34_

Page 1

rdi t n Rojnameyek Ji aliyê PDK-Sê ve Tê WeŞandin

10 tebax -2714

1-8-2014 z

Kurdistan -hijmar (34)

www.Pdk-s.com

Çima li dijî serxwebûnê?

3

Leşkeriya kotekî pilan e

4

Piştguhkirina pisporan


2

10 tebax -2714 k 1-8-2014 z

Kurdistan -hijmar (34)

www.Pdk-s.com

Çima li dijî serxwebûnê? Sîpan Xelîl

K

ew dijminê serê xwe ye, ev pend herdem dihat gotin dema ku kurdekî şer li dijî kurdekî din radighand û dest bi nakokiyan pê re dikir ,çima wisa tê gotin kew ajele û tiştan ji hev jî dernaxe, lê mirov tiştan ji hevdû cuda dike û gerek ev pend wisa be ( mirov dijminê serê xwe ye), çima ev guhertin! Piştî bûyerên vê dawiyê ku li Îraqê qewimîn û çekdarên Malikî ji gellek navçeyên Îraqê reviyan û guhertinên mezin derbasî deverê bûn û van guhertinan bandor li ser rewşa Herêma Kurdistanê kiriye, bi taybetî ku niha hemû navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê vegeriyan bin kontrola Hêzên Pêşmerge û Serokê Herêma Kurdistanê di vê warê de ragihandibû ku Madeya 140 ji destûra Iraqê hat cîbicîkirin û got ti axeftin li ser wê nayê kirin. Herwiha serok Barzanî amadebûna perlemantoya Kurdistanê xwest ji bo pêkanîna referandomkê li wan navçeyan ji bo tevlîbûna wan navçeyan û ragihandina kurdistana serbixwe ku ev yek xewna her kurdekî bi rûmete li her çar perçeyên Kurdistanê ye, ne tenê xewna serok Barzanî ye yê ku ew jî dixwaze ev xewn bicih were û serxwebûna Kurdistanê wekû em dibînin ku ji gellek dewletên zulhêz û derdora Kurdistanê hate qebûl kirin û bûye rojeva seranserê herêm û cîhanê ,lê tenê ji aliyê hin partiyên kurdistanî nehatiye qebûl kirin û li dijî wê rawestiyane û di serkêşiya wan partiyan de Partiya karkerên Kurdistanê PKK û cêlîkên xwe yên li rojava û Bakurê Kurdistanê ne. Ji xwe re li vê Ecêbê temaşe bikin ku partiyeke kurd li dijî xewna miletê kurd radweste. Cemîl Bayiq Hevserokê Desteya Rêveber ya KCK berya niha li ser Medyayê nûçeyên derw belav kiribû û gotibû “ Barzanî ji bona lidarxistina civînekê li dijî Malikî çûye Ordinê, û bi çend rêxistinên din ên terorîstî re civiya bû.” Gelo Bayiq ji bo kê vî kar dike û di berjewndiya kê de karên wî encam didin û çima dijatiya Serok Barzanî wekû kesayetî dike gelo ji ber ku serok Barzanî xwedan pirojeyeke netewî ye yan wekû Osman Ocelan dibêje ku PKK ya Qendîlê ku Cemîl Bayik serpereştiya wê dike di bin bandora Îranê de ye û Îran vê serxwebûnê qebûl nake. Herwiha çêlîkên PKK li rojavayê Kurdistanê rêbaza dayika xwe dimeşînin û ew jî daxu-

