rdi t n Rojnameyek Ji aliyê PDK-Sê ve Tê WeŞandin
24ê tebaxê -2714 k 15-8-2014 z
Kurdistan -hejmar (35)
www.Pdk-s.com
PDK-Sê alîkariyan pêşkêşî derbederên Şengalê dike Rûbirûbûna DAIŞê Li Herêma Kurdistanê gellek guhertinên siyasî, leşkerî yên coreyî pêk hatin belkû dema wê ya niha û paşeroja wê bi guhertin bide, Herêma Kurdistanê zehmetiya gefan dikşîne û di qonaxeke hestiyar de derbas dibe bi taybet piştî êrîşkirina Dewleta Islamî li Îraq û Şamê DAIŞê ya ku armanca wê têkbirina Kurdistanê ye di çarçoveya pêk anîna kiryarên ku dikevin berjewendiya Rijêma Esed û piştevanên Esed yên herêmî yên ku dixwazin deverê tûşî şerekî mezhebî bikin û êrîşkirina li ser Herêma Kurdistanê mebest jê ew e ku deverên Kurdî vala bikin û tirsê di nava pêkhatên Kurdên Êzîdî û xiristiyanan de belav bikin . Êrîşkirina li ser sînorê Kurdistanê xuya dike ku planeke li dijî Kurdan heye ku armanc jê ew e nehêle ku kurd serxwebûna xwe li Herêma Kurdistanê raghînin lê pêşmergeyên Kurdistanê bi îradeya xwe ya bihêz karî bûn vê planê birûxînin.
Partiya Demokrat a Kurdistan Sûriya PDK-Sê tevî ku astengî ji aliyê PYDê jê re tê dayîn lê pêşkêşkirina alîkariyan bo derbederên Şingalê berdewam dike, di 12-8-2014an 40 otombîlên barkirinê amade kiribûn bo pêşkêşkirina alîkariyan
û her wisa veguhestina derbederan dema derbasbûna wan bo Rojavayê Kurdistanê û gihiştina wan ta dergehê Sêmalka yê sînorî. Berya niha şandek ji PDK-Sê bi serkokatiya endamê polîtbîroyê Ebdilkerîm Mihemed serdana
PDK-Sê li Almanyayê karê wê berdewam e
2
derbederên ku li bajarokê Tirbesipyê bicih bibûn kir û di heman serdanê de madeyên xwarinê û hin kel û pelên nav malê radestî komîteya ku serperiştiya wan derbederan dike kir. Tê zanîn ku PDK-Sê ji destpêka derbasbûna derbe-
derên Şingalê yên ku ji ber DAIŞê reviya bûn alîkariyên mirovahî pêşkêşî wan dikir. Pêşkêşkirina alîkariyan bi piştevaniya serokwezîrê herêma Kurdistanê û cîgerê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî birêve diçe.
Ragihandin milet bi cenga derûnî dikuje
3
2
24ê tebaxê -2714 k 15-8-2014 z
Kurdistan -hejmar (35)
www.Pdk-s.com
PDK-Sê li Almanyayê karê wê berdewam e
Çalakiyên PDK-S li Almanyayê
Hevpeyvîn: Sîpan Xelîl.
P
iştî ku her çar partiyên Yekîtiya Siyasî ya kurdî li Sûriyê kongreya yekbûnê li bajarê Hewlêrê di jêr çavdêriya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, bi rêkefta 6-4-2014an li darxistin û serkirdayetiyeke nû ji Partiya Demokrat a Kurdistan –Sûriya re hilbijat, partiya navborî dest bi karên xwe yên rêxistinî li rojavayê Kurdistanê kir wekû gaveke destpêkê ji plana ku wan di nava kongreya xwe de behs kiribû.Herwiha tevlihevbûna her çar partiyan di nava partiyekê de ne tenê li rojavayê Kurdistanê destpê kir lê li gellek welatên cuda cuda wek Tirkiyê, Almanya û hin welatên din. Rojnameya Kurdistan derbarê rewşa Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya li welatê Almanyayê û her wisa şopandina çalakiyên wê ev hevpeyvîn ligel endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya Dara Ehmed pêk anî.
