Rojnameyek Ji aliyê PDK-S Tê weŞandin 24-puŞper -2713
15-7-2014 z
Kurdistan -hijmar (33)
www. Pdk-s.com
Kembera Erebî berdewam e
Siyaset û pirojeya Erebkirinê dijî gelê kurd li Sûriyê, bi dirêjahiya desthilatdariya partiya Elbehs li ser çend qonax û pêvajoyan hatiye piyadekirin bi pîlan û program û xudankirin ev siyaset hatiye encamdan, bigire ji serjimêriya awarte li sala 1962 an de û pirojê kembera Erebî li sala 1966-1975 an de, çendîn pilan û pirojeyên regezperestî, bi armanca jinavbirina mohra netewî ya herêmên kurdan û Erebkirina bajar û gundên kurdan Zêdetir bixwînin ..R2
2 3 3
Lehengê kurd Simko Şikak
Madeya 140 Rokê bera sîkê da
2
24-puŞper -2713 k
15-7-2014 z
Kurdistan -hijmar (33)
www. Pdk-s.com
Kembera Erebî berdewam e Casim Hacî Elî
S
iyaset û pirojeya Erebkirinê dijî gelê kurd li Sûriyê, bi dirêjahiya desthilatdariya partiya Elbehs li ser çend qonax û pêvajoyan hatiye piyadekirin bi pîlan û program û xudankirin ev siyaset hatiye encamdan, bigire ji serjimêriya awarte li sala 1962 an de û pirojê kembera Erebî li sala 1966-1975 an de, çendîn pilan û pirojeyên regezperestî, bi armanca jinavbirina mohra netewî ya herêmên kurdan û Erebkirina bajar û
gundên kurdan. Dema em pirojeyên rêjîma Elbes berçav dikin yekser pirojeyê Kembera Erebî tê ber çav ya ku li 24-06-1966 cara yekê bi femî ji bal rêjîma Şamê hat pesindkirin û li salên 1973-1977an de hat encamdan ,ku bêhtir ji 50 gundan bo wan ereban ji Dêrika ta Serêkaniyê û GirêSipî hatin avakirin, ku hata niha ew Erebên hawirde ji Reqayê û Heleb û Selemiyê li ser qad û ziviyên me diçêrin û ev piroje bo egerê hejarkirin û koçbarkirina bi hezaran welati-
yên kurd, ku bi neçarî welatê xwe çolkirin û li Şamê û Europa akincî bûn, di encam de Ziyanek mezin ket bi rûyê Cigorafî yê kurdistana Sûryiyê ku heta niha ev dîmen û rûxsarên erebkirinê yê berdewamin. Îro, piştî Sê sal derbas dibin li ser Şoreşa Sûryiyê ve, hêşta ev Erebên hawirde li ser qad û zeviyên kurdistanê ne û mûsimê îsaljî hilanîn û niha ew gund di geşbûnek abûrî de dijîn û avdankirin di wan de bêhtir ji berê tê kirin, berovajî ku gundên kurdan yên bûne kavil û wêran, ku herêmên kurdan vala dibin ji kurdan û bûne pawan û penageh bo welatiyên Ereb yên ji hundir Sûriyê direvin…?! Îro erkekî netewî ye ku Milletê kurd bi yekhelwêstî van Hawirdan ji welatê xwe biqewtînin û zeviyên xwe bistînin û ji hemû kurdên Cîhanê tê xwestin alîkariya kurdên Sûriyê bikin daku welatê xwe bimînin û koçber nebin û li ser axa bav û bapîrên xwe bimînin û bidestê xwe siyasetên erebkirina kurdistanê bi serê xwe neyin.
Salvegera Şehîdbûna Ebdilrehman Qasimlo
D
r. Ebdilrehman Qasimlo di 22ê berfanbara sala 1930an de, di malbateke dewlemend û navdar de li bajarê Urmiyê ji dayik bû. Wî xwendina xwe ya serete û navendî li bajarê Urmiyê berdewam kir û pişt re çû bajarê Tehranê.