aniyan li dijî avakirina dewleteke kurdî a serbixwe belav dikin, ji aliyê xwe ve Serkirdeyê (TEV-DEM) Nasir Hac Mensûr mijara ragihandina serxwebûna Başûrê Kurdistanê weke propoganda li dijî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), TEV-DEM û Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê wesif kiribû herwiha Hisên Koçer ku yek ji serkirdeyên çekdarên YPGê ye ku wekû baskê leşkerî yê PYD tê naskirin li ser rûpela xwe a facebook nivîsandibû ku ev ragihandin pîlaneke li dijî kurdan e û ev yek hewldneke bo afrandina şerkî birakujî di navbera pêkhatiyan de. Bi rastî mirov matmayî dimîne ku çawa serxwebûna Kurdistanê li dijî gelê kurd e û gelo ev kes ji dilê xwe diaxive yan jî dijminên kurdan bi devê wî diaxivin. Di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya Bas, Hevserokê PYD Salih Mislim got, “ez dibêjim ne dema avakirina dewleta kurdî ye, avakirina dewleta kurdî tu fêdeya wê li Kurdan nabe “. Mixabin ..Mixabin ne tenê li dijî dewleta kurdî ne lê gotinên ne xweş li ser medyayê belav dikin mîna Hatip Dicle dibêje ku wan fikra dewleta Kurdî avêt tenekeya zibil. Gelo ta çi astê ev mejî û fikrê vê patiyê û serkirdeyên wê hatiye kirîn û di xizmeta dijminan de herdem xuyaye ew mejî fikir dike. Pişt re BBC nûçeyek belav kir ku Ocelan piştgiriya Dewleteke Kurdî serbixwe dike ,Her wiha gellek Kurd kêfxweşbûn ku PKK ji helwesta xwe ya li dijî dewleta Kurdî hate xwarê lê ew kêf ne çû serî û dewam nekir û KCKê, ew nûçeya BBC nefî kir û da zanîn ku ev nûçe rast nîne û ti têkiliya wê xeberê bi Ocalan re tine ye. Lê ev dijberiya PYDê nehat rawestandin û berdewam kir û roj bi roj serkirdeyên wê li dijî serxwebûna Kurdistanê li ser madyayê daxuyaniyan didin . Ji aliyê xwe ve Serkirdeyê din yê PKK Riza Altun li dijî avakirina Dewleta Kurdî derket û got ew ji Kurdan re koletiyê tîne û nakeve xizmet Kurdan de. Mixabin û sed carî mixabin xwîna Kurdan dirije, malê wan bi destê dijminan talan dibe, û ew jî dijminê xwe bi xwe ne gelo Çima ev çavsorî û kîn li dijî avakirina dewleta kurdî ku xewna her kurdekî ye .

Kirîza Avê

E

v nêzîkî 4 salan e ku şoreş li Sûriyê berdewam dike û di encam de ji bilî kuştin,revandin û îşkenceyê gellek zehmetî û arîşe rastî gelê Sûriyê hatin mîna têkçûna xizmetguzariyan li seranserê Sûriyê û bi vê yekê rewşa Sûriyan bero karîseteke mirovahî de dice ji ber kêmbûna xizmetguzariyan û nebûna Elikitrîkê û damara jiyanê (av) . Kirîza avê li Sûriyê berdewam dike ta roja îro, av ji pêwistiyên herî giring di jiyana mirov de ye ,lê ev derdora 4 salan e mirov li rojavayê Kurdistanê gellek caran jê bêpar dimîne. Derbarê vê kirîzê de Kurdistan ev rapor li ser nebûna avê li gellek bajarên kurdî amade kirî ye . Kirîza avê li Qamişlo: Ev nêzîkî 3ê meh in ku av lê hatiye birîn û kirîza nebûna avê lê berdewam dike û bi taybet li taxên wekû (Cirnik – Xerbî –Om fursan –El-Tay ) û hin taxên din ,welatiyê bi navê Şivan Ibrahîm ji Rojnameya Kurdistan re got ku sedema nebûna avê li bajarê Qamişlo ew e bikaranîna zêde ji avê re û bi taybet divê demsala havînê de û birîna Elikitrîkê ku ev her du sedemên sereke ne ji nebûna avê re û da zanîn ku xelk neçar dibin ku avê ji xwedanê tankan bikirin bi nirxekî buha . Hesekê: Ava bajarê Hesekê ya vexwarinê ji gola rojava bû û wekû damara jiyana bajêr dihat naskirin ,lê vê dawiyê rêjeya avê gellekî hate xwarê û ji bo vê yekê rêveberiya avê derdora 30 bîrên irtîwazî di navbera her du bajarên Serêkaniyê û Dirbêsiyê de koland ji bo gihiştina avê ji Hesekê re,lê herdem Elikitrîk sedema qutkirina avê ye ,Herwiha Elikitrîka ku di hat li ser wan bîranên gundê Elok ji gundê Mebrûka di hat ku di bin kontrola Rêxistina Islamî Daişê de ye û Rêxistina navborî herdem Elikitrîkê qut dike bi sedema hebûna nakokiyan di navbera wan û PYDê de ,Hozan Xelîl ji Bajarê Hesekê ji Kurdistan re got ku bajarê Hesekê herdm rastî kêşeyên avê dihat ,lê niha av her çar rojan du demjimêran tê û xelk herdem li hêviya van her du demjimêran e û gellek caran av têra vexwarinê nake û ev yek dibe sedema belavkirina nexweşiyan ji ber hebûna gemarê û welatiyên bajêr ji mecbûrî avê bi nirxekî buha dikrin yan jî bîran dikolin lê mixabin ava wan bîran ne şêrîne û tenê ji bo şûştinê tê bikaranîn.

