe anî ziman derbarê belavkirina hêzên rijêma Esed li rojavayê Kurdistanê bi mercê erêkirin li ser daxwazên kurdan û tekez li ser wê yekê kir ku rijêmê hêzên xwe venekişandiye ta ji nih ve li ser xaka rojavayê Kurdistanê belav bike . Hevserokê (pyd)ê destnîşan kir û ev yek eşkere kir ku dê hilbijartin li derdora
balefirgeha Qamişlo û hin navenad li parêzgeha Hesekê birêve biçin û behsa wê yekê jî nekir egera hilbijartin li herdû bajarên Kobanê û Efrînê werin lidarxistina ya na . Ji aliyê xwe ve jî Berdevkê rêveberiya xwesrî ya ku Partiya Yekîtiya Demoqratîk (pyd) ê û hinhevalên xwe li rojava ragihandibûn Ciwan Mihemed ji rojnameya el-Şeriq el-Ewset re ragihand dibû ku “pirsa encamdana hilbijartinên serokatiyê li herêmên Kurdan hîn nehatiye yekalîkirin û encûmenên kurdî yên ku van herêman birêve dibin vê pirsê niha gotûbêj dikin û wê biryarekê bi tevahî bidin”. Lê Berdevkê leşkerî yê YPGê ku wekû baskê leşkerê yê Partiya Yekîtiya Demoqratîk (pyd)ê tê nas kirin Rêdûr Xelîl ji aliyê xwe ve nivîsandiye ku “YPGê wê pêgirê biryara siyasî a derbarê hilbijartinên serokatiyê de bibe, lê ew biryar erênî yan jî nerênî be ji bo fermandariya leşkerî ya YPGê ne giring e”. Tevî ku desthilatdarên rojava xwepêşandanên tevegera siyasî, civakî û sivîl yên hêzên tevegera kurd û opozosyona Sûriyê qedexedikin, lê alîgirên Esed û girûpên bi ser rijêmê ve bi serbestî xwepêşandan û çalakiyên xwe lidar dixin. Di van herdû mehên dawî de, ev dehemîn care ku alîgirên Beşar el-Esed dadikevin kolan û meydanên bajarê Qamişlo ku mezintirîn bajarê Rojavayê Kurdistanê ye û xwepêşandanan ji bo kampaniya Esed ya hilbijartinan lidardixin.
3
4
25-Gulan -2713 k
15-5-2014 z
Kurdstan -hijmar (31)
www. Pdk-s.com
Derdê miletan çiye ku em bibin dewlet?! Bilind mela – Dêrik (xeleka yekê) Omîd û hêvîyên her miletî di cîhanê de duristkirina Dewleteke ku tê de bijîn û ev hêvîya her neteweyeke û mafekî rewa ye . Kurd di cîhanê de gelek sîtem û zordarî dîtin û ketin bin destê rijêmên zordar û faşistî de . Heger em li dîrokê vegerin kurd piştî şerê Çaldîranê di 1514 an de bûn du parçe û bûn qurbanên berjewendîyên her dû empiratorîyan a Osmanî û Sefewîyan .Wek tê zanîn kurd bihtirî çil melyon mirovin di bin destê dewletên dagîrker wek ( Turkiye – Êraq – Îran – Sûriye) ,û piştî peymana Sayiks Bîko di sala 1916 an de hat girêdan di navbera dewletên serketî di cenga yekemîn de
kurdistan dûbare bû qorbana van dewletan, û kurd bê behir û bê pişk bûn ji mafê çarenivîsê ew mafê ku pêkhatîye ji giftogoyên Feresayî ya aştîyê û di sala 1920 an de peymana Sîferê hat girêdan bi vê peymanê kurd gehiştin mafê xwe, û navê Kurdistanê hate berz û bilind kirin di kongirê aştîyê de di sala 1920 an de piştî cenga cîhanî a yekem , di wê kongirê de berêz Loyid Corc pêşniyar kir ku Kurdistan bibe dewleteke serbixwe , û giring û pêdvîye ku doza gelê kurd bi keve hemî melbendên navdewletî . Lê dewleta Turkiyê û dewletên rojava li gor berjwendîyên xwe bi piyan pêl vê peymanê kirin û peymaneke dî girêdan ya binavê ( Lozan ) ku tê de dîsa kurd ji mafê xwe yê rewa dûr bûn. Li rojhelata navîn de du milet tenha