Kurdistan:Di 27-5-2014an li bajarê Boxomê yê Almanyayê we civînek lidar xist, gelo we operasyona tevlihevbûna rêxistinên Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya bidawî anî? Dara Ehmed: Belê, tekez operasyona tevlihevbûna ku di navbera rêxistinên her çar partiyan de li Almanyayê bi hevkariyeke hevbeş û bi awayekî berpirsane birêve çû û yek şax hate avakirin bo rêveberiya vê qonaxê ta ku konferansa giştî bê lidarxistin, her wisa me gellek pêwendî bi hevalên xwe yên kevin re pêk anî bo ku derfet ji wan re bê dabînkirin da ku vegerin nava rêzên partiyê wekû rêzgirtinekê ji xebata wan re, lê piraniya wan kêfxweşiya xwe anîn ziman derbarê vê yekê de. Herwiha bi alîkariya hevalên me hin komîteyên demkî hatin avakirin da ku rêveberiya vê qonaxê bê kirin û bi erkên xwe ji aliyê çalakiyan ve rabin. Çalakiyên we li Almanyayê çi ne û hûn çi ji penaberên kurd re pêşkêş dikin?
Wekû hûn dizanin hîn partiya me di qonaxa avakirinê de ye, lê tevî vê yekê em çalakiyên xwe bi awayekî berdewam li dar dixin û hin daxuyaniyan derbarê bûyerên ku diqewimin belav dikin û her wisa malpera me ya fermî heye bi navnîşana (http://birati.de), ev malper taybet bi rêxistina Almanyayê ye û bûyerên rojavayê Kurdistanê û derveyî Kurdistanê dişopîne, lê derbarê alîkariya penaberên kurd herdem em alîkariya penaberên kurd dikin û ne têne li Almanyayê çimkî ew birayên me ne. Pêwendiyên we li gel Yekîtiya Ewropayê hene derbarê doza Kurdan li Rojavayê Kurdistanê? Gotinên xwe careke din dubare dikim Partiya Demokra a Kurdistan-Sûriya partiyeke nû ye lê dema derbasbûyî me di nava partiya xwe de dengê gelê Kurd dighand hemû gelên ku li Ewropayê dijîn, lê tekez dikim di dema bê de emê bi navê partiya xwe dest bi van pêwendi-
Dara Ehmed- Almanya
yan bikin.We gellek daxuyanî derbarê kiryarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê belav kirine bi navê partiyê û her wisa bi navê Nûnergeha Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê çi gavên din li bal we hene ku hûn dikarin bi riya wan li dijî kiryarên PYDê rawestin? Partiya me ne tenê di nava Nûnergeha ENKSê ya berlîn û rojhilatê Almanyayê de ye, lê em di nava ENKSê de ne û gellek nûnerên me di nava komîteyên ENKSê ên reveberî de hene li Almanya û piraniya dewletên Ewropayê, lê derbarê gavên me li dijî kiryarên ku PYDê derheqê welatiyên rojavayê Kurdistanê pêk tîne, me wek serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya ji destpêkê ve tekez li ser wê yekê kiriye ku rêbaza aştiyane li dijî kiryarên PYDê pêk bîn in û me ligel Şepêla Paşeroja Kurd û hin aliyên din gellek xwepêşandanên aştiyane li Almanyayê li dar xistine.
Zehmetiya çûnûhatinê di navbera Qamişlo û Şamê de Hozan Xelîl-
Qamişlo
P
iştî dorpêçkirina bajarê Hesekê ji aliyê Rêxistina Dewleta Islamî li Îraq û Şamê DAIŞê de û cudakirina Hesekê ji parêzgehên din, kar û îşên xelkê yên ku li Şama paytext hene pirê caran naçe serî ji ber ku rê di navbera Hesekê yan Qamişlo û Şamê de hatiye birîn. Berya kirîza Sûriyê rêwîtî pir hêsan bû di riya çolê re û bi qasî derdora heşt demjimêran berdewam dikir û nirxê
têkêta çûnûhatinê erzan bû û riya di navbera her du bajaran de gellekî aram bû, lê dema ku şoreşa Sûriyê dest pê kir riyên di navbera bajarên Sûriyê de bi temamî hatin birîn û ew rê ji aliyê gellek girûpên Radîkal ve hatin kontrol kirin. Gellek bûyerên revandina xwendekarên kurd li ser wan riyan rû dan û ev yek bû cihê metirsiyê li bal welatiyên Kurd û xwendekar neçar man ku bi
riya ezamanî biçin her du bajarên Şam û Laziqiyê da ku xwendina xwe li wan bajaran berdewam bikin. Ne tenê xwendekar zehmetiya vê yekê dikşînin lê kesên ku karên wan li Şama paytext jî hebe neçar dibin ku bi balafiran birêkevin. Pirsgirêka herî mezin ew e ku berya niha têkêta balafirê ji balafirgeha Qamişlo ta bajarê Şamê bi qasî 3500 Leyreyên Sûrî bû lê ji destpêka sala 2014an ve nirxê têkêtê ji kesekî re bû
Hesekê
ye 6800 Leyreyên Sûrî, lê a xerabtir ew e ku mirov nikare têkêtekê dabîn bike bi awayekî yekser ji Rêveberiya Firandinê yan ofîsa ser bi wê ve li cadeya Wihdê li nava bajêr û divê mirov li wê derê ji demjimêrên sibehê ve amade be û li ser piyan raweste û li hêviya fermanber û endamên Hêzên Asayişa Ezmanî ya Rijêmê bimîne ta ku têkêtekê qut bike yan jî berê xwe bide bazara reş û têkêtê bi nirxekî buha dabîn bike.
