rdi t n
Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
23ê Rezber -2714 k 15-10-2014 z
Kurdistan -hejmar (39)
www.Pdk-s.com
Serok Barzanî: Dilê min li ser Kobanî perçe dibe Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel televîzyona Sky news ya Erebî, dema ku pirsa li ser rewşa Kobanî jê hate kirin bi dilekî şewat got” Dilê min li ser Kobanî perçe dibe“. Serok Barzanî
derbarê gihiştina alîkariyan bo bajarê Kobanî got ji ber cografiya bajarê Kobanî ew nikarin wê rizgar bikin. Barzanî da zanîn ku ew di wê baweriyê de ne ku Tirkiyê rê nede wan da ku hêzên xwe bi riya Tirkiyê bişînin Ko-
Dema aştiya Rojhilata Navîn e 3
banî. Serokê Herêma Kurdistan axaftina xwe wiha berdewam kir “Tişta ku me ji Hewlêrê re kiriye me ew yek ji Kobanî re jî kir. Kobanî ji min re pir girîng e û ez bang li hemû cîhanê dikin ku bi hewara Kobanî ve biçin.”
k e n a r t S : Zoro il ser Kobanî tomar kir 4
2
23ê Rezber -2714 k 15-10-2014 z
Kurdistan -hejmar (39)
www.Pdk-s.com
Omer: Hin belgeh derbarê Ş efîq: Divê Kurdên kuşştina Mişşel Temo li bal rojava li rêkeftina me hene
Jiyan Omer
E
v sê sal in li ser kuştina siyasetmedar û damezrênerê Şepêla paşeroja a kurd li Sûriyê derbas dibe ku li ser destê grûpek çekdar di 7-10-2011an hate kuştin li taxa Kornîş ya bajarê Qamişlo. Rojnameya Kurdistan bi hatina vê sebaretê hevpeyvînek ligel Jiyan Omer berpirsê ragihandina Şepêla Paşeroj li Ewropayê pêk anî. Jiyan Omer wisa axaftina xwe destpê kir “Tawanê kuştina damezrênerê Şepêla Paşeroj Mişel Temo tawanekî siyasî ye û kesê ku ev yek pêk anî ji wê yekê bi tirs bû ku Temo xeterê li ser wan çê dike.” Omer dibêje Temo bandora wî li ser cadeya Kurdî û Sûriyê hebû û wî bi xwe jî xwepêşandanên aştiyane li deverên kurdî birêve dibir û ew yek ji damzrênerê Encumena Niştîmaniya Sûriyê bû û ta berya kuştina wî ew endamê sekretariya ENS bû “Lê piştî kuştina Mişel Temo, rewş bi awayekî giştî hate têk birin û nifşê ciwanan yê herî çalak di civakê de hate piştguh kirin û piştî vê yekê Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê xwe bi zora çekan li ser deverên Kurdî ferz kir.” Berpirsê ragihandina Şepêla Paşeroj piştrast kir ku rejîma Esed fermana
kuştina Mişel Temo dabû, lê alîgirê rejîmê li deverên Kurdî Partiya Yekîtiya Demoqratîk ev yek bi destê xwe pêk anî çimkî Temo her dem rûbirûbûna planên wan li dijî miletê kurd dikir û beşdarbûna xwe di şoreşa Sûriyê de yekalî kiribû û vê yekê hişt ku rejîma Esed wî bikuje. Jiyan Omer lê zêde kir û got “ku hewldana kuştina Mişel Temo cara yekemîn neçû serî ku berya kuştina wî bi mehekê bû û hin belgeh di destê me de hene ku kadroyên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK û baskê wê yê li Sûriyê PYD ev yek pêk anîne bi fermana rejîma Esed û dê emê wan belgehan radestî dadgehê bikin dema ku rejîm we re rûxandin û dadweriyek serbixwe we re pejrandin.” Derbarê pirsa ku kuştina Mişel Temo hiştiye şerê ragihandinê di navbera Şepêla Paşeroj û PYD de gur bibe, Jiyan Omer got “ Ti şerekî ragihandinê di navbera Şepêla Paşeroj û Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê de nîne, lê li bal me dozeke siyasî heye li pêşiya miletê me ew e rûbirûbûna sitemkariyê bi hemû coreyên xwe ye û rûbirûbûna eşkere li dijî siyasetên PKK-PYD li Kurdistana Sûriyê ji heman rêbazê ye ya ku hîç ti carî xwe ji sitemkariyê re danaxîne”. Omer destnîşan kir ku PYD rêxistineke mafên mirovan bin pê dike û ne kêmî rejîma Esed e di pêk anîna kuştin û kiryarên xerab de. Di dawiya axaftina xwe de Jiyan Omer got: “Divê partiya PKK û hemû partiyên ser bi PKK ve mîna PYD werin rawestandin û doza kurdî were rizgar kirin ji seytereya wan û divê rêgirî li pêş wan bê dayîn û em daxwazê ji tevgera Kurdî dikin ku hemahengiyê bi PYD re nekin ta ku ji vê siyaseta xwe bê xwarê û dûrî rejîma Esed biçe û kesên tawanbar di nava refên xwe de bide dadgehê û lêborînê jî ji malbatên pakrewanên Kurd bixwaze.”
