rdi t n
Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê tê weŞandin
24ê îlonê -2714 k 15-9-2014 z
Kurdistan -hejmar (37)
www.Pdk-s.com
Ebdilhekîm Beşşar: Navê Komara Erebî ya Sûriyê hatiye guhertin Cîgerê serokê Hevpeymaniya opozîsyona Sûriyê û endamê polîtburoya Partiya Demokra a Kurdistan Sûriya PDK-Sê Ebdilhekîm Beşar ji rojnameya Kurdistan re got ku navê Komara Erebî ya Sûriyê di nava hevpeymaniyê de hatiye guhertin. Beşar da zanîn ku Hevpeymaniya opozîsyona Sûriyê her dem tekez dike ku ewê pêbend be bi belgehnameya îmzekirî di navbera wan û Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKSê de. Derbarê bawernameyên dibistanan ku ji aliyê hikûmeta demkî ve hatibûn amadekirin û navê Komara Erebî ya Sûriyê li ser hatibû nivîsandin, Ebdilhekîm Beşar tekez kir ku wan ev yek red kiriye û biryar hatiye stendin ku ew nav ji bo Komara Sûriyê tenê bê guhertin û da xuyakirin ku ew kiryar ji aliyê komîteyeke cêbêcêkar hatibû pêk anîn û ne biryareke siyasî bû, bi taybet ku ji aliyê wezareta perwedeyê ya hikûmeta demkî ve hatibû derxistin.
Kirîza avê li Kobanê berdewam dike
PDK-Sê xwe ji karê leşşkerî nedaye alî 2
3
Ewlekariya rejîmê berhemên min winda kir 4
24ê îlonê -2714 k 15-9-2014 z
Kurdistan -hejmar (37)
www.Pdk-s.com
PDK-Sê xwe ji karê leşkerî nedaye alî Hevpeyvîn:Cîhad Beyazîd
hişt ku em gavên baş navêjin, lê me li gellek deveran karên xwe yê rêxistinî gihandiya qonaxa dawî. Lê li hin cihan yekbûn neçû ye serî ji ber ku rewşa hin deveran ne aram e, karên me hevbeş in û civînên me berdewam in û têkiliyên me pirr xurt in.
Tê gotin ku bingeha cemawerî ya PDK-Sê li Kobanê bû ye 2 alî?
P
Ebdilkerîm Mihemed
P
iştî derbasbûna demekê li ser damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistn Sûriya PDK-Sê, rojnameya Kurdistan dixwest rewşa partiyê ji nêzîk ve bişopîne.Ev hevpeyvîn ligel Ebdilkerîm Mihemed berpirsê rêxistina giştî ya PDK-Sê pêk anî.
Kurdistan:Piştî derbasbûna demekê li ser damezirandina PDKSê, we çi kar li rojava pêk aniye di dema borî de? Ebdilkerîm Mihemed:Karê ku tu ji
miletê xwe re pêşkêş bike ti carî bi çend mehan nayê pîvan, lê em di qonaxeke tevlihevbûna her çar Partiyan de derbas dibin, wekû hûn dizanin kadroyên me pirr in û ev yek demeke dirêj jê re divê û dibe pirsgirêk li pêş alîkarîkirina miletê me, ev yekîtî di demekê hat ku miletê me bi hewceyî alîkariyê bû, lê ya giring ew e ku em yekîtiyeke bihêz ava bikin da ku karibin xizmeta miletê xwe bikin. PDK-Sê partiyeke di nava Encumena Niştîmaniya Kurdî de ye, helwêsta me perçeyeke ji helwêsta encumenê ye û herdem me dixwest em di nava encumenê de karê xwe bikin, lê wekû partiyeke sereke, xwedan kadroyên pirr me dixwest alîkariya miletê xwe ji aliyê tendirustî,diravî bikin û her wisa bidestxistina mafê kurdan û çespandina belgehnameya ku encumenê ji Hevpeymaniya Sûriyê re pêşkêş kiribû, da ku kurd di paşerojê de bê par nemînin di sûriya nû de. Lê gellek astengî li pêş me têne dayîn em nikarin bi awyekî baş alîkariya miletê xwe bikin.
