40_

Page 1

rdi t n

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin

10ê Gelarêzan -2714 k 1-11-2014 z

Kurdistan -hejmar (40)

www.Pdk-s.com

Li Bakur Pêşmerge bi aleya Kurdistanê hatin pêşşwazî kirin

Girtiyên siyasî li Efrînê ketine girêva birçîbûnê de Ehmed Efrînî

Hat zanîn ku girtiyên siyasî yên di girtîgehên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD de girtî ne ji 24ê meha rezberê de ketin girêva birçîbûnê de. Malbatên girtiyên ku di girtîgehên PYD de ne, dema ku serdana girtiyên xwe kiribûn û xwarin bi xwe re ji wan re biribûn, ew xwarin ji aliyê girtiyan ve hate red kirin û dest bi girêva birçîbûnê

kirin û ji malbatên xwe re gotibûn eger ew serbest neyên berdan dê berdewam bin li ser vê yekê. Li gor ku ji rojnameya Kurdistan re hatiye gotin ku rewşa girtiyan ya tendirustî pirr xerab e û ya derûnî jî berû xerabiyê ve diçe çimkî dema serdana malbatên wan ya vê dawiyê, hat nas kirin ku bi awayekî ne normal bi malbatên xwe re diaxivîn. Navê hin ji wan girtiyan ev in: Siyamend Birîm-

Beyazîd Me’mo-Ehmed Osman-Şukrî Bekir- Heyder Şukrî- parêzer Idrîs Elo yê ku çarenivîsa wî ne diyar e. Asayişa ser bi PYD ve li bajarê Efrînê di îlona sala 2013an de hejmarek ji kadroyên Partiya Demokrat a Kurdistan Sûriya PDK-S bi tometa teqandina bargehên ewlehiya rejîma Esed û hin çalakvanên din jî bi girtin da bû.

Bi hatina zivistanê

Rewşşa Kobaniyan zehmet dibe Derbiderên bajarê Kobanî li Bakurê Kurdistanê rastî zehmetiyan ji aliyê rewşa mirovî ve tên, tevî ku dezgehên xêrxwaziyê yên xwecihî, navdewletî alîkariyan jî pêşkêş dikin. Hejmara wan debideran gihiştiye derdora 400,000 hezar derbider û li ser ba-

jar û bajarokên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê belav dibin li her yek ji (Sirûc,Ruha,Entab,Amed,Stenb ol). Ta niha hin ji wan derbideran li kolanên bajêr, dikan û mizgeftan dimînin û carnan pênc malbat di yek dikanê de dimînin û niha werza zivistanê dest pê kiriye û rewş bêhtir aloz dibe. Niha derdora 5he-

zar kes asê di navbera Kobanî û Bakurê Kurdistanê de mane û kamp ji bo wan têne avakirin, lê bi hatina demsala zivistanê rewş xerab dibe, nexweşî jî belav dibin û ji ber wan nexweşiyan bi awayekî rojane hin derbider jiyana xwe jidest didin û bi taybet di nava zarok û pîremêran de.


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.
40_ by pdk-s - Issuu