Dêrik: Bajarê Dêrikê berû rewşeke

xerab ve diçe di heyama birîna Elikitrîk û avê de ,Fener Hemo ku ji xelkê bajarê Dêrikê ye ji Kurdistan re got ku qutkirina Elikitrîkê bandoreke wê li ser nebûna avê heye û av li bajarê Dêrikê girêdayî hebûna Elikitrîkê ye û herdem ew domahiya şevê tê û xelkên ku di avahiyên bilind e ne li Dêrikê av nagihêje wan ji ber bilindbûnê û neçar dibin ku avê ji xwarê hilkişînin jor yan jî bi tankan bikirin. Amûdê: Ew jî ji wan bajarê ku rastî pirsgirêka nebûna avê tê ,Zêwa Remezan li ser nebûna avê û sedemên wê ji Kurdistan re wiha axivî ku av li Amûdê ji gellek bajarên din çêtire mîna bajarê Hesekê û ne bi awayekî berdewam qut dibe û di rojê de 5 seetan qut dibe û carnan 48 demjimêran qutkirî dimîne û sedema serekî ji vê yekê re herdem nebûna Elikitrîke ye. Kobanî: Zêdetirî 6 meh in ku herêma Kobanî ji aliyê Rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ)ê ve hatiye dorpêçkirin û av û elektrîk li ser herêma Kobanê biriye û nahêlê alîkariyên mirovahî û xwarin û pêtiviyên rojane derbasî Kobanî bibin, û ji alîyekî din ve Kurdan bi zorê ji Kobanî û gundewarên wê der dike. Lê rewşa avê ya herî metirsîdar e ku welatiyên Kobanî zehmetiya nebûna wê dikşînin. Ferzat Ebdo ji Kurdistan re got ku xelkê Kobanê ji ber qutkirina avê bîrên irtîwazî ji xwe re kolandine, lê niha ku demsala havînê ye , ew bîr zuha dibin û ava wê kêm dibe, tevî ku ava gelek bîran bi ava pîs re têkel bûye û ji ber wê jî nexweşiyên wek kolêra di nav xelkê de, bi taybet di nav zarokên pêçekê de, belav bûye.