24ê tebaxê -2714 k 15-8-2014 z
Kurdistan -hejmar (35)
www.Pdk-s.com
Rola ragihandina Kurdî di bûyerên vê dawiyê de
P
iştî êrîşkirina Dewleta Islamî li Iraq û Şamê DAIŞê li ser hin navçeyên herêma Kurdistanê û komntrolkirina wê ji hin navçeyan re û bi taybet devera Şengalê, ragihandina Kurdî di nerîna gellek nivîskar û rojnamevanan de roleke xwe ya xerab lîst û di gellek cihan de ziyan gihandiye xelkê hin deveran,rojnameya Kurdistan bo vê yekê nerîna hin rojnamevan û nivîskaran pêşkêş dike. Sebah Mîranî Axaftina me li ser ragihandina Kurdî di van bûyerên vê dawiyê de yên ku li Herêma Kurdistanê rû dan divê mirov vê çîrokê bi bîra xwe bîne û pişt re biaxive, dema ku sê serbazên “Hitler” xayintî pêk anîn û fermana girtina wan hate derxistin û di dema girtina wan de ji wan re got ku min xaza kujer bi ser we ve avêtî ye û dê 4 demjimêrên din hûnê jiyana xwe ji dset bidin, lê ew ji tirsa re piştî 3ê demjimêran jiyana xwe ji dest dan.. mebest jê ragihandin milet dikuje di riya cenga derûnî de. Lê divê em hişyar bin ji her tiştekî giring re, ragihandina Kurdî ragihandinek ser bi partî û hêzên Siyasî ve ye tev ku hin dezgeh serbixwebûna xwe nîşan didin, lê divê di destpêkê de ev dezgeh bêne tesnîf kirin û pişt re rola wan di şopandina şerên ku di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên Dewleta Islamî li Îraq û Şamê DAIŞê de diqewime bi nerxîn in. Di nerîna min de ragihandina Kurdî roleke nêgatîv di vî şerî de lîst çimkû gellekî hêsan bû ku cihên Pêşmerge bêne diyar kirin her wisa naskirina hejmara wan di riya temaşekirina ragihandina Kurdî de ya ku cihên Pêşmerge têde bicih bûne belav dikir, lê di van rojên dawî de gellek dezgehên ragihandinê bi metirsiya vê yekê hisyan û rojnamevan erkên xwe wekû yê Pêşmerge dît lewma gellek nûçe ji ber metirsiyekê belav ne dikir . Ji bilî vê yekê ezê vê jî bibêjim tevî ku cihê mixabiniyê ye ragihandina ser bi PKKê ve roleke nebaş lîst û wekû ragihandina DAIŞê hate bi nav kirin di nava Kurdan de û ta niha jî nûçeyên bê bingek belav dike wek ketina bajarên Kurdî di destê DAIŞê de bêyî ku ev yek çê bibe, ne tenê ev yek lê nûçeyên rizgakirina bajaran ji aliyê çekdarên ser bi wan ve belav dikir û ev yek li Şingal hişt ku xelk vegerin malên xwe û ji aliyê DAIŞê ve bêne girtin.
