36_

Page 1

rdi t n

Rojnameyek Ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê Tê WeŞandin

10ê îlonê -2714 k 1-9-2014 z

Kurdistan -hejmar (36)

www.Pdk-s.com

Çarenivîsa Hesekê berû tariyê ve diçe Xwendin li rojava di metirsiyê de ye 3

Serê Kaniyê ji Kurdan vala dibe

3

Hin endamên

PDK-Sê hêj girtî ne rdi t n

Hejmarek ji endamên Partiya Demokrat a Kurdistan Sûriya PDKSê bi tometên bê bingeh di girtîgehên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê de hêj girtî ne . Tevî ku di dawiya sala 2013an de li bajarê Hewlêrê rêkeftinek di navbera Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Encumena Gel

Behzad Dorsin ya Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de hate îmze kirin derbarê gellek bendan, ku yek ji wan serbestberdana girtiyên siyasî li bal PYDê bû, lê partiya navborî pêbendê wê rêkeftinê ne bû û bendên wê bi cîh ne anî. Patiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê li ser girtina çalakvan û kadroyên PDK-Sê berdewam e û

Seîd Îso

Siyamend Birîm

hêj gellek endamên partiya navborî li bal PYDê girtî ne. Ew girtî di girtîgehan de rastî hemû şêweyê îşkenceyê tên û di heman demê berpirsên PYDê li ser ragihandinê dibêjin ku girtiyên siyasî li bal wan nînin û PDK-Sê daxwaz serbestberdana hemû endamên xwe û girtiyên nerînê dike. Tê zanîn ku

Ehmed Şêxê

girtiyên PDK-Sê yên li bal PYDê ev in: (Seîd Îso-Siyamend BirîmBeyazîd Me’mo- Resûl IsmaîlŞukrî Bekir-Ehmed Seydo-Haşim Ibrahîm Miho-Pêşeng Mûsa- Elî Mûsa-Nûrî Cebir- Ehmed ŞêxêOmer Xelef ) û hîn çarenivîsa her yek ji Behzad Dorsin û parêzer Idrîs Elo nediyar e.


2

10ê îlonê -2714 k 1-9-2014 z

Kurdistan -hejmar (36)

www.Pdk-s.com

Ebtan: Çarenivîsa Hesekê berû tariyê ve diçe Hevpeyvîn: Cûdî Mihemed Ebdilrehman Ebtan

W

ek em dizanin ku bajarê Hesekê ev demeke di rewşke awarete de derbas dibe û gellek guhrtinên nû lê hatin peyda kirin.Pariya Demokrat a Kurdistan-Sûriya karên xwe li bajêr berdewam dike, lê me dixwest ji nêzîk ve rewşa PDK-Sê li bajarê Hesekê nasbikin, her wisa rewşa bajarê Hesekê bi giştî. Derbarê vê yekê Rojnameya Kurdistan ev hevpeyvîn ligel Ebdilrehman Ebtan endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan –Sûriya PDK-Sê pêk anî.

Kurdistan: Piştî damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriya rewşa wê li Hesekê çawa ye? Ebdilrehman Ebtan: wek hûn dizanin partiya me

partiyeke nû ye, lê operesyona tevlihbûna rêxistinên wê, bi alîkarî û yekrêziya endamên me birêve çû û bi dawî hat. Me du komîteyên Mentiqî avakirin ku di nava wan pazdeh liq hene ku du ji wan tayebet bo jinê bûn û liqek yê xwendekaranên zanîngehê bû, ne tenê ev yek lê rêxistina bi navê Neviyên Barzanî hate avakirin bo ciwanên ku temenên wan di jêr 18 salan de ne.

Çalakiyên we?

Hûn dizanin partiya me nû ye û rewşa Hesekê gellekî

xerab e, lê tevî vê yekê me ofîsa xwe li taxa Salihiyê vekir, liqê xwendekaran çalakiyên xwe lê pêk tine, mîna vekirina xulên fêrkirina zimanan û hin çalakiyên din.