We di vê demê de operasyona tevlihevbûna her çar partiyan bi dawî anî? Kongraya me yê yekbûnê bû, di demekê de hat ku rojava di qonaxeke gelleke aloz de derbas dibe û ev yek
Partiya ku kêşeyên wê tine bin, karê wê jî dê qels be û çi partiyek ku rexin lê neyê kirin helbet dê pêşketin ne ji para wê be. Siruştiye ku partiyeke xwedan cemawerekî mezin pirsgêrk, gazin di nava wê de hebin, lê binge ha Partiya me li Konabê yek aliye û raporê wê rêxistinê ji min re tên û karê wan berdewam e û berya demekê peymangehek bo perwerdekirina xwendekaran vekirin.
Hin daxuyanî li ser navê Partiya Yekîtî Kurdistanî tên belavkirin ku ew ji PDK-Sê cuda bûne, ev yek rast e?
Ev yek ne rast e, lê li ser Enternêtê dê gellek tiştê wisa belav bibin û Enternêt dûrî tiştê ku li ser erdê çê dibe, serkirdayetiya Yekîtî Kurdistanî li ser karê xwe ye û ti pirsgirêk di nava me de nîne, lê ezê vê bibêjim me partiyên xwe ji kongir ve jinavbirine, ango tiştek bi navê (El-Partî-Yekîtî Kurdistanî û Azadî) nîne. Carnan hevlek dilgiran dibe çima di kongir de derneketiye û daxuyaniyekê belav bike, lê ev yek nayê wê wateyê ku vê partiyê kişandina xwe ji yekîtiyê yan ji PDK-Sê ragihandiye.Careke din tekez dikin ev yek li ser asta hin kesan e û min hêvî dikir ku ev yek pêk nehata ji wan kesan.
Sedema hatina we bo başûrê Kurdistanê?
Ez berpirsê rêxistinê me di nava Partiya Demokrat a Kurdistan sûriya PDK-Sê de, lê hatina min gereke
rêxistinî ye û ev yek siruştî ye. Dê ezê li ser rêxistinê li Herêma Kurdistanê bigerim û karê wê birêve bibim.
Tê gotin ku serkirdayetiya PDKSê hatiye başûr bo çareserkirina nakokiyên xwe? Ti nakokî di navbera serkirdayetiya partiyê de nîne, tekez dikim ku hevalên min bi dil û canê xwe xebata xwe berdewam dikin.
Milet li rojava serkirdayetiya PDK-Sê bi qelsbûna karê partiyê tometbar dike, tu çi dibêjî?
Em nav lê nakin qelsbûn, rewşa rojava hatiye guhertin û hûn tevde dizanin ku aliyek heye xwe bi zora çek ferz kiriye û nahêle ku kes ti karî bêyî wan bike, ne em tenê lê Encumena Niştîmaniya Kurdî jî di vê rewşê de derbas dibe. Karê me berdewam e tevî aloziyan, berya demekê me wekû serkirdayetiya PDK-Sê alîkariyên mirovahî pêşkêşî derbederên Şingalê kirin li gellek deveran mîna Girkê Legê,Tirbesipiyê û hin deverên din. Pêşmergeyê me yê ku Şehîd ket “Murad Silêman” nameyek ji miletê re bû ku karê me berdewam e, lê rewşa niha astengiyan li pêş me derdixîne û PYDê nahêle ku tevahiya miletê kurd karên xwe berdewam bikin û nahêle ku em xebteke rasteqîne ji miletê xwe re pêk bînin.
Helwêsta PDK-Sê leşkeriya neçar çi ye?
derbarê
Helwêsta me mîna ya Encumena Niştîmaniya Kurdî ye, berya niha me gellek giftûgo ligel (EGRK) pêk aniye û em negihiştin qonaxeke baş ku em karibin alîkariya miletê xwe bikin. Biryarê ku wan vê dawiyê derxistine, me wek ENKSê û PDK-Sê gotiye ku ev biryar yên wan in û ti têkiliya me bi van biryaran re nîne, çimkî biryarên wan biryarên siyasî ne û ev biryar yek alî ne û em van biryaran cîbicî nakin.