Gora Mişel Temo
Hewlêrê vegerin
R
Mistefa Şefîq
awêjkarê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê di karûbarê Rojavayê Kurdistanê de Mistefa Şefîq ji rojnameya Kurdistan re derbarê biçekirina opozîsyona Sûriyê ji aliyê Amerîkayê ve û çawaniya sûdwergirtina kurdan ji vê yekê re wiha axivî” Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) biryar daye ku piştevaniya opozîsyona Sûriyê ya mînrew bike û kurd beşek in ji nava opozîsyonê, lê Kurd rûbirûbûna pirsgirêkekê dikin ew e ku ew di nava xwe de ne yek in û bûne du beş, beşek nêzîkî opozîsyona Sûriyê û Amerîkayê ye ku berya demekê şaxê ENKS li kobanê ji aligirên xwe dazwaza hiligirtina çekan kiribû û beşê din jî nêzîkî rejîma Esed e û dibe ku kurd ji wan alîkariyan bê par bimînin ji ber neyekrêziya wan û divê li xwe vegerin û bibin yek. “ Derbarê rola serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di bûyerên bajarê Kobanê de ji bo sivikirina gufaşên li ser Kobanê Mistefa Şefîq diyar kir û got: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji destpêka şoreşa Sûriyê ve û ta niha, her tiştekî pêwîst ji bo Rojavayê Kurdistanê pêk tîne, û serok Barzanî ti carî kêmasî pêk ne aniye derbarê rojava ji aliyê navdewletî û navxweyî de û tê
texmîn kirin ku rola wî di biçekirina opozîsyonê de jî hebû. Tevî ku tiştekî fermî derbarê vê yekê de nîne lê serok Barzanî amade ye alîkariyan her dem pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê bike.” Mistefa Şefîq dibêje Barzanî her dem daxwazê ji civaka navdewletî û dewletên hevpeyman dike da ku dorpêçê li ser bajarê Kobanê hilînin û alîkariyê bidin wan û ev yek tê wateye wê yekê ku serokê Herêma Kurdistanê her dem dixwaze alîkariya her kurdekî li çi deverê be bike. Mistefa Şefîq li ser çawaniya kurd sûdeyekê ji alîkariyên navdewletî werbigrin got: “Ji bo kurd sûdê ji alîkariyên navdewletî werbigrin yên ku dê ji opozîsyona Sûriyê re werin pêşkêş kirin divê li rêkeftina Hewlêrê vegerin û Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD bi aqlane kar bike û rê bide hêzên siyasî yên din li rojava da ku kar bikin û wê hingê di baweriya min de dê PYD sûdeyekê ji wan alîkariyan bibîne . Rast e Kurd rûbirûbûna metirsiyeke mezin dikin li Kobanê, lê neyekrêziya wan û siyasetên PYD yên şaş bandoreke wê ya mezin heye û eger ev nakokî berdewam bikin dê kurd ji wan alîkariyan bê par bimînin û divê li siyasetên xwe vegerin û serest jî bikin.”