Pêwendiyên we ligel partî, kesayetiyên siyasî yên Ereb, xiristiyan hene? Me komîteyeke taybet bo Pêwendiyên civakî ava kir,ji karê wê ye ku vê yekê pêk bîne. Pêwendiyên me ligel gellek kesayetiyên Ereb hene û pêwendiyeke bihêz ligel rêxistina Aşûrî heye, lê wekû Encumnea Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê herdem pêwendiyên me ligel dezgehên civaka sivîl hene.

Rola partiya we di nava (ENKS)ê de çawa ye?

Rola me di nava Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê roleke cêwaz û aktîv e,em ligel partî û hemû pêkhatên encumenê kar dikin da ku rola encumenê li bajarê Hesekê bê aktîv kirin. Partiya me ligel encumena xwecihî ya bajarê Hesekê alîkariyên mirovî yên ku ji Hesekê re tên li ser malbatên belengaz belav dike.

Koçberî li Hesekê zêde bû ye, çare ji vê yekê re heye?

Koçberî li parêzgeha Hesekê zêde bûye, bi taybet di nava nifşên ciwanan de, Helbet ev koçberî sedemên wê hene mîna tinebûna derfetên kar ji ciwanan re, rewşa ewlehî ya ku bajar têde derbas dibe. Naxwazim

pir li ser biaxivim lê vê dawiyê koçberî pirr zêde bû bi sedema derxistina biryara leşkeriya kotekî ji aliyê Rêveberiya Xweser a ku PYDê û hevalbendên xwe ragihandibûn berya demekê, ev biryar hişt ku malbatên kurd neçar bibin û zarokên xwe derxînin derveyî welat. Di nerîna min de çare ji rawestandina koçberiyê re, ew e ku lêvegereke kurdî ji her du encumenan ava bibe û rêveberiyeke hevbeş çê bibe ku ji Herêma Kurdistanê bê piştevanî kirin û li gor pransîpên her du rêkeftinên Hewlêrê be, wê hingê dê miletê me zehmetiyê bi me re hilgire.

Rewşa Hesekê çawa ye?

Ev demeke bajarê Hesekê dorpêç kiriye ji aliyê DAIŞê ve û rêxistina navborî bi topên hawinê bajêr topbaran dike û di encam de welatiyên sivîl dibin qurbanî û zirar dighê mal û milkên wan. Şer di nava bajar de derdikeve di navbera hêzênYPGê, rejîma Esed ji aliyekî ve û çekdarên di nava taxa Xwirêan de ya ku nişteciyên wê Ereb in ji aliyekî din ve û ev yek aloziyan di nava kurd û Erban de çê dike û tirs ew e ku ev şer bibe şerekî navxweyî li bajarê Hesekê û dibêjim ku çarenivîsa Hesekê nediyar e û berû tariyê ve diçe. Di dawiyê de hêvî dikim ku kurd yekrêziya xwe biparêzin û nakokiyên di nava xwe de hilînin da ku karibin li dijî dijminên xwe şer bikin û destkeftan bidestbixin.

Pijîşkên Dêrikê derbederên Şingalê derman dikin

P

Derbederên Şingalê

iştî êrîşkirina Dewleta Islamî li Îraq û Şamê DAIŞê li ser bajarê Şingalê, bi hezaran xelkê wê deverê ji ber metirsiya DAIŞê berê xwe dane çiyayê Şingalê û li wir asê man, lê piştî çend rojan û bi alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hatin rizgarkirin û berû Rojavayê Kurdistanê ve çûn. Rewşa derbederan ya tendirustî pirr xerab bibû bi sedema tîbûn û birçûbûnê, pijîşkên bajarê Dêrikê ketin liv û tevgerê de bo alîkariya Kurdên Êzîdî yên Şingalê bikin bi hemahengî digel Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKSê, yek ji wan pijîşkan ji rojmaneya Kurdistan re got ku wan dema ku bihîstin Kurdên Êzîdî yên Şingalê derbederbûne, xwe dane hev û rewşa wan ya tendirustî ji nêzîk ve şopandin bi awayekî xwebexşane, piştre wan