10 tebax -2714 k 1-8-2014 z

Kurdistan -hijmar (34)

www.Pdk-s.com

Leşkeriya kotekî pilan e û xwestekên dijminan bi cih tîne

Di 13.07.2014an de Encûmena Yasadanînê ya Kantona bi navê Cezîrê ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD û hevalbendên wê ve hatibû ragihandin projeyasaya xizmeta leşkerî ya neçar(icbarî) li Rojavayê Kurdistanê pejirand. Li gor yasayê “Divê her malbatek, xortekî xwe ku temenê wî di navbera 18 ta 30 salî de be pêşkêş bikin da bo heyama 6 mehan xizemta leşkerî bike. Ji aliyê xwe ve jî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) projeyasaya xizmeta leşkerî ya icbarî li Rojavayê Kurdistanê red dike û ev piroje bi biryareke rejîma Esed weif kiribû . Lê ji bilî nerînên siyasetmedaran li rojavayê Kurdistanê, hin rewşenbîr nerînên xwe li ser vê leşkeriya neçar ya PYD anîn ziman .

N

ivîskar Qado Şêrîn ji Rojnameya Kurdistan re wiha nerîna xwe anî ziman: leşkeriya zorbetî pilan e,eger mirov li dîroka welatan binêre, mirov dê bibîne ku leşkeriya zorbetî tenê sîstemên gelemperî û ne demuqrat bi kar anîne, yan jî di wextinan de ku dewlet hewcedarî berevaniya giştî bûye, daku rêjîmê yan sistem û kesatiyên sîstemê bên parastin. Belkû jî ji bo şer û cengên vala, daku rêjîma totalîtar û ne demuqrat temenê xwe dirêj bike. Ew sîstem baş dizanin ku ne bi zorê be kesek ji bo wê xwe nade kuştin, nade pêş û berevaniyê di ber de nake. Her wiha partiyên gelemperî yên ku mîna sîstemên gelemperî û diktator difikirin, dikarin leşkeriya zorbetî tenê li ser mirîd û endamên xwe ferz bikin, ji ber tu yasa tune, tu rê jêre tune ku xelkê bikşînin leşkeriya zorbetî û wan bikşînin şer û cengên vala yên ku tenê xizmeta pilanên wê dike. Em bên ser Rojavayê Kurdistanê(R.K). li R.K dewlet û yasa tune ku xelkê ji bo leşkerkirina zorbetî birêxistin bike. Rêjîma Beşar a diktator heye, û sîstema Pyd a yekalî heye. Pyd ji bo pirojeyên xwe yên yekalî sîstemek damezirandiye û navê kantonan lê kiriye, ew sîsitem ne bi dilê tevaya gelê kurd e, ne bi hilbijartin û demuqratî hatiye damezirandin, êdî ew sîstem nûnertiya xelkê nake, daxwazên xelkê yên jiyana rojane pêk nayne, bêtir xizmeta pirojeyên Pyd dike. Di dîroka şoreşan de jî wiha nebûye, wexta partî bi şoreşan rabûne jî leşkeriya zorbetî ferz nekirine, çimkî yên baweriyê bi fikra şoreşê tînin pê radibin, neku hemû kes tev li şoreşê dibin, wê wextê dikare gelek pirsgirêk derkevin. Pyd tenê dikare li ser sofîk, mirîd û endamên xwe leşkeriya zorbetî ferz bike, ew ne dewlete taku li ser gel an tevaya xelkê ferz bike, texmîn heye ku ew dê xelkê bajo ser kuştinê ji bo pirojeyên xwe yên taybet, mîna komkujiya Til Hemîs. Biryara Pyd yekalî û ne rewa ye, çimkî R.K dagîrkirî ye, ne azad e, ne dewlet e, êdî eşkere ye ku yek ji pilanên rêjîmê ye, ew biryar tenê xizmeta rêjîm û pilanên pyd dike. Eger em kurdewarî bifikirin, mirov dikare wiha bêje: eger kurd yek bana, gotar û biryara wan a siyasî yek baya, wê xelk bêtir bi dû baweriyên xwe de biçûna û bibûna leşker, belkû jimara leşkeran jî bêtir ba. Pyd bi xwe re neraste, dibêje Ometa Demuqrat û leşkerîkirinê li ser xelkê ferz dike, bila bang li xelkê bike, heçê bixwaze bila biçe û bibe leşker, neku xelkê icbar bike. Beşek mezin ji gelê kurd li R.K ne bi wê biryarê reye, êdî metirsiyeke mezin li ser gelê kurd heye, ku xort û ciwan terka xaka xwe bikin, daku tev li pilanên pyd ên yekalî nebin, û ku hat û wiha bû dê herêm ji kurdan vala bibe, jixwe rêjîm wê dixwaze.