Koçberî di nava ciwanan de zêde bû ye, bo vê yekê we çi kiriye?
Mixabin, bandora van biryaran pirr xerab e, rojava ji ciwanan vala dibe lê em bang li ciwanên xwe dikin ku dev ji xaka xwe bernedin û kesê ku berpirsyariya vê yekê hildigire ew e yê ku van biryaran derdixîne, çimkî her dem em ji wan re dibêjin ka em lihev bikin da ku em tiştekî ji miletê xwe re bikin.
We hewil daye ku hûn ligel Rêveberiya Xweser bicivin derbarê vê yekê?
Na,me hewil nedaye ku em bi rêveberiya xweser e bicivin çimkî rêveberî ne rewaye û tenê ji aliyekî ve hatiye ragihandin, lê wekû du encumen me bang li wan kiriye da ku em bighên hev û karekî hevbeş bikin, çimkî em bi hewceyî yekrêziyeke rasteqîne ne û ew yekrêzî dê bi cih were eger her du encumen li ser bendên rêkeftinên Hewlêrê yek nerîn bin.
PYDê kiryarên mîna girtin û nefîkirinê derheqê kadroyên we pêk tîne, sedem çi ye? Tenê ezê vê bibêjim, partiya me xwedan cemawerekî pirr mezin e û xwedan projeyeke netewî ye, lewma şerê me ji vê yekê tê kirin.
Dibêjin hûn nikarin parastina hevalên xwe bikin?
Hevalên me tên girtin, nefîkirin lê em tiştekî nikarin bikin, tenê em dikarin guhdanê li malbatê wan bikin û alîkariya wan bikin, lê wan ji zindanan derxînin, ev yek hêz jê re divê û eger em vê yekê bikin dê emê hevdû tine bikin û şerekî navxweyî derkeve û dê DAIŞ sûdeyekê ji vî şerî bibîne.
Astengiyên li pêş PDK-Sê çi ne?
Karê ku ji me tê xwestin me pêk aniye, lê PYDê karê me asteng dike û nahêle ku hevalên me karên xwe berdewam bikin û her dem dixwazin ku em moletê ji wan werbigrin. Karê me karekî siyasî,sivîl e û çê nabe astengî li pêş bê dayîn, êrîşkirin li ser hevalên me ji aliyê Asayişa PYDê ve berdewam dike û ev yek dibe sedema paşketina kar û tevî vê yekê karê me berdewam e. Karê leşkerî di projeya we de heye? Em amade ne ji karê leşkerî re, eger em bizanin ku metirsiya wê tine be û şerê birakujiyê çê neke. PDK-Sê xwe ji karê leşkerî nedaye aliyekî û her dem amade ye ku xizmeta miletê xwe bike, lê me ew qonaxa baş nedîtiye û divê tewafiq di navbera her du encumenan de hebe da ku em tûşî şerekî navxweyî nebin. www.pdk-s.com
24ê îlonê -2714 k 15-9-2014 z
Kurdistan -hejmar (37)
www.Pdk-s.com
Newroz Ebdilrehman: Rola keçan di nava yekîtiyê de roleke başş e
Newroz Ebdilrehman
2
Hevpeyvîn:Adil Ibrahîm
P P
iştî derbasbûna salekê li ser damezradina Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî-Rojava, rojnameya Kurdistan dixwst ji nêzîk ve rewşa ciwanên keç di nava yekîtiyê de bêhtir nas bike. Rojnameya Kurdistan derbarê rewşa keçan, di nava yekîtiyê de ev hevpeyvîn digel endama sekretariya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî-Rojava Newroz Ebdilrehman pêk anî.