23ê Rezber -2714 k 15-10-2014 z
Kurdistan -hejmar (39)
www.Pdk-s.com
Dema aştiya Evînî li rojava rastî Rojhilata Navîn e astengiyan tê
P
Aram Ibrahîm-Qamişlo
iştî destpêkirina şoreşa Sûriyê ya ku di encama wê de gellek arîşe û pirsgirêk ji gelê Sûriyê re bi xwe re anî holê, lê bi sedema wan pirsgirêkan gellek tişt rastî zehemetiyê hatin û ji nava wan Evîniya di nevbera xort û keçan de li Rojavayê Kurdistanê. Koçberiya berdewam ya di nava refên xortan de û her wisa ya di nava keçan de yên ku digel malbatên xwe de koçber dibin, helebet bi sedema rewşa awarte ya ku niha rojava tê de derbas dibe û vê sedemê bi taybet sînorek ji têkiliyên evînî re danî û astengî jî jê re afirand. Hin ji wan têkiliyên evînî neçûn serî û hin ji wan çûne serî û bi kêfxweşiyê di navbera her du aliyan de li derveyî welat bidawî hat û gellek haletên wisa peyda bûn. Welatiyê kurd yê bi navê Kanîwar ku temenê wî 22 saliye û ew bi xwe ji bajarê Qamişlo ye, ji berya çar salan ve têkiliya wî bi keçekê re hebû ku jê hez dikir, lê bi sedema vê rewşa xerab ew keç ligel malbata xwe berê xwe dan Ewropayê û Kanîwar neçar bû û nikarîbû tiştekî jî bike derbarê çûna wê. “Kanîwar” ji rojnameya Kurdistan re dibêje “Di navbera me de têkiliyek evînî ya rasteqîne û bi hêz peyda dibû, divabû di heftiyê de me zêdetirî du caran hevdîtin bi hev re pêk anîba, lê niha em gellekî dûrî hev ketine, malbata wê dixwestin ji vê rewşa aloz û xerab birevin mîna hemû xelkê ku ji Rojavayê Kurdistanê derdikevin û
ew nikare ti biryarekê derbarê vê derketina malbata xwe de bistîne û min jî nikarî vê yekê rawestînim yan wê ji malbata wê bixwazin ji ber rewşa min ya aborî. “ Kanîwar lê zêde kir ku ew nikare berê xwe bide Ewropayê jî çimkî çûna Ewropayê li gor ew dibêje bi qasî 2,5Milyon Leyreyên Sûrî jê re pêwîste, lê dibêje pêwendiyên wan li ser tora Enternêtê bi awayekî baş hebûn, lê di dema dawî de ew pêwendî hatin birîn û qutkirin ji ber aboriya wî ya xerab. Lê “Ciwan Hiso” divê yekê de şens pê re lîst û dilbera xwe li Almanyayê dît û ew ji xwe re anî. Ciwan Hiso ji Kurdistan re çîroka xwe ya dûdirêj wiha dibêje “Her dem di fikrê min de bû biçim Almanyayê, ta berya destpêkirina şoreşa Sûriyê lê her dem çûna min nediçû serî, sedema sereke ji çûna min ya Ewropayê re ew bû ku min ti kar li rojava nedikir. Têkiliya min bi keçekê re jî hebû ku ew ji bajarê min Qamişlo bû, pirê caran têkiliya me berû xerabiyê ve diçû ji ber çûna min ya Almayayê. Lê piştî têkçûna rewşa Sûriyê bi giştî û ya rojava bi taybet, vê yekê hişt ku şens bi min re bilîze û malbata wê berê xwe bidin Ewropayê û di demeke kurt de ew ligel malbata xwe gihiştin Almanyayê, pişt re careke din em li Almayayê bi hev re ketin têkiliyê. min wê ji malbata wê bi fermî xwest û dê di demeke nêzîk de emê şahiya xwe lidarbixin.”