H

elbestvan Ezîz Xemcivîn wiha nav lê kir Leşkeriya kotekî û axaftina xwe berdewam kir ku PYD û yasayên wê yên sexte, her demekê tiştekî ji bo Miletê belengaz bêtir şerpeze bike, derdixe û bêtir cudahî û kîn û dijberiyê pêk tîne. Mixabin li rewşa birçîbûna Milet naramin, lê li xwestekên Dijminan bi cih tînin. Ev birayar bi piranî ji wan tê xwestin, ew jî nikarin bêjin na, Miletê Kurd dîsa dibe amanca siyasetên çewt, eger ji dil ba tu kes nîn e ko naxwaze bervedêriya xaka xwe bike. Lê çi hêzên Kurdan li ser xakê nehiştin, mîna (Hêzên têwirdana Kurdî, alaya Tehsîn Memo û ya Şêx Maşûq) li himber wê çi kirin, Erebên Xemir bi çek û rahênan kirin, alayî ji wan re çê kirin. Wek helwest ez ne dijî ko Kurd Artêşeke taybet ji bo wan hebe, hemû Partî li ser peyman û pabendiyê bikin. Lê Leşkeriya bivênevê ya ko PYD dixwaze pêk bîne, ji aliyekî tenê ve ye, û ew tucaran nikarin Ereb û Siryan û Aşûriyan mecûr bikin, û ne dikarin Kurdan, lê amanc jê derbiderkirina xortên ko hîn li welat mane derxînin, hem ji bo pereyan li ser sînoran bêtir qezenc bikin hem jî Herêmê ji Kurdan vala bikin…

Ç

alakvan û Helbestvan Ebdilselam Xocê li ser dibêje ku ev demeke rojavayî Kurdistan rastî êrîşên Komên tundrew tê û bi taybet DAIŞ ê û ev yek bûye cihê metirsiyeke mezin li cem gelê Kurd û hemû aliyên Siyasî. Lê biryara Leşkerkirina bi zorê ya ku rêvebiriya xweser a PYD derxistiye ,bi nerîna min nayê cîbicîkirin ji ber ne li ser bingeheke hevbeş hatiye kirin ,ji aliyekî din ve aliyê ku ev biryar sitendiye di warê yasayî de ew bi xwe ne rawaye. lê ya herî girîng ew e ku gellek nemûne li bal me hene pêwîste em wan paşguh nexin û sûdê werbidrin wekû şerê serêkaniyê û gellek deverên dî û divê yekrêziya kurdan bê parastin û ne pêwîste ku biryareke bi vî rengî bê sitendin û nakokî di navbera kurdan de gûrtir bike, a baş ew e artêşek hevbeş çê bibe û PYDê ji dev siyaseta yek alî berde.