Kurdistan: Wekû em dizanin di nava yekîtiyê de hejmarek mezin ya ciwanên keç heye, rola wan di yekîtiyê de çi ye? Newroz Ebdilrehman: Belê, hejmarek
mezin ji keçan heye, lê ev yek jî sedema wê ku rêjeya xortan li rojava kêm bûye bi sedema koçberiyê. Rola keçan di nava yekîtiyê de roleke pirr baş e û rola wan nekêmî ya xortan e û rola wan zêdetir bû dema ku xort koçber bûn wê hingê dît ku ji erkê wan evê yekîtiyê aktîv bikin û valahiya ku xortan hiştibû dagirin.
Komîteyên ku keç têde kar dikin?
Keç di gellek komîteyan de kar dike û di
Keç yan jin bi giştî ti carî li hêviya ti kesî namîne, da ku kes guhdanê lê bike, lê ew bi xwe karê xwe dike û ev yek hişt ku serkirdayetiya yekîtiyê bêhtir guhdanê li wan bike çimkî rola xwe çespand. Ti carî min cudahî di navbera keç û xort di nava yekîtiyê de nedîtiye û ti çarî wan ji rola me kêm nekirine.
Astengiyên ku rastî we tên?
Wekû hûn dizanin ev yekîtî salek li ser damezirandina wê derbas bûye, siruştiye ku astengî bêne pêşiya wê, çimkî kêm ezmûnî peyda dibe û bi sedema belavbûna gellek hêzên çekdar li ser erdê hin satengî li pêş karê me tê dayîn. Tîmeke fotbolê
nava sekretariya yekîtiyê dê jî hene, lê di kongreyê damezirandinê de, kes ji wan nebû beriprsê liq li rojava, lê ez bawerim ku di kongirê bê dê, keç gellek postan bidest bixin.
Çalakiyên we çi ne di nava yekîtiyê de? Çalakiyên me mîna yên xortan e, ti carî keçan xwe kêm nedîtine û pirê caran
BB
Kirîza avê li Kobanê berdewam dike Helebça Sadûn
van xulan de wekû mamoste û şagirt jî.
Hûn çawa guhdanê li wan dikin?
i hatina demsala havînê bajarê kobanê rastî nebûna avê hat, û ta niha ev kirîz berdewam e û bi taybet piştî ku Rêveberiya Xweserî ya ku ji aliyê partiya PYDê ve hatibû ragihandin 1000 Leyreyên Sûrî ji her malbatekê distîne ta avê ji wan re dabîn bike. Ev demeke dirêje ku bajarê Kobanê di rewşeke xirab de derbas dibe, çi ji aliyê dorpêçkirina bajêr ji aliyê rêxistina Dewleta Islamî li Iraq û Şamê DAIŞ û çi ji aliyê fişarên ku partiya PYDê li ser welatiyên bajêr dike, ku di encam de bajarê kobanê berû kirîzeke mirovahî û aborî ve diçe. Welatiyekî bajarê Kobanê ji Kurdistan re got ku eve heftiyeke karmendên Rêveberiya Xweserî 1000 Leyreyên Sûrî ji her malekê distîne ta avê ji wan re dabîn bike, û wekû welatiyên bajêr dibêjin ku li gor xizmetguzariyên ji mer têne pêşkêş kirin ev buhaye gelekî giran e, ji ber ku av her 5 rojan tenê carekê tê.
çalakiyên wan ji yên xortan bêhtir bûn, mînak vê dawiyê tîmên fotbolê yên keçan li Hesekê, Amûdê û hin deverên din hatin damezirandin û beşdarî pêşbirkên şitrencê dibûn û dikarim bêjim bi wêrekî beşdar dibûn çimkî ev lîstik li civaka me taybet bi xortan e. Hin çalakiyên din jî hene mîna beşdarbûna di pêşbirkên rewşenbîrî de û avakirina komên filiklorî û her wisa vekirina xulên fêrkirinê û beşdarbûna wan di
Kirîza avê
Welatiyekî din dibêjê ku gelek ji wan pera nadin ji ber ku av gelekî kême û ew neçar dibin ku di mehê de 3 ta 4 caran avê bikirin.Li gor çavdêrên siyasî ku ev daxwaziyên diravî ji aliyê Rêveberiya Xweserî ve bûye cihê nerazîbûne li bal xelkên bajêr, ku niha Rêveberiya Xweserî 1000 L.S ji ber avê ji wan distîne, 200L.S Telîfon, 100L.S ji ber paqijiya bajêre, 500L.S baceya derbasbûna otombîlan ji bo nanxaneyan. Bi sedema nebûna avê niha nêzîkî 250 tankên avê hene ku avê difroşin xelkên
Tê gotin ku jin di karê xwe de qels e û beşdarî gellek waran nebûye, mîna siyasetê? Na, ev yek ne rast e, tev ku civaka me astengiyan diafirîne, lê jin her dem li kêleka zilam di hemû waran de kar dike û bi taybet piştî vêketina şoreşa Sûriyê. Jin bû rojnamevan û beşdarî di abûriya malbata xwe de kir, gellek caran semînarên çandî pêşkêş dike û tevlî dezgehên civaka sivîl dibe û wê bi xwe dezgehên taybet bi jinê ava kir.