wekû tîmeke hevbeş ya pispor serdana derbederan kirin û çareseriya pêwist pêşkêşî wan kiribûn û yên ku rewşa wan ne baş bû ew radkirin nexweşxaneya Dêrikê, li nexweşxaneyê dermankirina wan berdewam bû ta ku ji nexweşiya xwe rizgar dibûn. Derbarê haletên nexweşiyan, pijîşkekî din ji Kurdistan re eşkere kir ku hemû haletên bi wan re derbas bibûn, haletên tîbûn û birçûbûnê bûn û ti haletên birîndarkirina bi guleyan tine bû, lê tenê hin haletên qezayên trafîkê hebû. Tevî ku Rojavayê Kurdistanê di rewşke xerab de derbas dibe ji aliyê tendirustî ve û kêmbûna dermanan, lê her du pijîşkan tekîd li ser wê yekê kirin ku ev erkekî netewayî ye û divê her pijîşkek li Rojavayê kurdistanê bi erkê xwe rabe û dan zanîn ku ew amade ne herdem alîkariya birayên xwe ên kurd bikin.


10ê îlonê -2714 k 1-9-2014 z

Kurdistan -hejmar (36)

www.Pdk-s.com

Xwendin li rojava di metirsiyê de ye Parlemantoya Herêma Kurdistanê kir û zehmetiya ku xwendekarên rojava rastî wê tên ji wan re şirove kirin û ji bilî vê yekê me nekiri ye.

Hevpeyvîn:Şîlan Ehmed

B

i sedema şerê ku li Sûriyê ev 4sal in diqewime, xwendekarên kurd li herêmên kurdî, rastî zehmetî û astengiyên tên, ji ber ku nikarin ezmûnên xwe li zanîngehên ku wan lê dixwend li her yek ji Heleb,Şam,û hin bajarên din pêşkêş bikin, lê malbatên wan nahêlin ku ew biçin wan bajaran ji ber metirsiya çûnûhatinê û neçar dibin ku ji zanîngeha xwe dûr bikevin û ji xwendina xwe bê par bimînin. Rojnameya Kurdistan li ser rewşa xwendekarên Kurd li rojavayê Kurdistanê çend pirs ji Şivan Ibrahîm berpisê leqê rojhilatê Qamişlo yê Yekîtiya Xwndevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî- Rojava kir.

Kurdistan: Rewşa Xwendekarên kurd li rojava bi giştî çawa ye? Şivan Ibrahîm:Rewşa xwendekaran

gellkî xerab e,û xwendina aktîv bi giştî nîne û xwendevan dûrî pransîpên xwendinê ketine,bi teybet piştî bikaranîna şêweyên sextekariyê di ezmûnan de, ji ber ku karê xwendekar tenê maye ku çawa bersev jêre di ezmûnan de dabîn bibin. Ji aliyekî din ve ji ber rewşa abûrî ya nebaş mamosteyên pispor ji rojava barkirin û ev yek banoreke wê ya nebaş li ser xwendinê hebû, dikarim vê bibêjim bidestxistina

Tê gotin ku hin xwendekarên xwedan Master li rojava hene û nikarin xwendina xwe berdewam bikin?

xwendekarên rojava bawernameyê li rojava pirr hêsan e lê fêrkirin ji heyama çar salan ve nîne.

Derbarê xwendekarên zanîngehê, rewşa wan li zanîngehên Sûriyê çi ye û astengiyên têne pêşiya wan çi ne div ê demê de?