Xwendina xwe a bilind, li Prag û Parîsê temam kir li gel Serokomarê berê ye Ferensayê “François Mitterrand”.li heman polê dixwendin. Dr.Qasimlo, di heyama xortaniya xwe de di nav refên Partiya Demokrata Kurdistan- Îran (PDK-Î) de cih girt bû . Di damezrandina Komara Kurdistan a Mehabadê de jî, wekû xortekî Kurd da ser milê xwe û beşdarî vê yekê bû . Dr.Qasimlo Berhemên wî ên herî navdar û girîng , pirtûka wî ya bi navê “Kurdistan û Kurd” e ku bi şêweyek akademîk û zanistî lêkolînên wî di vê pirtûkê de hatine nivîsandin. Ev pirtûk yek ji çavkaniyên herî ilmî û baş bûn ji bo nasandina dîrok, aborî û xebata siyasiya Kurdan bi gelên cîhanê ku bi awayekî berfirehtir pirsgirêka gelê Kurdistanê nas bikin. “Kurdistan û Kurd” ew bi çendîn zimanên zindî yên cîhanê (Inglîzî, Erebî, Farisî) hatibû wergerandin û bi hûrbînîyek temam hemû aliyên pirsgirêka Kurd di vî berhemê xwe yê pirbar de şirove kiribûn. Di 13ê Tîrmeha 1989an, rêberî herî demokrat ê kurdan û sekretêrê Partiya Demokrata Kurdistan –Îran (PDK-Î) Dr. Ebdilrehman Qasimlo, bi komployeke ku Serokomarê Îranê ê berê Ahmedî necad jî tê de cîh girtibû, şehîd ket . Gelê kurd û dostên kurdan.
Lehengê kurd Simko Şikak
S
imko şikak yek ji rêberên serhildan û tevgera rizgariya kurd û Kurdistanê bi navê Îsmayîl Axayê Şikak (Simkoyê Şikak) li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê di encama komployeke rêjîma şahî yaw ê demê ya Îranê de canê xwe ji dest da. *Simkoyê Şikak yan Simayîl Axayê Şikak kurê Mihemed Axa kurê Elî Xanê kurê Simayil Axa ye. *Sala 1887an Simko li Kela Çariyê li Selmasa Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû ku Şikanên Evdoyi ne. *Ji berê ve Kela bi navê Simayîl Axa li Nazliya Urmiye ji xwe re ava kiribûn. *Cewer Axayê Şikak sala 1905an li Tewrêzê hat kuştin lewra Simayîl Axa soz da riya wî ya şerê li dijî hikûmetê berdewam bike. *Simko roja 30ê gulana sala 1907an şerekî giran li dijî hikûmeta Îranê destpêkir. *Ji Rûsiyan xwest da ku mafên Kurdan yên netewî bipejirîne heya ku li dijî Osmaniya alîkariya wan bike. *Şerê tayifî nedikir û şerê wî tenê netewî bû. *Hejmara çekdarên wî carna gihiştiye 20 hezar kesan. *Hewl dida hemû hozên Kurdan bi hev re yek bigirin da ku Kurdistana mezin ava bikin. *Serhildana Simkoyê Şikak nêzî 25 salan dom kir. *Piştî şerê cîhanê yê yekem nêzîkî %50 ji axa Rojhilatê Kurdistanê kontrol kir.
*Tevî ku ji malbata Axayan bû lê baweriya wî bi sîstema feodalîzmê tine bû. *Digot dibe Kurdistran ava bibe pişt re xelk biryarê dide kî desthilatdar be. *Ji şerên mezinên wî şerê Urmiye, şerê Gulmanxaneyê, Miyanduaw, Şekeryaz, Sarî Tac, Azadkirina Mehabadê û şerê Kela Çariyê ne. *Dema ku Ermeniyan xwest Urmiye bibe axa Ermenistanê, Simko gelek şer bi wan re kirin. *Şerê Çariyê weke mezintirîn şerê Simko tê binavkirin. *Şervanên Simko li Mehabadê 600 çekdarên hikûmetê kuştin. *Piştî ku Kela Çariyê dikeve destê hêzên Îranê de, Simko û 1000 çekdarên xwe derbazî Bakurê Kurdistanê bûn û Artêşa Tirkiyê çek ji wan wergirtin. *Sala 1925`an Simko vedigere Rojhilatê Kurdistanê û car din xebata xwe dimeşîne û heman salê Riza Şay çû serdana wî. *Simko bi çekdarên xwe re pêşwazî ji Riza Şa kir. *Piştî ku Şa vegeriya Tehranê, Simko got ew mêvan bû lewra min ew nekuşt lê ewê min bikuje. *Roja 21ê Hezîrana sala 1930an Simkoyê Şikak bi biryara Şa li bajarê Şino yê nêzîkî Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê bi terajediya ku Riza Şa jê re pilan kir, hate şehîd ket.