Imran Yûsiv Tekez ragihandina kurdî xizmeta dijminê gelê kurd dike, bûyerên dawî ku di encama êrîşên DAIŞê de li ser bajarê Şingalê û navçeyên Başûrê kurdistanê rûdan ezmûnek bû ji hemû hêzên kurdistanî re ku hemû nakokiyên xwe bidin alî û ji bîr bikin û bibin yek li dijî xetera mezin ya ku hebûna kurdan kiriye jêr gefên xurtirîn rêxistina terorîst di cîhanê de. Lê mixabin tiştê ku em di neynika ragihandina kurdî de dişopînin,û ew gotara partiyane ku nakokiyan di navbera hêzên kurdistanî de gurtir dike bêhêvî û metirsiyan li bal gelê kurd zêdetir dike. Lewra ez doza hişyariyê li vê ragihandinê dikim û dibêjim ku ev gotara we tenê xizmeta dijminê kurdan dike,û rê li ber şerê navxweyî kurdî vedike, û dagirkirina xaka kurdistanê ji nik hêzên Islamî ên radîkal hêsan dike. Şerme ji we re ma qey hûn nizanin ku serkeftina çi hêzeke kurdistanî li dijî dijmin serkeftineke ji bo hemû kurdan e,yan mejiyê partîtiyê hûn kor kirine? Dîsa dibêjim şerme ji we re ku her alaveke ragihandinê tenê nûçeyên hêzên xwe diweşîne, û nûçeyên hêzên dîtir piştguh dike, û ji vê yekê diyar dibe ku ti hêzeke kurdistanî naxwaze hêza dîtir di şerê dijî dijmin de biserkeve,berovajî vê yekê diyar dibe ku ew dixwaze têk biçe. Huner Cinêdî Ez bi wê yekê re me ku ragihanda rasteqîne li dewletên demokratîk di demên aramiyê de ew e pêşkêşkirina rastiyê ye û şopandina rastiyan û veguhestina wan ji cemaweran re bi awayekî durist û her yek ji van dezgehan li aliyên taybet û hikûmî vedgerin û li gor berjewndiya wan nûçeyên xwe belav dikin. Lê divê rewşa dawî de ya ku ciyografiya Kurdistanê li her çar perçeyên Kurdistanê têde derbas dibe û bi taybet bûyerên vê dawiyê ku li navçeyên Herêma Kurdistanê rû dan û êrîşkirina metirsîtirîn rêxistina radîkal û tundrew li seranserê cîhanê li ser Şingalê, lê derbarê vê yekê de gerek ragihandina Kurdî xwe daba li ser hev û dûrî berjewendiyên partîtî çûba û berû ragihandineke netewayî ku berjewndiyên netewî pêşkêş bikra û divabû bi ragihandineke kurdistanî hatiba naskirin, lê mixabin ragihandina hin aliyên Kurdî muamelet ligel wan bûyeran bi awayekî kînî
û belavkirina nûçeyên şikestina hêzên Pêşmerge wekû derfetekê ji probaganda partîtî re bêyî rêzgirtina piransîpên ragihandina cengî. Di nerîna min de divê ragihandina Kurdî di şer de wêneya şervanên kurd diyar bike yê ku biserketî ne û her wisa rûbirûbûna belavkirina nûçeyên bê bingeh bike. Mihemed Ebdê Bê guman ragihandin roleke wê li raya giştî, civaka sivîl û siyasî bi taybet heye, û piraniya netewên bûn xwedî dewlet di riya ragihandina xwe de bandora xwe li civakê dikir, û ragihandin bi kar tanîn ji bo kêşeyên gelê xwe û moralên wan bilind bikin, dijî dijmin û dagîrkerên welatên xwe. Lê mixabin diyar e piraniya dezgehên ragihandina kurdî di asteke pir nizim de ye ta vê qonaxê, karê xwe di şopînin bi şêweyekî ne zelal û aktîv û roleke xerab dilîzin û xizmeta dijminên kurdistanê dikin bi mabest û bê mabest, berûvajî ragihandina cihanê ku alîkar bû bi şoreşên gelê xwe re ta ku gelê wan azad bûn. Dema ku em werin li ser dezgehên ragihandina kurdî û karê wan di van rojên dawî de rawestin, û nemaze derbarê şerê