Rewşa wan ne baş e,hin ji wan salên xwendinê li wan çûn û hin ji wan xwe dixin nava metirsiyê de û diçin parêzgehên din bo xwendina xwe berdewam bikin.Ta ew kesê ku ezmûnên xwe li bajarê Hesekê pêşkêş dike rastî zehmetiyan tê mîna hejmareke mezin ya xwenedekarên ku ezmûnên xwe li Hesekê pêşkêş dikin ji xwendekarên parêzgehên din û encama vê yekê herdem ji xwendekar e ne baş e, ji bilî rewşa abûrî û ewlehî ya xerab ya ku Hesekê têde derbas dibe.

Rêje derbarê hejmara xwendekarên

ku ji xwendina xwe bê par mane li bal we hene?

Hejmara wan li ber destê me nîne,lê dikarin bibêjim ku derdora rêjeya 50% ji xwendekarên kurd ji xwendina xwe bê par mane.

Hûn wek Yekîtiya xwendevanan, we çi pêşkêşî xwendekaran kiri ye?

Nikarim bêjim me alîkariya xwendekaran bi awayekî baş kiri ye, lê me gellek xulên bê beramber ji wan re vekirin berya demekê me xwendekarên ku di pola Bekelorya de biserket in xelat kir, ji bilî vê yekê leqê me yê li Herêma Kurdistanê alîkariya xwendekarên ku li herêmê dixwînin dike di waê tomarkirina wan di zanîngehên herêmê de,lê gellek kêmasiyên me hene derbarê xwendekaran.

We dengê xwe derbarê vê pirsgirêkê gihandiye kê ? Li Herêma Kurdistanê, leqê me serdana

Ev kes jî rewşa wan ne kêmî ya xwendekarên zanko ye ji ber ku paşeroja wan tarî ye, lê divê çareseriyek ji wan re bê dîtin ta ku xwendina xwe berdewam bikin û bawernameya doktora bidest bixin. Di nerîna min de ku zanîngehên Herêma Kurdistanê wan qebûl bikin û piştre sûdeyekê ji wan bibînin ,lê mirov ji vê rêjeyê matmayî dimîne derdora 25 hezar xwendekarên Kurd hen beramber hejmarek biçûk ya mamosteyên zanok yên kurd.

Çare li ber destê we hene?

Çare ew e ku derfeta xwendinê li Herêma Kurdistanê, welatên Ewropayê ji wan re bê dabîn kirin .

Ta çi astê bandore vê yekê dê li ser rojavayê Kurdistanê hebe?

Bandore wê pirr mezin e, hejmareke mezin ji xwendekaran bermber hejmereke biçûk ji xwedan master yan mamsteyên zankoyê .Dewlet ti carî pêşnakeve eger zanîngehên wê tine bin lê eger ev problem nehat çareserkirin dê bandore wê ya ne baş roleke xerab di civaka Kurdî de bilîze û bibe sedema belavkirina nezaniyê di nava civakê de .

Serê Kaniyê ji Kurdan vala dibe Silêman Misto

Bajarê Serê Kaniyê li bakurê Parêzgeha Hesekê dikeve û dûrî bajarê Hesekê bi qasî 85 km ye, pêkhatên wê ev in (Kurd-Ereb-Xiristiyan-Çeçan). Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê bajarê Serê Kaniyê pêşwaziya hejmareke baş ya derbederên parêzgehên din yên Sûriyê kir ku piraniya wan ji Dêra Zorê bûn û alîkarî di riya Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ji wan re hate pêşkêş kirin. Di roja pêncşemê de bi rêkefta 8-11-2012an, ketîbeyên çakdar derbasî nava Serê Kaniyê bûn û şer li bajêr destpêkir ji demjimêrên sibehê ve û ev yek hişt ku welatiyên bajêr berê xwe bidin Tirkiyê û gundewarê bajarokê Dirbêsiyê. Di berdewamiya vî şerî de,