24-puŞper -2713 k
15-7-2014 z
Kurdistan -hijmar (33)
www. Pdk-s.com
Madeya 140 P
iştî jinavbirin û rûxandina rejîma Sedam Husên di sala 2003an de, kurd û ereban li hev kirin ku meseleya Kerkûkê û wan deverên din ku li derveyî desthilatdariya kurdî neweke Şingal, Xaneqîn, Mexmûr û hin deverên ku wekû beşek ji Kurdistanê tên hesibandin, aliyên siyasî dixwestin ku ev mesele bi riyeke qanûnî werin çareserkirin. Ji bo vê yekê hin made di destûra Îraqê hatin bicihkirin. Destpêkê de madeya 58 an ya destûra Îraqê çareserkirina pirsgirêka wan deveran destnîşan dikir, paşê ev made bû madeya 140ê ya destûra Îraqê. Li angora madeya 140 jî ew meseleya wan deverên arêşedar bû ji wan jî bajêrê Kerkûkê ku bi sê qonaxan tê çareserkirin. Di qonaxa yekem de divê kurdên koçber vegerin cihên xwe yên
berê û bêbe bicihkirin û erebên ku ji cihên xwe hatine derxistin li cihên xwe yên berê vegerin û ew jî bêne bicihkirin. Di qonaxa duyem de divê serhejmarî bê encamdan û di qonaxa sêyem de jî gerek referandom bê sazkirin, da ku bê naskirin ka dê çarenivîsa evan deveran çi be. Ev pirosa han li gor vê madeyê divîyabû di dawiya sala 2007an de bi dawî hatibe, lê ji ber hinek pirsgirêkan (bi fermî pirsgirêkên teknîkî, lê di rastiyê de pirsgirêkên siyasî, ango lihevnekirina kurd û ereban) bo şeş mehan hate paşvexistin û pîştî şeş mehan dîsa nehat bicihkirin û dîsa hate paşvexistin. Lê niha piştî bûyrên vê dawiyê ku li tevahiya Îraqê qewimîn tiştekî nû kete rojevê de: Kerkûk ji aliyê xizmetguzariyê ve ne Kerkûka berê ye, ji ber ku rengê cade, bajar û avahiyên wê bi awayekî ber-
biçav hatibû guhertin û piştî vekişandina hêzên artêşa Iraqê ji ber êrişên DAIŞê, bajar ketibû bin kontrola hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê. Ev jî bibû sedema misogerbûna rewşa ewlehiya Kerkûkê. Her çiqasî ji ber rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, pêwîstiya kurdan bi yekdengî û yekrêziyê heye ji bona ku hemî deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê vegerin ser Herêma Kurdistanê ku Kerkûk jî di nav wan de ye. Rewşa niha delîveyeke pir baş e û kurd dikarin ji vê yekê sûd werbigirin lê hinek caran dema mirov li daxuyaniyên hinek aliyên serekî yên Herêma Kurdistanê vedgera hîna jî ne tam hevdeng û yek in. Serok Mesûd Barzanî derbarê benda 140 a destûra Iraqê ku girêdayî diyar kirina çarenivîsa wan navçeyên Kurdistanî
ye, daxuyaniyek belav kir. Serok Barzanî derbarê wê benda destûrî de wiha nivîsandiye: “Dema me benda 140 pesend kir wateya vê yekê ne ew bû ku gumana me ji Kurdistanîbûna wan navçeyan heye, lê me xwest ku ew pirsgirêk di rêya yasayî, û destûrî re bê çareserkirin”. Serokê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje “Piştî 10 salan ji bendewariyê, hikûmeta Iraqê pêgirê cîbicîkirina wê bendê nebû”. Derbarê hebûna hêzên pêşmerge li wan navçeyên Kurdistanî de, serok Barzanî diyar dike ku “hebûna pêşmerge li wan navçeyna ne tiştekî nû ye, ji sala 2003an de pêşmerge bi hevbeşî ligel artêşa Iraqê û li hinek cihan bi tenê jî beşek ji wan cihan diparast û li hin navçeyan jî artêşa Iraqê erka parastin li ser milê wan bû”.