L
Şehnaz Emîn
i Rojhilata Navîn pirsgirêkên ku hene ji bo bêne çareserkirin destpêke li Iraq û Sûriyê pêwistî bi plangerî, hevrêxistin û bi aşîtiyeke demdirêj heye. Ji ber ku welatên rojava zû bi tevger nekevin dibe ku rewş xirabtir bibe. Gellek caran em dibêjin pêwiste çareserî ji navenda pirsgirêkê bê çareserkirin, ev rewşa hanê tiştekî gelek guncaviye, lê belê ji bo ku çavkaniya girêkora Rojhilata Navîn welatên rojava ne, divê ew dest bavêjin girêkorê. Tişta îro, ku Rojhilata Navîn xistiye jêr bandora xwe de ew e pêla olî ye, wek şerê ku 30 salan yê Xiristiyanan li Ewropayê berdewam kir, niha Şerê sunnî-şîe jî bû sedem ku gelek mirov jiyana xwe ji dest bidin û aboriya welatan bê rûxandin. Rewşa îro ne weke dema rûxandina Osmaniyan e, ku li hev rûniştin û ev xak li ser hev parvekirin, lê îro kontrol ne wek ya berê ye. Her ku diçe pêwendiyên ku di riya hikûmetên otorîter de dihat birêvebirin, bûne pirsgirêk. Ev pergal bû sedema zordariyeke mezin li ser welatiyan bi riya rejîmên dektator, ji aliyekî din ve bilindbûna siyaseta mezhebî ye ku îro xaka welatên Rojhilata Navîn ji ber siyaseta qels dinale, ew xaka dewlemend bûye beyara bê jîngeh. El-Qaîde, Boko Haram.. afiranidina wan ji encama vê rewşê ye û bingeha wan rêxistinan her yeke jî. Li Îraqê piştî rûxandina rejîma Sedam ji aliyê Amerîkayê ve gellek siyasetên ne guncavî hatin meşandin, ku ev jî bû sedemên gellek giring ji pêşketina rêxistina DAIŞê re. Ji ber ku Amerîkayê piştevaniya Şîe kir, Kurd sînordar kirin daxwazê Kurdan piştguh kirin, û di zihniyeteke ewlehiyê de nêzîkatî li Suniyan kir, lê li herêmê partiyên siyasî ketin rewşeke bê karîger. Sunî ketin xeyalekê de ku bighêjin armanca xwe, Kurd jî êdî ji ber des-
thilatiya sînordar ya Şîe gellekî tengavbûn, lê ji ber ku paşeroja Kurdan paşerojek aştîxwaz e, şûna ku berê xwe bidin çek berê xwe dan welatên rojavayî da ku dengê xwe bidin bihîstin. Livandina suniyan hovîtiya sed salan e, ku di mejiyê wan de veşartî bû DAİŞ bi xwe re derxistin holê, bi hovîtiya çolê jin, zarok û hemû kes dane ber xwe û xwîn herikandin û pişt re berê pêlê dan xakê Kurdistan. Ji vê livandinê re piştevanî pêwist bû, piştevanên wê jî derketin mîna Qatar, Erebistana Siûdî, Tirkiyê. Lê ji aliyê din ve di herêmê de Sunî, Şîe, Tirk, Ereb û Faris tirsa wan heman tirs e derbarê Kurdistanê, pêla DAIŞ ji sînorê Baxdayê careke din berê xwe da Kurdan, ji bo ku destkeftên wan ji nav bibin. Ji ber ku kurd gellek caran tuşî komkujiyan bûne, ji bo vê yekê jî Şingal divê bê parastin, û ew ne misilman e , û di nava Kurdan de bazina herî lewaz e ku bi gellek zehmetî hebûna xwe heta îro anî bûn. Bi wê yekê bawer bûn ku komkujiya li Şingalê dê li ser hemû kurdan bandoreke nebaş ava bike. Lê piştî vê pêlê rayedarên Şîe û Sunnî di wê baweriyê de bûn ku eger li ser kurdan psîkolojiya revokî, tirs bihata avakirin dê kontrola wan hesan bû li ser herêmê. Di wê baweriyê de bûn ku dê ev pêl li başurê Kurdistan daxwaza serxebunê lawaz bike. Siyasetmedarên Kurd vê care, pirsgirêkê bi şarezayî avêtin ser milê welatên rojava, ji ber ku berpirsiyartiya vê rewşê hemû ji wan dihat xwestin. Edî dem dema gotubêjkirina aşitiyeke demdirêj li herêmê ye û cîbicîkirina pirsgirêka pêkhatên olî ye, berî her tiştekî welatên rojavayî gerek destê xwe bixin bin kevirê giran de, ji ber ku encamê wê siyaseta qels ya wan ev alozî derxistin. Ji bo aşîtiyeke demdirêj çareserî li ser nexşeyeke nû ve ye, ku Kurd sunnî, şîe karibin xwe tê de bibînin, eger çareserî li ser vê pergalê bibe dê bingeha DAIŞ û rêxistinên tundrew li Sûriyê û li Îraq bê herifandin. Ya herî bingehî serxwebûna Kurdistanê ye, Kurdistan ji ber ku di çola bê zayinok ya Eraban de wek buhişteke demokrasî ye. Pêwistiya herî mezin bi hemû reng û hem demiya Kurdistan bi serxebûneke rasteqîne heye. Eger ev nebe dê Êzîdî, Aşûrî, Kildan,Kakayî ji ser erdê cihanî rabin, ev jî ji bo mirovatiyê şermeke mezine.
