rdi t n
Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
9ê Rezber -2714 k 1-10-2014 z
Kurdistan -hejmar (38)
www.Pdk-s.com
Mela: Amade ne di nava hevpeymaniya navdewletî de cih bigrin Siûd Mela, sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdistan Sûriya PDK-Sê ji rojnameya Kurdistan re ragihand ku hevbendiya navdewletî li dijî rêxistina Dewleta Islamî li Îraq û Şamê DAIŞê gaveke pirr giring e, da ku ev hevpeymanî nexweşiya bi navê DAIŞê jinav bibe û wisa rêxistin bêhtir belav nebe. Sekretêrê PDKSê dilgiraniya xwe anî ziman derbarê pêkanîna komkujiyên ji aliyê DAIŞê ve derheqê welatiyên sivîl li Sûriyê, Îraqê têne kirin û spasiya tevahiya dewletên ku di vê hevbendiyê de beşdar bûne kir û piştevaniya hêzên Pêşmerge bi gaveke dîrokî wesf kir. Mela da xuyakirin ku eger hevbendiya navdewletî di nava programê wê de şerê li dijî DAIŞ li Sûriyê hebe, em amede ne di riya hêzên opozîsyona Sûriyê de beşdarî hevpeymaniya li dijî DAIŞê bibin. Derbarê pirsa ku çawa kurd dê sûdeyekê ji vê hevbendiyê werbigrin, Mela got divê kurd yek helwest bin û bi zûtirîn dem yekrêziya xwe biparêzin da ku ji encmên baş yên vê hevbendiyê bê par nemînin.
Nivîsgeha Nêçîrvan Barzanî alîkarî li ser malbatên Kobanî belav kir Li ser daxwaza Nêçîrvan Barzanî şandek ji nivîsgeha wî berû bajarê Sirûcê yê bakurê Kurdistanê ve çû, da ku alîkariyan pêşkêşî debiderên bajarê Kobanî bike. “Cewad Siyamend” nûnerê Nêçîrvan Barzanî di karûbarê rojavayê Kurdistanê de ji Kurdistan re got ku wan li ser daxwaza Nêçîrvan Barzanî û hemehengî ligel sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur Sertac Bocaq û Partiya Demokrat
a Kurdistan Sûriya PDKS çûne bajarê Sirûcê da ku alîkariyan pêşkêşî derbideran bikin.Siyamend da zanîn ku wan bi qasî 20 kemyonên barkirî bi madeyên xwarinê amade kirine û ta niha li ser 6 hezar malbatên bajarê Kobanî ew alîkarî hatine belav kirin.Nûnerê Nêçîrvan Barzanî got ku hêj ew derbider bi hewceyî pêşkêşkirina alîkariyan in û dê ewê berdewam bin li ser programê xwe.
Hevbendiya PYD bi Artêşa Azad re planeke rejîmê ye
2