hene ku bê dewlet in mina ( miletê Kurd û miletê Filestîn ) lê heger em temaşa bikin siyaseta navdewletî bi dewletbûna Filestîniyan re ye û gelek xizmetan dikin bo duristikirina dewleta Filestînê re ye , beramberî vê yekê siyaseta navdewletî bê deng in ji bo kurdan û tu carî hêvîya dewletbûna kurdî nayînin ziman . Lê em dibînin gelek dewlet hatine damezrandin mîna (Monako – Sanmorîno – Vatîkan ……) ku rûber û biyavên van dewleta pûçîktirin ji rûber û biyavên kurdistanê . gelo dê kengî siyaseta navdewletî wê rêdanê bi de kurdan bo ragihandina dewletek kurdî ?? Mafek rewaye ku kurd dewleta xwe ragehînin , lê wek tê xuyakirin ji me hemîyan re ev pêngav ne gavek sanehî ye
Bese êdî xemsarî
SîpanXelîl
Em dizanin di çarçoveya rewşa ziman, çand û hunera kurdî de li rojavayê Kurdistanê ta berya şoreşa Sûriyê xebateke berçav ne hatibû kirin.. Helbestvan, Nivîskar û Rewşenbîrên kurd bi azadî nikarîbûn ti çalakiyan bikin, çimkî zimanê Kurdî qedexe bû û şerê çanda Kurdî bi awayekî bêhemba ji aliyê rijêma sitemkar ve dihate kirin û herdem dixwestin vî zimanê şêrîn jinav bibin… Bes e…
Heyv û Kulav Reşad şeref
Dem bihar bû, dev li ken bû, belko ji bêhna kulîlk û sosinan bû. yan jî, ji tiştekî din bû. Di tixûbê dexlan de min dixwend ez û ew pêrgî hev hatin. Bi dengekî bilind bankir: Xwendevano pirsek min heye. Min got: Belê pirsa te çiye ? Got: wele min nex-
, ku kurd gelek alozîyên hundir û derve li beramberî xwe dibînin . Alozîyên derve sedema serekî ye ku kurd bê çar bimînin da ku deweletbûna kurdî ragehînin , û ji van alozîyan : netewîya Tûrkî ku hemî dam û dezgehên fermî û sivîl kardikin bo parestina yekîtîya xak û dewleta Tûrkî, nexasim netewperestên tûrkî yên nijadperest yên ku herdem li pêşiya kurdên bakûr rawestane da ku kurd li wê derê negehin mafê xwe yan ku tu carî hizra dewletbûnê li bîr neyînin . Astenga duyemîn ya ku li beramberî dewletbûna kurdî di raweste ew jî netewiya Erebî ye , ji ber ku hemî netewperestên erebî qayîl nabin ku dewletek bo kurdan hebê.
Kurte çîrok wendî ye, lê tu bi bawerî ku xelk diçin ser pişta heyvê. Min got: Erê raste hemî zanyar vê tiştê dizanin. Got: Na, birazî ez pirsê ji te dikim ? Min got: Ez ne dijî zanistiyê me. Got: De here lo.. hingî li bîra min tê mizgefta gundê me li bakurê mala
meye, eger rast bûya minê carekî çavê xwe vekirya û mizgeft li başûrê mala min bûya, hûn xwendevan hemî dîn bûne,bavo, agirekî xwedê ye. Kî dikare nêzîk bibe ? Kulavê şivaniyê avête ser milê min. Sivik.. sivik di nav şopa rêwiyan de wenda bû.
Derfeteke zêrîn ji me re hatiye divê em vê delîveyê bidest bixin û xebateke berçav di warê çand û zimanê Kurdî de bikin da ku em di paşerojê de amade bin ji çi pirojeyekî re. Gelekî giring û pêwiste ku rewşenbîr, nivîskar û welatiyên Kurd bêhtir guhdanê li Zimanê zikmakî, zimanê Kurdî bikin. Ziman ji mercên bingehîne û stûna yekemîn e di parastin û yekrêziya kurdan de ye, êdî wê stûnê nerûxînin û bi kurdî bixwînin û
binivîsin... Bila 24 seetan bi kurdî hun binivîsin, bila em her roj û her wext bi kurdî binivîsin, hêvî û daxwaza me ew e ku hemû kurd, her wext, her roj û her kêlîk bi kurdî û tenê bi zimanê kurdî zimanê dayikê binivîsin. Bes e Mixabin Em daxwaza fermîbûna Zimanê kurdî dikin li rojavayê Kurdistanê lê ta niha em lê xwedî dernakevin gelo ma ev yek dibe !!