rdi t n
Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
10ê çilê pêşî -2714 k 1-12-2014 z
Kurdistan -hejmar (42)
www.Pdk-s.com
Welatî …dixwazin Pêşmergeyên rojava derbasî Koabnî bibin Welatiyên Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku nehiştina derbasbûna Pêşmergeyên rojava ji aliyê hêzên PYD ve bi mebesta bergirî li Kobanî, tenê xizmeta dijminên gelê kurd dike. Welatiyê bi navê Hesen Ehmed li ser vê yekê ji rojnameya Kurdistan re got “ Nehiştina derbasbûna Hêzên Pêşmergeyên rojava bo bajarê Kobanî xizmeta doza kurdî nake û dikeve berjewendiya dijminan de, hin alî hene dixwazin fitneyan biafirînin da ku yekrêziya kurdan têk bidin di vê rewşa hestiyar de ya ku rojava tê de derbas dibe û bi taybet rewşa bajarê Kobanî, divê Pêşmerge
derbasî Kobanî û ta Cezîrê jî bibin.” Tê zanîn Şandeke ENKS çûbû Kobanî û li ser çawaniya şandina hêzên xwe bo Kobanî bi fermandariya YPG, PYD re civiyabû. Lê YPG ji şanda ENKS re gotibû, em qebûl nakin ti hêzeke ENKS derbasî Kobanî bibe eger dixwazin bila tevlî YPG bibin.. Welatiyekî din wiha axftina xwe dewam dike”ev kiryara PYD nakeve berjewendiya gelê kurd e li pêş raya giştî û Kurdistanî û dibe ku ev yek têkbirina rêkeftina Dihokê be, kesê ku vê rêkeftinê têk bide dê berpiryariyeke dîrokî li pêş gelê kurd hilbigire.”
Nexweşiyên derûnî li rojava belav dibin Aleya Kurdistanê
li Old Traffordê hat bilind kirin
Di yariya dostane ya ku di navbera Arjantîn û Portugalê de birêve çû dadvanê yariyê ew lîstik bo heyama çend xulekan rawestandin ji ber ku yek ji ciwanên kurd li erda yarîgehê aleya Kurdistanê bilind kiribû û pê re jî baz dida. Her wiha piştî dîtina vê dîmena balkêş ji aliyê cemawên ku di nava yarîgeha Old Trafford ya Ingilîzî de bûn, yekser rabûn li ser piyan û jê re li çebka dan ji bo vê helwesta wî ya wêrek ku karîbû aleya kurdistanê nîşanî wî cemawerî bide.
2
2 2