Şingalê de, di navbera Pêşmerge û DAIŞê de, emê baş tê bigihin ku hin ji TV-yan mîna Ronahî û Gelê Kurdisan ku raportên wan yên dihatin weşandin li dijî moralê gelê me bûn, mabesta wan wêrankirina Herêma kurdistanê bû, û nakokiyên siyasî di birin nav gastînin cengê û xwestekên dijminan pêk tanîn di riya karê xwe yê sext û çewt de, kîn û zikreşî di riya ekranên xwe de belavdikirin, û bi şêweyekî fermî şerê pêşmerge û Seqamgîriya ku li kurdistanê de peyda dibe dikirin, û ji bîrdikirin ku kurdistan berevaniyê di ber hemî netewên kurdistanî de dike ji mêj ve û diyar e ji hemî gelan û dewletan re .Lê dîroka Pêşmerge di berevaniya kêşeya gelê kurd û kurdistanê de li dijî dagîrker û Rijêmên desthilatdar yên ku xwesteka wan qirkirina gelê me bû beravêtî dikirin bi hemî hêzên xwe di cengan de, ji şoreşa Eylûl û Gulanê ve ta bi şoreşa Barzaniyê nemir û Ehmedê Barzanî û Şêx Ebdlselamê Barzanî tim serkeftin para wan bû, û nayê veşatrin bi ragihandina ne rast û dîroka wan pêşmergeyan di rûpelên zêrîn de hetine nexşandin û nivîsandin û ji hemî ragihandinan bejna wan pêşmergayan yên ku xaka kurdistanê bi xwîna xwe avdidan bilintire.
Ragihandin milet bi cenga derûnî dikuje Sebah Mîranî
Ragihandina kurdî di bûyerên vê dawiyê de xizmeta dijminan kir
Divê ragihandina Kurdî berû ragihandineke netewyî ve biçe
Piraniya netewên bûn xwedî dewlet di riya bandora ragihandinê de bû
Imran Yûsiv
Huner Cinêdî
Mihemed Ebdê
3
4
24ê tebaxê -2714 k 15-8-2014 z
zîz.
Jîn E : n î v y e p v He
Kurdistan -hejmar (35)
Imran Yûsiv
Nivîsandin li bal min wek oksicînê ye Kurd” de ji aliyê nivîskar Fuad Temo di 6/6/1913an de li Istenbolê hatibû weşandin piştî vê serkeftina Imran Yûsiv dixwazin ku wî ji nêzîk ve nas bikin.
Kurdistan: Imran Yûsiv kî ye? Imran Yûsiv:Ez di sala 1972 an de li ba-
Ç
Imran Yûsiv
îroknivîs Imran Yûsiv Di 6 - 6 -2014an Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya bang kiribû ku roja 6ê meha 6an ji her sal bibe roja çîroka Kurdî . Herwiha festîvala roja çîroka Kurdî li navenda “Subartu” li bajarê Qamişlo birêve çû û nêzîkî 6 rojan berdewam kir. Her rojek ji rojên festîvala hin nivîskar çîrokên xwe pêşkêş dikirin û piştî xwendina cîrokan gelek pirs û bersiv ji aliyê amadekar û nivîskaran ve çêdibû. Lê di roja dawî de ji festîvalê komîteya amadekar çîroka bi navê “Koçberî” ya nivîskar Imran Yûsiv hilbijart. Ev yekem car e rojek ji bo çîroaka Kurdî destnîşan dibe, ew roj jî di bîranîna roja yekem çîroka kurdî di kovara “Roja
www.Pdk-s.com
jarê Hesekê ji dayik bûm , di temenê 14 salî de fêrî zimanê kurdî bûm wek xwendin û nivîsandin, di temenê 17 salî de min dest bi nivîsandinê kir, sala 1992an de ji amojgeha amadikirina mamostan beşê hunera şêwekariyê derçûm û di sala 2000 an de li bajarê Şamê tevlî xuleke derhênana şanoyî bûm, min di şanoyê de karkir wek lîstikvan,nivîskar û derhêner,her wiha di şanoya biçûkan de jî kardikim. Di beware nivîsandinê de,ez çîrok-şano-gotar û yek caran helbestê jî dinivîsim, di dema dawî de min hin helbest û sirûd ji bo zarokan jî nivîsandine.
Li ser ezmûna te ya nivîsandinê,em dixwazin tu li ser biaxivî?
tu xwe di kîjanê de dibînî ?