balafirên şer yên rejîma Esed di 12-82012an 3ê xareyên ezmanî li ser her yek ji (Meheta bakur-taxa HewarnêMizgefta mezin) pêk anîn.Lê roja piştre heman balafiran kargeha tevin li nêzîk dêra Siryaniyan bombebaran kirin. Roja 14ê meha heştan û careke din balafiran nexweşxaneya niştîmanî bombebarankirin û komelgeha sporê û dibistana bi navê Kîvork wêran kirin û di roja 3-12-2012an de, du caran çerxerêya êm û alef hate bombebaran kirin. Ev topbarankirin bû sedema wêrankirina zêdetirî 60 malên welatiyên sivîl û kuştina 40 welatiyên bajêr,û her wisa

koçberî li Serê Kaniyê

topbarnkirina ji aliyê ketîbeyên çekdar ve ji gundê “Esfer Necar” û ji encama vê yekê 60% ji avahiyên Serê kaniyê hatin wêrankirin. koçberiya ku li Serê Kaniyê rû da li ser çend qonaxan pêk hat, dema ku ketîbeyên çekdar derbasbûn û balafiran êrîş kirin, koçberiyeke pir mezin çê bû, û piştre gellek ji welatiyên kurd berê xwe dan Ewropa yê. Tê pêşbînkirin ku rêjeya koçberiyê di nava pêkhatan de gihiştiye 60%

kurd, 85% xiristiyanan lê pêkhatên din mîna Çeçan û Ereban rêjeya koçberiyê li bal wan pirr kêm e. Topbarankirinê hişt ku hemû fermangehên tendirustî bêne rawestandin, di nava wan de nexweşxaneya niştîmanî, û kelûpelên dikan û malên welatiyên sivîl hatin dizîn û piraniya fermangehan ta demeke diriêj girtî man û belengazî di nava xelkê Serê Kaniyê de bi awayekî zêde pirr bû, ji neçarî xelkê Serê Kaniyê berê xwe dan koçberiyê.

3


4

10ê îlonê -2714 k 1-9-2014 z

Kurdistan -hejmar (36)

www.Pdk-s.com

Fewaz Ebdî:Pitûka zimanê Kurdî bo zarokekî şeş saliye Hevpeyvîn :Sîpan Xelîl Fewaz Ebdî:

Fewaz Ebdî

Piştî ku Desteya perwerdekirin û hînkirinê di nivîsgeha Mêrdînê de ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî, pirtûka zimanê Kurdî ya pola yekê derxist. Kurdistan hevpeyvîn ligel Fewaz Ebdê yek ji endamên

komîteya amadekar ya vê pirtûkê pêk anî.

Kudistan:Tu wekû endamê komîteya amadekar ya derxistina vê pirtûkê, dixwazin li ser naveroka wê biaxive?

Pirtûk pêpelûka yekem e, di danîna rêbazeke hevgirtî de bo xwendekarên me yên kurd di dibistanên Sûrî de, piştî rêkeftina ko di navbera Hevpeymaniya Sûriyê û Encumena kurdî de hat îmzekirin. Naveroka wê naverokeke fêrkirinê ye bo pola yekem, bo zarokekî şeş saliye, wê çawa fêrî peyivandinê bibe, wê çawa tiştên derdora xwe di riya wêneyan re nas bike, wê çawa alfebêya Kurdî nas bike, hêdî hêdî fêrî hevoka kurdî bibe, di nav re di her waneyekê de çend tîpan nas bike, da ko di dawî de bighê deqekî ko karibe bixwîne. Pirtûk rengîne, wêne tê de baş in, da ko alîkariyê bi xwendekar e bike.

Pirtûk Kengî dikeve nav destê xwendekaran de û dê çawa belav bibe ? Me pirtûk amade kir û me gihand wezareta perwerdekirin û Fêrkirinê, ewê lê binerin û ko erê kirin wê çap bikin da ko di despêka sala xwendinê (2014-2015) de li dibistanan belav bikin.