Serok Barzanî herwiha nivîsandiye ku “Piştî bûyerên vê dawiyê, artêşa Iraqê bi paş vekişiya û ew navçe vala hiştin û hêzên pêşmerge jî ji bo sînorên Kurdistanê û milk û malên xelkê biparêze û rê li pêşketina terorîstan bigire, erka parastina wan cihan xistiye stûyê xwe”. Serokê Herêma Kurdistanê behsa encamdana referandomê li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê dike û dibêje, “çûna pêşmerge bo wan navçeyan nayê wateya ku Kurd li wan deveran xwe bi zorê bide qebûlkirin. Lê emê bi referandomeke zelal raya welatiyên wan deveran werbigirin û hurmeta raya wan jî bigirin û emê pê ve girêdayî jî bimînin. Ji ber wê jî pêwîst nake êdî behsa madeya 140 were kirin yan jî li ser wê madê pirs were kirin.”
Rokê bera sîkê da Bavê Serbest - Hesekê
D
ema em biçûkbûn sipîdê zû em li pey hev dibûn rêz , bi loqegurê me baz dida û bi hev re bi dengekî bilind me di got : rokê bera sîkê da, rokê bera sîkê da lê danê êvarê em tersî wilo diaxivîn me digot : sîkê bera rokê da, sîkê bera rokê da.
dibe ko ev lîstik ji afrandina danerekî zana be ji ber watedare, çawa çerxa gerdûnê her dem bi gere na rawiste geh li jore geh li jêre. mpratorin mezin herifîn hin in din şûna wan girtin û hin jî winda bûn tenê şûnewar mane.i Gelo dora me nehatiye em miletê kurd kevnar di dîrokê de, xwedî ziman
,tore û wêjeyek resen, dewlemend ta roja îro bin pê û bin deste dagirker destelate perçeperçeye welat. perçeye hoz, partî, malbat, xêzan,tev perçeye ta kengî wê neyar bi botka şivanan bi mere bi lîze, emê çav girêdayî bin ewê ser berdayî bin, ta kengî wê roja me bera Sîkê de!!!!!!!!!!!
3
4
24-puŞper -2713 k
15-7-2014 z
Kurdistan -hijmar (33)
www. Pdk-s.com
peymangeha Bedirxan a zimanê Kurdî li Dêrikê Helebça Sadûn
Karmendên Peymangehê
Salvegera duyemîn ya damezrandina peymangeha Bedirxan a zimanê Kurdî , ya ku di 24/6/2012 an de li bajarê Dêrika Hemko hatibû damezrandin , ta
bikare bi rêyeke akademî xizmeta ziman û çanda kurdî bike. Rêveberê Peymangeha Bedirxan a ziman Kurdî li bajarê Dêrikê Mihemed Emîn
Pendên Kurdî
Sedûn ji Radyoya Rojava re bi vê sebaretê ragihan ku : “ji ber rewşa ewlahî ya ne aram ku niha bajarên Rojavayê Kurdistanê têde derbas dibe , me ti aheng
li darnexistin , lê me mamoste , û xwendekarên Peymangehê agedar kirin ku dibe heroj li cem me roja zimanê kurdî be û em heroj xizmeta zimanê kurdî bikin , û karê peymangehê berdewame , çi di roja salvegerê de be yan rojên di rojên bê , ji ber vê jî kar û xebata Peymangehê berdewame û roj bi roj pêş dikeve . Herwiha Hozan Dêrşewî yê ku tê naskirin yek ji damezrênerê Peymangeha Bedirxan, di derbarê karên ku Peymangehê kirine wiha got: “ Em dikarin ji encama karên peymangeha Bedirxan rewşa wê binerxînin ku di du salan de bingeheke akademî ava kir di asteyên zimanê