Ez nizanim, lê dema ku mijarek, ra manek yan bûyerek bala min dikişîne, û dighêje asta ku mejiyê min dagîr bike û xewrevîniyê bi min re çêdike,wê gavê û ji ber xwe ve ew mijar şêweyekî distîne û ji nişka ve ez dibêjim ev mijar baş e ku bibe çîrok yan şano yan gotar yan tiştekî din. Ya pêwîst ew e ku ez hest û ramanên xwe derbarê vê mijarê derînim, lê di heman demê de ez xwe dibînim bêtir nêzîkî şano û çîrokê.
Berhemên te çi ne?
Berhemên min wek destnivîs hene ,ji wan berheman: -Şanoyek ji bo zarokan bi navê (Gurê belengaz û roviyê xêrnexwaz) -Şanoyek bi navê (laşin bê giyan) Şanoyek bi navê (lîsk)Jimarek kurte çîrok ta niha gihiştiye heşt çîrokan
.Çima ta niha berhemên te ne çapkirî
ne?
Derbarê çapkirina berhemên min, bi rastî ta niha ti derfetên çapkirinê ji min re nebûn, û ji ber rewşa aborî min nikarîbû ez bi xwe çap bikim.
Derbarê wergirtina te ji xelata festîvala roja çîroka kurdî re tu çi dibêjî?
Ev yekemîn car e di dîroka wêjeya kurdî de rojek taybet bi çîroka kurdî tête hilbijartin û mehrecaneke bo vê yekê tê li darxistin. Di nerîna min de ev bûyereke dîrokiye,û wêjeya kurdî hewcedarî mehrecanên bi vî rengî ye ta ku karibe gavên bi pêşde bavêje, di heman demê de derfetê vedike li pêşiya nivîskarên kurd ku berê xwe bidin nivîsandina çîroka kurdî. Ew xelat li bal min cihê şanazî û dilxweşiyê bû û tevdaneke bihêz bû ji bo min ta ku ez ber bi astên bilintir ve di warê nivîsandinê de biçim.
Nivîsandin li bal min wek oksicînê ye, ti caran min nedabû ber çavê xwe ku ez rojekê ji rojan bibime nivîskar,di heman demê de fişara hest û ramanan di hundirê min de volkanek çêdikir, ku tenê nivîsandin pencer bû ji bo ku ev volkan tê re bipejiqe.wiha nivîsandinên min bi alî xwe ve dikşand ta ku hezkirin û girêdaneke xurt di nav me de çêbû.bi kurtî ev e çîroka min û nivîsandinê .
Çîrok,şano,gotar û helbest babetên corecor in di wêjeyê de..Imran Yûsiv
Zaxoyî : Cudahî di navbera Qamişlo û Hewlêrê de nîne Hunermendê navdar, Ebdilqehar Zaxoyî di hevpeyvînekê de li gel Rojnameya Kurdistan piştgiriya xwe bo Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî Dewleta Islamî li Îraq û Şamê DAIŞê de nîşan da û hêviya serkeftinê ji wan re xwest. Zaxoyî da zanîn ku rola hunermendê kurd di şoreşan de bi bandor e û huner tiştê herî pîroz e di şoreşan de çimkî ew hestê netewî bilind dike û pişta Pêşmergeyan digre. Hunermendê xwedan sitranên Netewî da xuyakirin ku wî ji salên 90î ve sitran û sirûdên Neteweyî diafirand çimkî rola hunermend nekêmî ya pêşmergeyan e di şer û cengan de. Zaxoyî daxwaz kir ku Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bibin yek û ti cêwazî di navbera Hêz û aliyên Kurdistanî de nebin û dijî dijminê miletê kurd rawestin. Dîsa Ebdilqeghar Zaxoyî tekez li ser wê yekê kir ku divê kurd hemî bibin yek û yekrêziya xwe biparêzin û got” ti cêwazî di navbera Qamişlo, Hewlêr, Amed û Mehabadê de nîne.”
Çalakiya wergirtina xelatê
Êvarekê
Hîn Xelîl-Helbest
Palgeha min digot: Di her bîranînên te de ez bi te re me, û her tu li ser evîndarê xwe dinivîsînî! Niza palgeha min rast dibêje, yan evîndarê min xewn e? Ez Şagirteke jêhatî bûm di refê evîna te de û her ez li hêviya wê roja ko ez tê de "Bawernamakê ji kolêja dilê te bibim..