bajêr û karê wan di vê dema dawî de zêde bûye piştî ku bîrên welatiyan çikiyan, ku di dema bûrî de 5 hezar bîr hatibûn kolandin, lê ji ber ne paqijiya ava bîran gelek êş di nava welatiyan de û bi taybet di nava zarokan de belav bibû.Tê zanîn ku bikaranîna pirr ji avê di demsala havînê de, nimizbûna ava jêr xak, û birîna elekitrîkê sedemên sereke ne ji nebûna avê re, lê hin çavkanî sedema vê yekê vedigerînin kêmbûna ava çemê Feratê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye birîn. www.pdk-s.com
3
4
24ê îlonê -2714 k 15-9-2014 z
Kurdistan -hejmar (37)
www.Pdk-s.com
Mihemed Ebdê: Rejîmê berhemên min winda kir Wek em dizanin ku berya destpêkirina şoreşa Sûriyê karên siyasî, rewşenbîrî li Sûriyê qedexe bûn, nivîskarên kurd rastî girtinê ji aliyê ewlekariya rejîmê ve dihatin û berhemên wan winda dikir,Mihemed Ebdê yek ji wan nivîskaran bû, Kurdistan ev hevpeyvîn ligel wî pêk anî. de min dest bi nivîsandina şanoyê kir, û di ber re min helbest, gotar jî dinivîsand.
Bo çi te nivîsandina helbestê hilbijart û bi çi şêweyî helbesta xwe dinivîsîne?
Wek min anî ziman ez şano û gotarê jî dinivîsim, lê nivîsandina helbestê ji bo min hest û raman e. Ez bi şêweyê nûjen û kilasîk helbestê dinivîsim, lê piraniya helbestên min nûjen in.
Helbest bo te çi ye? Mihemed Ebdê kî ye?
Ez li bajarê Qamişlo di sala 1977an ji dayîk bûm û ta niha jiyana xwe lê berdewam dikim, di warê helbest,gotar,şano de dini-
vîsînim û di van rojên dawî de dîwanek helbestê bi navê Hestên min çap kiriye.
kengî te dest bi nivîsandinê kir ? Di destpêka salên 90an
Koma Xanî 14 salan karê wê berdewam bû
Mihemed Hemo
Helbest bo min hest e û bo min her dem hevalek wefadar e, di riya wê re ez ramanên xwe didim xuyakirin.
Berhemên te çi ne?