Komîteya we ji çend kesan pêk tê û gelo ew kes pispor in di warê zi-

man de?

Komîte ji pênc kesan pêk tê. Lê di warê rêbaza perwerdeyî de, ne tenê pisporên ziman gerek in. Tevî ko ziman bingeha sereke ye.

Hemahengî ligel Yekîtiya Nivîskarên Kurd we pêk aniye derbarê vê yekê de, yan kesayetiyên pispor? Karê Yekîtiya Nivîskaran ji vî karî cuda ye. Lê tevlî wê jî emê sûdê ji nivîskarên xwe bigrin. Ji bilî vê ez bi xwe ta niha serokê Yekîtiya Nivîskarên kurd –Şaxê Qamişlo me. Hayê Yekîtiyê ji karê me heye.

Gellek saziyên sivîl di warê ziman de li Rojavayê Kurdistanê dixebitin, ta çi astê hûn piştrastin ku vê yekê qebûl bikin?

Têkiliyên me bi Hikûmeta Sûrî ya demkî re ne, lê rêbaz di bin siya wê de tê pêk anîn. Wê li dibistanên Sûrî yên fermî bêne xwendin û fêrkirin. Tevî rêzgirtina me ji hemû saziyên zimên re.

Ta çi astê dê ev pirtûk xizmeta şagirtê Kurd bike? Ev gava pêşiye ko wê zimanê kurdî bi awakî fer-

mî li dibistanên Sûrî bê fêrkirin. Wê şagirtê kurd bi awakî fermî fêrî zimanê xwe bibe û biyaniya ko me di dibistanan de di pola yekem de didît îro, ewê nebînin, wê gelekî li ser wan sivik bibe.

Tê gotin ku dê zimanê kurdî ne zimanekî fermî be, ev yek rast e?

Li gor rêkeftina di navbera Hevpaymanî û ENKSê de zimanekî fermî ye. Lê gotinên wezîrê perwerdeyê yên li ser Rûdaw

hinek tevlihevî çê kir.

Planên komîteya we bo paşerojê çi ne, hûnê ti astên din amade bikin? Em ji roja avakirina nivîsgeha Mardîn ve, di vî warî de dixebitin. Ev du meh in me ev pirtûk pêk anî, û hê karê me berdewam e, ko em îsal ya pola 5an û ya 10an jî têxin destê xwendekaran de û kar dê berdewam be ta her diwazdeh pol pêk bînin. Plana me ko her salê pirtûkên sê polan derxînin.

Hisên Şakir: Huner bo min jiyan e Hisên Şakir,hunermend û sazvanê kurd ku ji bajarê Serê Kaniyê ye, ev demeke dirêj dûrî hunerê ketibû. Hisên Şakir ji Rojnameya Kurdistan re got: “Huner jiyana min e û ez dûrî hunerê neçûme, lê ez dûrî şahî û dawetan ketime ji ber rewşa Rojavayê Kurdistanê, bi taybet piştî êrîşkirina grûpên çekdar li ser bajarê Serêkaniyê.” Şakir da zanîn ku her roj ew helbestan dinivîsîne û stranan bi awaz dike. Hunermenê ku gellk stran û awaz dane hunermendên navdar mîna Ronî Can, Lîloz,

Zoya got: “Min tomarkirina kilîp û alboman rawestandiye ji ber rewşa xwe ya abûrî, lê ez stranan li gor xwe tomar dikim û bi qasî du aletan têde bikartînim bo nirxê tomarkirinê li ser min ne buha be.” Ev derdora du salan e ku Hisên Şakir ji Serê Kaniyê derketiye û dûrî mala xwe ye, li ser vê yekê wiha axivî “Ti kes nîne ku naxweze vegere cihê xwe, Serê Kaniyê bo min buhişte û dixwazim bi zûtirîn dem vegerim û aheng û dawetan li dar bixim. “


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.