Rojava vala dibe

3


4

10 tebax -2714 k 1-8-2014 z

Kurdistan -hijmar (34)

Ehmedê Xanî

www.Pdk-s.com

Çîmen Murad

Di sala 1651ê de ji dayîk bûye Cihê ku ew lê ji dayîk bûye ne diyar e. Li gor gelek lêkolîner û nivîskaran, ew ji êla Xaniyan bû û li ser cihê vê êlê dîtinên cuda hene. Li gor van dîtinan, cihê vê êlê ji Cizîra Botan heta derdora Wanê tê guhertin. Dema ku ew bi temenê xwe 14 salî bû dest bi nivîandinê kiriye . Dema ku Mem û Zînê nivîsandiye temenê wî 44 salî bû û Xanî di sala 1707an de li Bajarê Bazîdê yê bakûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest bû. Gora wî li heman bajar de ye ,di nava mizgefta Îshaq Paşa de ye û gora Xanî di meha Remezanê de zêdetir tê serdankirin.. Xanî, bi Mem û Zîna xwe ku navdartirîn destan e, di dilê netewa kurd e cihê bilind girtiye û bi wî awayî di nav gelê xwe de bûye “Xaniyê nemir”. Mem û Zîna Xanî di sala 1919an de

li Stenbolê hatiye çap kirin. Seyda Hemze jê re dîbaceyek nivîsandiye. Tê de dibêje ku Xanî Nûbuhara xwe di sala 1094an hicrî de nivîsandiye. Li gora vê dîrokê beriya qedandina Memozînê bi neh salan. Di sala 2010an de çapeke taybet a pertûka Mem û Zîn ji weşanên Avesta derket ku bi wergereke şirovekirî û bi kurdiya latînî li ser destê nivîskar Jan Dost .

Hozan Ehmed Dêrşewî

Piştguhkirina pisporan Pir caran xwendinên giştî armanca lêkolînan nadin , belam pêwîstî heye bi cudakirina mijaran , lêkolîn û xwendinên taybet , nemaze di civakek mîna ya me kurd de ku di vê qunaxa hestiyar de û her weha di hemû qunaxan de jî , dibe cihê pirsê gelo di derbarê zanist , wêje , civak , felsefe , ciyografîk , kiltor , girft û mêjo , dîsan di derbarê rapirsîn , serjimar û danheva nerînan , gelo çi navend yan alî heye di

nav me kurd de ku tekezê li ser van mijaran dike , tevî ku em dizanin ku welatên pêşketî bi çi awayî sudeyê ji van lêkolînan digin û bi dehên navend û rêxistin damezrandine di vê rêyê de , û piştgêriya kesên akademî û pispor tê kirin ji ber kar û xwendina wan gavên mezin û cihgirtî damezrînin û astên asoyên mejiyê welatan vedikin û bero pêvajoya pêşketinê ve bi cih bibe.

Pendên Kurdî *Agir di kutikên kevin de ye. * Agirê dostan merov naşewitîne. *Agir gula zivistanê ye. *Agir bi çiyan dikeve, ter û hişk tev de dişewitin. *Agir bi dehlê bikeve, ter û hişk tev de dişewitin. * Agir û pîşo li cem hev nabin. *Agir pêkeve bihna pîşo jê nayê.

Qedera serxweş Ew dilopê wekî baranê ji ewrê reş û tarî ser canê min de dibarin kaniya min bi şorahiya hêsirên cavên zarokên min dadigrin lê birînên canê min rehet nakin Ew hêsirên ji êş u xemgîniyê çêbîn û ji şewata dilê zarokên min dibarin tenê şehîdên bi navê min ketin û birînê canê min de veşartîn şîyar dikin qederê ax qederê tu çi zalimî çi xwînmijî hey serxweşa ber destê dijminan çima tu min nabînî çima tu min nabînî qey zarokê min bê ziman in qey zarokê min bê dîrok in yan buhara ser ruyê min ne wek ya ser ruyê dijmin rengîn e? Li min meyzîn li min meyzîn da tu çol û ciya yê min bibînî li min meyzîn hey serxweşa ber destê dijmin bi meygera wan cavê te tarî bî ne cavê te sar bîne… Min û zarokê min nabînî dengê hewara dayika nakî û goristanê ser canê min yê ku zarokên min şehîdên min hembêz dikin û kurahiya birînên canê min de vedşêr in nabînî hey qedera serxweş ax qedera serxweş .


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.