Ez nikarim berhemên xwe bihejmêrim ji ber ew destnivîsin û di dema ez hatim
Koma Xanî, yekem koma wêje û çanda kurdî bû ku li rojavayê Kurdistanê hatibû damezirandin, karê wê 14 salan berdewam kir. Koma Xanî di 1-4-1988an de li bajarê Helebê hat damzirandin, dema ku çalakiyên wêjeyî li rojava tine bûn, tenê çalakiyên siyasî di nav gelê kurd e hebûn, ez wekû helbestvan û şanonivîs hest dibûm ku pêwîstiya me bi çalakiyên çandî, wêjeyî heye. Di semînarekê de ku li ser dîroka wêjeya kurdî bû li Meydanê, bi amadebûna 29 rewşenbîran birêve çû, min daxwaza avakirina komeleyeke çandî kir, hemû kesên ku amade bibûn kêfxweşiya xwe derbarê vê yekê anîn ziman. Piştî seminarê, axaftin li ser damezirandina wê hate kirin û di 1-4-1988an li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê koma bi navê Koma Xanî ya wêje û çanda Kurdî hate damezirandin.Wê demê em Sê kes hatin hilbijartin bo komîteya birêveber. Çalakiyên me? Her mehê du caran komîteya rêveber digel endamên komê diciviya,di civînê de wan
Hevpey
bin çavkirin di sala 2008an de, ewlekariya rejîmê dest danî li ser wan desnivîsan û hatin windakirin ta roja îro, lewma min ji nû ve dest bi weşana berhemên xwe kiriye, û dîwana min ya bi navê “Hestên Min” ya yekemîn e ku tê weşandin. Di rojên bê de ezê hewl bidim ku 3ê berhemên din jî çap bikim û ew jî dê nêzîk bên weşandin, ev berhem di warê şano û gotarê de ne.
Tu dikarî li ser dîwana xwe ya herî dawî biaxive?
Dîwana min di nav rûpelên xwe de helbestên cor bi cor li ser êş, azarên gelê me diaxive. Di destpêka wê de pêşgotina ku bi pênûsa Luqman Yûsif hatiye nivîsandin her tiştî li ser vê dîwanê şirove dike.
Wek em dizanin tu di nava Yekîtiya Nivîskarên Kurd e ye,tu çawa Yekîtiyê dibîne? Yekîtiya nivîskaran di roja
Wergirtina xelatekê
rewşenbîran rexne li nivîsên hev dikirin û sûde ji hev wedigirtin. Dan hev û belavkirina pirtûkan ji erkê me bû çimkî di wê demê de pirtûkên kurdî kêm bûn û divabû ew pirtûk bêne belavkirin da ku hejmareke mezin ji kurdan bixwînin. Her sal pêşbirkên helbest,çîrokê me li dar dixistin nivîskar ji çar perçeyên Kurdistanê beşdarî wan pêşbirkan dibûn. Me gellek xelat li ser nivîskaran belav kirin mîna xelata çîrokê ku Jan Dost wergirt li ser çîroka xwe ya bi navê “xewna şewitî” û hin nivîskarên din.
hemed
v
av Mi în: Xun
11-10-2013an de, hata damezirandin, bi beşdariya hejmareke mezin ya nivîskarên kurd yên Rojava. RêbazaY.N.K-S ew e ku hemû nivîskarên kurd li hev bicivîne, û hêvî û daxwazên wan di pêşerojê de pêk bîne. Bê guman ti kar bê kêmasî nîne, lê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya karîbû bi rolake baş rabe, nemaze di vê qonaxa hestiyar de, hêvî ew e ku bibe sîwanek ji nivîskaran re û yekemîn car e ku hejmareke pir mezin di saziyekê wiha de dicivin.
Piraniya nivîskarên kurd bi Erebî dinivîsînin tu ji wan re çi dibêjî?
Hêviya min ji wan ku ew berê xwe bidin zimanê dayikê, nemaze derfet hatiye ku em tevde xwedî li zimanê kurdî derkevin, û bi pênûsa xwe xebat û bizavê di ber de bikin ji ber ev ziman, navnîşana me ye.
Me yekemîn festîval helbestê, di roja bîranîna koçbûna Seydayê Cegerxwîn de bi rêkefta 22-101993an de li dar xist di jêr navê mehrecana Cegerxwîn û her sal ew mehrecan ligel endamên komê me birêve dibir. Gellek nivîskarên navdar û hejmarek keç û xortên kurd di riya Koma Xanî de, fêrî zimanê kurdî dibûn,ji wan nivîskaran Pîr Ristem û Helîm Yûsif. Koma xanî di karê xwe de berdewam bû ta dawiya sala 2001ê, di wê sale de rejîmê destê xwe danî li ser pirtûkxaneya min û pişt re ez bûme derbder û min berê xwe da Herêma Kurdistanê. www.pdk-s.com