3
4
23ê Rezber -2714 k 15-10-2014 z
çand û Huner
www.Pdk-s.com
Zoro Seîd Yûsif stranek li ser Kobanî tomar kir Hunermendê kurd yê ku bi eslê xwe ji bajarê Qamişlo ye û niha li Almanyayê dimîne stranek li ser Şingalê û yek jî li ser bajarê Kobanî tomar kir. Derbarê her du stranan û tomarkirina wan û rewşa Rojavayê Kurdistanê Zoro Seîd Yûsif wekû kesekî hunermend ji rojnameya Kurdistan re wiha got:"Ji ber ku min dît ji erkê min e stranekê li ser Kobanî û Şingalê tomar bikin, lewma min ev yek pêk anî, ez êrîşa hovane ji aliyê DAIŞ ve li ser kurdên her du bajarên Kobanî û Şingalê şermezar dikim û neyekrêziya di nava partiyên siyasî yên rojava de hişt ku ev yek pêk we re." Hunermendê ku bi gellek hunermendên Ereb re mîna Feyrûz beşdarî ahengan li gellek deverên cuda cuda bûye got: "Daxwazê ji hemû kurdan dikim ku nakokiyên xwe bidin alî û yekrêziya xwe biparêzin û mil bi mil şer li dijî DAIŞ bikin û welatiyên kurd ji vê rewşa xerab ya ku rojava tê de derbas dibe xelas bikin."
Hişyar Lalê: Helbest bo min jiyan e Hevpeyvîn: Barzanî Mihemed
Nivîsandina helbestê li Rojavayê Kurdistanê bala gellek welatiyên rojava dikşîne û gellek nivîskar helbestê bi şêweyên cuda cuda dinivîsînin, rojnameya Kurdistan vê care hevpeyvînek ligel helbestvan Hişyar Lalê pêk anî. Kurdistan: Hişyar Lalê Kî ye? Lalê:Ez Hişyar kurê Emerê lelê me, li gundê Zixatê yê dikeve rojhilatê bajarê Dêrikê di sala 1965an jidayik bûme, helbest, gotarê dinivîsînim û di heman demê de mamostê zimanê Kurdî me. kengî te dest bi nivîsandinê kir ? Bi rastî min ji zû ve dest bi nivîsandinê kiriye, Karim bêjim di navbera sala 1981ta 1982 an de, lê nivîsên wan salan wekû belge li bal min nînin, lê tişta li bal min wekû belge ji sala 1983
Pendên Kurdî
an û pişt re hêj li bal min mane. Bo çi te nivîsandina helbestê hilbijart û bi çi şêweyî helbesta xwe dinivîsîn î? Ne min helbest hilbijartiye, lê hest , evîna min helbest hilbijartiye ji ber ku bandora wê yekser li hest û vîna guhdar û bîner dike, lê ez ne tenê helbestê dinivîsînim lê belê ez gotarê jî dinvîsim, helbet bi her du zimanên Kurdî û Erebî û her wiha wergerandinê jî dikim, Kurdî bo Erebî û berûvajî jî. Şêweyê helbesta ku ez dinvîsim şêweyê kêş û tirazû (kilasîk) ango kilasîkeke modêrn. Helbest bo te çi ye? Çi bêjim helbest bo min bi helbestî jîne,evîne, kule ,derde, birîne , gule û kulîlke, zavaye û bûke…dikarim bêjim
helbest bo min ..taca toreyê ye. Berhemên te çi ne ? Berhemê min ne çap kirî ne, hêj destnivîs in, du dîwanên min hene û derdora 70 gotarên min bi kurdî û Erebî jî hene ku hatine belavkirin di gellek malper û rojnameyan de mîna (gulan, metîn û pênûs). Min fîlmek wergerandiye derbarê fermana Ermeniyan ji zimanê Erebî bo kurdî bi hevkariya hevalê min Fêsel Ismail. Min çîroka Derwêşê Evdî ya Seydayê Eyûb ji zimanê Kurdî bo zimanê Erebî wergerandiye, lê mixabin ev berhem hêj ne hatine çapkirîne, ji ber ku rewşa min ya abûrî gellekî xerab e.
Ji pirtûka Gotinên Pêşiyan û Îdyomên Kurdî(Ezîz Xemcivîn)
Aş û mêş xwedanî didine pêş, paşî dikine derwêş. Aş digere bi avê, law dike karê bavê. Aş bi xeyalekî, aşvan bi xeyalekî. Aşek nehiştiye ko arvanê xwe lê nehêraye. Aşê dînan bê av digere. Aşê nezanan bi xwe digere. Aşê hawarê ye. Aşê xerabe arvan nahêre. Aşvan tu carî nabe poşman.
Aşekî kevnar