kurdî de û di warê rêziman de “. Dêrşewî da zanên ku : “ tişta cêwaz ya ku li peymangehê peyda dibû rêveberî û destnîşankirina karmend û mamoste û rêbazan li gor bingehên zanistî û pêşketî ku em dikarin bikin nimûneya dezgeha sivîl û xizmetkar ya ku ji avakirina civaka me re pêwîste , û ev yek jî diyar dikir bi gurbûna xwendevanan û waneyên corbicor û berfirehbûna karên peymangehê tevî nîrên aloz yên ku welatê me têde derbas dibe “. Tê zanîn ku Peymangeha Bedirxan a zimanê Kurdî di roja 24 / 6 / 2012 an de li bajarê Dêrika Hemko hat damezrandin ji aliyê girûpek ji hejêkerên zimanê kurdî re . Herweha
di roja 16 / 3 / 2014 an de û bi helkeftina borîna sed û yazdeh salan li ser ji dayikbûna rêberê neteweya Kurd Barzanîyê nemir, û li jêr dirûşma “ Hiş û sewdan bi xwendinê geş dibe ” û ji bo bilindkirina asta zanistî û rewşenbîrîyê, Peymangeha Bedirxan a zimanê Kurdî, vekirina pirtûkxaneya Barzanîyê nemir li bajarê Dêrikê radigihîn . kesên ku piştgiriya wan kirî ,Wezareta Rewşenbîrî û Lawan li başûrê Kurdistanê hejmarek mezin ji pirtûkan diyarî peymangehê kir , û her wiha Sînemxan Celadet Bedirxan jî jimarek mezin ji pirtûkên kurmanciya latînî diyarî peymangeha Bedirxan kir .
* Adetên bav û bavpîran, kerik xweştir in ji hejîran. * Afirê gamêşan bû warê qelsemêşan. * Adar e, dew li dar e, şivanî xwemal e, kevanî bi karûbar e. * Adar e, dew li dar e, ne li vir e, li Çiyayê Şingar e * Adar e, meşk li dar e, ne li hêra, li Beriya Şingar e. * Adar e, sibehê sar e, êvarê kûçik xwe dide ber siya dîwar e. * Adarê kêrguh sibeha xwîn dimîze, nîvro xwe davêje ber siya darê. * Adarê, agir xweştir e ji savarê. * Adarê ba li min da, min Boza xwe bi takî ka da. * Adarê, berf giha guliyên darê, nema danê êvarê.
Helbest
Ezîz Xemcivîn
Azadî Diaxive û derdên xwe ji hinavan davêje.. dilîze û kesera piçûkaniyê li ser çogan diguhêze...!! Diçe başûr li ser pêlên bayê evînê li ber kenê kevir û lat û hîmên rizgarbûyî li welatê rokê, li çiraya tariya koçkirî, bi Kurmancî bi Beytik û Bilbilan re dipeyive! Ji zimanê xweş û geş Sinbil seridî ne!! û ji sinbil û keviran, ji awazên tilûran rengê ala xwe danîne Li ber roniya dilê evîndaran; li helbestvaniya çiyayan Siyamendo bû padîşah û Xecê bû xatûn û xwîna pezkovî bû Kişwera evîndaran.... Kew bi qebqeb in, dasîtanên pêşmergan her sibeh dixwînin... çiyayê serbilind, çeng vekirî bi hezaran kulîlk li hembêzê ew rengên tevlihev çîrokên qehremanan ji neviyan re dihûnin!!
Wisan Çîko li seyranêbi destê yara xwe girtiye nema diltirsê hov û teban in, bi nermî dêmên hîvê diramûsand!! Dayê “Hemayil û dayê Mîna” li dûv Barzanî û Qadî li hespên rewan siwar in, ji meydana Çarçira ala rengîn li ser basikên qulingan vedigirin, li kohê Helgurd dikin sîtava hêlîna baz rûgeş beramber stêran diçirisîn in.. Pencere vebûn zincîrên rekehan perçivîn; Şalûl û Qumrî ji dîliyê firîn, pênûs û perîk rûpel û tabloyên nivîskar û hunermendan dixemilînin... Ey roj îro roja sirûda te ye “Ey Reqîb her” dengê Laleşê bilind dibe li Dêr û Mizgeftan hogir dibe sefîraz in, serbilind ney û naya Zeradeştê pêximber ji bal yezdanan ronî veda, weke hemû olan bi nasname ne em, pasporta me Zend Avesta